9.02.2019


Îsmaîl Heqî Paşayê Kurd
Sala 1818an li Qersê di malbetelke Kurd a esilzade de hat dinyayê. Kurê Şerîf Beg û Xatûnê ye. Di nav Kurda de bi navê Îsmaîlê Xatûnê dihat nasîn. Piştî çend salên xwe yên memûriyetê, wek fermandar ket nav artêşa Osmanî. Tevlî şerê Îranê û Qirimê bû.
Sala 1868an bû waliyê Amedê û neh sal li wir ma. Di 700 salên desthilatdariya Osmaniyan û TRê de, li Amedê tekane xizmeta berbiçav wî kir.
1876an de bû waliyê Erziromê.
Salek şûnde tevî 40 Hezar leşkerên Kurd çû şerê Ûris. Li wir jî bi jêhatîtiya xwe deng veda.
Piştre hat Stenbolê û dîsa peywirên herî girîng da ser milê xwe.
Paşa merivekî pir oldar bû. Bi rastî ji Xwedê ditirsiya. Bertîl nedixwar, neheqî nedikir.
Îsmaîl Heqiyê KURD, Sala  1897an Koça xwe ya dawî kir. Tirk ew kirin "KURT (Gur) İsmail Paşa û paşê di nav rûpelên dîroka xwe de cih danê.
@mamostemaruf



7.02.2019

HDP, te çi kir...!



Kurtedîroka Siyaseta vî welatî
Li ser Erdê Împaratoriya  Osmanî ya pirnetew û pirwelat û pirol û pirpawerî, tevgera pêşî ya siyasî Komeleya Îtihat Terakkî ye.(1889)
Bi geşbûn û belavbûna wê ya di nav gel û kadroyên dewletê re,  tevgerên dijberên wê û yên li ser şopa wê yek bi yek şîn bûn. Bi damezirandina Komara Tirk a hişkneteweperest, hişksekûler û dîktatorî re çi nepenî çi eşkere hemû partî û tevger wek dijberê wê an alternatîfê wê derketin qada siyasete lê, rastgir dibe çepgir dibe ti yek di rastiyê de li ser hîmê  dijbertiya dewleta yekperest a li ser neheqî û zilam li gel û bawrerî û çînên bindest hatibû lêkirin nehat damezirandin. Di sed salên dûvdirêj ên dîroka siyaseta vî welatî de  ti yek bo wekheviya gel û baweriyan projeyeke rasteqîn, pêbawer û realîsta  neda ber gel. 
Partî pûrtiyên alernatîfên Îttihat Terakkî yê jî an neteweperestiyeke  ji ya wê jî tûjtir, an sosyalîzmeke teqlîdker û totaliter a yeknetewperest, an kapîtalîzmeke bi Misilmantiyê nixumandî ya dîsa yekneteweperest û yekçînperest parastin.
Pergala Komarî(?) ya bi yek partî, sala 1946an bi zora dewletên kapîtalîst mecbûr ma  demokrasiya pluralîst(?) pejirand û rê li ber damezirandina partiyên siyasî vekir.Çend wekîlên CHPê, yên Îttihatparêz jî di nav de, Partiya Demokrat (DP) hat ava kirin. Ew jî wek CHPê yeknetewperest, yekbawerîperst û yekçînperest bû. Demokratbûna wê  ji qadroyên xwe re dîtina derfet û vekirina qadeke siyasetê pêk dihat, ev qas…!

Bi darbeya leşkeri ya 1960an re, ji tirsa di nav gel de geşbûn û xurtbûna daxwaziya azadiyan,  rê li ber Pariya Demokrat jî hat girtin lê, hezkî bibêjin Îttihat Terakkî, hezkî bibêjin dewleta kûr , xwediyê vê dewletê, berjewendî û berdewamiya dewleta xwe di demokrasiyeke qelp de dîtin. Îcar pergaleke bi du partî ya navê plûralîzm(piranîparêzî) lêkirî dan ber gel. Di salên 70yî, li seranserê cihanê bi geşbûna siyaseta çep re,  Îttihat Terakkî (CHP) îcar ket dilqê partiyeke çepparêz. Partiyên ( Di rastiyê de partiyek) xwedêgiravî dijberê wê jî (DP, paşê AP, pştre ANAP û DYP, niha AKP)ji wê rojê şûnde tizbî dan destê xwe û xwe wek rastgir û parêzker, lîberal demokrat nişan dan.

Ev sed sal e, li vî welatî, bi mabesta bibin alternatîfên  van du partiyan bi sedan partî, komale, saziyê sivîl hatin damezirandin lê, hema bigire ji ti yekê re qad û derfeta siyasetê nehat hîştin; ew an hatin girtin, an bi destê dewletê li ber çavê gel hatin reşkirin, an bi bendava dengan, bi çavtirsandin û şantajê, an tehdîtkirina fînansoran hatin girtin. Yên li ser xwe mabûn jî, bi konektiyeke mezin  bi du du partiyan yekê ve hatin zeliqandin û helandin.
Xefik û dafik û kumpas weha dişuxulî: Dema aliye rast xurtir dibû çavê hilbijêrên çepgir û sekûler ditirsandin: Wa  faşizm-şerîet tê haaaa…! CHP bi dile we nebe jî dijberê wan e, werin bikevin bin baskên wê. Partiyên çepgir û sosyalît ên hêj hûrik, hêj bi firê neketibûn  mecbur dihîştin hevkariya CHPê bike. Neke jî ne xem bû. Dilxwazên wê ji tirsa faşîzmê jixwe beriya wan diçûn diketin nav refên CHPê û partiyên çep ên alternatîf û her marjinal diman, qasek şûn de çem û çem diçûn…
Dema  parîkî pûrt bi aliye çep ve dihat, xurt dibû îcar dora qira partiyên rastgirên alternatif  bû: Komînîzma Xwedê pêxembernenas tê ha…! Bi ser de namus û telaq jî nizane. Bi ser de dest datîne ser xanî  û zevî û mêrg û dikan û dezgehên we jî…! Bi wê jî namîne welat û ala jî ji dest diçe…!  Werin li dora  AP, ANAP, DYP, AKP bicivin…!


Resim yazısı ekle
Aqûbeta partiyên çepgir dihat serê yên rastgir jî…
Û bi vî awayî heta sala 2012an dewlet û pergala xwe ya yekperest kaş û berkaş anîn.

Belê, sala 2012 HDP hat damezirandin. Tevgera Kurd dev ji paradîgmaya xwe ya berê, ya  hemû gel û çînan bi têra xwe hembêz nedikir berda û li ser hîmê wekheviya gel û baweriyan, serdestiya kedê, azadiya jinê, parstina xwezayê(ku em bi kurtasî dibêjin modernîteya Demokratîk)  rêyeke nû da ber gelê Kurd û hemû gelen Tirkiyeyê. Armanc bi kurtasî ev bû: Bo Tirkiyeyê demokrasiyeke radîkal, bo Kurdistanê xweserî.
 HDP bi vê bîr û bîrdoziyê tevlî hilbijartinên 7ê Hezîrana 2015an bû û serkeftineke pir û pir mezin bidest xist: %13.12 deng, 80 wekî...!

Dawî li pêvajoya aştiyê anîn, şerrekî qirêj ê li wî welatî kesnedîtî, kesnebihîstî dan destpê kirin. Berxwedana li bajaran kirin mahne, bi sedan ciwan kuştin, bi deh hezaran siyasetmedaran dîigirtin, bi sedan saziyên sivîl girtin. Gel bi zext û pest û pêkûtiyeke bêhempa  di qula derziyê re hat derbaskirin.
 Ya balkêş ew bû ku bi birîndarî be jî HDP li ser xwe hat hîştin.
Çer hebe ew ê mecbûr bimîne, xwe bi partiyekê  vê pergalê ve bişidîne û xwe wek partî pûrtiyên berê kirin, bişibe  wê û ...

HDP çima, çawa rêya xwe şaş kir....?

Bêguman sedema guhertina paradîgmaya siyaseta Kurd Tirkiyeyîbûn û desthilatdarî bû. HDP vê erkê dabû ser milê xwe lê, ji ber ku qadroyên wê gelemperî an ji siyaseta çepê Tirkan hatibûn, an jî ji Kurdên ji bujûvaziya biçûk a Kurd a piranî di karên dewletê de, di sendîkayan de bi çepgirên Tirkiyeyê re rabubû rûniştibûn û di bin bandora wan de mabûn pêkhatî bû. Lewre jî  zehmetiya  întibaqkirin û sepandina paradîgmaya nû didît. 
Çepê Tirkiyeyê ji Partiya Komînîst a TRê vir de ti car desthilatdariyê wek hedef nedabû ber xwe. Zimanê gel bikar neanîbû. Bi qadroyên biçûk, di nav ciwan û ronakbîran de wek komaleyeke siyasî, an klûbeke ramanî, an sendîkayeke ji kedkarên dilxwazên xwe pêkhatî  xebitîbû. Tim û tim reaksîyoner bû. Bêyî projeyeke xwecihî ya gorî şertê civakê biafirîne rêgezên Marksîzmê yên jiberkirî dida ser hev û  dijberiya faşîzmê dikir. HDP jî li ser vê şopê çû û gelek caran ev xeletî dubare kir. Gelek caran hedefa û pêwîstiya deng stendina ji rastgiran paşguh kir, di çepgiriyê de bi partî pûrtiyên hûrik ên hevsar ji serî avitî, diya li ser guhekî re ket ber qayîşê.  Wekî tekane faşîst AKP  be, wekî xwediyê dewletê ew bi serê xwe tenê be, wekî pergala yekperest sed sal e wê  tenê biparastibe, " faşîzma AKPê",  "dewleta AKPê, artêş û polêsê AKP"ê rexne kir. Bêyî bibe alternatîfa wê, ji serokê wê tenê re got " em te nakin serokdewlet"... 
Digel vê xeletiya mezin HDP,  bi xêra lêgerîna gel a alternatîfeke rasteqîn a dijberiya pergala kapîtalîst û yekperest  a xwedêgiravî bi du partî",  ji hemû derûdor û gel û çînên vî welatî deng stend û di parlemanê  de bû partiya sêyem.

Hezar heyf û koranî,  beriya hilbijartinên 31ê Adara 2019an, HDP  xeletiyên çepê Tirkiyeyê ya sed salan dubare dike,  di dêvla xwe wek alternatîfa desthilatiyê, wek alternatîfa pergala kedxwur û yekperest nîşan bide, bi hemû derfetên xwe li Tirkiyeyê CHPê wek alternatîfa AKP û faşîzmê derdixe pêşberê gel...



Bi serkeftina CHPê kê têk diçe...? 

CHP ji roja damezirandinê heta îro, mafên gelê Kurd li aliyekî, wekheviya gelan jî ticar  neparastiye. Kîngê navê gelekî hatibe rojevê, bi gotina "em dijî siyaseta nasnameyê ne" derî li gelan û li mafên wan ên xwezayî girtiye. îro jî  ji siyaseta xwe ya yekperest bihostek nehatiye xwarê. Bi ser de ev sed sal e xwe li cem çîna kapîtalîst bi cîh kiriye.

AKP bi hevkariya MHP re dev ji siyaseta xwe ya umetparêziyê ya "heta niha, bi şermokî be jî  wekheviya gelên misilman û sunî  diparast"  berda û li dijî Kurdan şerekî qirêj yê herî mezin ê van salên dawîn da dastpê kirin.
HDP, li hemberî vî şerî,  di di dêvla sebir û berxwedanê, têkbirina AKPê kir armanc. Çapemeniya nêzîkî wê û ya çepgirên nêzî wê çi eşkere çi ji bin ve dengên HDPê yên metropolan ber bi CHPê ve diherikînin.
Êvara 31ê Adarê, çawa ku encama hilbijartinê xwiya bibe, wê bê dîtin ku dengên AKP-MHPê an wek xwe maye, an zêde, an tiştek kêm,
dengên CHP-İYİPARTİyê çend puwan zêde,
dengên HDPê ewqas kêm bûye.
Ev encama têkçûna  HDPê  ji aliyê AKPê ve weha bê şîrovekirin:
"Me terorê têk bir, lewre dengên HDP daketiye. Navnîşana hemwelatiyê aştîxwaz û yekîtîxwaz AKP ye..."
CHP ya qaşo demokrat jî wê ji serkeftinê para xwe bistîne:
" Bêyî siyaseta nasnametiyê bikin, bêyî mafê Kurdan bidin ser zimanê xwe, me dengên Kurdên metropolan stendin, navnîşana yekîtiya Tirkiyeyê CHP ye..."
Gelo HDP bi rêjeya %4,5-5.00  dengan çi peyam û hêz û moral û hêvî  bide Kurdan û gelan û şoreşgeran û bindestan...?
HDP, li hemberî propagandaya "HDP û CHP" yek e" ya medyaya Tirkiyeyê ya hema bi gişkî di destê dewlet û AKPê de ye, êdî bikaribe  ji rastgir û oldarên vî welatî yên derbxurên CHPê (herî kêm %60-65ê hilbijêran) deng bistîne...?
HDPya him bo gel û bawerî û çînen ev sed sal e li dûv rastgir, kevneparêzan diçe  , him bo yên li dûv CHPê diçe nebe hêvî, xeynî Kurdên şiyar û serwext ji kê deng bistîne...?  


Bi ya min HDPya xwe nêzîkî CHPê nîşandayî,  wê nikaribe ji CHPyiyên dilsarên siyaseta partiya xwe jî,  ji AKPyiyên ji neteweperestî, ji kedxwurî û bertîlxwuriya wê  tengezar jî deng bistîne; ji ber ku hilbijêr êdî polîtîkayên HDP û CHPê wek hev nebe jî,  nêzîkî hev bibîne, wê dengê xwe bide partiya mezin a îhtîmala desthilatdariya wê heye...  Bi gotineke din pergala bi du partî ya sed salan dîsa bikeve meriyetê.
Aliyê din ve,  bi sed hezaran Kurdên dilsarên paradîgmaya nû ya "Tirkiyeyîbûnê" lê, ji ber hêviya desthilatdariyê û hatina demokrasiyê deng didan HDPê jî, ji xwe re li rêyeke din bigerin.

Eniya Demokrasiyê kê ye...?

 Kes û derûdorên dilxwazên hevkariya CHPê, di serî de gotin; " li gelek deveran di dêvla nîşandana namzetan, em ê piştgiriya eniya Demokrasiyê bikin.
Ev argûment sosretiyeke mezin e û  ji binî ve pûçkirina projeya HDPê ye.
Ma HDP bi xwe wek eniya demokrasî û azadiyê derneketibû qada siyasetê...?
Ma me sibeh êvar nedigot, HDP ne tenê partiya Kurdan e, di nav dede hemû gel, hemû rengên şoreşger, her cûre demokrat,  hemû bawerî cih digire....?
Aniha em CHPya nasyonalîst û İYİPARTİYA nijadperest û çend partî pûrtiyên hûrik ên çepgir wek  eniya demokrasiyê nîşan didin..
Sibeh em dîsa biçin ser sandoqê, em ê çawa bibêjin ew jî wek AKPê faşîst û kapîtalîst in...?

Gelo Tirkiyeyîbûna HDPê wê derbeke çawa bixwe?

Me li jor, di mijara "Eniya Demokrasiyê" de jî qal kiribû, HDP bi îdiya "li Tirkiyeyê lêkirina eniya demokrasiyê û di bin sîwanekê de komkirina hêzên demokratîk" hatibû damezirandin. Ev yek jî kurtasî bi têgeha "Tirkiyeyîbûn" hat pêşkêş kirin û fêmkirin. Heta niha jî ji aliyê rayedarên HDPê ve li dijî vê armanc û îradeyê perspektîfeke nû pêşkêşî gel nehatiye kirin. Bi ya min, bi biryara li xeynî Kurdistanê û "bajar û bajarokên Kurd lê zêde" piştgiriya dijberên tifaqa Cumhûr (AKP-MHP) berê HDPê dîsa da Kurdistanê. Jixwe di serî de partî pûrtiyên dewletê yên yekperest nedixwestin HDP bibe partiyeke Tirkiyeyî û hişmendiya azadiyê di nav gelên din ên Anatoliyê de jî belav bike, wan jî şiyar û serwext bike. Tirsa ji pêvajoya aştiyê ya  CHPê û ya Tirkomisilmanan ev bû. Sedema bi destê AKPê têkbirina pêvajoya aştiyê  dîsa ev tirs û tatêl bû.
Bi biryara piştgiriya dijberên AKPê, bi ser de tifaqa bi gelek partî û saziyên Kurdan ên heta niha dijberên HDPê, firsendeke mezin da destê van  xêrnexwazan. Ew ê sibetira hilbijartinê ew ê nexşeya Kurdistanê ya bi şaredariyên HDPê deqkirî, bi bi rengê xwîna sor-gevez boyaxkirî bixin qula çavê gelan û bibêjin "Kerem kin, ha ji we re HDP'ya Tirkiyeyî...!" 

BDP çima tevlî hilbijartinê nebû...?

Em van metirsî û xeletiyên malkambax û ocaxkor bidin aliyekî, qenebe li Kurdistanê wek cara berê BDP biketa hilbijartinê. Qenebe me bigota HDP ne partiya Kurdan e û ew biryarên xwe bi serê xwe distîne. Hevalan ev yek jî nekirin. Bi lez û bez, bêyî analîzên hûr û kûr bikin, bêyî guh bidin gotin û şîretên xêrxwazan, bêyî di nav gel de anket û lêkolînan bikin biryareke weha stendine. 


Bi Kurt û Kurmancî encam:
1) HDP, bi biyrara alîkariya eniya Kemalo-Faşît hêviya hilbijêrên xwe jî, hêviya CHPyiyên ji nijasperestiya partiya xwe dilnerihet jî, hêviya oldarên ji bêûjdaniya AKPê aciz jî kuşt....

2) HDP bi faşîzma kesk ve rûbirû ma, li ber xwe neda û ket xefika pergala TRê ya bi du partî. Ango xwe radestî faşîzma Îtihat Terakiyê kir.
Em ji vir şûn de, di kesayetiya Kamer Genç de ji "piraniya Kurdên Elewî yên 80 sal in bi CHPya Kemalîst ve zeliqîne" re çi bibêjin.?
Em ê ji îro pê de ji oldarên ji nefreta CHPê ketine nav partî pûrtiyên umetparêz û nijaperest re çawa bibêjin ti eleqeya HADPê û CHPê tine..?

Gotina dawî; pergala bi du partî ya TRê êdî derizî bû, parçe bubû gel wek: 1-Îslamparêz û neteweperestên Tirk ên yekpererst. 2-Tirkên Kemalîst û sekûlerên yekperest. 3-Kurd, Tirkên şoreşger û xwedîwîjdan, nasname û bawerî û çînên bindest û hemû dijberên pergala yekperest.
bubûn sê şax û sê enî lê, hezar heyf û koranî, xeletiyên HDPê gihîşt hewarê û dîsa pergala bi du partî li gel ferz kir.







8.10.2018

Padîşa û Kîrkor Hoste

Pdîşayê Osmanî Siltan Mehmet piştî dagirkirina Konstantînapolîsê (Stenbol) dixwaze mora xwe li bajêr bixe û wî veguherîne ji xwe re bike “Îslambol”

Ew metranê Ermenan (Patrîk) tevî gelê wî ji Bûrsayê tîne Stenbolê, keşîşxaneya (Manastir) Bîzansiyan a bi navê “Panaia Perivlebdos" didê, bona ku hosta û mîmarên Ermen jî bi xwe re bîne, bi wan avahiyên ji ber şer mayî bide temîrkirin,  ji xwe re jî seray, mizgeft, xan û hemamên nû bide çêkirin.


Stenbola beriya şer bajarê herî xweşik û abadanê cihanê, dişer de hatiye rûxandin,  bi destên leşkerên padîşa ve hatiye talakirin. Ew êdî wekî Sûr, Nisêbîn, Cizîr û Gevera îro  wêran, wêrtas û kawil e...

Padîşa ferman dike ku dêrên Bîzansiyan ên ji hev ketî , yên temîra wan bizehmet bên rûxandin, bi malzemeyên wan ên wek stûn, kêran, mermerên biriqandî mizgeftên nû bên lêkirin.

Hostayê Ermenê bi navê Kîrkor tevî karkeran dest bi rûxandina dêrekê dike. Ew ê di şûnê de ji padîşa efendî re  mizgefteke bi xeml û rewş ava bike. 

Rojek padîşa tê venêrandina (teftîş)mizgefta xwe.

Pêşî dikeve nav karkeran û ji wan pirsan dike, agahî distîne. Yek bi yek navê wan dipirse;

Navê te çi ye?

-Alpyorûk, ez benî.

Navê te?

-Memed, ez qurban.

Tu?

-Ayiboxan.

Tu?

-Memîş.

-Kel Recep.

