Ji raya
giştî re;
Kamuoyuna
duyuru;
Min pêwîstî pê
dît vê daxwiyaniyê bidim; ji ber ku bi munasebeta grevên birçûbûnê yên van
demên dawîn ez bêgav mam navçêtî bikim; ev yek jî rê li ber hin bûyeran vekir.
Son ölüm oruçları ve
açlık grevlerinin sona ermesi vesilesi ile kullanmak durumunda kaldığım şahsi
inisiyatifim konusunda, olası gelişmeleri de dikkate alarak bu açıklamayı yapma
ihtiyacı duydum.
HDP bi çalakiyên xurt û şok
rê li ber tecrîd û girevên birçîbûnê negirt û dîsa ez mecbûrî navçêtiyê kirim. Vê
yekê jî rê li ber geşdanî û nîqaşên nû vekirin. Bi hevdîtinên hefteyî derfet çê
bû ku ez him bi rayedarên dewletê re têkilî daynim, him jî nêrînên xwe
ragihînim raya giştî. Ev derfeta hevdîtin û çûn û hatinê ya dewletê da min, pêşî
di nav gel de wek bi AKPê re hevkarî, paşê jî wek piştgiriya CHPê hat nîşandan.
Ev her du nirxandin jî dûrî rastiyê ne...
Min derheqê
pêvajoya aştiyê de mi qala helwesteke hûr û kûr û qethî kiribû.
Çözüm sürecine ilişkin
daha derinleştirilmiş ve netleştirilmiş bir tutumdan bahsettim.
Min bi vê
ferasetê li bûyerên niha nêrî.
Mevcut
gelişmelere bu perspektiften baktım.
Rewşa îro ev
e; uslûba bi xirecir a mora xwe li pêvajoya
aştiyê da û ya ji atmosfera ananevîyaTirkiyeyê ne cudatir, di serî de pirsgirêka Kurd, hemû pirsgirêkên civakê girantir dike.
Çözüm
sürecine damgasını vuran ve Türkiye'nin geleneksel iklimini aşmayan,
dolayısıyla sürekli çatışmacı ve kutuplaştırıcı üslubun başta Kürt sorunu olmak
üzere tüm toplamsal sorunları ağırlaştırdığı ortaya çıkmış bir sonuçtur.
Ji berê de li Tirkiye de du
eniyên bozber hene û li dûv berjewendiyên siyaseta rojane bi hev re xirecir
dikin. Ev her du enî dema bi hev re dikevin ber qayîşê pirsa demokrasiyê û
birîna kûr a Kurdan nakeve bîra wan. Her du jî dibin noker û parêzvan û
mîlîtanên alaya sor spî, yekparçebûna Tirkiyeyê, dibin pisporê aboriyê û
têkiliyên bi emperyalîstan re. HDP jî li ber bayê yekî dikeve, dikeve bin çengê
yekî û bi heman şêweyî xwedêgiravî
siyaset dike. Kes wê wek muxatab qebûl nake. Bi ser de pirsgirêkan dike
gilokeke bê derman. Her du alî hevûdu bi nêzîkbûna HDPê û bi piştgiriya
terorîzmê sûcdar dike. Ji belaya siyaseta rojane doza Kurd li ber çavê gel cihê
xwe yê wîjdanî û exlaqî ji dest dide, mafdariya xwe wenda dike, dibe
terorîzm...
Rastiya Tifaqa
Komarê û ya Netewê ev e lê, Tifaqa
Demokratîk a HDP nûnertiya wê dike danûstandinên demokratîk û çareserîxwaziyê
ji xwe re kiriye bingeh û rêgez.
Cumhur ve Millet
ittifaklarının bu gerçekliğine karşılık HDP'de ifadesini bulan demokratik
ittifak ve bağlantılı demokratik müzakere opsiyonu çözüm odaklı olmayı esas
almıştır.
Rastiya her du enî û bere û
tifaqan ev e( AKP+MHP= CHP+IYIPARTÎ) Bo
berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî ketine ber qayîşê. Demokrasî û çareseriya
pirsgirêka Kurd ne xema wan e. jixwe ew sedema damezirandin û hebûna wan ne ev
e...Lê HDP? Mala we mîrat nebe, we çi zû ji bîr kir...! Ma me HDPê bo
demokratkirina Tirkiyeyê û xweseriya Kurdistanê nedamezirandibû...? HDP bi xwe
ne eniya demokrasiyê bû...? Di nav wê de Kurd û Tirk, Ereb, Çerkes, Laz, Gurcî,
Qeraçî, dîndar, Xwedênenas, Elewî, Sunî, karsaz û karker nûnerên her kesî cih
negirt...?
We çima kilîta reş li deriyê
HDPê xist û CHP û ÎYÎPARTÎyê wek eniya demokrasiyê bi nav kir? We çima eşkere
piştgiriya wê eniyê kir...? Hûn qasî Temel Karamollaoglû jî siyaseta TRê
nizanin...Wî rasterast, eşkere piştgiriya neyarê xwe nekir, ji ber ku bo siberojê
ji wan jî hêviya dengstendinê dike. Çima wek kerê boz xwe wek neyarê AKPê
teşhîr bike...? Me HDPê wek alternatîfa sêyem damezirand û xwest xwest hîmê pergala 120 salî ya TRê ya bi du
partî ya dûrî demokrasî û mafên mirovan bileqînin, bihejînin û hilweşînin...! We
çi kir...?
Heger mirov
girantirbûna pirsgirêkên navxweyî yên civakî, herêmî û kûrewî bide ber çavan parastina
vê alternatîfa sêyem pir û pir kûr û girîng e.
Önümüzdeki dönemde gerek
iç toplumsal, gerek bölgesel ve küresel sorunların daha da ağırlaşacağını göz
önünde bulundurarak bu üçüncü yol tavrının korunması büyük bir önem ve anlam
ifade etmektedir.
Heta ez eşkere nebêjim hûn fêm nakin: Bo çareseriyê HDP, ango
alternatîfa sêyem a demokrasîxwaz pir girîng e...! Li ber bayê du eniyên din
nekevin. Sikura gelê kurd berdin. Bila Kurd bi dilê xwe biçin ser sandoqan û bi
dilê xwe dengên xwe bidin. Heger dengê xwe bidin partî û namzetên ku bajarên wan rûxandin, zarokên bi saxî şewitandin hûn
bo kê têdikoşin...? Bo girseyeke evqas bêrûmet û bêşeref meriv can dide...?
Helbet Kurdên xwedî şeref û heysiyet dizanin dengên xwe bidin kê...! HDP di vê
mijarê de bila bêalî be, notr be, bêdeng be. Gel kîjan partî, kîjan enî demokrasîxwaz
be, aştîxwaz be, bo çareseriyê xwedî proje be, wê dengê xwe bide wê...! Ev bi
xebata HDPê ve na, bi hişmendî û bi asta polîtîk a gelê Kurd ve dibe û gelê Kurd
ji HDPê polîtîktir e, serwextir e, fedakartir e...
Di vê çarçoveyê de, divê tifaqa
demokratîk a HDP nûnertiya wê dike, di nîqaşên rojane yên hilbijartinê de ji
kesî re nebe paldank û piştgir.
Bu çerçevede HDP’de
vücut bulan demokratik ittifak anlayışı güncel seçim tartışmalarına taraf ve payanda
yapılmamalıdır.
HDP di cihê xwe de bisekine, tevlî nîqaşên siyaseta rojane û erzan
nebe, li ber helwesta gel û perspektîfa
serokatiyê nebe asteng. Ew ê roj bê, bo çareseriyê bibe muxatabê dewletê, lewma
gere rûyê xwe reş neke....
Hêjayiya Tifaqa Demokratîk û
wateya wê ya dîrokî ev e ku divê ew xêrxwaziya du aliyan yekî wek ferz neke
stûyê xwe, heta niha çawa kiribe îro jî ji xeta xwe ya bêalîbûnê neyê xwarê.
Demokratik ittifakın
önemi ve tarihsel anlamı mevcut ikilemlere kendini angaje etmemesi ve şimdiye
kadar olduğu gibi seçimlerdeki tarafsız çizgisinde ısrar etmesidir.
Doza demokrasîyê û pirsgirêka Kurd bi riya hevdîtinên bi dewletê re
çareser dibe. Dibe ku ji vir şûn de HDP wek muxatab bê dîtin. Bo vê yekê divê
HDP wek tevgereke bêalî bixwiyê. Li ser vê xetê bi eynat û bi îsrar tevgere.
Nebe çoyê destê kesî...
Xeta li ser sêlingeya ji “lihevkirina
demokratîk, siyaseta azad û hiqûqa gerdûnî” pêkhatî platforma herî rast, herî bi
xêr û ber û hilberîner e. Bangewaziya hesasiyetê li hemû derûdorên elaqeder dikim.
Demokratik uzlaşı, özgür
siyaset ve evrensel hukuk üçlü sac ayağına dayalı çizgi en doğru ve sonuç
üretici siyasi platformdur. İlgili tüm çevreleri bu temelde duyarlı olmaya
çağırıyorum.
Doza Kurd ne tenê bi hêzên neteweyî yên Tirkiyeyê, bi hemû hêzên
navneteweyî, gorî hiqûqa gerdûnî, bi lihevkirina hemû aliyan çareser dibe. Ev
yek jî feraseteke pir kûr divê, huner divê, zanist divê...
18ê Pûşpera 2019an
Girtîgeha sergirtî ya
Îmraliyê
Abdullah Ocalan
18 haziran 2019
İmralı Kapalı Cezaevi
Abdullah Öcalan"
İmralı Kapalı Cezaevi
Abdullah Öcalan"