Padîşa û Kîrkor Hoste
Pdîşayê Osmanî Siltan Mehmet piştî dagirkirina Konstantînapolîsê (Stenbol) dixwaze mora xwe li bajêr bixe û wî veguherîne ji xwe re bike “Îslambol”
Ew metranê Ermenan (Patrîk) tevî gelê wî ji Bûrsayê tîne Stenbolê, keşîşxaneya (Manastir) Bîzansiyan a bi navê “Panaia Perivlebdos" didê, bona ku hosta û mîmarên Ermen jî bi xwe re bîne, bi wan avahiyên ji ber şer mayî bide temîrkirin, ji xwe re jî seray, mizgeft, xan û hemamên nû bide çêkirin.
Stenbola beriya şer bajarê herî xweşik û abadanê cihanê, dişer de hatiye rûxandin, bi destên leşkerên padîşa ve hatiye talakirin. Ew êdî wekî Sûr, Nisêbîn, Cizîr û Gevera îro wêran, wêrtas û kawil e...
Padîşa ferman dike ku dêrên Bîzansiyan ên ji hev ketî , yên temîra wan bizehmet bên rûxandin, bi malzemeyên wan ên wek stûn, kêran, mermerên biriqandî mizgeftên nû bên lêkirin.
Hostayê Ermenê bi navê Kîrkor tevî karkeran dest bi rûxandina dêrekê dike. Ew ê di şûnê de ji padîşa efendî re mizgefteke bi xeml û rewş ava bike.
Rojek padîşa tê venêrandina (teftîş)mizgefta xwe.
Pêşî dikeve nav karkeran û ji wan pirsan dike, agahî distîne. Yek bi yek navê wan dipirse;
Navê te çi ye?
-Alpyorûk, ez benî.
Navê te?
-Memed, ez qurban.
Tu?
-Ayiboxan.
Tu?
-Memîş.
-Kel Recep.
-Oksüz Rifki.
...
Padîşah bi kêfxweşiyeke bêhempa berê xwe dide Kîrkor Hoste û bi rûkenî jê re dibêje; “Aferin Kîrkor, tu qûlên min ên Tirkomisilman dixebitînî” û ji ber pişta xwe kîsikeke tijî zêr derdixe didê û çend agahî jê distîne û ji qada înşeatê derdikeve diçe.
Çend meh şûnde padîşa dîsa tê înşeatê. Dêra kevin ji binî ve hatiye rûxandin û dest bi avakirina mizgeftê hatiye kirin. Wekî her carê dikeve nav karkeran û dîsa yek bi yek navê wan dipirse.
Navê te çiye?
-Hagop.
Navê te?
Hampar
Tu, tu, tu...?
Xaçadûr, Avedîs, Dîmîtrî...
Bi hêrs vedigere ser Kîrkor;
Kafirê heram, ev çi hal e...? Ka karkerên Tirkomisilman...?
Hosteyê reben serê xwe berjêr dike, bi dengekî ricifok bersîva padîşa dide:
-Padîşayê min ê mezin, ew qûlên te kêrî rûxandinê tenê dihatin, niha me dest bi avakirinê kiriye...
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder
Ez nivseke Xwe peşkeşî we dikim. Di her warî de li hêviya nêrîn û nirxandin û daxwaziyên we me.
Silav û rêz.
Mamoste Marûf