11.09.2018

Kılama Elo Memed Paşa





                                           Kilama Elo Memed paşa
Derheqê Komkujiya Êzdiyan a ji aliyê Osmaniyan ve
Ero Memed Paşa çiyayê Şengalê bişewite wê bi mij e, wê bimij e
Xezala min  ketiye destê Elo Memed Paşayî mêrkuj e
Elo Memed Paşa Xezalê berde, cotê kara min mal de şîr dimije, Xezala min berde,
hevala min berde cinara min berde
Elo Memed Paşa eva ne talan e, ne tariş e, ne cerd e
Ev heye namûs e,  ji mêrê camêr re derd e, Xezala min berde,
hevala min berde
Erge  tu Xezalê berdidî, Xezalê berde
Tu Xezalê bernadî, Xezalê bikuje, serê min bi ser de.
***
Elo Memed Paşa, çiyayê Şengalê bişewite wê  wê bifirike, wê bifirike
Xezala min ê ketiye destê Elo Memed Paşayê Tirk e
Elo Memed Paşa Xezala min kiriye orta xwe, bi kurk e
Elo Memed Paşa, Xezala min berde, hevala min berde, Cînara min berde
Erge  tu xezalê berdidî, Xezala min berde
Tu Xezalê bernadî, Xezalê bikuje, serê min bi ser de
***
Elo Memed Paşa bişewite çiyayê Şengalê bi tirî
Eskerê Memed Paşa hat lê bihurî
Elo Memed Paşa Xezalê berde
Cotê kara min mal de digirî
Xezala min berde, hevala min berde cinara min berde
Elo Memed Paşa eva ne talan e, ne tariş e, ne cerd e
Ev heye namûs e, ji mêrê camêr re derd e, Xezala min berde, hevala min berde, cînara min berde
Erge tu  Xezalê berdidî xezala min berde,
Tu Xezalê bernadî, Xezalê bikuje, serê min bi ser de.
Dengbêj: Mêraliyê Mehmo,  ji Gundê Mêwregê yê ser Dîgorê.
Wî jî ji ber devê gorbihûşt Hecî Evdirehîmê Zeynikê yê Kagizmanî  girtiye.
Berhevkar: Mamoste Marûf  @mamostemaruf  www.mamostemaruf.blogspot.com

15.06.2018

Gula Axa*

                                                           
        Mamoste Marûf
Axa, şitlê gulekî pir meqbûl tîne, dide baxçewanê xwe û di baçeyê koşka xwe de li cihê herî berbiçav dide çikandin. Baxçewan jî deh caran  şîret dike:
"Nebî nebî ti mirov û ajal gula  min bihn neke ha..!"
Di ser re dem û demsal dibuhure, bihar t,  dar bi gul dixemile.

Rojek ji rojan axa bala xwe didê pelên gulên wî tev weşiyane.
Pir li ber dikeve. Gazî baxçewanê xwe dike, bi ser de diqîre, bi hêrs dipirse:
-Gulên min kê bihn kir..?"
Baxçewanê reben bi dengekî ricifok; "wele axayê min, bilbilek hat, bihn kir û çû"
-Xwedê ji bilbil re nahêle...!

Çendikî şûn de rojekê baxçewan hey dibîne cendekê  bilbil di devê marekî de ye.
Diçe cem axa û hal meseleya bilbil jê re vedibêje.
Axa jê re dibêje:
- Ji mar re jî namîne û dengê xwe dibire.

Ez bibêjim heft roj, hûn bibêjin hefteyek şûn de, baxçewan di baxçe de dixebite, ji nişkave ew mar li lingên wî dipiçike. Bi bêra di destan de lê dixe wî marî dikuje û bi lez û bez diçe cem axayê xwe, bi quretî dibêje:
-Axayê min, min ew mar kuşt..!

Axa, çavên xwe dikute çavên baxçewan:
- Ji te re jî namîne..!
Baçewan dibîne ku axa dê wî jî bikuje, an bide kuştin, weha lê vedigerîne:
"Axayê minê delal, tu min nekuje, bila ji te re bimîne"
*Çîrokeke gelêrî ya Kurdên Serhedê, ya ji ber devê Îbrahîmê Nadirê Tekmanî girtî.



31.05.2018

Axbarîkê min, te çi kir...!???



Hayko Bagdat çend roj berê nivîseke balkêş û bertekkêş a bi ser navê “ Piştgiriya Muharrem Înce” nivîsîbû. Min jî ew xwend.

Wek piraniya ronakbîrên dijber,  Hayko jî bi dîtin û tehm kirina piçekî  azadî, hevsar ji serê mejiyê xwe avêtiye. Digel ku li çend zinar û latan qelibîye û  çend birîn  lê vebubin  jî, bi ya min Heval Hayko serkeftî ye. Civaka me şev û roj qala wî dike...

Wî bi hevoka Muharrem İnce ya “ Ger ne ji Atatirk bûya, wê navê me bikirana Yorgo” dest bi nivîsa xwe kiriye.
Di vir de pir şa bûm, min got;  wele Hayko, di dilê min de çi kul û birîn hene wê bide der!
Wê heyfa dayîk û dapîr,  bav û kalan jî bide ser...

Paşê reklama HDPê ya “ em tev HDPyî ne û peyva Selahattîn ya “ her hilbijêr şirîkê me yê siyasî ye” dike bîra me û xwe jî  wek HDPyî  binav dike (ji erdê heta ezman heqe wî ye) lê,  di şûna “ez ê HDPyî weha bikim de ” de,  dibêje  em HDPyî ” û  berdevkiya  HDPê  dide pişta xwe.
Di bin vî barê giran de dibêje; “em HDPyî, di ti tûrekê de deng nadin Tayîp, Qiliçdaroxlî, Muharrem, Meral û Perînçek...!” 
Her çiqas ez li ber ketibim û min di dilê xwe de gotibe; “ Heyran, Haykoyê me  di vir de xeletî kiriye, hêj virnî ye, ev barê berdevkiyê  ji serê wî mezintir e, nikare ji binî derkeve”
Dîsa jî ez tevlî nêrînê wî bûm; Axbarîk( Bira)  ji orta kitêbê dibêje. Divê HDP bi tena serê xwe  li ber xwe bide, înat bike ku bikaribe vê dahfika “ bi du parti û bi du enî ” ya 100 salan  biruxîne.
Belê,
yek reş yek spî,
yek Tirkomisilman, yek sekûler bixwiyê jî,
her du enî  jî yekperest ,
her du jî  faşîst ,
pişafker ,
komkujîparêz û  kedxwur û heramxwur e...
Divê HDP dudilî neke, vir de wê de netewişe, neheje. Wek xwe, li ser rastiya xwe bimîne ku bibe alternatîf. Bibe hêviya hemû gel û bawerî û çînên derbxwurên vê pergala zalim...
Qasek şûnde, min hey dît Hayko bi vî barî jî nemye, barê Birêz Ocalan û yê Selahatîn jî pişt dike: “Ew bibêjn dengên xwe bidine wan jî,  em nadin...!”
Gotineke barkêşên Kurd yên Sîrkeciya Stenbolê  ket bîra min ; “ heger  barekî giran yê ji hêz û quweta xwe der pişt bikî, ji devê te na  ji  q.. a te deng derdikeve...”



EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin