Ez ê bi munasebeta piştgiriya
HÎZBU-LA (HÛDAPAR)ê ya bo AKPê çend gotinan bikim.
Ev 28 sal in
bi zanetî di şûna HÎZBULLAH DE dibêjim "HÎZBU-LA"
HÎZB=Partî, LA=Tune, ango partiya tune.
Li
Kurdistanê ev bîrdozî jî, Bingeh, zemîn û girseyeke bo avakirina vê partiyê jî tune
bû.
Ew ji ku derket?
Li Kurdistanê Îslamparêz hebûn lê, bingeha partiyeke "nav ji partiyeke ŞIÎ deynkirî, bîrdozî ji kevneşopiya îslama sunî cuda" tinebû. Îslamparêz tev ji "Mîllî Goruş"ê peyda bubûn, ew heta dibêjî ji bîr û bîrdoziya wan dûr bû...
Ev partî, tevger projeya dewletê bû û piştî darbeya 1980 yan li Kurdistanê xist meriyetê.
Pêşeng û
sazûmankarên pêşî "Kurdkokenliyên" Meletî û Elezîzê bûn. Piştî xebateke çen mehan a di
hucreyan de, li hemberê dibistanan bi vekirina dikanên pirtûkfiroşiyê (Mektep) nasiya
xwe dan ciwanan. Her çiqas xwe ji doza Kurdî şûştibin jî, Bêhna Kurdbûnê hêj ji
wan dihat, hêj peyvên "lolo, bira" jibîr nekiribûn. lewre zarên oldar ên Kurd zû bi wan xapiyan.
Polîtîkaya Hîbula li ser hîferaseta
Evdilhemît hatibû avakirin. Wî sed sal berê di guhê serokeşîran de dixwen digot; "Ermenan bikujin,
nexwe Kurdistan wê bibe Ermenîstan haaa!" Serkêşên Hîzbula, di vê sloganê de
guhertîneke piçûk kirin: "PKKyîyan bikujin, Kurdistan wê bibe kafiristan haaa!"
Ev partiya di rastiyê de
"tune" bi armanca “di bajar û bajarokan de fetisandina Tevgera
Azadiyê” hatibû damezirandin. Ji ber ku li çiya û li gundan dewlet ketibû tengasiyeke mezin.
Dewletê gundên welatparêz vala dikir,
gelê fedakar li bajaran bicih dibû. Gere rê li ber çalakiyên bajaran bihata
girtin. Dewlet û Hîzbula dest bi nêçîra welatparêzan kir. Geh yekî geh yê din dikuşt, direvand,îşkence dikir. Hevkarî eşkere bû...!
Min ji xwendekarekî xwe yê Hîzbulaçî yê li Amedê di fakûlteya Hiqûqê de dixwend pirsî:
Lawo, her kes bi çavê serê xwe dibîne ku Hîzbula bi dewletê re tevdigere,
hevkarî dike, hûn çawa nabînin?
Bersîv:
"Mamoste hûn
vê yekê fêm nakin: Leşker û polêsên misilman hene. Çawa ku hûn bi çepgirên Tirkan re hevkarî dikin, em jî bi wan re... Ma ev ne normal e...?"
Belê zarokên
Kurda bi misilmantiyê xapandin.
Encam:
Di salên 90an de wan tevî hêzên dewletê dest bi êrişan kirin:
Bi hezaran
welatparêzên fedakar, her tiştê xwe di riya azadiyê de dabûn kuştin, birîndar
kirin, ji Kurdistanê derxistin.
Bijîşk,
mamoste, endizyar, karsaz, bi deh hezaran Kurdên dilşewat ên ji metropolên
Tirkan bo xizmeta gelê xwe vegeriyabûn Kurdistanê
dîsa revandin metropolan. ( Ez jî di nav
de)
Hêviya gel ya bo azadiyê qels kirin, rê li ber
xwepêşandanê girsehî yên bajaran birîn, dagirkerê êdî nikaribû li bajêran jî hespê xwe
bibezîne, azadiyeke mezin bidest xist.
Herî dawî
Hîzbula, bi hevkariya bi AKPê re careke din bi me da zanîn ku ew partî di rastiyê de TUNE ye, proje ye, hespê Trûvayê dagirker e....