Tehdîtkirina Kemal Burkay û Brahîmê Guçlî...
Xwedê aqil û pêşbînî bike para hin kesan û hevza mirovan ji wan bike!. Ew mîzan û muwazeneya xwe ewqas wenda kirine ku êdî nikarin tehdît û rexneyan ji hev veqetînin. Heke kes û kesayetiyek, di ser re li vê hewldana wan a sosret a bi navê "kampanyaya tomarkirina îmzeyan " binêre dibêje qey PKKyê fermana Kemal Burkay û Brahîmê Guçlî daye, bo kuştina wan "tîmek bi çek û fîşek" birê kiriye! Rehmet li bav û kalên we; hûn çima bi me rebenan jî nadin zanîn; ka kî û kê van camêran kengî, çawa, li ku, bi çi tehdît kiriye?
Ez jî rasterast dibêjim; gelê kurd di van rojên dijwar de êrişên van du kesan , hevkariya wan a bi bi desthilatdar û serdest û dagirkeran re ti car jibîr nake û berjewendîparêzî û firsendperestiya wan a ku "dişibe ya qertelên ser berateyan" di dilê wan de dihêle. Ez li ser navê xwe dibêjim; min çend caran rexneyên tûj li Brahîmê Guçlî kiribû lê, Kemal Burkay wek siyasetmedarek Kurd ê baqil, dijberek PKK’yê dihesiband û ji dijberiya wî re rêz digirt, wek pirrengîniyek didît lê, piştî hatina wî û seyrû seferên wî yên li kanalên dijminên sondxwarî yên Kurda dilê min jê geriya! Ez êdî jê îkreh dikim! Ez êdî wî wek siyasetmedarekî Kurd ê xwedî fikr û raman û nêrînên cuda na, wek NEO-AKPyîyek, wek hevkarekî desthilatdariya Tirk ê bi bingehkî Kurd (Kurd kökenlî) dihesibînim. Bi dîtina wî, Şerîf Firatê Gimgimî, Diyap Axayê Dêrsimî têne bîra min...
Hela li vê ecêbê li vê gosirmetê: Camêr xwedêgiravî serokê tevgerek Kurd û Kurdistanî ye,
piştî sî- çil salan vedigere welatê xwe,
derdikeve pêşberê raya giştî,
di şûna qêrîna neheqiyên ku li gelê wî tên kirin,
di şûna daxwaziyên neteweyî ,
di şûna bilêvkirina qira zimanî û çandî,
sibe êvar qanal bi qanal digere; partî û tevgera herî mezin a gelê xwe, serok û rêberê herî bi nav û deng ê gelê xwe reş dike, muxbîriya wan dike!
Ew, XWE, Bİ BÎRDOZIYA XWE NA,
XWE WEK TEKOŞEREK DIJBERÊ DAGIRKERRIYÊ na
Tenê û tenê bi dijberiya PKKyê dide nasîn!
Ma çend kesên hêj li dû wî diçin gelo nizanin ku Kemal Bûrkayê ku niha firsenda xwe dîtiye ( di rastiyê de nedît, danê) û çi tê ber devan dibêje, çend sal beriya dîlgirtina Birêz Ocalan bi wî re peymaneke hevkariyê mor kiribû...
Tevahiya çavdêrên vi pêvajoyê baş pê dizanin ku çend meh piştî vê peymanê ev camêr , têkoşîna dijwar a bi dagirkeran re nadabû ber çavan, niqir sist kiribû, tiştên hûrik kiribû mane û vê peymanê binpê kiribû û xwe dabû helbestên pisîk û qaz û qulingan...
Ma kes çima nake bîra wan, ew camêr bi xwe jî, piştî PKK’yê, yekîneyek çekdarî saz kiribû lê, jiber ku bingeh û kesayetiya wan dest neda nekarîn , ji wan nehat, ku şerê çekdarî birêve bibin...
Xwedêyo, te xizanî belengaziya me ji ya niha jî zêdetir bikira lê, di dêvlê de parîkî din aqil û feraset û dilşewatî bida me Kurda nedibû?
Mamoste Marûf
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder