17.02.2009

Ez dixwazim bibim Filîstînî !

Filîstîn welatekî dagirkirî ye; welatê min dagirkirî jî nayê hesibandin, dibêjin tune ye; xewn e... Di vî warî de jî ez ji filîstîniyan berjêrtir im...

Ew ji aliyê dagirkerê xwe ve wek “Erebên Filistînî” tên binav kirin; Xweziya yên min jî ji min re jî bigotina ev mirov nake pênc quruşên qul; lê “kurdekî Kurdistanî ye”

Ew xwedî bi hezaran dibîstanên bi zimanê xwe ne ; xweziya yeka min a xiloxarî jî hebûya ...

Ew xwedî nexweşxaneyan û bijîşkan in. Xwelî li min be, Ez im Meta Eyşo ya pîrika zarokan û Hecî Elîyê cebar im( hestîyên şikestî û ji cih derketî sax dike). Ew tenê ji zimanê min fêm dikirin lê min ew li gund hîştin; ka mirîne an sax in, ez pê nizanim...

Ew di daîreyên fermî yên dewletê de hemû kar û barên xwe bi zimanê xwe dibînin; axaftina bi kurdî bimîne li alîkî, bona ku li kurdbûna min nekevin şikê û nebêjin “îro nabe sibeh werê” ez neçarim ji tirkan çêtir tirkî biaxivim.

Ew çi nav ji dilên wan tên li zarokên xwe dikin; ez jibo navekî xwîna xwe dikim çavê xwe; bi darê zorê yekî didim pejirandin; lê divê ew jî bê “Q, W, Î, Û” be.

Ew piraniya bajar û gund û gelî û deyştên xwe bi zimanê xwe binav dikin, dixwînin, dinivîsin; dagirkerên min çi gund û bajêr, çi gelî û zozan, çi gir û çiya li ber ketine navê hemiyan guherandine: Weleh li ser xeriteyan jî ez bûme biyaniyê welatê xwe bi xwe...

Ew di mizgeftan de bi zimanê xwe guhdariya weez û şîretên mela û şêx û seydayên xwe dikin; ez bi salan e di mala Xwdê de bi hesreta wergerek ayetek bi kurdî me; dev ji ayetan berdin, ez nikarim êdî bi mewlûda bi zimanê xwe pesnê Pêxemberê xwe jî bidim!

Ew xwedî polês û zabita û dadgeh û dadgerên xwe ne; qetl û xwîn û pevçûn û qirînên xwe di nava xwe de safî û çareser dikin; lê dagirkerê min ez kirime hewcedar û mehkum û dîlê “ qoricî û jîtem û tîmên bê pergal û bê bext”

Ew in Misir û Erebîstana Siûdî û Urdun û oman û Quweyt û Behreyn û Iraq û Yemen û êdî nizanim bi çend û çendik welatan in. Li tevahiya van welatan Filîstînî xwedî nasname û çand û ziman in. Ez im xwedî parçeyek nîvco-azad im. Lê Xwedê qebûl neke li wir jî ji ber kurmanciya xwe stûxar im.

Ew hebûn û jiyana bi dagirkerê xwe re napejirînin lewma têne bomberankirin. Ez di serî de diqîrim dibêjim; “li ser heman axê biratî û wekhevî”; lê felekbavo dîsa jî agir di ser min de dibarîne!

Ew di saziya Netewên Yekbûyî de xwedî gotin in. Tevgera Yekîtiya Ereban û Rêxistina Konferansa Îslamê ser wan de digirîn. Li serê bombeyek civînek lidardixin; qe nebe ber dilê wan didin. Tayîpê konek xwe li dîntiyê danî û bona wan dawî li Dawos’ê anî.

Bi salan e ew bi min tinazan dike, carina dibêje tu heyî, carina jî bi min hêrs dibe; jê bê, ji welatê min jî min dike der; roj tuneye ku mêrg û zevîyan li min wêran û wêrtas neke; lê dîsa jî heta niha tu kes ranebû jê re negot: “- hop hop, hela bisekine; ji te re çi Evdusselam û Abdulqudûs ê Filîstînî ; divê tu ewilî hesabê zarokên di parka Qoşûyoliyê de bi bombeyan parçe parçe kirî bidî”

Kes jê re nabêje tu çima berê xwe didî Hamas’a bi qewlê Amerîka û Îsraîl’ê terorîst e; lê pişta xwe bi DTP’ê ve dikî, çavên xwe jê re digirî? Tayyîp li Dawos’ê bi hesabê miriyên Gazzeyê tevahiya Cihanê serbino kir; kesî jê nepirsî, jê re negot; “ ka hesabê welatê xwe jî bide?”

Va ye ez miriyên herdû welatan datînim ber wî; ka xanima wî jibo me jî digirî? 

Bi ya Xaça Sor a Filîstînê û bi ya Navenda Mafên Mirovan a Filîstînê Hejmara miriyên filîstîniyan ên 29 salan ev in:
Ji Îlona 1980’an heta Întîfada ya yekemîn a 28’ê Îlona 2000’an; 991 kesên (di Îlona 1982’an de li Sabra û şatîlayê jiyana xwe jidest dabûn jî tê de)
90 kesên di Cotmeha 1985’an de li Tunusê di encama êrişên Îsraîlê de mirîbûn jî tê de;
30 kesên dîsa di cotmeha 1990’an de li Mescîda Aqsayê de hatin kuştin jî tê de;
50 kesên di Sibata 1994’an de Li El Halîl’ê bi êrişa bombeyî ya chûyekî hatibûn kuştin jî tê de; ên yeko yeko jî tê de li ser hev 3000 in...

Ên ji 28 Îlona 2000’an heta 31’ê Pûşpera 2 008’an hatine kuştin 5389 kes in... 1400( zêde ye ne kêm e) kesên vî dawiyê li Gazzayê hatin kuştin jî bidin ser hev, dike çiqas? Em lihev zêde kin bila bike deh hezar; (10. 000) bila bike bîst hezar...

De ka pênûs û lênûsk bidin destan; miriyên 29 salan ên welatê min û Tayîp çiqas in?
Ên di zindanên 12’yê Îlona 1980’an de çûn ne tê de;
Ên ji xizaniyê û ji koçberiyê mirin ne tê de;
Ên ji ber şer ketin bûhranê û xwe kuştin ne tê de,
Di 29 salan de herî kêm 50 hezar mirov mirî ne.... 50.000 can!

De ka ez xweziyên  xwe bi Filîstiniyan neynim; çi bikim?
Ez dixwazim bibim Filîstînî! Ev qas... 
Mamoste Marûf

Hiç yorum yok:

Padîşa û Kîrkor Hoste

Pdîşayê Osmanî Siltan Mehmet piştî dagirkirina Konstantînapolîsê (Stenbol) dixwaze mora xwe li bajêr bixe û wî veguherîne ji xwe re bike “Î...