4.12.2010

Tevgera Azadiya Kurd û Zimanê Kurdî

Zimanê Kurdî, ji vir sih çil sal berê bigire heta van çend salên dawîn bi destê Kurda ji qada siyasetê hema bigire ji binî ve hatibû rakirin.

Werin em hinek mejiyê xwe li ser dîrokçeya vê malkambaxiyê biwestînin. Kurdên me yên berê, ew ên ji dilê xwe sax, gava li ber dewletên dagirker serî radikirin, ji rewabûn û meşrûiyeta serhildanên xwe, ji mafdariya liv û tevger û çalakiyên xwe ewqas bi bawer bûn ku, piştî têkçûnan di mejiyên xwe de dibirin dianîn dikirin nedikirin sedema darvekirin û zîndankirina serok û lehengên xwe fêm nedikirin.

Bi rastî jî ew mêrên girên geriyayî yên wek dêwan, di qada şer de êriş dibirin ser dijmin wek şêran ; lê gava dîl diketin û derdiketin hemberî dadgeran “ji bela bêzimaniyê” vediguherîn dibûn kerr û lalên reben û stûxwar, sêwiyên ber diwaran...

Heta van salên dawîn jî mezinên me digotin ; “heke şêx û mela û serokên me bi têra dilê xwe bikaribûna bi tirkî bersîva dadgeran bidana ew zû bi zû nedihatin darvekirin.”

Piştî serhildana dawîn a neserkeftî ya ku li Agiriyê rû da û hat çewisandin derûniyeta gelê Kurd bi xwe xwe veguherî hate ser xeteke nû. Êdî Kurd têderxistibûn ku jiyan bi Kurdî êdî pir û pir zor û zehmet e. Bo parastina laş û can, bo kerîkî nan dijmin digot teqez divê hûn biterîkînin ziman.

Ew jî gotin çer hebe dê em ê di mal de biparêzin Kurdiya xwe ya delalî, lê li derve bi wan bêbavan re bi tirki êdî daynin têkilî.

Di serî de ne xem bû têkçûna li çarşî û bazaran, şerpezebûna li derê nexweşxaneyan, rezîl û rûsiwabûna li bajaran; mêranî û mêrxasî ew bû ku tu bersîv bidî çawîş û serbaz û memûr û dadgeran.

Di salên 1950’an de bo kurda tirkî bi qasî gayekî sor, kuçikekî gurêx, miheke qerqaş giranbiha bû. Serde ew ketibû şûna çoyê mêraniyê jî. Heke yekî li derê dewletê bi dozgerek re an jî bi dadgerek re hevokek bi tirkî li hev anîbûya nav û dengê wî li heft gundan belav dibû, mêr di civatan de, jin li ber tennûran pesnên wî didan:
“ -Elîxan gotiye, hakim Beg, Elah wekîl ben yapmamîşem! ( Xwedê wekîl min nekiriye)

Ên ji vê hevoka bi hikmet hayîdar dibûn pirî diheyîrîn guh li wan dirêj dibû digotin;
“errik çi bersîv daye dozger! Malik ava, çi jîr û jêhatî ye! Ka mêr li ser hene... Bi serê Şêx Eliyê Paloyê zimanê Tirko mîna tirpan daye dest û pêde diçe, êdî kî dikare pê!”

Kurdî ji binî ve tune dihat hesibandin. Gava kesek li deriyê hukumatê ( dewletê) asê dibû, bi karbidestekî dewletê ve rûbirû dima, didîtîn ku ew nikare biaxive wî/wê wek sewalan dihesibandin û digotin “ nikare biaxive” (feqîro, ji tirsan newêribû bi Kurdî biaxive ).

Ecêb û gosirmeta mezin peyveke bi navê “bêzimanî” di ferhenga gelêrî ya Kurdan de tunebû. Kî û kê kerr û lal nebûya xwedî ziman bû. Lewre dengbêj di kilaman de ji bo kesên tirkînezan rasterast bi tirkî, bi qewlê dagirkerên xwe, digotin “dîlbîlmez” ( zimannezan).
Di giyan û mejiyê Gelê Kurd de jî êdî “nezaniya zimanê Tirkî” wek bêzimanî hatibû bicihkirin.

Nifşên niha dibe ku ji van gotinan bawer nekin. Bo vê yekê ez ê mînakek rasteqîn bidime wan.

"Li gundê Qereaxil a bi ser Kopê de ye, mirovek çerkez ê bi navê Fûatê Ûrisko hebû. Ev camêrê di jiyana xwe de dibistan nas nekiribû; çawa lê anîbû kes pê nizane, tirkiyek baş di dev de bû. Min kurê wî di sala 1977’an de nas kir û jê pirsî ka Fuat Efendî sax e an na... Wê demê bi gotina kurê wî, temenê wî ji sed salî zêdetir bû û hêj li ser xwe bû. Fûatê Ûrisko ji dewra Serhildana jêx Seîd bigire heta salên 1960’an bi tirkiya xwe li welatê me Serhedê nav û deng dabû. Kopî, Gimgimî Xinûsî û Tatosî li dev û destê wî dinêrîn. Kî û kê li deriyê dewletê asê bubûya, biketa tengasiyê, hewara xwe dida wî. Ew bi serîkî dewar, bi cotek pez, an bi perekî maqûl, ser de jî bi hezaran lava û rica û minetan diçû dozê safî dikir. Kurê wî digot çend carana Kurdan bo ku bibe parleman lavayî wî kirine lê, ji ber hin sedeman wî erê nekiriye."

Êdî Kurd ketibûn wê halê ku digotin gava zarokên wan fêrî tirkiyek baş bibin, dê ew ên dewletê jî bidest bixin; ji pest û pêkûtiyên ku êdî dabûn qirikê jî rizgar bibin. Ev nêrîna şaş rê li ber xetereyek pir mezin vekiribû: Xwebişavtina bidil!

Heke piştî têkçûna serhildanan, dewleta tirk li tevahiya gundên Kurdistanê avakirina dibistanan biqedanda, çi keç çi kur, dibû ku dê hemî zarokên kurdan bi dilê xwe biçûna wan aşên asîmîlasyonê bixwendina û wek encam jî, li seranserî welêt ji wan pir kêm kesên kurdîaxêv bimana...

Piştî Sehildana dawîn a li Agiriyê rûda û têkçû; zimanê tirkî “wek qimil - bi qewlê mirovên berê- ket nav zarokên “mekteblî” (xwendekarên dibistanên dewletê). Ew rebenan bi hînbûna zimanê dagirkeran neman, giyan û kesayetiya xwe jî xistin bin tesîra çand û nasnameya wan. Ew ji kurdayetiyê ewqas sil bubûn ku gelek ji wan êdî ji dê û bavên xwe yên tirkînezan jî şerm dikirin.

Ên bi maneya xebatê diçûn bajaran hew vedigeriyan welêt; di kolanên bajaran de dibûn sûtal diheliyan diçûn... Xwezila ev kesayetiya riziyayî bi xwendekaran tenê bima! Li tevahiya Kurdistanê, bi taybetî li bajar û bajarokên ku serhildan rûdabûn û têk çûbûn malbatên Kurd ji kurdayetiya xwe çiqas şerm dikirin; xwe çiqas biçûk, nezan, bê qedr û qîmet didîtin, dagirkerên xwe jî li ber çavan ewqas mezin dikirin.

Bi taybetî li Agirî û li bajarên derûdora wê, Kurd destê zarokên xwe yên keçîn ên 10- 12 salî yên tirkînezan digirtin, gelek caran bêqelend didan mêrên Tirkên Anatoliyê yên 40- 50- 60 salî...

Ber bi dawiya salên 70’yan tevger û rêxistinên kurdan hewl dan, hin kar û barên xwe bi Kurdî birêve bibin lê, ciwanên xwenda yên ku bi vê derûniyeta şikestî û birîndar gihîştî, bi ya min bona ku xwe bi kurdan – ên ku dagirkeran çand û zimanê wan li ber çavên wan reş kiribûn, kurdîaxêvan jî wêk kesên hov û nezan dabûn naskirin – bidin pejirandin, di kar û barên xwe yên siyasî yên li derve û navxweyî de Tirkî bikardianîn. Bi tenê, gava bêriya welat dikirin an jî li xerîbiyê rastî hevûdu dihatin bi Kurdî li hev dipirsîn û çend gotinên navmalî û navgundî dikirin, ew bû...

Çi ji bêgaviyê dibe , çi ji baweriyê, çi jî ji tirs û xofê dibe hal û ehwalê ciwanên Kurdan ên herî welatparêz ên beriya Tevgera Azadiyê ev bû... Kurdî bêxwedî, stûxwar, li serê çiya û baniyan benîştê devê koçer û gundiyan bû ...

Heta geşbûn û pêşveçûn û di nav gel de belavbûna Tevgera Azadiya Kurd, kurdên li ser zimanê xwe mabûn, ên bi çanda kurdî ve girêdayi mabûn ew kes bûn ku rê û rêbaz û derfetên hînbûna Tirkî bi destê wan neketibû... Ji xwe Kurdiya ku di devê wan de mabû “ navmalî û navgudî” bû; kêrî kar û barên siyasî jî nedihat... Term û têgehên siyasî hema bigire bi tevahî tirkî bûn. Ji bela tunebûna derfetên ragihandinê rê tunebû ku “Kurdên çar parçe” yên di bin desthilatdariya biyaniyan de, ew jî têrê nedikir her yek sed parçe bûn di nav xwe de, tifaqa xwe bikin yek, ji pêşveçûnên hevûdu sûde werbigrin, ji wêjenas û hunermend û rewşenbîrên hevûdu hayîdar bibin û zimanê xwe nûjentir û dewlemendtir bikin...

Hişmendiya yekîtiya hemî kurdan û çar parçeyên Kurdistanê - ya ku bi destê Tevgera Azadiya Kurd hêdî hêdî di nav gel de belav dibû- hewcedariya zimanekî hevbeş derxist holê û roj bi roj amadekariya vê yekê hat kirin. Lê, ya girîng ew bû ku di serî de kesayetiya şikestî, riziyayî, ji qidûm ketî ya kurdan bihata pînekirin û temîr kirin... Bo vê yekê jî, dora pêşî şer divêt, xwîn û xwîdan divêt, fedakarî û berxwedanek kesnedîtî divêt...

Heta salên 90’î ev pêvajoya ji gorê rakirin û dermankirina kesayetî û derûniyeta bêhal û bêmecal kudand... Dûre pirtûk û kovar û rojname û televîzyonên bi zimanê Kurdî yeko yeko, wek gulsosinên Kurdistanê, şaxvedan, di demeke kurt de gelê kurd ew dan ser seran... Heke Tevgera Azadiyê têkbiçûya û kurda ranekiriba ser piyan, kurd di warê weşangerî û çapemeniya bi zimanê xwe de deh- pazdeh salên din jî bi derengî biketina, Kurdî hew serî ji xewa mirinê radikir; Jiber ku bi sedan televîzyonên bi tirkî û bi erebî û bi farisî wek zîpik bi ser wan de dibarîn û ji dergûşên li ber pêsîran bigire heta kal û pîrên diran weşiyayî jî xwe bi wan bilî dikirin, Jiber ku ev sedsal sedsala koça ber bi bajaran ve bû û Kurdî pûnik û hêlîn û stargeha xwe ya dawîn jî di gundan de dihîşt, di kuçe û kolanên metropolên xelkê de wenda dibû diçû...

Hezar heyf e ku Kurdên li rojavayê Feratê, ji hişmendiya ku Tevgera Azadiya Kurd afirand bêpar man. Ev rewşa malkambax kir ew bace û kulek ji çand û zimanê biyanyan re serpişt vekin, deriyên xwe li ber kurdî bi dîwar bikin... Meletî bi serê xwe îbretek mezin e; bo ku em bizanibin ka çi dibû rewşa ziman û nasnameya Kurd, bê Tevgera Azadiya Kurd...

Digel pêşketinên van çend salên dawîn zimanê me, bi taybetî Zazakî û Kirdmanckî di çi halî de ye, bila bimîne bo nivîseke din lê, gotina min a dawîn ew e ku gava em rewşa ne bidilê me ya Kurdî tînin rojevê, gere pêvajoya ku em tê re derbas bûne û hatine vê qonaxê baş bizanibin û nekevin dafika hin guhsit û famkork û Beko Ewanên ku dil hene sûcê bişaftin û xwebişaftinê yê dagirkeran bikin stûyê Tevgera Azadiya Kurd...
                                                                                 Mamoste Marûf

21.10.2010

Apê Torî jî çû...

Ew mamoste bû... Lê ne mamostekî ji rêzê, umrê xwe li ser zanista dîrokê pûç kiribû. Pir xwendibû. Pir vekolandibû. Bi taybetî li ser dîroka gelê Kurd û ya gelên derûdorê xwedî agahiyên pir kûr bû. *** Min, ApêTorî û Apê feqî, du evîndarên Kurd û Kurdistanê, di sala 2000’an de, di dema qursa yekemîn a mamostetiya zimanê Kurdî de- ya ku ji alî Enstûtiya Kurdî ya Stenbolê ve hatibû lidarxistin- de bi hev re nas kirin. Di kelekela germa havînê de, her du xweşmêr, bi kaltiya xwe nediman, çar bû, pênc bû, nizanim êdî çendik û çend qat bû, wek şêran radipelikîn merdîbanan û dihatin wane didan me. Her du kalexort jî ji heman nifşê bûn; nifşa red û înkar kirî, nifşa tune hesibandî, nifşa di bin pestû pekûtiyan de di qula derziyê re derbaskirî, reben û stûxwar mayî... Nifşa Apoyan; Apê Mûsa, Apê Feqî, Apê Torî ... Lê ew, ji wan çend kesên berxwedêr bûn ku li ber dijmin ti car serî dananîbûn. Evîndarên Tevgera Azadiya Kurd, du zehmetkêşên zanistê... Êdî ji wan nedihat ku ço bigirin, lê pênûs dabûn dest û dikirin bext û siûda reş a gelê kurd biguherînin. Xwedêyo ew çi kelecan bû, çi evîndarî bû di dilan de! Per û bask hebûna dê ew ên bifiriyana... Apê Torî pir dilşewat û nefsbiçûk bû. Gava yekî dijberiya gotineke wî bikira disekinî, di mejiyê xwe de dibir dianî, dida ber daneyên zanistî û dûre bi rûkenî, bi helîmî û selîmî lê dizivirand. Ew hez ji gotinên zêde nedikir. Di dema wanedayînê de pir kêm diaxivî. Piştî çend hevokên bi bingeh ên zexm ên zanistî, li benda pirsên xwendekaran dima û hemiyan bi xweşbînî dibersîvand. Di ser de deh salên têr û tijî bihurîn lê, Apê Torî bi xweş sifetê xwe, wek abîdeyek sebr û tebatê, zanist û hunerê, hê jî li ber çavê min e. Ew î roniya her du çavan di ber gelê xwe de rijandibû. Çavên wî ji evîndariya Kurd û kurdistanê wek çavkaniyên welatê wî vekirîbûn lê, mala min ê , êdî nedidîtin.... *** Êdî ji me çûye lê, hêviya min ew e ku dê xortên me xwe li Apê Torî bigirin û çend keviran jî ew daynin ser hîmê dîrokzanî û dîroknivîsiya Kurd. Divê bête zanîn ku heke em dîroka xwe bi xwe nenivîsin wê neyarên me wek qertelên ser berateyan hemû hebûn û hêjayiyên me birûçikînin û me rût û repal li holê bihêlin. Em dizanin, dişukirînin ku Apê Torî bo gelê Kurd û gelên cînar xizmetek mezin kir. Xwezil bi canê wî, ew ketibû bin barekî pir giranbiha û pîroz. Heta dawiya temenê xwe jî ew wî barî ji pişta xwe navit û deynê xwe yê bo gelê xwe heta quruşa dawîn da... Em Apê Torî jî bi hêstirê çavan, bi dilê xemgîn ber bi bihûşta rengîn ve bi rê dikin û piştî şîna wî em ê di halê xwe de jî bigirîn: “Ew çi ji dest hat kir û çû, gelo em ê jî bikaribin deynê xwe bidin?” Mamoste Marûf

23.09.2010

Wate û girîngiya medyaya neteweyî…

Gava ez dinivîsim, tirs û hêrsa min a herî mezin xwendekarên kurdînezan na, “xwendekarên nîvcozana yên Kurdî û Tirkî ne…” Tu, çi di mejî de hebe didoşî didî ber wan ew di nav wî şîrê helal de mîza xwe ya xalî dikin, diherimînin û kevçîkî jî dirêjî te dikin dibêjin; “bihna mîzê ji şîrê te tê…” Di nîvîsa xwe ya çend roj berê ya di koma Diwanxaneyê de, min analîza çapemeniya Kemalîst kiribû û bo Radîkalê gotibû: Radikal; rûyê demokrat ê Kemalîzmê ye. Hevalek pir hêja, xwedê giravî bersîv daye min; bi zimanekî tûj êrişî min dike û bi ser min de diqîre dibêje: Mamoste tu Kemalîstan re dibêjî demokrat in! Rebiyo, tu sebrê bidî min û hemî xêrxwaz û dilşewatên Kurdan û nehêlî ku ew ji ber nezantiya hin kurdan hiş û aqil winda bikin… Xwedêyo, tu, vê nexweşiya me ya bêderman a ez dibêjim “ nexweşiya bêzimanî” ji nav me rabikî, bo xatirê şehîdan tu me jî bikî ji wan netewên ji hevûdu fêm dikin… *** Konstantîn Sîmonov, ronakbîr û wezîrê çandê yê Sovyetan ê di salên 1950’yan, di pirtûka xwe ya bi sernavê “ Bi salan û bi riyan berê” de dibêje : “Dewletek fûzeyek nûkleerî bavêje dewleteke din, heta çapemenî pê nehese şerekî navneteweyî dernakeve. Loma çapemenî ji çekên nûkleer jî bihêztir e.” Medya amûrek ewqas mezin e ku bêyî wê çi siyaset, çi şer, çi aşitî, çi aborî, çi zanist; ti qencî û ti neqencî nabe… Heke mirov bi çavekî neteweyî lê binêre û bi baldarî li ser hûrûkûr bibe, wê çaxê têderdixe ku bê medyayek neteweyî girseyên mirovan ti car nabin netew; an, netewek bê medya naxirek bê ser û ber; bê armanc û bê pergal e… Em bala xwe bidin Şoreşa Fransî ya rê li ber netewbûnê vekir, dê em ê rastî rojnameyên Fransî yên xwedî tirajên herî bilind ên Ewropayê bên… Li sedsala 19’an a Dewleta Osmaniyan binêrin; netewên ku dora pêşî ji Osmaniyan veqetiyabûn teqez xwedî çapemeniyên xurt bûn… Bi taybetî jiber ku li pêvajoya me ya dawî jî tê, ez ê tekoşîna azadiya gelê Ernawit bînim bîra we. Ronakbîr û rojnamevan û ferhengnivîsê Osmanî “Şemsedîn Samî” ( bavê Alî Samî Yen) û birayên wî, gelek beriya “Kurdistan”a me ya Celadet Bedirxan ew jî rojnameyek diweşînin û roj bi roj bi deh hezaran li tevahiya Albanyayê belav dikin. Ew, gelê Ernawit di warê perwerdehiya bi zimanê Ernawit de şiyar û serwext dikin. Gel, bi tevahî pergala perwerdehiya Osmaniyan ( wan salan Îtîhadiyan kiribû Tirkî) protesto dike û di nav gelên misilman de cara ewil xwe ji nav dest û lepên Osmaniyan rizgar dike; dibe xwedî dewlet… (Ernewidan, peykerên her sê birayan jî li qada herî fireh a Tiranê danîne. Di heman demê de Cemal Paşa waliyê Sûriyê ye, li vir jî bi qedexekirina Erebî namîne, elfabeya Erebî jî dike biguherîne û wek Latînî tîp bi tîp ji hev cuda bide nivîsandin; lê ji bilî çend ronakbîran, ji ereban ji kesî ti deng dernakeve) Ez bi têkoşîna azadiya vî gelî, ji Kurdistana Celadet Bedirxan hesiyam; dûvre min hinek vekoland, dît ku, ew heşt salan bê rawestin li ser girîngiya ziman dinivîsin û di her hejmarî de çalakî û nêrînên xwe û yên gel radigihînin raya giştî… Ev yek bo afirandina rojevek neteweyî û bo têgihîştina girîngiya çapemeniya neteweyî nimûneyek pir palkêş e. Heke wê çaxê, wek îro li me Kurda dikin; Osmanî xwedî çapemeniyek xurt bûna û alîkî Ernawidan ber bi xwe ve bikişandina, serhildana vî gelî an wê têk biçûya, an jî wek ya me pir bi derengî biketa… Îcar werin ser malmîratiya me... Hûn jî dizanin xeynî Roj Tv û çend televîzyonên me yên bi navgîniya satelîtên biyaniyan weşanên xwe dikin, em ne xwedî medyakek xurt û bihêz in... Piraniya gelê me ji xizniyê dibe , ji nezaniyê dibe, ji xemsariyê dibe ji van televîzyonan jî bêpar e ... Çapemeniya me ya nivîskî jî ji hêla kartelên belavkariyê yên serdestan ve nayên belavkirin. Dem bi dem bên belavkirin jî, bi qewlê Ehmedê Xanê; ji ber ku em “li siwadê (nivîs) çavnas” nînin, ên çavnas jî heyran û qurbana rojnameyên biyaniyan in; bi têra xwe nirx û qedrê rojnameyên xwe nagrin, wan nastînin, naxwînin; ew jî ji qudûman dikevin dilewizin, dilewitin, nikarin rojnamevanên profesyonel bixebitînin û peywira xwe torelî bînin cih... Bi hezaran kul û keserên me yên neteweyî an veşartî mane, An bi destê qelemşûrên serdestan bi awakî berovajî hatine ragihandin, An di nav rûpelên rojnameyên me yên bi çar-pênc hezaran çapkirî û belavkirî de bi hêstirên çavên me rebenan şil bûne; bê ku kes pê bihese winda bne çûne... Mînakek bo girîngiya afirandina rojeva Kurdî; Zarokên me bi salan kevir avitin dagirkeran... Me di serî de qet nekir rojeva xwe; serê xwe pê neêşand. Bi sedan hatin zîndankirin, Çendikî şûn de, me di ber xwe de, di çapemeniya xwe de got; “ew zarok in, destekî goşt in; nezan in; guneh in... Di girtîgehan de êdî bo tînerciyan cih nema bû, bazar li rojnamevan û siyasetmedarên Tirka teng bubû; ji tirsan newêrîbûn ji mal û karxaneyên xwe derkevin; di medyaya Tirk de xwedê giravî ronakbîrên wan ên dilşewat derketin gotin; “zarokên Kurd, kevir avitinê wek leyistok dizanin...” Ew gotin; “ev zarok ji travmaya şer nexweş in, nexwendî û nezan in; zarokên kolanan in; ên bixwedî di nav malbatên hejmarkî giran de bê hezkirin û bê şewqet in ” Gotinên wan li xweşa me jî çûn. Me bi çepik û bi tilîliyan ew rojnamevan û pîspor û ronakbîr û siyasetmedaran pîroz kirin. Di rastiyê de ev rojev ji hêla dagirkeran ve hatibû destnîşankirin; em jî li ber bayê wan ketin... Rastî çibû? -Ew zarokên me yên welatparêz ên herî ji dil û can bûn... -Ew ne nexweş; zarokên herî “baqil û maqûl ên Kurda” bûn... -Ew xwedî nasname û kesayetiya xwe bûn... -Ew adrês û wateya kevirê xwe baş dizanibûn... Me gere bigota ne ew ; zarokên me yên em dikin nakin “kevir navêjin” nexweş in... Ew, nezan û perîşan in... Ew, bê ziman û bê nasname, sûtalên kolanên metropolan in... Ew tînerkêş û balîkêş û tîryakkêş in... Ew diz û qapqaççiyên bajaran in... Ew di dibistanên Tirko de wek reşikên di nav çermsipiyan de stûxar in; ji sedî 90’ê wan, an di xwendinê de neserkeftî, an fîrarê dibistanan in... Zarokên me yên kevir navêjin û diçin dibistanên we û bi zorî biserdekevin û dixwînin, ji bela bênasnametiyê, şermok û lerizok in ; ji rastiya gelê xwe pirî dûr in; qul tune bikevin; ji xelkê re masîgir; ji xwe re kûsîgir in. Kesayetiya wan şikestî, zimanê wan heliyayî, bo pêşerojê bêhêvî û bê bendewarî ne... Dawiya dawîn divê em ji sikura zarokên xwe yên “keviravêt” bikevin û ên “kevir neavit” bînin rojevê... Medyayaya neteweyî; li ber bayê serdestan neketin e... 23 Îlon 2010 Mamoste Marûf

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin