17.09.2019

Şerê Cihanê yê 2em û Kurd

Dema Şerê Cihanê yê 2yem diteqe,  Kurdên Başûr bo tolhildana bêbextiya ku Ingilîzan bi Şêx Mehmûdê Berzencî kiribûn,  li dijî Ingîlîstanê tevlî şer bubûn. Rojnamevanê Frensî  A GUISSAN helwesta Kurdan weha şîrove kiriye. 

 ŞERÊ LI MEZOPOTAMPYAYÊ

Kurd, yekîneyên birûsk ên artêşa biçûcik a Iraqê

PARIS, 10 ê Gulana 1941an (Ji daraştina me ya Parîsê)
Gelo leşkerên welatekî bi gelheya xwe sê mîlyon û nîv,  wê bikaribe bi leşkerên ku Îngilîstanê heta niha bi keştiyan şandine û aniha jî ji Hîndîstanê dikişîne Iraqê?

Heger her tişt bi hejmara leşkeran bibe, hêzên rêveberiya Iraqê li dijî Îngilîstanê  seferber kirye pir xofdar e.
Artêşa Iraqê heta doh ji 24 tabur û 12 bateryayan, yekîneyeke siwariyên hêştiran, yeka lewazimê û du yekîneyên motorîze pêk dihat.
Lê, heger meriv alîkariya bi rêhewayê ve ji Iraqê re bê şandin qe hesab neke jî, divê hêjayiyeke istîsna li hêza wê zêde bike: Kurd.
Li Rojhilata Navîn gelheyeke di şer de ji wan hostetir tine. Pîşeya şervaniyê, Kurd ne tê de, di nav hemû Ereban de qedr û qîmeta xwe ji dest daye. Di dîrokê de hemû merivên wan ên hêja şervan bûn, yê herî navdar bêşik Selahedîn...
Tirkên ji çol û çiyayên Asyaya Navîn veqetiyayî û bi lez û bez ber bi Rojava ve herikî û çendik û çend welatan serî li ber wan  tewandî, dema  ber bi  "sînorê dewleta Osmanî û Îranê yê Kurd lê  bûn" ve hatin, mecbûr man kevirê xwe di ber xwe de berdin û azadiya wan nas bikin. Yek ji Sultanê wan dawîn, Abdulhamît tenê di dawiya sedsala XIXan de, ew jî bi zora zêr û bi rêya bikaranîna hesasiyeta wan a olî bi ser ket û bo tepeserkirina Ermenan  yekîneyeke cerdevaniyê ya bi xwe ve girêdayî bi wan da birêxistin kirin.
Kurdên wîlayeta Mûsilê, yên "mirazê wan ê damezirandina dewleteke serbixwe ya tevî erdên xwe yên di nav dewletên cînar de mayî di çavê wan de hîştî" bi şerê Cihanê (yê yekemîn) re xwe di nav dewleta nû ya Iraqê de hişk dorpêçkirî dîtin. Pir neçû serî rakirin lê, ji aliyê balafirên Îngilîstana ji ber berjewendiyên xwe yên di Bexdayê de bubû parêzvanê wî welatî, hatin ceza kirin.
Piştî serhildana dawîn a sala 1932yan peymaneke hatibû mor kirin. Bi wê peymanê re Bexda di dibistan û di dadgehan de bikaranîna Kurdî jî di nav de,  hin mafên Kurdên Mûsilê nas kiribû. Dîsa ew ê di karê dewletê de û di fermandariya artêşê de jî bihatina erkdarkirin.
Îro Iraq xêra vê polîtîkayê dibîne: Kurd li dijî Ingilîzan şerekî dijwar dikin. Tolhildan bo wan qanûneke pîroz e, wer dixwiyê ku  wan bombeyên Ingilîzan ên konên wan ên bi xeml û rewş wêran kiribûn, xaniyên wan ên wek kewarên mêşan noqî axa çolên Mezopotamyayê  kiribûn hêj ji bîr nekirine.
                                                       A.    GUISSAN


21.06.2019

Nameya 18ê pûşpera 2019an


Ji raya giştî re;
Kamuoyuna duyuru;

Min pêwîstî pê dît vê daxwiyaniyê bidim; ji ber ku bi munasebeta grevên birçûbûnê yên van demên dawîn ez bêgav mam navçêtî bikim; ev yek jî rê li ber hin bûyeran vekir.
Son ölüm oruçları ve açlık grevlerinin sona ermesi vesilesi ile kullanmak durumunda kaldığım şahsi inisiyatifim konusunda, olası gelişmeleri de dikkate alarak bu açıklamayı yapma ihtiyacı duydum.
HDP bi çalakiyên xurt û şok rê li ber tecrîd û girevên birçîbûnê negirt û dîsa ez mecbûrî navçêtiyê kirim. Vê yekê jî rê li ber geşdanî û nîqaşên nû vekirin. Bi hevdîtinên hefteyî derfet çê bû ku ez him bi rayedarên dewletê re têkilî daynim, him jî nêrînên xwe ragihînim raya giştî. Ev derfeta hevdîtin û çûn û hatinê ya dewletê da min, pêşî di nav gel de wek bi AKPê re hevkarî, paşê jî wek piştgiriya CHPê hat nîşandan. Ev her du nirxandin jî dûrî rastiyê ne...

Min derheqê pêvajoya aştiyê de mi qala helwesteke hûr û kûr û qethî kiribû.
Çözüm sürecine ilişkin daha derinleştirilmiş ve netleştirilmiş bir tutumdan bahsettim.
Min bi vê ferasetê li bûyerên niha nêrî.
Mevcut gelişmelere bu perspektiften baktım.
 Hefteyeke berê bi riya parê zeran mi dabû zanîn ku bo dîtina rê û rêbazeke çareseriya pirsa Kurd min pir serê xwe êşandiye û ji berê pirtir ez amade me. Min peyameke sergirtî lê xurt da dewletê û  HDPê lê HDPê ez fêm nekirim.Di şûna ku di hilbijartinê de bêalî bimîne û riya hevdîtinan veke piştgiriyeke mezin da namzetê CHPê. Bi dehan wekîlên xwe hat Stenbolê, ket nav kûçe û kolanan...!


Rewşa îro ev e; uslûba bi xirecir a mora xwe  li pêvajoya aştiyê da û ya ji atmosfera ananevîyaTirkiyeyê ne cudatir, di serî de  pirsgirêka Kurd, hemû pirsgirêkên civakê  girantir dike.
Çözüm sürecine damgasını vuran ve Türkiye'nin geleneksel iklimini aşmayan, dolayısıyla sürekli çatışmacı ve kutuplaştırıcı üslubun başta Kürt sorunu olmak üzere tüm toplamsal sorunları ağırlaştırdığı ortaya çıkmış bir sonuçtur.
Ji berê de li Tirkiye de du eniyên bozber hene û li dûv berjewendiyên siyaseta rojane bi hev re xirecir dikin. Ev her du enî dema bi hev re dikevin ber qayîşê pirsa demokrasiyê û birîna kûr a Kurdan nakeve bîra wan. Her du jî dibin noker û parêzvan û mîlîtanên alaya sor spî, yekparçebûna Tirkiyeyê, dibin pisporê aboriyê û têkiliyên bi emperyalîstan re. HDP jî li ber bayê yekî dikeve, dikeve bin çengê yekî  û bi heman şêweyî xwedêgiravî siyaset dike. Kes wê wek muxatab qebûl nake. Bi ser de pirsgirêkan dike gilokeke bê derman. Her du alî hevûdu bi nêzîkbûna HDPê û bi piştgiriya terorîzmê sûcdar dike. Ji belaya siyaseta rojane doza Kurd li ber çavê gel cihê xwe yê wîjdanî û exlaqî ji dest dide, mafdariya xwe wenda dike, dibe terorîzm...


Rastiya Tifaqa Komarê û ya  Netewê ev e lê, Tifaqa Demokratîk a HDP nûnertiya wê dike danûstandinên demokratîk û çareserîxwaziyê ji xwe re kiriye bingeh û rêgez.
Cumhur ve Millet ittifaklarının bu gerçekliğine karşılık HDP'de ifadesini bulan demokratik ittifak ve bağlantılı demokratik müzakere opsiyonu çözüm odaklı olmayı esas almıştır.
Rastiya her du enî û bere û tifaqan  ev e( AKP+MHP= CHP+IYIPARTÎ) Bo berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî ketine ber qayîşê. Demokrasî û çareseriya pirsgirêka Kurd ne xema wan e. jixwe ew sedema damezirandin û hebûna wan ne ev e...Lê HDP? Mala we mîrat nebe, we çi zû ji bîr kir...! Ma me HDPê bo demokratkirina Tirkiyeyê û xweseriya Kurdistanê nedamezirandibû...? HDP bi xwe ne eniya demokrasiyê bû...? Di nav wê de Kurd û Tirk, Ereb, Çerkes, Laz, Gurcî, Qeraçî, dîndar, Xwedênenas, Elewî, Sunî, karsaz û karker nûnerên her kesî cih negirt...?
We çima kilîta reş li deriyê HDPê xist û CHP û ÎYÎPARTÎyê wek eniya demokrasiyê bi nav kir? We çima eşkere piştgiriya wê eniyê kir...? Hûn qasî Temel Karamollaoglû jî siyaseta TRê nizanin...Wî rasterast, eşkere piştgiriya neyarê xwe nekir, ji ber ku bo siberojê ji wan jî hêviya dengstendinê dike. Çima wek kerê boz xwe wek neyarê AKPê teşhîr bike...? Me HDPê wek alternatîfa sêyem damezirand û xwest  xwest hîmê pergala 120 salî ya TRê ya bi du partî ya dûrî demokrasî û mafên mirovan bileqînin, bihejînin û hilweşînin...! We çi kir...?
Heger mirov girantirbûna pirsgirêkên navxweyî yên civakî, herêmî û kûrewî bide ber çavan parastina vê alternatîfa sêyem pir û pir kûr û girîng e.
Önümüzdeki dönemde gerek iç toplumsal, gerek bölgesel ve küresel sorunların daha da ağırlaşacağını göz önünde bulundurarak bu üçüncü yol tavrının korunması büyük bir önem ve anlam ifade etmektedir.
Heta ez eşkere nebêjim hûn fêm nakin: Bo çareseriyê HDP, ango alternatîfa sêyem a demokrasîxwaz pir girîng e...! Li ber bayê du eniyên din nekevin. Sikura gelê kurd berdin. Bila Kurd bi dilê xwe biçin ser sandoqan û bi dilê xwe dengên xwe bidin. Heger dengê xwe bidin partî û namzetên ku bajarên  wan rûxandin, zarokên bi saxî şewitandin hûn bo kê têdikoşin...? Bo girseyeke evqas bêrûmet û bêşeref meriv can dide...? Helbet Kurdên xwedî şeref û heysiyet dizanin dengên xwe bidin kê...! HDP di vê mijarê de bila bêalî be, notr be, bêdeng be. Gel kîjan partî, kîjan  enî  demokrasîxwaz be, aştîxwaz be, bo çareseriyê xwedî proje be, wê dengê xwe bide wê...! Ev bi xebata HDPê ve na,  bi hişmendî û  bi asta polîtîk a gelê Kurd ve dibe û gelê Kurd ji HDPê polîtîktir e, serwextir e, fedakartir e...


Di vê çarçoveyê de, divê tifaqa demokratîk a HDP nûnertiya wê dike, di nîqaşên rojane yên hilbijartinê de ji kesî re nebe paldank  û piştgir.
Bu çerçevede HDP’de vücut bulan demokratik ittifak anlayışı güncel seçim tartışmalarına taraf ve payanda yapılmamalıdır.
HDP di cihê xwe de bisekine, tevlî nîqaşên siyaseta rojane û erzan nebe, li ber helwesta  gel û perspektîfa serokatiyê nebe asteng. Ew ê roj bê, bo çareseriyê bibe muxatabê dewletê, lewma gere rûyê xwe reş neke....


Hêjayiya Tifaqa Demokratîk û wateya wê ya dîrokî ev e ku divê ew xêrxwaziya du aliyan yekî wek ferz neke stûyê xwe, heta niha çawa kiribe îro jî ji xeta xwe ya bêalîbûnê neyê xwarê.
Demokratik ittifakın önemi ve tarihsel anlamı mevcut ikilemlere kendini angaje etmemesi ve şimdiye kadar olduğu gibi seçimlerdeki tarafsız çizgisinde ısrar etmesidir.
Doza demokrasîyê û pirsgirêka Kurd bi riya hevdîtinên bi dewletê re çareser dibe. Dibe ku ji vir şûn de HDP wek muxatab bê dîtin. Bo vê yekê divê HDP wek tevgereke bêalî bixwiyê. Li ser vê xetê bi eynat û bi îsrar tevgere. Nebe çoyê destê kesî...

Xeta li ser sêlingeya ji “lihevkirina demokratîk, siyaseta azad û hiqûqa gerdûnî” pêkhatî platforma herî rast, herî bi xêr û ber û hilberîner e. Bangewaziya hesasiyetê li hemû derûdorên elaqeder dikim.
Demokratik uzlaşı, özgür siyaset ve evrensel hukuk üçlü sac ayağına dayalı çizgi en doğru ve sonuç üretici siyasi platformdur. İlgili tüm çevreleri bu temelde duyarlı olmaya çağırıyorum.
Doza Kurd ne tenê bi hêzên neteweyî yên Tirkiyeyê, bi hemû hêzên navneteweyî, gorî hiqûqa gerdûnî, bi lihevkirina hemû aliyan çareser dibe. Ev yek jî feraseteke pir kûr divê, huner divê, zanist divê...

18ê Pûşpera 2019an
Girtîgeha sergirtî ya Îmraliyê
Abdullah Ocalan
18 haziran 2019 
İmralı Kapalı Cezaevi 
Abdullah Öcalan"


28.02.2019

Xwedênasî û DAIŞheziya Osmaniyan


Di nav gelên Osmanî de, bi taybetî di nav ronakbîr û merivên xwendî de pir caran rêol, bawerî û doktrînên xwedênenasiyê (ateîzm) an ramanên dijberê rêol û mezhebên serdest, an jî tevgerên felesefeparêz û aqilparêz ên wek Sabiî, zindiqî, Dehrî, Îbnî Ruşdparêzî peyda bûne.

 Hin ji wan di nav gel de pir belav bûne lê, kîngê dewlet bi hebûna wan hesiyabe, bo li ber çavê gel reşkirin û  astengkirina belavbûna wan,  nema îftira li wan kirine, li alîgir û dilxazên wan ên ketî nav dest û lepên wê, nema êşkence pest û pêkûtî kirine. Kerba wê dîsa daneaniye, bi awayekî pir hovane  ew kuştine û dengên wan birîne.
Ji wan baweriyan yek jî  Mûserrînî ye...

Dîplomat û dîrokzanê Îngilî Paul Rycaut derheqê Mûserrîniyan de agahiyên gelek balkêş dide




Paul Rycaut  di pirtûka xwe ya bi navê "L'État présent de l'empire ottoman.."  (Rewşa Niya ya Împaratoriya Osmanî) de Mûserriyan wek xwedênenas (ateîst) pênase kiriye: 

"Bawermendên Mûserrîniyê, ku ev rasterast Xwedênenasi ye, baweriya xwe wek "Rêya heq, bawreriya rast" pênase dikin. Ev bawerî ji înkarkirina Xwedê wêdatir ne tişt e. Bi ya wan her tiştên em bi çavê hîkmetê li wan dinêrin û heyret dikin, jê îbertan distîni  ji aliyê xwezayê ve hatine afirandin, prensîbên wan ên navxweyî dibe sedama tevger û libat û teşegirtina wan. Bi ya wan Roj, Hîv û stêrk jî weha teşe girtiye, gorî vê prensîbê tevdigere. Bi vî awayî mirov jî wek giha û kulîlkan şîn dibe, diçilmise, hişk dibe, dimire diçe"





Ev camêr jî wekî piraniya nivîskar û wêjenasên qirna xwe bi piştgiriya rayedarên dewleta xwe debara xwe dike, berhemên xwe diweşîne. Jixwe di qapaxa pirtûka xwe de jî gotiye "Bi xêra qiral min ev berhem nivîsî". Wan çaxan hemû qiral,împarator, sultan û padîşah rewabûna xwe ji ol distendin û xwe wek parêzvanên ol û oldaran dihesibandin. Lewre nivîskarê me jî rexneyên tûj li xwedênenasan  kiriyeû vê bawriyê bo civakê pir xeternak dîtiye:





"Li Stenbolê hejmara merivên li ser vê baweriyê  pir zêde ye û hebûna wan bo paşerojê metirsiyeke mezin û xofdar e. Ev meriv bi piranî qadî û alimên pirtûkên Erebî ne. Ên mayî jî xaçparêzên xirriyayî..!  Ev kafir, bo tirsa xwe ya ji ezabê Xwedê binuxumînin dibêjin, piştî mirinê ti tiştê meriv jê bitirs e, an ti qenciyeke jê hêvî bike tune"


Paul Rycot li Stenbolê gelek maye, derheqê pergala Împaratoriyê de lêkolînên bikîtekît kirine, ketiye nav hemwelatiyên mensûbê çand û baweriya serdest û ji devê wan jî derheqê rêol û ramanên dijber de agahî stendine. Jixwe Êzdî û Elewî, Bektaşî, rafizî, Qelenderî jî di nav de, dijberên ol û rêola serdest ên li jor jî me hinekan gotibû ji tirsa dewletê û paşverûyên çoyê destê wê,  di nav şêniyên serdest de fikr û ramanên xwe yên rasteqîn vedişartin. Ji ber vê yekê, wekî piraniya lêkolînerên Ewropî yên qirna xwe  propagandaya dewletê li wî jî bandor kiriye.  Lê dîsa jî ji çavdêriyên wî meriv gelek tişt hîn dibe. ew derheqê xwedênenasekî Stenbolî yê xwe deşîfrekirî de weha dibêje: 

                       
Xwedênenasê xwe deşîfrekirî; Mihemed Efendî                                         
"Tê bîra min, dema ez li Stenbolê bûm  merivekî pir dewlemend û di zanyariyên rojhilatî de pir kûr hebû; Mihemed  Efendî. Ew ji ber ku ehmeqî dikir, eşkere, bêtedbîr li her derê hebûna Xwedê înkar dikir hat daliqandin. Mihemed Efendî rêya xwe ya şaş bi vê delîlê  diparast; Xwedê an qet tine an jî qasî ku alim dibêjin ne jîr, ne hişyar û ne jî bitedbîr e. Nexwe wî ez dijminê xwe yê herî mezin ê li rûyê dinyayê  nehîştima, an jî ez bianiyama ser rêya xwe"
Nivîskar, wer dixwiyê ku ji bin ve  ji dilsozî û wêrektiya Mihemed Efendî hesûdî jî dike: 
"Pir balkêş e ku ev meriv dikaribû xeletiya xwe îtiraf bikira û xwe ji mirinê xilas bikira. Çer hebû paşê dîsa dikaribû bi ya xwe bikira lê, Weha nekir. Got; çer hebe ez ê rojek bimirim, piştî mirinê jî wê ti tişt nekeve destê min; qenebe ez ê di oxira rastiyê ya ku evîndarê wê me de bibim şehîd"

Pul Rycot bi vê hevokê mijara Mihemed Efendî dibe serî:


"Min di jiyana xwe de bi hebûna Xwedênenasekî rasteqîn bawerî nedianî. Baweriya min a berê ev bû: Çawa ku tîrêj bi awayek xwezayî ji Rojê derdikevin îman jî bi wî şiklî ji mejiyê mirov bi xwe derdikeve. Lê, bi naskirina vî  vî merivî min dît ku Xwedê tîrêja mejiyê hinekan bi rastî jî ditefîne"


 Pir balkêş e, nivîskar ji gel bêhtir, li ber  qadro û gegirên dewletê yên li ber bayê xwedênenasan ketine bi gilî û gazinc e: 

"Ev baweriya bêyom û lanetî wek bapêş belav bûye, gihîştiye heta serayê. Bi bi taybetî ketiye mejiyê cariye û mêrên xesandî (Hadim) û ew ji bî nîve lewitandine. Mûserrintî di nav paşayan de jî belav bûye; Piştî herimandina mejiyê wan, jahriya xwe berî ser ehlê koşk û qonaxên wan de jî daye...!" 

Pir balkêş e ku , Paul Rycault îftira û boxtanên Misilmanên Sunî yên serdest li gel, li bawerî û rêolên bindest kirine bêşik û şubhe wek rastî  pejirandiye û dubare kiriye.  Wî  jî bi heman zimanê jahrî yê misilmanên paşverû  Elewî û Bektaşiyan wek Çirapifkar, Êzdiyan wek şeytanparêz, Kurdan wek hov û talanker  pênase kiriye. Ji ber  vê reşkirin û bêrûmetkirinê,  gelên Ewropayê, heta nîveka Sedsala XIX jî, komkujiyên ku Osmanî di nav van gelên reben de pêk dianî rewa û meşrû didît.



Pal Rycaut, Mûserrîniyan jî bi awayekî sergirtî di bi doxînsistî û rêşaştiyê (Sapiqtî)  sûcdar dike.

 "Revaltiya piştgirên Mûserrînîtiyê, di nac xwe de pir û pir kûr û dilsoz e; di hemû kar û baran de alîkariya hev dikin, dilê hev bi her awayî xweş dikin. Ew gelek şareza û mêvanhez in jî. Heger kesekî ji fikr û ramanên wan haydar, bi rasthatinî be jî li wan biqeside, bibe mêvanê wan, qenciyên pir mezin lê dikin. Mêvan ji xweş suhbet û ji pesnên wan têr nabe. Bo kêfa wî heta sibehê bidome, bi şev dilê wî bibije kîjan zayendê (jin- mêr)  yeka/yekî bedew dikin ber"




DAIŞa Dewleta Osmanî

Gelo Netewa Tirk çima ji tervger û rêolên Selefî hez kiriye...?

Paul Rycault end hevok şûn de sedema di nav gel de belavbûna Kadizadeliyên Selefî  weha eşkere dike:
"Tê gotin Sultan Mûrad (Mûradê Çarem) di seray û artêşa xwe de gelek  piştevaniya vê baweriyê ( Mûserrîniyê) dikir lê,  di nav gel de rê li ber Kadîzadeliyan (Rêbazeke îslamî ya Selefî ya pir bêhnteng, erhişk û paşverû) nedigirt, ew  teşwîq dikirin;  ji ber ku Kadizadelî bi  bi oldariya xwe ya xemgîn, bi mahde û bi mirûz, bi serhişkî û çikûsiya xwe xizneya wî tijî pere dikir."







Çend wêneyên karbidest û dîlên seksê yê seraya Osmanî



















9.02.2019


Îsmaîl Heqî Paşayê Kurd
Sala 1818an li Qersê di malbetelke Kurd a esilzade de hat dinyayê. Kurê Şerîf Beg û Xatûnê ye. Di nav Kurda de bi navê Îsmaîlê Xatûnê dihat nasîn. Piştî çend salên xwe yên memûriyetê, wek fermandar ket nav artêşa Osmanî. Tevlî şerê Îranê û Qirimê bû.
Sala 1868an bû waliyê Amedê û neh sal li wir ma. Di 700 salên desthilatdariya Osmaniyan û TRê de, li Amedê tekane xizmeta berbiçav wî kir.
1876an de bû waliyê Erziromê.
Salek şûnde tevî 40 Hezar leşkerên Kurd çû şerê Ûris. Li wir jî bi jêhatîtiya xwe deng veda.
Piştre hat Stenbolê û dîsa peywirên herî girîng da ser milê xwe.
Paşa merivekî pir oldar bû. Bi rastî ji Xwedê ditirsiya. Bertîl nedixwar, neheqî nedikir.
Îsmaîl Heqiyê KURD, Sala  1897an Koça xwe ya dawî kir. Tirk ew kirin "KURT (Gur) İsmail Paşa û paşê di nav rûpelên dîroka xwe de cih danê.
@mamostemaruf



7.02.2019

HDP, te çi kir...!



Kurtedîroka Siyaseta vî welatî
Li ser Erdê Împaratoriya  Osmanî ya pirnetew û pirwelat û pirol û pirpawerî, tevgera pêşî ya siyasî Komeleya Îtihat Terakkî ye.(1889)
Bi geşbûn û belavbûna wê ya di nav gel û kadroyên dewletê re,  tevgerên dijberên wê û yên li ser şopa wê yek bi yek şîn bûn. Bi damezirandina Komara Tirk a hişkneteweperest, hişksekûler û dîktatorî re çi nepenî çi eşkere hemû partî û tevger wek dijberê wê an alternatîfê wê derketin qada siyasete lê, rastgir dibe çepgir dibe ti yek di rastiyê de li ser hîmê  dijbertiya dewleta yekperest a li ser neheqî û zilam li gel û bawrerî û çînên bindest hatibû lêkirin nehat damezirandin. Di sed salên dûvdirêj ên dîroka siyaseta vî welatî de  ti yek bo wekheviya gel û baweriyan projeyeke rasteqîn, pêbawer û realîsta  neda ber gel. 
Partî pûrtiyên alernatîfên Îttihat Terakkî yê jî an neteweperestiyeke  ji ya wê jî tûjtir, an sosyalîzmeke teqlîdker û totaliter a yeknetewperest, an kapîtalîzmeke bi Misilmantiyê nixumandî ya dîsa yekneteweperest û yekçînperest parastin.
Pergala Komarî(?) ya bi yek partî, sala 1946an bi zora dewletên kapîtalîst mecbûr ma  demokrasiya pluralîst(?) pejirand û rê li ber damezirandina partiyên siyasî vekir.Çend wekîlên CHPê, yên Îttihatparêz jî di nav de, Partiya Demokrat (DP) hat ava kirin. Ew jî wek CHPê yeknetewperest, yekbawerîperst û yekçînperest bû. Demokratbûna wê  ji qadroyên xwe re dîtina derfet û vekirina qadeke siyasetê pêk dihat, ev qas…!

Bi darbeya leşkeri ya 1960an re, ji tirsa di nav gel de geşbûn û xurtbûna daxwaziya azadiyan,  rê li ber Pariya Demokrat jî hat girtin lê, hezkî bibêjin Îttihat Terakkî, hezkî bibêjin dewleta kûr , xwediyê vê dewletê, berjewendî û berdewamiya dewleta xwe di demokrasiyeke qelp de dîtin. Îcar pergaleke bi du partî ya navê plûralîzm(piranîparêzî) lêkirî dan ber gel. Di salên 70yî, li seranserê cihanê bi geşbûna siyaseta çep re,  Îttihat Terakkî (CHP) îcar ket dilqê partiyeke çepparêz. Partiyên ( Di rastiyê de partiyek) xwedêgiravî dijberê wê jî (DP, paşê AP, pştre ANAP û DYP, niha AKP)ji wê rojê şûnde tizbî dan destê xwe û xwe wek rastgir û parêzker, lîberal demokrat nişan dan.

Ev sed sal e, li vî welatî, bi mabesta bibin alternatîfên  van du partiyan bi sedan partî, komale, saziyê sivîl hatin damezirandin lê, hema bigire ji ti yekê re qad û derfeta siyasetê nehat hîştin; ew an hatin girtin, an bi destê dewletê li ber çavê gel hatin reşkirin, an bi bendava dengan, bi çavtirsandin û şantajê, an tehdîtkirina fînansoran hatin girtin. Yên li ser xwe mabûn jî, bi konektiyeke mezin  bi du du partiyan yekê ve hatin zeliqandin û helandin.
Xefik û dafik û kumpas weha dişuxulî: Dema aliye rast xurtir dibû çavê hilbijêrên çepgir û sekûler ditirsandin: Wa  faşizm-şerîet tê haaaa…! CHP bi dile we nebe jî dijberê wan e, werin bikevin bin baskên wê. Partiyên çepgir û sosyalît ên hêj hûrik, hêj bi firê neketibûn  mecbur dihîştin hevkariya CHPê bike. Neke jî ne xem bû. Dilxwazên wê ji tirsa faşîzmê jixwe beriya wan diçûn diketin nav refên CHPê û partiyên çep ên alternatîf û her marjinal diman, qasek şûn de çem û çem diçûn…
Dema  parîkî pûrt bi aliye çep ve dihat, xurt dibû îcar dora qira partiyên rastgirên alternatif  bû: Komînîzma Xwedê pêxembernenas tê ha…! Bi ser de namus û telaq jî nizane. Bi ser de dest datîne ser xanî  û zevî û mêrg û dikan û dezgehên we jî…! Bi wê jî namîne welat û ala jî ji dest diçe…!  Werin li dora  AP, ANAP, DYP, AKP bicivin…!


Resim yazısı ekle
Aqûbeta partiyên çepgir dihat serê yên rastgir jî…
Û bi vî awayî heta sala 2012an dewlet û pergala xwe ya yekperest kaş û berkaş anîn.

Belê, sala 2012 HDP hat damezirandin. Tevgera Kurd dev ji paradîgmaya xwe ya berê, ya  hemû gel û çînan bi têra xwe hembêz nedikir berda û li ser hîmê wekheviya gel û baweriyan, serdestiya kedê, azadiya jinê, parstina xwezayê(ku em bi kurtasî dibêjin modernîteya Demokratîk)  rêyeke nû da ber gelê Kurd û hemû gelen Tirkiyeyê. Armanc bi kurtasî ev bû: Bo Tirkiyeyê demokrasiyeke radîkal, bo Kurdistanê xweserî.
 HDP bi vê bîr û bîrdoziyê tevlî hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015an bû û serkeftineke pir û pir mezin bidest xist: %13.12 deng, 80 wekî...!

Dawî li pêvajoya aştiyê anîn, şerrekî qirêj ê li wî welatî kesnedîtî, kesnebihîstî dan destpê kirin. Berxwedana li bajaran kirin mahne, bi sedan ciwan kuştin, bi deh hezaran siyasetmedaran dîigirtin, bi sedan saziyên sivîl girtin. Gel bi zext û pest û pêkûtiyeke bêhempa  di qula derziyê re hat derbaskirin.
 Ya balkêş ew bû ku bi birîndarî be jî HDP li ser xwe hat hîştin.
Çer hebe ew ê mecbûr bimîne, xwe bi partiyekê  vê pergalê ve bişidîne û xwe wek partî pûrtiyên berê kirin, bişibe  wê û ...

HDP çima, çawa rêya xwe şaş kir....?

Bêguman sedema guhertina paradîgmaya siyaseta Kurd Tirkiyeyîbûn û desthilatdarî bû. HDP vê erkê dabû ser milê xwe lê, ji ber ku qadroyên wê gelemperî an ji siyaseta çepê Tirkan hatibûn, an jî ji Kurdên ji bujûvaziya biçûk a Kurd a piranî di karên dewletê de, di sendîkayan de bi çepgirên Tirkiyeyê re rabubû rûniştibûn û di bin bandora wan de mabûn pêkhatî bû. Lewre jî  zehmetiya  întibaqkirin û sepandina paradîgmaya nû didît. 
Çepê Tirkiyeyê ji Partiya Komînîst a TRê vir de ti car desthilatdariyê wek hedef nedabû ber xwe. Zimanê gel bikar neanîbû. Bi qadroyên biçûk, di nav ciwan û ronakbîran de wek komaleyeke siyasî, an klûbeke ramanî, an sendîkayeke ji kedkarên dilxwazên xwe pêkhatî  xebitîbû. Tim û tim reaksîyoner bû. Bêyî projeyeke xwecihî ya gorî şertê civakê biafirîne rêgezên Marksîzmê yên jiberkirî dida ser hev û  dijberiya faşîzmê dikir. HDP jî li ser vê şopê çû û gelek caran ev xeletî dubare kir. Gelek caran hedefa û pêwîstiya deng stendina ji rastgiran paşguh kir, di çepgiriyê de bi partî pûrtiyên hûrik ên hevsar ji serî avitî, diya li ser guhekî re ket ber qayîşê.  Wekî tekane faşîst AKP  be, wekî xwediyê dewletê ew bi serê xwe tenê be, wekî pergala yekperest sed sal e wê  tenê biparastibe, " faşîzma AKPê",  "dewleta AKPê, artêş û polêsê AKP"ê rexne kir. Bêyî bibe alternatîfa wê, ji serokê wê tenê re got " em te nakin serokdewlet"... 
Digel vê xeletiya mezin HDP,  bi xêra lêgerîna gel a alternatîfeke rasteqîn a dijberiya pergala kapîtalîst û yekperest  a xwedêgiravî bi du partî",  ji hemû derûdor û gel û çînên vî welatî deng stend û di parlemanê  de bû partiya sêyem.

Hezar heyf û koranî,  beriya hilbijartinên 31ê Adara 2019an, HDP  xeletiyên çepê Tirkiyeyê ya sed salan dubare dike,  di dêvla xwe wek alternatîfa desthilatiyê, wek alternatîfa pergala kedxwur û yekperest nîşan bide, bi hemû derfetên xwe li Tirkiyeyê CHPê wek alternatîfa AKP û faşîzmê derdixe pêşberê gel...



Bi serkeftina CHPê kê têk diçe...? 

CHP ji roja damezirandinê heta îro, mafên gelê Kurd li aliyekî, wekheviya gelan jî ticar  neparastiye. Kîngê navê gelekî hatibe rojevê, bi gotina "em dijî siyaseta nasnameyê ne" derî li gelan û li mafên wan ên xwezayî girtiye. îro jî  ji siyaseta xwe ya yekperest bihostek nehatiye xwarê. Bi ser de ev sed sal e xwe li cem çîna kapîtalîst bi cîh kiriye.

AKP bi hevkariya MHP re dev ji siyaseta xwe ya umetparêziyê ya "heta niha, bi şermokî be jî  wekheviya gelên misilman û sunî  diparast"  berda û li dijî Kurdan şerekî qirêj yê herî mezin ê van salên dawîn da dastpê kirin.
HDP, li hemberî vî şerî,  di di dêvla sebir û berxwedanê, têkbirina AKPê kir armanc. Çapemeniya nêzîkî wê û ya çepgirên nêzî wê çi eşkere çi ji bin ve dengên HDPê yên metropolan ber bi CHPê ve diherikînin.
Êvara 31ê Adarê, çawa ku encama hilbijartinê xwiya bibe, wê bê dîtin ku dengên AKP-MHPê an wek xwe maye, an zêde, an tiştek kêm,
dengên CHP-İYİPARTİyê çend puwan zêde,
dengên HDPê ewqas kêm bûye.
Ev encama têkçûna  HDPê  ji aliyê AKPê ve weha bê şîrovekirin:
"Me terorê têk bir, lewre dengên HDP daketiye. Navnîşana hemwelatiyê aştîxwaz û yekîtîxwaz AKP ye..."
CHP ya qaşo demokrat jî wê ji serkeftinê para xwe bistîne:
" Bêyî siyaseta nasnametiyê bikin, bêyî mafê Kurdan bidin ser zimanê xwe, me dengên Kurdên metropolan stendin, navnîşana yekîtiya Tirkiyeyê CHP ye..."
Gelo HDP bi rêjeya %4,5-5.00  dengan çi peyam û hêz û moral û hêvî  bide Kurdan û gelan û şoreşgeran û bindestan...?
HDP, li hemberî propagandaya "HDP û CHP" yek e" ya medyaya Tirkiyeyê ya hema bi gişkî di destê dewlet û AKPê de ye, êdî bikaribe  ji rastgir û oldarên vî welatî yên derbxurên CHPê (herî kêm %60-65ê hilbijêran) deng bistîne...?
HDPya him bo gel û bawerî û çînen ev sed sal e li dûv rastgir, kevneparêzan diçe  , him bo yên li dûv CHPê diçe nebe hêvî, xeynî Kurdên şiyar û serwext ji kê deng bistîne...?  


Bi ya min HDPya xwe nêzîkî CHPê nîşandayî,  wê nikaribe ji CHPyiyên dilsarên siyaseta partiya xwe jî,  ji AKPyiyên ji neteweperestî, ji kedxwurî û bertîlxwuriya wê  tengezar jî deng bistîne; ji ber ku hilbijêr êdî polîtîkayên HDP û CHPê wek hev nebe jî,  nêzîkî hev bibîne, wê dengê xwe bide partiya mezin a îhtîmala desthilatdariya wê heye...  Bi gotineke din pergala bi du partî ya sed salan dîsa bikeve meriyetê.
Aliyê din ve,  bi sed hezaran Kurdên dilsarên paradîgmaya nû ya "Tirkiyeyîbûnê" lê, ji ber hêviya desthilatdariyê û hatina demokrasiyê deng didan HDPê jî, ji xwe re li rêyeke din bigerin.

Eniya Demokrasiyê kê ye...?

 Kes û derûdorên dilxwazên hevkariya CHPê, di serî de gotin; " li gelek deveran di dêvla nîşandana namzetan, em ê piştgiriya eniya Demokrasiyê bikin.
Ev argûment sosretiyeke mezin e û  ji binî ve pûçkirina projeya HDPê ye.
Ma HDP bi xwe wek eniya demokrasî û azadiyê derneketibû qada siyasetê...?
Ma me sibeh êvar nedigot, HDP ne tenê partiya Kurdan e, di nav dede hemû gel, hemû rengên şoreşger, her cûre demokrat,  hemû bawerî cih digire....?
Aniha em CHPya nasyonalîst û İYİPARTİYA nijadperest û çend partî pûrtiyên hûrik ên çepgir wek  eniya demokrasiyê nîşan didin..
Sibeh em dîsa biçin ser sandoqê, em ê çawa bibêjin ew jî wek AKPê faşîst û kapîtalîst in...?

Gelo Tirkiyeyîbûna HDPê wê derbeke çawa bixwe?

Me li jor, di mijara "Eniya Demokrasiyê" de jî qal kiribû, HDP bi îdiya "li Tirkiyeyê lêkirina eniya demokrasiyê û di bin sîwanekê de komkirina hêzên demokratîk" hatibû damezirandin. Ev yek jî kurtasî bi têgeha "Tirkiyeyîbûn" hat pêşkêş kirin û fêmkirin. Heta niha jî ji aliyê rayedarên HDPê ve li dijî vê armanc û îradeyê perspektîfeke nû pêşkêşî gel nehatiye kirin. Bi ya min, bi biryara li xeynî Kurdistanê û "bajar û bajarokên Kurd lê zêde" piştgiriya dijberên tifaqa Cumhûr (AKP-MHP) berê HDPê dîsa da Kurdistanê. Jixwe di serî de partî pûrtiyên dewletê yên yekperest nedixwestin HDP bibe partiyeke Tirkiyeyî û hişmendiya azadiyê di nav gelên din ên Anatoliyê de jî belav bike, wan jî şiyar û serwext bike. Tirsa ji pêvajoya aştiyê ya  CHPê û ya Tirkomisilmanan ev bû. Sedema bi destê AKPê têkbirina pêvajoya aştiyê  dîsa ev tirs û tatêl bû.
Bi biryara piştgiriya dijberên AKPê, bi ser de tifaqa bi gelek partî û saziyên Kurdan ên heta niha dijberên HDPê, firsendeke mezin da destê van  xêrnexwazan. Ew ê sibetira hilbijartinê ew ê nexşeya Kurdistanê ya bi şaredariyên HDPê deqkirî, bi bi rengê xwîna sor-gevez boyaxkirî bixin qula çavê gelan û bibêjin "Kerem kin, ha ji we re HDP'ya Tirkiyeyî...!" 

BDP çima tevlî hilbijartinê nebû...?

Em van metirsî û xeletiyên malkambax û ocaxkor bidin aliyekî, qenebe li Kurdistanê wek cara berê BDP biketa hilbijartinê. Qenebe me bigota HDP ne partiya Kurdan e û ew biryarên xwe bi serê xwe distîne. Hevalan ev yek jî nekirin. Bi lez û bez, bêyî analîzên hûr û kûr bikin, bêyî guh bidin gotin û şîretên xêrxwazan, bêyî di nav gel de anket û lêkolînan bikin biryareke weha stendine. 


Bi Kurt û Kurmancî encam:
1) HDP, bi biyrara alîkariya eniya Kemalo-Faşît hêviya hilbijêrên xwe jî, hêviya CHPyiyên ji nijasperestiya partiya xwe dilnerihet jî, hêviya oldarên ji bêûjdaniya AKPê aciz jî kuşt....

2) HDP bi faşîzma kesk ve rûbirû ma, li ber xwe neda û ket xefika pergala TRê ya bi du partî. Ango xwe radestî faşîzma Îtihat Terakiyê kir.
Em ji vir şûn de, di kesayetiya Kamer Genç de ji "piraniya Kurdên Elewî yên 80 sal in bi CHPya Kemalîst ve zeliqîne" re çi bibêjin.?
Em ê ji îro pê de ji oldarên ji nefreta CHPê ketine nav partî pûrtiyên umetparêz û nijaperest re çawa bibêjin ti eleqeya HADPê û CHPê tine..?

Gotina dawî; pergala bi du partî ya TRê êdî derizî bû, parçe bubû gel wek: 1-Îslamparêz û neteweperestên Tirk ên yekpererst. 2-Tirkên Kemalîst û sekûlerên yekperest. 3-Kurd, Tirkên şoreşger û xwedîwîjdan, nasname û bawerî û çînên bindest û hemû dijberên pergala yekperest.
bubûn sê şax û sê enî lê, hezar heyf û koranî, xeletiyên HDPê gihîşt hewarê û dîsa pergala bi du partî li gel ferz kir.







8.10.2018

Padîşa û Kîrkor Hoste

Pdîşayê Osmanî Siltan Mehmet piştî dagirkirina Konstantînapolîsê (Stenbol) dixwaze mora xwe li bajêr bixe û wî veguherîne ji xwe re bike “Îslambol”

Ew metranê Ermenan (Patrîk) tevî gelê wî ji Bûrsayê tîne Stenbolê, keşîşxaneya (Manastir) Bîzansiyan a bi navê “Panaia Perivlebdos" didê, bona ku hosta û mîmarên Ermen jî bi xwe re bîne, bi wan avahiyên ji ber şer mayî bide temîrkirin,  ji xwe re jî seray, mizgeft, xan û hemamên nû bide çêkirin.


Stenbola beriya şer bajarê herî xweşik û abadanê cihanê, dişer de hatiye rûxandin,  bi destên leşkerên padîşa ve hatiye talakirin. Ew êdî wekî Sûr, Nisêbîn, Cizîr û Gevera îro  wêran, wêrtas û kawil e...

Padîşa ferman dike ku dêrên Bîzansiyan ên ji hev ketî , yên temîra wan bizehmet bên rûxandin, bi malzemeyên wan ên wek stûn, kêran, mermerên biriqandî mizgeftên nû bên lêkirin.

Hostayê Ermenê bi navê Kîrkor tevî karkeran dest bi rûxandina dêrekê dike. Ew ê di şûnê de ji padîşa efendî re  mizgefteke bi xeml û rewş ava bike. 

Rojek padîşa tê venêrandina (teftîş)mizgefta xwe.

Pêşî dikeve nav karkeran û ji wan pirsan dike, agahî distîne. Yek bi yek navê wan dipirse;

Navê te çi ye?

-Alpyorûk, ez benî.

Navê te?

-Memed, ez qurban.

Tu?

-Ayiboxan.

Tu?

-Memîş.

-Kel Recep.

-Oksüz Rifki.

...

Padîşah bi kêfxweşiyeke bêhempa  berê xwe dide Kîrkor Hoste û bi rûkenî jê re dibêje; “Aferin Kîrkor, tu qûlên min ên Tirkomisilman dixebitînî” û ji ber pişta xwe kîsikeke tijî zêr derdixe didê û çend agahî jê distîne û ji qada înşeatê derdikeve diçe.

Çend meh  şûnde padîşa dîsa tê înşeatê. Dêra kevin ji binî ve hatiye rûxandin û dest bi avakirina mizgeftê hatiye kirin. Wekî her carê  dikeve nav karkeran û dîsa yek bi yek navê wan dipirse.

Navê te çiye?

-Hagop.

Navê te?

Hampar

Tu, tu, tu...?

Xaçadûr, Avedîs, Dîmîtrî...

Bi hêrs vedigere ser Kîrkor;

Kafirê heram, ev çi hal e...? Ka karkerên Tirkomisilman...?

Hosteyê reben serê xwe berjêr dike, bi dengekî ricifok bersîva padîşa dide:

-Padîşayê min ê mezin, ew qûlên te kêrî rûxandinê tenê dihatin, niha me dest bi avakirinê kiriye...  




 


  


11.09.2018

Kılama Elo Memed Paşa





                                           Kilama Elo Memed paşa
Derheqê Komkujiya Êzdiyan a ji aliyê Osmaniyan ve
Ero Memed Paşa çiyayê Şengalê bişewite wê bi mij e, wê bimij e
Xezala min  ketiye destê Elo Memed Paşayî mêrkuj e
Elo Memed Paşa Xezalê berde, cotê kara min mal de şîr dimije, Xezala min berde,
hevala min berde cinara min berde
Elo Memed Paşa eva ne talan e, ne tariş e, ne cerd e
Ev heye namûs e,  ji mêrê camêr re derd e, Xezala min berde,
hevala min berde
Erge  tu Xezalê berdidî, Xezalê berde
Tu Xezalê bernadî, Xezalê bikuje, serê min bi ser de.
***
Elo Memed Paşa, çiyayê Şengalê bişewite wê  wê bifirike, wê bifirike
Xezala min ê ketiye destê Elo Memed Paşayê Tirk e
Elo Memed Paşa Xezala min kiriye orta xwe, bi kurk e
Elo Memed Paşa, Xezala min berde, hevala min berde, Cînara min berde
Erge  tu xezalê berdidî, Xezala min berde
Tu Xezalê bernadî, Xezalê bikuje, serê min bi ser de
***
Elo Memed Paşa bişewite çiyayê Şengalê bi tirî
Eskerê Memed Paşa hat lê bihurî
Elo Memed Paşa Xezalê berde
Cotê kara min mal de digirî
Xezala min berde, hevala min berde cinara min berde
Elo Memed Paşa eva ne talan e, ne tariş e, ne cerd e
Ev heye namûs e, ji mêrê camêr re derd e, Xezala min berde, hevala min berde, cînara min berde
Erge tu  Xezalê berdidî xezala min berde,
Tu Xezalê bernadî, Xezalê bikuje, serê min bi ser de.
Dengbêj: Mêraliyê Mehmo,  ji Gundê Mêwregê yê ser Dîgorê.
Wî jî ji ber devê gorbihûşt Hecî Evdirehîmê Zeynikê yê Kagizmanî  girtiye.
Berhevkar: Mamoste Marûf  @mamostemaruf  www.mamostemaruf.blogspot.com

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin