8.10.2018
11.09.2018
Kılama Elo Memed Paşa
Kilama
Elo Memed paşa
Derheqê
Komkujiya Êzdiyan a ji aliyê Osmaniyan ve
Ero Memed Paşa çiyayê Şengalê bişewite
wê bi mij e, wê bimij e
Xezala min ketiye destê Elo
Memed Paşayî mêrkuj e
Elo Memed Paşa Xezalê berde, cotê kara
min mal de şîr dimije, Xezala min berde,
hevala min berde cinara min berde
Elo Memed Paşa eva ne talan e, ne tariş
e, ne cerd e
Ev heye namûs e, ji mêrê
camêr re derd e, Xezala min berde,
hevala min berde
Erge tu Xezalê berdidî, Xezalê berde
Tu Xezalê bernadî, Xezalê bikuje, serê
min bi ser de.
***
Elo Memed Paşa, çiyayê Şengalê bişewite
wê wê bifirike, wê bifirike
Xezala min ê ketiye destê Elo Memed
Paşayê Tirk e
Elo Memed Paşa Xezala min
kiriye orta xwe, bi kurk e
Elo Memed Paşa, Xezala min berde, hevala
min berde, Cînara min berde
Erge tu xezalê berdidî, Xezala min
berde
Tu Xezalê bernadî, Xezalê bikuje, serê
min bi ser de
***
Elo Memed Paşa bişewite çiyayê Şengalê
bi tirî
Eskerê Memed Paşa hat lê bihurî
Elo Memed Paşa Xezalê berde
Cotê kara min mal de digirî
Xezala min berde, hevala min berde
cinara min berde
Elo Memed Paşa eva ne talan e, ne tariş
e, ne cerd e
Ev heye namûs e, ji mêrê camêr re derd
e, Xezala min berde, hevala min berde, cînara min berde
Erge tu Xezalê berdidî xezala min
berde,
Tu Xezalê bernadî, Xezalê bikuje, serê
min bi ser de.
Dengbêj: Mêraliyê
Mehmo, ji Gundê Mêwregê yê ser Dîgorê.
Wî jî ji ber devê gorbihûşt Hecî
Evdirehîmê Zeynikê yê Kagizmanî girtiye.
Berhevkar: Mamoste Marûf
@mamostemaruf www.mamostemaruf.blogspot.com
15.06.2018
Gula Axa*
Mamoste Marûf
Axa, şitlê gulekî pir meqbûl tîne, dide baxçewanê xwe û di baçeyê koşka xwe de li cihê herî berbiçav dide çikandin. Baxçewan jî deh caran şîret dike:"Nebî nebî ti mirov û ajal gula min bihn neke ha..!"
Di ser re dem û demsal dibuhure, bihar t, dar bi gul dixemile.
Rojek ji rojan axa bala xwe didê pelên gulên wî tev weşiyane.
Pir li ber dikeve. Gazî baxçewanê xwe dike, bi ser de diqîre, bi hêrs dipirse:
-Gulên min kê bihn kir..?"
Baxçewanê reben bi dengekî ricifok; "wele axayê min, bilbilek hat, bihn kir û çû"
-Xwedê ji bilbil re nahêle...!
Çendikî şûn de rojekê baxçewan hey dibîne cendekê bilbil di devê marekî de ye.
Diçe cem axa û hal meseleya bilbil jê re vedibêje.
Axa jê re dibêje:
- Ji mar re jî namîne û dengê xwe dibire.
Ez bibêjim heft roj, hûn bibêjin hefteyek şûn de, baxçewan di baxçe de dixebite, ji nişkave ew mar li lingên wî dipiçike. Bi bêra di destan de lê dixe wî marî dikuje û bi lez û bez diçe cem axayê xwe, bi quretî dibêje:
-Axayê min, min ew mar kuşt..!
Axa, çavên xwe dikute çavên baxçewan:
- Ji te re jî namîne..!
Baçewan dibîne ku axa dê wî jî bikuje, an bide kuştin, weha lê vedigerîne:
"Axayê minê delal, tu min nekuje, bila ji te re bimîne"
*Çîrokeke gelêrî ya Kurdên Serhedê, ya ji ber devê Îbrahîmê Nadirê Tekmanî girtî.
31.05.2018
Axbarîkê min, te çi kir...!???
Hayko Bagdat
çend roj berê nivîseke balkêş û bertekkêş a bi ser navê “ Piştgiriya Muharrem
Înce” nivîsîbû. Min jî ew xwend.
Wek piraniya
ronakbîrên dijber, Hayko jî bi dîtin û
tehm kirina piçekî azadî, hevsar ji serê
mejiyê xwe avêtiye. Digel ku li çend zinar û latan qelibîye û çend birîn lê vebubin jî, bi ya min Heval Hayko serkeftî ye. Civaka
me şev û roj qala wî dike...
Wî bi hevoka
Muharrem İnce ya “ Ger ne ji Atatirk bûya, wê navê me bikirana Yorgo” dest bi
nivîsa xwe kiriye.
Di vir de pir şa bûm, min got; wele
Hayko, di dilê min de çi kul û birîn hene wê bide der!
Wê heyfa dayîk
û dapîr, bav û kalan jî bide ser...
Paşê reklama
HDPê ya “ em tev HDPyî ne û peyva Selahattîn ya “ her hilbijêr şirîkê me yê
siyasî ye” dike bîra me û xwe jî wek HDPyî
binav dike (ji erdê heta ezman heqe wî ye) lê, di şûna “ez ê
HDPyî weha bikim de ” de, dibêje “em HDPyî ” û berdevkiya HDPê dide pişta xwe.
Di bin vî
barê giran de dibêje; “em HDPyî, di ti tûrekê de deng nadin Tayîp, Qiliçdaroxlî,
Muharrem, Meral û Perînçek...!”
Her
çiqas ez li ber ketibim û min di dilê xwe de gotibe; “ Heyran, Haykoyê me di vir de xeletî kiriye, hêj virnî ye, ev barê berdevkiyê ji serê wî mezintir e, nikare ji binî derkeve”
Dîsa jî ez tevlî nêrînê wî bûm; Axbarîk( Bira) ji orta kitêbê dibêje. Divê HDP bi tena serê xwe li ber xwe bide, înat bike ku bikaribe vê
dahfika “ bi du parti û bi du enî ” ya 100 salan
biruxîne.
Belê,
yek reş yek
spî,
yek
Tirkomisilman, yek sekûler bixwiyê jî,
her du enî jî yekperest ,
her du jî faşîst ,
pişafker ,
komkujîparêz û kedxwur û heramxwur e...
Divê HDP dudilî
neke, vir de wê de netewişe, neheje. Wek xwe, li ser rastiya xwe bimîne ku bibe
alternatîf. Bibe hêviya hemû gel û bawerî û çînên derbxwurên vê pergala
zalim...
Qasek şûnde,
min hey dît Hayko bi vî barî jî nemye, barê Birêz Ocalan û yê Selahatîn jî pişt
dike: “Ew bibêjn dengên xwe bidine wan jî, em nadin...!”
Gotineke barkêşên
Kurd yên Sîrkeciya Stenbolê ket bîra min
; “ heger barekî giran yê ji hêz û quweta xwe der pişt
bikî, ji devê te na ji q.. a te deng derdikeve...”
Kaydol:
Kayıtlar (Atom)
EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?
Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû. Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...
Nivîsên zêde hatine xwendin
-
Bulltin Périodique de la Presse Turque, (Bûltena Vedor a Çapemeniya Tirkiyeyê) bulteneke vedor a fermî ya dewleta Fransayê ...
-
Biryara Komkujiya Ermenan a mezin bi şerê cihanê yê yekemînde ve destpêdike. (Di nav salên 1894-1896’an de jî li gelek herêman li hemberî E...
-
Evdalê Zeynikê, hunermendê bi nav û deng ê wêjeya devkî ya Kurd û Kurdistanê, dengbêjê dîwana Surmelî Memet Paşa, di serê sedsala 19’an de l...


