17.02.2009

Ez dixwazim bibim Filîstînî !

Filîstîn welatekî dagirkirî ye; welatê min dagirkirî jî nayê hesibandin, dibêjin tune ye; xewn e... Di vî warî de jî ez ji filîstîniyan berjêrtir im...

Ew ji aliyê dagirkerê xwe ve wek “Erebên Filistînî” tên binav kirin; Xweziya yên min jî ji min re jî bigotina ev mirov nake pênc quruşên qul; lê “kurdekî Kurdistanî ye”

Ew xwedî bi hezaran dibîstanên bi zimanê xwe ne ; xweziya yeka min a xiloxarî jî hebûya ...

Ew xwedî nexweşxaneyan û bijîşkan in. Xwelî li min be, Ez im Meta Eyşo ya pîrika zarokan û Hecî Elîyê cebar im( hestîyên şikestî û ji cih derketî sax dike). Ew tenê ji zimanê min fêm dikirin lê min ew li gund hîştin; ka mirîne an sax in, ez pê nizanim...

Ew di daîreyên fermî yên dewletê de hemû kar û barên xwe bi zimanê xwe dibînin; axaftina bi kurdî bimîne li alîkî, bona ku li kurdbûna min nekevin şikê û nebêjin “îro nabe sibeh werê” ez neçarim ji tirkan çêtir tirkî biaxivim.

Ew çi nav ji dilên wan tên li zarokên xwe dikin; ez jibo navekî xwîna xwe dikim çavê xwe; bi darê zorê yekî didim pejirandin; lê divê ew jî bê “Q, W, Î, Û” be.

Ew piraniya bajar û gund û gelî û deyştên xwe bi zimanê xwe binav dikin, dixwînin, dinivîsin; dagirkerên min çi gund û bajêr, çi gelî û zozan, çi gir û çiya li ber ketine navê hemiyan guherandine: Weleh li ser xeriteyan jî ez bûme biyaniyê welatê xwe bi xwe...

Ew di mizgeftan de bi zimanê xwe guhdariya weez û şîretên mela û şêx û seydayên xwe dikin; ez bi salan e di mala Xwdê de bi hesreta wergerek ayetek bi kurdî me; dev ji ayetan berdin, ez nikarim êdî bi mewlûda bi zimanê xwe pesnê Pêxemberê xwe jî bidim!

Ew xwedî polês û zabita û dadgeh û dadgerên xwe ne; qetl û xwîn û pevçûn û qirînên xwe di nava xwe de safî û çareser dikin; lê dagirkerê min ez kirime hewcedar û mehkum û dîlê “ qoricî û jîtem û tîmên bê pergal û bê bext”

Ew in Misir û Erebîstana Siûdî û Urdun û oman û Quweyt û Behreyn û Iraq û Yemen û êdî nizanim bi çend û çendik welatan in. Li tevahiya van welatan Filîstînî xwedî nasname û çand û ziman in. Ez im xwedî parçeyek nîvco-azad im. Lê Xwedê qebûl neke li wir jî ji ber kurmanciya xwe stûxar im.

Ew hebûn û jiyana bi dagirkerê xwe re napejirînin lewma têne bomberankirin. Ez di serî de diqîrim dibêjim; “li ser heman axê biratî û wekhevî”; lê felekbavo dîsa jî agir di ser min de dibarîne!

Ew di saziya Netewên Yekbûyî de xwedî gotin in. Tevgera Yekîtiya Ereban û Rêxistina Konferansa Îslamê ser wan de digirîn. Li serê bombeyek civînek lidardixin; qe nebe ber dilê wan didin. Tayîpê konek xwe li dîntiyê danî û bona wan dawî li Dawos’ê anî.

Bi salan e ew bi min tinazan dike, carina dibêje tu heyî, carina jî bi min hêrs dibe; jê bê, ji welatê min jî min dike der; roj tuneye ku mêrg û zevîyan li min wêran û wêrtas neke; lê dîsa jî heta niha tu kes ranebû jê re negot: “- hop hop, hela bisekine; ji te re çi Evdusselam û Abdulqudûs ê Filîstînî ; divê tu ewilî hesabê zarokên di parka Qoşûyoliyê de bi bombeyan parçe parçe kirî bidî”

Kes jê re nabêje tu çima berê xwe didî Hamas’a bi qewlê Amerîka û Îsraîl’ê terorîst e; lê pişta xwe bi DTP’ê ve dikî, çavên xwe jê re digirî? Tayyîp li Dawos’ê bi hesabê miriyên Gazzeyê tevahiya Cihanê serbino kir; kesî jê nepirsî, jê re negot; “ ka hesabê welatê xwe jî bide?”

Va ye ez miriyên herdû welatan datînim ber wî; ka xanima wî jibo me jî digirî? 

Bi ya Xaça Sor a Filîstînê û bi ya Navenda Mafên Mirovan a Filîstînê Hejmara miriyên filîstîniyan ên 29 salan ev in:
Ji Îlona 1980’an heta Întîfada ya yekemîn a 28’ê Îlona 2000’an; 991 kesên (di Îlona 1982’an de li Sabra û şatîlayê jiyana xwe jidest dabûn jî tê de)
90 kesên di Cotmeha 1985’an de li Tunusê di encama êrişên Îsraîlê de mirîbûn jî tê de;
30 kesên dîsa di cotmeha 1990’an de li Mescîda Aqsayê de hatin kuştin jî tê de;
50 kesên di Sibata 1994’an de Li El Halîl’ê bi êrişa bombeyî ya chûyekî hatibûn kuştin jî tê de; ên yeko yeko jî tê de li ser hev 3000 in...

Ên ji 28 Îlona 2000’an heta 31’ê Pûşpera 2 008’an hatine kuştin 5389 kes in... 1400( zêde ye ne kêm e) kesên vî dawiyê li Gazzayê hatin kuştin jî bidin ser hev, dike çiqas? Em lihev zêde kin bila bike deh hezar; (10. 000) bila bike bîst hezar...

De ka pênûs û lênûsk bidin destan; miriyên 29 salan ên welatê min û Tayîp çiqas in?
Ên di zindanên 12’yê Îlona 1980’an de çûn ne tê de;
Ên ji xizaniyê û ji koçberiyê mirin ne tê de;
Ên ji ber şer ketin bûhranê û xwe kuştin ne tê de,
Di 29 salan de herî kêm 50 hezar mirov mirî ne.... 50.000 can!

De ka ez xweziyên  xwe bi Filîstiniyan neynim; çi bikim?
Ez dixwazim bibim Filîstînî! Ev qas... 
Mamoste Marûf

16.02.2009

Kartol-mirov

Gotinek pêşiyên Fransizan a pir û pir xwş heye:
 “L’homme en pomme de terre”
 Ez vê peyvê wek “kartol-mirov” werdigerînim Kurdî. “Mirovê ji kartolan” jî dibe.
Kartol; cûreyeke zebzeyan e û ji bo mirovan xurekek gelek girîng e. Lê ev dayîna Xwedayê jorîn a “bi xêr û ber” xwedî taybetmendiyeke sosret e jî. Hûn jî dizanin; pelên wê li jor, li rûyê erdê; seriyên wê yên bi xêr û ber di bin erdê de ne. Di pelên li jor li ba dibin de “alkolît”ên ku heta tu dibêjî bi jahrî; di binî de seriyên bi nîşast (%20) û bi proteîn (%12) barkirî veşartî ne...
Ev seriyê bi axê niximî, xwedî 95 kaloriyan e û wek “kartol” tê binav kirin.

Mirov jî wek kartolan candarek ji candaran e; lê qada jiyana wî dijberê kartolan e.  Gava mirov dikeve bin erdê, êdî kêrî tu tiştî nayê; qedr û qîmeta wî, merîfet û hunerên wî, caniktî û camêrtya wî , jîrektî û mêrxasiya wî xêr û gunehên wî hebin jixwe li ser erdê dimînin.
Lewre mirov gava pesnê kesekî din dide, qala lîvbazî û tevger û rabûn û rûniştandin û gotin û kirinên wî yên li ser erdê dike; ne yên li bin erdê.
Wek mînak tu car nayê gotin ku; “filankes ewqas camêrtî kiriye ku, di gorê de, di şûna cot-meran de, mêvandariya cot-kevokan kiriye û ew kevokên çav belek di devên xwe de jê re ji kaniyê av; ji firûnê nan anîne!
Dîsa mirovek jîr û jêhatî dema dike pesnê xwe bide bi kar û şuxulên xwe yên li rûyê erdê dide, ne bi yên bin erdê...

Lê, di cihana derewin de hîn mirov hene wek kartolan li ser erdê jahrî ne, bi axû ne... tu sermiyanek wan ê berbiçav tune ye ku pê pesnê xwe bidin; xwe pê çêkin, pê şad û serfiraz bin... Ew zor didin binê erdê. Qala miriyan dikin. Ew mirî, carinan bav û kalên wan in, carinan heval û hogirên wan... Carinan jî lehengên hin bawerî û îdeolojiyan in... Ew mirîyan ewqas mezin dikin ku hema bêjê dikin şûna pêxemberan! Ji wantrê bi pesndayîna wan, ew bi xwe  jî mezin dibin , serên wan jî, wek “ew pîrozwaran” digihîje ezmanan! Di çanda Fransizan de ev cûre canik û camêr wek “kartol-mirov” têne binavkirin.

Belê we kartol-mirovan naskirin:Îcar em werên dora çanda “kartol-miroviyê”

Di dîroka mirvatiyê de serkêşiya kartol- miroviyê nijadperst û faşîst û û feodalan kiriye. Ne hewce ye ku hûn pir serê xwe biêşînin; li jiyana Hitler binêrin, dê hûn ê di kesayetiya wî de bi çavên serê xwe “kêm aqil û famkorekî, beredayî û bêkêrekî li rûyê erdê” bibînin. Lê, di warê pesndayîna “miriyên Germenan ên di bin axê de” hûn ê rastî kesekî pir jîr û jêhatî werên...

Di çanda tirktiyê de jî kartol-mirovî xwedî cihek pir taybet e. Ji Jontirk û Îtîhatparêz û sazûmankarên komarê bigire heta neviyên wan ên îro, di şûna kar û bar û xebatên jibo welatek aram û pêşketî, jibo cihanek aşitiyane û demokrat hemû hêz û quweta xwe dane-didin hestiyên miriyan ên di bin axê de veşartî ne. Li ser erdê ew “hîç” in. Di qada huner û zanist û aboriyê de tu tiştên wan ên xêrê tune ne ku pê serbilind bibin. Ew in Mete Xan ê ku wek xewnên şevan kes pê nizane ka rast e an derew e... ew in Atîla û Tîmûr û Cengîz ên Xwedêgiravî tirk in... Ew mane Mîmar Sînan ê bi Esilkî Ermenî, Padîşayên Osmanî yên “ji tirktiyê sil” mane.

Belê di dîroka Tirkan de camêr û canikên hêja yên wek Ûnisê dilşewat, Xoce Nesredînê rûken hene û mafê Tirkan heye ku ew bi wan bipesinin lê,  bayê neteweperestiyê ya ku ew li ber ketine di wan de ti hiş û aqil nehîştiye ku ji xwe pirsa “em bi xwe çi qenciyê dikin, em kîne û bi kuve diçin? ” bikin... Sibeh êvar radibin rûdinên pesnên xwe bi berateyên miriyên di bin erdê de didin...

Di kurdayetiyê de jî gelek mînakên kartol-miroviyê hene. Bi taybetî di kevneşopiya me ya feodal de ev çand pir balkêş e. Di pêvajoyên hilbijartinan de divê hûn wan  baş naskiribin. Ew in di jiyana xwe de nebûne dermanê tu birînan lê, kurê filankes axayî ne ...
Ew in nikarin du berxan biçêrînin lê, dikin bajarekî birêve bibin; ji ber ku neviyên bêvankes şêxî ne... Ew in bi salan in di metropolên tirkan de kîsê xwe tijî kirine, haya wan ji gel û welat nebûye, bavê xwe jî nas nekirine lê, ji mala nizam kîjan axayî ne...
Ev “kartol-mirov” gava dikevin nav civatê bertîlxur û “yaxçî”yên li derûdorên wan jî baş dizanin ku di wan de tişt tune ye, vik ûvala ne, di cih de zor didin bin erdê:
“ –Heyran, em bav û kalên we nas dikin, ew mirovên pir maqûl bûn”

Kartol-miroviya me ya hemdem di destê “Tirşikxur”ên neyarên Tevgera Azadiyê de ye. Ew jî ji bo welat û vî gelê bindest ne xwedî ti, kar û şixul û projeyên  xêrê ne. Hebûna xwe, "li ser çêr û dijûnên li Tevgera Azadiyê dikin" ava kirine... Ew tim û tim pesnê xwe bi lehengên rehmetî yên wek Qazî Mihemed, Mela Mistefa, Şêx Seîd Efendî, Seyîd Riza didin û xwe bi wan çêdikin. Tişta herî ecêb û sosret ev e ku ; “ ew, destana mêrxasî û caniktiya li ber çavên wan, li ser erdê, tê nivîsandin qe nabînin! Derd û kul û meraqa wan bin erd e. Ez bixwe Serhedî me. Li herêma me xwarina tirşikê kes nas nake. Gelo kartol jî dikeve tirşikê?                                            Mamoste Marûf

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin