Evdalê Zeynikê û derdê xizaniyê

Evdalê Zeynikê, hunermendê bi nav û deng ê wêjeya devkî ya Kurd û Kurdistanê, dengbêjê dîwana Surmelî Memet Paşa, di serê sedsala 19’an de li gundê Cemalwêrdîyê yê li ser navçeya Dutax a Agiriyê  ye jidayik dibe.

Piştî dengbêya  bi salan a bi kêfxweşî û bi serfirazî têr û tijî ya li dîwanên axa û began, Evdalê me  di sala 1865’an de dide pey welînîmetê xwe û tevlî şerê Xozanê dibe, ew şerê ku di navbera Osmaniyan û Tirkmanan de diqewime û di encamê de  serhildana dawîn a Tirkmanan  bidawî dibe xweş-dewrana Evdal jî pêvre...

Piştî vî şerî, leşkerên Surmelî Memet Paşa li Xozana Edenê bi nexweşiya halê dikevin (kolera) û bi piranî dişikên. Evdal jî di nav de, 40-50 mêrên ji ber 400  leşkerên Kurd mayî, ji paşa vediqetin û vedigerin Kurdistanê, xwe digîhînin zar û zêçên xwe.

Evdal di dewr û dewrana fermandariya Surmelî Memed Paşa de jî, piştî mirina wî jî merivekî bi xwe bawer, xwedanxêr, çavtêr, qure û  digel bejnkinî û nebedewiya xwe merivek ji xwe  xweş e, pir û pir jî diltenik û dilşewat e.  Di dema şerekî Osmaniyan û Eceman  de wek hemî Kurdên nêzîkî sînor Evdal jî bêgav dimîne bi malbatkî  ji gundê xwe direve. Rêwîtiya bi rev ya ji ber dijmin, penaberiya bi lez a bê amadekarî tim û tim dijwar e: Tirsa mirinê, giriyên zarokan, zarînên kal û pîr û nexweşan, weylokên jinan, germ û serma, bêxewî, westabûn, birçîbûn...  Di van rojan de dayîk ji canên xwe bêzar dibin, bi biwêjkî na, bi rastî jî ewladên xwe davêjin. Di rewşekî weha de Evdal di kêleka rê de pitikek qûndaxkirî yê bêxwedî dibîne, dilê wî pê dişewite; wî jî bi xwe re dibe; navê Temo lê dike; heta mirina wî, ew Temoyê xwe yê sêwî û bêkes li ser zarokên xwe digire, wek roniya çavê xwe diparêze, jê hez dike. derd û kulên xizanî, belengazî û koraniyê dike kilam jê re dixwîne, gilîyên tima û çikûs û bêbextan pêde dike, nanê recûyê bi wî re parve dike.

Piştî mirina Surmelî Memed Paşa, Evdal dikeve rewşekî din. Xizanî, belengazî dibe qirnî bi sikura wî ve dizeliqe; ew dike nake heta mirinê xwe jê xelas  nake.

Feleka xayîn bi wê jî namîne her du çavan jî jê distîne, wî dike ber destan... Evdalê ku heta wê demê di dîlan û dîwanan de kilamên evîndarî û mêranyê dibêje diçe û yekî din dikeve şûnê. Ew êdî sibe êvar ji derdê xwe re, di halê xwe de  digirî û dilorîne.  

Evdal go Temo lawo, berxê ez bavê te me
Dengbêjê Surmelî Paşa ez bi xwe me
Dilê min bûye kela derdan û kulan, pir bi xem e
Ji mirina Memed Paşa vir de ez şerpeze me

Wey kaliyê, wey koriyê
Xudê xirab bike kalaniyê
Welle Temo lawo mirin çêtir e ji feqîriyê

Heyla lawo, vê felekê nizam çima li bavê te ha kir
Berxê min lawo, emrê bavê te nêzîkî heyştê sal kir
Bavê te li Xozanê yekî mîna Memed Paşa wunda kir
Di dawiya emrê min de felekê barê feqîriyê li min bar kir

Wey kaliyê, wey koriyê
Xudê xirab bike kalaniyê
Welle Temo lawo mirin çêtir e ji feqîriyê(1)




Evdal û qulingê baskşikestî

Di koraniyê de  dilê wî bi qulingekî baskşikestî dişewite, wî jî tîne malê xwedî dike pê hewiya xwe tîne. Jina wî ya Eyşo êdî nema sebir bike. Sibe êvar ji xizanî û belengaziyê gilî, ji Evdalê kalê ketî jî gazinan û lomeyan dike, tim û tim di ser de dişikîne, wî ji can bêzar dike.

....
Evdal quling hemêz dike, ji wê da tîne
Bi danê esrê ra xwe bi malê ra digihîne
Dema ku Eyşo quling li hemêza Evdal dibîne
Li nav çavê xwe dixe, dike qîrîn û qutîn e
Dibê ew çend kod zikata zikata ku xelkê ji zarokê min ra anîne
Evdalê here teyr û tûyê çolê bi xwe ra hilde bîne
Xudê qebûl neke, wê teyr û cûcikê xwe lê biçêrîne
Di nîvê zivistanê da wê qût û qismetê me biqedîne
Eyşoya hêsîr û belengaz wê paşê ji ku bîne

Hey dilêm yar yar, dilêm yar yar
Ax dilêm yar yar, dilêm yar yar
Heyla wey dunyayê, wey faniyê
Wey zozanê wêranê, wey kaniyê
Temo lawo mirin çêtir e ji halê feqîriyê...(2)
...

 
...

Welle Temo berxê bavê xwe,
sal û zeman qisûr bû,
sala îsal bavê te ketiye.
Îsal çend sal e bavê te minetê
dayika te dikişîne rezîliyê,
lo, lo, lo, lo! (3)


...
Îsal heft sal e çavê Evdalê Zeynikê kor bûne, qe sax nabe
Ez sibê herim ji cînara ra bêjim çavê Evdal vebûne, kes pê bawer nabe
Kê bawer ke çavê ku heft sal e kor in, wê ji nişkava vebe
Xudê qebûl neke, îdara min û zarokên min ji destê Evdal nabe
Xudê-Rebiyo ez nizanim axiriya me û Evdalê kor wê çawa be...

Ax dilêm yar yar, dilêm yar yar
De dilêm yar yar, dilêm yar yar...

Evdal go Eyşo ca rabe, li mi de wî-wî, de wî wî çirê vêxe!
Qîzê mi Erzahîla te Mîrê Mîra û ocaxa mala şêx e
Belkî Xudê mala bavê Eyşo bibe ber tofanê û li topê xe... (4)



Gava mirov bala xwe dide tevahiya jiyana Evdal, du heyam û du kesayetiyên ji hev cuda dibîne:

Evdalê Zeynikê yê evîndarê jiyanê. 
Heyama Evdalê Zeynikê yê  reben û bendewarê mirinê.

Heyama ewil, heyama Evdalê Zeynikê yê evîndarê jiyanê

 Bi gotina wî, ev xweş heyam ji 13-14 saliya wî destpê dike ( bi qewlê dengbêjan; di kemla xortaniyê de) bi mirina Surmelî Memed paşa (1865) bidawî dibe. Di kilamên wî yên  vê çaxê de evîn, hêvî û xweşbînî, xwebawerî, serfirazî, coş û kelecaneke delodînî dixûyê. Jixwe ew  hunermendekî bi serê xwe û bi dilê xwe ye. Gava diçe cem Surmelî Memed Paşa jî tirsa wî ya mezin ketina bin nîr e; lewma  di serî de jê re dibêje:

 “- Paşa xweşbe, ez merivekî serbixwe û destûrdayî me, dengbêjiya te ji min re zehmet e, tu were ez nikaribim ji binê barê te derkevim.” 

Li ser vê gotinê paşa têdigihîje ku dengbêjiya dîwana wî ne bi dilê wî ye, weha lê vedigerîne:

“ -Tu ku bibî dengbêjê min, bi we’da  Xwudê be, ez têkilî te û karê te nabim, tuyê li cem min dîsa destûrdayî bî, dilê te çawa dixwaze wusa bike.

Belê bi ya Evdal divê dil bi dil be:
...
De dilêm lo lo wey dil
Hay de dilo hey dil
Xudê xirab bike dilê bê dil
Fenanî gakî bê werîs û bê cil
Fenanî kirasekî qolî bê mil
Fenanî xasbaxçekî bê gul
Fenanî dara bê şalûl û bilbil

Bira dilê merya bi dil be
Bira tûrê parsê li mil be
Bira tijî garis û gilgil be
Bira tûrê parsê qul be

Bira parsa ne li vir be
Li nav welatekî gawir be
Bira ser raxa meriv gûnî be
Bira bin raxa meriv postê jijû be
Ber seriya meriv kevir be
Xurê meriv kerî nanê gilgil be
Her bira dilê merya bi dil be
heyla dilo hey dil
Dilêm lo lo, dilêm yar yar (5)


Bi rastî jî   Evdal  li cem Surmelî Memed Paşa jiyaneke azad û  bi dilê xwe derbas kiriye; berhemên herî xweş di vê heyamê de afirandiye.   Ew bi xwe jî heta dawiya temenê xwe bi vê heyamê dipesine û xwe teselî dike; hêvî û daxwaziya wî ew e ku hezkiriyên wî,  Evdalê kal û kor û xizan û belengaz na, yê dewra Surmelî Memed Paşa bibîr bînin. Du kilamên wî yên vê heyamê hene ku ew wan wek mor û nîşana dengbêjiya xwe dîtiye û ji bîr bûna wan pir tirsiyaye. Beriya ku biçe ser dilovaniya xwe, bi halê nexweşiya xwe ya giran ew  Kilama Dêrsimê û ya Xozanê bi xizmên xwe dide jiber kirin paşê ruhê xwe teslîm dike. Ev bûyer di pirtûka Ahmet Aras a bi navê Şairê Kurda yê Efsanewî  Evdalê Zeynikê de weha tê ragihandin:
 “ Evdal nexweş dikeve, çendekî di nav cî de dimîne. Rojekî kurê wî Mihê tê, bala xwe didê ku nexweşiya wî giran bûye, rewşa wî ya mirinê ye. Mihê ku diçe li ber serê wî disekine, Evdal jê re dibê; Kurê min, ez însanekî dilsoz û salih im, min tu qûlê Xudê re xirabî nekiriye, înşaellah ez ê rûspî herim hizûra Xwedê. Peyre Evdal gazî nebiyê xwe Emer dike, ji kurê xwe û nebiyê xwe re dibê: Guh bidine min, ez ê ji we re tiştekî bibêjim; min guh neda mal û milkê dinyaligê, ji ber wê yekê em feqîr in. Lê min ji we re navekî hîştiye, ew defina we ye lawo. Ez bawer dikim, heta ku dunya ava be, navê min bê gotin. Berhemên min mînanî zêr in, hezar salî jî di binê erdê de bimînin, ew zeng nagrin, narizin. Piştî wexta tu were  kilamên min bêne jibîr kirin, lê du kilamên min yên emegdar henin, ez naxwazim ku ew jibîr bin. Kilama Dêrsim û ya Xozanê. Ez ê ji we re van kilamana rêz bi rêz bêjim, hûn jî li pey min bêjin, wana jiber kin.
Evdal bi destekî xwe ve destê kurê xwe, bi destê din ve jî destê nebiyê xwe digre, dest pê dike hêdî hêdî distirê; dibê;

Dilêm lo lo, dilêm lo lo, dilêm lo lo...
Dilêm lo lo Dêrsim e lo xweş Dêrsim e
Avên çeman û kaniya tê ser me de girme gum û zime zim e
Ez ê li Dêsima jêrîn rastî sê zerya hatime
...

Evdal kilama Dêrsim rêz bi rêz kelîme bi kelîme ji wana re dibêje, bi wana dide jiberkirin û disekine. Hinekî bihna xwe hildide, paşê dest bi kilama Xozanê dike:

Were wey Xozanê lê lê, lê lê, lê lê li ber topê ye
Vê kalmastê birano ji bextê mi re li ber topê ye
Heyla di binyê de zare-zara pezkûviyê ye
Ax dilêm yar yar, dilêm yar yar
De dilêm yar yar, dilêm siyaro

Heyla di binyê de zarezara pezkûviyê ye
Herçî gava hûn ê pirsa Qeymezê Êzdî ji mi dikin
De îro sê ro û sê şev e li Xozana xopan bê xweyî ser kaniyê ye.

Ax dilê yar yar, dilêm yar yar
De dilêm yar yar, dilêm siyaro

Evdal wê kilamê jî yek bi yek ji kurê xwe û nebiyê xwe re dibêje, bi wan dide jiberkirin, paşê dengê xwe dibire, serê wî dikeve ser balgiyê û can dide.”

Heyama Evdalê Zeynikê yê evîndarê jiyanê, bi sedan kilam û çîrok û meselên  evîndarî  civakî û dîrokî ve tijî ye. Dîsa ew  bi lecên(lec; pêşbaziya dengbêjan)  bi dengbêjên wek Şêx silê, Gula File re jî nav û dengê xwe li seranserê Kurdistanê dide bihîstin.


Heyama Evdalê Zeynikê yê  reben û bendewarê mirinê

Evdal di ciwaniya xwe de guh nade hebûna dunê. Bi ya kurê neviyê wî Beşer Berke, Surmelî Memed Paşa gundekî Êlaşgirê yê bi navê  Bêdir  dide wî, lê dilê Evdal bi gundiyan dişewite,  di şûna gund de ji wan parçekî erd tenê (axpînek) dixwaze, ew jî didinê. Ew wan çaxan debara malbata xwe bi heqê dengbêjiya xwe ya li dîwana paşa kiriye  tu mihûzî nedîtiye. Heta dawiya şerê Xozanê Evdal ji xizaniyê tu gilî û gazinan nake.   Piştî şer û bidawî bûna desthilatdariya malbata Zor Surmelî Memed Paşa ew, digel daxwaziyên gelek axa û began, dil nake bibe dengbêjê  dîwanên wan û dixwaze degbêjiya xwe bi serê xwe bike. Di ber re cotberî û sewalvanî jî dike. Bi qasî ku ji kilamên wî tê derxistin piştî mirina Surmelî Memed Paşa di nava gel de wek berê qedrê wî jî nayê girtin. Evdal ji vê yekê pir diêşê û kilama “ Heyla Wayê” davêje ser xwe:  

Heyla Wayê

Temo lawo îro dilê mi şewitî, li halê mi girya
Lo lawo hela bala xwe bidê ronî ji ber çavê min birya
Wextê ku ez bi Surmelî Memed Paşa ra çûme Xozanê
Bira Rebbê Alemê emanetê xwe ji min bistanda
Gava ku koka egîtan û efrûta li me qelya
Bavê te di dawiya emrê xwe da mîna peza gura girtî
Ji refê xwe qetya û maye li dû birra û kerya
Heyla wayê heyla wayê
Heyla wayê way dunyayê...
Lawo bavê te mîna qulingê nîsanê
ji halê xwe re digo û diqîriya
Çiqas rêwiyê ku li serê rêya hebûn, dema
ku cav bi halê min ketin,
Temama rêya xwe hîşt, li mi vegeriya
Digotin apo, gotinên te ne gotinên însanê vê dewrê ye
Hey malmîratno, ne te agir berda cîgera me heliya...
Lawo min dîsa mînanî berê qesta nava cimetê kir.
Lawên nekesa rabûne ser xwe, gotin apo ciyê te ew nîne.
Ez şûnda vegerîm, li hewliya poxana
sekinîm ser darê piya...

Heyla wayê, heyla wayê
Heyla wayê, hey dunyayê...

Temo lawo, derdê min besî min nîne berxo
nizanim îro te ji min xêr e
Lawo îro girrek bi lingê min ketiye hetanî
tepa serê min dihêreHeyla lawo mizgîniya min li te be,
Min berhemek usa li dinyayê hîştiye,
Heta roja qîyametê li erdê bimîne,
Ew tu carî xirab nabe, mîna zêr e...
Lawo, tirsa mi tune ji mirinê, ezê bimirim,
Piştî min ra tu were herkes rabe dewa dengbêjiyê, şairiyê bike
Wê bêjin xelk li gotin û meqama napirse,
Herkesê meydanê bide hespa xwe û li hesabê xwe binêre...

Heyla wayê, heyla wayê
Heyla wayê, hey dunyayê...

Heyla wayê, heyla wayê...
Bira qeda bê li herçar rojê vê dunyayê
Kes pê bawer nebe, emrê çûyî berxê êdî şûnda nayê
Ezê ricakî ji Rebê Alemê bikim,
Belkî Xudê li ser emanê emanetê xwe ji mi bistîne,
Êdî ez nekevim ber destê axlerê û vê reayayê

Lawo ez bi şevê û rojê ewqas diqîrim,
Tu kes dengê min seh nake, mîna bilûra li ber guhê gayê...

Heyla wayê, heyla wayê
Heyla wayê, heyla wayê... (6)


Ji alîkî din ve temenê Evdal êdî gihîştiye 50-60 salan; dengê wî êdî wek wexta xortaniyê gur û zelal dernakeve. li ser vê mijarê, Evla Begê Sileman Begê ku ew bi çavên serê xwe Evdal dîtiye, bûyerek weha radigihîne Ahmet Aras:
“ Ez wê çaxê 16-17 salî bûm. Ez û Evdal em li hespên xwe siyar bûn çûne gundekî. Dema ku hatina Evdal bihîstin, di firte- eynek de şêniyê gund hat tijî qonaxa me bû. Herkesî ew mereq dikir û dixwast ku dengê wî bibihîze. Gundî pê de ketin boy ku ew ji wan re bistirê. Dengê wî rdî zêde dernediket. Evdal got: Dengê min dernayê, ez nikarim bistirêm.
Gundî pir pê de ketin, lava kirinê gotin; çi dibe, hema bi hemdê xwe, nerme-nerme ji me re hinekî bêje. Evdal dest pê kir, nermenerm sitra. Paşê xwe negirt hate eşqê, dengê xwe ku hilda û kire qûrîn, nefesa wî pêk neanî û dengê wî di qirikê de xitimî. Li ser wê, Evdal rûnişt mînanî zareke piçûk kûr kûr giriya....” (7)

Kalî ne bes e, koraniya reş û tarî jî xwe dide ser û rewşa kambax û dara pişta Evdalê Zeynikê ji binî ve  dişikê:
...
Evdal koranî lê, lê, lê
ax lê, lê, ne tu çek e,
belkî rebê alemê, milê mêrikê misilman,
cimaeta hazir, lê, lê têra neke.
Xelkê wunda kiriye
mal temelê dinê û dinyalikê
ga, pez, û kotan, cot û çêlek e,
Evdalê lawê Zeynikê,
piştî heftê heştê salî da,
wunda kiriye cotek çavê reş belek e,
dilêm yar yar, dilêm yar yar. (8)
...   


 Bi qewlê wî êdî “eborî nabe”. Birek zarokên hûr, Temo yê sêwî, qulungê baskşikestî, Eyşoya pitpitok... Evdalê dilbikul û bêçare, piştî heftê- heştê  saliya xwe wê bi rê û dirban bikeve, gund bi gund bigere;  bo recûyê wê xwe bavêje ocaxa axa û malmezinên Kurdistanê.

....
Xwedêyo, te çima li min uha kir?
Gava emrê min sêzde çarde bû,
te çima dilê min li dinya derewîn şakir,
te emrê min derbasî heftê kir,
kor bûn li min peyda kir,
ez şîva şerpeze, li pey heval û hogira,
li dinyayê stûxar kir.
Eborî nabe, lawo ez nizanim wê îro pêve,
axiriya însanê kal û kor wê çawa be?
Eman, eman, eman, eman,
ax eman, eman, eman, way koraniyê.
Way koraniyê, way koraniyê,
lawo mirin çêtir e
ji halê vê feqîriyê.

Loo, looo mîrooo,
Rabe vê sêbêngê min dizanî,
pêşiya bavê te her sê,
lê, lêê mehê zivistan e,
felek xayîn e, dinya ye,
min ji te re nego, tu caran,
tim cara çira kesî heta sibê naşuxulîne,
de tu rabe destê bavê xwe bigire,
ser axayên welatê Serhedê bigerîne. (9)
...



Me li jor jî gotibû, piştî mirina Surmelî Memed Paşa û bidawîbûna desthilatdariya malbata wî êdî Evdal bêxwedî ye. Di serî de bo debara malbata xwe di gundê Qanciya de ( li ser Qereyaziya Erziromê ye) digel dengbêjiyê rênçberî û sewlavaniyê dike. Bi gotina kurê neviyê wî yê bi navê Beşer Berke, Evdal ji vî gundî jî bar dike diçe Dedewêrana Xinûsê; du salan jî li wir dimîne lê, “ji ehlê wê kêşê aciz dibe” careke din  mala xwe tîne Qanciya.

Evdalê kalê korê ketî yê ji destê xizaniyê belengaz, ji gilî û gazinên Eyşoya kevaniya malê tengezar, tûrê xwe bi milê xwe ve dike, bi qewlê dengbêj û çîrokbêjan heta mirina Temo bi destê Temo digire; piştî mirina wî kurê xwe yê Mihê dide cem xwe; gund bi gund, qonax bi qonax  li recûyê digere.

Recû ne pars e; di çanda Kurda de kevneşopiyeke  civakî ya piştevaniyê ye. Kesê ku bi ser de qeza û bela hatî, wek mînak agir bi mal û axûr û merek ketî, bi  zilm û zordariya neyaran ji gundê xwe revî, an di can û beden de nexweşiyek bêderman derketî, di nav êl û eşîr û nas û dostan de digere; ê ku hatiye serî rasterast vedibêje,  pere dibe, sewal dibe, xurek dibe alîkarî berhev dike. Recû wek parsê ne pîşe ye û heta dawiya dawîn berdewam nake. Bi başbûna rewşa aboriyê recûkar dev ji vî karî berdide.

Nîqaşên li ser bexşîşên giregirên malmezinên Kurdistanê     

Gelo kê û kî çiqas bexşîş daye bavê Temo, dengbêjê Zor Surmelî Memed Paşa, siwarê Gogerçîn û pê rûmeta xwe bilind kiriye; kê û kî çikûsî kiriye û di nav êl û eşîran de rûyê xwe û yê êl û eşîra xwe reş kiriye?
Bersîva van pirsan kes nikare bi awakî qethî bide;  lê rastiyek rût û repal tenê heye; Evdal çawa ku di lecên dengbêjiya dîwanan de zora tevahiya dengbêjên qirna xwe biribe û nav û dengê xwe heta roja îro anîbe, di recûyê de jî hemî axa û beg û torinên eşîrên Kurdistanê kiriye ber qayişê:


Ev pêşbazî  ji binve, bi navgîniya dengbêjên Kurdistanê  ev sed sal e berdawam e. Endamên Eşîran îro jî li ser bexşîşên ku mezinên wan pêşkêşî  Evdal kirine bihev nakin, car heye bi hev re pevdiçin; dilên hevûdu dihêlin. Gelek caran  bexşîşa pêşiyên xwe mezin, ya yê din biçûktir dikin. Kêm- zêde kî çi dabe ji kîsê xwe daye çûye. Di dawiya dawîn de ê ku nav û dengê xwe belav dike, ji vê bazarê para mezin distîne dîsa Evdalê Zeynikê bi xwe ye.

Bexşîşa ku malmezinan dane Evdal ji van tiştan pêktê: Zêrê hemîdî, wereqe( banqinot), mecîdî, ga, xoy, bulxur( savar).


Evdal di serî de dil dike bo xwestina alîkariyê biçe cem çend malmezinan tenê. Lê gava dibîne ku êdî wek berê qedr û qîmeta wî nayê zanîn, merivek wek Surmelî Memed Paşa destvekirî û xwedanxêr nayê dîtin, dest bi gera gundên xwedî axa û begên giran in dike.

Di vê nivîsê de em ê li ser nîqaşên derbarê recûya Evdal de rawestin; balê bikişînin ser dubendî û nakokiyan.

Êlbaşî çima veguheriye bûye bînbaşî?
Dora pêşîn em ê ji Gundê “Êlbaşî”yê destpê bikin.

Êlbaşî ya di nav gelê Kurd de de wek gund tê pejirandin, lê di qeyd û qûydên TC yên   fermî de  mezra ye û bi gundê “Çatax”a Tatosê ve girêdayî ye. Şêniyên vî gundî ji  bera Xortiyan a eşîra Zirikan e.  Beriya maciriya 1916’an mezinê gund Hecî Halo ye. Di gerên Evdal de navê vî gundî û Hecî Halo pir debas dibe. Bi ya min, sedema vê yekê ji timatiya  wî kesî bêhtir di kîteya “ –başî” ya di navê “Êlbaşî”yê de veşartî ye. Bi gotina mezinên gundên derûdorê û bi qewlê dengbêj û lêkolîner Zûlkûfê Qado Evdal bi kurê xwe yê Mihê re tê Êlbaşiyê û li vir jî bi kêfxweşî tê pêşwazîkirin. Ew bi xwe di kilama xwe ya li ser vê gerê  de tu lomeyan ji giregir û ji gundiyan nake; serde malavayiyê dide xwediyê qonaxa ku lê mêvandarî kiriye:


Mihê lawo bavê te çûye Êlbaşiyê wê bire ye
Temamên Xortiyan
li min civiyane kilaman dibême
Dengê min ketiye  Tirba Bozbegê xwe daye şehîdê nalet lê ye
Hecî Holo Baxşîşa bavê Temo, suwarê Gogerçîn, dengbêjê Surmelî Memed Paşa daye du wereqe, katolîkî xo ye.

Mihê lawo kalanî koranî ne tu çek e
Xwedê milê mêrê camêr pêde neke
Mihê lawo xizanî ji mêrên camêr re milşikandin û şek e
Xaliqê alemê amanetê xwe ji bavê te bistîne,
li dinyayê rezîl meke. (10)
        
Kîteya “-başî” ya di “Êlbaşî” yê de,  bi salan di devê gel de digere, diguhere, veduguhere dibe “ bînbaşî”. Ez dibêm, polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk – ku ew bi gelemperî bi rê û rêbazên leşkerî, bi destê fermandaran tê meşandin-  rik û nefretê dike dilê gelê Kurd, ev yek jî  di kilamê de dibe sedema veguherîneke bi vî rengî. Di kilama jêrîn de Evdal diçe mala paşakî û bînbaşikî. Wan çaxan, karbidestên payebilindên dewletê û serokeşîrên xwedî Alayên Hemîdî wek paşa tên binavkirin (Kor Huseyîn Paşa, Xalit Paşa, Şerif Paşa, Surmeli Memed Paşa Hwd.) lewma jî çûyîna wî ya mala paşakî ne dûrî aqilan e; lê ev bînbaşî ji ku derdikeve?


“Evdalê Zeynikê Babi Temo
...
Evdalê Zeynikê babî Temo, siyarê Gogerçînê,
Ketiye ser rêka vê kaniyê, sê zerî jêla hatine,
zeriya pêşîn hat buhurî, qe deng nekir,
zeriya ortê go: “ xayê porkurê, nasnakim, nizanim,
vî kalî kîjane, korî ketiye ser rêka vê kaniyê,
rabûye malê malmezinan,
ji xwe re digere van recûyê.”

Evdal go:
Temo bigir destê min
bavê derê dîwana paşê.
Lawê paşê derketiye derva,
çûye aliyê malê, gotiye dayê!
Kalek hatiye derê dîwanê rûniştiye,
vî kalî nizanim kîjane?
Jina paşê derketiye derê dîwanê,
ji kurê xwe re gotiye:
“Evdalê Zeynikê ye,
babê Temo, sîyarê Gogerçîn e.
Rabûye malê malmezina,
ji xwe re digere recûyê.”
Lawê pîrê jê re recû dayê,
bîst çar mecîdiyê spî ye.
Temo lawo, Xwedê risqê  vî malî zêde bike.

Temo lawo, bigir destê min babê,
bive birca jêrîn, derê dîwana bînbaşî.
Lawê bînbaşî derketiye derê malê,
vegeriya aliyê malê,
go: “Dayê kalekî koranî derê dîwanê ye,
nizanim vî kalî kîjan e?”

Jina bînbaşî derketiye derê malê,
gotiye: “Lawo Evdalê Zeynikê ye,
babê Temo, siyarê Gogerçînê ye,
rabûye ji malê malmezina,
ji xwe ra digere, ji van recûyê.”
Lawê bînbaşî daye
jê ra cotek çarixê çermê ye,
go: Temo lao,
Xwedê risqê vî malî zêde neke,
Xudêo, tu vî malî xirab bikî.” (11)

 Cota çarix ê ku bînbaşî dayê di hin kilaman de dibe baxşîşa Hecî Halo; giregirê Gundê Êlbaşîyê.

Munîr Bînîcî, bi xwe  ji gundê Soylemeza jorîn ê Tatosê, ji eşîra Zirikan, neviyê Qulîxan Begê ye, gera Evdal ya li gundên Tatosê û hatina wî ya gundê kalikê xwe weha radigihîne Ahmet Aras:
“ Evdalê Zeynikê di dawiya emrê xwe de pir feqîr ketiye. Evdal diçe di nav xelkê de digere. Merivên ku xwe zanibûne dîsa mîna berê qedrê wî girtine, lê merivên ku xwe nizanibûne qedrê wî negirtine. Ew hatiye yalê Tekman û Qereyaziyê jî. Ew ku diçe mala axakî yalê me, ew meriv gazî jina xwe dike, dibê: Horê, rabe ji wî mêvanê me yê ezîz ra tasek xuê û hinek bulxur bîne! Jina wî jî çûye ji Evdal re tasek xuê û ferek çarix aniye. Ez navê wî nabêjim, paşê zarên wî yê ber xwe bikevin. Ez navê gundê wî jî nabêjim, lê ew ji eşîra me ye, Zzirkî ye, gund jî li ser Tekmanê ye. Helbet Evdal qebûl nekiriye û deng li kurê xwe kiriye, awha gotiye:

“ Temo lawo deşta Heneş bi çayir û bi ormix e
Qeda bê li dunyayê, li kaliyê, li halê feqîriyê.
Filan axayî bexşêşa bavê te daye tasek xuê, ferek çarix e.”

Munîr Bînîci bi zanetî navê axa nade lê em ji cota çarix têderdixin ku ev bûyer an li Êlbaşiyê an jî li Xîtikê qewimiye.

Bi saloxê Zûlkîfê Qado yê dengbêjê vê herêmê ye, Evdal piştî mirina Temo bi kurê xwe yê Mihê re tê gundên derûdora Tatosê. Dîsa bi ya Zûlkûfê Qado Evdal di pira Kuliyê ya rasta Kagoyê File re derbasî Êlbaşiyê dibe. Li vir li mala Hecî Halo dibe mêvan. Ji Êlbaşiyê, di Tirba Bozbegê re tê Kuliyê; mala Feto. Ji vir tê Xîtikê, mala Mistoyê Temir. Ji wê derê diçe Qizqaniyê, mala Keremê Qolaxasî. Ji wê derê tê Solemeza Qulîxan Begê( Solemeza Jorîn). Ji wir jî tê Solemeza jêrîn, mala Egît Begê. Di nav van axa û began de navê jina tu kesî Horê nîne. Horêyek tenê heye, ew jî diya Mistoyê Temir; axayê gundê Xîtikê ye. Misto jî wek Hecî Holoyê Êlbaşiyê zirkî ye, lê ew ne Xortî, ji milê Siwariyan e. Dîsa bi gotina Zûlkûfê Qado Mistoyê Temir jî qedr û qîmetek mezin daye Evdal. Wek bexşîş jî du wereqe danê ku ev pere, bi ya Zûlkûfê Qado bihayê du çêlekan e. Çarixê ku wî danê  ne ji wan ên erzan, çarixên sipî yên axatiyê ne û wan çaxan pir meqbûl bûne.(12)

 Bi sitrana Zûlkîfê Qado, Evdal hatina xwe ya Xîtikê weha aniye ziman:
...
Mihê lawo hatime Xîtika Eliyê Misto bi kevir e
Heyran Eliyê Misto di nav de pêgermokê digerîne;
Çiqas gir e
Temamên Siwariyan li dora min kom bûne kilama dibêjim ji min re
Ezetek giran kire
Min gava xatirê xwe xwestî baxşîşa bavê Mihê dane
Du wereqe û cotek çarixên axatiyê;
Min danîbû
Kêleka xwe, çavê min nedît, kûçikan bire

Mihê lawo kalanî koranî ne tu çek e
Xwedê milê mêrê camêr pêde neke
Mihê lawo xizanî ji mêrên camêr re milşikandin û şek e
Xwedê amanetê xwe ji bavê te bistîne, li dinyayê rezîl neke...

Me li jor jî gotibû Gundê Êlbaşî ji ber kîteya –başî ya di navê xwe de,  di kesayetiya Evdal de di nav Kurda de bûye sembola timatî û nekesi û dermirovahiyê. Ahmet Aras di pirtûka xwe ya Şairê Kurda yê Efsanewî  Evdalê Zeynikê de bendek kilamekî ji devê Heyder Demir radigihîne xwendevanan. Di wê bendê de Evdal weha dibêje:

“Temo lawo Kullî xweş e Erez li ber e
Eliyê Temo bexşîşa bavê te daye zêrê zer e
Çûme mala Huso, wî daye min kîsek pere
Ji wir rêketim çûme mala ..........Êlbaşiyê
Li ber derî ketibû, killor dabû, mîna kûçikê gewr e
Wî bexşîşa bavê te da ferek çarix, tasek bulxur e.

Me li jor kilama Zûlkûfê Qado ya li ser hatina Evdal a Êlbaşiyê, ya ku ew ji devê dengbêjên beriya xwe girtiye ragihandibû. Naveroka vê kilamê nêzîkî rastiyê ye; ji ber ku  li gorî bîranînên xizmên Evdal, ew  di dawiya temenê xwe de, piştî mirina Temo  li van gundan digere, wê demê ew vê rêwitiya recûyê bi Temo re na, bi Mihê re kiriye. Lê gava mirov bala xwe didê, di kilamên din ên li ser hatina Evdal a van gundan de hêj navê Temo derbas dibe. Zûlkîfê Qado di kilama xwe de serpêhatiya “gera li recûyê” ya Evdal a li gundên derûdora Tatos û Qereyaziyê  weha distirê: 


Mihê lawo hatime kuliyê serbijêr e
Xortiyan û Periyan li min civiyane kilaman dibêjim,
dengê min xwe daye Aşê Mexso, rasta Kuliyê tewra jêr e
Mihê lawo min xatirê xwe dixwestî Mala Feto bexşîşa bavê te dane
beranekî kele kelesorê nêr e

Mihê lawo kalanî koranî ne tu çek e
Xwedê milê mêrê camêr pêde neke
Mihê lawo xizanî ji mêrên camêr re milşikandin û şek e
Xwedê amanetê xwe ji bavê te bistîne, li dinyayê rezîl neke.


Mihê lawo bavê te çûye Êlbaşiyê wê bire ye
Temamên Xortiyan
li min civiyane kilaman dibême
Dengê min ketiye Tirba Bozbegê xwe daye şehîdê nalet lê ye
Hecî Holo Baxşîşa bavê Temo, suwarê Gogerçîn, dengbêjê Surmelî Memed Paşa daye du wereqe, katolîkî xo ye.

Mihê lawo kalanî koranî ne tu çek e
Xwedê milê mêrê camêr pêde neke
Mihê lawo xizanî ji mêrên camêr re milşikandin û şek e
Xaliqê alemê amanetê xwe ji bavê te bistîne,
li dinyayê rezîl meke.


Mihê lawo hatime Xîtika Eliyê Misto bi kevir e
Heyran Eliyê Misto di nav de pêgermokê digerîne;
Çiqas gir e
Temamên Siwariyan li dora min kom bûne kilama dibêjim ji min re
Ezetek giran kire
Min gava xatirê xwe xwestî baxşîşa bavê Mihê dane
Du wereqe û cotek çarixên axatiyê;
Min danîbû
Kêleka xwe, çavê min nedît, kûçikan bire

Mihê lawo kalanî koranî ne tu çek e
Xwedê milê mêrê camêr pêde neke
Mihê lawo xizanî ji mêrên camêr re milşikandin û şek e
Xwedê amanetê xwe ji bavê te bistîne, li dinyayê rezîl neke...


Mihê lawo hatime Qizqaniyê bi kendal e
Keremê Qolaxasî di nav da pêgermokê digerîne galegal e
Temamên Zirikan li dora min kom bûne kilaman dibêjim
Sibê min xatirê xwe dixwestî baxşîşa bavê te dane
Deh zêrên hemîdî, Kerem digot baxşîşa te hindik e
Çi bikim Evdal ne li mal e.

Mihê lawo kalanî koranî ne tu çek e
Xwedê milê mêrê camêr pêde neke
Mihê lawo xizanî ji mêrên camêr re milşikandin û şek e
Xwedê amanetê xwe ji bavê te bistîne, li dinyayê rezîl neke.


Mihê lawo hatime Sulemezê wê bi hez e
Qulîxan Beg di nav de pêgermokê digerîne
wer bi lez e
Temamên Zirikan li min kom bûne kilaman distirêm
dengê min xwe daye rasta Kagoyê File dev erez e
Min xatirê xwe dixwestî baxşîşa bavê Mihê dane
cotek gayên qazaxên sor gevez e

Mihê lawo kalanî koranî ne tu çek e
Xwedê milê mêrê camêr pêde neke
Mihê lawo xizanî ji mêrên camêr re milşikandin û şek e
Xwedê amanetê xwe ji bavê te bistîne, li dinyayê  kepeze neke.


Mihê lawo hatime Sulemeza jêrîn di ber de nik e
Egît di nav de pêgermokê digerîne
mînanî beranê kel ê çar gurçik e
Temamên zirikan li min civiyane
Bavê Temo, sûwarê Gogerçîn, dengbêjê Surmelî Memed Paşa
temaşe û gudari dike
Min xatirê xwe dixwestî
baxşîşa bavê Mihê dane panzdeh zêrên Hemîdî
Egît digo Evdal baxşîşa te hindik e


Mihê lawo kalanî koranî ne tu çek e
Xwedê milê mêrê camêr pêde neke
Mihê lawo xizanî ji mêrên camêr re milşikandin û şek e
Xaliqê alemê amanetê xwe ji bavê te bistîne,
li dinyayê rezîl meke. (10)


Çavkanî:
(1)Ev  kilam bi sitrana Kazoyê Garisa ye / Şairê Kurda yê Efsanewî Ahmet Aras weşanên Deng rûp; 125

(2) Ji kilama “ Wey kaliyê wey koriyê “ bi sitrana Kazoyê Garisa/ Şairê Kurda yê Efsanewî Ahmet Aras weşanên Deng rûp; 131

(3)Ji kilama Evdal û Quling, bi sitrana dengbêj Esedê ji rojhilatê Kurdistanê

(4)Kilama Eyşo rabe Çirê vêxe; bi sitrana Evdirehîmê Milazgirê / Şairê Kurda yê Efsanewî Ahmet Aras weşanên Deng rûp; 135

(5)Beşeke  ji kilama “Dêrsim e Xweş Dêrsim e” ye. Bi sitrana Emerê Zeynikê ( Nebiyê Evdalê Zeynikê)  û Şakirê Bedîh( Şakiro). Şairê Kurda yê Efsanewî  Evdalê Zeynikê Ahmet Aras weşanên Deng rûp; 88

(6)Bi sitrana Resoyê Gopala

(7)Şairê Kurda yê Efsanewî  Evdalê Zeynikê Ahmet Aras weşanên Deng rûp; 164

(8)Evdalê Zeynikê Hîmdarê mekteba stranên Serhedê/ Ehmed Cengî Çamlibel, Weşanên Deng, rûp;130, 131

(9) Ji kilama Evdal û Temo/ Evdalê Zeynikê Hîmdarê mekteba stranên Serhedê/ Ehmed Cengîz Çamlibel, Weşanên Deng, rûp;80,81

(10)Bi sitrana Zûlkûfê Qado; hevpeyvîn 29-30  Tîrmeh 2011 Goma Qilî,Tatos.

(11)Zargotina Kurda, Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl cîlt II  rûp. 99-100

(12) di 5 ‘ê îlona 2011’an de heypeyvîn bi Îbrahîm Korkmaz re; neviyê Nadoyê Temir ê birayê Mistoyê Temir, li navçeya Saruhanliya Manisayê dijî,



 
  









Yorumlar