6.02.2012

Evdalê Zeynikê û derdê xizaniyê

Evdalê Zeynikê, hunermendê bi nav û deng ê wêjeya devkî ya Kurd û Kurdistanê, dengbêjê dîwana Surmelî Memet Paşa, di serê sedsala 19’an de li gundê Cemalwêrdîyê yê li ser navçeya Dutax a Agiriyê  ye jidayik dibe.

Piştî dengbêya  bi salan a bi kêfxweşî û bi serfirazî têr û tijî ya li dîwanên axa û began, Evdalê me  di sala 1865’an de dide pey welînîmetê xwe û tevlî şerê Xozanê dibe, ew şerê ku di navbera Osmaniyan û Tirkmanan de diqewime û di encamê de  serhildana dawîn a Tirkmanan  bidawî dibe xweş-dewrana Evdal jî pêvre...

Piştî vî şerî, leşkerên Surmelî Memet Paşa li Xozana Edenê bi nexweşiya halê dikevin (kolera) û bi piranî dişikên. Evdal jî di nav de, 40-50 mêrên ji ber 400  leşkerên Kurd mayî, ji paşa vediqetin û vedigerin Kurdistanê, xwe digîhînin zar û zêçên xwe.

Evdal di dewr û dewrana fermandariya Surmelî Memed Paşa de jî, piştî mirina wî jî merivekî bi xwe bawer, xwedanxêr, çavtêr, qure û  digel bejnkinî û nebedewiya xwe merivek ji xwe  xweş e, pir û pir jî diltenik û dilşewat e.  Di dema şerekî Osmaniyan û Eceman  de wek hemî Kurdên nêzîkî sînor Evdal jî bêgav dimîne bi malbatkî  ji gundê xwe direve. Rêwîtiya bi rev ya ji ber dijmin, penaberiya bi lez a bê amadekarî tim û tim dijwar e: Tirsa mirinê, giriyên zarokan, zarînên kal û pîr û nexweşan, weylokên jinan, germ û serma, bêxewî, westabûn, birçîbûn...  Di van rojan de dayîk ji canên xwe bêzar dibin, bi biwêjkî na, bi rastî jî ewladên xwe davêjin. Di rewşekî weha de Evdal di kêleka rê de pitikek qûndaxkirî yê bêxwedî dibîne, dilê wî pê dişewite; wî jî bi xwe re dibe; navê Temo lê dike; heta mirina wî, ew Temoyê xwe yê sêwî û bêkes li ser zarokên xwe digire, wek roniya çavê xwe diparêze, jê hez dike. derd û kulên xizanî, belengazî û koraniyê dike kilam jê re dixwîne, gilîyên tima û çikûs û bêbextan pêde dike, nanê recûyê bi wî re parve dike.

Piştî mirina Surmelî Memed Paşa, Evdal dikeve rewşekî din. Xizanî, belengazî dibe qirnî bi sikura wî ve dizeliqe; ew dike nake heta mirinê xwe jê xelas  nake.

Feleka xayîn bi wê jî namîne her du çavan jî jê distîne, wî dike ber destan... Evdalê ku heta wê demê di dîlan û dîwanan de kilamên evîndarî û mêranyê dibêje diçe û yekî din dikeve şûnê. Ew êdî sibe êvar ji derdê xwe re, di halê xwe de  digirî û dilorîne.  

Evdal go Temo lawo, berxê ez bavê te me
Dengbêjê Surmelî Paşa ez bi xwe me
Dilê min bûye kela derdan û kulan, pir bi xem e
Ji mirina Memed Paşa vir de ez şerpeze me

Wey kaliyê, wey koriyê
Xudê xirab bike kalaniyê
Welle Temo lawo mirin çêtir e ji feqîriyê

Heyla lawo, vê felekê nizam çima li bavê te ha kir
Berxê min lawo, emrê bavê te nêzîkî heyştê sal kir
Bavê te li Xozanê yekî mîna Memed Paşa wunda kir
Di dawiya emrê min de felekê barê feqîriyê li min bar kir

Wey kaliyê, wey koriyê
Xudê xirab bike kalaniyê
Welle Temo lawo mirin çêtir e ji feqîriyê(1)




Evdal û qulingê baskşikestî

Di koraniyê de  dilê wî bi qulingekî baskşikestî dişewite, wî jî tîne malê xwedî dike pê hewiya xwe tîne. Jina wî ya Eyşo êdî nema sebir bike. Sibe êvar ji xizanî û belengaziyê gilî, ji Evdalê kalê ketî jî gazinan û lomeyan dike, tim û tim di ser de dişikîne, wî ji can bêzar dike.

....
Evdal quling hemêz dike, ji wê da tîne
Bi danê esrê ra xwe bi malê ra digihîne
Dema ku Eyşo quling li hemêza Evdal dibîne
Li nav çavê xwe dixe, dike qîrîn û qutîn e
Dibê ew çend kod zikata zikata ku xelkê ji zarokê min ra anîne
Evdalê here teyr û tûyê çolê bi xwe ra hilde bîne
Xudê qebûl neke, wê teyr û cûcikê xwe lê biçêrîne
Di nîvê zivistanê da wê qût û qismetê me biqedîne
Eyşoya hêsîr û belengaz wê paşê ji ku bîne

Hey dilêm yar yar, dilêm yar yar
Ax dilêm yar yar, dilêm yar yar
Heyla wey dunyayê, wey faniyê
Wey zozanê wêranê, wey kaniyê
Temo lawo mirin çêtir e ji halê feqîriyê...(2)
...

 
...

Welle Temo berxê bavê xwe,
sal û zeman qisûr bû,
sala îsal bavê te ketiye.
Îsal çend sal e bavê te minetê
dayika te dikişîne rezîliyê,
lo, lo, lo, lo! (3)


...
Îsal heft sal e çavê Evdalê Zeynikê kor bûne, qe sax nabe
Ez sibê herim ji cînara ra bêjim çavê Evdal vebûne, kes pê bawer nabe
Kê bawer ke çavê ku heft sal e kor in, wê ji nişkava vebe
Xudê qebûl neke, îdara min û zarokên min ji destê Evdal nabe
Xudê-Rebiyo ez nizanim axiriya me û Evdalê kor wê çawa be...

Ax dilêm yar yar, dilêm yar yar
De dilêm yar yar, dilêm yar yar...

Evdal go Eyşo ca rabe, li mi de wî-wî, de wî wî çirê vêxe!
Qîzê mi Erzahîla te Mîrê Mîra û ocaxa mala şêx e
Belkî Xudê mala bavê Eyşo bibe ber tofanê û li topê xe... (4)



Gava mirov bala xwe dide tevahiya jiyana Evdal, du heyam û du kesayetiyên ji hev cuda dibîne:

Evdalê Zeynikê yê evîndarê jiyanê. 
Heyama Evdalê Zeynikê yê  reben û bendewarê mirinê.

Heyama ewil, heyama Evdalê Zeynikê yê evîndarê jiyanê

 Bi gotina wî, ev xweş heyam ji 13-14 saliya wî destpê dike ( bi qewlê dengbêjan; di kemla xortaniyê de) bi mirina Surmelî Memed paşa (1865) bidawî dibe. Di kilamên wî yên  vê çaxê de evîn, hêvî û xweşbînî, xwebawerî, serfirazî, coş û kelecaneke delodînî dixûyê. Jixwe ew  hunermendekî bi serê xwe û bi dilê xwe ye. Gava diçe cem Surmelî Memed Paşa jî tirsa wî ya mezin ketina bin nîr e; lewma  di serî de jê re dibêje:

 “- Paşa xweşbe, ez merivekî serbixwe û destûrdayî me, dengbêjiya te ji min re zehmet e, tu were ez nikaribim ji binê barê te derkevim.” 

Li ser vê gotinê paşa têdigihîje ku dengbêjiya dîwana wî ne bi dilê wî ye, weha lê vedigerîne:

“ -Tu ku bibî dengbêjê min, bi we’da  Xwudê be, ez têkilî te û karê te nabim, tuyê li cem min dîsa destûrdayî bî, dilê te çawa dixwaze wusa bike.

Belê bi ya Evdal divê dil bi dil be:
...
De dilêm lo lo wey dil
Hay de dilo hey dil
Xudê xirab bike dilê bê dil
Fenanî gakî bê werîs û bê cil
Fenanî kirasekî qolî bê mil
Fenanî xasbaxçekî bê gul
Fenanî dara bê şalûl û bilbil

Bira dilê merya bi dil be
Bira tûrê parsê li mil be
Bira tijî garis û gilgil be
Bira tûrê parsê qul be

Bira parsa ne li vir be
Li nav welatekî gawir be
Bira ser raxa meriv gûnî be
Bira bin raxa meriv postê jijû be
Ber seriya meriv kevir be
Xurê meriv kerî nanê gilgil be
Her bira dilê merya bi dil be
heyla dilo hey dil
Dilêm lo lo, dilêm yar yar (5)


Bi rastî jî   Evdal  li cem Surmelî Memed Paşa jiyaneke azad û  bi dilê xwe derbas kiriye; berhemên herî xweş di vê heyamê de afirandiye.   Ew bi xwe jî heta dawiya temenê xwe bi vê heyamê dipesine û xwe teselî dike; hêvî û daxwaziya wî ew e ku hezkiriyên wî,  Evdalê kal û kor û xizan û belengaz na, yê dewra Surmelî Memed Paşa bibîr bînin. Du kilamên wî yên vê heyamê hene ku ew wan wek mor û nîşana dengbêjiya xwe dîtiye û ji bîr bûna wan pir tirsiyaye. Beriya ku biçe ser dilovaniya xwe, bi halê nexweşiya xwe ya giran ew  Kilama Dêrsimê û ya Xozanê bi xizmên xwe dide jiber kirin paşê ruhê xwe teslîm dike. Ev bûyer di pirtûka Ahmet Aras a bi navê Şairê Kurda yê Efsanewî  Evdalê Zeynikê de weha tê ragihandin:
 “ Evdal nexweş dikeve, çendekî di nav cî de dimîne. Rojekî kurê wî Mihê tê, bala xwe didê ku nexweşiya wî giran bûye, rewşa wî ya mirinê ye. Mihê ku diçe li ber serê wî disekine, Evdal jê re dibê; Kurê min, ez însanekî dilsoz û salih im, min tu qûlê Xudê re xirabî nekiriye, înşaellah ez ê rûspî herim hizûra Xwedê. Peyre Evdal gazî nebiyê xwe Emer dike, ji kurê xwe û nebiyê xwe re dibê: Guh bidine min, ez ê ji we re tiştekî bibêjim; min guh neda mal û milkê dinyaligê, ji ber wê yekê em feqîr in. Lê min ji we re navekî hîştiye, ew defina we ye lawo. Ez bawer dikim, heta ku dunya ava be, navê min bê gotin. Berhemên min mînanî zêr in, hezar salî jî di binê erdê de bimînin, ew zeng nagrin, narizin. Piştî wexta tu were  kilamên min bêne jibîr kirin, lê du kilamên min yên emegdar henin, ez naxwazim ku ew jibîr bin. Kilama Dêrsim û ya Xozanê. Ez ê ji we re van kilamana rêz bi rêz bêjim, hûn jî li pey min bêjin, wana jiber kin.
Evdal bi destekî xwe ve destê kurê xwe, bi destê din ve jî destê nebiyê xwe digre, dest pê dike hêdî hêdî distirê; dibê;

Dilêm lo lo, dilêm lo lo, dilêm lo lo...
Dilêm lo lo Dêrsim e lo xweş Dêrsim e
Avên çeman û kaniya tê ser me de girme gum û zime zim e
Ez ê li Dêsima jêrîn rastî sê zerya hatime
...

Evdal kilama Dêrsim rêz bi rêz kelîme bi kelîme ji wana re dibêje, bi wana dide jiberkirin û disekine. Hinekî bihna xwe hildide, paşê dest bi kilama Xozanê dike:

Were wey Xozanê lê lê, lê lê, lê lê li ber topê ye
Vê kalmastê birano ji bextê mi re li ber topê ye
Heyla di binyê de zare-zara pezkûviyê ye
Ax dilêm yar yar, dilêm yar yar
De dilêm yar yar, dilêm siyaro

Heyla di binyê de zarezara pezkûviyê ye
Herçî gava hûn ê pirsa Qeymezê Êzdî ji mi dikin
De îro sê ro û sê şev e li Xozana xopan bê xweyî ser kaniyê ye.

Ax dilê yar yar, dilêm yar yar
De dilêm yar yar, dilêm siyaro

Evdal wê kilamê jî yek bi yek ji kurê xwe û nebiyê xwe re dibêje, bi wan dide jiberkirin, paşê dengê xwe dibire, serê wî dikeve ser balgiyê û can dide.”

Heyama Evdalê Zeynikê yê evîndarê jiyanê, bi sedan kilam û çîrok û meselên  evîndarî  civakî û dîrokî ve tijî ye. Dîsa ew  bi lecên(lec; pêşbaziya dengbêjan)  bi dengbêjên wek Şêx silê, Gula File re jî nav û dengê xwe li seranserê Kurdistanê dide bihîstin.


Heyama Evdalê Zeynikê yê  reben û bendewarê mirinê

Evdal di ciwaniya xwe de guh nade hebûna dunê. Bi ya kurê neviyê wî Beşer Berke, Surmelî Memed Paşa gundekî Êlaşgirê yê bi navê  Bêdir  dide wî, lê dilê Evdal bi gundiyan dişewite,  di şûna gund de ji wan parçekî erd tenê (axpînek) dixwaze, ew jî didinê. Ew wan çaxan debara malbata xwe bi heqê dengbêjiya xwe ya li dîwana paşa kiriye  tu mihûzî nedîtiye. Heta dawiya şerê Xozanê Evdal ji xizaniyê tu gilî û gazinan nake.   Piştî şer û bidawî bûna desthilatdariya malbata Zor Surmelî Memed Paşa ew, digel daxwaziyên gelek axa û began, dil nake bibe dengbêjê  dîwanên wan û dixwaze degbêjiya xwe bi serê xwe bike. Di ber re cotberî û sewalvanî jî dike. Bi qasî ku ji kilamên wî tê derxistin piştî mirina Surmelî Memed Paşa di nava gel de wek berê qedrê wî jî nayê girtin. Evdal ji vê yekê pir diêşê û kilama “ Heyla Wayê” davêje ser xwe:  

Heyla Wayê

Temo lawo îro dilê mi şewitî, li halê mi girya
Lo lawo hela bala xwe bidê ronî ji ber çavê min birya
Wextê ku ez bi Surmelî Memed Paşa ra çûme Xozanê
Bira Rebbê Alemê emanetê xwe ji min bistanda
Gava ku koka egîtan û efrûta li me qelya
Bavê te di dawiya emrê xwe da mîna peza gura girtî
Ji refê xwe qetya û maye li dû birra û kerya
Heyla wayê heyla wayê
Heyla wayê way dunyayê...
Lawo bavê te mîna qulingê nîsanê
ji halê xwe re digo û diqîriya
Çiqas rêwiyê ku li serê rêya hebûn, dema
ku cav bi halê min ketin,
Temama rêya xwe hîşt, li mi vegeriya
Digotin apo, gotinên te ne gotinên însanê vê dewrê ye
Hey malmîratno, ne te agir berda cîgera me heliya...
Lawo min dîsa mînanî berê qesta nava cimetê kir.
Lawên nekesa rabûne ser xwe, gotin apo ciyê te ew nîne.
Ez şûnda vegerîm, li hewliya poxana
sekinîm ser darê piya...

Heyla wayê, heyla wayê
Heyla wayê, hey dunyayê...

Temo lawo, derdê min besî min nîne berxo
nizanim îro te ji min xêr e
Lawo îro girrek bi lingê min ketiye hetanî
tepa serê min dihêreHeyla lawo mizgîniya min li te be,
Min berhemek usa li dinyayê hîştiye,
Heta roja qîyametê li erdê bimîne,
Ew tu carî xirab nabe, mîna zêr e...
Lawo, tirsa mi tune ji mirinê, ezê bimirim,
Piştî min ra tu were herkes rabe dewa dengbêjiyê, şairiyê bike
Wê bêjin xelk li gotin û meqama napirse,
Herkesê meydanê bide hespa xwe û li hesabê xwe binêre...

Heyla wayê, heyla wayê
Heyla wayê, hey dunyayê...

Heyla wayê, heyla wayê...
Bira qeda bê li herçar rojê vê dunyayê
Kes pê bawer nebe, emrê çûyî berxê êdî şûnda nayê
Ezê ricakî ji Rebê Alemê bikim,
Belkî Xudê li ser emanê emanetê xwe ji mi bistîne,
Êdî ez nekevim ber destê axlerê û vê reayayê

Lawo ez bi şevê û rojê ewqas diqîrim,
Tu kes dengê min seh nake, mîna bilûra li ber guhê gayê...

Heyla wayê, heyla wayê
Heyla wayê, heyla wayê... (6)


Ji alîkî din ve temenê Evdal êdî gihîştiye 50-60 salan; dengê wî êdî wek wexta xortaniyê gur û zelal dernakeve. li ser vê mijarê, Evla Begê Sileman Begê ku ew bi çavên serê xwe Evdal dîtiye, bûyerek weha radigihîne Ahmet Aras:
“ Ez wê çaxê 16-17 salî bûm. Ez û Evdal em li hespên xwe siyar bûn çûne gundekî. Dema ku hatina Evdal bihîstin, di firte- eynek de şêniyê gund hat tijî qonaxa me bû. Herkesî ew mereq dikir û dixwast ku dengê wî bibihîze. Gundî pê de ketin boy ku ew ji wan re bistirê. Dengê wî rdî zêde dernediket. Evdal got: Dengê min dernayê, ez nikarim bistirêm.
Gundî pir pê de ketin, lava kirinê gotin; çi dibe, hema bi hemdê xwe, nerme-nerme ji me re hinekî bêje. Evdal dest pê kir, nermenerm sitra. Paşê xwe negirt hate eşqê, dengê xwe ku hilda û kire qûrîn, nefesa wî pêk neanî û dengê wî di qirikê de xitimî. Li ser wê, Evdal rûnişt mînanî zareke piçûk kûr kûr giriya....” (7)

Kalî ne bes e, koraniya reş û tarî jî xwe dide ser û rewşa kambax û dara pişta Evdalê Zeynikê ji binî ve  dişikê:
...
Evdal koranî lê, lê, lê
ax lê, lê, ne tu çek e,
belkî rebê alemê, milê mêrikê misilman,
cimaeta hazir, lê, lê têra neke.
Xelkê wunda kiriye
mal temelê dinê û dinyalikê
ga, pez, û kotan, cot û çêlek e,
Evdalê lawê Zeynikê,
piştî heftê heştê salî da,
wunda kiriye cotek çavê reş belek e,
dilêm yar yar, dilêm yar yar. (8)
...   


 Bi qewlê wî êdî “eborî nabe”. Birek zarokên hûr, Temo yê sêwî, qulungê baskşikestî, Eyşoya pitpitok... Evdalê dilbikul û bêçare, piştî heftê- heştê  saliya xwe wê bi rê û dirban bikeve, gund bi gund bigere;  bo recûyê wê xwe bavêje ocaxa axa û malmezinên Kurdistanê.

....
Xwedêyo, te çima li min uha kir?
Gava emrê min sêzde çarde bû,
te çima dilê min li dinya derewîn şakir,
te emrê min derbasî heftê kir,
kor bûn li min peyda kir,
ez şîva şerpeze, li pey heval û hogira,
li dinyayê stûxar kir.
Eborî nabe, lawo ez nizanim wê îro pêve,
axiriya însanê kal û kor wê çawa be?
Eman, eman, eman, eman,
ax eman, eman, eman, way koraniyê.
Way koraniyê, way koraniyê,
lawo mirin çêtir e
ji halê vê feqîriyê.

Loo, looo mîrooo,
Rabe vê sêbêngê min dizanî,
pêşiya bavê te her sê,
lê, lêê mehê zivistan e,
felek xayîn e, dinya ye,
min ji te re nego, tu caran,
tim cara çira kesî heta sibê naşuxulîne,
de tu rabe destê bavê xwe bigire,
ser axayên welatê Serhedê bigerîne. (9)
...



Me li jor jî gotibû, piştî mirina Surmelî Memed Paşa û bidawîbûna desthilatdariya malbata wî êdî Evdal bêxwedî ye. Di serî de bo debara malbata xwe di gundê Qanciya de ( li ser Qereyaziya Erziromê ye) digel dengbêjiyê rênçberî û sewlavaniyê dike. Bi gotina kurê neviyê wî yê bi navê Beşer Berke, Evdal ji vî gundî jî bar dike diçe Dedewêrana Xinûsê; du salan jî li wir dimîne lê, “ji ehlê wê kêşê aciz dibe” careke din  mala xwe tîne Qanciya.

Evdalê kalê korê ketî yê ji destê xizaniyê belengaz, ji gilî û gazinên Eyşoya kevaniya malê tengezar, tûrê xwe bi milê xwe ve dike, bi qewlê dengbêj û çîrokbêjan heta mirina Temo bi destê Temo digire; piştî mirina wî kurê xwe yê Mihê dide cem xwe; gund bi gund, qonax bi qonax  li recûyê digere.

Recû ne pars e; di çanda Kurda de kevneşopiyeke  civakî ya piştevaniyê ye. Kesê ku bi ser de qeza û bela hatî, wek mînak agir bi mal û axûr û merek ketî, bi  zilm û zordariya neyaran ji gundê xwe revî, an di can û beden de nexweşiyek bêderman derketî, di nav êl û eşîr û nas û dostan de digere; ê ku hatiye serî rasterast vedibêje,  pere dibe, sewal dibe, xurek dibe alîkarî berhev dike. Recû wek parsê ne pîşe ye û heta dawiya dawîn berdewam nake. Bi başbûna rewşa aboriyê recûkar dev ji vî karî berdide.

Nîqaşên li ser bexşîşên giregirên malmezinên Kurdistanê     

Gelo kê û kî çiqas bexşîş daye bavê Temo, dengbêjê Zor Surmelî Memed Paşa, siwarê Gogerçîn û pê rûmeta xwe bilind kiriye; kê û kî çikûsî kiriye û di nav êl û eşîran de rûyê xwe û yê êl û eşîra xwe reş kiriye?
Bersîva van pirsan kes nikare bi awakî qethî bide;  lê rastiyek rût û repal tenê heye; Evdal çawa ku di lecên dengbêjiya dîwanan de zora tevahiya dengbêjên qirna xwe biribe û nav û dengê xwe heta roja îro anîbe, di recûyê de jî hemî axa û beg û torinên eşîrên Kurdistanê kiriye ber qayişê:


Ev pêşbazî  ji binve, bi navgîniya dengbêjên Kurdistanê  ev sed sal e berdawam e. Endamên Eşîran îro jî li ser bexşîşên ku mezinên wan pêşkêşî  Evdal kirine bihev nakin, car heye bi hev re pevdiçin; dilên hevûdu dihêlin. Gelek caran  bexşîşa pêşiyên xwe mezin, ya yê din biçûktir dikin. Kêm- zêde kî çi dabe ji kîsê xwe daye çûye. Di dawiya dawîn de ê ku nav û dengê xwe belav dike, ji vê bazarê para mezin distîne dîsa Evdalê Zeynikê bi xwe ye.

Bexşîşa ku malmezinan dane Evdal ji van tiştan pêktê: Zêrê hemîdî, wereqe( banqinot), mecîdî, ga, xoy, bulxur( savar).


Evdal di serî de dil dike bo xwestina alîkariyê biçe cem çend malmezinan tenê. Lê gava dibîne ku êdî wek berê qedr û qîmeta wî nayê zanîn, merivek wek Surmelî Memed Paşa destvekirî û xwedanxêr nayê dîtin, dest bi gera gundên xwedî axa û begên giran in dike.

Di vê nivîsê de em ê li ser nîqaşên derbarê recûya Evdal de rawestin; balê bikişînin ser dubendî û nakokiyan.

Êlbaşî çima veguheriye bûye bînbaşî?
Dora pêşîn em ê ji Gundê “Êlbaşî”yê destpê bikin.

Êlbaşî ya di nav gelê Kurd de de wek gund tê pejirandin, lê di qeyd û qûydên TC yên   fermî de  mezra ye û bi gundê “Çatax”a Tatosê ve girêdayî ye. Şêniyên vî gundî ji  bera Xortiyan a eşîra Zirikan e.  Beriya maciriya 1916’an mezinê gund Hecî Halo ye. Di gerên Evdal de navê vî gundî û Hecî Halo pir debas dibe. Bi ya min, sedema vê yekê ji timatiya  wî kesî bêhtir di kîteya “ –başî” ya di navê “Êlbaşî”yê de veşartî ye. Bi gotina mezinên gundên derûdorê û bi qewlê dengbêj û lêkolîner Zûlkûfê Qado Evdal bi kurê xwe yê Mihê re tê Êlbaşiyê û li vir jî bi kêfxweşî tê pêşwazîkirin. Ew bi xwe di kilama xwe ya li ser vê gerê  de tu lomeyan ji giregir û ji gundiyan nake; serde malavayiyê dide xwediyê qonaxa ku lê mêvandarî kiriye:


Mihê lawo bavê te çûye Êlbaşiyê wê bire ye
Temamên Xortiyan
li min civiyane kilaman dibême
Dengê min ketiye  Tirba Bozbegê xwe daye şehîdê nalet lê ye
Hecî Holo Baxşîşa bavê Temo, suwarê Gogerçîn, dengbêjê Surmelî Memed Paşa daye du wereqe, katolîkî xo ye.

Mihê lawo kalanî koranî ne tu çek e
Xwedê milê mêrê camêr pêde neke
Mihê lawo xizanî ji mêrên camêr re milşikandin û şek e
Xaliqê alemê amanetê xwe ji bavê te bistîne,
li dinyayê rezîl meke. (10)
        
Kîteya “-başî” ya di “Êlbaşî” yê de,  bi salan di devê gel de digere, diguhere, veduguhere dibe “ bînbaşî”. Ez dibêm, polîtîkayên înkar û îmhayê yên dewleta Tirk – ku ew bi gelemperî bi rê û rêbazên leşkerî, bi destê fermandaran tê meşandin-  rik û nefretê dike dilê gelê Kurd, ev yek jî  di kilamê de dibe sedema veguherîneke bi vî rengî. Di kilama jêrîn de Evdal diçe mala paşakî û bînbaşikî. Wan çaxan, karbidestên payebilindên dewletê û serokeşîrên xwedî Alayên Hemîdî wek paşa tên binavkirin (Kor Huseyîn Paşa, Xalit Paşa, Şerif Paşa, Surmeli Memed Paşa Hwd.) lewma jî çûyîna wî ya mala paşakî ne dûrî aqilan e; lê ev bînbaşî ji ku derdikeve?


“Evdalê Zeynikê Babi Temo
...
Evdalê Zeynikê babî Temo, siyarê Gogerçînê,
Ketiye ser rêka vê kaniyê, sê zerî jêla hatine,
zeriya pêşîn hat buhurî, qe deng nekir,
zeriya ortê go: “ xayê porkurê, nasnakim, nizanim,
vî kalî kîjane, korî ketiye ser rêka vê kaniyê,
rabûye malê malmezinan,
ji xwe re digere van recûyê.”

Evdal go:
Temo bigir destê min
bavê derê dîwana paşê.
Lawê paşê derketiye derva,
çûye aliyê malê, gotiye dayê!
Kalek hatiye derê dîwanê rûniştiye,
vî kalî nizanim kîjane?
Jina paşê derketiye derê dîwanê,
ji kurê xwe re gotiye:
“Evdalê Zeynikê ye,
babê Temo, sîyarê Gogerçîn e.
Rabûye malê malmezina,
ji xwe re digere recûyê.”
Lawê pîrê jê re recû dayê,
bîst çar mecîdiyê spî ye.
Temo lawo, Xwedê risqê  vî malî zêde bike.

Temo lawo, bigir destê min babê,
bive birca jêrîn, derê dîwana bînbaşî.
Lawê bînbaşî derketiye derê malê,
vegeriya aliyê malê,
go: “Dayê kalekî koranî derê dîwanê ye,
nizanim vî kalî kîjan e?”

Jina bînbaşî derketiye derê malê,
gotiye: “Lawo Evdalê Zeynikê ye,
babê Temo, siyarê Gogerçînê ye,
rabûye ji malê malmezina,
ji xwe ra digere, ji van recûyê.”
Lawê bînbaşî daye
jê ra cotek çarixê çermê ye,
go: Temo lao,
Xwedê risqê vî malî zêde neke,
Xudêo, tu vî malî xirab bikî.” (11)

 Cota çarix ê ku bînbaşî dayê di hin kilaman de dibe baxşîşa Hecî Halo; giregirê Gundê Êlbaşîyê.

Munîr Bînîcî, bi xwe  ji gundê Soylemeza jorîn ê Tatosê, ji eşîra Zirikan, neviyê Qulîxan Begê ye, gera Evdal ya li gundên Tatosê û hatina wî ya gundê kalikê xwe weha radigihîne Ahmet Aras:
“ Evdalê Zeynikê di dawiya emrê xwe de pir feqîr ketiye. Evdal diçe di nav xelkê de digere. Merivên ku xwe zanibûne dîsa mîna berê qedrê wî girtine, lê merivên ku xwe nizanibûne qedrê wî negirtine. Ew hatiye yalê Tekman û Qereyaziyê jî. Ew ku diçe mala axakî yalê me, ew meriv gazî jina xwe dike, dibê: Horê, rabe ji wî mêvanê me yê ezîz ra tasek xuê û hinek bulxur bîne! Jina wî jî çûye ji Evdal re tasek xuê û ferek çarix aniye. Ez navê wî nabêjim, paşê zarên wî yê ber xwe bikevin. Ez navê gundê wî jî nabêjim, lê ew ji eşîra me ye, Zzirkî ye, gund jî li ser Tekmanê ye. Helbet Evdal qebûl nekiriye û deng li kurê xwe kiriye, awha gotiye:

“ Temo lawo deşta Heneş bi çayir û bi ormix e
Qeda bê li dunyayê, li kaliyê, li halê feqîriyê.
Filan axayî bexşêşa bavê te daye tasek xuê, ferek çarix e.”

Munîr Bînîci bi zanetî navê axa nade lê em ji cota çarix têderdixin ku ev bûyer an li Êlbaşiyê an jî li Xîtikê qewimiye.

Bi saloxê Zûlkîfê Qado yê dengbêjê vê herêmê ye, Evdal piştî mirina Temo bi kurê xwe yê Mihê re tê gundên derûdora Tatosê. Dîsa bi ya Zûlkûfê Qado Evdal di pira Kuliyê ya rasta Kagoyê File re derbasî Êlbaşiyê dibe. Li vir li mala Hecî Halo dibe mêvan. Ji Êlbaşiyê, di Tirba Bozbegê re tê Kuliyê; mala Feto. Ji vir tê Xîtikê, mala Mistoyê Temir. Ji wê derê diçe Qizqaniyê, mala Keremê Qolaxasî. Ji wê derê tê Solemeza Qulîxan Begê( Solemeza Jorîn). Ji wir jî tê Solemeza jêrîn, mala Egît Begê. Di nav van axa û began de navê jina tu kesî Horê nîne. Horêyek tenê heye, ew jî diya Mistoyê Temir; axayê gundê Xîtikê ye. Misto jî wek Hecî Holoyê Êlbaşiyê zirkî ye, lê ew ne Xortî, ji milê Siwariyan e. Dîsa bi gotina Zûlkûfê Qado Mistoyê Temir jî qedr û qîmetek mezin daye Evdal. Wek bexşîş jî du wereqe danê ku ev pere, bi ya Zûlkûfê Qado bihayê du çêlekan e. Çarixê ku wî danê  ne ji wan ên erzan, çarixên sipî yên axatiyê ne û wan çaxan pir meqbûl bûne.(12)

 Bi sitrana Zûlkîfê Qado, Evdal hatina xwe ya Xîtikê weha aniye ziman:
...
Mihê lawo hatime Xîtika Eliyê Misto bi kevir e
Heyran Eliyê Misto di nav de pêgermokê digerîne;
Çiqas gir e
Temamên Siwariyan li dora min kom bûne kilama dibêjim ji min re
Ezetek giran kire
Min gava xatirê xwe xwestî baxşîşa bavê Mihê dane
Du wereqe û cotek çarixên axatiyê;
Min danîbû
Kêleka xwe, çavê min nedît, kûçikan bire

Mihê lawo kalanî koranî ne tu çek e
Xwedê milê mêrê camêr pêde neke
Mihê lawo xizanî ji mêrên camêr re milşikandin û şek e
Xwedê amanetê xwe ji bavê te bistîne, li dinyayê rezîl neke...

Me li jor jî gotibû Gundê Êlbaşî ji ber kîteya –başî ya di navê xwe de,  di kesayetiya Evdal de di nav Kurda de bûye sembola timatî û nekesi û dermirovahiyê. Ahmet Aras di pirtûka xwe ya Şairê Kurda yê Efsanewî  Evdalê Zeynikê de bendek kilamekî ji devê Heyder Demir radigihîne xwendevanan. Di wê bendê de Evdal weha dibêje:

“Temo lawo Kullî xweş e Erez li ber e
Eliyê Temo bexşîşa bavê te daye zêrê zer e
Çûme mala Huso, wî daye min kîsek pere
Ji wir rêketim çûme mala ..........Êlbaşiyê
Li ber derî ketibû, killor dabû, mîna kûçikê gewr e
Wî bexşîşa bavê te da ferek çarix, tasek bulxur e.

Me li jor kilama Zûlkûfê Qado ya li ser hatina Evdal a Êlbaşiyê, ya ku ew ji devê dengbêjên beriya xwe girtiye ragihandibû. Naveroka vê kilamê nêzîkî rastiyê ye; ji ber ku  li gorî bîranînên xizmên Evdal, ew  di dawiya temenê xwe de, piştî mirina Temo  li van gundan digere, wê demê ew vê rêwitiya recûyê bi Temo re na, bi Mihê re kiriye. Lê gava mirov bala xwe didê, di kilamên din ên li ser hatina Evdal a van gundan de hêj navê Temo derbas dibe. Zûlkîfê Qado di kilama xwe de serpêhatiya “gera li recûyê” ya Evdal a li gundên derûdora Tatos û Qereyaziyê  weha distirê: 


Mihê lawo hatime kuliyê serbijêr e
Xortiyan û Periyan li min civiyane kilaman dibêjim,
dengê min xwe daye Aşê Mexso, rasta Kuliyê tewra jêr e
Mihê lawo min xatirê xwe dixwestî Mala Feto bexşîşa bavê te dane
beranekî kele kelesorê nêr e

Mihê lawo kalanî koranî ne tu çek e
Xwedê milê mêrê camêr pêde neke
Mihê lawo xizanî ji mêrên camêr re milşikandin û şek e
Xwedê amanetê xwe ji bavê te bistîne, li dinyayê rezîl neke.


Mihê lawo bavê te çûye Êlbaşiyê wê bire ye
Temamên Xortiyan
li min civiyane kilaman dibême
Dengê min ketiye Tirba Bozbegê xwe daye şehîdê nalet lê ye
Hecî Holo Baxşîşa bavê Temo, suwarê Gogerçîn, dengbêjê Surmelî Memed Paşa daye du wereqe, katolîkî xo ye.

Mihê lawo kalanî koranî ne tu çek e
Xwedê milê mêrê camêr pêde neke
Mihê lawo xizanî ji mêrên camêr re milşikandin û şek e
Xaliqê alemê amanetê xwe ji bavê te bistîne,
li dinyayê rezîl meke.


Mihê lawo hatime Xîtika Eliyê Misto bi kevir e
Heyran Eliyê Misto di nav de pêgermokê digerîne;
Çiqas gir e
Temamên Siwariyan li dora min kom bûne kilama dibêjim ji min re
Ezetek giran kire
Min gava xatirê xwe xwestî baxşîşa bavê Mihê dane
Du wereqe û cotek çarixên axatiyê;
Min danîbû
Kêleka xwe, çavê min nedît, kûçikan bire

Mihê lawo kalanî koranî ne tu çek e
Xwedê milê mêrê camêr pêde neke
Mihê lawo xizanî ji mêrên camêr re milşikandin û şek e
Xwedê amanetê xwe ji bavê te bistîne, li dinyayê rezîl neke...


Mihê lawo hatime Qizqaniyê bi kendal e
Keremê Qolaxasî di nav da pêgermokê digerîne galegal e
Temamên Zirikan li dora min kom bûne kilaman dibêjim
Sibê min xatirê xwe dixwestî baxşîşa bavê te dane
Deh zêrên hemîdî, Kerem digot baxşîşa te hindik e
Çi bikim Evdal ne li mal e.

Mihê lawo kalanî koranî ne tu çek e
Xwedê milê mêrê camêr pêde neke
Mihê lawo xizanî ji mêrên camêr re milşikandin û şek e
Xwedê amanetê xwe ji bavê te bistîne, li dinyayê rezîl neke.


Mihê lawo hatime Sulemezê wê bi hez e
Qulîxan Beg di nav de pêgermokê digerîne
wer bi lez e
Temamên Zirikan li min kom bûne kilaman distirêm
dengê min xwe daye rasta Kagoyê File dev erez e
Min xatirê xwe dixwestî baxşîşa bavê Mihê dane
cotek gayên qazaxên sor gevez e

Mihê lawo kalanî koranî ne tu çek e
Xwedê milê mêrê camêr pêde neke
Mihê lawo xizanî ji mêrên camêr re milşikandin û şek e
Xwedê amanetê xwe ji bavê te bistîne, li dinyayê  kepeze neke.


Mihê lawo hatime Sulemeza jêrîn di ber de nik e
Egît di nav de pêgermokê digerîne
mînanî beranê kel ê çar gurçik e
Temamên zirikan li min civiyane
Bavê Temo, sûwarê Gogerçîn, dengbêjê Surmelî Memed Paşa
temaşe û gudari dike
Min xatirê xwe dixwestî
baxşîşa bavê Mihê dane panzdeh zêrên Hemîdî
Egît digo Evdal baxşîşa te hindik e


Mihê lawo kalanî koranî ne tu çek e
Xwedê milê mêrê camêr pêde neke
Mihê lawo xizanî ji mêrên camêr re milşikandin û şek e
Xaliqê alemê amanetê xwe ji bavê te bistîne,
li dinyayê rezîl meke. (10)


Çavkanî:
(1)Ev  kilam bi sitrana Kazoyê Garisa ye / Şairê Kurda yê Efsanewî Ahmet Aras weşanên Deng rûp; 125

(2) Ji kilama “ Wey kaliyê wey koriyê “ bi sitrana Kazoyê Garisa/ Şairê Kurda yê Efsanewî Ahmet Aras weşanên Deng rûp; 131

(3)Ji kilama Evdal û Quling, bi sitrana dengbêj Esedê ji rojhilatê Kurdistanê

(4)Kilama Eyşo rabe Çirê vêxe; bi sitrana Evdirehîmê Milazgirê / Şairê Kurda yê Efsanewî Ahmet Aras weşanên Deng rûp; 135

(5)Beşeke  ji kilama “Dêrsim e Xweş Dêrsim e” ye. Bi sitrana Emerê Zeynikê ( Nebiyê Evdalê Zeynikê)  û Şakirê Bedîh( Şakiro). Şairê Kurda yê Efsanewî  Evdalê Zeynikê Ahmet Aras weşanên Deng rûp; 88

(6)Bi sitrana Resoyê Gopala

(7)Şairê Kurda yê Efsanewî  Evdalê Zeynikê Ahmet Aras weşanên Deng rûp; 164

(8)Evdalê Zeynikê Hîmdarê mekteba stranên Serhedê/ Ehmed Cengî Çamlibel, Weşanên Deng, rûp;130, 131

(9) Ji kilama Evdal û Temo/ Evdalê Zeynikê Hîmdarê mekteba stranên Serhedê/ Ehmed Cengîz Çamlibel, Weşanên Deng, rûp;80,81

(10)Bi sitrana Zûlkûfê Qado; hevpeyvîn 29-30  Tîrmeh 2011 Goma Qilî,Tatos.

(11)Zargotina Kurda, Ordîxanê Celîl, Celîlê Celîl cîlt II  rûp. 99-100

(12) di 5 ‘ê îlona 2011’an de heypeyvîn bi Îbrahîm Korkmaz re; neviyê Nadoyê Temir ê birayê Mistoyê Temir, li navçeya Saruhanliya Manisayê dijî,



 
  









5.02.2012

Tehdîtkirina Kemal Burkay û Brahîmê Guçlî...

Tehdîtkirina Kemal Burkay û  Brahîmê Guçlî...

Xwedê aqil û pêşbînî  bike para hin kesan û hevza mirovan ji wan bike!.  Ew mîzan û muwazeneya xwe ewqas wenda kirine ku êdî  nikarin tehdît û rexneyan ji hev veqetînin. Heke  kes û kesayetiyek, di ser re li vê hewldana wan a sosret a bi navê "kampanyaya tomarkirina îmzeyan "  binêre dibêje qey PKKyê fermana  Kemal Burkay û Brahîmê Guçlî daye, bo kuştina  wan "tîmek bi çek û fîşek"  birê kiriye! Rehmet li bav û kalên we; hûn çima bi me rebenan jî  nadin zanîn; ka kî û kê van camêran kengî, çawa, li ku, bi çi tehdît kiriye?

Ez jî rasterast dibêjim; gelê kurd  di van rojên dijwar de êrişên van du kesan , hevkariya wan a bi bi desthilatdar û serdest û dagirkeran  re ti car jibîr nake û berjewendîparêzî û firsendperestiya  wan a ku "dişibe ya qertelên ser berateyan" di dilê wan de dihêle. Ez li ser navê xwe dibêjim; min çend caran rexneyên tûj li Brahîmê Guçlî kiribû lê,  Kemal  Burkay wek siyasetmedarek  Kurd ê baqil, dijberek PKK’yê dihesiband û ji dijberiya wî re rêz digirt, wek pirrengîniyek didît lê, piştî hatina wî û seyrû seferên wî  yên li kanalên dijminên sondxwarî  yên Kurda dilê min jê geriya! Ez êdî jê îkreh dikim! Ez êdî wî wek siyasetmedarekî Kurd  ê  xwedî fikr û raman û nêrînên cuda  na, wek NEO-AKPyîyek, wek hevkarekî desthilatdariya Tirk ê bi bingehkî Kurd (Kurd kökenlî) dihesibînim.  Bi dîtina wî, Şerîf Firatê Gimgimî, Diyap Axayê Dêrsimî têne bîra min...
Hela li vê ecêbê li vê gosirmetê: Camêr xwedêgiravî  serokê tevgerek Kurd û Kurdistanî ye,
piştî sî- çil salan vedigere welatê xwe,
derdikeve pêşberê raya giştî,
di şûna qêrîna neheqiyên ku li gelê wî tên kirin,
di şûna daxwaziyên neteweyî ,
di şûna bilêvkirina qira zimanî û çandî,
sibe êvar qanal bi qanal digere; partî û tevgera herî mezin a gelê xwe, serok û rêberê herî bi nav û deng ê gelê xwe reş dike, muxbîriya wan dike!
 Ew, XWE, Bİ BÎRDOZIYA XWE NA,
 XWE WEK TEKOŞEREK  DIJBERÊ DAGIRKERRIYÊ na
Tenê û tenê bi dijberiya   PKKyê  dide nasîn!  
Ma çend kesên hêj li dû wî diçin  gelo nizanin ku  Kemal Bûrkayê ku niha firsenda xwe dîtiye ( di rastiyê de nedît, danê) û  çi tê ber devan dibêje, çend sal beriya dîlgirtina Birêz Ocalan bi wî re peymaneke hevkariyê mor kiribû...
Tevahiya  çavdêrên vi pêvajoyê baş pê dizanin ku çend meh  piştî vê peymanê ev camêr ,  têkoşîna dijwar a bi dagirkeran re nadabû ber çavan, niqir sist kiribû, tiştên hûrik kiribû mane û  vê peymanê binpê kiribû û xwe dabû helbestên pisîk û qaz û qulingan... 
Ma kes çima nake bîra wan, ew camêr bi xwe jî,  piştî  PKK’yê,  yekîneyek çekdarî saz kiribû lê, jiber ku bingeh û  kesayetiya wan dest neda nekarîn , ji wan nehat,  ku şerê çekdarî birêve bibin...

Xwedêyo, te xizanî belengaziya me ji ya niha jî zêdetir bikira lê,  di dêvlê de parîkî din aqil û feraset û dilşewatî bida me Kurda nedibû?  
                                      Mamoste Marûf

21.01.2012

Kerşeytanî

Dewleta Tirk a ev neh sal e di bin nîrê AKP’yê de ye, dike gelê Kurd jî daxîne ser çokan û wî  jî wek gelen din ên vê erdnîgariyê  bavêje “muzeya gelên kuştî” ya wek  “Asya’ya Biçûk” binavkirî...  Ez di vê nivîsê de dixwazim  îhtimala serkeftina vê projeyê heye- tune deynim ber we xwendevanan.
Dora pêşîn di cih de ye ku mirov pêvajoya ku ev sih sal e gele Kurd tê re derbas dibe  bibîr bîne. Tevahiya pisporên ji serpêhatiyên gelen cihanê hayîdar,  bi yek dengî destnîşan dikin ku Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê, di asta herî bilind a netewbûnê de ne. Di dîroka mirovahiyê de, heta niha  ji gelan - ên beriya Şoreşa Fransî  Ji  kom û komikan, ji êl û eşîran pêkhatî û piştî şoreşê xwe wek netew binavkirî-  qe yek ji netewbûnê paşve gav navêtiye nehatiye ser statûya xwe ya berê. Ev yek di serî de mexsed û mirazê dewleta Tirk yê bingehîn – ku ev yek bişavtin û tirkkirina kurda ye- di çavan de dihêle.
 Dewleta Tirk ev sed sal e  bo “xwarina serê Kurda” rê û rêbazên xêvokî (evdalokî) yên bi “konektiya kerşeytanî honandî” dimeşîne. ( Kerşeytan; di zargotina Kurda de  ew ker e ku xwe wek şeytan baqil û zana dihesibîne lê, her cara ku kar û fêleke dike  bi xwe dixape).  Rejîma Kemalîst a xwedêgiravî laîk, li Kurdistanê, rasterast di dema desthilatdarî û serweriya qethî ya mele û şêx û meşayîxan de  kir Kurdên bi gelemperî ji Kurdayetiyê bêhay lê, şagirtên jidil ên  Qurana pîroz û canfedayên Umeta Mihemed,  bi polîtîkayên xwe yên sekûler ên bê ol û bê bawerî, bê Xweda û bê pêxembe veguherîne bike ji wan tirkên eşheda xwe bi “şeş tîrên Kemalîzmê” anî…  

îcar dor dora rejîma Tayibo-fetulaîst e... Ev her du guhsist jî dikin, “kurdên êdî bûne Kurd, Kurdên pêvajoya netewbûnê qedandî û ji zûde li dû  xwe hîşti, Kurdên bi bîrdoziya şoreşgeriyê gihîştî, Kurdên  ji qeyd û lale û zencîra koletiyê filitî “  bi Îslamiyeteke qelp, bi umetparêziyeke  hundir bi jehra  tirkperestiyê tijîkirî, ji derve ve bi “keska Îslamî xweş neqişandî”  bixapîne û wan vegerîne  dewr û dewrana bêyom a sed-sed û pênce sal berê  û kevirê aşê bêav ê  “xûnkar Evdilhemît”ê xwe carek din  li ser serê wan bigerîne.

Bê şik, ev proje jî wek ya Mustafa Kemal Paşayê wan pûç e, der rastiya dem û dîrokê ye.
Rejîma Tayîbo-Fetulaist ev neh sal e bi rê û rêbazên cûrbecûr xwest  bîrdoziya kevnare ya Evdilhemîdê Xûnkar di nav gelê Kurd de serdest bike û bi vî awayî dawî li serhildana herî mezin a netewa Kurd bîne, statûya klasîk a bêyom – ew, di rastiya xwe de bêsitatûtî ye - carek din lê ferz bike  lê,   hesbê wan jî wek yê Kemalîstan neçû-naçe serî. Ev desthilatdariya nû vê carê jî dixwaze li serok û siyasetmedarên Gelê Kurd zilm û zordarî, pest û pêkûtiyên kesnedîtî  bike, wan bavêje zîndanan,  azadiya wan ji deste wan bistîne, çend kurdên dewşirme yên canbazên siyasetê bike şuna wan,  di nav vê mij û dûmanê de bi lez û bez  zagoneke bingehîn a bi dilê  xwe çêbike, pê çend tiştên hûrik bavêje ber kurda, dengê wan bibire û bi xwe jî bigihîje ber mirazan, wan jî bihêle li ber diwaran...
Rejîma Tayîbo-Fetulaist di vî hesabî de; di projeya tunekirina siyasetmedar û kadroyên Gelê Kurd de piştî İttîhadî û Kemalîstan şaşitiya duyemîn a dîrokî dike. Şaşitiya wan a sereke  ev e ku; rejîma îro jî wek ya beriya xwe  bi  Kêmasiya konjonkturel  a Kurda dixape, ji wê cesaretê distîne. Ev kêmasî çiye em hinek li ser rawestin:  
 Gelê Kurd, wek hemî gelên bextreş ên Rojhilata Navîn,  ne xwedî çîneke bujûvaziyê ye; ne xwedî çîneke neteweyî ya sermayedaran e. Di ser de jî bi sedan salan e bê dewlet e. Çend karsazên Kurd ên xwedî kapîtal jî, an ji ber astengiyên dewletê, an ji “ber nijadperestî û cudakeri ya  dîsa bi destê desthilatdaran di nav Gelê Tirk de bi salan e tê gurkirin”  nikarin, newêrin helwesteke neteweyî nîşan bidin û tevlî têkoşîna gelê xwe bibin; rasterast zarokên gelê xwe yên xwedî hişmendî, xwedî dîplom ên jîr û jêhatî îstîhdam bikin. Bi sed hezaran  Ciwanên Kurda,  yên welatparêz, ên di dibistan û zanîngehan de bi têra xwe gihîştî jî di nav de, bo debara xwe an di karên fermî de  an jî di sektora taybet de dixebitin.  Ew jî wek karsazan, ji ber polîtîkayên cudaker ên dewletê dibe, ji ber nenaskirina wê ya nasname  û kesayetiya azad a Kurda dibe, ji ber nijadperestiya tund a di nav gelê Tirk de dibe,  gelek caran fikr û ramanên xwe yên siyasî vedişêrin, nadin der û dikevin dilqê wan mirovên nepolîtîk.  Desthilatdar hêj tênegihîştine ku ev girse heta dibêjî  dînamîk e; ji nijadperestî û ji şovenîzma serdest çiqas hayîdar be ewqas jî bêzar e; ji bav û kalan jî, ji siyasetmedarên Kurda yên ji nifşa beriya xwe yên dor bi dor tên zîndankirin jî radîkaltir e. Çawa ku me gava din got,  niha, bo debara xwe û ya malbata xwe li ser kar e. Ev nifş hêdî hêdî teqawit dibe û bi awakî çalak tevlî kadroyên siyaseta Kurd dibe.
Bi zêdebûna hêviya aşitî û çareseriyê, di van salên dawîn de, bi sed hezaran civanên Kurda, yên pir û pir hestiyar û  polîtîk,  di şûna beşdariya nav refên şervanan û çûyîna Ewropayê de, çi li welêt çi li metropolên Tirkiyeyê dibe serê xwe kirine ber xwe,  ji xwe re dixebitin.  Lê, ew dest li ser kezeban, bi hêrs û tatêleke bêhempa  li vê pêvajoyê temaşe dikin. Heger rejîma Tayîbo-Fetulaîst dawî li vê polîtîkaya xwe ya kerşeytanî neyne, ditirsim   ew  li benda teqawîtbûnê jî nemînin...
                                                                                    Mamoste Marûf              
   

2.01.2012

Sersaxiya Fetula


Xwedê yekcaran hin mirovan şaş dike, zimanê di devan de li hev dipiçikîne; bi zorî  rastiyan pê dide gotin.

Di rojnameyên îro de ( 1.1.2012) peyama sersaxiyê ya Fethulla ya bo rehmetiyên  Roboskiyê hatiye weşandin. Fetula tê de gotiye: “ ... ez sersaxiya gundêyên Roboskiyê yên welatparêz dixwazim; ew qehremanên wext bubû wek qoricî bi leşkerên me re li dijî terorê  şer kiribûn...”

Bi van gotinan ew dibêje ew ji me bûn, lewma ez sersaxiyê dixwazim. Fetula li ser navê çend kesên cerdewanî kirine, bo xatirê wan,  gundiyên ku bi bombeyên leşkerên wî hatine kuştin dike şûna mirovan û Xwedê giravî li ber wan dikeve, xemgîniya xwe tîne zimên. Ew di peyama xwe de eşkere dibêje : “Heke hûn xulamtî û cerdewanî û leşkeriya me bikin em ê bihêlin hûn bijîn. Kurdên ku em nas dikin û  layiqî jiyanê dibînin, bi tenê  ew kesên hevkariya me dikin û bi leşkerên me re dibin yek û zarokên xwe  dikujin in”

Hemî ol û baweriyên  li ser rûyê Cihanê  xûya dikin riya aşitiyê, hevkariyê didin ber mirovan. Şêx dibe, mele dibe, pîr dibe, keşîş û kêşe dibe, xaxam dibe qe yek wek siyasetmedaran hesabê desthilatdariyê nake; wek leşkeran stratejiya kuştina mirovan, rûxandin û wêran û wêrtaskirina çol û çiyayan, deşt û baniyan destnîşan nake. Nifiran li kesî nake. Kesên kim û şaşik û serpoş li serî bin mirovên rûhanî ne. Xeynî debara xwe û ya zarok û zêçên xwe ti car tevlî karên aborî nabin. Ew têkilî leşker û leşkeriyê nabin. Bi çi mabestî dibe bila bibe, wek rêgez û prensîp li dijî kuştina mirovan bend û çeper girêdidin.  Ew merivên giran ên helîm û selîm in;  bi dilşewatî, bi hestiyarî, bi rûkenî nêzîkî mirovan dibin; ferman û peyamên Xwedayê jorîn radighînin mirovan. Ew dikin barê giran ê ku jiyan bi xwe daye ser milên mirovan siviktir bikin, li dijî “jiyana dawî bi mirin” hêz û berxwedanê bikin dilên bawermendan.

Lê gava mirov li vî merivê bi navê Fetula dinêre tirs û xof û saw dikeve dilê mirov. Di rû û rûçik û çavan de ti şopeke kêfxweşiyê, serfiraziyê, mirovheziyê xûya nake. Ecêba mezin ev e ku pê guhê meriv dirêj dibe:Ew di şiklê mirovan de ye lê, nakene! Nikare, nizane bikene! Ken taybetmendiya herî mezin e ku mirovan ji lawiran vediqetîne.  

Bala xwe bidin rewşa derûniya wî; ew bi tenê ji ber tiştên ku bi xwe nake, bi xwe nikare bike, tê de tune ye ku bike digirî:
Ew bi fedakarî û dilsaxî û dilpaxişî û xêrxwaziya sehabe û ewliyayên berê digirî.
Ew bi îbadetên dilsoz û dilşewat yên sehabî û weliyên berê digirî.
Ew bi lehengên berê yên di şer de bi dijminên xwe re jî  bêbextî nedikirin digirî... 

Ji aliyê kar û şixulan ve jî  kes nikare wî bike nav çîn û civak û kom û komikeke ji mirovan pêkhatî:
Heke ew alimekî dînî bûya, gere riya Xwedê tenê bida ber mirovan.
Ew siyasetmedar bûya, gere xwedî partî û saziyek, xwedî bîrdoziyeke aşkere bûya.
Ew karsaz bûya gere xwedî şîrket û tabelayek li ber çavan bûya.

Ew leşker bûya gere xwedî ûnîforma û stêrkên zêrîn bûya.

Ew sivîl bûya gere tevlî karên leşkerî nebûya.

 Tu dibêjî qey ew ne mirov e “mexlûqek fezayî” ye û dixwaze şêweya jiyana gerestêrkeke din bide ber mirovan. 

Çi dibe bila bibe, kî û kê  Fetula dide ser seran û ser çavan  bila bide. Ew bo me Kurda êdî ne merivekî destşûştî, lingşûştî, li ser postê nimêjê rûniştî ye. Ew Mûglali ye, ew Yeşîl e, ew Velî Küçük e, Mehmet Agar e,  ew General Raşît Dostum e.
                                     Mamoste Marûf

25.12.2011

Piyaleya Hasîp Kaplan û Mesela Xalê min ê Evdirihîm


Wê rojê Hasîp Kaplanê me di meclîsê de prî qeherî, pirî erinî, hêrsa xwe di serê piyaleyê de da der. Ew roj ez li ber televîzyonê bûm. Bi dîtina rewşa wî, bê hemdê xwe ez çûm 45 sal beriya niha.

Xalê min ê  evdirihîm hebû. Heft  sal e çûye ber rehma Xwedê. Merivek pir oldar, ji dilê xwe sax, heta dibêjî dilşewat ewqas jî ji xwe xweş bû. Çend bîranînên min ên zarokatiyê yên giranbiha hene ew ji xalê min yadîgar mane.

Tê bîra min, her cara ku Xalo bo danûstendinê(alwêrê) diçû Erziromê, dikandarên Tadaş ên rûrrehmanî lê, dil şeytanî ew dixapandin û di dikanên wan de çi malên neqenc, xerabe û xiloxar hebûna bi bihakî giran didan destan û ew dişandin gund. Gava digihîşt malê, bi heweseke mezin eşyayê xwe ji heqîf û çuwalan derdixist û dikir wan nîşanî zarok û kofî û kulfetê xwe bide, biceribîne  ka çi tiştinên qenc kirîne lê...  Gelek caran kêfa Xalo di nîvî de diqurmiçî, mîratino an bi zede û bi qisûr derdiketin, an  dikir nedikir nedişuxulîn. Bi taybetî tiştên wek makîneyên şîr, dafikên mişkan, qirikên lambeyên bigaz, qeşawî, pompeyên jahrîkirinê yên bo spî û kêçan; ew  makîneyên ku mirov bi bikaranînê ve ji zede û qisûrên wan fêm dikir, bi gelemperî xerabe derdiketin.

Wan salan, bavê min ê qaçaxê leşkeriyê, girtibûn û bi zorî biribûn leşkeriyê. Bi çûyîna wî re, leşkerên Tirka (mufreze) xêniyê me yê tek ê li diharê gund bi tena serê xwe disekinî, li me herimand. Li aliyê me, çend mehkumên ji destê dewletê reviyabûn û xwe dabûn çiyê hebûn. Ew, carek birçî mabûn û  li me qesidîbûn.Fesala xwe dîtibûn, hatibûn ber deriyê me nan xwestibûn. Dayika min axwedanxêr, bo xatirê Xwedê dilê  wan nehîştibû, çend nan dabû wan. Hin gundiyên me yên fesad û neyar, vê yekê dikirin mane; kêngî qereqol ji wan pirsa fîraran bikira muxbîriya me dikirin, digotin: “Em tev nêzîkî hev in, bi hev dizanin. Mala Kazo  tenê dûrî me ye; ew mal e mehkum û fîraran dihewîne...”  

Her cara ku xebera leşkeran a bêyom a digot “werin vir” digihîşt dayika min, ji bela mêraniyê ê ku diçû qereqolê xalê min bû. Ew, gelek caran bi lêdaneke bed, siûda wî  lê bihata, bi dayîna kemçûreke nekêm xwe ji nav dest û lepên cendirmeyan bi zor xilas dikir, pir û pir bihnteng, bi hêrs lêdixist dihat malê. Bi hatinê re çêr û dijûn û nifir, çi bihata ber devan ji dewleta tirko re, ji leşkerên wê re û ji dayîka min re dida ser hev. Rebeno dît ku em fîrar û mehkuman xwedî bikin jî nekin jî qereqol li ku bibîne bi heman hincetê qîra xwe tê dide, mala me anî ser mala xwe. Em di xênîkî de êdî du mal bûn lê qedera wî ya reş dîsa neguherî.  

Rojek ji rojên payîza dereng, xalê min ê Evdirihîm bo dîtina tevdîra zivistanê  dîsa çûbû Erziromê. Çend roj derbas bubûn nayê bîra min,  bi esirkî vegeriya malê lê, bi çi halî!  Kincên wî qelişî û bi xwîna sor deq deqî, çermê poz û guhê wî yê cih bi cih  herişî, dora her du çavên wî yên bi xelekên soromoro neqişî. Bi bedena wî çi kiribûn min nedît lê, di rûyê wî de çend birînên reş dabûn der. Alîkî simbêlên wî yên fîşt badayî hatibû rûçikandin; çermê lêvê jî pêre gurandî... Pir bi hêrs û xemgîn bû. Dayika min dizîka  di guhê min de got; “ew ji otobosê çawa peya bûye du cendirme  bi milên wî ve girtine û birine...” Bi zanebûna şeş -heft saliya xwe min dawiya hevoka dayê dikaribû baniya : “ wî birine qereqolê û dîsa jê pirsa mala me û fîraran  kirine. Sond û qesem û telaq û Quran pere nekiriye, wî ji rewşa mirovtiyê derxistine û bi halekî din berê wî dane gund...”

Xalojina min bi pirs û nifiran serûguhê wî şûşt, kincên  paxiş lêkir, aliyê simbêlê mayî bi gûzan xweş kur kir, xwarina ku dilê wî her dem dibijîyayî; tûyên hişk û çend hêkan tevlihev di nav rûnê malê de qeland da ber...

Piştî xwarinê parîkî kêfa wî hat cih. Heqîfa xwe anî, gazî me kir. Diya min, xalojina min, brayên min  Tajdîn û Mihemed, kurên wî Mehmereşîd û Xêredîn, keçikên wî Berhîv, Ruqiya û Gulê em tev li dorê rûniştin. Xalo eşyayê ji Erziromê anîbû yeko yeko ji heqîfa xwe derxist. Ji me re tiştinên biçûk lê pir şêrîn anîbû: Benîşt, şekirê sor, şeqşeqok... Tiştên mezin û giranbiha yên ji malê re anîbû di çuwalan de bûn. Êdî tarî ketibû odê. Çend roj bû, qirika lambeyê xirab bubû, mezinê malê dikirin nedikirin fitîl dernediket jor. Me bi ronahiya lawaz û ricifok a çiraya don  îdare dikir. Dora pêşî divêt lambe bihata sazkirin ku eşyayên din çêtir bihatina dîtin.

Xalo lambeya bi dîwar ve  daliqandî anî, da ber xwe; qirika wê bada jê derxist danî alîkî; ji heqîfê pakêtek bi kaxizê rojnameyê pêçayî derxist da dest û hêdîka vekir û jê qirikeke nû ya lambeyê derxist. Bi kêrika xwe parçekî ji fitîla taze ya ji nav kaxiz derketibû birî di qirikê re  kir, dest avêt bişkoka glover a hesinî ya dor bi kêrtik ku bade û fitîlê bide jor...  Niç... na... Nabe... Nebû... Bişkok nagere... Negeriya... Carek din. Du carên din. Te digot qey heft pêlewanan pê girtine nahêlin ew bigere. Çend carên din jî zor dayê. Bişkok  got qirp şikiya û di nav du pêçiyan de ma.

Ew kêfa nîvco ya xalo ya ji ber tû û hêkên qelandî hatibû jî çû. Bi hêrs deng li xalojna min kir:
- Keça Rizo (Rizo navê xezûrê wî bû), ka ji min re çakûç bîne!
Xalojna min dizanibû dê ew ê çi bike... Hêdîka rabû çakûç û parçekî kevir anî, da ber. Xalo qirika lambeyê da ser. Heta Xwedê dabûyê bi zeft bi çakûçê xwe lêxist, lêxist, lêxist... Qirikê pelçiqand,  wek teneke pehn kir, da dest û ji nişkave rabû ser xwe, ji malê derket. Me zarokan jî da dû. Çû, çû, çû, derket serê Girê Hemzo. Ew gir li  serdestê gundê Tirka yê bi navê “Kerem Çawûş” bû. Tenekeya di destan de bi zeft qil kir ber bi gund ve avêt û dûre heta jê hat qîriya û got: “Xayînino, bêwîjdanino, ez  çikê hespê xwe bikim (nizanim) kudera weyo, we girte xwe!”  
Em hatin malê. Dayika min ji min pirsî; xalê te çi kir? Min got, derket serê girê Hemzo qirikê avêt, ji Tirka re jî çêran kir.
Çend roj şûn de hêrsa xalo danîbû ku dayika min wêrî û ji Xalo  vê bipirsê kir:
-Keko, te wê rojê  qirika lambê çima biriye heta Girê Hemzo, aliyê gundê Keroçoşê (gundiyên Kurd vî navî li wî gundî kiribûn)ve avêtiye, çêr û dijûnan li tirkan  kiriye?

Xalo qasekî sekinî, bi peyvên nermik, hêdî hêdî weha lê vegerand:
- Xwîşkê, ma ew leşkerên li me zilmê dikin, ew dikandarên li me neheheqiyê dikin tev ji doxîn û ji pişta wan neketine? Ew qenc bûna, ji me hez bikirana ev yek nedihat serê me.

Belê xalê min wê rojê bi şikandina qirika lambeyê û bi avêtina wê ya ber bi gundekî Tirka ve, sembolîk be jî zilm û zordarî û şovenîzmê protesto kiribû. 50 sal şûnde, wekîlekî kurdan di meclîsê de bi şikênandina piyalekê heman zilm û zordestî û  şovenîzmê li ber çavên wekîlên Tirka protesto kir. Ez bawerim ku hêrs û kerba Hasîp ji ya  Xalê min ê Evdirihîm zêdetir e.
                                                              Mamoste Marûf   

    

15.12.2011

Canbaz

Canbaz hebûn; di dewr û dewrana Osmaniyan de... 
 Hin ji wan  derdiketin ser werîs û benên ji kindir ên  bi qasî Pira Siratê zırav û zirav, bi qasî minareya mizgefta Ûlûcamiyê bilind û bilind li ber çavên wezîr û padîşayan, xwe coş dikirin, xwe liba dikirin, wek meymûnan direqisîn, dimeşiyan, ji jor de  “li ser serê  evdên Xwedê yên şaş û matmayî, ji meraqan dev vekirî, guh belkirî”  rim û şûrên xwe dihejandin; lê çi bikî ku  dem, dema şahiyê bû lewre tunebû fermana jêkirina serî û guhan...

Hin ji wan hebûn ku radipelikîn ser dikê, ji dev agir dipijiqandin notla dêw û zebaniyan; zirav diqetandin li babaegîtan; şikur ji Xwedayê jorîn re ku ev şano û lîstik bû; ji ber wê yekê nedişewitandin zarok û xortan, dar û daristanên çol û çiyan...

Hinekên din jî çavên  bi hezaran kesan di yek carî de  girê didan,  ji cêb û bêrikan, ji berpişt û paşilan derdixistin didizîn destmal û pêşgîr û  kîsikên pere û yên  zêran; êxbala kor, siûda wan a lênehatî destûr ewqas bû; divêt  piştî nîşandana merîfet û huneran, malên diziyê vegerandina li wan guhsist û bêtextik û famkorikan...

Tayfeke canbazan jî hebû, navên Lagarî û Hezarfen  li xwe dikirin; carnan xwe bi bask dikirin, carnan bi zor û pestoya agirê barûdê xwe ji qûle û barûyên bilind davêtin, bi hewa ve diketin difiriyan; gava datanîn erdê, ji benî Ademan re  digotin; “em hevalbendên cin û periyan in, gere hûn ji me bitirsin, bipelikînin.” Lê Xwedê li ayê  qûlên xwe yên saf û nezan mêze dikir ku ew cambaz, hê nasnekiribûn bombeyên kîmyevî yên bi jahrî û wan mîsket û kazanan...

Dîsa canbaz hebûn ku di fêlbaziyê de bê raqîb û bê hempa bûn; hê dema şah û padîşayan de di çavgirêdan û hîpnotîzmayê de çavnas bûn. Bi dua û niviştan devên mirovan girêdidan, ziman li hev dipiçikandin lal dikirin;
guh li wan dixitimandin ew kerr dikirin,
bihata hesabê wan diketin dilqê bijîşkan; “dîn û  harên derpê ji qûn avitî” bi telkînan nerm dikirin vediguherandin berxan; baqilan dîn dikirin derdixistin serê çiyan Lê, bo bindestan heyam xweş heyam bû ku canbaz li Stenbola payîtext nêzî text, bextreş dûrî wan bûn ku nedidîtin zor û zext.  Haya canbazan hêj tunebû ji polîtîkayên kirêtên serdestan, li ber guhên wan ketiba jî, bo şerê pisîkolojîk destê  wan nedigihîşt her deveran; lewre jî bindestan çand û ziman û nasname  parast bi sedan salan...  

Ew canbaz,
bi şano û xwepêşandanên xwe yên carnian bi tirs û xofê honandî,
car caran bi çavtirsandin û bi gefxwarinê barkirî, gelek caran bi hostatî û bi konektiyê xemilandî,
pêwîstî pê hebûya bi qerf û henekan neqişandî,
lê, tim û tim, xwedêgiravî bi “hîkmetê Xwedê” qewimî,  
qaşomaşo bi  “alîkariya melaîke û cinan, bi saya  serê şeytan û pêriyan” diçûn serî,  
guh dirêj dikir li mezin û li piçûkan, carek bikenanda hezar caran tirs û xof dikirin dilan...
***
Du sed sal beriya niha bû; li Rojavayê Cihanê şax vedidan şoreşên gelan; li Fransayê çîprûtan agir berî koşk û serayên desthilatdaran dan. Azadiyên ku ew bidest xistin nîvco bin jî, dîsa têr kir ku  zanist, huner, wêje, bîrdozî û  pîşesazî  bibe malê Ewropiyan. Di heman demê de hûn ê bipirsin; ka çi bû, çi qewimî li paytexta Osmaniyan?  Heft xwezî bi canbazên berê! Qe nebe ew direqisîn li ser werîsan tenê! 


Yên nû daw û deling badan, dora pêşî bûn Jontirk, paşê bûn îtîhatparêz, navên  paşa û wezîrtiyê li xwe danîn; alîkî ve rijandin xwîna gelan, li ser sifreya wan  bi têra xwe xwarin qelî û biryana berxan; ji me bidestan  re hîştin kereng, gûlik û ribêsên serê çiyan.     

***
Di serê sedsala 20’an de, canbaz Kurdên eşîr xapandin, li Kurdistanê ew kirin Başibozux bi wan dan qirkirin Ermenan, li Çanqaleyê ew kirin Memetçîk bi wan dan sekinandin emperyalîstan, li çar aliyên Anatoliyê navê siwarîtiyê li Kurda kirin lê, pêxas û peya ew dan pêşiya yekîneyan;  bi wan dan qewirandin Rûs û Yewnanan; çawa ku biserketin, erd girt piyên wan, li ser xwe qeyd û tapî kirin mêrg û zevî koşk û serayan; di dawiya dawîn de  canbazan em kirin “Kurd Memedên xwe” û wek  nobedar dan  ber dîwaran.

Kurdên  şiyar, ew ên xwe “netew” dihesibandin, têgihîştibûn fen û fût û hîleyên wan, lewma canbazan bi ser serê wan de hilweşandin, rûxandin, şewitandin, wêran û wêrtas  kirin Koçgirî û Xinûs û Amed û Dêrsim û Agirî Sason û  Zîlan.

Canbazan, heman roja damezirandina Komara Tirk,  şer’a Xwedê, ol û bawerî, cin û pêrî dan alîkî, xwediyê xwe yê berê; padîşayê xelîfe yê rûyê zemîn  di rojekê de firotin bi bihayê du quruşan;  bûn ji wan komarparêzên hemdem û nûjen û laîk û sekûleran. Ew werîsên xwe yên berê yên canbaziyê  dan dest, xwe bi Mustafa Kemal ve hişk girêdan. Xwedê giravî kilîta reş li dergah û ocaxên şêx û meşayîxan xistibûn, gel rizgar kiribûn ji paşverûyan lê, kinc û girêdan, rabûn û rûniştin, felsefe û pirensîb û rêgezên wisa  dabûn ber xwe ku kenê hirç û guran dihat bi wan.

Şebqeyên gundiyên Ewropî didan ser seran; bi sikuran ve dikirin papyon û qirawatên arîstokratan; lê,  di ortê de dest davêtin simbêlên xwe yên “fîşt û reş-qeytanî” yên Osmaniyan û wan badidan heta tanga guhan...
Dibûn Ateîst lê, di canbaztiyê de biketina tengasiyê sond dixwarin bi serê şêx û mewlewî û weliyan.
Dibûn Komînîst lê,  ji xwe re şirîk  digirtin komprador û axa û kedxuran.
Dibûn hûmanîst lê, lî Dêsim û li Zîlan bi hestiyê mirovan tijî dikirin şikeft, gelî û newalan...
Car hebû sêbendî diket nav wan, alîkî dibû çepgir alîkî  rastgir, alîkî olparêz;  ji hev vediqetiyan lê, çawa ku çav bi Kurda diketin,  ji nişkave tev digihîştin hev, wek tajiyên heleyê( safarî) êriş dibirin ser wan rebenan. Ji nav garana wan çend  kesên xerîbê canbaztiyê derketina, bubûna Denîz û Mahîr û Îbo û li paş heleyê bimana, an biparastana mafên bindestan, bi  darvekirinê hêrs û kerba wan danetanî, dibûn “gurên boz” û ew didan ber diranan...

Hin ji wan canbazan, ketin Texteqele û Beyoglûya Stenbolê, dest danîn ser dikan û  dezgehên Rum û Cihû û Ermenan, cih teng kirin li wan dîl û rembenan, ên rev bidest ketin jixwe reviyan; çendên mayî jî di quncikên xwe de sed sal e hêj quncilîne ji tirsan...

Hîn ji wan canbazên hostayên diziyê, xwe dan bazarên sewalan; post raxistin li irase û li halên zerzewat û fêkiyan. Li Sêrt û Erziromê bi navê sîmsariyê, li bajar û bajarokê din ên Kurdistanê rasterast bi navê xwe yên berê yê cambaziyê bûn qimilên sor; bûn qirnî û ketin bêrikên Kurdan, bi salan  mijiyan xwîn û xwîdana wan gundiyan.
***
Roj hat yek ji wan canbazên werîs û zimandirêj,  bû Tayîp û desthilatdarî bidest xist. Bi hatina wî  ji nişkave “Heq hat; batil zaîl bû”. Canbazan  xwe li “nûr û roniya pîroz a Fenera Deryayê” ( Deniz Feneri) giritin bûn olparêz û umetparêz.

Ew em xapandin, çavê me girêdan, bi demokrasiyek qelp û bi mafên mirovan ên bi derewan; ji bêrîkên me kişandin cuzdank û kîsikên zêran, gava  bi awakî em pê hisiyan;  ji me re gotin “Xwedê  xêr û xizmeta me xelat dike; Dolar û Ewro dibarîne bi ser me de, bi mîlyonan.  



Yek ji wan “hezarfenan”  navê “Fethulah” ê ku wate; “ew kesê ku  deriyê sir û kerametan vedike” li xwe kir ; di şevek reş û tarî de serîkî werîsê xwe bi Enqereyê ve seriyê din bi Washîngtonê ve girêda, di ser re çargavî bazda di çend saetan de li dû xwe hîşt du parzemîn, sê okyanûs û heşt deryayan. Hin kes hene bo wî dibêjin :
“Ew canbazekî ne durû, sêrû ye; li  perê din ê okyanûsê dek û dolaban digerîne, bi devekî ayet û hedîsan dixwîne xwe wek olparêz û umetparêz nîşan dide; bi dev û rûyê paş perdê de tirkperest e; alîkî ve jî  xulamtiya mamê xwe yê Sam dike.”
Hin jî dibêjin:
“ew ketiye dewsa Decalê canbazê axir zeman,  mirovan efsûn dike û tersê kerê xwe dike savar û birinc di qirika me re berjêr dike. Mirazê wî  ew e ku ji nû ve ava bike împaratoriya Osmaniyan, lê dike dubare neke xeletiyên bav û kalan; lewre dixwaze dora pêşî bihelîne, bibişivîne Kurdên kelem û qîtê çavan ; ”
Çendik û çend derbxur û derbiderên ji destê canbaz û canbaztiyê hene, gava wî di mizgeftê de çav şilek, poz  çilmok, ser û guh perîşan dibînin,  dîsa jî dikevin feq û xefikan; hew xwe digirin,  digirîn bi her du çavan. Kurd û Kurdistan, nasname û ziman diçe ji bîra wan. Ji xêra Xwedê re ji gorê rabûya Pêxemberê axir zeman; bi me bida zanîn ka Şêx Seîdê Kal e an Fethulh e,  jidil misilman...
Car heye ew şeytanê neletullah, di guhê min de jî dixwîne, mejiyê min jî diçelqîne bi van gotinan:
-Lawo, ji te re çi bindestî û bişavtina Kurdan; tu yê bibî  gora xwe nasname û çand û ziman. Baqilbe, xwe bi bendê me ve girêde, tu yê zik biwerimînî  bi goştê berxan , kîs tijî bikî bi pere û zêran... Bi ser de em ê bidine te mifteya bihûşta rengîn; ji qatê  heftan. Bi te maye Kurd û Kurdistan!   

Dewr, dewra canbazên “di dilqê misilmanan de” ye.  Hezarfen û Lagarî, ew canbazên berê yên bi per û bask, xwe bi skorsky û bi F-16; bi TRT ŞEŞ û bi keleş  kirin, Welatê Rojê wêran û wêrtas, newal û geliyên Kurdistanê  bi hestiyên ciwanan; girav û zindanan bi Serok û giregir û hêjayan tijî kirin...
 Canbaz bûn ji wan TARAF’çî û azadîparêzên “rûrihmanî lê, dilbarkirî bi şeytanî. Ew pirî di guhê  hin devbipirtûk û destbipênûsên me de xwendin,  mejiyên wan tijî kirin  bi hêviyên pûç ên ji fiseguran*

Cambazên niha di heman demê de dibin misilman jî  laîk jî, dibin dibin demokrat jî  faşîst jî, dibin umetparêz jî nijadperest jî, dibin Kemalîst jî Seîdê Kurdîparêz jî, dibin aşitîxwaz jî xwînxwar jî, dibin dolarperest jî Xwedêperest jî...Wele heft dugel, hezar Enstein nikaribûn, tênedigihîştin bi fen û fûtên wan lê, Tevgera Azadiya Kurd pûşê wan derxistiyê holê, teng kiriye li wan meydan...
-------------------------------------------------------------------------------------

Fisegur: (kuvarkek  glover e. Gava hişk dibe qaşik wek xwe dimîne; lê, hundurê wê  bi tozeke reş a hûrik a bi bihna genî tijî dibe)


 



12.12.2011

Pirtûka “ Qewdek Sosretî “ ya Yaşar Eroglu.

Pirtûka “ Qewdek Sosretî “ ya Yaşar Eroglu.

Çend roj beriya niha pirtûkeke Birêz Yaşar Eroglu ya ji nav Weşanên Aramê derketî, gihîşt ber destê min. Hê beriya çend mehan ew bi riya e-maîlê derketina vê pirtûkê li ber guhê min xistibû û derbarê nivîseke min a ku xistibû nav rûpelên wê, ez agahdar kiribûm. Lê, baweriya we bi Xwedayê Jorîn be min nizanibû ka ew kîjan nivîs e...

Min bi lez û bez rûpelan bi ser hev de wergerand; dîtina ku dît nameya min a bo “Xwedayê Jorîn” bi sernavê xwe yê nû yê Birêz Eroglu lêkiriye, zîq bûye li çavên min mêze dike!

Hevalên ku Koma Dîwanxaneyê dişopînin baş pê dizanin,  heta roja îro ji sedî zêdetir nivîsên min di vir de hatin weşandin. Gelek jî li ser bloga min a wek  www.mamostemaruf.blogspot.com binavkirî , di rojnameya Azadiya Welat de û di kovarên din ên Kurdî de derketin pêşberê Kurd û Kurdistaniyan. Ji wan yek hebû ku ew delalîya ber dilê min bû. Min pir dixwest ew stûxar nemîne; ji aliyê evîndar û dilketiyên Kurdî ve bi têra xwe bê xwendin. Di wê nivîsê de min xwestibû bi tam û lezeta berhemên dengbêjan, bi şêweya vegotina wan a xwezayî mirazê dilê  xwe bida der; gilî gazinên xwe jî bida ser. Heta ji min hatibû min wer jî kiribû... Belê Yaşar Eroglû di nav bi sedan nivîsên min de li wê werqilî bû. Ez pir şaş û mat mam. Yaşar Eroglu di nav bi sedan nivîsên min de ewî ji yê din  veqetandiye, bijartiye, kiriye nav pirtûkê!

Ev dêhndariya wî ya hûr û kûr kir ez pirtûkê bêhtir bi baldarî bixwînim. Naveroka pirtûkê ji yên din gelek cudatir e. Bi qasî ku ez dizanim; di nivîskariya Kurdî de pirtûka yekemîn a ku nûçe û gotarên balkêş ên di çapemeniyê de cih girtine ji xwe re kiriye mijar ev e. Yaşar Eroglu bi hilbijartina nûçeyên balkêş û sosret  nemaye, bi  şêweke qerfî,  heta dibêji jidil yeko yeko ew şîrove kirine; bi Kurdiya xwe ya  zelal û sade  hûrik hûrik tinazê xwe bi naveroka wan kiriye, sosretiya wan kiriye qula çavê desthilatdar û berdevkên wan; ew desthilatdarên ku sedem, kirde û berpirsyarên van sosretiyan dîsa ew bi xwe ne.

Qewdek Sosretî  ji alî naverokê ve kronolojîk e û bi çavê rewşenbîrekî Kurd çavdêrî û şahediya heyameke çapemeniyê û jiyanê dike. Pirtûk bi vî dirûvî, xwe ji kurte temeniya nivîsên rojane xilas dike  dibe berhemeke hêjayê arşîvkirinê.

Rexneyek tenê ez ê li bigirim: Dibe ku jiber timatiya kaxiz û hibrê be pirtûk bi tîpên ewqas hûrik hatiye çapkirin ku tu dibêjî qey çapxane,  “bo merivên nîvcokor” ên wek min na, bo xwendevanên çavşahîn û çavqertelan ew çap kiriye. Bo xwendina  wê, min cotek berçavkên din ên “numreyek li yên berê zêdekirî”  ji xwe re stendin. Tirs û tatêla min ew e ku  ev qûş û rexne wek sosretiyeke min bê hesibandin û jahrî bikeve girara min jî.

                                                              Mamoste Marûf

    


EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin