9.04.2021

KURÊ ÎDRÎSÊ BİTLÎSÎ; EBULFEYZ MEHMET EFENDÎ

 

Me ji bavê wî çi xêr dîtibû, îcar ji kurê wî bibînin

Navê wî yê dirêj  Muhammed bîn Îdrîs bin Hüsâmedîn Alî bin Hesen e. Kûnyeya wî Ebulfeyz Mehmet Efendî ye. Sala zayîna wî nayê zanîn.  Perwerdeya pêşî li ber destê bavê xwe dît, paşê jî ji alimên herî navdar ên welat... Di zarotiya xwe de terka welat dike, bo xwendinê tê Bûrsayê, li wir dibe dersduberakerê* Qadî Bexdadî yê  muderisê Medreseya Sultaniye. Paşê li çend cihên wek Semendîre,  Rûdînk, Yenîşehîr, Tirhala, Manîsa û Trablûsşamê qadîtî dike.

Dema qadîtiya li van deran tehrîra bajarên Trablûsşam, Hema, Hums û Karamanê çêdike û bi xêra vê xizmeta mezin,  dikeve çavê padîşahê Osmanî, ew wî dike defterdarê Anatoliyê.

Demeke pir dirêj vî karî dike lewma leqebê “defterî” lê dikin. Piştî demeke betaliyê, wî dikin “serdefterdarê defterdaran” ji ber ku ji Xwedê pir ditirsiya û wek karbidestên beriya xwe pereyê dewletê nedidizî. Mehmedê Bitlisî teklîfeke dijberê qanûnan ji kesên ji wî payebilindtir jî bihata di cih de red dikir. Ew li stûyê deyndarên dewletê  siwar dibû, heqê dewletê bi zorî ji wan distend.

Qasî sê salan serdefteriya defterdaran dike lê paşê, ji ber ku li gotineke  padîşahê wê demê îtiraz dike ji vî karî tê dûrxistin. Bi ya hinekan bi xwe dev jê berdaye. Ji wê rojê şûn de ew debara xwe bi mehaneya malnişîniyê dike, li mala xwe ya li Topxaneya Stenbolê bi xwendin û nivîsê ve bilî dibe.   Piştî ku du lawên wî di qezayeke li ser tengava Stenbolê de dixeniqin dimirin,  ji kerba xewna hevalekî xwe dike mahne û bo çûna hec terka Stenbolê dike lê, sala 1574an dema serlêdana Şama li ser rêya hec, jiyana xwe ji dest dide û li wir jî tê veşartin.

Mizgefta Mehmetê Bitlisî ya beriya ku hilweşe

Ebulfeyz Mehmet Efendiyê kurê Îdrîsê Bitlîsî li nêzîkî mala xwe ya li Topxaneyê bi Mîmar Sînan Mizgeft û dibistanek, bo xwe jî tirbeyek dide çêkirin lê, ji ber ku li şamê miribû ev tirbe nebû nesîbê wî. Mizgefta Ebulfazl a gel navê “ Mizgefta Defterdar” lê kiribû sala 1916an şewitî, paşê jî bi gişkî ruxiya wenda bû çû. Hestiyên xizmên wî yên di gorên di hezîreya wê de derxistin birin, di baxçeyê  Kiliç Alî Paşa de veşartin. 

Kîtabeya mizgefta wî

Mehmet Efendiyê me bi zimanê xelkê helbest jî nivîsîne.  Helbestên xwe bi leqebê Fazlî îmze kiriye.

Gelek berhemê wî yên bi xwe nivîsandî an wergerandî yên tesawifî, wêjeyî û dîrokî hene.

Ên bi xwe nivîsandine: Zeyl-î Heşt Bîhîşt: Beşeke zêdekirina li pirtûka bavê xwe bûyerên serdema Padîşah Selîmê Yekem e. Li Mûzeya Topkapiyê ye.

Selîmşahname: Dîroka bavê wî ya bi Farisî ya di nîvî de mûswede hîştî ya derheqê Yavûz Sultan Selîm de ye. Bi fermana Qanûnî Sultan Suleyman wî ev berhem têkûz û temam kiriye.Him helbestkî him nesîr e. Helbestên wê mijarên nesîr dubare dike.  Wî ev pirtûk sala 1567an diqedîne û pêşkêşî Padîşah Selîmê II. dike. Du nuxseyên wî hene; yek li Pirtûkxaneya Suleymaniyeyê, ya din li pirtûkxaneya Mûzeya Topkapiyê ye.

Dîwan: Helbestên wî yên bi Erebî, Farisî û bi Tirkî tê de cih digirin.

Wekî din pirtûkeke wî ya dîrokê  ya bi navê Tarîh-î Ebulfazl heye ku bûyer û qewimînên ji Hz. Adem heta roja xwe vedibêje. Dîsa sîyereke wî ya bi sernavê Cerîde-î Âsâr û  Harîde-î  Ahbâr jî heye. Xeynî van pirtûkan wî gelek berheman jî ji Erebî û Farisî li zimanê Osmanî wergerandiye.

Heger we jiyana maqûlo bi baldarî xwendibe, têgihîştine ku ti xêra wî  negihîştiye ziman û çand û aboriya Kurd û Kurdistanê û xizm û lêzimên wî.

Heger pirtûkeke tenê an kîtabeya mizgefta xwe bi Kurdî binivîsa ew ê biba Mihemedê Bitlisiyê delaliyê ber dilê gelê Kurd.

 Dersdubarekar: Feqiyên jîr, waneyên ji seydayên xwe digirtin ji xwendekarên biçûk û ji xwe berjêrtir re dubare dikirin. 

8.02.2021

Nameyek ji xwedayê jorîn re

Xwedêyo, Ez nizanim, çend hezar sal berê bû, te tovê mirovan li ser rûyê reşand; ji bo me kurdan jî Mezopotomyaya jorîn veqetand. Me stûyê xwe li ber te tewand. Me ne got “kêm e zêde ye”, me got “a me ye”. Me navê xwe lê kir û dest bi serpêhatiya jiyanê kir. Tu heqî şahed î, me ji Kurdistana xwe pir û pir hez kir. Çiqas dar û berên wê, kevir û zinarên wê, teyr û tirûl û rewilên wê hebûn me tevan bi zimanê xwe bi nav kir.

Em nebûn pan-kurdîst me doza “sêva sor” nekir… Me dilê xwe yê rezîl bi hulîtirşk û sêvtirşkên çolên xwe aş kir. Me ti car ji te daxwaziya “tiştek ne li rê ” nekir. Te çi da me, me da “ser seran û ser çavan” û me erê kir.

Te berê tevahiya okyanûsan ji me re bi dîwar û çeper kir; çavên zarok û zêrçên me di hamsî, palamût û mîdyeyên xweşik ên deryayan de hîşt. Te em muhtac û mehkûmê “masiyên zere” yên bi hezar dasî yên Erez û Botnê, Ferat û Dicleyê kir; dîsa jî me doza “Adrîyatîkê” ji te nekir.

Rebbiyo, gava em Medî û Gûtî bûn, bi sedan salan em bê çay û qehwe man. Me, dewê xwe yê tirş û tal ser xwe re kir, hê di gewriya me re nediçû xwarê, me ji te re hezar caran şikur kir. 

Em tu car neçûn ber “Bedena Çînê” û çolên Yemenê, me dizî û talan û cerda kesî nekir. Te riyên hevrişîm û biharatê di nava eraziyên me re derbas kir; ji Hîndîstan û Çînê bigire heta Portekîz û Îtalyayê hemû derî û bacan ji me re vekir. Karwanên vanîlya û kîmyonan, kakao û anasonan ber çavên me re derbas kir, dîsa jî me, xwarina xwe bi simaq û bi îsota Rihayê çêkir.
Xwedêyo, me jî dizanîbû tehma porteqalên Dortyolê, Şeftaliyên Bursayê! me got; “ne yên me ne” me tu car tahm nekirin, ji wan nexwarin! Navên wan li memikên keç û bûkan kir, ji tirsa te heft kilît lê xist, bi bişkokan mohr kir.

Rebbiyo, me dil ne bijand mûzên çikîta û yên Anamûra kesî; me nefsa xwe bi ribês û siping û kerengan ko kir. Biyaniyan, henek û tinazên xwe bi me kirin, me got; “derman in, şekirê şamê ne” feydeyên wan lê zêde û gur û pir kir. 

Xwedêyo, me ti car çav berneda somî û firancalayên genimî; me zikê xwe bi nanê tisî yê ji ceh û garis têr kir. Gelek caran di ber me de ma, bihn li me çikand, em fetisîn, me bi devekî eşheda xwe anî bi devê din dîsa jî ji te re şikur kir. 

  Me guh neda cil û bergên hevrişîmên xelkê, me dêriyên rîs û hirî li bejn û bala keç û bûkên xwe yên çavxezal û bejnrihan û lêvşekir û xeberxweşan kir. Me bi şal û şapikên xwe bi wan horiyan re dîlan girt, govend gerand. Xwedêyo, guneh be tu efû bikî, hinek caran me çav qirpand, destê wan quricand, lê me, şalên xwe bi doxînên ji werîs girêdan, dest navêt namûsa kesî, ji Çînê ta Îspanyayê jinên xelkê bi darê zorê wek cariye û odalik û halayik li ser xwe qeyd û tapî nekir. Eyba reş, şerma giran, bi serde jî, ew stûxwaran wek Walîde Sultan bi nav û nîşan nekir.

Xwedêyo, me guh neda zambaq û manolyayên biyaniyan, xas û bas baxçeyên atatirkan, me dilê berdilkên xwe yên çavxezal, bejn zirav û çepil dirêjan li ser riyên bêriyê, di nav mexelên pez û dewaran de, bi bêhna xuşkî û sergînan, bi dirik û gûniyan, bi giha û pincarên çol û çiyayên xwe, şad kir.

Me dest dananî ser Stenbol û Anî û Atînaya kesî. Li Viyanayê em nebûn ên ku zor dan derî! Bi navê te kim, di dêrisê gundan de, di korta Tekmanê de, di Diyarbekira xwe ya şewitî de, me pir û pir kêf kir! Ji eşqa dilan em bûn dengbêj û me ji te re bi hezaran stran û kilam çêkir.

Xwedêyo roj hat em li hev hatin xezebê, me rika xwe kuta hevûdu, cih li xwe teng kir. Wek pezkûviyên Sîpana Xelatê qoçên xwe yên mîna şûr, di can û bedenên hev de ko kir. Em ji hev belav belavî bûn, yekîtiya xwe xira kir. Di gundekî heft malî de heft tax avakir! Bi vê jî neman, me şahîn û qertelan ji cih û war kir, şûna hêlînên wan de gom û mezre ava kir. Me got; “serê şikestî di bin kum de veşartî ” û gilî û gazin ji halê xwe nekir; ji ber ku me ji welatê xwe bê hed hez kir.

Xwedêyo, te çi rê da ber me em pê de çûn. Tu bi kîjan navî bi çi zimanî xuyayî, me serê xwe li ber te kûz kir. Guhê xwe vekir; te çi xwend me pê bawerî anî, guhdarî kir . Te got bibin misilman, me Ahûra Mazda û Zerdeştê kal di cih de bo te qurban kir. Sulhedînê me yê Eyûbî ji bo xwe na, bo te xwe bi çek û rext kir. Êdî ez nizanim çê kir an xira kir!? Me pişta xwe bi te ve girêdabû, çi kir te kir… 

Xwedêyo, hezar sal berê, ji Asyaya Navîn, te bi sed hezaran mirovên tî û birçî, rût û repal belengaz û tazî, hov û kûvî bi ser me de bi rê kir. Te got; “ev nîvco-misilman in” lê dîsa jî birayên we yên heq in! Me jî bawer kir. Em berbayên wan ketin, me deyşta Milazgirê ji xwînê sor gewez kir. Me mala kirîvên xwe, mala; Hagop û Artîn, Aram û Karapêt xira kir, konê wan ji nava konan rakir. Me nizanîbû xweliya heft gundan bi serê xwe de kir, mala xwe jî wê rojê bi destê xwe xira kir!

Me kir ne kir, ew gurên har ên dev bixwîn bi hev nekir. Me deşt ji wan re hîştin, Agirî û Sîpanê, Cûdî û Gebarê hembêz kir. Me dilê şikestî bi bilûra şivanan aş kir. Doşega xwe ji kevir, balîfa xwe ji postê jûjî çêkir û xwe lê dirêj kir. Wek “Eshabê Kêf”, serê xwe avêt xewa şirîn û şerîf, hezar salan bi xewn û xeyalan derbas kir. 

Xwdêyo, ez dibêm, sed sal berê bû, te gelan tev rakirin, ew bi serok û bi qumandar kir.Te got; “rabin dereng e, ji her netewek re paytext û dewlet e!” Lê te, xelkê bi Qitmîr, me bi “gurê boz” şiyar kir. Gurê boz got; “Hawar e, dijmin li ber derî ye, hûn kurd in, mêr û mêrxas in, birayên me yên misilman in, werin me xilas bikin” Me got; “ em xizan û belengaz in; bi qewl û gotina we, “kurdên çiyayî, nezan, bêzar û ziman in”.  Gur devê xwe kir saqa gîzmên me lava û rica kir, wî em bi vir de wê de kaş û berkaş kir. Me dost û dujminên xwe dîsa şaş kir. Me bi şûr ajot ser alayên ûris û emeniyan, bi sedan top ji wan stend û kerr kir. Bi dek û dolabên wî, bi ferman û planên wî, me koka kirîvên xwe yên Aram û Karapêt anî, ew bi tevahî qir kir, ocaxa wan vemirand, ûrtê wan kor kir. Me tûrê parsê bi milê serhediyên xwe ve kir, bi zarok û zêrçan, bi kofî û kulfet gişkan mihacir û penaber kir. Heşt sed hezar canî ji Gurê Boz re qûrban kir. Dawiya dawîn, jon tirk ên ji pişta gurê boz xwîn û xwîdana me berhewa kir. Te çima wê rojê em şiyar nekirin?

Xwedêyo, te Şerê Cihanê yê Yekemîn bi dawî kir. Pergel û cetwel da dest, cihanê nava gelan de parve kir. Wê rojê em jî li wê bûn, te çima em ji bîr kirin? Zevî û mêrgên me di nav tirk û ecem û ereban de parçe parçe kir, stuyê me li ber neyarên me xwar kir!

Di rastiyê de, tu agah û besîr î, rehman û rehîm î, bêşık û bêşuphe tu adil î! Em baş pê dizanin tu ne bertîlxwir î. Gunehê me çi bû, te çima li me wiha kir? Te bi xwe got, “ev neheqî, zilm û zordariya giran a li ser we dişibe ya Nemrût û Fîrewin.” Te, ji ber vê yekê rejîma Kemal tewambar û mehkûm kir. Te şêx Seîd ê pîr, Seyîd Rizoyê kal ji nimêj û taetê, ji zikir û semahê kir; tizbî ji wan stend, ew bi şeşagir û bi mawzer kir. Me got qey tu yê nîşanên zêrîn bi wan ve bikî, lê te ew bi kindirê reş xelat kir!

Xwedêyo, me cara ewil, bi beg û mîran serî rakir te qebûl nekir. Em bi şêx û seyîdan tevgeriyan te dîsa erê nekir. Wek elewî û sunî, te ew jî red kir. Me kal û pîr, ter û can tev li hev kirin, te ew tevan gor bi gor kir. Me, te bi jinan tecrûbe kir, Zarîfe Xanim ser te de şand, te wê jî bi destê îxanetê serjê kir. Weleh, heta me tu nas kir, te heft nifşan hêsîr û dîl, reben û stûxwar kir. 

Xwedayê jorîn, em dizanin tu yê, dawiya dawîn, me bi mirazê me şad bikî. Zarokên me di pêşerojê de, di welatek şên û aram de serfiraz bikî. Çi ji me tê em dikin, ji kerema xwe re îcar tu me ji bîrnekî!          
                                                                                                                 Mamoste Marûf

7.02.2021

Derheqê ziman û wergerê de çend gotin....


Ziman, amûra  bi devkî ragihandina hest û raman û daxwziyên mirovan e.

Gelek zanyar  wê wek mirov û sewal û riwekan organîzmayek jîndar dihesibînin û dibêjin ew di encama bûyereke pir zehmet û ne zelal de dizê, wek pitikek bi çapelûkan dikeve hêdî hêdî mezin dibe, xurt û geş dibe;  heger xwediyên wî di ber de ked û xwîdan nede, lê xweş xwedîtî neke dimire diçe. Heta niha bi hezaran ziman bêxwedî mane, ji rûyê dunê paxiş bûne çûne.

Gelo ziman çawa dijî, lê xwedî derketin çiye?

Gelek Kurdên di warê ziman de şiyar û hestiyar sibeh êvar li ser Kurdiya reben, ji tirsa ku ew ê ji dest biçe  li çokên xwe dixin, dilorînin. Bi rastî jî li Bakûr Kurdî bi xetereyeke pir mezin ve rûbirû ye.

Piraniya Kurdên bi rûmet di wê baweriyê de ne ku heger Kurdên îro  wek mezinên xwe yên gorbihûşt bi Kurdî biaxifin wê Kurdî bijî...

Ez li ser navê xwe ji berê de wek wan nafikirim. Bi ya min zimanê mezinên me êdî pîr bûye, têra hewcedariyên îro nake. Meriv tenê pê dikare li hev bipirse, deheqê mijarên navmalî û navgundî de biaxife. Jixwe gava bala xwe didî Kurdan, piştî “çawayî baş î, hal ûkêfa te çawa ye?” heger mijar bê ser zanist, teknolojî û aborî û Hwd, dev bi Tirkî dikin, ji ber ku Kurdî bi sedan salan ji van qadan dûr maye, peyv û têgînên nû neafirandiye, ên hatine dîtin an çêkirin jî neketine ser zimanê  gel.

Gorî pêkerên zanistî, gere demildest rê li ber vebe ku zimanê Kurdî jî di qada “zanist, aborî, teknolojî , huner û wêje û  kar û barên fermî yên bi dewletê ve têkildar” de bê bikaranîn(*)   û e  ji nifşa kal û pîran  bigihîje nefşa ciwan û zarok û pitikan. Dîsa divê li ser xebateke pir û pir kûr û zanistî bê kirin ku zarok wî biecibînin û hindekariya wî , axaftina wî ji dil û can bixwazin.

Kurtasî gorî zanistê divê zimanê Kurdî, li  cem zimanê ku xwediyê wî  dewletê xistiye nav dest û lepên xwe , bibe xwedî heman derfetan ku bikaribe li ser xwe bimîne, bijî.

Gelo em, Kurdên “dev û pênûs bi Kurdî”  di vê rewşa  bindestiyê  û bêderfetiyê de, bo ziman dikarin çi bikin...?

Pêşî , divê bê zanîn ku Kurdî bi Kurdiya gundiyan najî. Lwre hevalên  hestiyar çi bi devkî dibe  çi bi nivîskî dibe Kurdî di hemû qadan de bikar bînin.

Dîsa hevalên zanîngeh xwendî û yên li ser mijarekê hûr ûr bûne gere  di wan qadan de lêkolînan bikin û bi Kurdî  ragihînin gel da ku têgihên cûrbecûr bikevin devê gel. Kurdên zimanên biyanî dizanin pirtûk dibe,  nivîs û gotarên hêja û balkêş dibe, fîlm û vîdeoyên popûler dibe, wan li Kurdî wergerînin ku zimanê me  xwe bigihîne asta zimanê nûjen.

Hemû saziyên Kurdan, di serî de Enstîtûya Kurdî û NÇM gere piştgiriya madî û moralî bidin xebatên bi Kurdî  û wan di ser hemû kar û baran re bigirin.

Bo pêşve birina  ziman girîngiya wergera ji zimanên biyanî

Werger bo dewlemendkirina zimanekî wekî Kurdî bi sedan salan di çarçoveyeke teng de hepskirî pir girîng e.

Hîlmî Ziya Ûlken dibêje; “ di hîmê şaristaniyên Çîn, Hînd, Yewnan û Îslamê de danûstdandina  çandî heye. Bingeha wê jî werger e.”

  Orhan Okay, mamosteyê min  ê zankoyê bû, digot ; “ Bi rastî ji şaristaniya kevnarareya Yewnan bigire heta du navendên zanyariyê  Îskenderiye û Bexdayê, ji wir heyta Ronesansê biçe, di hemû şoreşên şiyarbûn, guherîn û veguherînan de rola wergerê pir girîng e.

Tirkiya Anatoliyê ya beriya Komara Tirk jî  Kurdî perîşantir bû. Tirkên Anatoliya Navîn ji yên Karadenizê, yên Karadenizê ji yên Egeyê, ew tev ji zimanê Trakyayiyan fêm nedikirin. 

Sala 1966an malbata me  koçî herêma Egeyê kir. Min heman salê dest bi dibistana seretayî kir. Çend sal şûn de min Tirkiya xwe û ya Radyoya Îzmîrê da ber hev, min dît ku  ez bi nîvî be jî hînî Tirkî bûme lê gava min bala xwe da hevalên xwe yên dibistanê ( ew bi gişkî Tirkên Egeyî bûn) Tirkiya di devê wan de ji dubare kirina 40-50 peyvan wêdetir ne tişt e. Tê bîra min salên 60î malbatek ji Qeyseriyê hatibû Manîsayê, Tirkên wir ew wek Kurd bi  nav dikir ji ber ku zimanê malbatê bi wan biyanî bû.  . Ez tim û tim dibêjim, heger ne bi zor û piştgiriya dewleta Tirk bûya, zimanê Tirkî nikaribû li ser xwe bima. Ew ji zû de wenda bubû.Aniha jî zimanê gundiyên me û yên Tirkan bidin ber hev, Kurdiya yên me du-sê car li yê wan dewlemendtir û herikbar e.

Dewleta Tirk bi destpêkirina neteweperestiyê re dest avêt mijara pêşde birina Tirkî ya wek zimanê qebîleyek  girava Okyanûsyayê, xeynî  cotkarî û şivantiyêd pê ti kar nedibû. Kurdî qenebe di medreseyan de bubû zimanê zanistên dînî, şaristanî, huner û merîfetê. Heta çend sal berê jî Tirkiya di nav gel de serdest  di rewşeke ewçend perîşan de bû ku meriv şerm dikir pê biaxife, ji ber ku bê çêr û dijûnên bi doxînê hevok saz nedibûn, li hev pirsîn ji “n’aber û n’olsûn” ( çi dikî? Çi bikim)wêdetir nediçû...

Padîşa Abdulhamîdê xûnkar Tirkî kir zimanê fermî. Beriya wî  karên fermî bi her zimanî dibû. Kurdî ne qedexe bû lê, ji ber elfabeya hevbeş Erebî bû  û Kurd jî ji netewbûnê para xwe nestendîbûn daxwaznameyên xwe bi Tirkî dinivîsîn, karên xwe yên bi dewletê re  bi Tirkî bi rê ve dibirin. Dewlet hê wan salan bi baca Kurdan xizmeta zimanê Kurdî dikir lê, hayê Kurdan ji bayê felekê tinebû, nizanibûn encama wê çibe. Dewlet xwendekaran dişand Ewropayê, wan hînî zanistên cûrbecûr dikir, bi xêra wan têgihên nû dixist nav Tirkî,  bi wan pirtûkên klasîk dida wergerandin.

Ji wan wergêran yê pêşî Yusuf Kamîl Paşa bû. Wî sala 1862an berhema Fenelon a bi sernavê Telemaque li Tirkî wergerand. Ev pirtûk digel tevlihevî û giraniya ziman 9 caran li ser hev hat çap kirin. Paşê dor hat romana Victor Hugo ya “Şerpeze” (Les Misérables). Paşê Paul û Vîrjîn a  Bernardin, de Saint-Pierre, Robenson Cruseo ya   Daniek Defoe  û bi sedan pirtûkên biyanî dan dûv hev. Bi xêra wan, Tirkî qenebe di nav bajariyan de piçek hat ser hemdê xwe.

 Komara Tirk hemû derfetên dewletê bo çand û zimanê Tirkî seferber kir. Sala 1940an Hasan Alî Yûcelê wezîrê perwerdehiyê  seferberiya wergerê da destpê kirin. Bo vî karî saziyeke bi navê “Bûroya Wergerê” saz kir. Ev bûro bi dehan zimanzanan di bin banê xwe de hewand û  ji klasîkên serdema antîk  bigire heta yên sedsala 20’an bi hezaran pirtûk li Tirkî  hat werdigerandin.

 Ez jî heta ji min tê gotarên bi Fransî yên bala Kurdan dikişînin li Kurdî werdigerînim. Hezar hemd ji Xwdayê jorîn re gelek heval beriya min dest bi wergerandina  berhemên  pir giran kirine. Ew ji min çêtir dizanin, ka ev kar çiqas zor û zehmet e. Carnan, gava meriv tengbûna zimanê xwe dibîne dilê meriv disewite, hêstir bi çavê çavan dikeve.  Paşê tu dibêjî “hêdî hêdî, gav bi gav dê em jî  bigihîjin ber mirazan” û li ber dilê xwe didî.  Carnan hêvîşikestî dibî, pênûsa xwe di ber xwe de berdidî, serê xwe davêjî xewa şêrîn a dermanê hemû derd û kulan....

Paşê bi dîtina bi sedan xêrxwaz û  xemxwurên zimanê Kurdî tu dîsa dibî şêr û piling, agir û bizot, na na dibê siwarê hespê boz û xwe berdidî nav zozanê zimanê xwe yê stûxwar...

---------------------------------------------------

 (*) Bo xwendina rapora UNESCOyê ya  krîterên ku pê asta zindîtî û mirina zimanan tê pîvandin jî dihundirîne bitikînin vê lînkê:  https://mamostemaruf.blogspot.com/2014/05/zinditi-u-mirina-zimanan.html

 

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin