5.06.2009
HENEK LI ALÎKÎ, GELO JI ÇIKÊ KURDAN DITIRSIN?
Ez bi destûra xwendewanan, dixwazim îro bikevim dilqê pîspor û berspiryar û endamekî dewleta kûr a Tirk( ji wan ên berçevkên reş li ber çavan in) û hemû plan û fen û fêlbazî û pûşên dewletê yên derheqê Kurd û Kurdistanê de bi awayek rût û repal derînim pêşberî gelê xwe yê azadîxwaz, lê ji dilê xwe sax; lewma ev hezar sal e şad nabe; di çav de dimîne miraz...
Gelî xwendevanino, bi piranî ter û can, xort û ezebno; dora pêşî ez ê pirsek ji we bikim.
Gelo dewleta pîroz û bilind ewqas bilind ku “qûn dixwuyê serî naxuyê” ( min dixwest ez bêjim yuce dewlet lê min kir nekir peyva “yuce” bi Kurmancî bibîr neanî û di şûnê de ev gotina mezinan a bi nav û deng bikar anî)
ji roja sazkirina komarê heta îro, ji çikê Kurda ditirse?”
Gelo ji mêrani û mêrxasiya wan?
Hûn divên, Ji tivingên Kuradan ên “modolî û çaqmaqlî û mawzer û bêşlî û keleşan” hundir lê diqete?
Sewalvaniya kurda ji berê berê ve li pêş e; ev yek li çavên wan bar nabe; hûn dibêjin jiber vê sedemê ye ku xew nakeve çavên rayedarên komara tirk?
Bi ya we, rayedarên dewletê, heta nîvê şevan serî dibin lihêfan de vedişêrin û bi devekî digirîn, dilorînin bi devê din dibêjin ; “-Simbêlên me biweşin, porên me kur bin, wê rojek bê, kurdên şikeftmekan, wê ambargoyek deynin ser gelê me yê tirk ên ji 24 eyar zêran...
Dê ew, wan tirkên qehreman ji şîr û mast û penîrê koçeran, ji toraq û çortanên serhediyan, ji hiriya qer û qerqaş a Bêrtiyan, ji kerme û tepik û sergîn û yabaniyên Mûşiyan, ji qelî û qawirmeya Qercdaxiyan mehrûm bikin!
Bi kurtasî, tirs û xofa dewleta tirk hêza aboriya Kurda ye?
Gelo Dewleta me- ya ku em Tirk û Kurd tev bi hev re, wek xwişk û bira, xal û xarzî, dot û dotmam (!) li ser dijîn, lê nizanim ji ber teserûfa hubrê ye, kêmasiya qamîş û pênûsêye kes pê nizane , (em bêjin ji ber sedemên ne dîyar) tim û tim li ser kaxiz û defteran peyva “Kurd” tê jêbirkirin û reşkirin û “Tirkiye ya Tirkan” tê nivîsandin ; gelo ev yek çima ye?
Bi qinyata we; rayedar ên tirk ên mêr û mêrxas- ewqas ku ji wan heryek berdêlê cihanekê - ji “roj bi roj lihev zêdebûn û ji hev belav bûn û li Anatoliyê bicih û war bûna kurda” sildibin, dipelikînin?
Wisa diniqute dilê we û hûn dibêjin qey rayedar: Evdila û Tayîp û General- ên ku li ser ekranan tim û tim dibêjin em jî çêjikên misilmanan in jiber ku kalikên me hecî, dapîrên me sergirtî bûn- nerayedar: Şêx Fetulayê Gulen, Şêx Ehmedê bi Cube, Şêxê Menzîlê hwd; hemî jî xwe xwedyê vê dewletê dihesibînin, sibe êvar bi awakî kelogirî dilorînin û dibêjin; “ kurd- digel xizanî û her cûre mihûziya xwarin û vexwarinê-dîsa jî bi dest û mil in, girê geriyayî wek palîwanan in, di cihana derewîn a îro de, di warê çek û rextan de li paş mane, lewma nikarin bi me dagirkeran.
– Qey ew ketine tatêla roja mehşerê û difikirin ku “dê ew rojek bê, mezellah, hukmê top û tank û balafiran nemîne û wê kurd li stûyê me siwar bin û dîsa ji me doza mafê xwe bikin...
” Bi ya we ew, jibo pêşîlêgirtitna heyfhilanîn û tolhildanek muhtemel a roja qiyametê dibêjin: “ger em sobeyên wan tijî komir bikin; meqarneya wan jî bidin ber wan; li ber TRT 6’ê bidin rûniştandin dê ew ji me re duayan birê kin, heqê xwe jî helal kin...
Bi kurtasî, gelo dagirker ji roja heşr û mîzanê pir ditirsin?
Gelo di Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) de, generalên tirk ên bi tîtik û pîtikan û bi stêrkên ji zêrên derewîn xemilandî, bi sîmsarên siyaseta sivîl re hêrs dibin, wana bi xemsarî û nezaniyê tewambar dikin û ji wan re bi sê telaqan sond dixwin, angaşt dikin dibêjin: “-Dev ji Ergenekonê berdin lawo, em bi pelgehan pê dizanin, Kurd bi piranî dabeşkar û parçeperest in.
Kesên ne cudaxwaz û ne dabeşkar bin jî postmodernên(bi qewlê Îlker paşa) kurên postmodernan in. Kurd ji berê berê de, di heft qat binê erdê de bi navê KOÇERKON xwe dizîka bi rêxistin kirine û di civinan de sirûda ”Çemê Dicle dibêje ez naherikim; Kurd Memedê bi nav û deng dibêje ez ji Mêrsînê dernakevim diqîrin...”
Gelo ew li şikeftên Heskîfê ketine şikê loma dikin ewana noqî ava Dicleyê bikin?
-Gelo Generalên me yên qehreman, ji mejiyê( ev cûre kurd di qafê serê xwe de her roj Kurdistanek serbixwe avadikin, lê tu car nêzîki avahiyên rêxistinên Kurdan nabin) bi sedhezaran kurdên bê rêxistin ên di mala xwe de “heta tu dibêjî heyalperest û neteweperest ” lê li derve jî ew qas kûvî û tirsonek û bizdonek ” dipelikînin û dikin ji siyasetmedarên sivîl destûra fermana qira wan (neyarên veşartî û nepenî) bistînin?
***
Gelî heheval û hogirno, Xwedeyê Jorîn heq û şahed e; tirs û xof û paranoya ya Komara Tirkan a di warê kurdan de bi çendinî jî, bi çawanî jî hezar car li yên “me li jor dane serhev” in... Lê sedem ne yên li jor, va ye yeko yeko li jêr in...
Ew ji Kurdên azad ên “birêxistinî ne” ditirsin!
Ew ji yekîtiya Kurdan ditirsin!
Ew ji saziyên Kurdan ên wekî bendavan xwe dane ber lehiya asîmîlasyonê ditirsin!
Ew ji rojname û kovarên me yên xwîna xwe kirine çavên xwe û dikin nakin nayên çewisandin ditirsin... Ji hemiyan jî girîngtir ew ji Tevgera Azadiyê ditirsin!
- Ji ber vê tirsê ye ku ev 30 sal e,
çi siyasetmedar û general ,
çi-Xwedêgiravî-zanist û pîspor,
çi karmend û rênçber,
çi aşvan û çi şivan û çi gavan û rojnamevan
hema bêje bi tevahî dest ji kar û barên leşkerî û aborî û zanistî û hunerî û hawirdorî û ser-erdî û bin-erdî berdane
û bi yek canî û bi yek dengî veguherîne endamên çeteyan û xizmeta şerê “bi kurda re” dikin...
Ma Ergenekon ne yek e, ne dudu... Dê ew kîjanê tesfiye bikin, kîjanê nekin?
Ergenekon li alîkî; dê ew “xwe” çi bikin?
Mamoste Marûf
EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?
Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû. Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...
Nivîsên zêde hatine xwendin
-
Bulltin Périodique de la Presse Turque, (Bûltena Vedor a Çapemeniya Tirkiyeyê) bulteneke vedor a fermî ya dewleta Fransayê ...
-
Biryara Komkujiya Ermenan a mezin bi şerê cihanê yê yekemînde ve destpêdike. (Di nav salên 1894-1896’an de jî li gelek herêman li hemberî E...
-
Evdalê Zeynikê, hunermendê bi nav û deng ê wêjeya devkî ya Kurd û Kurdistanê, dengbêjê dîwana Surmelî Memet Paşa, di serê sedsala 19’an de l...