Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya
komarê bû. Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî
û azadiyeke nîvçe, li welatê me zor faşîzm e...
Ji Enqereyê wêdetir desthilatdar parlamento û hikumeta qaşo siwîl e, li cem me dewlet cendirme û memûr
e...
***
Gelê me bi giranî, gundiyên bi tevahî ji Tirkî, ji xwendin û nivîsandinê
bêpar e.
Kê serê xwe ji mala xwe derîne, cendirmeyê zalim bi tivinga
mawzer li ber pozan e, çi bike rebeno
pirs jê nayê, Tirkînezan e...
Tu bi saxî û silametî xwe bigihînî navçeyê, îcar pênûsa memûrê
bertîlxwur şûr û gûzan e.
Lewre gundiyên me yên dîl û rebenên komarê, heta ji wan dihat dernediketin derveyî i sînorê
gundên xwe yên ku ew çavnasên her bihosta erdê wî bûn.
***
Xalê min ê Abûzer mêrekî girê geriyayî yê xwedî hêza heft
mêran bû. Di gulaşê de kesî pişta wî daneanîbû erdê. Di şerên navgundî de herkesî dida ço, wî nîr dida
dest, wer diket nav şer. Mala me û ya wî li serê girê Mozirganê bû. Kî bihata
gund pêşî me ji dûr ve didît, em diqîriyan û gundiyan pê dihesand. Dema cendirme bihata
xalê min zar û zêçên xwe dihîşt, hêdîka peyayî nav gund dibû, kîjan gundî
derketiba ser rêya wî temî dikir digot “ji gund re bibêje cendirme wa tên” û
lezalez berê xwe dida çiyayê Biqikê yê warê xwe weşartinê yê qûntar bi dar û ber, bi
pûş û palax.
Di Zarotiyê de xalê min li ber çavê min Rustemê Zal na na hezretê Eliyê qesasê serê dêwên
heftserî û kafiran bû. Tirsa wî ya ji
cendirmeyan ez şaş û mat dikirim. Min cendirmeyan
dida ber Nemrût û Fîrewn, du kafirên di quwert û qudretê de heşa bi Xwedê re ketibûn ber qayîşê...
***
Ev malkambaxiya Kurdan kiriye wêjeyeke qerfî ya ji serpêhatiyên
gundiyên tirkînezan pêkhatî lê, çi bikî heta niha neberhevkirî bê afirandin.
Gundî li gundên xwe ji aliyê cendirmeyan ve, li bajar him ji
aliyê bajariyan ve him ji aliyê memûran ve dihatin çewisandin, şêlandin,biçûkxistin
û bêrûmetkirin.
Dîsa ev bêbextî û bêsiûdî kiriye ku li welatê Kurdan sektoreke
navbeynkariyê bê afirandin, bo bi rê ve
birina karên gundiyan “li qapiyê dewletê”
Ez ê ji wan du mînakan bidim:
Li nahiyeya Qereaxila şênî Çerkes a bi ser navçeya Kopa Mûşê ve, camêrek Çerkes ê bi navê Fûatê Ûrisko hebû, wî debara xwe li
deriyê hikumatê bi navbeynkariya Kurdên
Tirkînezan a bi dewletê re dikir. Sala
1987an gava bo mamostetiyê ez şandim navçeya Sasonê, salek şûn de kurê wî jî wek mamoste hat wir. Dûv re ew
kirin rêveberê lîseyê. Bi salixê kurê wî, Kurdan çend caran mezinên xwe şandine
cem wî, lava û rica kirine ku ew bibe namzetê parlemaniyê, çima ku Fuat Efendî
di Tirkî de jêhatî ye, di hikumata cûmhûriyetê de destê wî digihîje her derê...
Sala ez li Sasonê bûm, dîsa yekî navbeynkar (Dava vekîlî) yê
bi navê Riza Tekîn parlemanê Sêrtê bû. Piştî darbeya leşkerî Konseya Kenan
Evren a hilbijartina yekem li dar dixist, xeynî Riza Tekînê dibistana seretayî
qedandî, hemû namzetên din veto kiribû,
ew tenê mabû.
***
Ez çi serê we biêşînim, di gundê me de apanekî me hebû Mehme
Zekîyê kurê Hecî Yadîn. Li leşkeriyê hînî tirkiyekî qirix bubû. Apê Zekî merivekî
jîr, xwînşirîn, rûgeş, xwedanxêr bû. Ne bi tenê bi karmendên dewletê re, bi
hemû mirovan re bi xweş têkilî bû. Hesabê pere nedizanî, çi di bêrîka wî de heba
bi heval û hogiran, bi nas û dostan re, li ser rê û dirban xerc dikir, lewre Hecî Yadînê bavê wî ( Rehma Xwdê li her
duyan be) jê tim bi gilî û gazinc bû. Dema li gund zarokek
bihata dunê- ku hemû dayîk di malên xwe de çok datanîn erdê û bi alîkariya
jineke xwedî tecrûbe zarokên xwe dianîn- bavê wî
jê re digot “kîngê rêya te bi Tatosê ket xêra xwe kurikê me- keçika me
qeyd bike” Gelek caran navdanîn jî aydî
wî bû. Ew kîngê biçûya navçeyê û bihata
bîra wî zarokan qeyd dikir. Car hebû bi dehan zarok çêdibûn, ji wan hinekan ji bîr dikir, an memûrê nas ji kar bi dûr
dixistin, loma qeydkirina wan bi mehan, bi salan derengî diket. Carnan jî
malbat bona ku zarê lawîn dereng an zû
biçin leşkeriyê çend salan biçûk an mezin didan qeyd kirin.
***
Ez li daîreya nifûsê ya Tatosa şewitî ji aliyê apê Zekî ve hatime qeydkirin.
Bi salixê dayîka min ez di serê meha Cotmehê de jê peyda bûme. Roj hew ne diyar
e, sal ji mehê jî tevlihevtir e. Darbeya leşkerî ya sala 1960an çêbûye. Bi ya bavo ez piştî dardakirina Ednan Menderes çê bûme lê
kîngê ev mijar hatibe qisedan diya min a gorbihûşt jê re digot; “Mêrik tu dîn bûyî...! Wexta min Marûfê
xwe anî Ednan Menderes hêjnehatibû darda kirin...”
Gotina min ev e ku sal û meha jidayîkbûna min wek nav û
nasname û welatê min tevlihev e, Xwedê tenê rastiyê dizane. Xalê Zekî em nizanim çima, roja
dayîkbûna min kiriye 4, meha wê kiriye Gulan, sala wê kiriye 1961.
***
Kurt û Kurmancî bo
mezinên me çûna deriyê hikumatê karê herî
zor û zehmet ê jiyana vê dinyaya derewîn bû, dûrî deriyan, bi
qewlê qewilbêjan xwedê neyne serê mêrê
camêr bû...
Mamoste Marûf
Bo xwendina Tirkiya vê nivîsê li lînka jêr bitikînin:
https://mamostemaruf.blogspot.com/2021/05/ben-nasil-4-mayis-1961de-anamdan-dogdum.html