▼
3.03.2009
Ji neyarên min ên totikvala re...
Ez,
Agirberdana çol û çiyayên me
Serobinîkirina bajar û gundên me
Kuştina zarok û zêrçên me
Telefkirina xezal û pezkûviyên me
Kuştina hechecok û şarûlên me
Şewitandina morî û kurmik û tirtûlên me
Qelandina axa welatê me
Şermezar nakim…
Ka bipirse, bêje çima?
Lo lo, dujminê min ê ehmeq!
Ev hezar sal e em bi hev re ne
Te ji zimanê min tu tiştek dernexist, çû!
Em peyva şermê ji bo mirovan bikartînin
Yên şerm nakin lawir in
Em lawiran tu car şermezar nakin…
Tu hûtek tirsonek î, ji ber ku neheq î, serde jî pir û pir ehmeq î
Bi sonda qesemê tu nikarî mêş berdî ser gûyê tu kesî
Rojek bê wê kurd bibînî birinek bê derman di canê te de, tu yê pê nehesî!
Jixwe, êdî ecelê te jî hatiye, lewma tu ewqas har û hov î, cilq û dilqî, berzeq î
Tu nikarî bi kerê, bi dora kurtan keti, hêrsa xwe di serê kurdên xizan û belengaz ên ketine ber bextê te de didî der... Tu nizanî ku ew bi mîlyonan in; îro dibe ku gelek ji wan li ber te rû nerm û dev bi ken bin; lê heger tu dev ji lawiriyê bernedî wê dewrana te ser te de wergere û tu yê bi Brûtûsan ve werê dorpêçkirin û rê ya revê jî bi destê te nekeve!
Îcar dora Henri Heine’e, (1797 -1856)de ka guh bidê, ew 150 sal berê ji bo mêtingehkarên paranoyak û totikvala yên wek te çi gotiye:
“Ehmeqno hûn çi li çanteyê min digerin!
Dê hûnê tê de, tu car tu tiştî nebînin,!
Malên min ên qaçax di qafê serê min de ne
Ez, ku de diçim ew jî bi min re ne!”
Mamoste Marûf
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder
Ez nivseke Xwe peşkeşî we dikim. Di her warî de li hêviya nêrîn û nirxandin û daxwaziyên we me.
Silav û rêz.
Mamoste Marûf