Bi pergala perwerdehiya Tirkiyeyê mejiyê zaro û ciwanên vî welatî bi dijminatiya li hemberî demokrat û azadîxazan tê tijekirin û ew bo cihada pîroz tên sorkirin, dibin agir û pizot.
Mucahîdên bê ser û ber, bê tirs û bê
minet li komale û li weqf û li çayxaneyan digihîjin hev,
perwerde dibin û ref bi ref, yekîne bi yekîne ji hev vediqetin dibin IŞID,
dibin El Nusra, dibin Ahrarû Şam, dibin Tûgayên Fatîh Sultan, Sultan Mûrad, dibin wan gurên har...
Di merhaleyekî de ji alî dewletê ve tên binçavkirin, nav û navnîşanên wan
li defteran tên qeydkirin, piştî çend rojan
tên serbestberdan...
Paşê we hey dît, ew li Sûriyê ne! An mirî,
an tiving li milan, seriyek jêkirî yê mirovek di destan de zindî derdikevin pêşberê raya gişkî...
Dema ji rayedarên dewletê pirsa " ew çawa derbasî nav erdê Sûriyê
bûn?" tê kirin, ew dîn û îman davêjin dibêjin; "tobe di sînorê me re
neçûne...!"
Dema ez konektî û derewkariya rayedarên vê dewletê dibînim meselên dem û
dewrana eşîrtiya me tên bîra min.
***
Çend Paposî (eşîreke me ) kêvroşkek
digirin û dikin holikek bê derî û
servekirî.
Ew ê di wir de wê çend rojan xwedî
bikin, xurt bikin û paşê jî serjê...
Aqilmendekî wan dibêje; heyra deriyê vir tine, ew ê bireve, em laçikek bavêjin ser. Yekî din dibêje em gurzek giha bidin ber devê holikê, ên din
tiştên din dibêjin...
Ew dikin nakin bi hev nakin.
Ji eşîra me yekî fêlbaz û diz jî di wir re derbas dibe, çawa ku çav bi
keroşkê dikeve gohê xwe bel dike. Bala xwe didê ku Paposî bi hev nakin, xwe di
ber wan re dike û dibêje:
“heyran nîrê xwe bidin ber devê holikê û lêxin herin mala
xwe, li kêfa xwe binêrin. Ga nikare bi nîr, îcar kêvroşk”
Paposî tev şaş dibin dimînin:
- "Heyra ev çareya xweşik
çima nehat hişê me!"
Çawa ku ew diçin malên xwe, gobelê me piyê xwe di ser nîr re davêje, kêvroşka
quncilî digire, dike bin sakoyê xwe û dibe mala xwe...
Serê sibê Paposî tên holikê, da ku xwarin bidin kêwroşka xwe lê, Xwedê bide!
Rebenino hevûdu bi diziyê sûcdar dikin, yek ji wî, yek ji yê din, bi kevir
û daran bi hev dikevin, ser û gohê hev dipelixînin, pirî li hev didin ji hal dikevin, her yek bi
alîkî de dikeve... Çendikî şûn de dizê
me bi ser wan de tê.
Xwe li nezantiyê datîne, ji wan dipirse.
-Ka kêvroşka we?
Yek pêçiya xwe dirêjî yekî din dike, dibêje “ wî diziye!”
Ew sond dixwe dibêje wî...
Ew ê dîsa rabin hev ku dizê me berê
xwe dide wa, bi awakî pir xemgîn deng li
wan dike:
-Xwedê qehra xwe li min û li heft bavên min bike...! Sûc sûcê min e...! Min ji we re got nîr bidin ber devê holikê lê,
nehat hişê min ku bibêjim qulên nîr
bixitimînin! Kêvroşk di qula nî re
derketiye çûye!
Paposî pol û poşman zûr, zûr li çavên hev mêze dikin, radibin diçin malên
xwe...
Gelo di mijara IŞID û çeteyên ku agir berî Sûriyê û gelan didin de
Kî Paposî ye
Kî dizê fêlbaz e...?