-Oksüz Rifki.

...

Padîşah bi kêfxweşiyeke bêhempa  berê xwe dide Kîrkor Hoste û bi rûkenî jê re dibêje; “Aferin Kîrkor, tu qûlên min ên Tirkomisilman dixebitînî” û ji ber pişta xwe kîsikeke tijî zêr derdixe didê û çend agahî jê distîne û ji qada înşeatê derdikeve diçe.

Çend meh  şûnde padîşa dîsa tê înşeatê. Dêra kevin ji binî ve hatiye rûxandin û dest bi avakirina mizgeftê hatiye kirin. Wekî her carê  dikeve nav karkeran û dîsa yek bi yek navê wan dipirse.

Navê te çiye?

-Hagop.

Navê te?

Hampar

Tu, tu, tu...?

Xaçadûr, Avedîs, Dîmîtrî...

Bi hêrs vedigere ser Kîrkor;

Kafirê heram, ev çi hal e...? Ka karkerên Tirkomisilman...?

Hosteyê reben serê xwe berjêr dike, bi dengekî ricifok bersîva padîşa dide:

-Padîşayê min ê mezin, ew qûlên te kêrî rûxandinê tenê dihatin, niha me dest bi avakirinê kiriye...  




 


  


11.09.2018

Kılama Elo Memed Paşa





                                           Kilama Elo Memed paşa
Derheqê Komkujiya Êzdiyan a ji aliyê Osmaniyan ve
Ero Memed Paşa çiyayê Şengalê bişewite wê bi mij e, wê bimij e
Xezala min  ketiye destê Elo Memed Paşayî mêrkuj e
Elo Memed Paşa Xezalê berde, cotê kara min mal de şîr dimije, Xezala min berde,
hevala min berde cinara min berde
Elo Memed Paşa eva ne talan e, ne tariş e, ne cerd e
Ev heye namûs e,  ji mêrê camêr re derd e, Xezala min berde,
hevala min berde
Erge  tu Xezalê berdidî, Xezalê berde
Tu Xezalê bernadî, Xezalê bikuje, serê min bi ser de.
***
Elo Memed Paşa, çiyayê Şengalê bişewite wê  wê bifirike, wê bifirike
Xezala min ê ketiye destê Elo Memed Paşayê Tirk e
Elo Memed Paşa Xezala min kiriye orta xwe, bi kurk e
Elo Memed Paşa, Xezala min berde, hevala min berde, Cînara min berde
Erge  tu xezalê berdidî, Xezala min berde
Tu Xezalê bernadî, Xezalê bikuje, serê min bi ser de
***
Elo Memed Paşa bişewite çiyayê Şengalê bi tirî
Eskerê Memed Paşa hat lê bihurî
Elo Memed Paşa Xezalê berde
Cotê kara min mal de digirî
Xezala min berde, hevala min berde cinara min berde
Elo Memed Paşa eva ne talan e, ne tariş e, ne cerd e
Ev heye namûs e, ji mêrê camêr re derd e, Xezala min berde, hevala min berde, cînara min berde
Erge tu  Xezalê berdidî xezala min berde,
Tu Xezalê bernadî, Xezalê bikuje, serê min bi ser de.
Dengbêj: Mêraliyê Mehmo,  ji Gundê Mêwregê yê ser Dîgorê.
Wî jî ji ber devê gorbihûşt Hecî Evdirehîmê Zeynikê yê Kagizmanî  girtiye.
Berhevkar: Mamoste Marûf  @mamostemaruf  www.mamostemaruf.blogspot.com

15.06.2018

Gula Axa*

                                                           
        Mamoste Marûf
Axa, şitlê gulekî pir meqbûl tîne, dide baxçewanê xwe û di baçeyê koşka xwe de li cihê herî berbiçav dide çikandin. Baxçewan jî deh caran  şîret dike:
"Nebî nebî ti mirov û ajal gula  min bihn neke ha..!"
Di ser re dem û demsal dibuhure, bihar t,  dar bi gul dixemile.

Rojek ji rojan axa bala xwe didê pelên gulên wî tev weşiyane.
Pir li ber dikeve. Gazî baxçewanê xwe dike, bi ser de diqîre, bi hêrs dipirse:
-Gulên min kê bihn kir..?"
Baxçewanê reben bi dengekî ricifok; "wele axayê min, bilbilek hat, bihn kir û çû"
-Xwedê ji bilbil re nahêle...!

Çendikî şûn de rojekê baxçewan hey dibîne cendekê  bilbil di devê marekî de ye.
Diçe cem axa û hal meseleya bilbil jê re vedibêje.
Axa jê re dibêje:
- Ji mar re jî namîne û dengê xwe dibire.

Ez bibêjim heft roj, hûn bibêjin hefteyek şûn de, baxçewan di baxçe de dixebite, ji nişkave ew mar li lingên wî dipiçike. Bi bêra di destan de lê dixe wî marî dikuje û bi lez û bez diçe cem axayê xwe, bi quretî dibêje:
-Axayê min, min ew mar kuşt..!

Axa, çavên xwe dikute çavên baxçewan:
- Ji te re jî namîne..!
Baçewan dibîne ku axa dê wî jî bikuje, an bide kuştin, weha lê vedigerîne:
"Axayê minê delal, tu min nekuje, bila ji te re bimîne"
*Çîrokeke gelêrî ya Kurdên Serhedê, ya ji ber devê Îbrahîmê Nadirê Tekmanî girtî.



31.05.2018

Axbarîkê min, te çi kir...!???



Hayko Bagdat çend roj berê nivîseke balkêş û bertekkêş a bi ser navê “ Piştgiriya Muharrem Înce” nivîsîbû. Min jî ew xwend.

Wek piraniya ronakbîrên dijber,  Hayko jî bi dîtin û tehm kirina piçekî  azadî, hevsar ji serê mejiyê xwe avêtiye. Digel ku li çend zinar û latan qelibîye û  çend birîn  lê vebubin  jî, bi ya min Heval Hayko serkeftî ye. Civaka me şev û roj qala wî dike...

Wî bi hevoka Muharrem İnce ya “ Ger ne ji Atatirk bûya, wê navê me bikirana Yorgo” dest bi nivîsa xwe kiriye.
Di vir de pir şa bûm, min got;  wele Hayko, di dilê min de çi kul û birîn hene wê bide der!
Wê heyfa dayîk û dapîr,  bav û kalan jî bide ser...

Paşê reklama HDPê ya “ em tev HDPyî ne û peyva Selahattîn ya “ her hilbijêr şirîkê me yê siyasî ye” dike bîra me û xwe jî  wek HDPyî  binav dike (ji erdê heta ezman heqe wî ye) lê,  di şûna “ez ê HDPyî weha bikim de ” de,  dibêje  em HDPyî ” û  berdevkiya  HDPê  dide pişta xwe.
Di bin vî barê giran de dibêje; “em HDPyî, di ti tûrekê de deng nadin Tayîp, Qiliçdaroxlî, Muharrem, Meral û Perînçek...!” 
Her çiqas ez li ber ketibim û min di dilê xwe de gotibe; “ Heyran, Haykoyê me  di vir de xeletî kiriye, hêj virnî ye, ev barê berdevkiyê  ji serê wî mezintir e, nikare ji binî derkeve”
Dîsa jî ez tevlî nêrînê wî bûm; Axbarîk( Bira)  ji orta kitêbê dibêje. Divê HDP bi tena serê xwe  li ber xwe bide, înat bike ku bikaribe vê dahfika “ bi du parti û bi du enî ” ya 100 salan  biruxîne.
Belê,
yek reş yek spî,
yek Tirkomisilman, yek sekûler bixwiyê jî,
her du enî  jî yekperest ,
her du jî  faşîst ,
pişafker ,
komkujîparêz û  kedxwur û heramxwur e...
Divê HDP dudilî neke, vir de wê de netewişe, neheje. Wek xwe, li ser rastiya xwe bimîne ku bibe alternatîf. Bibe hêviya hemû gel û bawerî û çînên derbxwurên vê pergala zalim...
Qasek şûnde, min hey dît Hayko bi vî barî jî nemye, barê Birêz Ocalan û yê Selahatîn jî pişt dike: “Ew bibêjn dengên xwe bidine wan jî,  em nadin...!”
Gotineke barkêşên Kurd yên Sîrkeciya Stenbolê  ket bîra min ; “ heger  barekî giran yê ji hêz û quweta xwe der pişt bikî, ji devê te na  ji  q.. a te deng derdikeve...”



