2.03.2009

Ev çi hal e

Zarokên heri bi şeref û bi xîret ên Kurdistana pîroz li serê çiyaya û baniyan namûsa me diparêzin... Ew ligel hemû xeletî û şaşitiyên mezinên xwe, dîsa jî liber xwe didin, li ber neyarê devbixwûn çok danaynin... Ew; dibe ku pişta dijminê ji qelaxa rêxê daneynin erdê lê, di dîroka vî gelî de tim û tim bibin sebeba şiyarbûna bi mîlyonan kurdên ku heta roja îro ji xewa Eshabê Keyf serê xwe ranekirine... Şêrên tevgera azadiyê, em qurbana binê lingê wan bin, rukn û şert û mercên mirovatiyê û Kurdayetiyê li ser navê me tînin cih, ew ne guneh in, ne heyfa wana ne, di rastiyê de ger dadgehekî di qada wîcdanan de hebe, mehkûm û tewambar em in... Hêsîr û reben jî em in... Bi hiş û bê feraset jî em in.... Me ji xwe cihanek ava kiriye(di rastiyê de hucreya kurmê hevrişîmê ye) û em tê de xwe dixapînîn, bilî dikin, dema xwe diborînin û ji me trê tiştekî dikin... Hevalno, şer jî wekî hemû beşên jiyanê bi gorî qanûn û rê û rêbazên xwe dimeşe...Ev rê û rêzik û rêbaz ji zanistê dizên....Ez dil nakim bibêjim lê, bi ya gelek zanistan şer jî beşek ji zanistê ye... Lê ger ev nehat hesabê we û we nepejirand, ya ji sedî sed rast ev e ku “zanist tim û tim di xizmeta şer de ye” Şerekî ji zanistê dûr bê meşandin tu car bi serkeftin bi dawî nabe.... Em li ser şerê xwe û bikaranîna zanistê hinek serê xwe biêşînin. 1-HAZİRKİRİNA GEL Jİ BO ŞER: (PAŞİYA BEREYÊ ŞER) : Ji bo amadekirina gel ji bo şer, motîvasyonek gelek xurt divê.... Gere gel baş bizanibe ku dijmin ji hebûna Dinyayê bigre dîn û îman jî tê de, heta namûsê, her tiştê wî bi nîvî jê sitendiye wê îcar bi tevahî jê bistîne... Gere gel bizanibe ku zimanê wî ji dest çûye, navê wî maye dê wî jî dikin jê bistînin... Gere gel bizanibe ku Kurdistan welatê herî dewlemendê Cihanê ye û belengazî û stûxwarî ya wî ji ber dagirkiriya welatê wî ye... Gere gel bizanibe ku ew heta kole be, pale û xulamê Çûkûrovayê ye, karkerê erzanbihayê atolyeyên textîla Tirko ye.... Gere gel bizanibe ku baskên wî hebin û li hewa fir de jî li ber çavên tirko ew tim û tim KİRO ye, Kurd memed e, hasso ye, bê rûmet e, can û malê wî jî ne di ewlehiyê de ye... Lê hezar car heyf e ku, ev çend sal e, hemû cihan pê dizane “ wê dijmin me ji holê rake, derba dawîn li me bixe !” lê em bi salan e diqîrin dibêjin “Aşitî û aşitî !” Xwedê qehra xwe li vê peyvê bike... Ev çi afat bû ser me de hat! Ev peyv bû “gûzanê destê sinetçiyan û bi sedhezaran babaegîdên me xesandin! De bes e, ji bo xatirê şehîd û stûxaran, de bes e lo... Ev çi xeberdan û stratejiyek tewşo mewşo ye... Di dîroka mirovahiyê de lê bigerin, tu gel bi vî awayî şer kirî ye... Gel ditirse bi neyarê xwe re hêrs bibe, di cih de an dibe neteweperest, an dibe paşverû... Hûn û Xwedê, mirov ji neyarê xwe hez dike ? Ger ne dijmin e , dostê me ye, me aqilê xwe zayî kiriye, me derpê ji qîna xwe avêtiye em bi dostên xwe re şer dikin!!! Ev çi ecêb e, çi rewşek sosret e... Hevalên hêca, îro Cihana hemdem bi zanistê û bi pragmatîzmê bi rê ve diçe. Ger encama karekî neyê pîvandin, ev encam jî serkeftî nebe berpirsyar ji kar tên avêtin, general ji peywirê tên dûrxistin, serok ji text tên xwarê! Duh di cenazeyê Vedat Aydin de bi sed hezaran kurd di nava du rojan de “bê ROJ TV” gihiştin hevûdu... Îro dijmin dibêje;” min ji we bi sedan kuştin”, çima em bi mîlyonan nacivin ser hev? Mejiyê gel me bi destê xwe tevlihev kir. Dost kiye neyar kiye , me ji binî ve xwe şaş kir. Bi sê telaqan, yek sê roj bêje biratiya pez û mirovan, ez heta mirinê goşt naxwim... Ev gotinek ji rêzê nîne; pirtûkên li ser psîkolojiya şer bixwînin... An li TV’yên dewletê temaşe bikin... Ji rêzefîlman bigre heta nûçeyan gelê tirk ji bo şer amade dikin, em... Ez dizanim, li zora hin hevala diçe, realîte ev e... Zanista pozîtîf jî vê rastiyê dibêje, Dînê mubîn jî wiha dibêje... Ger pêxember negota ji kafiran dostan nehewînin, wê misilmanan şer bikirana??? Kî û kê vî zirar û ziyanê da me? Berpirsyar kî ye? Şîrketek tîcarî saleke zirar bike, rêvebirê wî li ser kar dimîne? Duh li Amedê deh hezar, em bêjin bîst hezar mirov civiyan... Çi diqiriyan; aşitî ! Bijî Serok Apo! Ma qey li hemberî Tîmûr û Cengîz, aşitî bi vî hawî bi dest dikeve? Serokekî bi vî hawî tê azadkirin? Jiyana Gandî kes ji me nexwendî ye? Ger Gandî serokê kurda bûya dê ew di serî de şûna pasîfîzmê de rê û rêbazek din neşopanda? Ewê dîsa bigota Aşitî! Ger Îngîlîz qasî tirko devbixwîn bûna, Gandî û bi sed hezaran Hîndiyan bi tevahî gulebarannekirina, nekuştina? Serde jî di şert û mercên 60 sal berê de... Ger Gandî ji gelê xwe re behsa wehşeta Îngîlîzan nekira, gelo bi mîlyonan Hîndiyên rût û repal mirina xwe dikirin çavê xwe û xwe dikirin mertalên zindî li ber serokê xwe... Ger Gandî federasyon bixwesta wê Îngîlîzan çi bidana Hîndiyan... Rast e, dewletek serbixwe di şert û mercên îro de ji bo kurda zor e lê, tu ji bo çêleka xwe ya li ber firotinê 100 banqnot bixwazî, ma qesab nabêje ha ji te re 50 ! Em çima di serî de bi deh quruşan qaîl dibin, ew gûkî jî nadin me, serde jî moral û motîvasyon û bawerî û hêviya gelê xwe jî dikujin! 2- ENÎ: Min li jor jî anî ziman, şervanên azadiyê di vê rewşa dijwar de namûsa me bi can û bedenên xwe, bi fedakarîkî pêxemberane diparêzin. Tu peyv, tu helbest, tu destan têrî pesindayina wan nakin. Lê hinek mirovên bê hiş û ji cihanê bêhay, nezan û kerr û lal dibêjin ew li başûr çi digerin? Gelî pozbilindno, li hemû pirtûkên şer mêze kin, yên di artêşa Tirk de astegmenî kirine jî baş dizanin, di waneyên Şerê Taybet de wiha nabêje; “ ger welatek ji aliyê dijmin ve bê dagirkirin, ji bo birêxistina şerê azadiyê cara ewil divê “ piştgirî û ordûgehên li derve” bêne dîtin, ji ber ku dijmin gava yên hundir têk bir, tu bikaribî xwe dîsa birêxistin bikî. Ya duyemîn piştgiriya li hundir divê... Ev tedvîra yekemîn ewqas girîng e ku, ger li derve bargehên te (üs) tunebin, divê tu nekevî nav şer... Ji vê jî girîngtir, ma ew der jî ne welat e? Em jî wekî Ermenan dev ji sedî 90 axa xwe berdin û bi başûrê biçûcik qail bibin! Welahîn bîllahîn tiştek neket serê min... Em van rojên dijwar de gere li qadan piştgiriya şervanên xwe bikin... Kî /kê dikare çi bike... Namûs ev e, ne doxîn e... Mamoste Marûf

Bêxwedîtiya Kurda û asîmîlasyaon

Kurd û dostên kurda pişaftinê (asîmîlasyonê),  lehiya ku kurdandaye ber xwe û paxiş dike an qe nabînin an dibînin xwe kerr û lal dikin.Hin ji wan, gava gotina pişaftinê dibe, ji wan tirê ew bi tenê “kurdên ku ji welatên xwe derketine û ji hev belav belavî bûne” dihelîne. Xwedê giravî, wek çareserî jî dibêjin; “bila kurd vegerin Kurdistanê”.

Disa bi ya wan,  Kurdên li Kurdistanê,  heta roja heşr û mîzanê wê kurd bimînin! Ew nizanin ku hema bibêje li tevahiya bajarên Kurdistanê û li gelek navçe û gundên wê, êdî zimanê Kurdî li ber mirinê ye û êdî dor hatiye gundên serê çiyaya...

 Ew nizanin ku Kurdistanekê bê kurdî êdî tu car ne Kurdistan e; wek îro ne bi derewkî, bi rastî û bi esayî “Dogû û guney dogû Anadolû”ye !

Hin kes jî dibêjin,  ew gelên pişfî kêmhejmar bûn,  ji 100- 200 hezar peyayan pêkhatî bûn, lewma wenda bûn.  Kurd bi milyonan in, ew ê bi ku de herin, wenda bibin?

Di hejmara 97’an a kovara zanistî ya navdar a Fransiyan a bi navê “Manière de Voir”ê de, Bernard Cassen ê êkolîner û nivîskar; edîtorê vê hejmara Kovarê- ligel van taybetmendiyên xwe ew yek ji serokên antî-globalîzmê ye - di gotara xwe ya bi sernavê “Cette arme de domination”ê de( ev çeka hukumdariyê) me bi rewşa xedar û xetereya ji binî ve paxişbûna zimanan - ên di bin nîrê dagirkeran  de ne - dihesîne û wiha dibêje: “ Xurtbûn û di nav gel de belavbûna zimanekî, bûna wî ya xwedî qadekî serwer ne bi hejmara axafkêran; bi têkiliyên amûrên desthilatdariyê dibe. Kolonyalîst, bi fermanberan be( memûr), bi leşkeran be, bi kolonan be ( kesên bi destê mêtingehkaran di koloniyan de tên bicih kirin) bi mîsyoneran be tu car ji niştecihan ne zêdetir in; lê ew,  çi aborî,  çi leşkerî çi sembolîk û psîkolojîk xwedî hemî hêz û derfetên welat in.

Dîsa di heman kovarê de, fîlozofê herî navdar ê Fransizan Regis Debray, sedema bingehîn a “liserxwe mayîn û nemirin û adaptasyona bi cihana modern ve ya zimanên îbranî, macarî, fînî, Çekî” wek xwedîdewletbûna wan û mudaxeleya dewletên wan nîşan dide.

Ez ji dil û can ev nêrînên her dû zanyaran jî erê dikim û dikim di warê “ kurdayetî û zimanê kurdî yê reben ê bê dewlet û bê desthiatdarî” de çend mînakên balkêş pêşkêşî we bikim û hûn bi xwe, bi çavên serê xwe bibînin kurdên bê dewlet û bê statû,  bê xwedî çawa dibişifin, dihelin û dibin çoyê destê xelkê xerîb...
Ewilî em bi êlekî herî navdar a kurdan destpê bikin: Rewadî... Selahadînê me yê Eyûbî ji vê eşîrê ye. Rewadiyan du dewlet ava kirine: Dewleta Eyûbiyan û Dewleta Şedadiyan. Ew tînin dewleta xwe ya Şedadî (951-1164) rasterast li ser axa azerbaycana îro saz dikin; azerbaycana ku şêniyên wê yên yekemîn ji çanda “Kûr-Araz” ên merivên hurîyan in û sê hezar sal beriya zayinê li vir dixûyên û bi nîjadkî digîhijin Huriyan ên pêşiyên kurda... Heta dawiya sedsala 11’an li Azerbaycanê çi bi navkî çi bi cankî tirk naxûyên û kurd li vir bi mîlyonan in û desthilatdar in. Bi ya “Tahir Silêman” ê Sernivîskarê Rojnameya “Dîplomat” a Komara Azerbaycanê,  di sala 1930’î de li vî welati 130.000 kes xewe wekî kurd dide nivîsandin... Lê heyfa wan e ku ew jî wek pêşiyê xwe yên “bêdewlet û bê xwedî” bi girsehî asîmîliye dibin û îro ji wan li ser hev 13.000 kurdên ji hev belavbelav  mane; dora asîmîlasyonê ya wan e. Ka yên din bi ku ve çûne? Ebul Feyz Elçîbey ê li wir ketibû dilqê “gurê-boz” ne cehşê me be? Pîr Dîma yê kurdekî êzidî û serokê Yekîtiya Rewşenbîrên Kurdên Gurcistanê ye, bi me dide zanîn ku hemî kurdên Qefqazan ber bi pişaftinê ve dibezin û yên kurdî dizanin û li kurdayetiya xwe xwedî derdikevin roj bi roj kêm dibin û malbat êdî navên kurdî li zarokên xwe nakin. Pîr Dîma dibêje ; “ jixwe navê min jî ne kurdî ye!” (bnr: nefel.com)

Seidê Kurdî di parêznameya xwe ya bi navê “ Cinayet a 3’emîn a li Dadgeh a Îdareya Orfî” de dibêje “...di 1908’an de li Stenbolê 20.000 hemwelatiyên min ên hemal ên ji dilê xwe sax û saf û nezan hebûn...” ( Seidê Kurdî di sala 1908’an de bi mabesta birêxistinkirina hemalên kurd-bona ku ew serpûşê bi navê kalpak tê zanîn û ji avusturyaya ku dijberiya Osmaniyan dike tên kirîn boykot bikin; nedin serê xwe - gelek serî diêşîne, bi wan re tê cem hev û şîretan liwan dike) 20.000 mêrên gir ên geriyayî; tevî zar û zêç, kofî û kulfet dike 100.000 can! Di ser de 100 sal derbasbûn. Hesabdarno, de ka bijmêrin heta niha ji pişta wan çiqas mirov çêbûne? Ew tu car venegeriyan “Bidlîsa şewitî” û hê îro jî li “Stembol a rengîn”  bi cih û war, bi koşk û seray in. Ji wan çend kes ji kurd û Kurdistanê hayîdar e? Ew jî bimîne li alîkî; gelo bi hebûna “hemwelatiyên xwe yên van salên dawîn ji axa bav û kalan koç kirine û varoşên wan şên dikin û hê jî bi kurdayetiyê ve girêdayî ne,” bextewar in?

Gelo ew general û siyasetmedar û karsaz û bûrokratên koka me tînin, aca me diqelînin, ûrtê me kor dikin ne ew Kurdên pişifî bin? 

Piştî Serhildana Dêrsimê kurd bi hezaran hatin kuştin, bi deh hezaran hatin koçberkirin. Ew mal bi mal ji hev hatin veqetandin û li gund û bajarên Anatoliyê hatin bicîhkirin. Îro ew bi gelemperî ji neseb û ziman bûne û xwe bi çanda tirkî û bi elewîtiyek kedîkirî ve girêdane... Wek nimûne; ên çûne Bodrumê dizanin; li teniştê gundekî tûrîstîkê bi navê “ Gûvercînlîk” heye. Şêniyên wî bi esilkî Dêrsimî ne. Çend sal berê, ez 10-15 roj liwir mam û min bi çend camêran re hevaltî danî... Min çiqas behsa kurdan dikir, ew bi tirkiya xwe ya bi devoka Egeyê li min dizivirandin û digotin; “ Serê me êşiya sadiç, em dengê xwe didin CHP’ê ma ne bes e... Êdî tu ji me doza çi dikî? Tu dikî em jî bibin terorîst!”

Gundekî bi navê “Mûtevellî” heye li herêma Ege yê . Ev gundê “gurr û şên yê bi şaredarî” li ser navçeya “Sarûhanli” ya Manîsayê ve ye. Gundî ji sedî 70 Kurd in; kurdên Serhildana Agirî nê... Şaredar jî ji wan e... Xeynî kal û pîr ên wan ên êdî li benda mirinê,  tu yek kurdî nizane, xwe li kurdbûnê nake xwedî! Bi salan e li dûv qwîna Erbakan û Turkeş ketibûn; niha murîdên Erdogan in.

Jiber ku cih teng e dor nehat Cuneyt Zapsu yê Tayîpperest ê kurê Evdirehîmê bona kurdan kezebreşî bû mir.

Dor nehat Cemal Kûtayê bav û kalên wî yên “Bedirxanî” bi hesreta welat çûn ser heqiyê, lê wî xwe li ser Ataturk merezdarî kir û bi wê kulê mir.

Bedrettîn Dalanê “Şêxbizinî”, Şêx(!) Kamûran Înanê Bidlisî, êdî nizam kê û kî.

Di vê nivîsê de min kir -herçiqas kin û lawaz be jî – kronolojiya asîmîlasyonê raxim ber çavên we yên reş-belek.

Min rastiya îro neanî ser ziman. Yên dixwazin rewşa îro bikolînin divê kaxiz pênûs bidin destan, bikevin nav malên kurdan, pêşî pirs bikin ji  70-100 sliyan; ka ji wan çend kes hene tirkî nas... Paşê dorê bînin yên 0- 15 saliyan, bi çavên serê xwe bibînin rewşa me ya kambax û malwêran...

Mamoste Marûf

Divê em çi bikin, çi nekin bona ku rê li ber asîmîlasyonê bê girtin?

Di sedsalên 19’an û 20’an de hemî ronakbîr û sîyasetmedarên cihanê yên ji her netewê, ji bo çareseriya vê “pirsgirêka bi jan” a ku ziman û nasnemayên gelan dabû ber xwe dikuşt, ji berxwe teoriyan derxistin, bi hezaran pirtûk weşandin, sazî û partiyên netewî ava kirin... Bi aşitî û xweşî bû bû; nebû, bi çek dewletên xwe yên netewî ava kirin û liser hîmên zimanên xwe “yên ji çend peyv û biwêjan pêkhatî” zimanên cihanê yên herî edebî û zanistî lêkirin... lê “êxbala kor, siûda girtî”, her çiqas kurd jî, ji bo nasname û ziman û welatên xwe bi mîlyonan hatibin kuştin û koçberkirin dîsa jî negihîştin ber mirazên dilê xwe û di van her du sedsalan de “sedsalên netewbûn û bi dewletbûnê de” biserneketin û li ber diwaran man û man... Îro di nav şert û mercên cihanê de ew bi girsehî dihelin, ji rûyê erdê tên paxişkirin... Hêvî gumana wî tenê bi Tevgera Azadiyê maye... Ev tevger û şervanên wê mirina xwe dan ber çavan bi zimankî nebe jî, bi moral û hişmendî kurda ji xewa mirinê hişyar kir... Ev çend gotar in ez li ser asîmîlasyonê dinivîsim û gilî û gazinan ji kurda û ji alema mirovayetiyê dikim; ew miroveyetî ya ku bi girî û bi hewar e bona “kûsiyê caretta caretta”yan û “pandayan” û hemî lawirên li çol û çiyayan û bin deryayan... Ew mîrovayetiya ku bi milyonan pere direşîne bona çend cûre gihayan, dikin rê liber tunebûn û nemîna wan bigirin... Lê hûn bala xwe bidin vê ecêbê û vê gosirmetê, kes xwe lê nake xwedî, guh nade bişaftin û paxişkirin û windakirina gelekî bi mîlyonan! Ez gilî gazinan ji kurda jî dikim; jiber ku ew hê bi ûrtkoriya xwe nehisiyane, lê vearneqiliyane... Bi ya min ew, di şûna pîrozkirina cejna zimanê kurdî ya bi yek rojî, divê şîn girêdin, reş girêdin “sal donzdeh mehên Xwedê!” Di warê zimanê kurdî de- hebûn û nasnameya kurd” bi tenê bi wî ve girêdayî ye- barê giran di serî de dikeve ser milê sîyastmedar û ronakbîrên kurda... Divê ew dest ji pêsîra “gelê kurd ê dîl û reben” berdin û wî tu car bi “xwe bi xwe bişaftinê”(otoasîmîlasyonê) gunehbar nekin... Gel, heta hatina dibistan û telewîzyon ên bêyom ên dagirkeran, heta êrişa artêşa wan a ku cih û war lê herimand, heta bicihbûyina kapîtalîzma hov û kûvî -ya dîsa bi destê dagirkeran bû - di gundê xwe de bi zimanê xwe yê xwezayî kar û barê xwe birê ve bir... Gelê kurd, bi deng û xweş awazên dengbêj û çîrokbêj û bilûrvanên xwe dilê xwe yê birîndar aş kir. Îro dem û dewrana bajarvanî û ragihandin û perwerdehiya modern e... Gelê me yê reben ê “bi piranî gundî” çawa bikaribe bi kurdî ya xwe ya dewlemend lê “ kurdiyek xwezayî, gundî û koçerî û navmalî” liber xwe bide! Di serî de divê li ser hîmên kurdî ya xwezayî kurdîkî modern û nûjen bê afirandin û nifşekî nû pê were perwerdekirin. Ev jî pergalek, hêzekî wek dweletê dixwaze... Lê belê, di tevn û paradîgmaya erdnîgariya me de ev ne pir pêkan û hêsan e... Jê re demek heta tu dibêjî dirêj divê... Lê mixabin, ji bo çareseriya nasname û zimanê kurdî de divê demekî zûtirîn, bi lezgînî hin tişt bên kirin... Ji bo kurdî êdî “kêr daye hestî!” Ez wek mamosteyek kurd, nêrînên xwe bi aşkeretî li jêr rêz dikim didim ser hev, da ku raya giştî ya kurda vê mijarê nîqaş bike û nehêle ji rojevê derkeve... 1-Dora prşî, divê bi alîkarîya zanîngehên cihanê û sazîyên bêalî yên navneteyî, anket û lêkolîn ên zanistî yên dorfireh bên çêkirin û komkuji û qira çandî ya ku li ser gelê kurd tê meşandin bi awayek fermî bê tespît kirin. 2-Encamên vî lêkolînê ji raya giştî ya navnetewî re bi amûrên ragihandinê yên herî bi hêz û xurt bên aşkerekirin. 3-Wek gava sêyemîn parlemanên kurd bi her rê û rêbazan, vê mijarê di parlemantoya tirk de bînin rojevê û bi awayek aşkere, bi kinahî û kurtasî bipirsin û bêjin; “gelê kurd êdî naxwaze bi baca ku jê tê stendin bê asîmîlîye kirin. Hûn ji bo ku zarên kurd asîmîlîye nebin, fêrî ziman û çanda xwe bibin çi difikirin, çi projeyên we hene? Ger hûn di demekî kurt de çareseriyek nebînin em ê rêyek bidin ber xwe û pê de herin” 4-Ger ji meclîsê çareseriyek derneket; di serî de “Pergala Komên Civak ên Kurdistanê”, bê sekninandin a li hêviya destûrdayina dewletê, bi awakî “min kir û bû” ( defacto) ewilî li Amedê bê avakirin. 5-Divê li Amedê kreş û polên destpêkê yên xwerû bi kurdî ( ji bo zarokên 5-6 salî) û dibistanekî seretayî û lîsekî taybet a pir modern û bi qalîte bê sazkirin. Li teniştê jî ji bo xwendekarên dibistana seretayî û yên lîseyî kursekî kurdi bê çêkirin, bona ku zarok waneyên ku bi tirkî ne, bi kurdî jî dubare bikin û hînî terîmên waneyan ên bi kurdî bibin û bikaribin zimanê xwe di her warê jiyanê de de bikarbînin. Divê ev saziyên di serî de li Amedê tên birêxistinkirin wek “saziyên pîlot û pêşeng û model” bin û gav bi gav, ne tenê li Kurdistanê, li hemû deverên ku lê kurd dijîn bên sazkirin. Ev xebatinan ne dijberî zagonên K.T.Y’ê ne; bi her awayî qanûnî û rewa ne. Xwendekarên ji vî kampûsê mezûn dibin wê bibin pêşengên avakirina dibistanên din ên li her deverên Kurdistanê û Tirkiyeyê... îro zaroyên kurda yên zanîgeh qedandî yên pir û pir zana û serkeftî hene. Baweriya min ew e ku, ji bo saziyên Fethullah pêwîstî bi alternatîfan hebe, wê kurd ava bikin û wek di siyaseta demokrasi û aşitiyê de,di warê perwerdehiyê de jî bibin afirenderê modelek herî nûjen û serkeftî. Hevalno, ev ne xwen û xeyalên şevan in. Tevgera azadiyê ya ku ev 30 sal e li hemberî artêşek herî bi hêz a NATO’ yê şer dike, di çend mehan de dikare vê pergalê bi awayek serkeftî ava bike... Lê divê ronakbîrên kurd niqir sist nekin, peywira xwe bînin cih, lê pêşî dil bikin, bixwazin... Mamoste Marûf

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin