26.05.2009
Rexne edeb divê...
Di nav me Kurdan de ên piçek pênûs bihecînin wek ronakbîr têne hesibandin; jiber ku bi gotina Ehmedê Xanê ya di Nubihara piçûkan de bilêv dike “li siwadê çavnas” iya me kêm e... Ez jî ne ronakbîr im lê li siwadê çavnas im; jiber vê yekê jî di xwe de dibînim ku hin rexneyan li civata xwe bikim.
Divê dora pêşî em wek netewek Rojhilatî xwe û derûdora xwe baş binasînin û bi vî awayî bikaribin çewtî û rastiyên xwe ji hev veqetînin.
Ev nivîs ne jibo pesindayîna rabûn û rûniştandina me ye; lewma ez bi aliyên me yên neyînî dest bi karê xwe dikim.
***
Rojhilat; bi taybetî rojhilata navîn; di sedsala 20’an de bi şer û pevçûnan erdnîgariya herî bi êş û elem a Cihanê ye... Ez dibêm ev yek jiber qedr û qîmet nedayîna me ya gotinê ye. Li cem gelên vê erdnîgariyê gotin nake pênc quruşên qul! Lewma em pir sond dixwin... Lewma di cihanê de “şedde” tenê di zimanê Ereban de heye; ev ziman e ku em jî di her warî de di bin tesîrê de mane û di dirêjahiya dîrokê de bûye yek ji stûnên çanda me... Lewma jibo famkirin û têgihîştina hin rastiyên zanistê jî em çavên xwe li mûcîzeyan digerînin û dikin Xweda Teala bi xwe rabe ji me re bibêje “ ev rast e, hûn pê bawer bin” Mûcîze jî ne pêkan be, em şêx û seyîdekî dikin şûna Xweda û gloveri û gerra li dora xwe ya Cihanê jî bi erêkirina wan faniyan dipejirînin...
Ev zimanê heta tu dibêjî tûj û bi şedde û nûnerê çandeke taybet , derb li kesayetiya mîrovan jî xistiye. Jibo hindekarî û hişmendî û rêxistiniyê divê tu rê û rêbazên kesnedîtî bibînî, biafirinî. Şedde di ziman de “teqemenî” ye. Civakek bi hezaran salan bi vî ziamanî jiyana xwe derbas kiribe êdî hînî teqemeniyê bûye. Kesekî, heta xwe li pêxembertiyê û şêxtiyê daneyne nikare bi nermahî, bi helîmî û selîmî tiştek bike serî...
Jibo hişyarkirin û birêxistinkirin û “bi ser û şo kirina” gelekî bi vî rengî me got rê û rêbazên nû divê...
Ev rê û rêbaz divê ne li dijî rastî û nirxên şaristaniya hemdem ên wek demokrasî û mafên mirovan be.
Divê ev rê û rêbaz ne li dijî şer’a Xwedê be.
Divê ev rê û rêbaz ne li dijî zagonên zanistî be(?)
Divê ev rê û rêbaz ne li dijî berjewendiyên hêzên mezin ên serdest be.
Divê ev rê û rêbaz ne li dijî çand û kevneşopiyên gelêri be.
Di vir de çi kaosek mezin heye; hûn têgihîştin, ne wisa?
Ev kaos jiyanê herimandiye; xwezayê hişk û hola kiriye. Mirovan xistiye dilqê rewilan; mêr cinawir, jin reben, zarok stûxar in ... Kesayetî; heta tu dibêjî birîndar û nexweş... Îro kes nikare tu tiştekî li Rojhilata navîn tarîf û binav bike: Mîmarî ya rojhilata Navin?
Wêjeya rojhilata Navîn?
Mûzîka Rojhilata Navîn?
Em hinek li ser mûzîkê rawestin. Bala we jî kişandiye nizanim; hûn qet li ser enstrûmanên mûzîka rojhilata navîn hûrû kûr bûne? Trompet û ûd û kanûn û saksafon di heman orkestrayê de ne!
Gotinên sitranan û harmoniya meqaman? Bala xwe bidinê, gotinên herî hestiyar û bidilşewat-ên kezeba mirovan dihelînin- bi meqamên cergobeziyê, bi meqamên navok hecandinê hatine xemilandin: Dansoz, bi gotina “Ya Rebî te çima ewqas derd û kul dane min” fîgûrên herî erotîk ên cihanê pêşkêşî temaşevanan dike.
Li cil û bergan binêrin; jin ser girtî; qûn vekirî...
Mêr serqot û bi blûcînê Amerîkan; jina li cem di germa havinê de bi çarşeva reş...
Di Cd playerên jeepên bi sed hezaran dolarî de, ayatên Qurana Pîroz ên pesindayên nefspiçûktiyê û alikariyê û heyrat û hesenatê...
Di vê civatê de kî û kê dikare terîfa rabûn û rûniştandineke, şêl û kesayetiyeke hevbeş bike?
Hin ji we dê bibêjin; “ gel bi gelemperî misilman e; va ye ji te re şêl û pêl û kesayetetiya hevbeş...”
Misilmantî çiqas me bi hev ve dizeliqîne?
Em û Erebên Sêrtê ji berê ve ne misilman bûn? Em û Dadaşên Erzromê? Ên ku ji berê berê ve xwîna me bixwin jê têr nabin...
Bi dorfirehî; em û dagirkerên me?
Mezinên me û Ermen û Êzdî û Sûryaniyên me çiqas bihev kir; ji hev hezkir?
Sofiyên me û gundiyên wan ên rojî nagirin, nimêj nakin çiqas birayên hev in?
Jinên biçarşev çiqas ji yên porvekirî hez dikin?
Navbera “esselamûeleykum”bêj û “rojbaş”bêjan çawa ye?
Araqxwur û avxwur?
Elewî û ehlê sunet û wel cemaet?
Di gundekî şafî yê nimêjkar de rewşa ên ku bi destan kûçikan mizdidin çawa ye?
Xwemezinkuştina dewlemendan li ser hejaran, ya bedewan li ser nerindan?
Çavnebariya hejaran ji bo dewlemendan?
Eşîr û malmezin û reaya û xulam û şivan û gavan?
Em çiqas demokrat in; lo?
*****
Heyran, di kuncikê Cihanê yê evqas tevlihev; evqas bixirecir, evqas bêewle de
Kurd,
bi “bi serê xwe”
bi îradeya xwe;
Dîsa Kurd,
bê fermanên asûmanan,
bê fetwayên şêx û meşayîxan - ji wan her yek tiştek cuda dibêje ocaxên wan êdî bûne kaniyên neyartî û dubendiyê-
digel hemî şert û mercên rizî û jihevketî û xurufî û infektebûyi yên rojhilata navîn bi derengî be jî, cudayetî û dijberî û çavnebariyên xwe dan alîkî û ji xwe re partî û serokatiyek demokrat û nûjen afirandin.
Gotina dawîn; hin canik û camêr radibin partî û serokatiyê reş dikin, bi çêr û dijûnan bêrûmet dikin.
Gava tu bersîva wan didî fenanî tu pêlî boçika pisîkê bikî, diqîrin dibêjin: “ Ma mafê me yê rexnekirinê tune ye?”
Ev gotin bi têra xwe mirov dibehecîne...
Malmîratno rojhilatîno, tu ji yekî re bibêjî xayîn ev dijûn e an rexne ye?
Sûcdarkirina kurdekî bi alîkariya MİT û Ergenekonê û Kemalîzmê bi ya we rexne ye?
Bi nekurdayetiyê sûcdarkirin a partiyeke Kurdan ne heqareta herî mezin e?
Rexne cûrekî wêjeyî yê sereke ye. Divê rexnegir kes û kesayetî û mijar û têgeha ku rexneyan lê dike(mijara rexneyê) bi dorfirehî bi erênî û bi neyînî bi awakî bêalî bide nasîn...
Ger wisa nekin hûnê bikevin şûna fîlmçêkerên rehmetî yên Yeşîlçama Tirk: Erol Taş ê xerab; Tarık Akan ê qenc...
Ev têra we nekiribe sîyaset û huner û wêje û jiyana rojhilata Navîn ji we re serqûçkirî tije mînakan in: Xerab; heta tu dibêjî xerab;
Çê; ji por heta neynok bêqisûr...
Ev çand li we pîroz be; ez rebenê Xwedê êdî ji we re çi bibêjim...
Mamoste Marûf
19.05.2009
Kurdî çi ye?
Kurd bi giranî ji sedsala 19’an vir de ji bo mafên xwe yên netewî têdikoşin, xwîn û xwîdana xwe tevlî hev dikin û dirijînin. Lê heta ev çend salên dawîn, ew di warê ziman de pir tişt nekirin; li benda avakirina Kurdistana serbixwe sekinîn. Piştî famkirin dîtin ku di şert û mercên cihanê yên îro de dewleteke serbixwe zû bi zû ne pêkan û hêsan e, bihn û bala xwe dan ser zimanê xwe yê ji hêla wan ve heta niha paşguhkirî, sêwî hiştî.... Lê ew nizanibûn ku ziman, bi gotina wêjenas û zimannas û lêkolînvanê îngîlistanî yê bi nav û deng Samuel Jhonson( Doktor Jhonson, 1709-1784) “pîşeyek nankor e” û tu gavek jê dûr bikevî ew bi çargavî ji te direve.
Dîsa ew nizanibûn ku ziman wek candarek ji candaran e û ger tu lê xwedîti nekî nikare li ser xwe bimîne; dimire diçe... Lê zimanê Kurdî herçiqas di dirêjahiya desthilatdariya kadroyên nijadperest ên komarê de derbek mezin xwaribe jî bingeha wî pirî zexm bû wenda nebû û bi nîvruhî be jî hehta roja îro hat.
Xediyên wî yên tekoşer ên heta çend sal berê jî pişta xwe pê de kiribûn ji nişkave li xwe varqilîn dîtin ku êdî hew dikarin bi zimanê bav û kalan biaxivin! Bi lez û bez mil û zend badan û dest bi xebatê kirin; lê hezar heyf û mixabin ew gelek ji wan êdî nikaribûn wek mezinên berê bi zimanekî xwezayî û fesîh û letîf û bi coş û bi kêf û henekan tijî biaxivin... Belê zimanê wan ji peyvên xerîb hatibû safîkirin û bi yên kurdî hatibû xemilandin û dewlemendkirin lê giyan û mejî û şêwaz çêkirî û biyanî bû... Dersa mezin a divê mirov jê bigire ev e: Te ziman wenda kir, belê tu dikarî bi xebatek bêhempa dîsa bidestbixî; lê ew bi rewş û xemla xwe ya berê nayê...
Zimanê Kurdî piştî hişmendiya van çend salên dawîn hema bêje serê xwe ji xewa mirinê rakir û hat ser hemdê xwe . Lê hê jî bi xetereyek pir mezin ve rûbirû ye. Başûr ne tê de li tevahiya parçeyan jiber tunebûna derfetên perwerdehiya bi Kurdî, jiber qedexekirina wî ya li qada fermî, jiber tengbûna bazara wî, jiber biçûkdîtin û bêrûmetkirin û şerê psîkolojîk ê dagirkeran ji hêla girseya mezin a kurdên apolîtîk ve bi têra xwe nayê bikaranîn. Bi taybetî nifşên nû yên ji gundên xwe derketine û li bajar û metropolan bi cih û war bûne di nav çend salan de xwe ji ziman dikin.
Ev rewşa bêzimaniya girsehî ya kurdan çend nifş şûn ve bênasnametiyêke giran jî bi xwe re tîne. Ev “mirovên bi diruvkî, bi bejn û balan kurd, lê giyan û mejî ne tu tişt” dikin serûbinobûyina derûnî ya xwe - ev yek bi serê xwe nexweşiyek e- bi peydakirina nasnameyeke çêkirî derman bikin. Ev derman an teqlîdkirina nasname û çand û rabûn û rûniştandina netewa mêtingehkar e; an jî jiyanke ji serî heta binî bi şert û ruknên olî honandî ye... Ev nasnameya nû ya ku ew nabêjin çê yê, xerab e dixin şûna hemî kevneşopiyên netewî û herêmî yên bav û kalan, pirî caran kesayetiyeke ewqas serhişk û bihnteng û hov û fanatîk derdixe holê ku li ti dera cihanê, di ti dewr û dewranan de kes lê rast nehatiye û nedîtiye...
Tevkujiya li gundê Zankirtê û mêrkujiyên bi “domûzbaxî” yên “Hîzbula” yên di salên 90’î de qewimîbûn mînakên herî berbiçav ên vê kesyatiyê ne... Ev kesayetiya “çêkirî û malê diziyê” gelek caran jî durû û teqiyekar û berjewendîperestên herî hoste yên civakan diafirîne. Piraniya “siyasetmedarên esilkurd” ên olparêz û tirkparêz ên 80 salan ên Cumhûriyetê bi vî şiklî ne...
Em bi dilrehetî dikarin vê yekê bibêjin: “ zimanê Kurdî ne tenê mifteya çareseriya pirsgirêka kurd e; ew dermanê çareseriya pirsgirêka tenduristiya giyanî ya kurda ye jî...
Mamoste Marûf
29.04.2009
Derd û kula me, ziman û nasnameya me...
Hin rasti hene ku em tev pê dizanin lê pir ecêb e em wana wek baweriyên bingehîn napejirînin; nakin jiyana xwe ya rojane. Ez dixwazim ji wana çend mînakan bidim.
1- Temenên dewletan ji yên mirovan dirêjtir in.
Di ser avakirina Meclîsa Mezin a Tirkiyê re 89 sal derbas bûn. Sazûmankarên wê tev mirin, lê ew hê dicihê xwe de sekiniye.
2- Dewlet xwedî proje û stratejiyên demdirêj in.
Di sala 1924’an de gelên di nav tixûbên vê dewletê de bi gişkî hatin înkarkirin û tev wek tirk hatin hesibandin. Hemû guherînên ku bi navê “şoreşên Komarê” hatibûn bi navkirin jibo tirkîfîkasyona gelên din bû. Ev plan kurd ne tê de li ser gelên din ji sedî sed gihîşt armanca xwe. Merivên Ethemê Çerkez 80 sal berê rewşa îroya çerkezan di xwewna xwe de bidîta pê bawer nedibû. Ji bo me kurda jî Dewleta Tirk xwedî projeyek taybet a demdirêj e û dibe ku ev proje di dawiya vê sedsalê de biencam be.
3- Netew-dewlet jibo berjewendiyên netewan hatine sazkirin û hemû têkiliyên wan li ser berjewendiyan tên sazkirin.
Paradîgmaya Dewleta Tirk li ser “hemû kes tirk in, hemû tişt jibo tirkan in”hatiye avakirin. Xeynî tirkan -mafê jiyanê jî tê de-tu kes ne xwedî maf e. Ger îro li hemberî kesên ku nabêjin em Tirk in komkujî û nefî ne di rojevê de be; ev yek bi hêviya “asîmîlîyekirina wan a di paşerojê de” pêk nayê.
4- Dewleta Tirk projeya afirandina neteweke bi navê “Tirk” e.
Dewletek plûralist a wek Împaratoriya Osmaniyan, Dewletek Umetparêz a xwedî xelîfetê, yekîtiya gelên Rojhilata Navîn difirand û nedihîşt ku dewlemendiyên vê erdnigariyê bikevin destê Ewropiyên emperyalîst. Rêyek tenê mabû; afirandina netewek û dewletek tirk a berê wî ber bi Ewropayê ve... Weneziliyosê qumandarê Yewnanan di bîranînên xwe de dibêje: “Çawa bû ez tênegihîştim, Îngîlîzan di 1922 de, ji nişka ve dest ji piştgiriya me berdan û em li zozanên Anatoliyê bi tena serê xwe man”
5- Ziman nîşaneya hebûna netewan e.
Ev rastiyek zanistî ye; lewma ne hewceyî gotinên zêde ye. Netewên din ên Anatoliyê bi wendakirina ziman hemû nirxên xwe jî pê re wendakirin. Îro li vi welatî Ermenkî û Romî ji tê de tu zimanekî zindî li ser xwe nemaye. Ez ev heyşt sale di dibistanên kêmnetewan de wek mamoste û rêvebir dixebitim; ew, zimanên xwe bi qasî Îngîlîzkiya xwendekarên lîseyên Tirkiyeyê dizanin. Êdî Ermenkî û Romî ne zimanê dayikê ne; ew bi xwe jî dibêjin “Zimanê me yê dayikê Tirkî ye; Ermenkî zimanê çanda me ye” Jibo kêmnetewên xaçparêz ol nîşaneya herî girîng a netewetiya wan e; jiber ku her civat xwedî dêreke taybet e, Kurdên şafî çima daxwaziya mizgeft û melayên şafî nakin, nakeve serê min. ( Ermenî grogeryen, Rom ortodoks in; lewma di heman dêran de îbadet nakin) Cudatiya olî di nav misilmanan de pêşî li ber asimîlasyona xaçparêzan digire; lê li Ewropayê bi taybetî jî Ermen, gilî ji asimîlasyonê dikin)
6- Dewleta Tirk jibo gihiştina armanca xwe polîtîkaya asîmîlasyonê dimeşîne.
Ji bo afirandina neteweke tirk a hevgirtî dewlet 80 sal e gelan asîmîliye dike. Kurd tenê li ber xwe didin lê êdî jibo Kurdî jî kêr gihiştiye hestî. Heger di van çend deh salan de jî tiştek neyê kirin Kurdî jidest diçe; kurdayetî jî pê de, pê de...
7- 80 sal e Dewleta Tirk di warê polîtîkayên çandî yên Cûmhûriyetê de tu guherîn-veguherîn pêk neaniye.
Plan û stratejiya Dewleta tirk li gorî demeke dirêj hatiye sazkirin.Dem bi dem ew gavên xwedêgiravî demokratîk davêjin; lê qe yek jî berdewamiya hebûna gelê kurd garantî nake; rê li ber bişaftinê nagire. Her cara ku dikevin tengasiyê bi gotinek xweş an bi guherîna zagonek li ber dilê Kurdan didin û pê demekî dirêj qezenc dikin; lê di rastiyê de asîmîlasyon hew berdewam e... Di saleke de Li Tirkiyeyê li dora 1.500.000 dergûş jidayik dibin û ji van herî kêm 500 hezar ên kurdan in. Ji van 500.000 pitikan gelo ji sedî yek jî wê bi kurdî biaxive? Her sal li bakûrê Kurdistanê û li Tirkiyeyê 400.000 kurd diçin ber rihma Xwedê. Gelo jivan rehmetiyan ên kal û pîr çend kes di jiyana xwe de bi rêk û pêk dikaribû bi Tirkî biaxive?
Ozal tê derxistibû ku ev şer wê dewleta wan serobino bike; got “ em dikarin federasyonê jî nîqaş bikin” pê heft sal, heft nifş heliyan.
Demîrel ket tengasiyê got “ez rastiya kurd dipejirînim” pê deh sal û deh nifş çûn.
Erdogan got “ pirsgirêka Kurd ya min bixwe ye jî” niznim bi vê gotinê wê çend sal û çend nifşan dê bihelin...
Serkeftina DTP’ê ya di hilbijartinan de jî tiştek wisa ye û tu car pêşî li ber asîmîlasyonê nagire û em pê xwe dixapînin....
Lê tişteke rast heye ku em kurd bi gotinan zû dixapin; jiber ku em bi gelemperî nizanin çi dixwazin- çi bixwazin... Tişta herî balkêş hê tu siyasetmedarekî kurd ranebûye negotiye: “ em dihelin, êdî zarokên me bi zimanê xwe naaxivin! Derd û kula me zimanê me ye”
8- Komara Tirk li ser du stûnan sekiniye: Leşkerî û Perwerdehî.
Jixwe li pêş navên her du wezaretan tenê peyva”netewî” cih digire: parêziya Netewî- Pewerdehiya Netewî (Mîlli Savunma-Milli Egitim)
Dewleta dagirker baş dizane ku-ger ev rewşa heyî neyê guherandin- wê kurd di dawiya vê sedsalê de zimanê xwe bi tevahî jibîr bikin. Ev jî bi rêya perwerdehiyê û bi amûrên ragihandinê telewîzyon-radyo, rojname yên bi tirkî pêkan e. Enstîtûyên Gundan ên 1940’an ên jibo tirkan di her warî de bikêrbûn( heazar heyf e ku mamosteyên me yên Egîtîmsenê her sal sazkirina van dibistanan pîroz dikin û beşdarê şîn û şahiyên jibo wan dibin) lê mixabin jibo kurdan armanca gihandina mamosteyên tirk ên asîmîlasyonker dabûn ber xwe. Bi rastî jî xwedî dîplomeyên van dibistanan tu car di warê mafê kurdan de ne xwedî gotin û liv û tevger in. Ew canfedayên polîtîkayên Kemalîst ên yek-netew û yek- ziman û yek- al bûn. Dûv re YİBO yan kirin belayê serê me. Bi van dibistanan dagirkeran, zarokên hejar ên kurdan bi awakî girsehî dan ber lehiya asîmîlasyona bêyom.
Gava kurd li van polîtîkayên qirêj varqiliyan û serî liber wan rakirin; îca artêşa netewî ket şûna perwerdehiya netewî. Bi pênûs nebe bi ço... Armanc tim û tim yek e: Tirkkirin!
9- Dewlet çareseriya pirsgirêka kurd naxwaze.
Hin kurdên ji dilê xwe sax dibêjin; “bila kurd dest ji çekan berdin û tekoşîneke demokratîk bipêş bixin, bi alîkariya YE yê û ya DYA yê wê mafên xwe yên netewî bistînin!”
Wê kîngê, çend salê din?
Bi ya min ev xefik û dafikên mezin in ku didin ber me. Me li jor jî gotibû polîtîkaya Dewleta Tirk ev e; “bi gotinan xapandina kurdan û bidestxistina dema pêwîst, jibo asîmîlasyonê”
Dewlet jibo Kurdan pilana kuştina hêdî û bêdeng amade kriye û ev pilan 80 sal e li gorî dilê wan dimeşe...
Formûlasyona çareseriya pirsgirêka Kurd wek ya Qibrisê ye: “neçareserî bixwe çareserî ye...”
10-Ev operasyonên van çend rojên dawîn jî jibo anîna kurdan a ser niqirek (xet) bêxetere ye; jiber ku kurd piştî hilbijartinan di warê hêz û moral de hinek xurt bûn.
A din ev du sê sal in Tevgera Azadiya Kurd, bi hemî partî û sazî û rêxistinên xwe xwedî li ziman derket. Ev nêzîkatiya ber bi ziman û nasnameya Kurd; dewleta tirk pir û pir aciz kir û tevahiya polîtîkayên wê yên bingehîn ên 80 salî pûç derxist... Bi ya min kurd jibo zimanên xwe çiqas bi israr bin wê ew qas rastî pest û pêkûtiyan werên. Bi kifşkirina polîtîkayên asîmîlasyonê, cara yekem e ku kurd xwe gihandin nava dilê dewleta kûr... Cara yekem e ku dewlet ji polîtîkaya kurdan dipelikîne; jiber ku êdî nikare pûşê xwe veşêre, bincil bike... Cara yekem e kurd bi çeka wê li dewleta neteweperest dide. Ew dewlet e ku gelê tirk bi neteweperestiyek bêhempa sor kiriye, kiriye agir û berdaye pêsîra kurda...
Îro gelê tirk serî li ber rayedarên xwe radike ger bizanibe, têderxe ku “zarokên kurdan jî “wek zarokên tirkan ên dema Bulgarîstana Todor Jîvkov” nikarin bi zimanê xwe biaxivin; jiber ku dewleta tirk wana asîmîliye kiriye... Jibo vê yekê divê siyasetmedarên kurd polîtîkayên asîmîlasyonîst ên dewletê tevî encamên wê aşkere biqîre, bike serê hemî cihanê.
Divê em çi bikin?
1- Tekoşîna ziman û nasname
Me li jor jî gotibû, divê siyasetmedarên me bi awakî aşkere bibêjin em êdî naxwazin bi baca me hûn me asîmîliye bikin.
Zarokên me êdî nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Em ji dewletê çareseriyek wisa dixwazin ku hemî zarokên kurdan bila hînî axaftin û xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Ger ev xwestekên me di saleke de neyên cih; em bang li gel dikin bila bac nedin dewletê, xortên xwe neşînin leşkeriyê, zarokên xwe neşînin dibistanên seretayi...
2-Şer
Şerê çekdarî yê “li çiyayên Kurdistanê” êdî gihiştiye armanca xwe.
Kurd, bi taybetî yên li Kurdistanê bi nasnameya xwe jî bi dek û dolabên dewleta dagirker jî hesiyane.
Ji vir pê ve divê şer xwe tekrar neke. Şerê li çiya û bajarên Kurdistanê ji vir şûn de zirar dide kurdan û erdnîgariya Kurdistanê.
Ev şer tu car civata tirk û desthilatdarên tirkan nahecîne. Niştecihên metropol û bajaran vî şerî his nakin. Serde jî cenazeyên leşkeran ên tên metropolan dibin sedema şov û propaganda û xwepêşandanên şovenîstan. Dewlet di merasîman de çavê kurdên metropolan ditirsîne, wana bi lînçkirinê tehdît dike.
Armanca dawîn a siyasetê û ya şer divê ji nû ve bê revîzekirin. Bi ya min raya giştî ya kurdan li ser tekoşîna “bi dakirkeran danpejirandina ziman û nasnameya kurdan” lihev dike. Kurd dikarin li ser vê bingehê yekîtiya herî mezin û xurt pêk bînin.
Mamoste Marûf
Kaydol:
Kayıtlar (Atom)
EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?
Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû. Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...
Nivîsên zêde hatine xwendin
-
Bulltin Périodique de la Presse Turque, (Bûltena Vedor a Çapemeniya Tirkiyeyê) bulteneke vedor a fermî ya dewleta Fransayê ...
-
Biryara Komkujiya Ermenan a mezin bi şerê cihanê yê yekemînde ve destpêdike. (Di nav salên 1894-1896’an de jî li gelek herêman li hemberî E...
-
Evdalê Zeynikê, hunermendê bi nav û deng ê wêjeya devkî ya Kurd û Kurdistanê, dengbêjê dîwana Surmelî Memet Paşa, di serê sedsala 19’an de l...