28.03.2014

Wê li Sarîqamîşê top li hinekan bikeve...



Dagirkeran, piştî şêkênandina darê pişta Kurdistanê,  li hin  herêman xwestin  keleyên îxanet û bêbextiyê ava bikin û bi vê yekê  gelê Kurd û gelên din ên Kurdistanî bipişifînin bînin ser tirkatiyeke qelp a bi dilê xwe çêkirî. Bona gihîştina ber mirazê xwe yê bêyom, wan demografiya gelek bajar û bajarokan serobino kirin, hemî saziyan kirin bin xizmeta aşê bişaftinê. Ji ber xwe çîrok û efsaneyên bi faşîzm û şovenîzmê barkirî derxistin, li ser hîmekî bi vir û derewan lêkirî dîrokeke nû ava kirin û xwestin pê gel bixapînin, bînin ser rêya xwe.

 

Bo meşandina vê polîtîkayê, li Bakûrê Kurdistanê bi taybetî li ser sînorê Ûris, Ermenîstanû  û Tirkiyayê hin bajar û navçeyên ceribandinê ( pîlot) hilbijartin û giraniya xwe dan ser wan. Bajarên Serhedê, bi taybetî Qers û Îdir du navendên vê polîtîkayê ne.
,
Ez,  piştî bidesxistina şarederiya bajarê Îdirê ji aliyê BDPê ve,  tirs û xof û sawa ku ketibû nav dil û gurçikê Dewleta Tirk, ew tirsa ku bi gotina “ ew gihîştin ber deriyê Ermenîstanê” ya “Cemîl Çîçek ê serokê meclîsa Tirk” xwe dabû der bîkim bîra we û paşê werim ser navendeke bi qasî Îdirê girîng lê heta niha bala kesî nekişandî

 

Sarîqamîş; navçeya Qersê, bihûşta dinyaya derwîn... Erdnîgariyek bi daristanan, bi mêrg û zeviyên bêserî û bêbibinî xemilandî. War û stargeha dawîn a hirç û  pezkûvî, bizinkûvî û xezalan. Zozanê bi çavkanî û çem û newalan, bi gul û sosinan  hûrik hûrik neqişandî. Zivistanan  di bin berfa çîl sipî de veşartî, bi havînan seranser bi lihêfa  kesk nixaftî.

 

Serjimara navenda Sarîqamîşê 23 hezar e. Tevî şêniyên pênce gundan ew dike 50 hezar.  Xwecihên herî kevn ên Sarîqamîşê Kurd in. Li navenda bajêr û di çend gundên derûdorê de Çerkes û Terekeme (Karapapak) yên di sedsala XIX’an de ji Kafkasan hatî û bi zora  dewleta Osmanî ve “bi mabesta qırkirina Ermenan û şikandina desthilatdariya Kurdan li vir bicihkirî”  hebin jî, navçe  bi gundên Kurdan ve hatiye dorpêçkirin. Her çiqas piraniya Kurdên Sarîqamîşê ji bela xizaniyê û bêşuxuliyê neçar mabin û gundên bav û kalan bo metropolan terikandibin jî, ji wan gelek ji gundan hatine  di navenda navçeyê de bicih bûne. Kurdên gundî bi zêdebûna serjimara xwe,  ev çend  salên dawîn kêm be jî diruvekî kurdewarî dane Sarîqamîşê. Ew, bi jêhatiya xwe, bi ked û xwîdana xwe, di demeke pir kurt de  di qada bazirganîyê de, di sektora tûrîzmê de, di avahîaziyê de  pir pêşketine û di aboriyê de bûne xwedî bandoreke xurt.

 

Lê heyf e ku, çi  ji ber pest û pêkûtiyên dewletê, çi ji ber giraniya polîtîkayên nijadperestî û cudakariyê, çi jî ji ber kêmasiyên siyaseta Kurd, Kurdên vir ziman û nasnameya xwe ji bajarvanî û aborirê re kirine berdêlî. Heta çend sal berê jî şertê bajarîbûnê wek xweşxeberdana bi Tirkî hatiye dîtin. Axaftina bi zimanê dayîkê wek nezantî, rebenî, belengazî, stûxarî  hatiye hesibandin. Bi taybetî ciwan, ji agir û şewata berxwedan û azadiyê dûr sekinîne û bi mal û halê dunyayê ve bilî bûne. Ji wan nehatiye ku di warê siyaset û çandê  de bi rengê xwe, bi zimanê xwe  derkevin holê, navendê biguherînin, veguherînin, zenga dagirkeriya sed salan jê bibin û Sarîqamîşa rengîn dîsa bikin ya xwe.

 

Karsaz û giregirên Kurdên navçeyê bi gelemperî bi dewletê re kar kirine; Esnafên çarşiyê ji hebûna bi deh hezaran leşkerên dewleta Tirk çend qururş pere kar kiribin jî, ev hêza çekdar û  biyanî li ser kesayetiya gel roleke pir neyînî leyîstiye.  Bi taybetî bûrjûvaziya biçûk a ji malmezinan pêkhatî û bi îhaleyên leşkerî bi têra xwe zik têrkirî, ji tirsa jidestçûna derfêtên aborî, ji berê de  di partî pûrtiyên dagirkeran de cih girtiye, xwe bi wan ve şidandiye. Ji ber van kêmasiyan e ku, gava meriv bala xwe dide navenda bajêr, şênî bi giranî Kurd in lê, jiyana civakî û şêl û pêla gel, siyaset, çalakî û liv û tevgerên saziyên fermî û sivîl bi gişkî Tirkî û tirkwarî ye.

 

Dewletê firsenda xwe di vê qelsiyê de dîtiye û çav berdaye Sarîqamîşê. Ew dike wê jî, çawa ku me di destpêkê de anî ziman, bike warê şovenîzm û mîlîtarîzmê. Her sal, bi hinceta bîranîna şehîdên sala 1915 an li Sarîqamîşê ayînên şer lidar dixe, bi deh hezaran xwendekarên reben û nijadperestên har û hov dihêwirîne ser serê gel, bi vê yekê , çawa ku li gelek deverên Anatolî û Kurdistanê kir, dixwaze gelê Sarîqamîşê jî bi nijadperestî û şovenîzmê dîn û har bike.

 

Dewlet, digel ku  ew xwedî pîsta herî qenca spora kaşînê be jî, digel ku ew sal heye heft meh di nav berfê de pêçayî be, Sarîqamîşê wek Erziromê bi potansiyela  tûrîzma zivistanî  dernaxe pêş.

 

Dewlet, digel ku ew xwedî zozan û çêre û mêrgên bê serî bê binî ye, Sarîqamîşê bi sewalvaniyê, bi sanayîya bi sewalvaniyê ve girêdayî dernaxe pêş.

 

Dewlet,  digel ku Sarîqamîş bi daristanên xwe ve di herêmê de yekem be jî, ti car qala vê dewlemendiyê jî nake, rê li ber sanayîya dar û selûlozê jî venake.

 

Dewlet dewlemendiya ava Sarîqamîşê jî nayne ser eynan, çavê xwe ji wê re jî girê dide.

 

Kurt û kurmancî dewleta Tirk pişta xwe bi hemû dewlemendiyên ser erdê ve kiriye lê binê erdê jibîr nake! Çi derfetên wê hene bona bin erdê seferber dike: Şehîdên xwedêgiravî di bin axa Sarîqamîşê de veşartî...

 

Belê rast e;

di dewr û dewrana desthilatdariya partiya nijadperest a Îttihat Terakiyê de - ku ev partî bi navekî din lê, bi heman bîr û bawerî û bîrdoziyê bû sazûmanê Dewleta Tirk a îro-

bo berjewendiyên emperyalîstan,

bi hestên nijadperestiyê,

bi ferman û bi pêşengiya Enver Paşayê delalîkê ber dilê cumhûriyetê

Kurd, Tirk, Erb, Ermen û Çerkes di nav de, bi deh hezaran zarokên  gel,

di çileyê zivistana erbeîn de,

bi kirasên tenik ên can,

bi kincên peritî yên havînê,

serqot û pêxas ajotin serê çiyayê Elahû Ekberê,

Bêyî ku ew gulekî berdin Ûris,

ji ber berf û surr û sermayê tev qerisîn; bûn peykerên ji cemedê, mirin,

goşt û hestiyên wan rebenan derê biharê nerm bû û  bûn para devê guran...       

 

Bi gotina kalekî Sarîqamîşî “topa Ûris li derewînan bikeve! Ma hûn nizanin  we çi anî serê wan dîl û rebenan!  Bi greyder û dozeran jî bikolin, hûn ê di bin axa Sarîqamîşê de movikek be jî ti hestiyê wan zarokan  nebînin!  Êdî çima bi ser me de salê carê bi deh hezaran gurên boz ên li dûv hestiyan ketine dişînin!”

 

Gava yekî zana û demokrat ji wan pirsa vê ecêbê, vê sosretê dike, vê ayîn û zikirê wek xebateke bo tûrzmê nîşan didin û  berjewendiyên aborî derdixin pêş. Ew vê şovê wek sanayîyek nîşan didin. Belê bîranîna van rebenan li stûyê merivan ferz e lê;

propaganda û pîrozbahiya şer çima?

Mirîperestî çima?

Sorkirina dijminatiyê çima?

Pesindayîna mîlîtarîzm û şovenîzmê çima?

Li ser tirktiyê qeyd û tapîkirina xwîn û xwîdan û fedakariya gelan çima?

 

Di malpera qaymaqamtiya Sarîqamîşa warê Kurd û Çerkes û Tirkan de bêyî ku şerm û fedî bikin weha nivîsîne: “Çima ku tirk ji kesk hez dike, dibêje kesk miraz e, Xwedê zêde hêşinayî daye vê deverê . Çima ku tirk evîndarê spîtatiyê ye, şehît spî li xwe dikin, çiyayên van deveran nîvê salê tim spî ne. Axa Tirk xwîna şehîdan û xwîna kafiran bi têra xwe vexwariye; lewre kulîlk pir sor  in, merivên  Sarîqamîşê xwînşirîn in (sicak kanli), mêvanhez û xweşik in.. (http://www.sarikamis.gov.tr/tarihce.aspx)

 

Piştî evqas gilî û gazincan min mizgîniya xwe bi zanetî li paşiyê hîşt.

 

Di vê hilbijartina herêmî de,  li Sarîqamîşa şêrîn cara yekem e Kurd bi rengê xwe, bi ziman û çanda xwe kolanan dilerizînin.

 

Cara yekem e du ewladên bijarte yên Sarîqamîşê, du lehengên wê Pervîn Tunbul   û Mehmet Alkan, berjewendiyên aborî û malbatî dane alîkî û bo şaredariyê bûn namzetên partiya xwe.

 

Heta niha li Sarîqamîşê tişteke kesnedîtî bû; jineke terr û can rabe, pihîna xwe li paşverûtî û feodalîteyê bixe; pêşengiya azadî û demokrasiyê bike.

 

Heta niha ji xewn û xeyalên Sarîqamîşiyan  wêdatir bû ku karsazekî malmezin, sermayedarekî  xwedî hebûneke giran, camêrekî di nav gel de û li ber çavê dewletê xûyayî, eşkere dijbertiya pergala  dewletê bike, di nav refê Tevgera Azadiyê de têbikoşe.

 

Bi qasî ku min dêhn û bala xwe daye ser kar û xebata wan, ew ê teqez biserkevin û Sarîqamîşa ku bûye hêsîr û dîlê nijadperst û şovenîstan veguherînin bikin keleya aramî û aştî û serfiraziyê.

 

Birêz Perwîn û Mihemed soz didin ku ew ê vê ayîna bêyom a ku bi ser Sarîqamîşê de  rik û kîn û nefretê dibarîne  veguherînin çalakiya herî mezin a bo aştîyê. Ew ê ji tevahiya cihanê ronakbîr û dîrokzan û sporvan û hunermendên bi nav û deng bînin Sarîqamîşê, malkambaxî û malwêraniya şer û pevçûnan, rûreşiya emperyalîstan, durutî û sextekariya neteweperestan, tehm û lezeta biratiya gelan bikin qula çavê hemî şerxwaz û xêrnexwazan.

                                                 

                                                           Mamoste Marûf

 

 

 

 

 

 

Hiç yorum yok:

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin