13.06.2009

Mêrikê Xwedênenas

Rojek ji rojan zulamekî Xwedênenas (ateist) ji xwe re di nav daristanê de digere û bi kêfxweşiyek mezin li xweşikiyên derûdorê temaşe dike. Alîkî ve jî di ber xwe de dibêje ; hela lê, ev xweza çiqas tiştên xweşik daye me...” Lahzekî şûn de çi dibe li paş xwe mêze dike. Çi bibîne! hirçek gir ê geriyayî ber bi wî ve nayê! Çawa ku ji tirsa vediciniqe, hirç serî dide ser û berî wî dide. Camêr dibêje çirp û bazdide direve; çiqas dizivire li paş xwe dinêre, hirç nêzîktir dibe... Çendikî şûnve lingê wî li çiqilê dareke diqelibe û dibêje girm û li erdê dirêj dibe. Hirç dikeve ser. Çawa ku pencêkî xwe radike û dike lêxe; mêrik diqîre dibêje “ Ellahhh !” û hawara xwe dide Xwdayê Jorîn. Bi qêrînê re dem û dîrok di cihê xwe de disekine; hirç bi qîl û bi pencik li hewa diqerise dibe wek kevir; çemê ku di daristanê re diherike diçe, dimiciqe. Ji ezmanan “tîrojek pir û pir ronî” dide rûyê mêrik ; dengekî gur çiya û daran tev bi hev re dilerizîne û dibêje: “- Lawo tu bûyî nebûyî te eşheda xwe neanî. Te digot hema qezakî ye bûye û Dinya çêbûye. Îjar tu niha ji min alîkarî dixwazî? Tu dikî ez te bikim şûna qûlekî xwe yê bawermend ê mu’mîn û muteber!” Mêrikê reben pir şerm dike. Ruh çiqas şirîn be parsû jî ewqas qalind e; loma serî li ber danayne; ji Xwedê re dibêje: - Welle heyran, ji vir şûn de nabe ez bi te baweriyê Bînim. Ev yek li qûlen te yên mu'mîn dibe neheqî... Lê ji kerema xwe re tu dikarî rehm û hîdayet bikî dilê hirçê û wî bînî ser rêya xwe ya heq. Ew “dengê ezmanî” dibêje; “erê ev yek dibe” Tîroj winda dibe. Bayek hênik dertê. Çem dîsa dike xuşînî diherike. Daristan dibe mîna xwe. Hirç pencikê xwe yê li hewa ber xwe de berdide,tîne jêr; lê ji nişkave îjar herdû pencan bi hev re berjor dike, tê ziman û dibêje : “Bismîlahêrehmanêrehîm. Xwedayê min ê Rebê Alemîn; ez bi rizqê ku te daye min fitara xwe vedikim; hezar hemd û sena, jibo nîmetên te...” Mamoste Marûf

11.06.2009

Xaltîka Resmiye ya Roman û em mamosteyên şoreşger...

Beriya darbeya leşkeriya 12 Îlonê em civan bûn. Çi ciwan! Me digot qey rizgarî û xelasiya cihanê bi me ye... Henek nakim, nifşa me; çi çepgir, çi rastgir, çi umetparêz me bi tevahî bi yek dengî digot; serkeftin ya me ye û pir nêz e... Me digot dê em gelê xwe ji xizaniyê, ji bêedaletiyê jî bêexlaqiyê xelaskin û welatekî wisa bi xêr û ber, têr û tijî ava kin ku bila tê de gur û mih bi hev re bijîn... Lê mixabin, hevalno, me tiştek jibîr dikir: Mirov... Belê em bi sedan kes digihîştin hevûdu û wek sofiyên di zikir de bi cezmeyan dikevin, ji xwe ve diçûn, di ser welat de digiriyan; lê haya me tune bû ji malbata xizan û belengaz a di bodrûma komelaya me de tî û birçî rût û repal rûdinişt... Haya me tune bû ji nexweşiya giran a bavê hevalê me yê ku nizam bi çiqasî pere dikarîbû- dibû ku- ji kula mirinê xelas bubûya... Haya me tune bû ji “hevalên me yê ji dil û can” ê evîndarê bêhêvî û kezebreşî... Haya me ji dayîka me ya bi hesreta rûyê me yê biken bû jî, ji bavê me yê li benda gotina “ çawayî bavo” bû jî, ji pisîka nav mala me “ya êdî pîr” a diran weşiyayî hew dikaribû mişkan bigire jî; ji çivîka hewşê ya tim û tim bi dengê xwe yê xweş ji me re dixwend lê germa havînê hewcedarê qultek av bû jî tune bû... Haya me ji biçûkên taxa me yên jibo eferim û serîmizdaneke li der û dora me dihatin diçûn jî tune bû. Em bûn welat bû; em bûn gel bû... Gelo îro rewş guheri ye? Haya me çiqas ji derûdora me he heye? Gelo nebî em dîsa di bin banê partî û sendîka û komaleyên xwe de bi xweş gotinan xwe bixapînin? Bila xizan û belengaz - ên ku ji cilan takî dikişînî hezar pîne diweşin- bimînin ji tekstîlkaran re. Bila evîndarên bê hêvî- ên ku dikin xwe ji pira Malabadê bavêjin- bimînin ji pisîkologan re... Bila Pisîk û çivîk û teyr û tirûl û rewil bimînin ji heywanparêzan re; Lê Zarok? Biçûk? Perwerdehya wan li me mamosteyan ne ferz e; ne deynê stûyê me ye? Ma wek mamosteyên kurd em jibo çi ne? Ew biçûkên ku Mamosteyê me yê duh; Ehmedê Xanê Nûbihara xwe ya şêrîn yadîgarî wan kiriye û tê de bi welatparêziyek bi hestiyar û bi bi gotinbêjiyek bi coş lêkiriye gotiye; ... Ne ji bo sahib rewacan Belkî ji bo biçûkên kurmancan Da bi van çend reş belekan Li wan tebî’et melekan ... Ûmîda me ji tifalan Ku me emel betalan Gelo bi gotina Mamosteyê nemir ew “reş belekan û tebîet melekan” êdî ne Ûmîda (hêvî) me ne ? Ez dikim sedema ev gotinên xwe yên bi gilî û bi gazinc bi we re jî parve kim û we jî bi kula dilê xwe bihesînim. Bîst û pênc sal dike ez li Kurdistanê û li metropolên Tirkiyeyê mamostetî dikim. Ji Zanîngehan heta dibistanên seretayî, dibistanên ermen û rûman jî tê de hemû qad û warên perwedehiyê bûn para min.Wek hemî mamosteyan min jî şahediya çendik û çend bûyerên balkêş kirine, ji wan çend dersan sitendine Xwedê dizane. Lê gosirmetek pir ecêb û giran heye ku ne tenê Xwedê, bi taybetî em mamoste, dê û bav, tev jî pê dizanin, lê nizanim ji ber çi ye, kes ji kesî re nabêje; navekî lê nake, li çareseriyê nagere. Ev “şermkirina zarokan a ji kurdbûniyê” ye... Belê zarok, bi taybetî jî ên di nav tirkan de dijin, ên bi wan re dixwînin bi giranî ji xwe, ji kurdayetiya xwe şerm dikin. Ji ber vê yekê ew an xwe vedişêrin, an derewan dikin, an jî vê rûreşiyê(!) dikin stûyê dê û bavên xwe: Ez na, bavê min kurd e; ez ji Stenbolê me; lê dê û bavê min Mêrdînî ne...” Bi rabûna Tevgera Azadiya Kurd mezin ji vê nexweşiya bê nasnametiyê xelas bûn. Mixabin biçûk hê jî di nav vê rewşa kambax de digevizin. Ev “jixweşermkirin” bi biharan li wan dibe surr û seqema payîzê û li can û bedena wan dixe. Ev fedîkirin dibe berfa Serhedê ya bê rihm û di orta havînê de dest û pî liwan diqefilîne. Ew dibe germa deşta Rihayê û bihn li wan diçikîne. Ax dilên wan, dilên wan ! Rojê çend aşît, çend lehî di ser dilên wan ên wek laşên wan biçûcik re xwe berdidin xwarê û jê çendik û çend axîn û zarîn û hawaran radike? Îro ez bi zarokên dibîstana kurê xwe re çûm seyranê. Em di Otobusa xwendekarên pola 2’yan de bicihbûn. Li tenişta min hevaleki Kurd rûniştî bû û em bi hev re bi Kurdî diaxivîn. Hê me li hevûdu dipirsî; Kurê min hat cem min: “- Bavo, li vir bi Kurdî neaxive, wê heval bi min re tinazan bikin” Ez şaş bûm mam. Mamosteyê wî yê “li ber çavên hemî xwendekaran wek pêxember e” jî kurd e! Serde jî welatparêz e û sendîkayî e... Ew çawa di sinifê de rojek be jî behsa vê yekê nekiriye, negotiye; “-zarokno kurd jî yek ji wan gelên bi rûmet e, ew jî xwedî çand û huner û wêje ne. ji wan jî pir û pir zanist û hunermend û wêjenas û siyasetmedar hene. Her gel bi çê û xerabên xwe ne; ma ez jî kurd im ka ez xerab im? ” Ew çima yeko yeko ji wan nepirsiye; “ keça min, kurê min tu çima Tirk î, tu çima misilman î, tu çima kurd î, tu çima boşnak î an roman î, an elewî û sunî yî?” Li ser bersîva wan a teqez a “ nizanim”, çima berê xwe nedaye wan û ji wan re negotiye; “ delalîkên min, ev nasname dayîna dê û bavê we ye, mîrate ye ji kal û pîrên we; divê hûn pê xwe qure jî nekin, jê şerm jî nekin, pê pesnên xwe jî nedin, jiber van cudayetiyan hevûdu biçûk jî nexin. Ya girîng ew e ku we ji bo vê nasnameyê çi kiriye? Ger hûn bi zimanê bav û kalên xwe xweş diaxivin û dinivîsin bi vê yekê serbilind bin. Ger hûn kîngê ji vê nasnameyê şerm nekin û li ser hûr û kûr rawestin û ji dîrokê bigire heta wêjeyê bikolînin û hîn bin, wê demê mafê we heye bi zanatiya xwe pesnê xwe bidin” Çima ev mamosteyê me ji her yekî, yek bi yek pirs nekiriye; “- keça min tu tirk î, çi xêra te gihiştiye tirktiya te? Kurê min ez dizanim tu kurd î te çi kiriye heta niha jibo kurdayetiya xwe?” ... Erê, dîroka me dîsa xwe dubare dikir. Mamosteyê me yê şoreşger jî wek ên beriya xwe ji teoriyên “xelaskirina welat û gel” firsenda xwe nedîtiye zarokên xwe biser û şo ke, wana ji şerm û tirs û xeman azad ke. *** Ez di nav van fikaran de dixeniqîm ku bi dengê keçikeke biçûk hatim ser hemdê xwe: “- Apo, ez nagihîjim çenteyê xwe, ji kerema xwe dikarî alîkariya min bikî?” Rêwîtiya me qediya bû û em gihîştbûn cihê seyranê. –Dibe keça min. Min çenteyê wê anî xwarê, lê pirî giran bû, nebû ku ez bidim destan. Em bi hev re peya bûn. Ew û hevala xwe li kêlaka min, kurê min li dû me em dimeşiyan. Min jê welatê wê pirsî. Dê û bav Ji Kastamoniyê hatine. Got ; “ em ji Kastamoniyê ne” Vir de, wê de min hin pirsên din jî jê kirin; ew bi awakî serbest, jixwe bawer, hemiyan bersîvandin. Min ji hevala wê jî pirsa welatê wê kir. Ewê bi dengek bilind got “ ez li Stenbolê hatime dinê, li vir mezin bûme; Stenbolî me” Lê çendikî şûn ve min dît wa ye milê min diniçîne û dike ji min re dizîka tişteke bibêje. Ez ber ser de kûz bûm û guhê xwe dayê: “ Apo em Sêêrtî ne, tu dizanî ew kurd in, loma ez nabêjim Sêêrtî me” Mejî di tasa serê min de serobino bû. Qenc, xerab çend û çi gotin ji devê min bariyan, nizanim... Çi bubû çi qewimî bû ev zarokên 8-9 salî evqas ji xwe şerm dikirin? Ev dibistan a ku midur kurd, mamoste bi gelemperî an kurd an endamên sendîkaya me ya demokrat, xwendekar bi piranî dîsa kurd weha be, gelo ên din çawa ne? Bi salan e di dibistanên kêmnetewên xaçparêzan de jî min ecêbek wisa nedîtibû. Ew çi hal bû? Min çenteyê wan danî û ji wan dûr ketim. Qasekî bi rê ve çûm, rastî jinikek 50-60 salî ya bi girêdana romanan(qeraçî, mitrib) hatim. Ew bi şalwarê xwe û bi destmala xwe ya rengrengî li ber hespekî sekinîbû . çûm cem û nasiya xwe dayê û navê wê pirsî. Xaltîka Resmiye bi hespê xwe zarokan digerand û debara xwe dikir. Girêdana wê, cil û bergên wê bala min kişand. Ew ji romantiya xwe şerm nedikir, bi her awayî digot ez roman im û li vir im. Ez demek dirêj li cem rûniştim û me suhbetek xweş kir. Ji gundê Omerlîyê ya Stenbolê bû. Kêm be jî bi zimanê Romanî dizanibû. Min zarokên wê pirsî, 5 keç 3 kurên wê çêbûne. Ji wan yek jî neşandiye dibistanê. Min sedama wê pirsî. Got “-zarokên din bi romanan tinazan dikin, mamoste ser wan de dişikênin( rexne dikin), loma em zû bi zû zarokên xwe naşînin dibistanan” Tiştek din: bi ya wê “Ên zarokên xwe pir dirêj didin xwendin; xêr ji wan nabînin; ew dibin biyanî û gelek caran nayên cem dê û bavên xwe” Ji dûr ve min li qada seyranê mêze kir. Mamosteyên me yên welatparêz û şoreşger û pêşvexwaz bi hev re rûniştibûn û welat xelas dikirin. Ez dudilî bûm; ez herim cem mamosteyên hevalê xwe welat xilas kim; an li cem Xaltîka Resmiye ya Roman zarokan qise kim ? Mamoste marûf

5.06.2009

HENEK LI ALÎKÎ, GELO JI ÇIKÊ KURDAN DITIRSIN?

Ez bi destûra xwendewanan, dixwazim îro bikevim dilqê pîspor û berspiryar û endamekî dewleta kûr a Tirk( ji wan ên berçevkên reş li ber çavan in) û hemû plan û fen û fêlbazî û pûşên dewletê yên derheqê Kurd û Kurdistanê de bi awayek rût û repal derînim pêşberî gelê xwe yê azadîxwaz, lê ji dilê xwe sax; lewma ev hezar sal e şad nabe; di çav de dimîne miraz... Gelî xwendevanino, bi piranî ter û can, xort û ezebno; dora pêşî ez ê pirsek ji we bikim. Gelo dewleta pîroz û bilind ewqas bilind ku “qûn dixwuyê serî naxuyê” ( min dixwest ez bêjim yuce dewlet lê min kir nekir peyva “yuce” bi Kurmancî bibîr neanî û di şûnê de ev gotina mezinan a bi nav û deng bikar anî) ji roja sazkirina komarê heta îro, ji çikê Kurda ditirse?” Gelo ji mêrani û mêrxasiya wan? Hûn divên, Ji tivingên Kuradan ên “modolî û çaqmaqlî û mawzer û bêşlî û keleşan” hundir lê diqete? Sewalvaniya kurda ji berê berê ve li pêş e; ev yek li çavên wan bar nabe; hûn dibêjin jiber vê sedemê ye ku xew nakeve çavên rayedarên komara tirk? Bi ya we, rayedarên dewletê, heta nîvê şevan serî dibin lihêfan de vedişêrin û bi devekî digirîn, dilorînin bi devê din dibêjin ; “-Simbêlên me biweşin, porên me kur bin, wê rojek bê, kurdên şikeftmekan, wê ambargoyek deynin ser gelê me yê tirk ên ji 24 eyar zêran... Dê ew, wan tirkên qehreman ji şîr û mast û penîrê koçeran, ji toraq û çortanên serhediyan, ji hiriya qer û qerqaş a Bêrtiyan, ji kerme û tepik û sergîn û yabaniyên Mûşiyan, ji qelî û qawirmeya Qercdaxiyan mehrûm bikin! Bi kurtasî, tirs û xofa dewleta tirk hêza aboriya Kurda ye? Gelo Dewleta me- ya ku em Tirk û Kurd tev bi hev re, wek xwişk û bira, xal û xarzî, dot û dotmam (!) li ser dijîn, lê nizanim ji ber teserûfa hubrê ye, kêmasiya qamîş û pênûsêye kes pê nizane , (em bêjin ji ber sedemên ne dîyar) tim û tim li ser kaxiz û defteran peyva “Kurd” tê jêbirkirin û reşkirin û “Tirkiye ya Tirkan” tê nivîsandin ; gelo ev yek çima ye? Bi qinyata we; rayedar ên tirk ên mêr û mêrxas- ewqas ku ji wan heryek berdêlê cihanekê - ji “roj bi roj lihev zêdebûn û ji hev belav bûn û li Anatoliyê bicih û war bûna kurda” sildibin, dipelikînin? Wisa diniqute dilê we û hûn dibêjin qey rayedar: Evdila û Tayîp û General- ên ku li ser ekranan tim û tim dibêjin em jî çêjikên misilmanan in jiber ku kalikên me hecî, dapîrên me sergirtî bûn- nerayedar: Şêx Fetulayê Gulen, Şêx Ehmedê bi Cube, Şêxê Menzîlê hwd; hemî jî xwe xwedyê vê dewletê dihesibînin, sibe êvar bi awakî kelogirî dilorînin û dibêjin; “ kurd- digel xizanî û her cûre mihûziya xwarin û vexwarinê-dîsa jî bi dest û mil in, girê geriyayî wek palîwanan in, di cihana derewîn a îro de, di warê çek û rextan de li paş mane, lewma nikarin bi me dagirkeran. – Qey ew ketine tatêla roja mehşerê û difikirin ku “dê ew rojek bê, mezellah, hukmê top û tank û balafiran nemîne û wê kurd li stûyê me siwar bin û dîsa ji me doza mafê xwe bikin... ” Bi ya we ew, jibo pêşîlêgirtitna heyfhilanîn û tolhildanek muhtemel a roja qiyametê dibêjin: “ger em sobeyên wan tijî komir bikin; meqarneya wan jî bidin ber wan; li ber TRT 6’ê bidin rûniştandin dê ew ji me re duayan birê kin, heqê xwe jî helal kin... Bi kurtasî, gelo dagirker ji roja heşr û mîzanê pir ditirsin? Gelo di Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) de, generalên tirk ên bi tîtik û pîtikan û bi stêrkên ji zêrên derewîn xemilandî, bi sîmsarên siyaseta sivîl re hêrs dibin, wana bi xemsarî û nezaniyê tewambar dikin û ji wan re bi sê telaqan sond dixwin, angaşt dikin dibêjin: “-Dev ji Ergenekonê berdin lawo, em bi pelgehan pê dizanin, Kurd bi piranî dabeşkar û parçeperest in. Kesên ne cudaxwaz û ne dabeşkar bin jî postmodernên(bi qewlê Îlker paşa) kurên postmodernan in. Kurd ji berê berê de, di heft qat binê erdê de bi navê KOÇERKON xwe dizîka bi rêxistin kirine û di civinan de sirûda ”Çemê Dicle dibêje ez naherikim; Kurd Memedê bi nav û deng dibêje ez ji Mêrsînê dernakevim diqîrin...” Gelo ew li şikeftên Heskîfê ketine şikê loma dikin ewana noqî ava Dicleyê bikin? -Gelo Generalên me yên qehreman, ji mejiyê( ev cûre kurd di qafê serê xwe de her roj Kurdistanek serbixwe avadikin, lê tu car nêzîki avahiyên rêxistinên Kurdan nabin) bi sedhezaran kurdên bê rêxistin ên di mala xwe de “heta tu dibêjî heyalperest û neteweperest ” lê li derve jî ew qas kûvî û tirsonek û bizdonek ” dipelikînin û dikin ji siyasetmedarên sivîl destûra fermana qira wan (neyarên veşartî û nepenî) bistînin? *** Gelî heheval û hogirno, Xwedeyê Jorîn heq û şahed e; tirs û xof û paranoya ya Komara Tirkan a di warê kurdan de bi çendinî jî, bi çawanî jî hezar car li yên “me li jor dane serhev” in... Lê sedem ne yên li jor, va ye yeko yeko li jêr in... Ew ji Kurdên azad ên “birêxistinî ne” ditirsin! Ew ji yekîtiya Kurdan ditirsin! Ew ji saziyên Kurdan ên wekî bendavan xwe dane ber lehiya asîmîlasyonê ditirsin! Ew ji rojname û kovarên me yên xwîna xwe kirine çavên xwe û dikin nakin nayên çewisandin ditirsin... Ji hemiyan jî girîngtir ew ji Tevgera Azadiyê ditirsin! - Ji ber vê tirsê ye ku ev 30 sal e, çi siyasetmedar û general , çi-Xwedêgiravî-zanist û pîspor, çi karmend û rênçber, çi aşvan û çi şivan û çi gavan û rojnamevan hema bêje bi tevahî dest ji kar û barên leşkerî û aborî û zanistî û hunerî û hawirdorî û ser-erdî û bin-erdî berdane û bi yek canî û bi yek dengî veguherîne endamên çeteyan û xizmeta şerê “bi kurda re” dikin... Ma Ergenekon ne yek e, ne dudu... Dê ew kîjanê tesfiye bikin, kîjanê nekin? Ergenekon li alîkî; dê ew “xwe” çi bikin? Mamoste Marûf

3.06.2009

Bi ya min bûya, min ê...


Bi ya min, Dewleta Tirk bi Qanûna Bingehîn a sala 1924’an stratejiya çareseriya Pirsgirêka Kurd daye ber xwe û heta roja îro ji ya xwe şaş nebûye.

Ev stratejî li ser asîmîlasyonê saz bûye. Kîjan siyasetmedar bê ser kar, gotinên wan ên beriya desthilatdariyê bi wan didin xwarinê û bi awakî ewana jî tinin ser rêya asîmîlasyonkariyê.

Di vir de siyasetek pir û pir nermik û nazik û bi fêl tê meşandin. Gava ew dikevin tengasiyê dest davêjin gotinên xêrê û hêviyê didin kurdan: “Kurd jî birayê me ne; em realîteya Kurda nas dikin; Pîrsgirêka Kurd ya me bixwe ye jî, rêya Yekîtiya Ewropayê di Amedê re derbas dibe ...”

Bi vê yekê çend salan Kurda bilî (meşxûl)dikin... Saleke dike nifşek... Nifşek dike hema bêje 500 hezar kurd. Bala we kişandiye; ji van 500 hezaran, çend zarok (ên di saleke de jidayîk dibin) dê bi kurdî biaxive? Ji sedî pênc? Deh?

 

Hesabekî din; Salê nêzîkî 400 hezar kurd diçin ber rehma Xwedê; ji van rehmetiyan, ji yên kal û pîr, gelo çend kes bî rêk û pêk Tirkî dizanîbû?


Gava mirov têkiliya zimanê Kurdî û nasnameya Kurd bizanibe, bi kûrahî li ser bifikire wê gavê li afata mezin a “bi ser kurdan de hatiye” vardiqile...

 

Îro AKP jî hiviyek xapxapok dide Kurda û dike pê çend salan derbas bike; çend nifşan pê bibişifîne... Serde jî, xweş havîna xwe bi tûrîstan têr û tijî bike; serde jî vê krîza aboriyê ya ocaxkor “teget” biborîne...

 

Niha hin canik û camêr dê rabin ji min re bêjin : “ Malmîrat, ma tu nabînî wa ye çend gavên erênî ( TRT 6, Waneyên Kurdî yên li zaningehan...) avêtin, wê hin çendên din jî bavêjin... Kêm, zêde jî, ji berê ne çêtir e?

 

Welleh heyran bi ya min, tiştên ku ew didin, tu car ziman û nasnameya kurdî, hebûna kurdan a li ser vê axê garantî nake. Asîmîlasyon dê dîsa bi çargavî bibeze.

Ya girîng û bingehin; divê em “ên ku em bi xwe dixwazin” bistînin”. Tiştên ku ew didin wek kefa sabûnê ye. Te hey dit tune ye: Komira wan, çekên 150 TL’yi yên wan, TV 6 a wan, Zanîngeha Artûklû’ya wan...

Xwestekên me?

Em çi dixwazin?

Divê em çi bixwazin?

 

Bi nefsa canê xwe, li ser navê xwe, ez dibêm, ez bûma, min ê dev ji hemî daxwazên xwe berdana û li pey nasname û ziman biketima...

- Divê li ser nasnameya Şiyaro: ew hemwelatiyê TC’yê ye;

 

Bi netewkî; “Kurd e” ( ger bixwaze) ,

Bi bawerî; “Misilman e, an Elewî ye, Êzidî ye, an bê dîn û bê îman e” werê nivîsandin...

 

A din jî, jî 5-6 saliyê heta dawiya Lîseyê, ên xwedî nasnameya kurd-çawa zarokên tirkan bi Tirkî ne - divê bi Kurdî bên perwerde kirin.... Zanîngeh tiştek din e; bi Kurdî, bi Tirkî, bi Îngîlîzkî, her kes bi kêfa xwe ye.

 

Ger ev daxwaz werên qebûlkirin, ez bûma; min ê navên hemî gund û bajarên Kurdistanê bikirana Tirkî...

 

Bila ev jî xelatek min be, ji bo Tirkan...

 

Çer hebe kurdên xwedî xençereya Kurdî, navên bi Tirkî jî bi Kurdî bilêv dikin... Wek mînak îro karacadax kirine Qerejdax, Palandöken kirine Paltokan, Parmaksız kirine Barmasiz, Söylemez kirine Solemêz hwd... Ev yek jî têra min dikir...

 

Ez bûma, min ê li Ameda Şewitî goreke ji Anitkabirê jî mezintir çêkira û bikira ziyaret û li ser eniyê bi tîpên zêrîn lêkiriya: “ Ferz kin Şêx Mistefa Kemalê Atatirk li vir veşartî; jibo xatirê Kurdistanê, jê re serjê kin salê hezar beranên bijartî ”

 

Ez bûma, min ê navê Çemê Dîcleyê bikira “Dîcleya Evlayê Gul” ; ê Fratê jî bikira “Ferata Tayîbo” û “y” ya wî ewqas bi şedde bilêv bikira ku ew jî bubûya yek ji wan “Koçero”yên me yên bi nav û deng...

 

Ger heta çend salên din jî ev yek nebe; nasnameya Kurda û perwerdehiya bi Kurdî neyê pejirandin; dê ez bi Tirkî û bi Îngilîzkî û bi Fransizkî ( çend nifşên din teqez ew ê kurdî bi tevahi jibîr bikin) wesiyeta xwe “li zarokên xwe û li hemî nifşên di dirêjahiya sed salan de ji bera min çêdibin” bikim û tê de derdû kulên xwe û ên bav û kalan yeko yeko rêz bikim û gotinên xwe bi şîretek tund û tûj bi dawî bikim...

 
Qe li bendê nemînin; Roj noqî Behra Wanê be jî îro ji we re nabêjim... Lê ez baş dizanim dê sibeh çi dinivîsim, çi nanivîsim!

26.05.2009

Rexne edeb divê...

Di nav me Kurdan de ên piçek pênûs bihecînin wek ronakbîr têne hesibandin; jiber ku bi gotina Ehmedê Xanê ya di Nubihara piçûkan de bilêv dike “li siwadê çavnas” iya me kêm e... Ez jî ne ronakbîr im lê li siwadê çavnas im; jiber vê yekê jî di xwe de dibînim ku hin rexneyan li civata xwe bikim. Divê dora pêşî em wek netewek Rojhilatî xwe û derûdora xwe baş binasînin û bi vî awayî bikaribin çewtî û rastiyên xwe ji hev veqetînin. Ev nivîs ne jibo pesindayîna rabûn û rûniştandina me ye; lewma ez bi aliyên me yên neyînî dest bi karê xwe dikim. *** Rojhilat; bi taybetî rojhilata navîn; di sedsala 20’an de bi şer û pevçûnan erdnîgariya herî bi êş û elem a Cihanê ye... Ez dibêm ev yek jiber qedr û qîmet nedayîna me ya gotinê ye. Li cem gelên vê erdnîgariyê gotin nake pênc quruşên qul! Lewma em pir sond dixwin... Lewma di cihanê de “şedde” tenê di zimanê Ereban de heye; ev ziman e ku em jî di her warî de di bin tesîrê de mane û di dirêjahiya dîrokê de bûye yek ji stûnên çanda me... Lewma jibo famkirin û têgihîştina hin rastiyên zanistê jî em çavên xwe li mûcîzeyan digerînin û dikin Xweda Teala bi xwe rabe ji me re bibêje “ ev rast e, hûn pê bawer bin” Mûcîze jî ne pêkan be, em şêx û seyîdekî dikin şûna Xweda û gloveri û gerra li dora xwe ya Cihanê jî bi erêkirina wan faniyan dipejirînin... Ev zimanê heta tu dibêjî tûj û bi şedde û nûnerê çandeke taybet , derb li kesayetiya mîrovan jî xistiye. Jibo hindekarî û hişmendî û rêxistiniyê divê tu rê û rêbazên kesnedîtî bibînî, biafirinî. Şedde di ziman de “teqemenî” ye. Civakek bi hezaran salan bi vî ziamanî jiyana xwe derbas kiribe êdî hînî teqemeniyê bûye. Kesekî, heta xwe li pêxembertiyê û şêxtiyê daneyne nikare bi nermahî, bi helîmî û selîmî tiştek bike serî... Jibo hişyarkirin û birêxistinkirin û “bi ser û şo kirina” gelekî bi vî rengî me got rê û rêbazên nû divê... Ev rê û rêbaz divê ne li dijî rastî û nirxên şaristaniya hemdem ên wek demokrasî û mafên mirovan be. Divê ev rê û rêbaz ne li dijî şer’a Xwedê be. Divê ev rê û rêbaz ne li dijî zagonên zanistî be(?) Divê ev rê û rêbaz ne li dijî berjewendiyên hêzên mezin ên serdest be. Divê ev rê û rêbaz ne li dijî çand û kevneşopiyên gelêri be. Di vir de çi kaosek mezin heye; hûn têgihîştin, ne wisa? Ev kaos jiyanê herimandiye; xwezayê hişk û hola kiriye. Mirovan xistiye dilqê rewilan; mêr cinawir, jin reben, zarok stûxar in ... Kesayetî; heta tu dibêjî birîndar û nexweş... Îro kes nikare tu tiştekî li Rojhilata navîn tarîf û binav bike: Mîmarî ya rojhilata Navin? Wêjeya rojhilata Navîn? Mûzîka Rojhilata Navîn? Em hinek li ser mûzîkê rawestin. Bala we jî kişandiye nizanim; hûn qet li ser enstrûmanên mûzîka rojhilata navîn hûrû kûr bûne? Trompet û ûd û kanûn û saksafon di heman orkestrayê de ne! Gotinên sitranan û harmoniya meqaman? Bala xwe bidinê, gotinên herî hestiyar û bidilşewat-ên kezeba mirovan dihelînin- bi meqamên cergobeziyê, bi meqamên navok hecandinê hatine xemilandin: Dansoz, bi gotina “Ya Rebî te çima ewqas derd û kul dane min” fîgûrên herî erotîk ên cihanê pêşkêşî temaşevanan dike. Li cil û bergan binêrin; jin ser girtî; qûn vekirî... Mêr serqot û bi blûcînê Amerîkan; jina li cem di germa havinê de bi çarşeva reş... Di Cd playerên jeepên bi sed hezaran dolarî de, ayatên Qurana Pîroz ên pesindayên nefspiçûktiyê û alikariyê û heyrat û hesenatê... Di vê civatê de kî û kê dikare terîfa rabûn û rûniştandineke, şêl û kesayetiyeke hevbeş bike? Hin ji we dê bibêjin; “ gel bi gelemperî misilman e; va ye ji te re şêl û pêl û kesayetetiya hevbeş...” Misilmantî çiqas me bi hev ve dizeliqîne? Em û Erebên Sêrtê ji berê ve ne misilman bûn? Em û Dadaşên Erzromê? Ên ku ji berê berê ve xwîna me bixwin jê têr nabin... Bi dorfirehî; em û dagirkerên me? Mezinên me û Ermen û Êzdî û Sûryaniyên me çiqas bihev kir; ji hev hezkir? Sofiyên me û gundiyên wan ên rojî nagirin, nimêj nakin çiqas birayên hev in? Jinên biçarşev çiqas ji yên porvekirî hez dikin? Navbera “esselamûeleykum”bêj û “rojbaş”bêjan çawa ye? Araqxwur û avxwur? Elewî û ehlê sunet û wel cemaet? Di gundekî şafî yê nimêjkar de rewşa ên ku bi destan kûçikan mizdidin çawa ye? Xwemezinkuştina dewlemendan li ser hejaran, ya bedewan li ser nerindan? Çavnebariya hejaran ji bo dewlemendan? Eşîr û malmezin û reaya û xulam û şivan û gavan? Em çiqas demokrat in; lo? ***** Heyran, di kuncikê Cihanê yê evqas tevlihev; evqas bixirecir, evqas bêewle de Kurd, bi “bi serê xwe” bi îradeya xwe; Dîsa Kurd, bê fermanên asûmanan, bê fetwayên şêx û meşayîxan - ji wan her yek tiştek cuda dibêje ocaxên wan êdî bûne kaniyên neyartî û dubendiyê- digel hemî şert û mercên rizî û jihevketî û xurufî û infektebûyi yên rojhilata navîn bi derengî be jî, cudayetî û dijberî û çavnebariyên xwe dan alîkî û ji xwe re partî û serokatiyek demokrat û nûjen afirandin. Gotina dawîn; hin canik û camêr radibin partî û serokatiyê reş dikin, bi çêr û dijûnan bêrûmet dikin. Gava tu bersîva wan didî fenanî tu pêlî boçika pisîkê bikî, diqîrin dibêjin: “ Ma mafê me yê rexnekirinê tune ye?” Ev gotin bi têra xwe mirov dibehecîne... Malmîratno rojhilatîno, tu ji yekî re bibêjî xayîn ev dijûn e an rexne ye? Sûcdarkirina kurdekî bi alîkariya MİT û Ergenekonê û Kemalîzmê bi ya we rexne ye? Bi nekurdayetiyê sûcdarkirin a partiyeke Kurdan ne heqareta herî mezin e? Rexne cûrekî wêjeyî yê sereke ye. Divê rexnegir kes û kesayetî û mijar û têgeha ku rexneyan lê dike(mijara rexneyê) bi dorfirehî bi erênî û bi neyînî bi awakî bêalî bide nasîn... Ger wisa nekin hûnê bikevin şûna fîlmçêkerên rehmetî yên Yeşîlçama Tirk: Erol Taş ê xerab; Tarık Akan ê qenc... Ev têra we nekiribe sîyaset û huner û wêje û jiyana rojhilata Navîn ji we re serqûçkirî tije mînakan in: Xerab; heta tu dibêjî xerab; Çê; ji por heta neynok bêqisûr... Ev çand li we pîroz be; ez rebenê Xwedê êdî ji we re çi bibêjim... Mamoste Marûf

19.05.2009

Kurdî çi ye?

Kurd bi giranî ji sedsala 19’an vir de ji bo mafên xwe yên netewî têdikoşin, xwîn û xwîdana xwe tevlî hev dikin û dirijînin. Lê heta ev çend salên dawîn, ew di warê ziman de pir tişt nekirin; li benda avakirina Kurdistana serbixwe sekinîn. Piştî famkirin dîtin ku di şert û mercên cihanê yên îro de dewleteke serbixwe zû bi zû ne pêkan û hêsan e, bihn û bala xwe dan ser zimanê xwe yê ji hêla wan ve heta niha paşguhkirî, sêwî hiştî.... Lê ew nizanibûn ku ziman, bi gotina wêjenas û zimannas û lêkolînvanê îngîlistanî yê bi nav û deng Samuel Jhonson( Doktor Jhonson, 1709-1784) “pîşeyek nankor e” û tu gavek jê dûr bikevî ew bi çargavî ji te direve. Dîsa ew nizanibûn ku ziman wek candarek ji candaran e û ger tu lê xwedîti nekî nikare li ser xwe bimîne; dimire diçe... Lê zimanê Kurdî herçiqas di dirêjahiya desthilatdariya kadroyên nijadperest ên komarê de derbek mezin xwaribe jî bingeha wî pirî zexm bû wenda nebû û bi nîvruhî be jî hehta roja îro hat. Xediyên wî yên tekoşer ên heta çend sal berê jî pişta xwe pê de kiribûn ji nişkave li xwe varqilîn dîtin ku êdî hew dikarin bi zimanê bav û kalan biaxivin! Bi lez û bez mil û zend badan û dest bi xebatê kirin; lê hezar heyf û mixabin ew gelek ji wan êdî nikaribûn wek mezinên berê bi zimanekî xwezayî û fesîh û letîf û bi coş û bi kêf û henekan tijî biaxivin... Belê zimanê wan ji peyvên xerîb hatibû safîkirin û bi yên kurdî hatibû xemilandin û dewlemendkirin lê giyan û mejî û şêwaz çêkirî û biyanî bû... Dersa mezin a divê mirov jê bigire ev e: Te ziman wenda kir, belê tu dikarî bi xebatek bêhempa dîsa bidestbixî; lê ew bi rewş û xemla xwe ya berê nayê... Zimanê Kurdî piştî hişmendiya van çend salên dawîn hema bêje serê xwe ji xewa mirinê rakir û hat ser hemdê xwe . Lê hê jî bi xetereyek pir mezin ve rûbirû ye. Başûr ne tê de li tevahiya parçeyan jiber tunebûna derfetên perwerdehiya bi Kurdî, jiber qedexekirina wî ya li qada fermî, jiber tengbûna bazara wî, jiber biçûkdîtin û bêrûmetkirin û şerê psîkolojîk ê dagirkeran ji hêla girseya mezin a kurdên apolîtîk ve bi têra xwe nayê bikaranîn. Bi taybetî nifşên nû yên ji gundên xwe derketine û li bajar û metropolan bi cih û war bûne di nav çend salan de xwe ji ziman dikin. Ev rewşa bêzimaniya girsehî ya kurdan çend nifş şûn ve bênasnametiyêke giran jî bi xwe re tîne. Ev “mirovên bi diruvkî, bi bejn û balan kurd, lê giyan û mejî ne tu tişt” dikin serûbinobûyina derûnî ya xwe - ev yek bi serê xwe nexweşiyek e- bi peydakirina nasnameyeke çêkirî derman bikin. Ev derman an teqlîdkirina nasname û çand û rabûn û rûniştandina netewa mêtingehkar e; an jî jiyanke ji serî heta binî bi şert û ruknên olî honandî ye... Ev nasnameya nû ya ku ew nabêjin çê yê, xerab e dixin şûna hemî kevneşopiyên netewî û herêmî yên bav û kalan, pirî caran kesayetiyeke ewqas serhişk û bihnteng û hov û fanatîk derdixe holê ku li ti dera cihanê, di ti dewr û dewranan de kes lê rast nehatiye û nedîtiye... Tevkujiya li gundê Zankirtê û mêrkujiyên bi “domûzbaxî” yên “Hîzbula” yên di salên 90’î de qewimîbûn mînakên herî berbiçav ên vê kesyatiyê ne... Ev kesayetiya “çêkirî û malê diziyê” gelek caran jî durû û teqiyekar û berjewendîperestên herî hoste yên civakan diafirîne. Piraniya “siyasetmedarên esilkurd” ên olparêz û tirkparêz ên 80 salan ên Cumhûriyetê bi vî şiklî ne... Em bi dilrehetî dikarin vê yekê bibêjin: “ zimanê Kurdî ne tenê mifteya çareseriya pirsgirêka kurd e; ew dermanê çareseriya pirsgirêka tenduristiya giyanî ya kurda ye jî... Mamoste Marûf

29.04.2009

Derd û kula me, ziman û nasnameya me...

Hin rasti hene ku em tev pê dizanin lê pir ecêb e em wana wek baweriyên bingehîn napejirînin; nakin jiyana xwe ya rojane. Ez dixwazim ji wana çend mînakan bidim. 1- Temenên dewletan ji yên mirovan dirêjtir in. Di ser avakirina Meclîsa Mezin a Tirkiyê re 89 sal derbas bûn. Sazûmankarên wê tev mirin, lê ew hê dicihê xwe de sekiniye. 2- Dewlet xwedî proje û stratejiyên demdirêj in. Di sala 1924’an de gelên di nav tixûbên vê dewletê de bi gişkî hatin înkarkirin û tev wek tirk hatin hesibandin. Hemû guherînên ku bi navê “şoreşên Komarê” hatibûn bi navkirin jibo tirkîfîkasyona gelên din bû. Ev plan kurd ne tê de li ser gelên din ji sedî sed gihîşt armanca xwe. Merivên Ethemê Çerkez 80 sal berê rewşa îroya çerkezan di xwewna xwe de bidîta pê bawer nedibû. Ji bo me kurda jî Dewleta Tirk xwedî projeyek taybet a demdirêj e û dibe ku ev proje di dawiya vê sedsalê de biencam be. 3- Netew-dewlet jibo berjewendiyên netewan hatine sazkirin û hemû têkiliyên wan li ser berjewendiyan tên sazkirin. Paradîgmaya Dewleta Tirk li ser “hemû kes tirk in, hemû tişt jibo tirkan in”hatiye avakirin. Xeynî tirkan -mafê jiyanê jî tê de-tu kes ne xwedî maf e. Ger îro li hemberî kesên ku nabêjin em Tirk in komkujî û nefî ne di rojevê de be; ev yek bi hêviya “asîmîlîyekirina wan a di paşerojê de” pêk nayê. 4- Dewleta Tirk projeya afirandina neteweke bi navê “Tirk” e. Dewletek plûralist a wek Împaratoriya Osmaniyan, Dewletek Umetparêz a xwedî xelîfetê, yekîtiya gelên Rojhilata Navîn difirand û nedihîşt ku dewlemendiyên vê erdnigariyê bikevin destê Ewropiyên emperyalîst. Rêyek tenê mabû; afirandina netewek û dewletek tirk a berê wî ber bi Ewropayê ve... Weneziliyosê qumandarê Yewnanan di bîranînên xwe de dibêje: “Çawa bû ez tênegihîştim, Îngîlîzan di 1922 de, ji nişka ve dest ji piştgiriya me berdan û em li zozanên Anatoliyê bi tena serê xwe man” 5- Ziman nîşaneya hebûna netewan e. Ev rastiyek zanistî ye; lewma ne hewceyî gotinên zêde ye. Netewên din ên Anatoliyê bi wendakirina ziman hemû nirxên xwe jî pê re wendakirin. Îro li vi welatî Ermenkî û Romî ji tê de tu zimanekî zindî li ser xwe nemaye. Ez ev heyşt sale di dibistanên kêmnetewan de wek mamoste û rêvebir dixebitim; ew, zimanên xwe bi qasî Îngîlîzkiya xwendekarên lîseyên Tirkiyeyê dizanin. Êdî Ermenkî û Romî ne zimanê dayikê ne; ew bi xwe jî dibêjin “Zimanê me yê dayikê Tirkî ye; Ermenkî zimanê çanda me ye” Jibo kêmnetewên xaçparêz ol nîşaneya herî girîng a netewetiya wan e; jiber ku her civat xwedî dêreke taybet e, Kurdên şafî çima daxwaziya mizgeft û melayên şafî nakin, nakeve serê min. ( Ermenî grogeryen, Rom ortodoks in; lewma di heman dêran de îbadet nakin) Cudatiya olî di nav misilmanan de pêşî li ber asimîlasyona xaçparêzan digire; lê li Ewropayê bi taybetî jî Ermen, gilî ji asimîlasyonê dikin) 6- Dewleta Tirk jibo gihiştina armanca xwe polîtîkaya asîmîlasyonê dimeşîne. Ji bo afirandina neteweke tirk a hevgirtî dewlet 80 sal e gelan asîmîliye dike. Kurd tenê li ber xwe didin lê êdî jibo Kurdî jî kêr gihiştiye hestî. Heger di van çend deh salan de jî tiştek neyê kirin Kurdî jidest diçe; kurdayetî jî pê de, pê de... 7- 80 sal e Dewleta Tirk di warê polîtîkayên çandî yên Cûmhûriyetê de tu guherîn-veguherîn pêk neaniye. Plan û stratejiya Dewleta tirk li gorî demeke dirêj hatiye sazkirin.Dem bi dem ew gavên xwedêgiravî demokratîk davêjin; lê qe yek jî berdewamiya hebûna gelê kurd garantî nake; rê li ber bişaftinê nagire. Her cara ku dikevin tengasiyê bi gotinek xweş an bi guherîna zagonek li ber dilê Kurdan didin û pê demekî dirêj qezenc dikin; lê di rastiyê de asîmîlasyon hew berdewam e... Di saleke de Li Tirkiyeyê li dora 1.500.000 dergûş jidayik dibin û ji van herî kêm 500 hezar ên kurdan in. Ji van 500.000 pitikan gelo ji sedî yek jî wê bi kurdî biaxive? Her sal li bakûrê Kurdistanê û li Tirkiyeyê 400.000 kurd diçin ber rihma Xwedê. Gelo jivan rehmetiyan ên kal û pîr çend kes di jiyana xwe de bi rêk û pêk dikaribû bi Tirkî biaxive? Ozal tê derxistibû ku ev şer wê dewleta wan serobino bike; got “ em dikarin federasyonê jî nîqaş bikin” pê heft sal, heft nifş heliyan. Demîrel ket tengasiyê got “ez rastiya kurd dipejirînim” pê deh sal û deh nifş çûn. Erdogan got “ pirsgirêka Kurd ya min bixwe ye jî” niznim bi vê gotinê wê çend sal û çend nifşan dê bihelin... Serkeftina DTP’ê ya di hilbijartinan de jî tiştek wisa ye û tu car pêşî li ber asîmîlasyonê nagire û em pê xwe dixapînin.... Lê tişteke rast heye ku em kurd bi gotinan zû dixapin; jiber ku em bi gelemperî nizanin çi dixwazin- çi bixwazin... Tişta herî balkêş hê tu siyasetmedarekî kurd ranebûye negotiye: “ em dihelin, êdî zarokên me bi zimanê xwe naaxivin! Derd û kula me zimanê me ye” 8- Komara Tirk li ser du stûnan sekiniye: Leşkerî û Perwerdehî. Jixwe li pêş navên her du wezaretan tenê peyva”netewî” cih digire: parêziya Netewî- Pewerdehiya Netewî (Mîlli Savunma-Milli Egitim) Dewleta dagirker baş dizane ku-ger ev rewşa heyî neyê guherandin- wê kurd di dawiya vê sedsalê de zimanê xwe bi tevahî jibîr bikin. Ev jî bi rêya perwerdehiyê û bi amûrên ragihandinê telewîzyon-radyo, rojname yên bi tirkî pêkan e. Enstîtûyên Gundan ên 1940’an ên jibo tirkan di her warî de bikêrbûn( heazar heyf e ku mamosteyên me yên Egîtîmsenê her sal sazkirina van dibistanan pîroz dikin û beşdarê şîn û şahiyên jibo wan dibin) lê mixabin jibo kurdan armanca gihandina mamosteyên tirk ên asîmîlasyonker dabûn ber xwe. Bi rastî jî xwedî dîplomeyên van dibistanan tu car di warê mafê kurdan de ne xwedî gotin û liv û tevger in. Ew canfedayên polîtîkayên Kemalîst ên yek-netew û yek- ziman û yek- al bûn. Dûv re YİBO yan kirin belayê serê me. Bi van dibistanan dagirkeran, zarokên hejar ên kurdan bi awakî girsehî dan ber lehiya asîmîlasyona bêyom. Gava kurd li van polîtîkayên qirêj varqiliyan û serî liber wan rakirin; îca artêşa netewî ket şûna perwerdehiya netewî. Bi pênûs nebe bi ço... Armanc tim û tim yek e: Tirkkirin! 9- Dewlet çareseriya pirsgirêka kurd naxwaze. Hin kurdên ji dilê xwe sax dibêjin; “bila kurd dest ji çekan berdin û tekoşîneke demokratîk bipêş bixin, bi alîkariya YE yê û ya DYA yê wê mafên xwe yên netewî bistînin!” Wê kîngê, çend salê din? Bi ya min ev xefik û dafikên mezin in ku didin ber me. Me li jor jî gotibû polîtîkaya Dewleta Tirk ev e; “bi gotinan xapandina kurdan û bidestxistina dema pêwîst, jibo asîmîlasyonê” Dewlet jibo Kurdan pilana kuştina hêdî û bêdeng amade kriye û ev pilan 80 sal e li gorî dilê wan dimeşe... Formûlasyona çareseriya pirsgirêka Kurd wek ya Qibrisê ye: “neçareserî bixwe çareserî ye...” 10-Ev operasyonên van çend rojên dawîn jî jibo anîna kurdan a ser niqirek (xet) bêxetere ye; jiber ku kurd piştî hilbijartinan di warê hêz û moral de hinek xurt bûn. A din ev du sê sal in Tevgera Azadiya Kurd, bi hemî partî û sazî û rêxistinên xwe xwedî li ziman derket. Ev nêzîkatiya ber bi ziman û nasnameya Kurd; dewleta tirk pir û pir aciz kir û tevahiya polîtîkayên wê yên bingehîn ên 80 salî pûç derxist... Bi ya min kurd jibo zimanên xwe çiqas bi israr bin wê ew qas rastî pest û pêkûtiyan werên. Bi kifşkirina polîtîkayên asîmîlasyonê, cara yekem e ku kurd xwe gihandin nava dilê dewleta kûr... Cara yekem e ku dewlet ji polîtîkaya kurdan dipelikîne; jiber ku êdî nikare pûşê xwe veşêre, bincil bike... Cara yekem e kurd bi çeka wê li dewleta neteweperest dide. Ew dewlet e ku gelê tirk bi neteweperestiyek bêhempa sor kiriye, kiriye agir û berdaye pêsîra kurda... Îro gelê tirk serî li ber rayedarên xwe radike ger bizanibe, têderxe ku “zarokên kurdan jî “wek zarokên tirkan ên dema Bulgarîstana Todor Jîvkov” nikarin bi zimanê xwe biaxivin; jiber ku dewleta tirk wana asîmîliye kiriye... Jibo vê yekê divê siyasetmedarên kurd polîtîkayên asîmîlasyonîst ên dewletê tevî encamên wê aşkere biqîre, bike serê hemî cihanê. Divê em çi bikin? 1- Tekoşîna ziman û nasname Me li jor jî gotibû, divê siyasetmedarên me bi awakî aşkere bibêjin em êdî naxwazin bi baca me hûn me asîmîliye bikin. Zarokên me êdî nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Em ji dewletê çareseriyek wisa dixwazin ku hemî zarokên kurdan bila hînî axaftin û xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin. Ger ev xwestekên me di saleke de neyên cih; em bang li gel dikin bila bac nedin dewletê, xortên xwe neşînin leşkeriyê, zarokên xwe neşînin dibistanên seretayi... 2-Şer Şerê çekdarî yê “li çiyayên Kurdistanê” êdî gihiştiye armanca xwe. Kurd, bi taybetî yên li Kurdistanê bi nasnameya xwe jî bi dek û dolabên dewleta dagirker jî hesiyane. Ji vir pê ve divê şer xwe tekrar neke. Şerê li çiya û bajarên Kurdistanê ji vir şûn de zirar dide kurdan û erdnîgariya Kurdistanê. Ev şer tu car civata tirk û desthilatdarên tirkan nahecîne. Niştecihên metropol û bajaran vî şerî his nakin. Serde jî cenazeyên leşkeran ên tên metropolan dibin sedema şov û propaganda û xwepêşandanên şovenîstan. Dewlet di merasîman de çavê kurdên metropolan ditirsîne, wana bi lînçkirinê tehdît dike. Armanca dawîn a siyasetê û ya şer divê ji nû ve bê revîzekirin. Bi ya min raya giştî ya kurdan li ser tekoşîna “bi dakirkeran danpejirandina ziman û nasnameya kurdan” lihev dike. Kurd dikarin li ser vê bingehê yekîtiya herî mezin û xurt pêk bînin. Mamoste Marûf

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin