Bulltin Périodique de la Presse Turque, (Bûltena Vedor a
Çapemeniya Tirkiyeyê) bulteneke vedor a fermî ya dewleta
Fransayê ye û weşandina bûyerên girîng ên li Tirkiyeyê qewimîne wek
armanc daye ber xwe.
Ev bultena ku ji sala 1920’an heta 1939an 129 hejmar
tê çapkirin, derheqê TR û Kurd û Kurdistanê de nûçe û nirxandinên pir
balkêş dihundirîne.
Di hejmara 122emîn a sala 1937'an de nûçeyeke bi sernavê “civaka Îsraîlî” cih
digire.
Nûçe weha destpê dike:
“Çapemeniya Stenbolê, di 07.01. 1937an de
pêşniyazqanûna parlemanê Manîsayê M. Sabri Toprak a ku li welatiyan, dê û
bav jî di nav de, li derveyî malê bi hemwelatiyan re axaftina bi zimanên
xeynî Tirkî ji binî ve qedexe dike weşand. Ev pêşniyar,
bi taybetî nîşan li Cihûyên ku “rojname, ev çend e bi hinceta ku bi
zimanên biyanî diaxifin, ji wan bi gilî û gazincin” digire”
|
Qeyda Pêşniyazqanûnê di ewraqên Meclîsa Tirk de |
Cihan Kurd û Kurdistanê tune dihesiband
Teqez bala we jî
kişandiye, di pêşniyazqanûnê de behsa Kurdên Bakûr, ên wê demê ji sedî 80-90 nezanê zimanê Tirkî bûn qe nayê
kirin.
Dema meriv, çi
çepgir çi rastgir, çi sosyalîst çi kapîtalîst, bala xwe dide çapemeniya Cihanê ya ji nîveka sedsala XIXan heta salên 80yî, tîpolojiya Kurd û dîmena Kurdistanê
weha hatiye teswîrkirin:
Kurd, çiyayiyên nîvkoçer yên bi gişkî xwedî jiyana eşîrkî, merivên serhişkê nezan ên har û hov û êrişkar û talanker,
bêserûber, ji şaristaniyê bêpar, musteheqê hemû pest û pêkûtiyên
dewletên dagirker ; Kurdistan, welatekî
asê yê seranser bİ çiya û bİ geliyên
kûr, bê rê û bê dirb, bêqanûn û bêzagon
û bênîzam , di her newalekî wê de rêbirekî bi çek û rext...
Di pêvajoya Şerê
yekemê Cihanê de, Sedema koçberkirin- koçberbûn bi mîlyonan Kurdan, qirkirin-qirbûna
nêzîkî mîlyonekî wan ev nêrîna şaş û derexlaqî ye.
|
Nûçeya di " Bultin Periodique de la Pres Turque" de Bûltena Vedor a Çapemeniya Tirk de |
Sedema reşkirin û tunehesibandina Kurd û Kurdistanê
Sedema neheqaya ku
piştî Şerê yekemê Cihanê li Kurdan
hatiye kirin û bêdewlet û bêstatû hîştina wan jî di vir de veşartî ye.
Sala 1922-1924an, li
ber çavê hemû cihanê, bêtirs û
bêminet bi balafiran bombebarandina Îngilîzan a bi ser sivîlên Suleymaniyeyê de jî
ev e.
Sedema tunehesibandina wan
a li Lozanê jî ev fikra xerab û bêyom e.
Ji Koçgiriyê heta îro bi destê dagirkeran ve bi sedan caran , bi sed hezaran Kuştina
Kurdan, ji aliyê kesî ve nebihîstina hewara
wan, rewanedîtina bexwedan û serhildanên wan, bi ser de piştgiriya dijminên wan jî ev pêşdaraz û mehkûmiyeta
pêşîn a dewletên emperyalîst e.
Gelo sedema ferzkirin
û rewadîtina dagirkeriya ser Kurdan a ev du sed sal in berdewam dike çi ye? Ji nedîtînêve hatina zilm û zordarî û neheqiyên
li wan hatine – tên kirin kîngê, çima destpê kiriye? Ev helwest îro jî bandor
li polîtîkayên Emperyalîstan dike yan na?
Heta nîveka Sedsala
XIXan Kurd li seranserê cihanê gelekî efsanewî yê çiyayî yê wêrek, nanda, mêvan hez, şox û şeng, xwedî jiyaneke dûrî gelên cînar û çand û
dab û nêrîtên pir resen tê pênasekirin. Kurdistan jî welatekî aydî
Kurdan, heta dibêjî pîtoresk û esrarengîz tê danasîn. Ev nêrîn bi şerên
Osmaniyan ên bi Ûris re, bi taybetî bi destpêka neteweperestî û daxwaziyên
neteweyî yên Ermenan re diguhere.
Di hemû şerên bi Ûris re Kurd gelemperî bi bi
armanca parastina erdên xwe piştgiriya
Osmaniyên Misilman, Ermen bi hêviya damezirandina Ermenîstaneke serbixwe ya “li
ser axa ku şênî piranî Kurd” piştgiriya
Rûsyaya Ortodoks dike.
Ermen pir zû têgihîştibûn ku liser erdên ku dewleteke
neteweyî dixwazin heta bi piranî Kurd hebin Ermenîstan xewn û xeyal e.
Kurd jî baş dizanibûn ku bi damezirandina
Ermenîstanê re ew ê ji welatê xwe bên derxistin.
Rayedarên Dewleta Osmanî jî,
bi taybetî Abdulhamîtê Xûnkar firsenda xwe di vê dubendiyê de dît û bo
mayîndekirina desthilatdariya xwe, dubendî û rikbariya di nav Kurdên misilman û gelên
Xaçparêz de gur kirin. Piraniya ronakbîrên Kurdên wan deman û çend ronakbîrên Ermenan hevkariya her du gelan xwestibin jî, serok
eşîrên nezan û feodal ên ji neteweyîtiyê bêhay û neteweperestên Ermenan
ên xwedîgiravî pêşverû û zana nehîştin
ev hevkarî geş bibe û li ser heman axê hîmê
jiyaneke hevpar û azad a gelan bê
danîn.
Neteweperestên Ermenên ji berê de bi Rûsya û bi Ewropayê re xwedî xweş têkilî, ji pêşketinên cihanê hayîdar û
agahdar dest bi reşkirina Kurdan kirin. Zilm û zordariya serokeşîr li gelên
xaçparêzên Kurdistanê dikirin jî qozeke mezin dida destê wan. Wan di
demeke kurt de xweş îmaja Kurdan li seranserê cihanê ji binî ve guherandin.
Kurd êdî ne netew, ne jî gelek ji wan gelan bû. Birreke mirovên har û hov en layiqê qirkirinê bûn.
Em dîsa werin ser
pêşniyazqanûna M. Sabrî Toprak:
“Gorî vê pêjniyazqanûnê cezayên pir giran; heta saleke girtîgeh û 1000 TL cezayê perekî li hemwelatiyan bê birîn.
Ew ê nikaribin ti
karekî serbest bikin, nav û nîşan,
dîplom û broveyên wan ji wan bê stendin û nikaribin bi dewletê re karê peydakirinê
(îhale) jî bikin”
Pêşniyazqanûn weha
berdewam dike:
“Xelata
rayedarên jêhatî wê
nîvê cezayê (madî yê) li sûcdaran tê birîn be,
cezayê kesên çavê
xwe digirin jî herî kêm seleke cezayê
girtigehê be”
Ev ceza bi pereyê
îro çiqas e...?
Pê çi dihat stendin?
Di sala 1937an de Dolarekî bi 1.26 Lîrayê
Tirk bû.
Cezayê axaftina bi zimanekî xeynî Tirkî 793 USD, bi pereyê niha; 3.215
TL
Mehaneya memûrê nû
dest bi kar kirî: 52.85, mehaneya Atatirkê serokdewlet û serokhertişt: 668.30 TL
|
Mehaneyên memûrên Dewletê yên wan salan |
Bilêta tramwayê, 5
qiruş, 3 celeb xwarina li aşxaneyê 15-20 quriş, bilêta sînemayê;
25 quriş,
li Kûçûpbazara
Stenbolê xaniyekî di nav baxçe de: 2500 TL
Kin û kurtasî, heger
ev pêşniyazqanûn bi dilê M. Sabri Toprak û Kemalîst û sosyalîst û faşîstên wê demê bihata pejirandin, Kurdên xizan û
belengaz û Tirkînezan gundên xwe jî bifrotana nikaribûn ji binê cezayê ji ber nezaniya Tirkî li wan dihat birîn derketina. Ew ê
kilîta reş li deriyên xwe bixistana. Bihosteke erd jî bi destê wan nediket ku
tê de kon dagirin...
Nûçeya derheqê pêşniyazqanûnê de weha berdewam dike:
"M. Sabri Toprak li diijî hatina Cihûyan a bo Tirkiyeyê jî
pêşniyazqanûneke amade kiribû û ew di gulana 1937’an de rastî rexneyên tûj ên
endamekî Serekxaxamtiyê hatibû. 7-8 meh bi ser de çûbû ku wî ji komîsyona Karên derve re nameyeke nivîsîbû û
di 01. 09 de di Cûmhûriyetê ew hatibû weşandin. wî ev rexne bersîvandibûn û gelek pêşniyar pêşkêş kiribûn. Di serî de
spasiyên xwe li Serekxaxam kirbû; ji ber ku li civata xwe şîreta axaftina bi
Tirkî kiribû, paşê jî bi hinceta ku endamên wî guh nadin
şîretên wî û di dibistanan de hêj wek berê bêbextî dikin gilî û gazinên xwe
anîbû ziman û gotibû Alyansa Îsraîlî serîtewandî dixwiyê lê, “hişmendî û
bîrdoziya wê ya heram û malamirat hêj
zindî ye, geştir dibe. Wê demê divê em mamosteyên bikin der"
Bi ya min, ev pêşniyazqanûn bi dijberî û bi têkoşîna
Cihûyan û bi mudaxeleya dewletên
piştgirên Cihûyan tê red kirin û qanûneke din a cezayên wê siviktir “li axêverên zimanên
xeynî Tirkî dibire” dikin şûnê. Ev qanû xeynî Kurdan li ti kesî nayê sepandin. (Qanûna ku 50 TL ceza li Kurdîaxêvan dibire)
Wan salan Kurd, Ermen, Rum ji ber ku li dijî dewletê serî rakiribûn, an şer
kiribûn pirî zerp û zor dîtibûn, pirî hatibûn çewisandin, êdî newêrîbûn doza
ziman û çanda xwe jî bikin.
Nûçeya di Bûltena
Vedor a Çapemeniya Tirkiyeyê de weha bidawî dibe: "
"Derheqê vê qanûnê de, nêrînên gelek kes û kesayetiyan hat pirsîn.
Hüseyîn Cahid, İrfan Emin û Dr. Sani Yaver
piştgirî didin vê pêşniyazqanûna ku divê “Tirkî bi kotekî bê peyivandin û kesên wî (Tirkî) kêm dibînin jî bên cezakirin”
Gelo ev sê ronakbîr, rewşenbîr, giregir kî ne?
Ez ê ronakbîrê(?) ku
meriv şaş û mat dike, bi qewlê Kurdên berê, ji kerê dixe, mejiyê meriv serobino
dike paşve bavêjim.
Yê pêşî
Huseyîn Cahît Yalçın e ( 1875-1957) Li
Balikesîrê tê dunê. Mulkiyeyê diqedîne. Tevî Tefik Fikret rojnameya Tanin’ê
derdixe. Sala 1908an de dibe parlemanê Partiya Îtihat Terakiyê. Ji ber
dijberiya M. Kemal û dijberiya
Partiya Demokrat çend caran ceza distîne. Wek romannivîs û çîroknivîs nav
vedaye.
|
Hüseyîn Cahît Yalçin |
Di wêjeya Tirk decihê wî pir mezin e. Di waneyên wêjenasiyê de çîrok û
romanên wî li xwendekaran tê ferzkirin.
Derheqê Talat Paşayê faşîst de jî pirtûkeke pesindayînê nivîsiye. Wekî
din du roman û sê pirtûkên wî yên çîrokan
û çend jî yên bîranîn û lêkolînî hene. Ya balkêş ew e ku, heta îro çi rastgir çi
çepgir ti kesî rexne li nêrînên wî yên faşîzan û despotîk negirtiye.
Yê duyem,
Dr. Sani Yaver e (1880-1971).
Bijîşkekekî Atatirk e. di sala 1950yan de di Partiya Demokrat (DP) de wekîltî
jî dike. Di Akademiya Leşkerî ya Gûlxaneyê de kar dike. Sazûmankarê Kursiyê Goh, poz û qirikê yê ye...
De em dorê bînin İrfan Emin (Kösemihaloğlu)
(1880-1968) Fakûlteya Dadê ya Zanîngeha Stenbolê
bidawî dike. Di ciwantiya xwe de bi Îtihatparêzan re hevaltî û hevkarî dike. Di
çend kovaran de nivîsên wêjeyî diceribîne lê, biser nakeve. Parêzerî dike.
Heta mirinê bi dil û can Nazim Hîkmet
diparêze. Îrfan Emîn hevalê Nazimê herî dilsoz e, ew qas kuew bo wî helbesteke akrostîş
jî dinivîse. (Ji tîpên serî yên rêzikên
helbestê, navê İrfan Emir derdikeve)
Nasılsın?
İyi günlerimde çok eller uzanır ellerime,
Resmimi, suratımı baş köşeye asarlar...
Fakat demir kapıların her kapanışında üzerime,
Ardında taş duvarların her kaldığım zaman,
Ne arayan beni, ne soran...
Eeeehh, daha iyi be, bunun böyle olduğu...
Minnetim ve borçluluğum yalnız sana kalsın.
İyi günlerimde benim unuttuğum insan eli
Nasılsın?...
Şair Nazım Hikmet
Çawayî
Ku roj xweş be gelek
dest dirêjî min dibin
Wêneyên min bi jorê quncikan ve dikin
Lê her cara ku deriyên hesinî bi ser min de tên giritin û
min davêjin paş diwarên kevirîn,
Kes li min nagere, li min napirse
Hema weha çêtir e lo
Bila li te tenê spasdar û deyndar bimînim
Ka bibêje destê camêrîyê ku ez jî di xweş dewranan de bibîr
naynim,
Çawayî ?
Helbestvan Nazım Hîkmet
|
Nazim Hîkmet û parêzer Îrfan Emin li dadgehê |
Nazim Hîkmet û kesên li derûdorê, ji Koçgiriyê heta Dêrsimê çavdêriya hemû zilm û zordariya ser Kurdan kirine. Pir balkêş e ku wan bi çavê Ewropiyan Kurdan gelekî hov yê dûrî şaristaniyê, ne hêjayê naskirinê dîtine. Înkarkirina hebûna wan, ziman û çanda wan rewa dîtine. Ew pirensîba sereke ya sosyalîzmê ya "Bi xwe xwe tayînkirina qedera xwe ya gelan" ti car neanîne rojevê. Nazim Hîkmet di hebestên xwe de rasterast "neteweperestiya çandî ya Tirktiyê" kiriye. Lewre li ba Kurdan ew û Nîhal Atsiz du qetên ji ber sêvekî ne...
Mamoste Marûf