4.08.2016

Kî, çawa, çima û wekî din…



Rojeva  Tirkiyeya şewitî,  ji êvara 15 ê Tîrmehê bigre heta roja îro, ji serî ta binî darbe ye.

Kî kir?
Mele Fetulayê xwedêgiravî şagirtê  Mele Seîdê Kurdî,
 ji heft bavan Tirk,
kûçikê ber deriyê dewleta xwe,
dijminê komûnîzmê,
weîzê çav bi hêstir,
şerîetxwazê jidil û dilşewat û diltenik,
kalê dest ji kar û barên dunê şûştî, li ser postê xwe rûniştî…(Dîsa xwedêgiravî)

Çawa kir?
Fetula,
50 sal bere, di dema şerê sar(ji bin ve) ê NATO û  Pakta Warşovayê de,
bi dijberî û bi dijminatiya Komûnîzmê ket çavê Amrîkayê.
Piştî ku bi YDA yê pişta xwe zexm kir,  îcar qûna xwe kuta deriyê dewleta Kemalîst a endamê Nato’yê.
Bi guherandina Rîsaleyan û ji wan birina Kurdayetî û kurdperweriya Seîdê Kurdî, bi pişaftina zarên Kurda,  ew çavên netewperestên Tirk girê da.
Bi şerîetxwaziyê olparêzan bi xwe ve zeliqand.
Di vê pêvajoyê de bi hezaran zarên misilmanên ji dil sax, ji mejî nuqsan, ji dunê nezan abûr perişan  li dora xwe kom kir,
Wan bi mal û bi qurs û bi dersxane kir
Nexwar da wan,  li xwe nekir li wan kir…
Bi xwe li hindur di gohê wan de xwend,
Li derve di dibistanên nûjen û hemdem de wan da xwendin,
Dît ku kevirê aşê wî  xweş digere, bi sedan qurs û dibistan vekir
Paşê TV û rojname û bank û şîrketan li  dûv hev rêz kir.
Wî ew zarokên rebenên gundî û piştkurmî bi qrawat û bi meqam û bi ûnîforma kir.

Çima kir?
 Mabest û miraz?
Dewlet!
Belê, bûn xwedî dewlet; bûn xwedî şîrketa herî mezin a welat.

Wekî din çi heye, çi tine?
Li vî welatî bi sedan terîqet û cimet û civat û komale û saziyên xwedêgiravî olî û oldar  hene. Ew jî li ser şopa Fetula, bi xewn û xeyalên bidestxistina şîrketa herî mezin a vê erdnîgariyê(dewlet) şev û roj dixebitin. Mabest bidestxistineke qethî nebe jî, di nav de  bicihkirina qadroyan e, jê xwarin e, îhalestendin e…
Ka ji we kî dizane “Suleymancî” xwedî çend yûrd û dibistan û qadroyan in? Ew bo çi têdikoşin?
Gelo Işikçiyên xwe wek mirîden Evdilhekîm Arwasî didin nasîn, rojnameya Turkiyeyê û TGRTê û Îhlas Holdîngê û bi sedan yûrd û nexweşxaneyan wek zikirxane bikar tînin?
Cimeta Îsmaîl Axa, bi hezaran şagirtan, bi dehan radyo û TV û şîrketan bo çûyîna bihuşta rengîn saz û ava  dike?
Cimeta Yenî Asya?
Cimeta Îskender Paşa?
Adnan Oktarê pisîkperest?
Haydar Başê zikmezin?
Menzîlî?
Hîzbûtahrîr?

Wekî din?
Qadirî, Ûşakî, Cerahî, Tîloyî, Neqşî, Melamî, Halwetî, Galibî, Cimeta Erenkoy?

Wekî din?
Kirkincî Xocecî, Alîgirên Ehmed xoceyê bi cube, bi dehan kom û komikên Nûrcî, êdî nizanim çî û çi…


Çereserî?
Dewlet û  dewletperestî bûye belayê serê mirovahiyê, bûye pût, bûye ruhistîn…
Em dibêjin ger ev cinawirê ku navê dewleta neteweyî li xwe kiriye
 neyê demokratik kirin,
neyê biçûk kirin,
per û baskên wî neyên rûçikandin,
hêz û hebûn û desthilatdariya wî li kom û komikan,
li tax û gund û bajar û bajarokan neyê parvekirin,
ew ê gelan, netewan, baweriyan nasname li alîkî, ji merivatiyê jî  bike.
Ger ev feraseta bêyom, ev têgihîştina tewşomewşo neyê guherandin,
Dewlet wê tim û tim  bibe sedema darbe û şer û pevçûnan.
Li ser wê, bo wê, di rêya wê de,  mirov hevûdu jî, xwezayê jî qir bikin.
Kurt û Kurmancî dewlet:
An   wê bibe ya me gişkan
An wê bibe warê mişk û dûpişkan…



25.04.2016

IŞID û Qula Nîr




Bi pergala perwerdehiya Tirkiyeyê mejiyê zaro û ciwanên vî welatî bi dijminatiya li hemberî demokrat û azadîxazan tê tijekirin û ew bo cihada pîroz tên sorkirin, dibin agir û pizot.

Mucahîdên bê ser û ber, bê tirs û bê minet li komale û li weqf û li çayxaneyan digihîjin hev,
perwerde dibin û ref bi ref, yekîne bi yekîne ji hev vediqetin dibin IŞID, dibin El Nusra, dibin Ahrarû Şam, dibin Tûgayên Fatîh Sultan, Sultan Mûrad, dibin wan gurên har...
Di merhaleyekî de ji alî dewletê ve tên binçavkirin, nav û navnîşanên wan li defteran tên qeydkirin, piştî çend rojan  tên serbestberdan...
Paşê  we hey dît, ew li Sûriyê ne!  An mirî,
an tiving li milan, seriyek jêkirî yê mirovek di destan de zindî derdikevin pêşberê raya gişkî...
Dema ji rayedarên dewletê pirsa " ew çawa derbasî nav erdê Sûriyê bûn?" tê kirin, ew dîn û îman davêjin dibêjin; "tobe di sînorê me re neçûne...!"
Dema ez konektî û derewkariya rayedarên vê dewletê dibînim meselên dem û dewrana eşîrtiya me tên bîra min.
***
Çend Paposî (eşîreke me )  kêvroşkek digirin û dikin  holikek bê derî û servekirî.
Ew ê di wir de  wê çend rojan xwedî bikin,  xurt bikin û paşê jî serjê...
Aqilmendekî wan dibêje; heyra deriyê vir tine, ew ê bireve, em laçikek bavêjin ser. Yekî din dibêje em  gurzek giha bidin ber devê holikê, ên din tiştên din dibêjin...
Ew dikin nakin bi hev nakin.

 Ji eşîra me yekî fêlbaz û diz jî di wir re derbas dibe, çawa ku çav bi keroşkê dikeve gohê xwe bel dike. Bala xwe didê ku Paposî bi hev nakin, xwe di ber wan re dike û dibêje:
“heyran  nîrê xwe  bidin ber devê holikê û  lêxin  herin mala xwe, li kêfa xwe binêrin. Ga nikare bi nîr, îcar kêvroşk”
Paposî tev şaş dibin dimînin:
-       "Heyra ev çareya xweşik çima nehat hişê me!"
 Çawa ku ew diçin malên xwe,  gobelê me piyê xwe di ser nîr re davêje, kêvroşka quncilî digire, dike bin sakoyê xwe û dibe mala xwe...

Serê sibê Paposî tên holikê, da ku xwarin bidin kêwroşka xwe lê, Xwedê bide!

Rebenino hevûdu bi diziyê sûcdar dikin, yek ji wî, yek ji yê din, bi kevir û daran bi hev dikevin, ser û gohê hev dipelixînin,  pirî li hev didin ji hal dikevin, her yek bi alîkî de dikeve...  Çendikî şûn de dizê me bi ser wan de tê.
Xwe li nezantiyê datîne, ji wan dipirse.

-Ka kêvroşka we?

Yek pêçiya xwe dirêjî yekî din dike, dibêje “ wî diziye!”
Ew sond dixwe dibêje wî...
Ew ê dîsa rabin hev ku dizê me  berê xwe dide wa,  bi awakî pir xemgîn deng li wan dike:
-Xwedê qehra xwe li min û li heft bavên min  bike...!  Sûc sûcê min e...!  Min ji we re got nîr bidin ber devê holikê lê, nehat hişê min ku  bibêjim qulên nîr bixitimînin! Kêvroşk  di qula nî re derketiye çûye!


Paposî pol û poşman zûr, zûr li çavên hev mêze dikin, radibin diçin malên xwe...
Gelo di mijara IŞID û çeteyên ku agir berî  Sûriyê û gelan didin de
Kî Paposî ye

Kî dizê fêlbaz e...?

23.03.2016

NIVÎSEKE Jİ BIHNTENGIYÊ



Carinan meriv tenê bo nivîsandinê dinivîse. Ev rewşa kambax dema naxwazî rûyê kesî bibînî, naxwazî ronahî û tarî, ba û baran, teyr û tirûl te bibîne tê serê mirovê destbipênûs. Di dem û dewrana pênûsê de derûniyeta nivîskaran ji destnivîsa wan xwiya dibû. Grafolog li xet û xêza pênûsê dinêrt û kul û mereza nivîskar vedigot:
Nivîskar ji xwe nexweş e, di dil de xwesteka jiyanê çem û çem e....
Nivîskar çi qewl e çi qerar e, dev li alîkî qûn li alîkî ye...
Nivîskar delodîn e, her tişt jê tê, li her deverî, bi her awayî, di her dilqî de li ber pozê xwendevanê reben şîn dibe.
 ***
Di vê heyama klavyeyê de gelo mirov derûniyeta nivîskaran ji tepatepa bişkokên klavyeyê nikare derxe?
Ez ne derûnînas im lê, bi dilrehetî dikarim bipesinim bibêjim ku  hostayê naskirina kesyetiya xwe me.
Bi taybetî jî di derengiya şevê de bala min li ser min e. Ger bi roj li welatê min qencî qewimî be û ez bi wê serfiraziyê li ser kompûtûrê rûniştîbim dengê defa daholê ji klavyeya min tê.
Ger li welatê min şer be, klavye bi kerb e. 
Ger li welatê min komkujî be, klavye bi şerm e.
Serkeftin be klavye şerûd e, tepetepa wê digihîje erş û ezmanan.
***
Nivîskarên me yên berê dengbêjên me yên pênûsnenas û klavyenezan bûn.
Ew derd û kesera dilan bi xweş dengê xwe didan der.
Ev cûre vegotin ji tevahiya huneran zor û zehmettir bû.
De ka di hişê xwe de bibin bînin; dijminê bav û kalan gundê te, mala te, hesp û gayê te tê şewitandiye, zar û zêç û kofî kulfet bi ser hev de qet qetî kiriye, merivek qedirbilind bi enişka xwe diniçîne te: "De bêje keko, de bêje!"
Hema aniha bifikirin: Di rewşeke weha de nivîs, ew jî nivîsa vê dewrê vê zemanê, ji gotinên berê yên "bi meqamkî û bi mijarkî û bi wezinkî miheqeq  li hevhatî" çend car  hêsantir e, ne wisa?
Kî diwêre bikeve dewsa dengbêjê şahêdê wêran û wêrtaskirin û şewitandina welatê xwe!
Kîjan meqam dikare  ji hewarên jinan, ji girînên zarokan, ji nifirên kal û pîran, ji orîna sewalan, ji newkîna pisîkan, ji qîjîna qaz û qulingan bêtir bandor li merivan bike û xwe bide guhdarîkirin?
***
Nivîsa kambax me ji ku anî bir ku derê! 
Belê dengbêjên me bi hezaran salan şahediya bûyerên weha kirine û bi  awazên xwe yên xweş, bi Kurdya xwe ya dewlemend, bi hestên xwe yên di hestiyarî de ji hed der ji heqê bextê reş û dijminên marên reş hatine der... Em jî bihna xwe ya teng didin der ew e,heyra....





7.03.2016

HDP YA ŞER ÇAWA BE?








Di 17 ê de civanê Wanî yê bi navê Abdulbaki Sömer bi hêviya ku rêya çareseriya pirsgirêka Kurd vebe, mirina xwe dide ber çavan, li Enqereyê , bi xwe jî di hindur de, wesayîtek bombebarkirî diteqîne. Encam; Abdulbakî bi xwe re bi dehan kesan dikuje û carek din cidîyeta pirsgirêka Kurd dixe rojeva Tirkiyeyê û ya Cihanê.


***

Tuba Hezer; wekîla HDPê ya Wanê ya bi hêviya ku wê bibe dermanê çareseriya pirsa Kurd ji aliyê Waniyan ve hatibû hilbijartin jî diçe serxweşiya malbata Abdulbaki Sömer.

Partiya desthilatdar û yên din ên dewletperest bi yek dengî dikine barebar da ku Tuba Hezer bê darizandin û cezakirin.




***

HDP, çawa ku ji destpêka şer vir de de, di mijara berxwedana navbajarî ya gel de dike, bi awayek şermok û ricifok çend hevokên piştgiriyê di devê xwe de dibe tîne ewqas!

Lê rastî çi ye?

Li bajar û bajarokên Kurdistanê bi hezaran mirov bi hêviya ku rejîmê vegerînin ser rêya çareseriya pirsgirêka Kurd kefen li xwe kirine û pêde pêde dikevin kozikan.

***
Bi mîlyonan Kurdên hêj li ser nasnameya xwe mane û hevalbendên wan ên ji her gelî û ji her baweryê û ji her bîrdoziyê daxwaziya jiyaneke azad û bi rûmet dikin û bi hêrseke kesnedîtî li benda çareseriyê sekinîne. Ew êdî wek berê ne tenê bi rê û rêbazên aştiyane, bi çi awayî dibe bila bibe, ji Tevgera Azadiya Kurd, ji HDPê, ji partî û saziyên demokrat û şoreşger zûtirkî çareseriyeke qethî dixwazin.
***
Hemû derûdorên Kurd û demokrat û şoreşger heta niha dixwestin ku ev pirsgirêk bi hevdîtinên bi dewleta Tirk re, bi nûnerên wê re bê nîqaşkirin û halkirin lê, piştî ku desthilatdar pihîn li maseya aştiyê xist û wergerand hemû bar ket ser milê Tevgera Azadiya Kurd.

Têkoşîna demokratîk di şert û mercê aştiyê de, di welatekî demokratîk de dibe

Rastiya Tirkiyeyê ev e: li welat şer e. Dewletê hemû sazî û dezgehên xwe ji maşîna şer re kiriye berdestî. Demokrasî, mafê mirovan, dadmendî, hebûna madî û manewî ya hemwelatiyan li gorî asta şîdeta şer dor bi dor radibe. Partî û siyasetmedarên dewletperest, dadmend û ehlên çapemeniya Tirk çawa ku bihna şer hilgirtin, hemû nirxên mirovatiyê dan alî, li ber bayê mîlîtarîzmê ketin û veguherin memdokan (mehmetçîk).

Gelo HDP çawa ye?

Partiya ku hebûna xwe deyndarê Tevgera Azadiya Kurd e, çi bike, çawa tevgere ku him nirxên mirovahiyê biparêze, him jî hêviya gelê Kurd bîne cih, têkoşînê xurt bike, li gel xwedîtî bike...?

Em rastiyê rût û tazî bînin ziman: Di HDPê de çend remz û sembolên Xeta têkoşînê ya vê pêvajoyê hene. Helwesta wekîlên din şêlû ye, flû ye, ne zelal e, sînede ye, parlemantarîzmeke ji rêzê ye, pasîfîzmeke bêpergal û bê armanc e...


Faysal Sariyildizê di eniya şer de,

Tuba Hezer a di nav sivîlên paş eniya şer de...

Selahattîn Demîrtaş ê di rêveberiya dîplomasiya navnetewî de...

Divê wekîlên din tev bi vê hişmendiye, li dora van her sê wekîlan bibin xelek.

Û

wek nîşana vê xetê jî

di seri de
di cih de,
demildest,
tev bi hev re
biçin Wanê, teziyeya malbata Abdulbaki Sömer,
paşê jî bibin sê kom û ji Enqereya şewitî dûr bikevin...
                                                 Mamoste Marûf







1.03.2016

PisîK û Kurd








 

Pisîk ew ajal e ku piştî kûçik û ga û çêlekan gelek bi derengî  ji çiya û dar û daristanan berjêr bûye, ketiye nav mirovan,  kedî bûye, bûye xwedî mal û jhal.

Kurd jî ew netew e ku ji Tirk û Eerb û Farisên cînarên xwe derengtir maye û hêj nebûye  xwedî dewlet û statû.
 ***
 Pisîk ew ajal e ku heta dijmin wî di quncikekê de asê neke, riya revê li ber negire , bi kuştinê ve rûbirû nehêle, destdirêjiya xwarin û çêjikên wî neke, “li dijî mirov û ajalên din”  tu car liber xwe nade, tênakoşe.

Kurdê beriya Tevgera Azadiyê jî  heta xanî û holik bi ser de nehta hilweşandin, zarok û zêçên wî ji alî biyaniyan ve bi girsehî nehata kuştin  û nefîkirin  ti daw û doz li biyaniyên diketin welatê wî nedikir.
***
Her pisîkek nêr bo nêçîrê, bo xwarin û vexwarinê, bo dîtina pisîkên mê ji xwe re herêmek vediqetîne û wê herêmê ji mirov û ajalên biyanî na, tenê ji pisîkên nêr ên hevzayendê xwe diparêze.

Mêrên Kurdên berê, bi taybetî  axayan, her yek bo xwe û eşîra xwe parçeyek erd veqetandibû, wî erdî ji desthilatdariya Tirk û Ereb û Farisan na, tenê ji axayên din ên wek wan Kurd diparast.
***
Pisîk,  serî heta boçikê, ji çav heta pepikan,  ji pişt heta zik bi her awayî  xweş li hev hatî ye, pir û pir xweşik e, lê ewqas jî dirînde ye. Nabêje şev e, roj e; di jiyana xwezayî de tim çalak û şiyar e. Guhê wî tim li gohdariyê,  çavên wî li nêçîrê ye. Lê pisîk gava ji herêma xwe dûr dikeve reben e...

Kurd jî bi azayên lihevhatî û atletîk, bi bejn û bala bi heybet, bi çavên gir û gilover û mijang û birhên reşbelek gelek pir bedew e, wek pisîkan ew jî di çiya û baniyên welatê xwe de ewqas jî jêhatî û leheng e. Xwe digihîne tûjika Agiriyê hêlîna qertelê jê distîne, destvala be jî bi hirç û şêr û pilnig re şer dike.  Ew jî dema ji welatê xwe derdikeve stûxwar û belengaz e.
***

Pisîk ajalek azad e, bi serê xwe, bi kêfa xwe ye. Dilê wî çi bixwaze wî dike. Tu jîndar nikare xwiyê wî biguherîne, wî bike qalibeke nû.

Kurd jî bi hezaran salan di gelî û newal û deştên di qûntarên çiyayên xwe de bi serê xwe, bi kêfa dilê xwe jiyaneke têr tijî  azad  derbas kiriye.  Nebûye leşkerê desthilatdarê xwedî artêşên bipergal. Dagirkerên  çendik û çend caran di artêşên xwe de kurdan bi leşkeriyê ceribandibe jî ew  an fîrar kiriye, an jî pergla xwe xwe ya bêpergal li dagirker  ferz kiriye.
***
Pisîk paxiş e, di tûka wê mîkrobkuj e,  rojê pên şeş caran xwe badilêse, serûguhê xwe bi wê tifê dişo. Gûyê xwe bi xweliyê xweş dinuxumîne.

Kurd jî ji berê de ji paxişiyê hez kirine. Erebên cînarên xwe ji aliyê paxişiyê ve rexne kirine( Tirk û qanûn, Ereb û paxişî) Kiras û derpê wan ên netewî spî ye. Ji kincên bi derve ve bêhtir ên binî guherandine ku nivînên wan paxiş bimîne. Ji ber bihna wê ya nexweş hez ji ji tuwaletê nekirine . Ew jî pîsiya xwe wek pisîkê bi axê nixumandine.
***
Pisîk di havirdora xwe ya xwezayî de pisîk e. Piştî ku ketiye nav mirovan û kedî bûye guheriye, veguheriye bûye ajalek tiral û zexel.

Kurd jî dema ji welatê xwe derdikeve  dibe kûd*
______________________________________________________
*Kûd: alincî, bawî, ferc, nanê ku bi tenûrê ve nagre dikeve nav xweliyê dilewite, xiloxwar dibe
                                                                                               Mamoste Marûf

14.02.2015

Hamozayê kîrtûj


 
Li gundeki mêrekî kîrtûjê bi navê Hamoza hebûye.

Ew bi jina xwe ya ewil namîne, di ser de dizewice,  hêwiyeke çavşîna konek û bi fêl tîne ser rebenê.
Hamoza çend salan bi her du jinan  re çê-xirab derbas dike lê, paşê dibine ku ew  bi hev nakin, rojê sê dan tên cem Hamoza û xeyba hevûdu bi wî de dikin.

-Hamoza, ew ê jahriyê bixe nav nanê te!

-Hamoza, ew çi qelî û penîrê malê heye ji mala bavê xwe re dişine!

-Hamoza, ew ê tiştek bîne serê te, hayê te ji te hebe haaaa!

- Hamoza ew li cem te palûpûsiyan dike lê, çav li der e. Ew ê bênamûsiyek bike, xûnê bine ber deriye me…

Rojek jı rojan bihna Hamoza ji jinan pir teng dibe, dinya li ser serî reş û tarî ye , ewqas ku êdî nizane çi bike…

Hûr û kûr difikire, di serê xwe de dibe tîne, dibe tîne…  Di dawiyê de biryar dide, ew ê  jinên xwe biceribîne ka ji wan kêjan dilsoz e, kêjan xwedî namus e, kêjan ji wî hez dike yan nake…

Hamoza, dikeve nav nivînan, çavên xwe dikute arîkan,  xwe davêje nexweşiya mirinê, dinale û dibêje:

“Gelî bermalîno,  Wa ye ez dimirim, bilezînin herin çiyê ji min re hinek pincara şîn bînin, ez bixwum, dibe ku ew bibe dermanê min”

Ya mezin di cih de, bil ez û bez,  ji malê derdikve berê xwe dide çiyê…

Ya biçûk,  dibine ku mêrê wê nexweş e, hiş ne li serî ye, hêwî jî ne li malê ye, firsenda xwe dibine , diçe kîlerê,  dûyê pez ê ku ku beriya çend rojan ji xwe re veşartîbû  ji cih derdixe, wî hûr hûr  hûrdike, hevîrê xwe vedistrê, wî bezî dike nav hevîr, ji xwe re kilorek xweş a kurmancî çêdike;  bona ku heta  êvarê bipije davêje tennûrê, paşê  ji malê derdikeve, ber bi çiya ve hêdî hedî,  hûrik hûrik  dimeşe.  
Hamoza gava dibine ku jina wê ya biçûk jî ji malê derket,  hêdika ji nav nivînan derdikeve, diçe xweş kilora jina xwe ya bêbext  ji tenûrê derdixe datîne ber xwe,  zikê xwe têr dike,  dîsa vedigere dikve nav nivînên xwe. Ew  dîsa zimanê xwe bihostek ji dev derdixe, her du çavên xwe hişk digire  û xwe li mirinê datîne.
Bi êvarê re dora pêşî jina wî ya mezin vedigere malê; tê li ber serî disekine, hew dibine ku Hamoza miriye! Rebenê dibêje qey pincar bi derengî ketiye, Hamoza loma miriye.
Bi her du çavan bi ser de digirî , dike hewar û gazî  û weha  dibêje û dilorîne:

Hamoza,
Gelî kûr bû Hamoza

Pincar hûr bû, Hamoza

Rêkam (rêya min)  dûrbû Hamoza

Çavkêm ( çavên min) kûrbû Hamoza

 

Çendikî; şûn de jina biçûk vedigere  tê malê, dibine ku hewiya wê li ber serê Hamoza digirî, dibêje qey ew miriye. Rasterast diçe aşxaneyê, bi ser tenûrê de kûz dibe ku kilora xwe derxe bixwe lê; digere nagere kilorê nabîne! Hêviya xwe ji kilorê dibire, pol û poşman, kula kilorê  di dil de, tê ber serê Hamoza û  xwe li şîn û girînê datîne; weha dibêje dilorîne:

 Newal hez (hezek, şilek)  bû Hamoza

kilor bez bû Hamoza

Min lênexist gez bû Hamoza

Karê min lez bû Hamoza

Reben ez bûm Hamoza…

Li ser gotinên jina biçûk Hamoza çavên xwe vedike, radibe ser xwe, bi hêrs ser de diqîre:

Min gora bavê te gaho, ez mirî bûm, tu rabubû ji xwe re kilora bez  çêdikir ha!
Hamoza jina xwe ya çavşîn berdide, dişine mala bavê, bi ya ewil re jiyana xwe derbas dike... 

13.02.2015

Jin û mêr bûne, 6000 sal berê di hembêza hev de mirine !


Wezîrê çandê yê Yewnanîstanê , di daxwiyaniya xwe ya di 12ê Reşemiyê de dibêje ku arkeolog li Péloponnèse’ê  tiştek kêmdîtî; qerqûdeyên (îskelet) 6000 salî yên cotemerivên hevûdu hembêzkirî vedîtine.

 Cotemeriv, ên ku qerqûdeyên wan tenê ji me re mane, di şikefteke Dirosê ya li başûrê nîvgirava Péloponnèse’ê dikeve de hatine dîtin û bi « dîrokpîvana karbon 14 »ê 3.800 sal beriya Zayîna Îsa  jiyane.

Derheqê vê yekê de wezîr dide zanîn ku veşartina bi hev re ya hevjînan tiştek pir kêmdîtî ye û qerqerûdeyên  Dirosê  kevnaretirîn mînaka heta niha li dunyayê hatiye dîtin e.

Zarokek û fetûsek jî…

Di kolandina bajarokê antîk a par bidawî bûyî de ligel gora zarokek û fetûsek, cihekî  bi xîç ê frehiya wî digihîje çar mêtroyan ê bo hestiyên mirovan veqetandî û bi hestiyên bi dehan mirovan tijîkirî jî hatiye dîtin. Bi ya arkeologan ev cih  tenêyê vê qirnê ye.
Wezîr da zanîn ku ew bi awayek qethî difikirin ku ev der bi dirêjahiya hezaran salan bûye qada veşartina miriyan.


Niha hûn ê  bipirsin,  ev nûçe çima bala mamoste kişandiye û wî  ji xwe re nekiriye bargiranî û ji Fransî wergerandiye bo Kurdî.

 Çawa ku ronakbîr dibêjin, heger ronakbîrî, wêjenasî, hunermendî  ji naskirin, hezkirin û  givirandina çanda herêmî destpê bike encax wê deme dikare xwe bigihîne asteke gerdûnî.

 Heger em nifşek beriya niha, sed sal berê,  bi dewlemendiya çand  û erdnîgariya xwe, bi rastiya xwe ya netewî varqiliyana,  niha di tevahiya qadên çand û hünerê de sed car pêşve çûbûn. Ha ji we re yek ji mînakên vê rastiyê û sedema wergera vê nivîsê:

 Gundê me, Xîtika Tatosê, bi rastî jî qeteke ji ber bihuşta Xwedê ye. Çiyayên wî yên tûjik bi ewrên asûmanan ve zeliqî, war û zozanên wî yên kesk û sor û zer xemilî,  çem û kaniyên wî yên sar û zelal, mêrg û çêreyên wî yên bêserî û bêbinî û bermahiyên  wî yên veşartî...

 Xaniyên gundê Xîtikê beriya 50 salan hema bi tevahî li ber devê çemê gund bûn. Wekî gelek gundên Kurdistanê, xaniyên Xîtikê jî pişta xwe dabûn çiya û giran (tepe). Hin xênî xwe spartibûn Diharê Mezelan, ên din jî pala xwe dabûn Dîharê Mozirganê. Li paş xaniyên di binya Mozirganê,  kendalekî zîq ê gihayê ser herişî, bi  xweliya xwe ya gewr dixwûya hebû. Gava meriv nêzîkî wî kendalî dibû, digot qey di mûzeyeke arkeolojiye de ye! Bi dehan   kupên ( den) şikestî - neşikestî, derizî, bilindî yek metro û nîv, bi firehhî 80- 100 Cm, hundir bi hestiyên merivan tijîkirî! Çend salan carekî gundî meraq dikirin, bala xwe didan wan Kûp û hestiyan. Wek xewn tê bîra min, Apê Sehdiyê bi dirajahiya bejna xwe li Serhedê deng vedabû, hestiyê milê qerqûdeyekî dabû ber milê xwe lê, dît ku ji yê wî bihostek dirêjtir e !

Dîsa di gelekan de serî û hestiyên du merivan bi hev re derdiketin. Ji wan du qerqedûyan, ê qirik (gewrî) bi zengilorik jin bû û di nav xweliya wan de morî jî dihat dîtin; lewre zarên keçîn, bi hêviya dîtina moriyan xweliya wan kûpan serobino dikirin; gelek carana çend morî didîtin jî…

 Dora pêşî kalikê min ê Ehmed bi kurê xwe yê Awzer re  ( di fermiyetê de Abûzer) li sere girê Mozirganê ji xwe re xanyek çêkirine. Di çala ku bo danîna hîmê xênî dikolin de bi dehan kûp, kasik, dîz, şerbik, qendîl û qelûên ji xweliya sor çêkirî dibînin. Ew bi piranî di cih de dişkên lê, çend dîz û kûpên biçûk xaran dikin, piştî bi hezaran salan dîsa di nav malê de bikar tînin. (Xarankirin ; tiştên ji axê derxistî, an ji axê çêkirî pêşî di sîyê de tên zuha kirin, paşê rûn li wan didin û davêjin tenûra şîrgerm. Piştî ku xweş hişk dibe, dîsa rûn pê didin û dikin nav agirê gurr. Ew dibin keramît Ji vî karî re xaran,  wek lêker jî xarankirin tê gotin)

Li pala Girê Mozirganê, ji bin erdê li ser hev du kevirên kefik ( nerm)  ên wek sandoqan nav kortkirî û bi qerqûdeyên mirovan tijîkirî jî derdiketin. Bi ya min ew bavkalên lahîtên modern bûn. Di sala 1964’an de bavê min ji apê min cihê bû. Jiber ku di nav gund de cihê avahîlêkirinê nedît, ew jî derket diharê Mozirganê û ji xwe re xaniyek çêkir. Ji hîmê wî jî bi sedan berhemên dîrokî derketin. Ji wan çend heban dayika min xaran kir. Yek hêj li cem min e. Wan çaxan mezinan digotin  Girê Mozirganê berê cih û warê pirûtan bûye. Piştî pêncî salan ez hatim Stenbolê û di dibistanên  Ermenan de mamostetî û rêveberî kir. Min ji hevalên mamoste pirsa peyva pirût kir. Bersîv, ew ê ji xweliyê kûp û kasik û alavên nav malê çêdike re dibêjin pirût…

Dîsa serdestê çemê Xîtikê li pala girekî şikefteke pir biçûk ,  firehiya  wê sê karemetro, bi du derî, di hundirê wê de palkursiyeke pir balkêş a ji kevir çêkirî hebû. Meriv di kîjan deriyî re biketa nav şikeftê,  gere di ber wê palkursiyê re derbas bubûya. Dema tu di nav palkusiyê de rûdinişt, kortek bo serî jî hebû. Me di zarotiyê de wê palkursiyê layiqî mezinên gund didît.Bila di eydiyan de ew li ser vê palkursiyê rûnên, em dor bi dor di ber wan re derbas bibin, destê wan maçî bikin, eydaniya xwe bistînin, lêxin herin malekî din… Hezar mixabin gundî wê şikeftê, tevî palkursiyê kesnedîtî hûr hûr şikandine û kirine hîmê xaniyekî.

500 mêtro li binya Xîtikê, Kela Çirikê heye. Ew li ser girekî stratejîk hatiye lêkirin. Îro bi tevahî di bin axê de veşartî ye. Li ser rûyê wê tu dibêjî qey parçeyên kûpan bûne  zîpik û bariyane! Ji ber tunebûna rê û dirban,  asêbûnê cihê wê,  destê merivan nagihîjê vê kelê lewre vê gavê ew di ewlehiyê de dixwiyê.
                                                                                                Mamoste Marûf

  

 




 

Çavkanî :  http://www.rtl.fr/actu/sciences-environnement/grece-un-couple-prehistorique-decouvert-enlace-7776575991

 

 

 
 

 


 

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin