7.03.2009

Kartol-mirov

Gotinek pêşiyên Fransizan a pir û pir xwş heye: “L’homme en pomme de terre” Ez vê peyvê wek “kartol-mirov” werdigerînim Kurdî. “Mirovê ji kartolan” jî dibe.

Kartol; cûreyek zebzeyan e û jibo mirovan xurekek gelek girîng e. Lê ev dayîna Xwedayê jorîn a “bi xêr û ber” xwedî taybetmendiyên sosret in jî.

Hûn jî dizanin; pelên wê li jor, li rûyê erdê; seriyên wê yên bi xêr û ber di bin erdê de ne. Di pelên li jor li ba dibin de “alkolît”ên ku heta tu dibêjî bi jahrî; di binî de seriyên bi nîşast(%20) û bi proteîn (%12) barkirî veşartî ne...

Ev seriyên bi axê niximî, xwedî 95 kaloriyan in û wek “kartol” tê binav kirin.

Mirov jî wek kartolan candarek ji candaran e; lê qada jiyana wî dijberê kartolan e...Gava mirov dikeve binê erdê, êdî kêrî tu tiştî nayê. Qedr û qîmeta wî, merîfet û hunerên wî, caniktî û camêrtya wî , jîrektî û mêrxasiya wî xêr û gunehên wî hebin jixwe li ser erdê dimînin ; tunebin jixwe tune ne...

Mirov gava pesnê kesekî din dide, qala lîvbazî û tevger û rabûn û rûniştandin û gotin û kirinên wî yên li ser erdê dike; ne yên li bin erdê...Wek mînak tu car nayê gotin ku; “filankes ewqas camêrtî kiriye ku, di gorê de, di şûna cot-meran de, mêvandariya cot-kevokan kiriye û ew kevokên çav belekan di devên xwe de jê re ji kaniyê av; ji firûnê nan anîne!

Dîsa mirovek jîr û jêhatî dema dike pesnê xwe bide bi kar û şuxulên xwe yên li rûyê erdê dide, ne bi yên bin erdê...

Lê, di cihana derewin de hîn mirov hene wek kartolan li ser erd jahrî ne, bi axû ne... tu sermiyanek wan ê berbiçav tune ye ku pê pesnê xwe bidin; xwe pê çêkin, pê şad û serfiraz bin... Ew zor didin binê erdê. Qala miriyan dikin. Ew mirî, carinan bav û kalên wan in, carinan heval û hogirên wan... Carinan jî lehengên hin bawerî û îdeolojiyan in... Ew mirîyan ewqas mezin dikin ku hema bêjê dikin şûna pêxemberan! Bi ya wan bi pesndayînê, ew bi xwe mezin dibin , serên wan jî, wek “ew pîrozwaran” digihîjin ezmanan! Di çanda Fransizan de ev cûre canik û camêr wek “kartol-mirov” têne binavkirin.

Belê we kartol-mirovan naskirin:Îcar em werên dora çanda “kartol-miroviyê” Di dîroka mirvatiyê de serkêşiya kartol- miroviyê nijadperst û faşîst û û feodalan kiriye. Ne hewce ye ku hûn pir serê xwe biêşînin; li jiyana Hitler binêrin, hûn ê di kesayetiya wî de bi çavên serê xwe “kêm aqil û famkorekî, beredayî û bêkêrekî li rûyê erdê” bibînin. Lê, di warê pesndayîna “miriyên Germenan ên di bin axê de” hûn ê rastî kesekî pir jîr û jêhatî werên...

Di çanda tirktiyê de jî “kartol-mirovî” xwedî cihek pir taybet e. Ji Jontirk û Îtîhatparêz û sazûmankarên komarê bigire heta neviyên wan ên îro, di şûna kar û bar û xebatên jibo welatek aram û pêşketî, jibo cihanek aşitiyane û demokrat hemû hêz û quweta xwe dane-didin hestiyên miriyan ên di bin axê de veşartî ne. Li ser erdê ew “hîç” in. Di qada huner û zanist û aboriyê de tu tiştên wan ên xêrê tune ne ku pê serbilind bin. Ew in Mete Xan ê ku wek xewnên şevan kes pê nizane ka rast e an derew e... ew in Atîla û Tîmûr û Cengîz ên Xwedê giravî tirk in... Ew mane Mîmar Sînan ê bi Esilkî Ermenî, Padîşayên Osmanî yên “ji tirktiyê sil” mane. Belê di dîroka Tirkan de camêr û canikên hêca yên wek Ûnis ê dilşewat, Xoce Nesredîn ê rûken hene û mafê Tirkan heye ku ew bi wan serbilin bin; lê bayê neteweperestiyê ya ku ew li ber ketine di wan de tu hiş û aqil nehîştiye ku ji xwe pirsa “em bi xwe çi qenciyê dikin, em kîne û bi kuve diçin? ” bikin... Sibe êvar radibin rûdinên pesnên xwe bi hestiyên miriyên di bin erdê de didin...

Di kurdayetiyê de jî gelek mînakên kartol-miroviyê hene. Bi taybetî di kevneşopiya me ya feodal de ev çand pir balkêş e. Di pêvajoyên hilbijartinan de hûn wana divê baş nas bikin. Ew in di jiyana xwe de nebûne dermanê tu birînan lê kurê filankes axayî ne ...

Ew in nikarin du berxan biçêrînin lê dikin bajarekî birêve bibin; jiber ku neviyên bêvankes şêxî ne...

Ew in bi salan in di metropolên tirkan de kîsê xwe tijî kirine, haya wan ji gel û welat nebûye, bavê xwe jî nas nekirine lê, ji mala nizam kîjan axayî ne...

Ev “kartol-mirov” gava dikevin nav civatê bertîlxur û “yaxçî”yên li derûdorên wan jî baş dizanin ku di wan de tişt tune ye, vik ûvala ne, di cih de zor didin bin erdê: “ –Heyran, em bav û kalên we nas dikin, ew mirovên pir maqûl bûn”

Kartol-miroviya me ya hemdem di destê “Tirşikxur”ên neyarên Tevgera Azadiyê de ye. Ew jî jibo welat û vî gelê bindest ne xwedî kar û şixul û projeyên ji xêrê ne. Hebûna xwe li ser çêr û dijûnên li Tevgera Azadiyê dikin avakirine... Ew tim ûtim pesnên xwe bi lehengên rehmetî yên wek Qazî Mihemed, Mela Mistefa, Şêx Seîd Efendî, Seyîd Riza didin û xwe biwan çêdikin. Tişta herî ecêb û sosret ev e ku ; “ ew destana mêrxasî û caniktiya li ber çavên wan tê nivîsandin qe nabînin! Derd û kul û meraqa wan bin erd e. Ez bixwe Serhedî me. Li herêma me xwarina tirşikê kes nas nake. Gelo kartol jî dikeve tirşikê?

Mamoste Marûf

6.03.2009

Gû bi berfê nayê veşartin

Navê wî yê rastîn Kerem bû. Hemû zarokên gund, me pirî jê hezdikir, navê wî bi zimanê xwe yê zarokatiyê şirînkiribû û kiribû ZEZE… Zeze kesekî pir baqil, jêhatî û mirovhez bû. Kenê guran bi henekên wî dihatin. Henek û gotinên wî tev yên wî bûn; ew wana ji ber xwe derdixist û ji zarokên hêj nû berfehmkî bûne bigre heta kalên heftê salî, pêşkêşî tevahiya gundiyan dikir. Bi taybetî ji zarokan bê hed hez dikir û tu car ser wan de ne dişikand, ji wan nedixeyîdî. Lê, ger di dirêjahiya temenê xwe de carek be dilê Zeze ji zarokekî mabe, ew mencenîq, ew tixa ez bûm! Di şeş saliya xwe de ji gund derketibûm û li navçeyek Tirkiyeyê, bi gotina Zeze, dest bi xwendina paşpaşkî kiribû. Çima ku ez diçûm dibistana tirka, Zeze li min hatibû xezebê; evqas nebe jî ez liber dilê wî bi qasî zarokên din ne meqbûl û muhteber bûm. Bi havînan, min pirî bêriya gund dikir, gelek caran min diziya bavê xwe dikir , bêrika wî dişêland û berê xwe dida gund. Gund çi bû ? Çiyayê Bilqikê, çem, gihayên çolê û Zeze…Lê mixabin ez çiqas li dorê dihatim diçûm, min jê re palûpûsiyan dikir na; li min nedihat rehmê… Rojek min kir ez pesnê wî bidim û bikevim çavan. Serê sibê rabûbû, rûyê xwe kur kiribû, pora xwe bi paş ve şehkiribû. Çawa min çav pê ket, min got: “sibeha te bixêr Zeze; bi serê pêxember tu îro mîna Kemal dixûyê!” Ez li ber bûm ku wê Zeze bi min bikene û kêfxweşiya xwe nîşanî min bide; serê min mizde. Çer min dawî li hevoka xwe anî , hey dît Zeze xwe avêt kevirek ji erdê girt û got req û li nava serê min xist! Alîkî ve bera min dida, alîkîve jî wiha diqîriya; Kemal bavê te ye! Hela tu vî tixayî dibînî, navê kî li min dike! Ev bûyer çil sal berê qewimî . Zeze çû ber rihma Xwedê… Niha zaro û neviyên wî gund şên dikin. Nifşên nû yên ji pişta Zeze diçin dibistanên Cûmhûriyetê, lê di mijara Kemal de wek Zeze difikirin. Ew baş dizanin ku; sebeb û berpirsyar û kirde yê piraniya xirabî û afat û tofan ên ser kurda de hatiye ew e… Kê û kî pesnê wî bide, bike wî şirîn ke, kes pê bawer nabe; ew camêr û canik xwe pê xera dike. Çima? “ -gû bi berfê nayê veşartin” lewma. Mamoste Marûf

çanda dagirkeran red bikin

Bi ya Rojnameya Tarafê, roja ku gerîla avêtibû ser qereqola Bezeleyê, leşkerên tirka di şûna ku welatê xwe bipaêzin, bi gerîla re şer bikin li bajarên Kurdistanê nêçîra panqartên bi kurdî kirine. Ev nûçe pir û pir girîng e... Leşker bêhtir ji gerîla na; ji zimanê Kurda ditirse... Ew baş dizane ku ger ziman çû; pêv re nasname jî ji holê radibe û gerîla jixwe namîne . Dijmin dixwaze mirazê dilê xwe hêdi hêdî bîne cih; Îsal nebe salek din. Di vê sedsalê de nebe di sedsala din de wê Kurd xwe ji ziman bikin û bikevin qalikê wan wek Tayîbê bi esilkî Gurcî lê bi devkî tirk; wek Kamiranê dê-file bav- kurd lê neotirkê ser hişk ; wek bi sedhezaran Ereb ên Sêrtê yên Tirk perest, wek Qereçî yên bê nasname, wek Çerkez û Abahaz û Pomak û Mihelmî û Boşnakan Wek bi sed hezaran Manawan Tev bi devkî tirk, piranî bi dilkî jî ser de... Êdî ji çi ditirsin? Ji şer û pevçûnên di gund û bajarên Anatoliyê... Belê... Çima hûn dizanin; dibe ku bi mîlyonan kurdên nezan ên ku li ber asîmîlasyonê ne, bi neyartî û nijadperestî û şovenîzma tirka bihesin û ziman û çand û nasnameya tirkan ji binî ve red bikin û li xwe varqilin, şiyar bin... Profesorê Tirk ê pir bi rûmet û payebilind û delaliyê dewletê “Halîl Înalcik” di hevpeyvîna xwe ya 12 kanûna 2007’an a di rojnameya Milliyetê de, şîretan li dewleta xwe dike û dibêje : “pişta kurdên di metropolan de mizdin û xwepêşandanên li hemberî wan(lînç) bidin sekinandin... Bi awayek din ew dibêje; “ kerra bi guh nekin” Çer heye ew ên werên ser dînê me... Divê em nekevin xefik û dafikên tirko û zûtirîn li ziman û nasnameya xwe xwedî derkevin... Bi gotinek din bi kurdî bijîn û çanda dagirkeran ji binî ve red bikin, lanet lê bînin... Mamoste marûf

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin