Navê fîlmê bi Ingilîzî “ The Last Outpost” e. (Qerekola
Dawîn) Fransiyan navê “ Intelligence
Service” (Servîsa Saloxgeriyê) lê kirine. Bi Kurdî navê “ Peywira Dawîn” xweş
lê tê.
Fîlm sala 1935an hatiye çêkirin û sala 1936an de li hemû salonên cihanê derdikeve pêşberê fîlmhezan. Derhêner Charles Barton, şîrketa çêker Paramount Company.
Aktorên herî bi nav û
deng yên sînemaya Amerîkayê yên salên 30î di vî fîlmê de dileyîzin:
Cary Grant, Claude Rains, Gertrude Michael...
Rojnameyeke Fransî di serê gotara xwe ya derheqê fîmê de
weha dinivîse: “Serpêhatî li Kurdistanê, li perê dûr yê sînorê Rojhilat destpê
dike”
Emperyalîstên
Rojavayî yên ku xwe navenda şaristaniyê didîtin û bo berjewendiyên xwe rastiyê
berovajî, nirxên mirovahiyê binpê dikirin, bo balkişandina ser fîlmê û têrtijîkirina kîsên xwe, di serî de bi dîmeneke weha dest bi çîrokê dikin: “Rojhilat seranser hov, gelên wir tev dirrinde... Kurdistan li
perê herî dûrê Rojhilat dikeve. Lewre Kurd
û Kurdistan ji hemûyan hovtir û dirindetir e”
Bûyer, Xwedêgiravî sala 1914an, di destpêka şerê yekem ê Cihanê de diqewime. Michael
Andrewsê Ingilîz, rêveberê komeke bi mîtralyoz, ji alî dewriyeyeyeke siwariyên
Kurd ve tê dîl kirin.
Serekê çeteya ku wî dîl dike serbazekî Tirk dixwiyê lê, di rastiyê de Jhon Stevesonê ajanê İntellgence Servîce'ê ye (Rêxistina Îstîxbaratê ya Ingilîzan. ) û xwe bi serfermandarê Tirk bi navê Fermandar Selîm dide nasîn. Di vir de bêrûmetkirineke veşartî heye: Kurd ewqas bêhiş in ku nikarin xwe birêve bibin. Divê serokê wan Tirk be...
Serfermandarê Tirk, di beşa serî ya fîlmê de çavê dijminên xwe bi Kurdan ditirsîne û di vir de jî biser dikeve. Kurd Michael Andrews davêjin zîndanê. Li wir girtîyekî din jî heye û jê re qala bêwîjdanî û hovîtiya Kurdan dike. Hêj gotina xwe bidawî nekiriye ku çend siwariyên Kurd komeke mirovên kal û pîr, jin û zarok bi derbên qemçiyan bi derekê ve dajon. Qasekî şûn de ew girtî ji zîndanê tê derxistin û li ber derî bi gulebarana Kurdan tê Kuştin.
Serekê çeteya ku wî dîl dike serbazekî Tirk dixwiyê lê, di rastiyê de Jhon Stevesonê ajanê İntellgence Servîce'ê ye (Rêxistina Îstîxbaratê ya Ingilîzan. ) û xwe bi serfermandarê Tirk bi navê Fermandar Selîm dide nasîn. Di vir de bêrûmetkirineke veşartî heye: Kurd ewqas bêhiş in ku nikarin xwe birêve bibin. Divê serokê wan Tirk be...
Serfermandarê Tirk, di beşa serî ya fîlmê de çavê dijminên xwe bi Kurdan ditirsîne û di vir de jî biser dikeve. Kurd Michael Andrews davêjin zîndanê. Li wir girtîyekî din jî heye û jê re qala bêwîjdanî û hovîtiya Kurdan dike. Hêj gotina xwe bidawî nekiriye ku çend siwariyên Kurd komeke mirovên kal û pîr, jin û zarok bi derbên qemçiyan bi derekê ve dajon. Qasekî şûn de ew girtî ji zîndanê tê derxistin û li ber derî bi gulebarana Kurdan tê Kuştin.
Qasek şûn de Jhon Stevensonê ajanê Inteligence Serviceê Michael
Andrewsî ji destê Kurdan rizgar dike û her du bi hev re "merivên ji cih û war kirî û di kon û holikan
de bicih kirî, bi zar û zêç, bi kofî kilfet, bi pez û bizin , bi zehmetiyeke
kesnedîtî" di robareke bi ava lemelem û gurr û kûr re derbas dikin. Hin meriv bi meşkên werimandî, hin
bi bikelek û bi soberi xwe davêjin avê. Kurd dinyayê li wan teng kiriye.
Sahneya herî pir bandor li temaşevanan dike ev e...
Gorî senaryoyê xeniqîna di avê de hezar car
çêtir e
ji mirina bi destê Kurdan...
Bi hezaran merivên bêguneh ji ber Kurdên hov xwe davêjin avê |
Peywira Jhon Stevenson ya li Kurdistanê, “pûçkirina plana
Tirkan ya dixwest bi alîkariya Kurdan derba mirinê li Hindiyan bixe” ye.
Andrews, di encama şaşfêmkirina rizgarkerê xwe de xedar brîndar dibe û bo dermankirinê ew
radikin nexweşxaneya Qehîreyê.
Li vir dilê wî dikeve Rosemarya hemşîre. Jinik
ji Andrews re dibêje ku “ew bi ajaneke
Inteligence Serviceê re zewiciye lê, mêrê wê bo peywireke bi derekê ve şandine û çend meh in jê ti agahî nestendiye.
Andrews soz dide Rosmariyê ku ew ê, çi dibe
bila bibe mêrê wê bibîne. Bo vê yekê bi dilê xwe diçe Sûdanê û tevlî şer dibe.
Li Sûdanê rastî rizgarkerê xwe Jhon Stevenson tê û dilketina Rosmary jî di nav
de, çi hatibe serî yek bi yek jê re vedibêje.
Pirs bi pirs Stevenson têdigihîje an bawer dike ku Andrewsê kurê keran, dil heye xwe li ber çavê jina wî
mezin bike û wê jê bistîne.
Bi meşkên werimandî didin avê |
Ji tirsa Kurdan gelek pez dixeniqin |
Di navbera her du mêrên ku di şert û mercên pir dijwar de
tim û tim mecbûr in bi hev re bin, li cem hev bin, hevkarî bikin rik û nefreteke mezin rûdide. Çendikî şûn de
Stevenson di şer de tê kuştin, Andrews digihîje mirazê xwe...
Fîlm li tevahiya Cihanê rastî eleqayeke mezin tê. Di Kovar û rojnameyan de derheqê wî de bi sedan gotar tên nivîsandin. Kampanyayeke xurt a reklaman jî bidin ser.
Gotareke derheqê fîlmê de |
Fîlm li tevahiya Cihanê rastî eleqayeke mezin tê. Di Kovar û rojnameyan de derheqê wî de bi sedan gotar tên nivîsandin. Kampanyayeke xurt a reklaman jî bidin ser.
Reklama fîlmê di rojnameyekê Fransî de |
Ev fîlm, “Kurtedîroka îmaja Kurd û Kurdistanê ya ji
nîveka Sedsala XIXan heta salên 80yan ya li ber çavê Cihanê ye" Kurdistan; seranser çiyayên asê ye. Rê û dirb lê tune ye. Di qûntarên her çiyayekî Kurdistanê de Eşîreke Kurd e. Ew Kurd, an koçer, an jî
nîvkoçer in. Ti hilberîneke wan a berbiçav tune ye.
Debara wan li pişta gelên
Xaçparêzan e. Kurd çete ne, talanker in, dûrî
şaristaniyê ne, hov in, talanker in. Dema
şerên bi Xaçparêzan re çoyên destên Tirkan in. Bi fîtkirina Tirkan wan hemû
gelên Xaçparêz ên welatê xwe qir kirine, dest danîne ser hebûna wan,
destdirêjiya namûsa wan kirine, zikê jinên bi zarok qelişandine û jî pitikên wan derxistine, jin û zarokên wan revandine, ji xwe re kirine jin û berdestî. Bi
Kurtasî Çermsorên Amrîkayê, an reşikên Evrîqayê çi bin, Kurd jî ew in...
Heta heta 40-50 sal berê jî, îmaja Kurdan ya li ber çavê Ewropiyan weha bû; çawa ku Ewropiyan gelên hov(?) ên koloniyên xwe di şer de bikar anîne, Kurdistan jî mêtingeheke(kolonî) Tirkan e û Tirk jî Kurdên hoveber û ji şaristaniyê bêpar li dijî Xaçparêzan bikar tînin.
Film salên bihna şer dihat hatiye çêkirin. Mîlîtarîzmê derdixe pêş |
Heta heta 40-50 sal berê jî, îmaja Kurdan ya li ber çavê Ewropiyan weha bû; çawa ku Ewropiyan gelên hov(?) ên koloniyên xwe di şer de bikar anîne, Kurdistan jî mêtingeheke(kolonî) Tirkan e û Tirk jî Kurdên hoveber û ji şaristaniyê bêpar li dijî Xaçparêzan bikar tînin.
Dîsa ev fîlm, ne rasterast be jî, kurteçîroka pûş û planên dewleta Osmanî yên ji
Padîşah Mehmûdê IIyem heta îro dide der. Plan, bi Mehmûdê II’em ve destpê dike.
Dora pêşî dewleteke emperyal û navendî ya hevsarê hemû gelan di destê Dewleta Osmanî de plankirin û bi vê armancê mîrektiyên Kurd tên tev tên betalkirin, navê Kurdistanê ji nexşeyên fermî tê paxişkirin
Dora pêşî dewleteke emperyal û navendî ya hevsarê hemû gelan di destê Dewleta Osmanî de plankirin û bi vê armancê mîrektiyên Kurd tên tev tên betalkirin, navê Kurdistanê ji nexşeyên fermî tê paxişkirin
Bi Evdihemît re dewleteke dîsa emperyal lê neteweyî tê sêwirandin. Ev neteweyîbûn çawa ku ji aliyê Tirkomisilmanên îro ve jî tê kirin, bi têgeha "netew" (millet) veşartî ye. Ziman û çanda Tirk li hemwelatiyan tê ferzkirin, lê navê "Tirk" zû bi zû nayê bilêvkirin. Pişafker karê pişaftinê bi misilmantiyê dinuximîne...
Bi Îttîhat Terakkiyê re jî bîrdoziya kûr a dewletê hêj emperyal lê, îcar rasteret li ser navê Tirktiyê ye. Koka gelên nemisilman wê bê qelandin, Kurd û gelên din ên misilman bên pişaftin, Tirkên Asyayê jî tevlî dewletê bibin û...
Îro , xewn û xeyal dîsa emperyal, Tirktî bi bi rengê Îslamê neqişandî ye.
li ber çavê Cihanê Sedema xerabûna Îmaja Kurdan û çêkirina fîlmekî bi vî rengî:
Wêneyeke Fata Reş |
Dora pêşî Fata Reş a tevî 500 siwariyên Kurd tevî şerê Qirimê bubû di çapeniya Ewropayê de deng veda.
Ew wek Amazona Kurd hat pênase kirin.
Taboleye bi dest çêkirî: Kurd malên Ermenan dişewitînin |
Kurd bi cangoriya xwe ketin rojevê. Pêde pêde neteweparêziya Ermenan destpê kir. Kurd ji aliyê Tirkan ve bi gotina " Kurdistan wê bibe Ermenîstan" hatin tirsandin û bo çewisandina Ermenan hatin bikaranîn.
Nîgareke Siwariyê Kurd ya ji alî Ewropiyan ve xêzkirî |
Kurd êrişî jineke Ermen dikin |
Alayên Hemîdî Kurdistanê ji binîve serobino kir. Tirseke mezin a ji Kurdan ket dilê gelên Xaçparêz ên Kurdistanî. Bi navgîniya wan hemû cihan Kurdan wek gelekî hovber, nezan, serhişkê di êrişkariyê de şirîkê Tirkên barbar pênase kir. Xweş maja berê ya Kurd û kurdistanê berovajî bû.
Bûltena vedora çapemeniya Tirk ya ji aliyê wezareta Karên derve ya Fransayê ve tê weşandin, di 12.04.1921an de gotareke ji ber rojnameya Hakimiyetî Mîlliye ya Tirk girtî diweşîne. Di vê gotarê de weha dibêje:
Nûçeya derheqê şerê Inonû ya tê de behsa qehremantiya siwariyên Kurd tê kirin |
"Me fedakariya cansîperane ya Kurdan ya di pêvajoya Şerê mezin de dît. Em tev dizanin ku ew bi coş û kelecaneke çawa gihîştin hewara welat. Heta 1914an neçin, helwesta wan a kesnedîtiya li dijî êrişên dawîn ên Papoulas bînin ber çavan bes e. Heger meriv bi serbestî rastiyê bibêje, Rafet Paşa di şerê Eskîşehîrê de bi piştgiriya Siwariyên Kurd Yewnanan ji hev vekir û têk bir"
Pir balkêş e ku, piştî damezirandina Komara Tirk ji alî M. Kemal ve, raya giştî ya Cihanê, Çi Kapîtalîst, çi Sosyalîst di hemû serhildanên Kurdan de piştgiriya Komara Tirk dike. Bi yek dengî digotin; "Kurdên paşverû û hovber û feodal li dijî dewleta nûjen û nûdem ya Tirk serî radikin. Tepeserkirina wan rewa ye..."
Di sala 2000an de ez çûm Girava Îmrozê ( Gokçeada). Li wir min nasiya xwe da çend Rûman. Ew di sala 1966an de ji giravê koçî Yewnanîstanê kiribûn û piştî teqawit bubûn dîsa vegeriyabûn welatê xwe. Me suhbeteke dûvdirêj kir. Piştî ku min Kurdbûna xwe eşkere kir, min dît ku ken ji rûyên wan çû, dengên xwe birîn...
Heta ji min hat min ji wan re behsa biratiya gelan û xirabiya ku bi çûyîna wan gihîşt welat kir. Ji hazira yekî gotina min birî û got :" Tu tiştên xweş dibêjî lê, em ji tirsa we Kurdan ji vir reviyan...!"
Ez di cihê xwe de miçiqîm mam. Kêr di min re bikirana xwîn nedinuqutî"
"Çawa? Çima?"
-Bi salan dewletê li me nema zilm kir, me li ber xwe da. Di 1966an de gotin em ê li vir girtîgeheke vekirî çê bikin û ji Rihayê bi hezaran mehkumên Kurd bînin di giravê de azad bikin. Li ser serê wan polês û cendirme jî tunebin, ew bi we çi dikin, hûn dizanin...!"
Me ji tirsa Kurdan her tiştê xwe di cih de hîşt û li cihanê belav bûn...
Emperyalîst û mêtingehkar diserî de îmaja gelan xera dike, wan dike şeytan paşê jî nema xirabî li wan dike. Azadiya wan, welatê wan, ziman û çanda wan ji wan distîne.
Emperyalîst gelên bindest û belengaz bo berjewendiyên xwe bikar tînin |
Bi ya min, sedema bindestiya Kurdan, helwesta neyînî ya Cihanê ya derheqê azadiya Kurdan de, ji nedîtinê ve hatina komkujî û neheqiyên li Kurdan tên kirin ev îmaja xerab a Kurdan e.
Bo temaşekirina fîlmê, bitikînin lînka jêr
https://ffilms.org/the-last-outpost-1935/
Mamoste Marûf