4.12.2010

Tevgera Azadiya Kurd û Zimanê Kurdî

Zimanê Kurdî, ji vir sih çil sal berê bigire heta van çend salên dawîn bi destê Kurda ji qada siyasetê hema bigire ji binî ve hatibû rakirin.

Werin em hinek mejiyê xwe li ser dîrokçeya vê malkambaxiyê biwestînin. Kurdên me yên berê, ew ên ji dilê xwe sax, gava li ber dewletên dagirker serî radikirin, ji rewabûn û meşrûiyeta serhildanên xwe, ji mafdariya liv û tevger û çalakiyên xwe ewqas bi bawer bûn ku, piştî têkçûnan di mejiyên xwe de dibirin dianîn dikirin nedikirin sedema darvekirin û zîndankirina serok û lehengên xwe fêm nedikirin.

Bi rastî jî ew mêrên girên geriyayî yên wek dêwan, di qada şer de êriş dibirin ser dijmin wek şêran ; lê gava dîl diketin û derdiketin hemberî dadgeran “ji bela bêzimaniyê” vediguherîn dibûn kerr û lalên reben û stûxwar, sêwiyên ber diwaran...

Heta van salên dawîn jî mezinên me digotin ; “heke şêx û mela û serokên me bi têra dilê xwe bikaribûna bi tirkî bersîva dadgeran bidana ew zû bi zû nedihatin darvekirin.”

Piştî serhildana dawîn a neserkeftî ya ku li Agiriyê rû da û hat çewisandin derûniyeta gelê Kurd bi xwe xwe veguherî hate ser xeteke nû. Êdî Kurd têderxistibûn ku jiyan bi Kurdî êdî pir û pir zor û zehmet e. Bo parastina laş û can, bo kerîkî nan dijmin digot teqez divê hûn biterîkînin ziman.

Ew jî gotin çer hebe dê em ê di mal de biparêzin Kurdiya xwe ya delalî, lê li derve bi wan bêbavan re bi tirki êdî daynin têkilî.

Di serî de ne xem bû têkçûna li çarşî û bazaran, şerpezebûna li derê nexweşxaneyan, rezîl û rûsiwabûna li bajaran; mêranî û mêrxasî ew bû ku tu bersîv bidî çawîş û serbaz û memûr û dadgeran.

Di salên 1950’an de bo kurda tirkî bi qasî gayekî sor, kuçikekî gurêx, miheke qerqaş giranbiha bû. Serde ew ketibû şûna çoyê mêraniyê jî. Heke yekî li derê dewletê bi dozgerek re an jî bi dadgerek re hevokek bi tirkî li hev anîbûya nav û dengê wî li heft gundan belav dibû, mêr di civatan de, jin li ber tennûran pesnên wî didan:
“ -Elîxan gotiye, hakim Beg, Elah wekîl ben yapmamîşem! ( Xwedê wekîl min nekiriye)

Ên ji vê hevoka bi hikmet hayîdar dibûn pirî diheyîrîn guh li wan dirêj dibû digotin;
“errik çi bersîv daye dozger! Malik ava, çi jîr û jêhatî ye! Ka mêr li ser hene... Bi serê Şêx Eliyê Paloyê zimanê Tirko mîna tirpan daye dest û pêde diçe, êdî kî dikare pê!”

Kurdî ji binî ve tune dihat hesibandin. Gava kesek li deriyê hukumatê ( dewletê) asê dibû, bi karbidestekî dewletê ve rûbirû dima, didîtîn ku ew nikare biaxive wî/wê wek sewalan dihesibandin û digotin “ nikare biaxive” (feqîro, ji tirsan newêribû bi Kurdî biaxive ).

Ecêb û gosirmeta mezin peyveke bi navê “bêzimanî” di ferhenga gelêrî ya Kurdan de tunebû. Kî û kê kerr û lal nebûya xwedî ziman bû. Lewre dengbêj di kilaman de ji bo kesên tirkînezan rasterast bi tirkî, bi qewlê dagirkerên xwe, digotin “dîlbîlmez” ( zimannezan).
Di giyan û mejiyê Gelê Kurd de jî êdî “nezaniya zimanê Tirkî” wek bêzimanî hatibû bicihkirin.

Nifşên niha dibe ku ji van gotinan bawer nekin. Bo vê yekê ez ê mînakek rasteqîn bidime wan.

"Li gundê Qereaxil a bi ser Kopê de ye, mirovek çerkez ê bi navê Fûatê Ûrisko hebû. Ev camêrê di jiyana xwe de dibistan nas nekiribû; çawa lê anîbû kes pê nizane, tirkiyek baş di dev de bû. Min kurê wî di sala 1977’an de nas kir û jê pirsî ka Fuat Efendî sax e an na... Wê demê bi gotina kurê wî, temenê wî ji sed salî zêdetir bû û hêj li ser xwe bû. Fûatê Ûrisko ji dewra Serhildana jêx Seîd bigire heta salên 1960’an bi tirkiya xwe li welatê me Serhedê nav û deng dabû. Kopî, Gimgimî Xinûsî û Tatosî li dev û destê wî dinêrîn. Kî û kê li deriyê dewletê asê bubûya, biketa tengasiyê, hewara xwe dida wî. Ew bi serîkî dewar, bi cotek pez, an bi perekî maqûl, ser de jî bi hezaran lava û rica û minetan diçû dozê safî dikir. Kurê wî digot çend carana Kurdan bo ku bibe parleman lavayî wî kirine lê, ji ber hin sedeman wî erê nekiriye."

Êdî Kurd ketibûn wê halê ku digotin gava zarokên wan fêrî tirkiyek baş bibin, dê ew ên dewletê jî bidest bixin; ji pest û pêkûtiyên ku êdî dabûn qirikê jî rizgar bibin. Ev nêrîna şaş rê li ber xetereyek pir mezin vekiribû: Xwebişavtina bidil!

Heke piştî têkçûna serhildanan, dewleta tirk li tevahiya gundên Kurdistanê avakirina dibistanan biqedanda, çi keç çi kur, dibû ku dê hemî zarokên kurdan bi dilê xwe biçûna wan aşên asîmîlasyonê bixwendina û wek encam jî, li seranserî welêt ji wan pir kêm kesên kurdîaxêv bimana...

Piştî Sehildana dawîn a li Agiriyê rûda û têkçû; zimanê tirkî “wek qimil - bi qewlê mirovên berê- ket nav zarokên “mekteblî” (xwendekarên dibistanên dewletê). Ew rebenan bi hînbûna zimanê dagirkeran neman, giyan û kesayetiya xwe jî xistin bin tesîra çand û nasnameya wan. Ew ji kurdayetiyê ewqas sil bubûn ku gelek ji wan êdî ji dê û bavên xwe yên tirkînezan jî şerm dikirin.

Ên bi maneya xebatê diçûn bajaran hew vedigeriyan welêt; di kolanên bajaran de dibûn sûtal diheliyan diçûn... Xwezila ev kesayetiya riziyayî bi xwendekaran tenê bima! Li tevahiya Kurdistanê, bi taybetî li bajar û bajarokên ku serhildan rûdabûn û têk çûbûn malbatên Kurd ji kurdayetiya xwe çiqas şerm dikirin; xwe çiqas biçûk, nezan, bê qedr û qîmet didîtin, dagirkerên xwe jî li ber çavan ewqas mezin dikirin.

Bi taybetî li Agirî û li bajarên derûdora wê, Kurd destê zarokên xwe yên keçîn ên 10- 12 salî yên tirkînezan digirtin, gelek caran bêqelend didan mêrên Tirkên Anatoliyê yên 40- 50- 60 salî...

Ber bi dawiya salên 70’yan tevger û rêxistinên kurdan hewl dan, hin kar û barên xwe bi Kurdî birêve bibin lê, ciwanên xwenda yên ku bi vê derûniyeta şikestî û birîndar gihîştî, bi ya min bona ku xwe bi kurdan – ên ku dagirkeran çand û zimanê wan li ber çavên wan reş kiribûn, kurdîaxêvan jî wêk kesên hov û nezan dabûn naskirin – bidin pejirandin, di kar û barên xwe yên siyasî yên li derve û navxweyî de Tirkî bikardianîn. Bi tenê, gava bêriya welat dikirin an jî li xerîbiyê rastî hevûdu dihatin bi Kurdî li hev dipirsîn û çend gotinên navmalî û navgundî dikirin, ew bû...

Çi ji bêgaviyê dibe , çi ji baweriyê, çi jî ji tirs û xofê dibe hal û ehwalê ciwanên Kurdan ên herî welatparêz ên beriya Tevgera Azadiyê ev bû... Kurdî bêxwedî, stûxwar, li serê çiya û baniyan benîştê devê koçer û gundiyan bû ...

Heta geşbûn û pêşveçûn û di nav gel de belavbûna Tevgera Azadiya Kurd, kurdên li ser zimanê xwe mabûn, ên bi çanda kurdî ve girêdayi mabûn ew kes bûn ku rê û rêbaz û derfetên hînbûna Tirkî bi destê wan neketibû... Ji xwe Kurdiya ku di devê wan de mabû “ navmalî û navgudî” bû; kêrî kar û barên siyasî jî nedihat... Term û têgehên siyasî hema bigire bi tevahî tirkî bûn. Ji bela tunebûna derfetên ragihandinê rê tunebû ku “Kurdên çar parçe” yên di bin desthilatdariya biyaniyan de, ew jî têrê nedikir her yek sed parçe bûn di nav xwe de, tifaqa xwe bikin yek, ji pêşveçûnên hevûdu sûde werbigrin, ji wêjenas û hunermend û rewşenbîrên hevûdu hayîdar bibin û zimanê xwe nûjentir û dewlemendtir bikin...

Hişmendiya yekîtiya hemî kurdan û çar parçeyên Kurdistanê - ya ku bi destê Tevgera Azadiya Kurd hêdî hêdî di nav gel de belav dibû- hewcedariya zimanekî hevbeş derxist holê û roj bi roj amadekariya vê yekê hat kirin. Lê, ya girîng ew bû ku di serî de kesayetiya şikestî, riziyayî, ji qidûm ketî ya kurdan bihata pînekirin û temîr kirin... Bo vê yekê jî, dora pêşî şer divêt, xwîn û xwîdan divêt, fedakarî û berxwedanek kesnedîtî divêt...

Heta salên 90’î ev pêvajoya ji gorê rakirin û dermankirina kesayetî û derûniyeta bêhal û bêmecal kudand... Dûre pirtûk û kovar û rojname û televîzyonên bi zimanê Kurdî yeko yeko, wek gulsosinên Kurdistanê, şaxvedan, di demeke kurt de gelê kurd ew dan ser seran... Heke Tevgera Azadiyê têkbiçûya û kurda ranekiriba ser piyan, kurd di warê weşangerî û çapemeniya bi zimanê xwe de deh- pazdeh salên din jî bi derengî biketina, Kurdî hew serî ji xewa mirinê radikir; Jiber ku bi sedan televîzyonên bi tirkî û bi erebî û bi farisî wek zîpik bi ser wan de dibarîn û ji dergûşên li ber pêsîran bigire heta kal û pîrên diran weşiyayî jî xwe bi wan bilî dikirin, Jiber ku ev sedsal sedsala koça ber bi bajaran ve bû û Kurdî pûnik û hêlîn û stargeha xwe ya dawîn jî di gundan de dihîşt, di kuçe û kolanên metropolên xelkê de wenda dibû diçû...

Hezar heyf e ku Kurdên li rojavayê Feratê, ji hişmendiya ku Tevgera Azadiya Kurd afirand bêpar man. Ev rewşa malkambax kir ew bace û kulek ji çand û zimanê biyanyan re serpişt vekin, deriyên xwe li ber kurdî bi dîwar bikin... Meletî bi serê xwe îbretek mezin e; bo ku em bizanibin ka çi dibû rewşa ziman û nasnameya Kurd, bê Tevgera Azadiya Kurd...

Digel pêşketinên van çend salên dawîn zimanê me, bi taybetî Zazakî û Kirdmanckî di çi halî de ye, bila bimîne bo nivîseke din lê, gotina min a dawîn ew e ku gava em rewşa ne bidilê me ya Kurdî tînin rojevê, gere pêvajoya ku em tê re derbas bûne û hatine vê qonaxê baş bizanibin û nekevin dafika hin guhsit û famkork û Beko Ewanên ku dil hene sûcê bişaftin û xwebişaftinê yê dagirkeran bikin stûyê Tevgera Azadiya Kurd...
                                                                                 Mamoste Marûf

1 yorum:

Mİrad Yesilmen dedi ki...

Sieta te xweş mamosta

Fîlmekî jibîrûyî yê derheqê Kurdan de: The Last Outpost

Navê fîlmê bi Ingilîzî “ The Last Outpost” e. (Qerekola Dawîn) Fransiyan navê  “ Intelligence Service” (Servîsa Saloxgeriyê) l...