20.02.2018

Ziman Zindî ye Heval...

Gelek Kurd hene, van salên dawîn rexneyên tûj li Kurdiya nivîskî dikin. Ew wê wek "Kurdiya Akademîk" diçingînin, henekên xwe pê dikin.
 (Çingandin;bi niyeta xerab di civatê de belavkirina navê yekî-tiştekî). 
Helbet ew sedî sed neheq jî nînin, ji ber ku nifşa nû gelemperî,heta geşbûna Tevgera Azadiya Kurd an çand û zimanê xwe dabû ber aşê pişaftinê, an ji erdnîgariya xwe veqetiyabû ketibû bin bandora zimanê serdest. Piştî ku hişmendî û hestiyariya bo ziman şîn bû, wan dît ku ziman ji dest çûye. Di jiyan û mejiyê Kurdê beriya Tevgera Azadiyê de Kurdî zimanê bav û kalan, zimanê Tirkînezanan bû û tenê bi wan re dihat axaftin. Ew malkambaxan jî xemxurên zimanekî têkûz nebûn. Bi Kurdiyeke qilopiloya wek ya TRT Kurdî razî bûn, bes karê wan biçe serî... Kurdê nû yê şiyar û serwext û azad bi Tirkmancî ne qayîl bû. Dixwest bi zimanekî xwerû Kurdî biaxife lê, rebenan an jidayîkbûnê şûnde an jî ji destpêka dibistana seretayî virde bi malbatkî dev ji Kurdî berdabûn. Xeynî çend pirtûkan  li derûdora wan Kurdiya resen û têkûz nemabû.Wan dest bi xwendinê kir. Lê pir asyî ye ku pirtûk bi giranî bi zimanê gelêrî, navmalî û navgundî na, bi zimanê nivîskî dihatin nivîsandin. Ew ji bela bêderfetiyê piranî zor dan xwe û bi wî zimanê xerîb, biyanî, bi peyvên nû têrtijî, kesnedîtî axifîn:
Heval çawayî?
-Di vê pêvajoyê de nikarim peyva baş bikar bînim..
"Pêvajo çiye heval, bikaranîn çiye ez qurban, bilêv kiri...?"
Hin ji wan jî rasterast bi mantiqa Tirkî xeber didan. Hevokên Tirkî werdigerandin Kurdî... 
Ev merhaleyek e normal e û divê civaqa me teqez tê re derbas bibe, dibe jî... Roj bi roj zimanê me yê rojane û yê nivîskî ji hev veqetin û her du bên ser hemdê xwe, di riya xwe de biçin. Hêj maye.
 ***
Ziman wek organîzmayek jîndar e. Diguhere, vediguhere dikeve formeke nû. Lewre di mijara ziman de divê meriv bênfireh be, xwedî tolerans be. Derba mezin a meriv li ziman dixe rexnekirina axaftina kesan e. Divê heta kesekî bi xwe daxwaz neke Kurdiya wî neyê sererast kirin. Xeletiyên wî nedî rûyê wî. Dema guhdariya kesekî Kurdî nebaş tê kirin  heta ji meriv tê gere giran be, xwînsar be, bi helîmî û selîmî, wekî ku her tişt di rê de diçe lê guhdarî bike. Ê ku lê guhdarî dike çiqas xwe bişidîne, çiqas kela wî rabe, çiqas talaş bike, rebênê li hemberê wî deh car lê dikeve tengasiyê.
****
Me gotibû ziman jîndar e, diguhere vediguhere, û zimanê rojane û nivîsê ji hev cuda ye. Ez dixwazim ji Tirkî mînakeke balkêş bidim. Ez ê hevpeyvîneke bi Tirkiya 300 sal berê pêşkêşî we bikim, ka ji kerema xwe re lê binêrin çiqas dişibe Tirkiya îro?
Ya din, Tirkîya nivîskî ya wan salan bînin ber çavan, ti elaqeya Tirkiya rojaneya devkî û ya nivîskî bi hev re heye gelo?
(Ey paybend-î damgeh-î kayd û nek; takey meşgaleyî dehr-î bîdîreng)


Pirtûka bi navê Agrammar of the Turkish language ji alî bazirganekî Îngilîz ê bi navê Thomas Vaughan ve hatiyê nivîsandin û yekem Pirtûka rêzimaniya Tirkî ya bi Îngilîzî ye.
Qasî ku ji bergê têgihîştin ku wî li Îzmîrê bazirganî kiriye, pirtûka xwe di sala 1709'an de li Londonê daye çapkirin.
Bi xwendina wê hûn ê him guherdetiya ziman bibînin, hi gelek bikenin, him jî Îngilîzkiya xwe pêşde bibin...


turkche tekelumat (turkish dialogues)
evelky tekelumat (the first dialogue)
sabah kaldughy zaman suileshmec ichun (for discourse sake, when about to rise in the morning)
- bre oglan sabah yakinmy? (ho boy, is it nigh day?)
- ghyunash bile dogdy bir saatdan artik dur. (the sun hath been up above an hour.)
- hich oile olurmy? ta bukadar chok oyudummy? (is that false? or have i slept so long?)
- pengerelery achdugumzaman gurursenghiz. (you'll see when i have open'd windows.)
 - gercheksin. tez imdy bonga zibunimy ve koftanimy ghetur. (thou'rt in the right. bring me therefore presently my wastcoat and undervest.)
 - ishte, sanduk ustunde bashingiz yanínde dur. (see, they are on the chest nigh your head.)
- var imdy bonga su ghetur, ellerimy ve yuzimy yuyaim. (go then, bring me water to wash my hands and face.)
- isijakmy istersengiz? (will you have it warm?)
- yok; ben o kadar hape deghilim. (no; i am not so chilly.)
- silagec kande dur? bre murdar ne ile silinaim? (where is the towel? out you sloven, what shall i wipe with?)
- sultanum temuz yok dur, ben onlary chamashire yaikamaghe virdim. (sir, there's none clean; i have given them to the washer.)
- imdy ghymleghimle silinaim. (then i'll wipe with my shirt.)
- shimdilic bu makrameyi alling, ke temiz dur. (this towel you make this moment, for 'tis clean.)
 - benim chorablerim nere dur? (where are my woolen socks?)    
- all, bende dur. (here they are, take them.)
- pabuchlerimy sildingmy? (have you clean'd my shoes?)
- daha silmadim emma siz gaininge ben silerim. (i have not yet wip'd them, but whilst you dress your self i will wipe them.)
- tez ile imdy. (quickly then.) - emringhize moteim. (i'll obey your command.)
- oghlan iskemyly ghettur. (boy bring a chair.) oturunguz
-sultanim kerem aileng. (pray, sir, sit down.)
-ya sultanim ne dir halingiz? (well, sir, how goes the world with you? (or how do you?))
- shuker, alhemdulillah. (well, god be prais'd.)
 - hizmettinghiz varmy?
-bir shei lazimmy? (have you any service? have you need of any thing?)
- ben size bir rige itmeghe gheldim. (i came to beg a favour of you.)
- haman tec buyurung. (then freely command.)
- agher ishingiz yokise benim'le charshuye gheling; sizing'le bir cauch shei satun alsem gherec ke bildighim deghil. (if you have no business come with me to the bazar (or shops) i need you to buy some things which i don't understand.)
- ne satun almak istersin? (what will you buy?)
- agem sejadelery ve kilimlery, ve dulbendleri, ve bugasilery. (persian carpets, striped ones, muslins and callicoes.)
 - nola, bash ustune, neshekil akchanguz var dur? (well, on my head be it, what sort of money have you?)
- ufak akche. (small money.) - ufak akche gedgmez, zera agemar arslanidan ve ya altundan gairy akche almazler. (small money will not pass; for the persians will not take other money than lyon dollars or gold.)
- nichun? (why?)
 - zera ufak akche aresinde zuyuf akche chok dur. (because among small money there is much false.)
 - korkarim bende aldandim. (i fear i have been cheated.)
- nige? (how?)
- dun on besh rial grush buzdum; bilmem akche eyumydur, fanamy dur. (yesterday i receiv'd 15 ryal or weighty dollars; i don't understand money, whether it be good or bad.)
- kimdan buzdunghiz? (who did you receive them of?)
- onuny bir tchufudan beshiny mehanegidan. (ten of a jew, and five of a taverner.)
- ghyuster, bakaim, puh ne guzel akche, yarisy kelp dur. (show it, i'll look on it, puh, what brave money, half is false.)
- ya nige ideim shimdy? (and how shall i do now?)
- ne chare, zarar chekersinghiz, gecheni bazarde harge idersinghiz, ghegemainy saklarsiz. ya yine sherab alub mahanegiye virirsinghiz. (what remedy, you must stand by the loss, what passes, spend at the bazar; what will not, keep: or when you buy wine again, give it to taverner.)
- varaim imdy evve, gairy akche alaim. (i will go home then, and take other money.)
- varinghiz, emma tez ghellinghiz, zera koshluk gedgdy, oile yaklashdy. (go, but come quickly, because the morning is past, and noon draws nigh.)
- ben tez ghelurum, haman yabane ghitmenghiz. (i will come presently only don't go abroad, (or be out of the way.))
- yok ghitmem, sizy bunde beglerim. (no i will not go away, i'll stay for you here.)
- imdy allah ismarladic. (then god be with you. adieu.)
- var saglikile. (go in safety.)
- oglan. (boy.)
- leppec sultanum. (command sir.)
- ghettur bonga divity, ve kelemlery, hem bir iki tabac kyahid o ghellinge, ben bir mectub yazaim. (bring me an inkhorn, and pens, and a sheet or two of paper whilst he is coming, i'll write a letter.)
- divit hazir, emma ichinde ne lika var, ne murekkeb. (the inkhorn is ready, but there is neither lika, (that is cotton or silk or the like) nor ink in it.)
- ya nige oldu? (and what's become of it?)
- bilmem, zahir kurudy, yuvarlek oldy, ichinden chekdy. (i know not; sure 'tis dry'd up, become a pellet, and rolled out.)
- ya nichun gyuzetmazin? (and why don't you look to it?)
- ne ecsighim benim? ben yazigy deghil im. (what is't to me? i am no writer.)
- gyundan gyune bir az su kosang ne olurdy? (if daily you put a little water to it, what trouble would it be?)
- katerime ghelmez. (i don't remember it.)
- ya akling nerade dir? (and where are your brains?)
- benim gairy khidmetlerim chok dur. (i have a great deal of other business)
- var imdy murekeb shishe sen ghettur. (go then, bring the ink-flask.)
- ondade hitch bir shei yok dur. (there's nothing at all.)
- otaghy gyun iki akchelik murekeb aldim idy; nige oldy? (the other day i bought two aspers worth of ink; what's become of it?)
- ne asil otaghy gyun? iki ay ghedgdy, belky dahy ziyade. (what other day? 'twas two months ago, and perhaps longer.)
- hala ghettur bakaim. (bring it now, i'll look, or see.)
- ishte bak, hem gyuflammish hem kurumish dir. (look, see 'tis both mouldy and dry'd up.)
 - var imdy dugandan bir akchelik al. (go then, buy an asper's worth at the shop.)
- vir imdy akche. (give me money then.)
 - yaningde bir akche bulunmazmy? (have you not an asper about you?)
- kalmady. (no; (or none remains.))
 - benimde ufak akche yok dur. (i have no small money.)
- var viresy al, sungre viruruz; yokse bize inanamzmy dersin bir akchelik murekebe? (go take it upon tick, we'll pay hereafter; or do you say he will not trust us for an asper's worth of ink?)
 - inanur, emma aiepdur. (he'll trust, but is's a shame.)
- var, chok suileme. (go, don't prate so much.)
 - ishte ghetturdum. (see i have brought it.)
- duc imdy divite, ne pec suluimish. (pour it then into the inkhorn, how watry it is.)
- gairisy yok dur. (there's no other.)
- ricdan nerede dir? (where's the sand box?)
 - divit yaninde gurmezmysin? (don't you see it by the inkhorn?)
 - ya balmumy nige oldy? (well, what's become of the wax?)
- bakaim, raflarde idy; daha dururmy bilmem. (i'll look; it was on the shelf; whether it be there still, i know not.)
- bak, hem bir mum yak, muhurleyejek zamande hazir olsun. (look, and light a candle, let it be ready against sealing.)
- daha atesh yakmadim. (i have not yet kindled the fire.)
- kav chakmak yokmy dur? (have you not a steel and tinder? (kav is leather us'd as tinder))
- var; emma ghibrit yok dur. (yes; but there's never a match.)
- yok olasin bulaiky: heb yok, hep yok. (i wish thou wert not: all's no, all's no, (with you.))
- var imdy kungshilikde yakiver. (go then to the neighbourhood, and light it.)
- ghel, ghel, bu gyun aying cauchingy gyunidir? (come, come, what day of the month is this?)
- bonga sorarsenghiz, ne ay bilurum ne gyun. ( if you ask me, i know neither the month, nor the day.) - hai eshec, hai. (away ass, be gone.)
                                                                                Mamoste Marûf



23.01.2018

Di Kamûs-ûl Alam'a Şemsedîn Samî de Kurd û Kurdistan

Kamûsû’l Alam

Kamûsû’l Alam (Ferhenga Cihanan) yekem ansîklopediya Tirkî ya nûdem û nîgarkirî ye. Danerê wê Şemsedîn Samî Begê (Zayîn, 1850 Gundê Fraşir Albanya, mirin;1904 Stenbol) yek ji ronakbîr, wêjenas û lêkolînerê Osmanî ye. Ew miriyê ansîklopedînivîsî û ferhengnivîsiyê bû. Dîroka nivîsandina Kamûsû’l Alam 1881-1891e.
Şemsedîn Samî bi nijadkî Ernawid e. Di ber şiyarbûn û azadiya gelê Ernawid de gelek ked û xwîdan daye. Madeya Kurdistanê di Kamûsû'l Alam de, gorî zanîna wê demê, digel hin xeletî û kêmasiyan bi têra xwe bê alî hatiye nivîsandin. Şemsedîn Samî sînorên Kurdistanê, erdnîgariya wê, aboriya wê ya wan deman, dîrok û taybetmendiyên Kurdan hûr û kûr vegotiye. Bajarê Kerkûkê yê gorî rayedar û qelemşûrên dewleta Tirk yên îro wek bajarekî Tirk û Tirkman tê îdiakirin, ji aliyê Şemsedîn Beg ve ji aliyê hejmara gelheyê wî û ji aliyê dîroka wî ve bajarekî qethî yê Kurdan hatiye destnîşankirin. Şemsedîn Samî hatina Tirk û Tirkmanan a Kurdistanê jî bi me xweş dide zanîn û hin îdiayên dagirkeran ên derheqê Kurdistanê de "yên dibêje beriya Kurdan em li vir bûn" pûç dike. Bi xwendina vê madeyê meriv têdigihîje ka çima Kurd, li ser axa xwe nebûne xwedî dewletên yekgirtî û bibandor.

Kurdistan
Li Rojhilatê Asyayê welatekî berfireh e ku bi giranî di nav erdê Osmaniyan de, parçeyeke wê jî di destê îranê de ye û "navê xwe ji navê neteweyê Kurd ê li vir piranî ye" girtiye.

Herçiqas ev nav, (êdî) di ciyawaz kirina erdnîgarî û fermî ya herêman de neyê bikaranîn jî, wîlayeta me ya Kurdistanê ya berê û Eyaleta Kurdistanê ya Îranê tevahiha welatê ku bi vî navî (Kurdistan) tê zanîn dihundirîne.
Dîsa jî ji ber ku Kurd jevbelawela û tevlî neteweyên cûrbecûr bûne, destnîşankirina qethî ya sînorên Kurdistanê zehmet e.

Sînorên Kurdistanê
Çi kêm çi zêde meriv dikare bibêje, sînorê Kurdistanê, ji qeraxên golên Wan û Ûrmiyeyê digihîje jêderkên Çemên Kerha û Diyalayê, Dijle bi Dijle dirêj dibe diçe. Sînorê Başûrê Rojhilatê wê, ji Dîjleyê digihîje geliyê Avareş(Karasu), ji wir jî ber bi Bakûr ve xwe digihîne avxeta ku korta Erez û korta Dîjleyê ji hev vediqetîne.

Gorî vê yekê ji erdê Osmanî parçeya mezin a Mûsilê, bi gotineke din milê çepê yê Dîjleyê, wîlayetên Wan û Bilîs bi gişkî, ji wîlayetên Diyarbekîr û Elezîzê her yek parçeyek, Senceqa Dêrsimê wek Kurdistan tê hesibandin.
Li Îranê jî eyaleta bi navê Kurdistan, nîvê Eyaleta Azerbeycanê; ango Başûrê Rojavayê wê jî Kurdistan e. Bi vî hawî Kurdistan ji Bakûrê Rojhilat bi Azerbeycanê ve, ji Rojhilat bi Iraqa Acem ve, ji Başûr bi Loristan û Iraqa Erebî ve, ji Başûrê Rojava bi Cezîreyê ve, ji Bakûrê Rojava bi Anatoliyê ve dorpêçkirî ye

Meriv dikare sînorên Kurdistanê gorî piraniya şêniyên Kurd destnîşan bike. 
Kurdistan, bi tixûbên xwe di nav 34° û 39° hevterîbên Bakûr, 34° û 39° merîdyenên Rojhilat de cih digire, wek sêgoşeyek mezin, ji wê jî bêhtir dişibe hermiyeke boçika wê ber bi Bakûrê Rojava ve kirî . Dirêjahiya wê; ji "niqteya herî dawîn a li Bakûrê Rojava dikeve, ango ji serê duavê yê ku Çemê Mûradê û Avareş û Ferat digihîjin hev û dibin Ferat" heta sînorê Loristanê teqrîben 900 Km ye. Berayiya wê bi dora 100-200 kîlometre ye.

Kurd li Kurdistanê tenê najîn, lewre destnîşankirina tixûbên wê yê qethî zehmet e


Çendî ku Kurdistan navê xwe ji nasnameya şêniyên xwe stendibe jî, ne tene li vî welatî , li beşeke Bakûrê Cezîreyê, li derdora Şam û Helebê, li her deverên Anatoliyê, li eyaletên Başûr ên Qafkasan ên bi ser Ûrisetyayê ve, li seranserê Îranê, heya li Xuristan, li Efxanîstan û li Bêlûcîstanê jî gelek eşîrên Kurd hene.
Her wiha di nav Kurdistana ku me qala tixûbê wê kiribû de civakên xwedî nasnameya Ereb, Îranî, Tirk û hwd. Jî hene lê, sînorê mijara me (Kurdistanê) gorî ekseriyeta serijmara Kurdan hatiye destnîşan kirin. Herçend têkiliya Loran ên niştecihên Eyaleta Loristanê bi Kurdan re hebe û bi nasmamekî bişibin hev jî, ji ber ku di nav her du zimanan de piçek cudahî, di nav wan de neyartî heye, Lor naxwezin wek Kurd bên hesibandin. Jixwe Kurd jî mêldar nînin ku Lor bi ser wan ve bên kirin.

Di sedsala XIXan de Serjimara Kurdan
Bi gelemperî serjimara Kurdan bi dora du milyon û nîv tê deranîn, jê milyon û nîv di nav tixûb Dewleta Osmanî de, 750.000 li îranê, 13.000 li eyaletên Ûrisetyayê yên Başûrê Qafkasyayê, ên mayî jî li Efxanîstan, Bêlûcîstan û li deverên din bi awayek jevbelawela dijîn.

Erdnîgariya Kurdistanê
Seranserê Kurdistanê çiya û kendal e. Tenê di geliyan de, li qeraxên robaran deştên teng hene.
Xeta wê ya herî rast û nizm Başûrê Rojhilatê wê, ango senceqên Şehrîzor, Silêmanî û Kurdistana Îranê ye û li wî aliyî çiya nizmtir, gelî firehtir, deşt zêdetir in. Deverên herî koyistan ew çiya ne ku ji serê sînorê wê yê Bakûr destpê dikin, di nav Deryaya Hezarê re û kendalê Kendavê Basrayê re avê dikin du qet û dirêj dibin. Piraniya van çiyayan xwedî çêre, zozan û daristanên xweşik in û geliyên bi erdê biber jî gelek in lê, çiyayên sînorê Dewleta Osmanî û Îranê teşkîl dikin û ji Bakûrê Rojava bi aliyê Başûrê Rojhilat ve wek çend şaxên bilind dirêj dibin diçin rût û qerqer in.




Ji çiyayên welatê em behsa wî dikin Ava Mûradê, milê herî mezin ê Feratê û Dijle dizên. Her wiha milên Dijleyê, Ava Batmanê,Çemên Bilîs û Sêrtê, Xebûr, Zab-i Ûla, Zab-i Esfal, Edhem, çemê Diyalayê jî tev ji Bakûr ber bi Başûrê Rojava ve ava welat tev berhev dikin diherikin û dirijînin Dijleyê.Li Parçeyê vî welati yê li Îranê dikeve Çemê Kotûrê tenê di geliyê Gorê re tê xwe digihîne Çemê Erez, ew jî dirije Deryaya Hezarê. Wekî din gelek robar û çemên wê tevlî Gola Urmiyê dibin, gelek jî xwe berdidin nav Gola Wanê.

Avhewaya Kurdistanê

Welatê mijarê li nehiyeya germê de be jî, ji ber ku pir bilind e, hewa piranî sar e, zivistan çetîn e, dirêj dikudîne, berfa çiyayan bi mehan ranabe.
Eraziyên nizm yên derdora geliyê Dijleyê bi zivistanan nermayî ye, xweş e, havînan gelek germ e.
Çêreyên li zozanên bilind pir bi xeml û xêz in û hin çiya bi daristanên qaj kiraskirî ne. Li deverên nizmtir darên berrû, şambelot, çinar, li deverên ji wan jî nizmtir ceh, genim, kitan, kinif (kirkirk), garis, titûn, tirî, fêkiyên cûrbecûr; di kûrahiyan de pembû, riz û hwd. tên çandin. Di dêvla şekir de, ji pelên celebeke kinik ya darberûyê (nîşeyê wergêr; dêdar, dara dêdarê) gezo tê derxistin û bikaranîn.
(Pelên bi gezo tên berhevkirin, di nav avê de tên çirpandin û gezo tê helandin. Paşê ew av tê kelandin û gezoya tîr a wek dims tê hilberîn)


Aboriya Kurdistanê
Eşîrên Kurd bi tevahî keriyên pez,hesp, hêştir û bizin xwedî dikin. Li çiyayan hirç, beraz, pilingên pinpinî(pars), werşeq, bizinkûvî, şûl, torî (wawik),rovî û gelek ajalên din zahf in.
Li çiyayên Bakûrê wê hebûna kanzayên hesin, sifir, zirêç û gelekên din tê zanîn lê, ew nayên deranîn. Li Başûr neft û donê lambê heye. Kurd, cûrbecûr nebatên wek berû, fisteq hwd yên jê rûn tê derxistin û filik (tiftik) hildiberînin û difroşin derve.

Derê biharê Kurd piranî gundên xwe di cih de dihêlin û
 tevî sewalên xwe dikişin zozanên bilind

Kurd ekseriyeten eşîrkî dijîn û gorî demsalê warên xwe diguherînin, lewma pir goh nadin çandiniyê, debara xwe bi sewalên malê û bi hunera xwe ya şivantiyê dikin.
Ji ber vê yekê bi zivistanan li gundên xwe dimînin, her çiqas xaniyên wan hebin jî, havînan pir goh nadin çandiniyê, piranî konên xwe digirin, didin dûv keriyên xwe û diçin zozanan.

 

Li welatê ku em qal dikin, pîşesaziya neteweyî; ji hilberîna berrik, xalîçe, cawê qalind, kulav û tiştên wek merş û palas; bazirganî, ji kirin û firotina zexîre û sewalan pêk tê.
Barkêşiya navxweyî bi kelekan dibe, ev jî pir zehmet e, zivistanan çûnhatin sê meh bi tevahî radiweste. 

Dîroka Kurd û Kurdistanê
Her çend kok û binyata Kurdan û ji kêngî ve li wan deran bi cih bûne di dîrokê de ne diyar be jî, serdemên berê parçeyê Başûr yê vî welatî bi navê "Asûriye" dihat zanîn, Bakûrê Rojhilatê wî "Medya dihat" pejirandin.
Nijada medyayiyên berê ne diyar e lê, tê guman kirin ku ji qewmê Tûranî bin, ango koka wan Tirk be. Asûrî, aydiyeta wan a qewmên Samî û lêçûniya wan a Kildaniyan jixwe qethî tê zanîn. Lê Kurd, qewmekî Aryan e, xizmatiya wan a bi Îraniya re ji nêzîktiya pir zêde ya ziman, rewş û ji gelek taybetbendiyên wan ên din tê derxistin.
Ji ber vê yekê nabe meriv Kurdan wek paşhatiyên Medyayî Asûriyan bibîne. Bêşik ew qewmekî ji Rojhilat, ji aliyê Xoresan û Heratê hatî ne. Dîsa jî nayê zanîn ka ew kêngî koç kirine hatine deverên niha lê ne. 401 sal beriya zayîna Îsa, anko 2300 sal beriya niha nivîskarê bi nav û deng yê Yewnaniyên berê Ksenophon, yê tevî leşkeran ber bi van welatan ve bi rê ketî û piştî şikestinê şerpeze û perîşan bi ser welatê xwe de vegerî, di geştnameya xwe de dide zanîn ku li ser erdê ku tê qal kirin, li şûnwarên wek Diyarbekir û Elezîzê rastî şêniyên qewmekî bi navê Kurdux (Kurd) binavkirî hatiye.
Kurdux, xeletê "Kurd" e û di encama guherîna û veguherîna di devê yewnanî de bi vê şêweyê derketiye holê.
Kurtasî, herî kêm 2300 sal berê jî ew der meskenê Kurdan bûye.
Lewre meriv dikare bibêje, di heyama ku li Nînovayê û di geliyê Dîcleyê de Asûriyên bêguman ji aliyê Babîlê hatî û li vir û bicih bûyî hebin; li Medyayê, anko li Azerbeycan û li Iraqa Ecem "Medyayiyên dibe ku ji geliyên robarên Seyhûn û Ceyhûnê hatî" desthilatdar bubin jî, li çiyayên vir (li Kurdistanê) dîsa Kurd hebûn û bi awayek nîv azad dijiyan.

Her weha îro jî, digel ku li Mûsil û li Diyarbekirê Ereb,li Tewrêz û li Hemedanê Îranî hebin jî,di herêmên li hindur dimînin de Kurd bicih û war bûyî ne.

Kurd Aryen bin jî, ne ji pişta Asûriyan, ne jî ji pişta Medyayiyan in. Di vê mijarê de dema li zimanê wan ê şehadetiya herî bêalî dike dinêrî, rastî gelek peyvên jêgir tên dîtin lê, ew di zimanê Pehlewî de jî hene û di heyama serweriya Asûrî û Kildaniyan de ji ber bandora şaristaniyên wan hatine pejirandin, piştî Îslamê Kurdî û Faris wan ji Erebî stendine û li zimanê xwe anîne. A rast ziman(Kurdî) dişibe Farisî. Hebûna van peyvan nayê wê wateyê ku Kurd neviyên Asûriyan in, dibe ku wek belgeha jiyana wan a bi hev re bê pejirandin.
Zimanê Kurdî dişibe Farisî, dibe ku ji wî bêhtir li Pehlewî çûbe lê, bilêvkirina wî qasî Farisî ne letîf e, bi şêweyaza çiyayî û bedewiyan şidyayî û tund e û tîpên ku ji qirikê derdikevin pir in.

Wêjeya nivîskiya Kurdî çima pêş de neçûye?

Alimên Kurdan ji berê de bi Erebî û Farisî mijûl bûne û qedrê zimanê xwe nizanibûne, lewre hebûna wêjeyekî bi Kurdî nayê angaştin lê, dîsa jî ji berê de bi vî zimanî gelek helbest hatine gotin û ji ber hêsaniya nivîsandina wî ya bi tîpên Erebî, çend dîwan û pirtûkên din ên wêjeyî jî hene.

Hnuera Kurdî ya devkî pir dewlemend e lê, ew ji aliyê biyaniyan ve nehatiye naskirin 
Siwariyên Kurda pir jîr û jêhatî ne

Kurd di Farisî de ew nav û nûçik e ku li leheng, mêrxas û bihadaran hatiye kirin û di Şahnameyê de bi vê wateyê gelek caran hatiye bikaranîn. Wisa dixwiyê ku ev nav pêşî ji ber wêrekiya wan li wan hatiye kirin paşê wek navê wan rûniştiye.

Kurd gelemperî Misilmanên Sunî ne, bi mezhebkî jî şafiî ne. Ji wan 50.000 tenê Êzdî ne. Pir kêm jî Qizilbaş jî hene.
Di nav wan de hin şêniyên ji cimetên Nastûrî û Kildanî jî hene lê, ew ji ber Kildanî û Aşûriyan mane, bi nijadkî ne Kurd in. Li wî aliyî bajarên mezin ên wek Mûsil, Diyarbekir, Bexda, Hemedan, Tewrêz an li perê Kurdistanên an jî li derveyî wê dikevin. Cih û warên sereke yên ava û di navenda welatê em behs dikinde de dimînin û Kurdan şên kirine ev in: Silêmanî,Kerkûk, Rewandizi, Hewlêr, Sêrt, Bilîs, Urmiye, Kîrmanşah û Hwd.

ji heyama dîroknivîsiyê ya herî kevin vir de Kurd di bin desthilatdariya Aşûriyên Nînovayê de dihat dîtin û piştî bidawîbûyîna Aşûriyani tevî Nînovayê dikevin bin desthilatdariya hikumdarên Medyayê, paşê jî bin ya Keyxusrev.

Bi ser de tê gotin ku bo dagirkirina gelek welatan alîkariya Keyhusrev jî kirine.

Di encama hilweşîna dewleta Xiyan de wan desthilatdariya Îskender û ya Makedoniyên paşewayên gelên vî welatî nas kirin, piştre desthilatdariya Eşkaniyan, dûv re jî ya Sasaniyan... Piştî serkeftina Misilmanan a di encama şerê Qadisiyeyê de Kurd serî li ber Xilafeta Îslamê danîn û hatin ser ola îslamê.


Aqlê Kurdan nebirî ku li seranserê welatê xwe dewleteke neteweyî û hevgirtî ava bikin
Çawa ku bi lawazbûna Ebasiyan re li her deverên erdê Îslamê hin beg û fermandar ji xwe re dewletên biçûk ava kiribin, serokeşîrên Kurd jî li aliyê Mûsil, Diyarbekir, Cezîreyê her yek keleyek bidest xistin û desthilatdariyên serbixwe yên biçûk ava kirin lê, aqlê wan nebirî ku li seranserê welatê xwe dewleteke neteweyî ava bikin.

Di dawiyê de Selahadînê bi nav û deng ê bi xwe jî ji vê neteweyê bû, li Misrê bû xwedî dewlet û tevî zarên xwe bûn desthilatdarên Şam, Heleb, Hîcaz û Yemenê, li van deveran gelek dewletên bijarte ava kirin lê, dîsa jî ev welat (Kurdistan) li derveyî desthilatdariya wan ma...

Selhedîn Eyûbî fermandarekî pir jîr û jêhatî yê Kurd bû lê,

wî jî Kurdistanê tev nexist nav sînorê dewleta xwe

û kêrî yekîtiya Kurdan nehat

Bi derketina Cengîz re wek hemû deverên cihana Îslamê Kurdista jî rastî zilm û zordariyê hat; wek encam gelek eşîrên Tirk û Tirkman xwe spartin hin herêmên wê; Akkoyûnî û Karakoyûniyan Kurdistanê serobino kirin. Di dawiyê de bi hatina Tîmûr re piraniya wê ket nav destê Şah İsmaîlê Safewî lê, bi sefera Yavûz Siltan Silêman re serokeşîrên Kurd, ji ber ku ji mezheba şafiî bûn, bi xêr û alîkariya Îdrîsê Bilisî yê bi nav û deng, piştgiriya doza Osmaniyan kirin û bûn alîkarê wê. Ji wê rojê şûn de piraniya Kurdistan di bin desthilatdariya Osmaniyan de ma lê, niha parçeyê wê yê Rojhilat li derveyî sînorê Dewleta Osmanî maye ji ber ku sînor pişt re hatiye guhertin. Digel dijberiya mezhebiya di nav Kurd û Îraniyan de ew parçe di bin desthilatdariya Îranê de ma.

23.10.2017

Çîroka lawê paşê û beqê


Li Serhedê paşayek hebûye, jina wê ji mirovan qe hez nekiriye. Deriyê mala wê tim girtî bûye.  Wê xwestiye bi mêr û lawê xwe yê hêj li ber pêsîran, di mala xwe de, bê qal û qir, bi kêfxweşî  bijî. Jinik zor dide paşê, li ber devê çemekî ji bajêr gelek dûr, di newalekî kûr de, ji xwe re koşkek dide çêkirin û mala xwe dibe dike wir.
Di ser re çend sal derbas dibe,  lawik berfamkî dibe, bala xwe didê ti hevalekî wî tune. Her ku diçe ev kêmasî lê dibe derdekî mezin û ji dilê wî dernakeve. Her roj ji hindur derdikeve, li ser şemûgê rûdinê, çavê xwe dikute çem, kûr kûr diponije, dikeve na xewn û xeyalan...
Rojekê dîsa li cihê xwe yê ber çem rûniştiye, ketiye nav xewn û xeyalan, çavên wî bi cote çavên zer ên beqek dikeve.
Pir li xweşa wî diçe. Bi van gotinan gazî beqê dike:
“Beqê beqê beqlawÎsê(1),
çav ramîsê(2),
were lîsê(3)”
Beq ji avê derdikeve, tê cem, heta êvarê bi hev şa dibin, dilîzin.
Rojek, du roj, sê roj...
Rojek dayîka wî wan bi hev re dibîne. Bala xwe didê, lawikê wê yê di mal de bi mahde û bi mirûz li cem beqê bi kêf û henek e. Pir li zora wê diçe. Jinik ji beqê çavreşiyan dike.
Çend caran şîret li kurê xwe dike, dibêje beq bêyom e, pîs e, heram e nizam çi û çi  lê, ew guh nade dayika xwe û  hevaltiya didomîne.
 Dayîka lawik dîbîne ku nikare wan ji hev veqetîne, sonda beqê dixwe.
Êvarekî lawik hêj di xew de ye, jinik ji malê derdikeve diçe ber çem,  bi dengê kurê xwe gazî beqê dike:
Beqê beqê beqlawwîsê,
çav ramîsê,
were lîsê
beqa reben a hayê wê ji bayê  felekê tine,  bi bihîstina van gotinan hêdîka ji avê derdikeve tê cem jinikê. Jinik hişk pê digire, dibe nav malê. Şîşika xwe dike agir sor dike, di her du çavê beqê re dike û beqê dîsa dibe davêje nav çem.
Lawik piştî taştê derdikeve derve, diçe ber çem:
“Beqê beqê beqlawÎsê, çav ramîsê, were lîsê”
Beq serê xwe ji avê derdixe dibêje:
Ez netêmo(4) neqeto(5)
Dayîka te ya qapeto(6)
Çavkên min kiriye biveto(7)
Çavkanî; Salihe Korkmaz a keça Ehmedê Nado
(1) Bi ya min bo şêrînkirinê parkîta “wîs” bi beqê ve hatiye kirin. Teyrê tawis.
(2) Ramîsandin. Min çavê te ramûsanê
(3) Lîstin. Were em bilîzin.
(4) nayêm, ne têm
(5) qet, hîç
(6) qap, qehp, qehpe
(7) Biv;dema zarokên biçûk nêzîkî agir dibin ji wan re “biv” tê gotin. Baneşana bo tirsandina ji şewatê. Tr;ciz


 Çavkanî; Saliheya Keça Ehmedê Nado, Xîtik, Tatos 
Berhevkar: Mamoste Marûf

27.09.2017

Gelî Xwîşk û Birayên me yên Rovî


Kurd bi sedan salan e di newalên çiyayên xwe de, di guhên bajarên xwe de, 
bi pez û dewarên xwe, bi zevî cotê xwe, bi danûstandina bi cînarên  xwe  debara xwe dikir.  Biyanî; çi  Tirk,  çi Ereb û  Ecem, çi Misilman, çi Xaçparêz û Cihû  heta pergal û şêweya jiyana  wan a ji bav û kalan mîrat mayî tehdît nekirina, dest daneynana ser mêrg û zevî û zozanên wan "tune" dihatin hesibandin, xwe li nedîtnê datanîn.
Jiyan eşîrkî bû. Zewac, şîn û şahî, şer û pevçûn an bi eşîra xwe , an bi eşîrên derûdorê bû. Ango dema qoçê wan dirêj tûj dibû di laşên vevûdu de ko dikirin...
***
Ev xweş dewrana bi hezarar salan serdest, di sedsala 19’an de bi destpêka neteweperestiya gelên cînar  hêdî hêdî serobino bû. Tirk, Ermen, Ereb, Ecem û Ûris  li ber bayê netewdewletbûnê ketibûn, dixwestin erdên ku destê wan digihjê li ser navê netewa xwe qeyd û tapî bikin.  Kurd, bi destdirêjiya ser  mîrektî û pergala xwe ya eşîrtiyê, bi fermanên ku "koça ber bi Anatoliyê ve"  li wan ferz dikir,  bi fen û fûtên wan hesiyan lê çi bikî, di netewbûnê de pir derneg mabûn. Aqûbeta reşikên Afrîqayê, Çermsorên Amrîkayê,  Aborjînên Awistralyayê li serê wan bû  lê, wan heta nîveka sedsala XX’an ji xwe dernexist in ku êdî bindest û koleyên cînaran e...
Çend ronakbîrên  ji  rewşa kambax hayîdar  hebûn lê, dagirker nedihîşt ku ew gel şiyar û serwext bikin, bo azadî û serxwebûnê birêxistin û seferber bikin.
***
Dîsa jî Gelê Kurd serî li ber dagirkeran netewand. Bi awayek lokal û herêmî bi dehan caran li ber wan serî rakir. Bi sed hezaran can dan, bi mîlyonan hatin nefî kirin, di qula derziyê re hatin derbas kirin.  Netewbûna Kurda bi vî awayî li ser zilm û zordariya cînarên wan, li ser hestiyên şehîdên wan, li ser dêris û xirbeyên gund û bajarên wan, li ser hêsirên çavên sêwî û koçber û xizan û belengazên wan  şîn bû, pel veda.
Wan di serî de ji cînarên xwe yên nemisilman ên Ûris, Ermen û Asûrî  dipelikand.  Digotin qey Kurdistan wê bibe kafiristan. Bi fîtkirina Tirk , Ereb û Eceman li ser navê “şerê kafiran” bûn şêr û piling, bûn qirnî, bi "kafiran" ve ve zeliqîn. Welatê xwe ji wan xalî kirin, ûrt û ocaxa wan kor... Encam; piştî têkbirina  “kafiran” birayên wan ên misilman walatê wan li wan kir kafiristan...
***
Di destpêka sedsala XX’an de bêbextî û xayîntiya birayên xwe yên misilman bi çavên seran dîtin lê, dîsa dereng man, bi qewlê Tirkan, hesp ji wan stendibûn û ji zû de Ûskûdarê derbas kiribûn...
Kurd van salên dawîn netewbûna xwe ya “bi dernegî ketî” temam dikin.  Dagirkerên wan ên sed sal in xwedî dewlet lê, li ber Cihû û Xaçparêzan reben û stûxwar, wek pehlewanên derewîn çi hêz û derfetên wan, çi konektî, fen û fûtên wan  hene li ser wan diceribîn.
Wan wek sed sal berê bi biratiya Misilmantiyê, bi emperyalîzmê, ew jî nebe bi Xaçparêz û Cihûyan ditirsînin: Nebî, nebî  merhebatiya wan nekin, bi wan re hevkarî nekin, dostanî daneynin haaaa...!  Ji kê, bi çi awayî dibe bila bibe, bi navê Kurdayetiyê daxwaziya ti mafekî nekin ..! Em tev misilman in,  hêzên li derveyê  welatê me dizwazin me ji hev cihê bikin, welatê me parçe...!

Bi taybetî argûment û hincetên dagirkerên misilman ji hiş û aqil û zanistê wêdetir, derî exlaq û namûsê ye. Ew çavkaniyên bingehîn ên Îslamê jî, dîroka Îslamê jî , wîjdanê misilmanan jî xera dikin, diqusînin. Bona ku dagirkeriya xwe rewa nîşan bidin,  Pêxemberê di sala 622 yan de li Medîneyê "bi Cihû, Xaçparêz û pûtperestan re hevkarî kirî,
hevpeyman mor kirî,
bi wan re jiyaneke hevpar û wekhev ava kirî"
wek neteweperestekî Tirk, Ereb, Faris be
û
dijminatiya Kurda kiribe nîşan didin. Hemû Misilman dizanin ku Pêxember çi gotibe Hedîs, çi kiribe Sinet e... Ma wê wextê hevkarî û hevpeymanên bo jiyaneke aştiyane û bi rûmet ên bi Xaçparêzû bi Cihû û bi muşrîkan re jî ne sinetê Resûlullah e,
gelî xwîşk û birayên me yên rovî...?
Mamoste Marûf







EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin