ji cinek şertên aşitiyê

Kurd... Gelekî ji gelan... Wek hemî gelan ji xwe xweş. Li ser axa xwe bicih û war, bi zar û ziman, bi gund û bajar... Ji 1071 ‘an bigire heta destpêka sedsala bîstemîn ji te re negotiye “kul”; ji te nexwestiye tu car nan û av. Di ser de kîngê tu ketibî tengasiyê gihîştiye hewara te; ji te re bûye sîdar û sitar. Lo biro, birayê Tirk, rojeák tê, tu radibî dibêjî tu tuneyî! Navê wî dikî kiro, paşnavê wî wehşî û paşverû... Kerba te bi vê yekê jî danayne; tu ji girêdanê heta xwarin û vexwarinê, ji rabûn û rûniştinê heta zar û zimanê di dev de nefret û îkreh dikî. Bi kurtasî ji zayînê heta mirinê, ji qalû belayê heta roja îro çi bidest xistibe bi tevahî, ji binîve reş dikî, bêrûmet dikî, piçûk dixî, tinazan pê dikî ewqas ku êdî hemî zarokên wî çawa ku berfamkî dibin, ziman dikeve devan ji dê û bav û kal û pîran, ji kevneşopiyên wan şerm û fedî dikin. Xweziya tenê ev bûya! Tu wer dikî ji nefsa canê wî jî ew didî şerm kirin! Ew, ji travmaya bênasnametiyê, ji xwebiçûkdîtinê, dîn û har dibe, hiş zayî dike diheyîbe bi çol û çiyayan dikeve; di mal de de bi zincîran tê girêdan çi ji şerman be, çi ji tirsan be dîsa jî naçe ser bijîşk û pisîkologên te yên bi ya wî “ew bi tevahî tirkên kurê tirkan in, ji derd û kul û birînên kurdan çi famdikin? Loma birayê Tirk divê tu, dora pêşî demildest, çi dikî bikî vê kesayetiya wî ya “bi derba te” nexweş ketiye derman bikî. Nasnameya wî ya - ne kêm ne zêde – “bi qasî ya te bi rûmet” bi fermî û bi zagonî nas bikî; tu wî bi mamoste û bi bijîşk û rêveberên kurd - ên bi navkî û bi dengkî û bi devkî û li ser tabelayan aşkere “Kurd” nivîskî - bê şik û bi şubhe bi yên wek wî, bi yên ji wî bin bikî. Dîsa tu wî hema bêje ev sed sal e ji zar û ziman dikî. Zimanê wî yê dayîkê dora pêşî li bajaran, dûvre li gund û gom û mezrayan, ji mejiyê biçûk û mezinan paxiş dikî; tirkiyeke lawaz û bê esil û bê asas û qirix dikî dev pê wî rezîl û risuwa dikî. Ên li berxwe didin û li ser zimanê xwe dimînin jî wek papaxanan mehkûmê zimanekî tevlihev ê ji dused sêsed peyvan pêkhatî dikî. Bi vê yekê jî namînî li ber rûyê wî disekinî bizarê devê wî dikî, bi zimanê wî tinaz û henekên xwe dikî! Loma divê tu deynê zimanê wî bi faîz bidî. Ne hindekariya ziman, ji kreşê heta zanîngehê divê tu perwerdehiya bi Kurdî bidî... Hingî ku ew tu naskiriye nas nekiriye tu welatê wî li ber çavên wî û li seranserê Cihanê reş dikî. Dev ji karxane û fabrîkayan berde tu kevirekî danayî ser kevir, ew çêdike tu diruxînî xera dikî; dilê te bi vê jî rehet nabe tu Kurdistana wî wek warekî wêran û wêrtas, hêlîna eşkiya û xwînxwar û cerdkar û talankeran binav dikî. Dikî ji bilî dûpişk û maran kes lê nemîne. Ew bi vê yekê dîsa qayîl e, li ber xwe dide; lê tu , ew xwe li kîjan çiyayî digire bombardiman dikî, bi çiqilê kîjan darê ve dizeliqe agir berdidî dişewitînî, ; lo biro, va ye tu dikî bi bendavan welatê wî bi tevahî noqî avê bikî! Divê tu zûtirîn hişê xwe bidî serê xwe û welatêwî şên û aram bikî. Ger qencî ji te nayê divê tu xeratir jî nekî... Ev axa kambax kêrî te nayê, destê xwe ji bajarên wî yên şewitî, ji gundên wî yên kawil bikişîne. De tu yê bibîni ew, di vê sedsala bîst û yekemîn de, di bin şert û mercên qirna navîn de be jî di welatê xwe yê azád de bê şer û pevçûn, bê qal û qir bi têra dilê xwe şad û bextewar be.