8.10.2018

Padîşa û Kîrkor Hoste

Pdîşayê Osmanî Siltan Mehmet piştî dagirkirina Konstantînapolîsê (Stenbol) dixwaze mora xwe li bajêr bixe û wî veguherîne ji xwe re bike “Îslambol”

Ew metranê Ermenan (Patrîk) tevî gelê wî ji Bûrsayê tîne Stenbolê, keşîşxaneya (Manastir) Bîzansiyan a bi navê “Panaia Perivlebdos" didê, bona ku hosta û mîmarên Ermen jî bi xwe re bîne, bi wan avahiyên ji ber şer mayî bide temîrkirin,  ji xwe re jî seray, mizgeft, xan û hemamên nû bide çêkirin.


Stenbola beriya şer bajarê herî xweşik û abadanê cihanê, dişer de hatiye rûxandin,  bi destên leşkerên padîşa ve hatiye talakirin. Ew êdî wekî Sûr, Nisêbîn, Cizîr û Gevera îro  wêran, wêrtas û kawil e...

Padîşa ferman dike ku dêrên Bîzansiyan ên ji hev ketî , yên temîra wan bizehmet bên rûxandin, bi malzemeyên wan ên wek stûn, kêran, mermerên biriqandî mizgeftên nû bên lêkirin.

Hostayê Ermenê bi navê Kîrkor tevî karkeran dest bi rûxandina dêrekê dike. Ew ê di şûnê de ji padîşa efendî re  mizgefteke bi xeml û rewş ava bike. 

Rojek padîşa tê venêrandina (teftîş)mizgefta xwe.

Pêşî dikeve nav karkeran û ji wan pirsan dike, agahî distîne. Yek bi yek navê wan dipirse;

Navê te çi ye?

-Alpyorûk, ez benî.

Navê te?

-Memed, ez qurban.

Tu?

-Ayiboxan.

Tu?

-Memîş.

-Kel Recep.

-Oksüz Rifki.

...

Padîşah bi kêfxweşiyeke bêhempa  berê xwe dide Kîrkor Hoste û bi rûkenî jê re dibêje; “Aferin Kîrkor, tu qûlên min ên Tirkomisilman dixebitînî” û ji ber pişta xwe kîsikeke tijî zêr derdixe didê û çend agahî jê distîne û ji qada înşeatê derdikeve diçe.

Çend meh  şûnde padîşa dîsa tê înşeatê. Dêra kevin ji binî ve hatiye rûxandin û dest bi avakirina mizgeftê hatiye kirin. Wekî her carê  dikeve nav karkeran û dîsa yek bi yek navê wan dipirse.

Navê te çiye?

-Hagop.

Navê te?

Hampar

Tu, tu, tu...?

Xaçadûr, Avedîs, Dîmîtrî...

Bi hêrs vedigere ser Kîrkor;

Kafirê heram, ev çi hal e...? Ka karkerên Tirkomisilman...?

Hosteyê reben serê xwe berjêr dike, bi dengekî ricifok bersîva padîşa dide:

-Padîşayê min ê mezin, ew qûlên te kêrî rûxandinê tenê dihatin, niha me dest bi avakirinê kiriye...  




 


  


11.09.2018

Kılama Elo Memed Paşa





                                           Kilama Elo Memed paşa
Derheqê Komkujiya Êzdiyan a ji aliyê Osmaniyan ve
Ero Memed Paşa çiyayê Şengalê bişewite wê bi mij e, wê bimij e
Xezala min  ketiye destê Elo Memed Paşayî mêrkuj e
Elo Memed Paşa Xezalê berde, cotê kara min mal de şîr dimije, Xezala min berde,
hevala min berde cinara min berde
Elo Memed Paşa eva ne talan e, ne tariş e, ne cerd e
Ev heye namûs e,  ji mêrê camêr re derd e, Xezala min berde,
hevala min berde
Erge  tu Xezalê berdidî, Xezalê berde
Tu Xezalê bernadî, Xezalê bikuje, serê min bi ser de.
***
Elo Memed Paşa, çiyayê Şengalê bişewite wê  wê bifirike, wê bifirike
Xezala min ê ketiye destê Elo Memed Paşayê Tirk e
Elo Memed Paşa Xezala min kiriye orta xwe, bi kurk e
Elo Memed Paşa, Xezala min berde, hevala min berde, Cînara min berde
Erge  tu xezalê berdidî, Xezala min berde
Tu Xezalê bernadî, Xezalê bikuje, serê min bi ser de
***
Elo Memed Paşa bişewite çiyayê Şengalê bi tirî
Eskerê Memed Paşa hat lê bihurî
Elo Memed Paşa Xezalê berde
Cotê kara min mal de digirî
Xezala min berde, hevala min berde cinara min berde
Elo Memed Paşa eva ne talan e, ne tariş e, ne cerd e
Ev heye namûs e, ji mêrê camêr re derd e, Xezala min berde, hevala min berde, cînara min berde
Erge tu  Xezalê berdidî xezala min berde,
Tu Xezalê bernadî, Xezalê bikuje, serê min bi ser de.
Dengbêj: Mêraliyê Mehmo,  ji Gundê Mêwregê yê ser Dîgorê.
Wî jî ji ber devê gorbihûşt Hecî Evdirehîmê Zeynikê yê Kagizmanî  girtiye.
Berhevkar: Mamoste Marûf  @mamostemaruf  www.mamostemaruf.blogspot.com

15.06.2018

Gula Axa*

                                                           
        Mamoste Marûf
Axa, şitlê gulekî pir meqbûl tîne, dide baxçewanê xwe û di baçeyê koşka xwe de li cihê herî berbiçav dide çikandin. Baxçewan jî deh caran  şîret dike:
"Nebî nebî ti mirov û ajal gula  min bihn neke ha..!"
Di ser re dem û demsal dibuhure, bihar t,  dar bi gul dixemile.

Rojek ji rojan axa bala xwe didê pelên gulên wî tev weşiyane.
Pir li ber dikeve. Gazî baxçewanê xwe dike, bi ser de diqîre, bi hêrs dipirse:
-Gulên min kê bihn kir..?"
Baxçewanê reben bi dengekî ricifok; "wele axayê min, bilbilek hat, bihn kir û çû"
-Xwedê ji bilbil re nahêle...!

Çendikî şûn de rojekê baxçewan hey dibîne cendekê  bilbil di devê marekî de ye.
Diçe cem axa û hal meseleya bilbil jê re vedibêje.
Axa jê re dibêje:
- Ji mar re jî namîne û dengê xwe dibire.

Ez bibêjim heft roj, hûn bibêjin hefteyek şûn de, baxçewan di baxçe de dixebite, ji nişkave ew mar li lingên wî dipiçike. Bi bêra di destan de lê dixe wî marî dikuje û bi lez û bez diçe cem axayê xwe, bi quretî dibêje:
-Axayê min, min ew mar kuşt..!

Axa, çavên xwe dikute çavên baxçewan:
- Ji te re jî namîne..!
Baçewan dibîne ku axa dê wî jî bikuje, an bide kuştin, weha lê vedigerîne:
"Axayê minê delal, tu min nekuje, bila ji te re bimîne"
*Çîrokeke gelêrî ya Kurdên Serhedê, ya ji ber devê Îbrahîmê Nadirê Tekmanî girtî.



EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin