10.03.2013

Tirkî nizane; bi dar de bikin!



Ahmet Süreyya Örgeevren, serdozegerê (baş savcı) dadgeha (mehkeme) Îstîklalê bû. Ev dadgeh piştî tepeserkirina serhildana Şêx Seîd Efendî, di sala 1926’an de li Amedê bo darizandina kurdan hatibû damezirandin û bi dayîna biryarên bi lez û bez ên îdamê nav û deng dabû.

Bîranînên Ahmet Süreyya Örgeevren, di salên 1960’an de di rojnameya Tirk ya bi navê “Dunya” de tên weşandin û di wan de qala bûyerên pir dilsotîner, pir trajîk, pir balkêş tên kirin.

  “ Rojek ji kurdan xortekî qemerê egîd anîn dadgehê. Ew peyvek be jî Tirkî nizanibû ku bersîv bide, xwe biparêze. Dadger (hakim) bi hev şêwirîn û cezayê îdamê dan wî ciwanî...”

Hincet û sedema îdamê ecêbek kesnedîtî bû:

“ Xêra kesekî tirkînezan nagihîje welat, lewma îdam...” 

Ew gotina xwe weha didomîne:

“Di heman şevê de  lawik birin û bi dar de kirin !”

Paşê,  dike nake  kuştina neheq a wî xortî ji ber çavên serdozger naçe û weha dibêje:

“Li Dagkapiyê otêlek piçûk a bi navê Yalova hebû. Ez li wir dimam. Çawa ku bi xew re çûm, ew lawik ket xewna min; bi qirika min ve girt; bi Tirkî bi ser min de qêriya û got;
te çima hîşt ez bêm îdamkirin?

Heta sibê du sê caran weha hat û çû. Hindik mabû ez dîn bibûma...

 ***
Serê sibê çûm dadgehê û min ji hevalên xwe yên dadgeran re got: 

“Biraderino, heger em  bi ya we bikin û Tirkînezanan bi dar de bikin;  gere tevahiya Amediyan, ew jî têra me neke, gere em tevahiya Rojhilatiyan bi dar de bikin. Ma em bo cezakirina sûcdaran nehatine vir!” 

Min di xwena xwe  de çi dîtibû ji wan re jî got.  Mazhar Müfit û dadgerên din gotin; ‘ev karê me ye, çi ji te re.’ Min serdozgeriya xwe kir bîra wan. Em pevçûn. Min û wan bi nivîsên şîfrekirî giliyê hevûdu kir. Hefteyek şûn de ev telgraf gihîşt ber derstê min:

Serdozgerê Dadgeka Îstîklalê, Ahmet Süreyya Beg:
Armanca me pelixandina serê tevahiya Kurdan û heta dawiyê anîna koka kurdparêziyê ye. Bi hevalên xwe yên dadger re li hev werê û bi wan re şêwra xwe bike yek. Tême çavên te.”

Serokwezîr

İsmet İnönü

 
Ma îro jî ne weha ye?  Ew Kurdan ji ber tirkînezaniyê bi dar de nakin lê, ji birçîna dikujin.
Ka bînin hişê xwe; hûn "bê Tirkî" dikarin zikê xwe têr bikin?
                                                                         Mamoste Marûf

25.01.2013

Ma Birgül Ayman Güler derewan dike?


Birgül Ayman Güler’a CHP yî, di 24ê Çileya 2013an de, di dema nîqaşên li meclîsê yên derbarê mafê daraza bi zimanê zikmakî de got: “Netewa Tirk û netewtiya Kurd ne wekhev in; ne xwedî heman qedr û qîmetê ne”. Ev nêrîna wê ya bi nijadperestiyeke hişk têr tijî ji alî gelek kes û kesayetiyan ve rastî nerazîbûnan hat. Parlemanên BDPyî pir hêrs bûn; AKPyî yên wek Mehmet Metîner mîna ku xizne bibînin xwe gijgijandin, êriş birin ser parlemana reben, kirin wê di nav dest û lepan de bipelixînin!
Gava mirov li wan ên êriş dikirin dinêrt, digot qey ev nîqaş di meclîsa Turkiyeyê de na, di meclîsa Siwîsreya bi çar zimanî û bi çar federasyonî de rûdide! Te digot qey parlemanek vî welatî xwe şaş kiriye; zimanê di dev de li hev piçikiye, ji wan “çar netewên ku bi sedan salan e  li kêlake hev, bi çand û ziman û nasnameyên xwe, xwedî heman mafan, wekhev jiyana xwe berdewam dikin” yekê ji sêyên din veqetandiye û li rûyê nûnerên wê rabûye  gotiye: “ Hûn  ji netewên din, bêqîmettir û berjêrtir in; lewre ne  hêcayê wekheviyê ne”.
Di rastiyê de hal û mesele ev e ku, Birgül Ayman Güler a xwedî van gotinan bi ya qanûn û bi ya paradîgmaya fermî ya nod salî ya  TC’yê( Komara Turkiyeyê) kiriye û ji nava zikê kitêba zagona bingehîn xeber daye.  
Taybetmendiya Birgül Ayman Güler a ku kiriye ew bi vî awayî baxive ev e ku;  
ew xwe wek endameke çîna ( sinif) serdest û sazûmankar û xwediyê vê komarê dibîne.
Ev çîna olîgarşîk û faşîst, heştê salên dûvdirêj in, vê dewletê bi pergaleke hovane ya "nav komar naverok gemar" birêve biriye.  
Ev çîn, xwe dîtiye nedîtiye ço di destan de li ser serê vî gelê ji qidûman xistî rûniştî bûye.
Ew, nîrekî wisan giran û bi girnîş daye ser stûyê gelên Turkiyeyê û gelên Kurdistanê ku rebenino bîrdozî, ol, mezheb, bawerî, nasname, ziman, nav û nîşan jixwe dane alîkî, ketine tatêla jiyana takekesî. Kî ji bin nîrê wan komarperestan serî rakiribe û daw û doza mirovahiyê kiribe serûgoh lê pelixandine, ji mirovatiyê derxistine kirine halekî din.
Qêrîn û hewara gelan gihîştiye erd û ezmanan lê, ew ked û xwîna wan bindestan wek bertîl dane efendiyên xwe yên kapîtalîst û emperyalîst ên cihanê û wan ker kirine.
Dawiya dawîn dengê Kurdan, dengê wî gelê berxwedêr jî, piştî serhildana Agiriyê dibirin û dibêjin wa ye me navê “demokrasiyê jî bi komarê ve kiriye”; em êdî him komarparêz him demokrat in! Bi şertê ku hûn bibêjin “em Tirk in; em misilmanên sunî û laîk in, em bi tevahî ji Asyaya Navîn hatin”.
A din; ew gotine “ji me nan û av nexwazin hûn bi serê xwe ne û azad in; bi têra dilê xwe li ser axa me xwe bigevizînin”
Ecêb û gosirmeta mezin ew bû ku, endamên vê çîne bi xwe jî bi vê “demokrasiya qelp a kesnedîtî” bawerî û eşhed anîbûn!
Va ye ev hişmendî ye, ev bîr û bawerî ye ku bi Birgül Ayman Gülerê dide gotin ku “ Em û hûn  ne yek in; hûn ne hevalên me, xulamên me ne”.
Di vir de çi xeletî heye?
Kî û kê li ser zagon û pergala roja îro ya vê komarê hûr û kûr be, bi baldarî li pratîkên vê dewletê binêre baş dibîne ku Birgül Ayman Güler rast dibêje.
Ev dewlet ji nav û nasname û  zimanê giştî û fermî û bi zorî  bigire heta terîfa yek bi yek hemwelatiyan,
ji kar û barên daristanan bigire heta dibistanan,
ji nasnameya karbidestên payebilind bigire heta merivên zik têr dikin li ser sergoyan Tirk e, ya netewa Tirk e, her tişt bi tirkî ye, bi dilê Tirkan e!

Çend tiştên ku bo Kurdan û bo gel û baweriyên din tên kirin jî dîsa bo aramî û sefiraziya Tirkan e, bi vî şiklî ku:

-TRT6 didin ku  Kurd dengên xwe bibirin, tirka aciz nekin;
-Li zanîngehan beşên zimanê Kurdî vedikin ku ciwan neçin çiyê, tevlî şerwanan nebin, Tirkan nekujin.
-Di gund û bajarên Kurda de dibistanan vedikin; Tirkî wek zimanê perwerdehiyê, Asyaya Navî wek warê bav û kalan, Atatirk wek mezinê mezinan, didin ber zarokên Kurda; bi vê rezîliyê jî namînin  sonda ku dibêje; “Xwezî bi canê kesê ku dibêje ez tirk im; umrê min li ser umrê Tirkan be” bi wan didin xwarin  ku zarokên Kurda bikin Tirk, hejmara Tirkan zêde bikin.
-Ji Stranên Kurdî re çavên xwe digirin, çer hebe çend nifş şûnde wê Kurd ji gotinên wan êdî ti tişt fêm nekin, melodî dîsa bibe malê Tirkan.
-Çend erse û avahiyên weqfên Ermenan didine wan ku   ew ên din dengê xwe bibirin û doza bi mîlyonan karemetre erd û bi sed hezaran xanî û xanên xwe nekin; tirkan şerpeze nekin.
-Sûlûkûleya di zikê Stenbolê ji Romanên reben distînin, wan dişînîn gohê taxekî riya rojek dûrî bajêr, erdên wan ên ji bavûkalan mayî didin Tirkan.
-Xwedêgiravî di bajaran de bo ewlehiya hemwelatiyan avahiyan zexm dikin, plansaziya bajaran ji nûve didin dest; Kurd û Elewî û xizanên Anatoliyê ji cihên navendî derdixin; Tirkên meqbûl û muhteber dikin şûna wan.
Xwediyên vê dewletê yên îcar bi sernavê AKP derketine pêş perdeyê, rabûne nalet li Birgül Ayman Gülerê tînin; wê şermezar dikin, bi nijadperestiyê sûcdar û tewambar dikin; bi êrişên sexte, bi dijberiyeke durû hêviyê pûç û vala  didin gelê Kurd! Bi vê hewldanê pûşê xwe vedişêrin; efendîtiya xwe, deshilatdariya xwe zexm û qewî dikin.
Ew ehmeqên gohsist in ku nizanin  Gelê Kurd êdî hêvî na, wekhevî dixwaze.; Atatirkê çav li Berlînê û Erdoganê hevkarê Washingtonê; Birgül Ayman Gülera bi hesreta dewrana berê û Mehmet Metînerê kurmê darê ji hev venaqetîne, wek hev dibîne.
                                                                      Mamoste Marûf


  

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin