Xalê Orhan Mîroglû çawa guherî veguherî û bû Orhan Bey?



Min derbarê Orhan Mîroglû de di nivîsa xwe ya mehek berê de jî çend gotin kiribûn û bo têgihîştin û nivîsandina guherîn û veguherîna kesayetiya wî qala abonetiya xwe ya rojnameya TARAF’ê kiribû.
Bi awayek kronolojîk ji xwendina nivîsên wî ez têgihîştim ku tu cudahî ya wî rebenî tune ji Kurdên me yên berê yên ku di dêvla silaveke germ a dagirkerek de heft xizmên xwe dikirin qurbana dewletê...
Ez dixwazim ji wê hewldanê kurteçîrokek pêşkêşî we jî bikim:

Min, dora pêşî ji serî heta dawî, ji 11 ê Avrêla 1998an heta serê Adara 2011’an Xalê Orhan di Tarafê de çi nivîsîbe daxist Kompûtûra xwe. Dûre min dev bi xwendina wan kir. Di yên serî de xalê min alîgir û piştgirek jidil ê Tevgera Azadiya Kurd e. Bi dilşewatî û bi hestiyarî pesnê şervanan dide, polîtîkayên BDP’yê û DTP’yê dide ser  seran û ser çavan.


Gava qala serpêhatiyên xwe yên zîndana Amedê û behsa kuştina Apê mûsa û birîndarkirina xwe û jît û jîtemê dike pênûsa di dest de dibe tirpana Rûs pirî xweş dibire.


Gava di televîzyonan de qala bûyerên hatine serê xwe dike bi her du çavan digirî. Hêstir di çav de dibe lehî, pirî dibare...


Xalê min ê Orhan bi van sepêhatiyên dilsotîner, bi hostatiya xwe ya gotin û nivîsandinê, roj bi roj nav û deng dide, dibe qeta sêvek ji ber Yimaz Erdoganê Hekarî yê xebatkarê berê yê NÇM’ê.


Ew baş dizne ku nav û dengê xwe deyndarê rojnameya Tarafê ye. A Xwedê di rojên herî dijwar de jî ew terka rojnameya xwe nake û wek hemalekî, bênavber tê de dinivîse.


Rojek hat di quncikê wî de nivîseke balkêş xwuya. Di sala 2009’an de qala xwe û nivîskrî û siyasetê dike û dibêje: “ nivîsandina min a di Tarafê de karê herî bi rûmet e û ev yek têra min dike. Ez bi nivîsandina di vir de pir û pir û pir kêfxweş û dilgeş im. Êz ê êdî bi siyasetê re aleqadar nebim”


Lingê xalê min ê Orhan êdî erd girtibû. Di rojnameyê de cihê xwe zexm kiribû ku mineta wî ji kesî tunebû. Têra xwe nav û deng  dabû...


Televîzyonên ku ambargo danîbûn ser siyasetmedarên Kurd, dor bi dor wî vedixwendin bernameyan.


Rojname û kovarên neyarên sondxwarî yên Tevgera Azadiya Kurd hevpeyvînên bi wî re cot bi cot dixistin nav rûpelan...


Çend meh şûnde ew hêdî hêdî, nermik nermik gilî û gazincan ji Tevgera Azadiya Kurd dike.


Çend mehên din gilî û gazincên wî vediguherin rexneyan.


Demek şûn de êdî ew li mehneyan e.


Xalê min nizane ka çi bike, çawa bike xwe ji hevsarê ku Tevgera Azadiya Kurd xistiye stû xelas bike û bibe ji wan lîberal demokratan; wek wan bê partî û, bê bingeh û bê serî û bê pergalan; loma Mît û jît guh nadin gotinan, bo wan hişk girtî ne derî û baceyên girtîgehan...


Piştî çend nivîsên derheqê qaz û qulungan de, rojnameya wî dest bi weşandina belgeyên ku pûşên “Ergenekona leşkerî” derxistin holê kir. Tevgera Azadiya Kurd li bendê bû ku ev lêpirsîn û “xwe gijgijandin û doş kirina” bo Turkiyeke paxiş wê şerê kirêt û gemarî yê li Kurdistanê jî bihundirîne û bi deh hezaran kuştiyên kiryar nediyar, bi hezaran gund û warên şewitandî û ruxandî, bi mîlyonan kurdên li metropolan bi ser hev de wek penaberan komkirî jî bîne rojevê û bibe dermanê sazkirina aşitiyek bi xêr û ber...
Xalê min ê Orhan di vir de famkorkî, bê ferasetî kir û sedema hebûna Tevgera Azadiya Kurd jibîr kir. Li bendê bû ku Kurd jî bi heman argûmentan, bê xirecir, xwe radestî polîtîkayên AKP’yê bikin û bi heman çavî li bûyeran mêze bikin. Hal û mesele ew bû ku Xalê Orhan dixwest bi mîlyonan kurdên mal û canên xwe di ber azadiya de dabûn çav bidin virevirên lîberalan û bikevin bin nîrêAKP’yê; ew şîrketa anonîm a bazirganiya misilmantî, tirkiyatî û kurdayetiyê...


Xeletiyeke wî yê din jî; ew pirî di bin tesîra êrişa kontrayî de mabû, digot qey “Ezraîl jî Decal jî kontraya leşkerî tenê ye. Heke ew hêz têk biçe, wê pirsgirêk çareser bibe”


Xalê Orhanê me emperyalîzmê jibîr kiribû. Nizanibû ku artêş jî ji alî YDA’yê ve qeyd û zincîrkirî ye, singê wê li ku kutayî be li wir diçêre. Îro nûnerê wê AKP’ye, lewma artêşa gurêx a duh , wek berxek virnî bêdeng di xew de ye... (Gurêx: kûçikê jîr ê ku dikare guran bixeniqîne)
Xalê Orhan piştî doza Ergenekonê şûr da dest; êrişî Tevgera Azadiya Kurd kir. Kî û kê li ber ket bi hevkariya Ergenekonê sûcdar kir û mirazê dilê xwe anî cih; serxwebûn û azadiya ku di dil de dihewand aşkera kir. Ji vir pêde êdî ew lîberal demokrat û Tarafçiyek bi serê xwe ye. Bi îzn û hêza Xwedê Teala wek Yilmaz Erdoganê me hemû deriyên medya û Sosyeteya Stenbola rengîn dê serpiştkî ji wî re jî vebin. Oxira xêrê be, Orhan Bey..
                                                                                                                                Mamoste Marûf 
                                                    

Yorumlar