22.03.2018

Newroza Stenbolê...





Newroza îsal, bi baweriya min,  him ji aliyê dewletê ve, him ji aliyê Kurdan ve newroza herî hêjayê çavdêrî û analîzê bû,
ji ber ku Dewleta Tirk,
bi destûr û bi hevkarî û bi  erêkirina tevahiya dewletên emperyalîst,
bi artêşa xwe ya ji aliyê hejmara leşkerî û ji aliyê çek û teknolojiyê ve piştî Amrîkayê duyem a NATO’yê,
ev jî têra wê nekir, bi polêsên xwe yên herî bijarte,
ew jî têrê nekir bi cerdewanên herî xayîn û hevkar,
ew jî têr nebû, bi çete û hêzên paramîliterên herî devbixwîn ên dinyaya îro
li dijî destkeftiyên Kurdan şerekî mezin dabû destpê kirin.
Mexsed û miraz û hêviya wê, qasî têkbirina leşkerî , şikandina vîn û baweriya gelê Kurd ya bo têkoşîna azadî û serxwebûnê bû.
Lawazkirina ruhê Kurdan ê berxwedêr bû.

Lê Tevgera Azadiyê, wek ev 40 salên dûvdirêj in dike,  dîsa hisabê wê serobino kir.
Dîktatorê Xûnkar, bi rijandina xwîna bi sedan ciwanan,
bi xerckirina bi mîlyaran dolaran,
bi tunekirina rûmeta dewleta xwe, li ber çavê "xwedîwîjdanên" cihanê, 
bi şovenîzmê jahrîkirina bi mîlyonan hemwelatiyên Tirk ma û ma.  







Beriya ku  biçin qada Newroza pîroz,
divê em pêşî Komîteya Amadekar a Newroza Stenbolê pîroz bikin. Çi ji destê wan hatibû jixwe kiribûn. Her tişt ewqas di cih de, ewqas bi rêk û pêk, di cih de bû ku  ne şaş e ku meriv bibêje "hevalan tiştên ji destê mirov nayê  jî  kirine"
Beriya her tiştî,  ew dengê berxwedêr ê pêşkêşvanên ser dîkê...! Hindik mabû  şehîd serî rakin û bibêjin " Her bijî Hevalno..!" 

Xemla qadê, tedbîrên ewlehîyê,  deng, bername... Komîte karekî layîqê gelê xwe kirbû. Umrê min bi ser umrê we ve be hevalno... 




Di saet 15:00an de ev girse hêj neketibû qada Newrozê. Ez geh diçûm qadê, geh diçûm ber niqteya polêsan ku coşa gel ya dema çav bi girseya mezin a di qadê de dikeve bibînim.
Polêsan dema lêgerînê,  nema zehmetî, nema astengî derdixistin... Heger gel bertek nîşan nedabe, sedem dîtina girseya mezin û coşa û kelecana qadê bû. ''Segbav çi dike bila bike, em xwe bavêjin hindur!''

Bi ser de, di ser  destpêka bernameyê re sê saet çûbûn, bi hezaran mirovên kal û pîr, zar û zêç  hêj diherikîn qadê. 
Zarên Medyayê tev di dilê xwe de gotibûn "Kes neçe jî ez ê biçim...!"


Her kes û kesayetî, her malbateke welatparêz, her sazî û tevger gotibû;
"ez tenê bim, em tenê bin jî, em ê pêçiyên xwe bixin çavên dagirker...."

Kerba dilê min daneanî, ji tirsa ku ev wêne bo tiştek din bê bikaranîn  min edaleta wan a  li ser wêne jî neqişand. Ev sed sal in, ji  ji partî û pûrtiyên desthiladarî bidest xistine,  ti mirovek xwedî wîjdan derneket û negot :



"Newroz cejn e, şahî ye, hezkirin e, aştî ye, di bin siya top û tang û panzêr û helîkopteran de nabe" 





Gelê Kurd wekheviyê dixwaze. Edaletê dixwaze. Nirxên te çiqas bilind be, yên wî jî ewqas bilind be.  


Gelê Kurd rêz li alaya te digire dibêje; tu jî rêz li rengên min bigire.
Rêz li zimanê te digire, dibêje;  zimanê min jî qasî yê te hêjayê parastinê ye.

Rêz li welatê te digire, dibêje welatê min jî qasî yê te hêjayê aramî  û aştiyê ye.








Belê, Rêbertî ûTevgera Azadiyê cewhera jinê derxist holê lê, pirsgirêka mêraniyê ji bindestiya berê ya jinê jî girantir e. Mêr nexweş e... Barê giran ê jiyanê bi jinê ve parve nake. Ji hemû kêşe û derd û kulên jiyanê mêraniya xwe berpirsyar dibîne. Berê rojê bê girtin, erdhej çêbibe xwe li dijî xwezayê jî têkçûyî dibîne û dikeve nav qeyrana derûnî. Hêvî morala wî zû dişkê. Di şûna dîtina çareseriyê xwe dispêre paşguhkirinê, xwe dispêre alkol û madeyên hişbir. Ço dide dest hêrsa xwe di serê jinê de, di serê zarokên xwe de, di serê xizm û lêzimên xwe de dide der. 


Nifşên nû yên Kurdan him ji bîrdoziya Tevgera Azadiyê sûdê werdigirin, him ji pêşketinên cihana nûdem hayîdar in, him jî çanda dê û dapîran, bav û kalan dişopînin. Şalwarê heval çiqas kevnare bû ewqas jî nûdem... Ew û dayika xwe bi hev re govend digerînin. Tevgera Azadî bû dermanê cîyawazî û gengeşiyên di nav nifşan de jî... 

Jin ji rastiyê natirse, paşguh nake, quweta wê negihîje dijmin jî vê yekê wek têkçûna jintiyê an mêrtiyê nabîne. Çi pêwîst be wê dike. Li qada newrozê bala min kişand, mêr tev pişta xwe bi panzêran de dikirin, ji nedîtinê ve dihatin lê,  jin çavên xwe dikutan û li wan temaşe dikirin. Di dilê wan de çi derbas dibe hûn dizanin... 






 


Dîsa jin... Mirî li rûyê wan, li rewş û girêdana wan, li hêvî û kelecana wan binêre dixwaze serî rake, tevlî wan bibe.  Dijmin ji dijminatiyê şerm dike. 
***   




                                       
Yadê xwe wek xwediyê qada newrozê dibîne. Piştî girtina wêneyê wê, ez çûm cem, min nasiya xwe dayê û got "yadê ez ê ji te pirsek bikim lê, divê tu çi di dilê te de ye ji mi  re rast bibêjî. 
Tu,  ev pênc deqeyên dawîn çi difikirî?"

Bersîv: Heval ez li kesên dikevin qadê dinêrim, ka di nav wan de kesekî zirara wî bigihîje zarokan heye yan na... Gava din yek li xweşa min nehat, min ji hevalan re got... 

                                                              ***





 

Jin û dayîk...
 Heger zarên wan ên şehîd rûyê wan ên evçend xweşik, rewş û girêdana wan a evçend bedew, hêvî û kelecana wan  a evqas bêsînor  bidîtana, ew ê erd biqelişanda, dîsa serî rakirana bihatina cem wan  
   




               ***                        




                                                 Û zarok.

                                             
Paşeroj, hêvî, gul û sosin. Kesayetiya herî xwezayî ya jîndaran.  Eynika malbatê. Bi rûken dîtina wan mirov qanî dibe ku gelê Kurd çanda xwe, kevneşopiyên xwe, bîrdoziya xwe radigihîne nifşên nû. Dîsa ez têgihîştim ku di  an rojên zilm û zordariyê de, digel îhtîmala êriş anîna ser beşdaran, gelê Kurd  bi anîna zarok bi dagirker dide zanîn ku; "em bo azadiyê amade ne her tişê xwe bidin, zarokên me ji yên jiyana xwe dane ne çêtir in" 



Hevalên biçûk li ser şopa "Zarokênên Rojê yên salên 90an,  çend roj beriya Newrozê dediketin nêçîra lastîkan" diçin. Heta azadiyê ev meş weha berdewam be.... 
Zarokên me jixwe bi huzn û cemal in, xwînşêrîn in... Ew her ku azad dibin, weşiktir dibin. 



                                           Rûspiyên me...
Kal û pîrên me jî bedena xwe bi erdê ve kişandibûn, hatibûn qada Newrozê. Beşdariya newrozê bi gotina wan xîret e, namûs e, şeref e, deynê stûyê mêrê camêr e. Ew kesayetiya riziyayî ya mêrê berê di nav mêrên nasiya xwe dane Tevgera Azadiyê de di ber sekeratê de ye. Îro nebe sibeh ew ê  heta hetayê bimre...
***



Ciwan

Ciwan wek her newrozê dîsa bi ya xwe kirin.
Digel dorpêçkirina qada newrozê, digel lêgerîna ji seri heta pozê lingan, dilê wan çi xwestibe xistin qada newrozê.:.!





                             Ciwantî delodîntî ye heyran...!

                                      ****




Jin û jin



Jina Kurd ya ewqas hestiyar û dilşewat,  roja Newrozê şîna şehîdên Efrînê li xwe heram kiribû. Te digot qey gotina xwe kirine yek, ji dijmin re dibêjin: "em nahêlin tu bi giriyên me şa bibî, bila ev jî ji te re bibe kul û derd ji dilê te qe  dernekeve!"
                                             
                                                   ****


                                      


Derd û kula her kesî ragihandina qelebalix û coşa qada newrozê bû.
Di destan de têlefon, pêşî wêne dihatin girtin, paşê çend hevokên serfirazî û kêfxweşiyê pêve dikirin. Heval her tişt pir xweş e...
                                         ***

                              Mêranî weha dibe şêranî
Di metropoleke xerîb de, digel ku dîktator  piraniya gelê Tirk  li dijî Kurdan bi şovenîzmeke har, bi nijadperestiyeke kesnedîtî, bi êrişkariyeke hovane  sor kiriye, gelek Kurd bi kincên neteweyî beşdarî newroza xwe bubûn. Divê serdest ji vê jî dersek bistîne lê, bi qewlê mezinan; "Ka aqil ??? "   
                                             ***

                              Zarokên me





Gelek dê û bav zarokên xwe hînî pêxistina agirê newrozê dikirin. Hevalên Tirk car caran diçûn  cem mezinên wan û ew şiyar dikirin; "ew ê xwe bişewitînin haaa" Bersîva dayîkek  pir balkêş bû : "Bila hîn bibe, ma ji Rehşanê ne çêtir e" 


***




Coş
Gelê Kurd şerê pîskolojîk dîsa pûç kir, da ber bayê lodosa Stenbolê. Xwezî rayedarên dewletê jî li qada newrozê di nav gel de bûna. Ew ê di rûyê piraniya Kurdan de coş û hêvî, di rûyê hinekan de hêrs û nefreta ji dagirkeran,  di rûyê gelekan de biryara tevlîbûna nav refên tekoşînê, di rûyê hemûyan de jî berxwedanê bidîtana. 
                                                     ***




                                  Ciwanên sînornenas
Ciwanên me di wêrektiyê de, di fedakarî û disoziyê de , di kelecanê de sînornenas in. Dagirkeran bi sedan salan enerjiya wan ew bo berjewendiyên xwe bikar anî. Pişta wan mizda, pesnê mêraniya wan da û wan berî meydana şer da. Ew bi sed hezaran hatin kuştin. Wan ciwanên Kurd kirin "Kurd Memed"ê xwe û bi sedan salan nobeta 3-5 ê bi wan dan girtin. Paşê jî wan ew  bi qedexekirina nav û nasname û ziman û çand û welat xelat kir...
                  
Û
Hemû ev berdêl, bo şikênandina zincîra koletî, hêsîrî, rebenî û bêkesiya hezar salan e.
bo sekinandina rondikên çavên dayîkan e.
Bona di welatekî azad û  aram û aştiyane de 
  mezinkirina zarokan e.
Bo ji rewşa mirinê rakirina ziman û çanda Kurdan e
Û
BO
SEKINANDINA RONDIKÊN DAYIKAN E







17.03.2018

Qefqazya û Kurdên 1898an

Qefqazya, Qefkasya, Kafkasya... Hema çi dibêjî bibêje ev nav  xweş li Kurdî tê. Ev der wek Anatoliya berê, çawa ku ji ber piraniya gelan ji navê parzemîna  Asyayê deynkirî  navê "Asyaya Biçûk"  lê hatibû kirin, warê bi dehan gel û netewe û baweriyan e. Qefqazya welatê her kesî ye. Pir ne mezin e. Erdê wê ji peravê Rojhilatê Behra Reş heta gola Qezwînê dide ber xwe. Digel ku welatê bi dehan gelan e, îro li ser Qafqezyayê sê dewletên  bi navê sê gelan heye. Gurcîstan, Ermenîstan û Azerbaycan.



Me got, li Qefqazyayê bi dehan netew hene. Bi rastî jî her çiyayekî wê gelekî dihewîne. Di efsaneyeke Qefqazan a hevpar de derheqê vê taybetmendiyê de weha tê gotin: Xwedayê Rebê Jorîn, piştî ku dinyayê diafirîne û wê bi çiya û dar û daristanan dixemilîne, dil dike li her deverê  tovê netewan bireşîne.



Ji ku destpê kiriye nayê gotin lê, Xwedê  çewalê xwe bi toximê netewan tijî dike derdikeve rûyê ezman, ji jor de wek genim, her neteweyekê davêje herêmekê cuda





Toximê Ereban li Erebîstanê, yê reşikan li Afrîqayê, yê Yewnananan li Yewnanîstanê û li Anatoliyê, yê Kurdan li Kurdistanê direşîne,  dibe ku çavê wî çiyayên asê nebiribe, di wir re di ser Behra reş re diçe Ewropayê, toximê Gemanan davêje Germanyayê, yê Fransiyan davêje Fransayê, yê Espanyolan  Espanyayê...



Piştî Ewropayê diçe Amrîkayê tovên çermsoran jî li wir direşîne û dîsa vedigere Asyayê. Ûris,  Çîn, Hîndîstan... bawer bikim di ser Rojhilatê Kurdistanê re tê Qefqazyayê...


Bi hatina Qefqazyayê re, bala xwe dide çewalê xwe, hema bibêje vala bûye. Di binî de çend çeng toximên ji ber netewên cûrbecûr maye.



Xwedayê Jorîn li ser erdê Qefqazyayê çewalê xwe dawdişîne û ajotina mirovan li wir bi dawî dike. Lewre dibêjin li Qefqazyayê her cûre mirov hene. 



Çêşîtdariya gel û bawerî û çandên Qefqazyaya biçûcik bêsînor e. Ên ku di carekê de tên bîra meriv ev in: Kurdên Misilman,  Ermen, Gurcî, Tirkman, Çerkes, Avar, Kumik, Faris, Kurdên Êzdî, Abhaz, Ezerî, Çeçen an Çaçan, Kabardîn, Ûbihî, Lezgî, Qerepapax, Terekeme, Laz, Cihû,  Osetî, Îngûş, Roman, Hurum, Grek, Ûris...  




Hezar car heyf e ku ev gel di pêvajoya sazkirina netew dewletan de bi piranî an ji cih û warên xwe tên  kirin, an jî tên pişifandin. Ewqas ku hin ji wan di van çend salên dawîn de bi gişkî ji rûyê dinyayê tên şûştin.



Ji wan gelên Qefqazan ên bi tevahî pişfîne yek jî "Ûbihî" ye. Ew wek gelek gelên Misilman, di dawiya sedsala XIX'an de bi fen û fîtên Ûris û Osmaniyan li dijî artêşa Çar di nav refên Osmaniyan de dikevin şer, piştî têkçûna Osmaniyan  ew  bi girsehî  welatê xwe tên derxistin. Ew xwe li birayên xwe yên Tirkên Misilman digirin, nav erdê Împaratoriya Osmanî,  Anatolî û Kurdistan jî di nav de li her welatan tên belav kirin. 

Tirk, piştî avakirina dewleta neteweyî, çawa ku anîn serê Kurdan, zimanê hemû gelên misilman qedexe kirin. Wan nehîştin di qada fermî û di warê gelwerî de siya wan jî bixwiyê. 





Bi awayeke zanistî hatiye îsbat kirin ku, zimanê ku di mal de,  an di gundan de  hatiye mehkûm kirin du sê nifş şûn de êdî tê jibîrkirin. Ûbihî jî wisa dibe. Sala 1983an Tefîq Esençê axêvêrê wî yê dawîn diçe ser heqiya xwe, Ûbihî jî bi xwe re dibe gorê. 







Kurd ji berê de li Qefqazyayê hene. Şedadî û Rewadî Kurdên vê herêmêne û mora xwe li seranserê vê erdnîgariyê  xistine. Dema Tirkên koçer tî û birçî ji Asyaya navîn ber bi Kurdistan û Anatoliyê ve diherikin, Kurd li Qefqazyayê xwedî dewlet bûn. Paytextê wan bajarê Anî bû. 






Kurdan ev bajar ji Ermenan stendine lê, serê wan bi Gurciyan re di belayê de ye. Bi hatina Tirkên misilman ew pir şa dibin, di destê wan de çi derfet hebe pêşkêşî wan dikin. Bi vê yekê jî namînin, bi deh hezaran wek leşker di artêşa Alpaslan de cih digirin û dijî Bîzansiyan şer dikin. Heger wê demê ew bi misilmantiya wan nexapiyana û bi gelên din ên Qefqazan re hevkarî bikirana, îro kesî Tirkan nas jî nedikir...


Baş tê zanîn ku Tirk, piştî ku lingên wan li Kurdistan û li Anatoliyê erd digire, li Kurdan nema zilm û zordarî dikin û dewlet û mîrektiyên wan ji holê radikin.

Kurd dîsa jî ti car dest ji Qefqazyayê bernedane. Çîyayên wê ji xwe re kirine zozan û çêre, di geliyên wê de ji xwe re gund û gom ava kirine û heta roja îro jî warê bav û kalên xwe şên kirine. 


Tîmûr sala 1402yan leşkerê Yildirim Beyazît dişkîne û Anatolî û Kurdistanê bidest dixe. Hemû gel ji ber direvin û xwe didin çiyê, ji ber ku Tîmûr kî li ber bikeve an dikuje, an bi xwe re dibe, dike leşker û welat bi welat digerîne. Balyozê Îtalî yê bi navê Decalviyo wan deman bo serdana Tîmûr tê peywirdarkirin û ber bi Anatolî û Kurdistan û Qefqazyayê ve tê birê kirin.




Decalviyo, ji ber ku Tîmûr di cihê xwe de nasekine, serî dide ser
  welat bi welat digere,  bi salan wî dişopîne da ku bibîne û peyama serokdewletê xwe ragihînê.





Balyoz li ku geriyabe, nasiya xwe dabe kê, çi kiribe tev dinivîse. 
Dibêje; "ez bi rojan li Qefqazyayê geriyam,  ti evdekî Xwedê rastî min nehat. Çendikî şûnde ez gihîştim deşta Qubanê. Ji dûr ve bi sedan konên reş li ber çavê min ketin. Min bala xwe da deştê bi hezaran pez, dewar û hesp û hêştir... Min got qey xewn e. Di geliyên kûr de, di qûntarên çiyayên asê de kes ji tirsa Tîmûr  newêribû bigeriya, îcar  ev çito mirov in ku di orta deştê de bê tirs û bê tatêl konên xwe dagirtine, bê xem sewalên xwe diçêrînin...  Em çûn cem wan. silamûelêkim, elêkîmsilam, me nasiya xwe da hev...




Ew Kurd bûn. Min ji wan pirsî:Ma hûn ji Tîmûr natirsin..? Yekî got, belê em jê ditirsin lê,  ew bêtir ji me ditirse. Min got  ew çima ji we bitirse? Got kî biçe Anatoliyê, an ji Anatoliyê vegere di nav çiyayên me re derbas dibe. Herkes dizane ku li çiya kes nikare pişta me dayne, bê destûra me çûn hatina Anatoliyê nabe"


Decalviyo ji Kurdan re dibêje rast e, çiya çiyayên we lê deşt ên Tîmûr in. hûn erdê wî diçêrînin. ev ne neheqî ye, ev ne heram e? 



Yekî got, em bi ku de biçin, di erdê kîjan axayî de sewalê xwe biçêrînin,   heqçêre didin xwediyê erd. Me evqas pez û  dewar, hesp û hêştir wek heqçêre danê Tîmûr. Me ji bav û kalan weha dîtiye....

(Bi rastî jî ev kevneşopiya Kurdan e. Berê Bêrtî dihatin zozanên me. Ew beriya keriyên xwe, çend zulam disandin gund, bazara xwe dikirin, paşê sewalên xwe dianîn)


Belê bi awayek birîndar be jî Kurd li Qefqazyayê hêj hene lê aşê  pişaftinê ew xistiye ber diranan û dihêre.  

Em bi eşîra herî navdar a kurdan destpê bikin: Rewadî... Selahadînê me yê Eyûbî ji vê eşîrê ye. Rewadiyan du dewlet ava kirine: Dewleta Eyûbiyan û Dewleta Şedadiyan. Ew dewleta xwe ya Şedadî (951-1164) rasterast li ser axa azerbaycana îro saz dikin; azerbaycana ku şêniyên wê yên yekemîn ji çanda “Kûr-Araz” ên merivên hurîyan in û sê hezar sal beriya zayinê li vir dixûyên û bi nîjadkî digîhijin Huriyên pêşiyên kurdan...




Heta dawiya sedsala 11’an,  li Azerbaycanê çi bi navkî çi bi cankî tirk naxûyên û kurd li vir bi mîlyonan in û desthilatdar in. Bi ya “Tahir Silêman” ê Sernivîskarê Rojnameya “Dîplomat” a Komara Azerbaycanê,  di sala 1930’î de li vî welati 130.000 kes xewe wekî kurd dide nivîsandin.. Lê heyfa wan e ku ew jî wek pêşiyê xwe yên “bêdewlet û bê statû û ê xwedî” bi girsehî dipişifin  û îro ji wan li ser hev 13.000 kurdên ji hev belavbelav bûyî mane. Heger ev rewş weha berdewam be, dora asîmîlasyonê ya wan e. Gelo  yên din bi ku ve çûne?
Ebul Feyz Elçîbeyê ketibû dilqê “gurê-boz” ê Azerbaycanê ne cehşê me be? 






Pîr Dîma yê kurdekî êzidî û serokê Yekîtiya Rewşenbîrên Kurdên Gurcistanê ye, bi me dide zanîn ku hemî kurdên Qefqazan ber bi pişaftinê ve dibezin û yên kurdî dizanin û li kurdayetiya xwe xwedî derdikevin roj bi roj kêm dibin û malbat êdî navên kurdî li zarokên xwe nakin. Pîr Dîma dibêje ; “ jixwe navê min jî ne kurdî ye!” (bnr: nefel.com)





Bi hilweşîna Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetê, li Qefqazan tevgerên neteweperest bo netewdewketan ketin nav liv û tevgerê. Ermenîstan, Gurcistan û Azerbaycan serxwebûna xwe îlan kir. 





Di nav sînorên Gurcîstan, Ermenîstan û Azerbaycanê de jî Kurd hebûn û rewşa wan ji berê xiratir bubû. Netewperestên Ermen pêşî dijî Kurdên Misilman dest bi pest û pêkûtiyan kirin û wan ji gundên wan derxistin.   Di sala 2015an de ez di nav wan de geriyam. Bi gotina mezinên Kurdên Êzdî,  ne ji erdheja sala  1988`a  an bûya, netewperestên Ermen hêj beriya hilweşîna Sovyetê  wan jî ji Ermenístanê bavêtina. 







Di şerê Ermen û Azeriyan de (1992-1994) Kurdên Qefqazyayê  pir zirar dîtin. Rêveberiya neteweperest a Ermenîstana wê demê, bi hinceta ku ew alîkariya Azerbaycanê dikin, tevahiya Kurdên Misilman ên Kurdistana Sor û yên Qerebaxê nefiyê Azerbaycanê kirin.







Gelek Kurd ji ber nijadperestiya Ermenan û ji xizaniyê li Rûsyayê û li welatên cûrbicûr ên Sovyeta berê belav bûn. Di nav Erdê Ermenîstana îro de gelemperî di gundên Elegezê de çend hezar Kurdên Êzdî tenê mane. 




Li Azerbaycanê qasî 20 hezar, li Ermenîstanê 10-15 Hezar, li Gurcistanê 60-70 hezar Kurd hene. Kurdên Ermenîstanê bi gişkî, ên Gurcistanê piranî Êzdî ne. %1015 jî Şiî ne... Kurdên Êzdî li Tibilîsê ji xwe re perestgeheke ava kirine. Van salên dawîn di warê ziman û çandê de hişmendiyeke çavber şîn dibe.


















KURDISTANA SOR


Kurd tim û tim Kurdistana Sor jibîr dikin û welatê xwe çar parçeyên ji aliyê Tirk û Ereb û Farisan ve dagirkirî pênase dikin. Di rastiyê de Kurdistan pênc parçe ye.Lenîn sala 1923an, di çarçoveya bi xwe tayînkirina qedere xwe ya gelan serxwebûna Kurdên Qefqazyayê nas dike.










Navê dewletê Kurdistana Sor e. herêmên Laçin, Kelbecer (kevn bajer), Zengilan, Kubatlı, Cebrail ve Zengezur dikeve ber. 







Hebûna Kurdistana Sor  heta sala 1929an wek dewleteke serbixwe, li ser erdekî bi ferhbûne 10.000 KM2 berdewam dike Serjimara wê ya sala 1926an bi dora 50 hezar e û %72yê hemwelatiyên wê Kurd in.





Sala 1929an, ji ber guherîna pergala rêveberiya Sovyetan Kurdistana Sor tê betal kirin. Sala  1937 û1944an, kerasetên mezin tên serê Kurdên Qefqazan. Ew ji alî Stalîn ve ji welatê xwe tên derxistin û ber bi Kazakîstanê ve tên sirgûnkirin. Di rê de bi deh hezaran jiyana xwe jidest didin.
 Sala 1992yan, Kurd cara duyem bo  îlankirina serxwebûna Kurdistana Sor dest bi xebatê kirin lê, ji ber nakokiyên  navxweyî bi ser neketin. Piştî şerê Ermen û Azeriyan ev herêm ket destê Ermenan. Kurdên wir dîsa hatin nefîkirin. Ew li Kazakîstan û  Azerbaycan û li dewletên din belav bûne. Îro li Kazakîstanê nêzîkî 100 hezar  Kurdên Qefqazyayê dijîn.























EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin