25.04.2011

Berxwedana dawîn a Ermeniyan a li Turkiye’yê















Antranîk Hampartsûmyan
6-7 ê îlona sala 1955’an, bo kêmnetewên fermî yên Turkiye’yê du rojên reş û tarî ne.

Bi taybetî Rûm, dûre Ermenî, Cihû û Suryanî di van du rojan de rastî êrişên hovane tên. Xwedê giravî mafên wan ên bingehîn bi peymana Lozanê ya di 24 ê Tîrmeha 1923’yan de ji aliyê "dewletên serkeftî yên şerê yekemîn ê Cihanê" ve hatibûn garantîkirin, lê dîsa jî ji mal û dikanên wan bigirin heta dêr, kenîşte, goristan û nexweşxaneyên wan hatin talan kirin, rûxandin, wêran û wêrtas kirin.

Bi ya rayedarên dewletê 3 kes tenê mirîbûn. Dibe ku ev hejmar rast be; ji ber ku di serî de ev bûyer bi armanca çavtirsandin, çewisandin û qewirandina hemwelatiyên “netirk” hatibûn plansazî kirin.

Ermenî bi fermana komkujiyê ya sala 1915’an ji ax û ji welat û bûbûn. Ew êdî çi netew bûn, çi jî bo desthilatdariya Tirk girseyek xwedî hêz a hember(raqîb) û xeternak bûn. Desthilatdariya Tirk ya nijadperest, di komkujiyê de pirî zêde pê de çûbû, netewa Ermenî ya heta sala 1915’an yek ji wan gelên herî bi hêz ê Qavkas û Rojhilata Navîn, veguherand cemaetek olî ya biçûcik a kovî, ricifok, lerizok û tirsonek.

Gelê Kurd jixwe, di encama serhildanên Koçgirî, Şêx seîd, Dêrsim û Agiriyê de ji qudûman hatibû xistin. Êdî, dora bermahiyên dawîn ên gelên nemisilman ên stara wan tenê di navenda çend bajarên mezin de bi taybetî jî di Stenbol û Îzmîrê de mabû hatibû . Mal û milkên wan ên ji ber talana 11’ê Kanûna sala 1942’yan a ku navê “ Baca Hebûnê” (Varlık Vergisi) lê kiribûn mabûn jî gere biketa destê bûrjûvaziya Tirk.

Di sala 1955’an de li Qibrisê di nav Rûm û Tirkan de hin alozî rûdidin. Dewleta Tirk van bûyeran dike mane û fît dide neteweperestan û li seranserî Tirkiyeyê xwepêşandan û mîtîngan dide lidarxistin. Roja ku hestên neteweperestiyê di nav hemwelatiyên tirk de digihîje asta herî bilind, di rojnameya Hurriyet’ê de -rojnameya ku bi serlogoya “Turkiye ya Tirkan e” tê weşandin- nûçeyek derew tê weşandin:

“ Rûmên Stenbolê di nav xwe de pere berhev kirine û ji terorîstên ENOSIS’î re şandine!
Dewleta rasteqîn a Tirk, ya kûr a bin erd, bi vê nûçeyê jî namîne; di 6’ê îlonê de seat 13:00’an de di radyoya fermî ya dewletê de bombeya herî mezin diteqîne:

“Rûman, Mala Atata ya li Selanîkê bombe kirin!”


Di heman roj û saetê de rojnameya bi navê Ekspres'ê – ya ku wan çaxan tîraja wê li dora 20 hezarî ye- bi vê nûçeyê dixemilînin û derdixin ser dikê. Piştî nîvro ji vê rojnameyê 290 hezar nusxeyan çap dikin, didin destê endamên komaleya “ Qibris Tirk e” û di cade û kolanên Stenbolê de bi qîreqîr didin belavkirin:

“Dinivîse! dinivîse! Rûmên qehpik mala Atayê me bombe kirine dinivîse!”

Rojnameya Expres, bi derfetên wê demê di çend saetan de 290 hezar tê çapkirin û di kolanan de tê belavkirin.
Rojnameya Expres, bi derfetên wê demê di çend saetan de 290 hezar tê çapkirin û di kolanên Stenbolê de tê belavkirin.


Di rastiya xwe de ê ku xêniyê Ataturk bombe kiriye; xortekî Tirk ê bi navê Oktay Engîn e. (Ev zilam di salên 1992-93’yan de bi walîtiya Kirşehîrê tê xelatkirin) Generalê Tirk ê bi navê Sabrî Yîrmîbeşoglû, di 21.09.2010’an de di qanalek televîzyonê de îtîraf dike dibêje: 6-7 Îlon karekî şerê taybet e. Rêxistinbûyîneke pir bed ( muhteşem) bû. Miraz çibe bi tevahî hat cih!”  


Oktay Engîn
Belê wan deman li Stenbolê bi sed hezaran Rûm û Ermenî û Cihû dijîn. Bi bangewaziya endamên MÎT'ê û bi qîreqîrên faşîstên di dilqê rojnamefroşan de ji nişkave bi deh hezaran mirov kêr, ço, hesinên înşeatan, tevşo, bivir, kolan êdî çi li ber wan ketibe, didin dest û di bin siya ala sor û spî ya Tirkan de, li ber çavên polês û cendirmeyan, êriş dibin ser hemwelatiyên nemisilman. Nabêjin Mal e, dikan e, perestgeh e (îbadetxane), nexweşxane ye, goristan e; her derî diruxînin, talan dikin, dişewitînin, dişikînin. Pirtûkên wan ên pîroz diçirînin, bi ser de mîza xwe dikin. Dikevin malan, nabêjin kal e, pîr e, nexweş e; kî û kê li ber wan dikeve bi derban serî û guh dipelixînin, keloxaşî dikin, dikujin, destdirêjiya namûsa wan dikin...
Êrişkar nabêjin Mal e, dikan e, perestgeh e (îbadetxane), nexweşxane ye, goristan e; her derî diruxînin, dişikînin, talan dikin, dişewitînin, vêran û wêrtas dikin...
Di pêvajoya komarê de hemî hemwelatiyên ne tirk, an bi komkujiyên hovane, an bi miştexîkirinên(nefî) bi zorî, an bi bacên derzagonî, an bi qanûnên dermirovî (qanûnên wek taqrîrî sûkûn, tehcîr, îskan hwd) hatine qutifandin û melisandin. Ew êdî bo mafên xwe yên herî bingehîn , bo zarokên xwe yên li ber pêsîran jî di xwe de tu cesaret û hêza berxwedanê, taqeta xwe parastinê nabînin.

Di dema bûyerên bi vî rengî de, wek bo roja qiyametê tê gotin, her kes dikeve tatêla nefsa canê xwe. Bi taybetî tirs û xofek bê hempa ketiye dil û mejiyên Ermeniyên vî welatî: zarokên sêwî û bermahiyên komkujiya 1915’an...


Wan deman li Stenbolê ji sed hezarî zêdetir Ermenî mane. Ew bi piranî ji komkujiyê bi zorî xwe xelas kirine û bi kirasê canê xwe hatine li Stenbolê û li vir bi cih bûne. Ev bajêr, bo nifşa bermahiyên komkujiyê wek îstasyoneneke rêwîtiya ber bi welatên xerîbiyê ye. Çawa ku parîkî  pûrt bi wan ve hatibe, çend quruş pere dabin ser hev, vîzeyek jî bi dest xistibin, bo kîjan welatî dibe ne xem e, lêxistine çûne .


***

Ji wan yek jî Mamas Kabasakaloğlu ye. Malbata wî bi eslê xwe ji navçeya Yildizelî ya Sêwazê ye. Di dema komkujiyê de Dapîra wî xwe li tirktiyê datîne û bi vî awayî bavê wî û apê wî ji kuştinê rizgar dike û wan direvîne tîne Tanga Topkapiya Stenbolê. Mamas li vir di sala 1943’yan de jidayîk dibe. Mala wan nêzî mala malbata Hampartsumyanan e û cînarên hev ên Mamas Kabasakaloglû baş in.. . Mamas sala 1960’an de bi malbatkî koç kiriye çûye Almanyayê. Lê, pirî bêriya welatê bav û kalan dike tebat nake, salê çend caran serê xwe digire tê Stenbolê.

Mamas Kabasakaloglû
Min ew di di çayxanekê Topkapiya Stenbolê de nas kir. Bi salan e ez di nav Ermeniyên vê taxê de dijîm, bi wan re hevaltî dikim; her roj di çayxaneya kêleka dêra wan de bi wan re rûdinim, dîsa jî ne ji Mamas’ê Almanyayî bûya ez bi Antranîk Hamparsûmyan jî, bi bûyera dêra Sûrp Nagoxos’ê jî nedihisiyam. Tirsa Ermeniyan ya ji kesên bi navkî misilman wek nexweşiyeke bê derman ketiye dilê wan; dikin nakin xwe jê xelas nakin. Tu çiqas Kurd, çiqas demokrat û azadîxwaz bî û bi wan re her tiştî aşkere biaxivî, ji te ew qas pir ditirsin; ew qas ji te dûr disekinin. Bi ya wan kî û kê evqas bê tirs biaxive an MÎT e, an jî DÎN e. Bi taybetî nêrîna Ermeniyên ji heft bavan Stenbolî ( Ên ji Kurdistanê hatine bi gelemperî berxwedêr û şiyar in) sazî û rêxistinên wan (dêr, dibistan, weqf, Agos ne tê de rojnameyên din) ev e:

"Çi şoreşger, çi demokrat, çi çepgir, çi sosyalîst, çi Kurdên welatparêz, çi xwedê nenas, çi oldar, xêra tu kes û kesayetiyek - bi navkîbe jî- misilman, ji me re nîne! Ew di tengasiyê de di cih de pişta xwe bi me de dikin. Xêr hebe jî di Kemalîstan de û di dewletê de heye; em çiqas bi wan re xwedî xweş têkilî bin û wek hemwelatiyên qenc bixwiyên ewqas tên parastin, qedrê me jî ewqas tê zanin.”

Wêne li min, şîrovekirin li we
Ev bawerî bi Hirant û Rojnameya wî ya Agosê parîkî sist bibe jî, di nav saziyên wan ên din de bandora xwe didomîne.

Mamas li Almanyayê di serî de rojnameya Hirant Dînk şopandiye, dûre çend Kurdên welatparêz nas kiriye û bi dilsoziya gelê Kurd ya bi Ermeniyan re bawerî aniye. Lewma ew, ji bûyerên 6-7 Îlona 1955’an çi di bîrê de mabû bêtirs dan der:

“ Gava keraseta 6-7 Îlonê rûda, ez 12 salî bûm. Li Beyazîtê li ber destê hostekî ermenî çiraxî dikir. Ber bi esrê me hey dît, bi hezaran mirov di destê wan de ço û hesin û bivir û ala tirk, êrişî dikanan dikin, diruxînin, talan dikin. Her kesî bo parastina mal û canê xwe alên Tirk bi dikanên xwe ve dikirin. Lê ev konektî jî pere nedikir. Cînarên tirk pirî caran xaçparêzan didan dest. Hostayê min darebeyên dikanê girt û ez şandim malê. Ez ê bi peyatî heta Topkapiyê biçûma. Bi hezaran mirov di cade û kolanan de diqîriyan. Li Findikzadeyê min çend kamyonên bi alên Tirka xemilandî dîtin. Çend kes li ber kamyonan sekinîbûn bi dengê bilind bang dikirin digot:
“Çûyîn belaş e, Beyoglû, Beyoglû!”


li Fatîh û Beyazitê hema bigire dikan û malên nemisilmanan ên netalankirî nemabûn. Li ser riya xwe min li erdê çend saetên mêran û bazineke zîvîn dîtin; lê çend xort bi zorî ew ji min stendin.
Ez hatim Topkapiyê. Min hew dît li ber dêra me, Sûrp Nîgoxayos, qelebalix e. Bi sedan kes dikin qîrînî. Ez nêzîkî wir bûm; wa ye kesekî bi dengê bilind wekî biore diqîre dibêje; "kî nêzîkî vir be ez zikê wî diqelişînim! Ez we dişewitînim lawo!"
Hinekan bi dest û lingên yekî birîndar girtibûn wî radikirin nexweşxaneyê. Ez li bavê xwe ketim şikê û pir tirsiyam. Çavê min bi Ermenîkî kal ê ji aqilê xwe parîkî sivik ket û jê pirsî ka ew ê birîndar kî ye, kî nîne. Ew î got ne ermenî ye, dacîk e (misilman). Li derûdora dêrê xeynî wî kalî tu ermenî Rûm nedixwîyan. Tev reviyabûn xwe veşartibûn. Ez ber bi dêrê ve çûm min dît ku Romanên Sûlûkûleyê jî tê de, gundiyên Anatoliyê, kesên bi qiravat û fotêr, kal û pîr, zarên bi temenkî hevalên min, tev bûne yek, zor didin derî ku bikevin hundirê dêrê. Lê yekî, kêrikeke daye destê xwe nahêle kes bikevê hundir. Çend polês jî xwe dabûn pêşberê dêrê ji dûrve li bûyerê temaşe dikirin. Min bala xwe da ew ê dêrê diparêze Antranîk ê Kurê Hanopê Masîvan e. Di nav xwîdanê de mabû. Çavên wî sor bûbûn. Bi destekî derî girtibû bi destê din kêrika xwe vir de wê de dihejand û li êrişkaran gefan dixwar. Aleke piçûk a tirkan jî bi stûyê xwe ve kiribû. Du kesên birîndar jî li ber lingên wî li erdê dirêjkirî bûn. Ji zikên wan xwîn diçû.
 


( Deriyê pêşî yê dêrê, ê ku Antranîk Hamparsûmyan diparêze; Wêne; Mamoste Marûf)

Di wê kolanê de dêra Rûma ya bi navê Aya Nîkola heye. Dîwarên wê bi kevirên birî çêkirî bûn. Êrişkaran cih bi cih ji dîwar keviran derxistibûn û di wan qulan re ketibûn hundir; agir berdabûn dêrê. ji wir çi biribûn ez pê nizanim lê, piştî xerakirina wê, dor hatibû dêra me .






Ez ji tirsa reviyam çûm malê. Lê min kir nekir kesî ji min re derî venekir. Paşê ez hînbûm ku bavê min nehîştiye  kes derî veke. Ez dîsa li derve mam. Min berê xwe da kolana paş dêra me. 


Dêra Aya Nîkola ya Rûman a li Topkapiya Stenbola piştî talana 6-7 Îlona 1955’an  ji Rûman şûştî de,  êdî bê civat e.  Ew 55 salal in di bin siya Ala Tirk a mezin û binavûdeng de bi tena serê xwe di nav kêfxweşiyeke bêhempa de (!) westa xwe datîne. Cihên bi sewaxê pînekirî şûna qulên kevirên ku bi destê êrişkaran hatine kişandin in û . ( Wêne; mamoste Marûf)


 Ez ji paşve fitilîm û derketim ser sûran û ji jor ve li dêra me temaşe dikir. Min di hewşa dêrê de çend jin û zarokan jî dîtin. Bi hatina êrişkaran ew xwe avêtibûn dêrê. Saetek şûn de Erişkar hêviya xwe ji ketina nav dêrê birîn. Birîndarên xwe jî girtin û çûn. Polêsan çima ku nikaribûn bi Ermenyekî tinazên xwe bi wan re dikirin.”


Ji gotinên axbarîkê xwe yê Mamas ( axbarîk: kek, birayê mezin) ez baş têgihîştibûm ku, dêra Sûrp Nigoxayos bi mêranî û cesareta Antranîk Hamparsûmyan xwe ji destê talankeran xelas kiribû. Dêra Aya Nîkola ya Rûman a li Topkapiya Stenbolê, Topkapiya ku  piştî talana 6-7 Îlona 1955’an ji Rûman bi tevahî şûştî,  , êdî bê civat e. Ev dêr, 56 salal in, di bin siya Ala Tirk a mezin û binavûdeng de( bi kurtasî û bi tirkî: şanlı) bi tena serê xwe, di nav kêfxweşiyeke bêhempa de (!) westa xwe dide.


Kesê ku bi rewşa derûnî ya civaka Ermeniyên li Turkiyeyê bizanibe girîngtiya vê berxwedanê çêtir fêm dike. Ermenî piştî komkujiya 1915’an, bi taybetî bi sazkirina Komara Tirk re, li ber pergala desthilatdariya tirk bê qeyd û şert serî datînin. Ew, zilm û zordarî û neheqiyên ku li wan tên kirin wek dayîna Xwedê dipejirînin û mîna pezên qurbanê serê xwe bi xwe didin ber kêrê. Lê Antranîk Hamparsûmyan, her çiqas ala Tirk bi stûyê xwe ve kiribe jî, bi tena serê xwe bo parastina nirxên gelê xwe mirina xwe dide ber çavan û li ber neyaran radibe. Çil sal piştî komkujiyê, di pêvajoya Komarê de, ev cara yekem e ku Ermeniyek bo parastina nirxeke xwe yê neteweyî, bo rûmeta gelê xwe mafê xwe yê berxwedanê, berxwedana rewa bikartîne.
Bo çêtir nasîna wî camêrî min ji gelek ermeniyan pirsa wî kir, lê ji tirsa ewlehiyê be, ji xemsariyê be, ji bêbaweriyê be agahiyên ku min meraq dikirin nedan. Ji malbata wî kesekî mirov pêre têkilî dayne nemaye. Xalê Stepanê 77 salî yê (Z:1934) demek dirêj bi Antranîk re hevaltî kiriye, hin agahî dan. Min jê wêneyek wî xwest lê mixabin, çend sal berê agir bi mala wî ketiye; wêne jî tê de her tiştên wî şewitîne.
Navê bavê Antranik Hanop e. Ew di nav civakê de bi navê Hanopê masîvan tê nasîn. merivek xizan e. Li Bayazît’a Stenbolê, di xana Çûhaci de, bi seyarfiroşiya lakerdayan ( lakerda; palamûtên gir ên bi navê torîk ên di nav şoravê de parastî) debara xwe dike. Bi havînan tû, gûz û hêjîran difiroşe. Mala wan li Topkapiya Stenbolê, di kolana Karatayê de bûye, lê niha erseya wê tenê maye.Navê jina wî Aznîf e. Çar zarokên Hanop û Aznîf Xanimê çêdibin. Onîk, Karekîn, Antranîk û Osanna. Ji malbatê Osanna Xanim tenê dijî, mixabin ez rastî kesek navnîşana wê bizanibe nehatim.
Antranîk texmînî di sala 1930’an de jidayîk dibe. Yekî reş ê kinik e. zarokatiya xwe de bi cesret û şerûdiya xwe tê nasîn. Naçe dibistanê. Xwedî kesyetiyek azad e. Qet nazewice. Taxa Sûlûkûle’yê, ya ku şer û pevçûn jê kêm nabe, ji xwe re dike wargeh û bi xortên romanan re hevaltî dike. Dûre dest bi qabadayitiyê dike; bi salan xeraca vê taxê distîne û debara xwe bi vî karî dike. Piştî bûyerên 5-6 Îlonê nav û dengê wî li taxên din jî belav dibe. Îcar dike xeraca Topkapiyê jî bistîne; lê kurên kesekî bi navê Rizayê Cehfiroş, rojekî bi bêbextî dor lê digirin û bi xedarî wî birîndar dikin.


Erseya mala Hamparsûyanan a di kolana Karatay a Topkapiyê de







Antranîk, piştî vê bûyerê dest ji qabadayîtiyê berdide. Ewilî li Topkapiyê, dûre li Kûmkapiyê lokanteyên şorbefroşiyê vedike. Her du caran jî biser nakeve. Di 1964’an de diçe Almanyayê. Li wir bihna wî dernakeve, dîsa vedigere tê Stenbolê. Di nav xizaniyê de di sala 1979’an de diçe ser dîlovaniya xwe. Gora wî li goristana Ermeniyan a Balikli’yê ye.



Gora malbata Hampartsumyan a li Goristana Balikliyê
Zeytinburnu- Stenbolê

Beriya bûyerên 6-7 Îlona 1955, ji şêniyên Topkapiyê % 30 Ermenî, %20 Rûm, ê din misilman in. Piştî van bûyeran Rûm bi tevahî bar dikin diçin. Beşek mezin a avahiya dêra Aya Nîkola ya di heyama wan bûyeran de xerakirî, niha ji alî misilmanekî ve wek bane
(mandira) tê bikaranîn. Cihê îbadetê hatiye veherandin lê, çi kêşe ye, cimet e. Ermeniyên ku firsenda xwe dîtine jî ji Topkapiyê reviyane. Ew 3-4 mal tenê mane. Dêra wan a Sûrp Nîgoxayos a bi xîreta Antranîk Hamparsûmyan ji nav dest û
lepên talankeran xelaskirî,bi kêşe û kêm be jî, bi civat e.
 
 
 
Dibistana Ermeniyan a 190 salî ya bi navê Topkapî Levon Vartûxyan jî, bi xwendekarên xizan ên bi mînîbûsan ji navçe û semtên dûr kişandî bi zorî be jî hêj li ser xwe sekiniye.
***


Kêlika gora malbata Antranîk Hampartsûmyan; Zilamê li jor bavê wî ye, ê li jêr ew bi xwe ye.Li kêleka bavê wî dayîka wî, ên din xwîşkên wî ne. 





Deriên paşî yên dêra Aya Nîkola yên ji tirsa dîwarkirî






Dawiya gotinê;
dewletperestî û nijadperestiya sed salî ya serdestên vî welatî nehîştiye tu kes bi dilrehetî kerîkî nan bixwe; ji xweşikiyên vê cihanê têra dilê xwe para xwe bistîne. Desthilatdar, duh çi anîbûn serê nemisilmanan îro dikin bînin serê Kurda jî. Lê , çawa ku Antranîk Hamparsûmyan ê Topkapiyî, ji vir 55 sal berê parastina dêra xwe li hêviya dewletê nehîştibû,

Kurd,  ji berê berê de  neketine xefik û dafika legalîteyê; mirina xwe dan ber çavan, mafê berxwedan û xweparastinê ya fiîlî û rewa bikar anîne, hê jî wisan dikin.

Dîsa jî heyfa mirovan e , di vê sedsalê de, hêj mafên xwe yên bingehîn, rûmet û şerefa xwe   bi darê zorê diparêzin.

Hezar mixabin, hê jî zor gizêrê radike...            
                                                   Mamoste Marûf


 

Hiç yorum yok:

Gula Axa*

                                                                    Mamoste Marûf Axa, şitlê gulekî pir meqbûl tîne, dide baxçewanê xwe...