3.03.2009

Kurdên asîmîlîyekirî wê serê kî bixwin?

Mirov dikare bêje; êdî li Asyaya Biçûk, ji ber bi dehan zimanan ku heta dawiya hilweşandina Dewleta Osmanî jî li ser xwe bûn, du “ziman ên zikmakî” yên zindî bi tena serê xwe mane; Tirkî û Kurdî... Ev her dû ziman di heman demê de du bere(enî, alî) yên dijber in: ji wan yek bere ya kapîtalîzmê û şovenîzmê û kevneperestî û nijadperestî û dîktatoriyê ye; ya din bereya demokrasî û azadiyê ye.Bereya yekemin hemî gelên asîmiliyekirî yên durû, kapîtalîstên piştgiriyên emperyalîzmê, olperstên bazirgan, mîlîter û mîlîtarîstên faşîst di kozikan de (mewzî) bicih kiriye. Bereya duyemîn; ji gelê kurd û heval û hogirên wî, ji gelên ji êşa asîmîlasyonê bêzar, ji sosyalîst û misilmanên ji dil, ji kedkar û xizan û belengazan û ji ronakbîrên bi anor û bi rûmet lêkirî ye... Bi ya min nîşane û kaxizê turnesolê ya bereya demokrasiyê ne Kurd û Kurdistan e; bi tenê ziman û nasnameya kurda ye... Ji ber ku “yên xwedî hişmendî û yên ji dîrokê hayîdar in” baş pê dizanin ku li ser vê erdnigariya kambax, tu netewekî misilman, bê ziman û bê nasname duh liberxwe nedaye, îro hew dikare liberxwe bide! Bê ziman û bê nasname kerên guh-sist ji dizanin ku çi kurd dibe kurd, çi Kurdistan dibe welatê wan... Di serî de divê kurd, dûvre jî heval û hogir û piştgirên wan bizanibin ku: Kurdekî bê ziman “Kurdboregî”ye; xwarina “ser lingan” ên hemî peyayan e... Kurdên bê ziman û bê nasname wek “gelên Anatoliyê yên asîmîlekirî” pehlewanên nanoziko yên xelkê, fêlbaz û konek û takiyekarên siberojê ne... Kurdekî bê ziman û bê nasname Îdrîs û Şêx kamûranê(!) Bedlisî ye... Kurdên bê ziman û bê nasname Beko yê Ewan û Rêber û Dîyap ên berê; “60 parlemanên AKP’î yê iro” ne... Tetîkkêş in, xwînxur in celad in, dizên nîvê şevan, “kapkaççî” yên navrojê ne... Ji ber vê rastî ya evqas zelal; îro çi tirk, çi ereb, çi laz û çerkez û pomak û ermenî; çi sunî çi elewî ; çi sosyalît çi lîberal; çi kedkar çi ronakbîr, çi aşitîxwaz hemî canik û camêr divê li pişta Tevger a Azadiyê ya Kurda rabîn, hevkariya wê bikin. Bi zanetî, bi dilgermî û bi dilsozî, rasterast Kurdîheziyê bikin û pêşî li asîmîlasyona Kurda bigirin... Ewilê ewil ji bona ewlehiya can û malên xwe... Çima? Ji ber ku kurd qet naşibin gelên din ên ji kafkasan û ji balkanan hatine Anatoliyê. Ev gel, dora pêşî li wan deran bi destê Bulxar û yunan û sirb û bulxar û yunan û sirb û ûrisan hatibûn kedîkirin; ligel helîmî û selîmya wan, li Anatoliyê bi destê tirka ji binî ve hatin xesandin. Lê kurd, zarên azadên çiyayan in... Kedîkirina wan a bi destê biyaniyan li alîkî, yên ji tevgera azadiyê dûr in, guh nadin bavên xwe jî û ji bo seyek gurêx deh mêran dikujin, jin û makên xwe jî ser de! Bazil Nîkîtin derheqê edebiyata kurdî ya devkî de dibêje “ tê de azadî û serbestîyeke temam, heta meriv dikare bibêje anarşiyeke gotin û vegotinê heye” Mehmet uzunê meyê gorbihûşt vê nêrînê jidil dipejirîne û wê wekî sedema bêdewletbûna kurda dibîne û wiha lê zêde dike: “... welê dixuye ku çêbûn, rabûn û rûniştina wan, di tu warî de, li disîplîn û li dîsîplîbûnê nayê” ( Mehmet Uzun, Destprka Edebiyata Kurdî, Weşanên İthaki-2005, rûp:37) Kurd ên duh ên bê pergal û bê serî û bê berate , bi tevgera azadiyê re ev sih sal e, xwe bi sazî û dezgeh, bi kitêb û pênûs dikin... Kurd, çav lê ne, wek 12 hewariyên Îsa, wek sehabiyên dewra seadetê, wek şoreşgerên komûna Parîsê li seranserê cihanê bibin pêşengên azadî û serfiraziyê... Gotina xwe ya a dawî pêşkêşî “hemû mirovên li ser axa vî welatî dijîn û dixwazin ev çend rojên vê cihana derewîn bi hev re, di nav aşitî û aramiyê de derbas bikin” dikim û dibêjim; hûn in hê nikarin bi hezaran xwînxwar û takiyekar û diz û mafyakar û çeteçî û talakeran; de ka hûn ê çawa bikaribin bi 20-25 mîlyon Kurdên asîmîlîekirî û “ji mirovatî kirî” wek neviyên rûm û laz û çerkez û gurcî û abhaza û roman û pomak û arnawutan, cehşên kurda jî ser de; yên li Trebzon û li Sakaryayê û li bozûyûkê derpê “ji qwîn” avêtî! Mamoste Marûf

Ger em hebin ew ê tunebin

Heta damezirandina Komara Tirkiyeyê, hejmara Tirkan, em bi awayek din bibêjin; hejmara yên xwe wek Tirk bi nav dikirin, endamên netewa ku Kemal Ataturk û rêhevalên wî yên jontirk û Îttîhatparêzan; dixwestin Anatolî û Kurdistanê li ser navê wan qeyd û tapî bikin, bê xilaf, ji şêniyên “gundekî gur” (qelebalix) kêmtir bûn, ne zêde... Ez dibêjim çend sed peya bûn, hûn bêjin çend hezar... Belê rast e; bi taybetî li Anatoliyê, gava mirov rastî hev dihatin, an jî kar û barên wan diketin aliyê hevûdu , ji neçariyê bi hev re bi zimanekî Tûranî yê ne têkûz, bê rêzik, tevlihev, berhevkirî, gund bi gund tax bi tax ji hev cuda diaxivîn.Lê gava te ji wan pirsa “ tu kî û kê yî?” bikira; ew xwe tucar ne wekî Tirk; xwe wek ; “Kurd, Ereb, Ecem, Çerkes, Çeçen, Gurcî, Abhaz, Mihelmî, Roman(Qereçî), Laz, Alban (Arnewid), Boşnak, Dagistanî, Qerepapax, terekeme, Pomak, Rum, Ermen, Cihû, Asûrî, Kildanî, manav, yorik(koçer)” didan nasîn. Werên li vî ecêbî û li vî gosirmetî; Tirk di Kurdistan û Anatoliyê de na, bi tenê di çend bajarên Ewropayê de hebûn! Ew jî “jon-tirk” bûn û di dawiya sedsala 19’an û di destpêka 20’an de ji Stembolê wek Osmanî çûbûn Parîsê û li wir hişê wan hatibû serê wan (!) û bi xwe hesiya bûn û bubûn “Tirkên Qehremanên bi nav û deng!” Ew bûn çend murîdê wan ên Stembolî bûn... Li Mezopotamyayê û li Anatolyê tu kesî ne bihîstibû, nas nedikir netewek bi navê Tirk! Lewma ew, dîroka xwe ya kevin û qedîm a tije bi xêr û ber û bi mêranî û mêrxasî û bi qehremanî(!) ; girêdan bi Atîla û Cengîz û Tîmûrê ji Asyaya Navîn... Ev her sê kes jî, ji aliyê gelên Kurdistanê û Anatoliyê ve wek; “ mirovkuj, Xwînrij, har û hov dirîndeyan dihatin nasîn... Ev “navên bi tirs û xof jî “têra Jontirkan nekirin “gurê boz”ê devbixwîn jî kirin dewsa bav û kal û rêberê xwe û pê gelên kevnare û xwecih û xwedî olk û erd û pîşe û şaristanî yên Anatoliyê tirsandin û ax û welat ji wan stendin û an ew kirin der, an kuştin, an bişaftin, helandin û dawiya dawîn dest danîn ser hemû dewlemendî û çand û nirx û hêcayiyên wan...Yên mayî; Z.Gokalp û Kamiran Înan û Gênc Qemer û nizanim kî û kê yê Kurd; Qiliç Elî û Muşîr Zekî û Deniz Baykal û bi mîlyonan Çerkez; Mesût û tayîp û bi sedhezaran Gurcî; Hîkmet û Elo û Misto û Temel û kul û kuruder û êdî nizanim kî û kê yê Laz û Qereçî û Ermenî û Rum û boşnak... Ev tev ketin dilqê gurê boz û kê û kî ne jiwan bin, kê û kî “paradîgmaya ji derewan pêkhatî” nepejirandibin ji holê rakirin... Ên li ser xwe man jî gefan li wan xwarin, tirsandin çewisandin kevirê aşê bê av li ser serê wan gerandin, ji mirovatiyê kirin; gelekên wan bi kemçûran kirîn, ên din veguherandin gur û cinawiran! Belê gava mirov li dîroka li ser navê “Tirkiye û Tirktiyê” hatiye nivîsandin dinêre, dibîne ku; hemî tiştên ku ew pê pesnên xwe didin û wek şoreş û reform û pêşveçûn nîşan didin, di rastiyê de kar û kirinên tunekirin û bişaftin û jiholêrakirina netew û civak û kes û kesayetiyên din in; çilmisandin û hişkkirina kulîlkên din ên Anatolî û Kurdistanê ne ... Li şer û komplo û komkujiyên van heyştê salên dawiyê binêrin; bona çi ne? Tev jibo tunekirina Rum û Ermenî û Kurd û gelên din ên nîştecihên kevnare yên bi hezaran salan in bi nav û deng ên vê axê ne... ji şoreşa elfabeyê bigirin heta ya cil û bergan; ji zagona yekitiya perwerdehiyê ( Kanûna tevhîdî Tedrîsat) heta ya paşnavan; ji rakirina ocax û dergahên şêxan; ji guhertina navên bajar û gund û mirov û çiya û deyştan bigirin heta qedexekirina navên lawir û kulîlkan, kar û xebat û şoreş û reform û renesansên wan ên ewqas mezin , derd û kulên wan ên bê derman, hebûna gel û çanda yên din in... ( roviyê me yê vulpes vulpes Kurdistanica, laleya me ya tulipes Kurdistanica, pezê Ermeniyan ê bi navê ovis Armeniana, dîsa mamiza Ermemeniyan a bi navê capreolus capreolus Armenius- ew jî wek xwediyê xwe – nikarin li ser erdnîgariya xwe bi nasnameya xwe bijîn!) Welhasilê kelam yên “bi namûs û bi şeref û bi hejmarkî û bi moralkî bi hêz” ew man, Kurdên li serê çiyayên asê man... Ew çend caran serî li ber yecûc û mecûcan, zalim û dagirkeran rakir, bi mîlyonan hatin kuştin, tî û birçî man li serê çiyayan; lê dîsa jî serî ne tewand, çok dananî li ber neyaran Çi Tirkên rasteqîn, çi Ermenî çi Gurcî, çi Çerkez çend û çendik kesên heta niha ji tirsan di kuncikên xwe de teliyabûn, melisîbûn; çav dan Kurda û serê xwe rakirin û gotin; “-vaye em jî hê livir in, li ser xwe ne!” û piştî heyştê salan xwedî li nasname û kesayetiya xwe derketin. Hin caran yên wek Tayîpê “Gurciyê veşartî” lê, di nav civatê de bê esil û bê kok û bê asas (bala xwe bidinê Xwedê giravî ew doza yek al, yek netewew û yek welat dike lê, bixwe tu car nabêje ez tirkim ) Denizê ji doxîna çerkezan, Demirelê Balkanan tev jibo berjewendiyên rojane, hin caran devê xwe vedikin û bi awayek nîvco navê Kurda li ser zimanan digerînin. Lê wê demê “neviyên Jontirkan ên general û profesor û fabrîkator û rantxur” di cih de di kuncikên tarî de bi qirika wan digirin û dibêjin: “- lawo huşbin! We çi zû jibîr kir em jî, hûn jî wek xewnên şevan derw in; me navê Tirktiyê lixwe kiriye û hemû mêrg û zevî û xan û xaniyan dane ber xwe, ji wan stendine. Ma Hûn nizanin; xwediyê vî welatî ew in; heger ew hebin divê em tunebin! Huş bin; kera bi guh nekin! Îro ew tune ne; loma em hene! Lê ew nizanin ku mirov demokrasîxwaz, aşitîxwaz û welatparêz bin; erd û ezman liber wan fireh dibin, tê de mirov tev bihev re wek bira bi cih û war dibin... Mamoste Marûf

Ji neyarên min ên totikvala re...

Ez, Agirberdana çol û çiyayên me Serobinîkirina bajar û gundên me Kuştina zarok û zêrçên me Telefkirina xezal û pezkûviyên me Kuştina hechecok û şarûlên me Şewitandina morî û kurmik û tirtûlên me Qelandina axa welatê me Şermezar nakim… Ka bipirse, bêje çima? Lo lo, dujminê min ê ehmeq! Ev hezar sal e em bi hev re ne Te ji zimanê min tu tiştek dernexist, çû! Em peyva şermê ji bo mirovan bikartînin Yên şerm nakin lawir in Em lawiran tu car şermezar nakin… Tu hûtek tirsonek î, ji ber ku neheq î, serde jî pir û pir ehmeq î Bi sonda qesemê tu nikarî mêş berdî ser gûyê tu kesî Rojek bê wê kurd bibînî birinek bê derman di canê te de, tu yê pê nehesî! Jixwe, êdî ecelê te jî hatiye, lewma tu ewqas har û hov î, cilq û dilqî, berzeq î Tu nikarî bi kerê, bi dora kurtan keti, hêrsa xwe di serê kurdên xizan û belengaz ên ketine ber bextê te de didî der... Tu nizanî ku ew bi mîlyonan in; îro dibe ku gelek ji wan li ber te rû nerm û dev bi ken bin; lê heger tu dev ji lawiriyê bernedî wê dewrana te ser te de wergere û tu yê bi Brûtûsan ve werê dorpêçkirin û rê ya revê jî bi destê te nekeve! Îcar dora Henri Heine’e, (1797 -1856)de ka guh bidê, ew 150 sal berê ji bo mêtingehkarên paranoyak û totikvala yên wek te çi gotiye: “Ehmeqno hûn çi li çanteyê min digerin! Dê hûnê tê de, tu car tu tiştî nebînin,! Malên min ên qaçax di qafê serê min de ne Ez, ku de diçim ew jî bi min re ne!” Mamoste Marûf

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin