Rojeva Tirkiyeya şewitî, ji êvara 15 ê Tîrmehê bigre heta roja îro, ji serî ta binî darbe ye.
Kî kir?
Mele Fetulayê xwedêgiravî şagirtê Mele Seîdê Kurdî,
ji heft bavan Tirk,
kûçikê ber deriyê dewleta xwe,
dijminê komûnîzmê,
weîzê çav bi hêstir,
şerîetxwazê jidil û dilşewat û diltenik,
kalê dest ji kar û barên dunê şûştî, li ser postê xwe
rûniştî…(Dîsa xwedêgiravî)
Çawa kir?
Fetula,
50 sal bere, di dema şerê sar(ji bin ve) ê NATO û Pakta Warşovayê de,
bi dijberî û bi dijminatiya Komûnîzmê ket çavê Amrîkayê.
Piştî ku bi YDA yê pişta xwe zexm kir, îcar qûna xwe kuta deriyê dewleta Kemalîst a
endamê Nato’yê.
Bi guherandina Rîsaleyan û ji wan birina Kurdayetî û
kurdperweriya Seîdê Kurdî, bi pişaftina zarên Kurda, ew çavên netewperestên Tirk girê da.
Bi şerîetxwaziyê olparêzan bi xwe ve zeliqand.
Di vê pêvajoyê de bi hezaran zarên misilmanên ji dil sax, ji
mejî nuqsan, ji dunê nezan abûr perişan li
dora xwe kom kir,
Wan bi mal û bi qurs û bi dersxane kir
Nexwar da wan, li xwe
nekir li wan kir…
Bi xwe li hindur di gohê wan de xwend,
Li derve di dibistanên nûjen û hemdem de wan da xwendin,
Dît ku kevirê aşê wî xweş digere, bi sedan qurs û dibistan vekir
Paşê TV û rojname û bank û şîrketan li dûv hev rêz kir.
Wî ew zarokên rebenên gundî û piştkurmî bi qrawat û bi meqam û
bi ûnîforma kir.
Çima kir?
Dewlet!
Belê, bûn xwedî dewlet; bûn xwedî şîrketa herî mezin a
welat.
Wekî din çi heye, çi
tine?
Li vî welatî bi sedan terîqet û cimet û civat û komale û
saziyên xwedêgiravî olî û oldar hene. Ew
jî li ser şopa Fetula, bi xewn û xeyalên bidestxistina şîrketa herî mezin a vê
erdnîgariyê(dewlet) şev û roj dixebitin. Mabest bidestxistineke qethî nebe jî,
di nav de bicihkirina qadroyan e, jê
xwarin e, îhalestendin e…
Ka ji we kî dizane “Suleymancî” xwedî çend yûrd û dibistan û
qadroyan in? Ew bo çi têdikoşin?
Gelo Işikçiyên xwe wek mirîden Evdilhekîm Arwasî didin
nasîn, rojnameya Turkiyeyê û TGRTê û Îhlas Holdîngê û bi sedan yûrd û
nexweşxaneyan wek zikirxane bikar tînin?
Cimeta Îsmaîl Axa, bi hezaran şagirtan, bi dehan radyo û TV
û şîrketan bo çûyîna bihuşta rengîn saz û ava dike?
Cimeta Yenî Asya?
Cimeta Îskender Paşa?
Adnan Oktarê pisîkperest?
Haydar Başê zikmezin?
Menzîlî?
Hîzbûtahrîr?
Wekî din?
Qadirî, Ûşakî, Cerahî, Tîloyî, Neqşî, Melamî, Halwetî,
Galibî, Cimeta Erenkoy?
Wekî din?
Kirkincî Xocecî, Alîgirên Ehmed xoceyê bi cube, bi dehan kom
û komikên Nûrcî, êdî nizanim çî û çi…
Çereserî?
Dewlet û dewletperestî bûye belayê serê mirovahiyê,
bûye pût, bûye ruhistîn…
Em dibêjin ger ev cinawirê ku navê dewleta neteweyî li xwe
kiriye
neyê demokratik kirin,
neyê biçûk kirin,
per û baskên wî neyên rûçikandin,
hêz û hebûn û desthilatdariya wî li kom û komikan,
li tax û gund û bajar û bajarokan neyê parvekirin,
ew ê gelan, netewan, baweriyan nasname li alîkî, ji
merivatiyê jî bike.
Ger ev feraseta bêyom, ev têgihîştina tewşomewşo neyê guherandin,
Dewlet wê tim û tim bibe
sedema darbe û şer û pevçûnan.
Li ser wê, bo wê, di rêya wê de, mirov hevûdu jî, xwezayê jî qir bikin.
Kurt û Kurmancî dewlet:
An wê bibe ya me
gişkan
An wê bibe warê mişk û dûpişkan…