28.05.2018

Hîzbula an Partiya Tune




Ez ê bi munasebeta piştgiriya HÎZBU-LA (HÛDAPAR)ê ya bo AKPê çend  gotinan bikim.

 Ev 28 sal in bi zanetî di şûna HÎZBULLAH DE dibêjim "HÎZBU-LA"
HÎZB=Partî, LA=Tune, ango partiya tune.
Li Kurdistanê ev bîrdozî jî, Bingeh, zemîn û girseyeke bo avakirina vê partiyê jî tune bû.
Ew ji ku derket?

Li Kurdistanê Îslamparêz hebûn lê, bingeha partiyeke "nav ji partiyeke ŞIÎ deynkirî, bîrdozî ji kevneşopiya îslama sunî cuda" tinebû. Îslamparêz tev ji "Mîllî Goruş"ê peyda bubûn, ew heta dibêjî ji bîr û bîrdoziya wan dûr bû...


Ev partî, tevger projeya dewletê bû û piştî darbeya 1980 yan li Kurdistanê xist meriyetê.
 Pêşeng û sazûmankarên pêşî  "Kurdkokenliyên" Meletî û Elezîzê bûn. Piştî xebateke çen mehan a di hucreyan de, li hemberê dibistanan bi vekirina dikanên pirtûkfiroşiyê (Mektep) nasiya xwe dan ciwanan.  Her çiqas xwe ji doza Kurdî şûştibin jî, Bêhna Kurdbûnê hêj ji wan dihat, hêj peyvên "lolo, bira" jibîr nekiribûn.  lewre zarên oldar ên Kurd  zû bi wan xapiyan.

Polîtîkaya Hîbula  li ser hîferaseta Evdilhemît hatibû avakirin. Wî sed sal berê di guhê serokeşîran de dixwen digot; "Ermenan bikujin, nexwe Kurdistan wê bibe Ermenîstan haaa!" Serkêşên Hîzbula, di vê sloganê de guhertîneke piçûk kirin: "PKKyîyan bikujin, Kurdistan wê bibe kafiristan haaa!"

Ev partiya di rastiyê de "tune" bi armanca “di bajar û bajarokan de fetisandina Tevgera Azadiyê” hatibû damezirandin. Ji ber ku li çiya û li gundan  dewlet ketibû tengasiyeke mezin.
 Dewletê gundên welatparêz vala dikir, gelê fedakar li bajaran bicih dibû. Gere rê li ber çalakiyên bajaran bihata girtin. Dewlet û Hîzbula dest bi nêçîra welatparêzan kir. Geh yekî geh yê din dikuşt, direvand,îşkence dikir. Hevkarî eşkere bû...!

Min ji xwendekarekî xwe yê Hîzbulaçî yê  li Amedê di fakûlteya Hiqûqê de dixwend pirsî: Lawo, her kes bi çavê serê xwe dibîne ku Hîzbula bi dewletê re tevdigere, hevkarî dike, hûn  çawa nabînin?
Bersîv:

"Mamoste hûn vê yekê fêm nakin: Leşker û polêsên misilman hene. Çawa ku hûn  bi çepgirên Tirkan re hevkarî dikin,  em jî bi wan re... Ma ev ne normal e...?"

Belê zarokên Kurda bi misilmantiyê xapandin.
Encam:
Di salên 90an de wan  tevî hêzên dewletê dest bi êrişan kirin:
Bi hezaran welatparêzên fedakar, her tiştê xwe di riya azadiyê de dabûn kuştin, birîndar kirin, ji Kurdistanê derxistin.

Bijîşk, mamoste, endizyar, karsaz, bi deh hezaran Kurdên dilşewat ên ji metropolên Tirkan bo xizmeta gelê xwe  vegeriyabûn Kurdistanê  dîsa revandin metropolan. ( Ez jî di nav de)

Hêviya gel ya bo azadiyê qels kirin, rê li ber xwepêşandanê girsehî yên bajaran birîn, dagirkerê êdî nikaribû li bajêran jî hespê xwe bibezîne, azadiyeke mezin bidest xist.
Herî dawî Hîzbula,  bi hevkariya bi AKPê re careke din bi me da zanîn ku ew partî di rastiyê de TUNE ye, proje ye, hespê Trûvayê dagirker e....


EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin