20.02.2011

Mirîhezkerî( nekrofîlî)


Mirîhezkerî( nekrofîlî, necrophîlî; necro; mirî, phîlî; hezkirin), di jiyana zayendî de awakî ji rê derketina mirovan e.


Dilê mirîhezkeran dibije miriyan û bi wan re serî datînin, dikevin nav nivînan.


Bo vê yekê ên mêr, gelek caran yekê dikujin , dûre diçin dorê.


Bi ya zanyaran, piraniya rêze-mirovkuj ( kesên mirovan li dû hev dikujin), bi mabesta mirîhezkeriyê vî karî dikin û di kûrahiya dil û mejîyê xwe de ew nexweşiya “parafîlî” dihewînin; bi gotinek din, ew ji wan kesan in ku xweşiya wan tenê bi kar û fanteziyên kesnedîtî tê.


Bi ya Herodot, wan çaxan, termên jinên bedew bo veşartinê çend roj şûn de didan kesên peywira wan gor kolandin bû. Heman dîrokzan bi me dide zanîn ku jina Tîran Perîandre yê bi nav û deng Melîssa, piştî mirina mêrê xwe dîsa jî wekî ew bijî pê şad bûye, wî hembêz kriye û mizdaye. Dîsa guneh li stûyê Herodot, Qiral Herode cendekê jina xwe ya bi navê Marîanna bi rê û rêbazên taybet bi salan diparêze û pêre her roj karê xwe yê doxînê dike.


Cureyekî din ê mirîhezkeriyê jî mirîhezkeriya siyasî ye .


Mirîhezkerên siyasî, ji kes û kesyetiyên jîndar na, ji wan ên bi navkî tenê mayî hez dikin. Heke di jiyana rasteqîn de, ji yekî jîndar, hez bikin jî divê hûn bizanibin ku ew wî xistine şûna lehengekî mirî. Heke ew rebenê Xwedê xwe şaş bike û bibêje ez ji “lehengê te yê delaliyê mirî acizim, ji wî hez nakim” teqez jahrî dixe girara xwe. Heval û hogirê wi yê mirîhezker ê heta wê demê heyran û qurbana wî , di cih de vediguhere dibe neyarê bav û kalan.


Hiş û zên û mejiyê mirîhezkeran tim û tim li ser miriyan e. Bi serkeftiyên wan dilşad, bi têkçûyînên wan xemgîn dibin.


Frensî wan wek “kartolmirov” ( l’homme en pomme de terre) jî binav dikin; ji ber ku ew pesnê xwe bi yên di bin erdê veşartî didin, sermiyana wan bin erd e. Ma seriyên kartolan ên tên xwarin, ên tije vîtamîn û proteîn jî di bin axê de nînin? çawa ku pelên kartolan ên li ser axê bi alkolît ên bi jahrî ne û mirov û sewal devê xwe nadinê, kartol-mirov çiqas qenc û zana û qehreman dibin bila bibin ji mirovên li ser axê dûr disekinin, gelek caran neyartiya wan dikin, diranan diquricînin...



Mirîhezkeriya siyasî di çanda Tirktiyê de pir girîng e. Çi lehengên derew çi yên rast, hebûna tirktiyê bi miriyan ve girêdayî ye. Tirk kî dibe, çi dibe bila bibe navekî - di çîrok û xewroşkan de jî derbas bibe ne xem e- dîrokî yê ji Asyaya Navîn li ber guhê wan ketibe derheqê wî de yek hatibe gotin ew dikin hezar û jê lehengekî palîwan diafirînin û şev û roj pê dipesinin. Çavê wan babaegîdên li ser sergoyan nan digerin, nivîskarên xwedî Nobel ên ji tirsa mirinê welat bi welat penaber in, lehengên li serê çiyayan destanan dinivîsin, dê û bav ên xizan û belengaz ên ewqas şêr û piling in ku her meh bi çend quruşan abora deh nifûsan dikin nabînin. Ew miriyan ewqas mezin dikin ku wan ji binî ve ji taybetmendiyên mirovatiyê dişon, dikin şûna melaîketên pîroz ên bê dev û bê qûn...


Miriyên wan bi hev re jintî û mêrtî jî nakin: Ew bi fermana Rebê jorîn dibin xwedî zar û zênç. Bi nîqaşên dawîn ên derbarê padîşahên Osmanî de kenê guran tê. Ew, an camêrên doxînsist û araqxwur û kujerên zarokan, îro dikin şûna pêxemberan û didin ser seran û ser çavan...


Îcar em werin ser mirîhezkeriya me Kurda...


Gelê Kurd ev çil sal e ji zarokên xweyên şîrhelal lehengên kezebpola diafirîne û di riya azadî û serxwebûnê de wan dike şehîd û li serê çiyayên Kurdistana şirîn yeko yeko direşîne. Heke mirov lahzekî hişê xwe komî serê xwe bike û şert û merc û rastiya cihanê û ya Tirkiyeyê baş bifikire, saw dikeve laş û giyan; agir û alav dikeve dil û can... Ev sih sal e artêşên herî giran ên cihanê bûne yek, cahşên me yên dirînde jî xwe dane ser, jîtem û jît û tîmên taybet û netaybet ên tirko jî sîra ser; dîsa jî li ber şêrên azadiyê nikarine bibin bend û çeper, lê ji bela mirîhezkeriyê hin Kurdên me wan napejirînin wek meqbûl û muteber...


Gelo destan tenê li çiyayan têne afirandin û jiyandin, lewma mirîhezkerên me çavên xwe digerînin nagerînin leheng û qehremanên xwe nabînin?


Na, na, hezar car na... Di her kolanên Kurdistanê de welatparêzek serî daye ber neyar hêj berxwedêr û çalak û jîndar, ji her malek şehîdek xwînxwar nediyar, di sed bajar û bajarokan de şaredarên ji pest û prkûtiyên dewleta dagirker bêzar lê bo xizmeta gel dîsa jî li ser kar, di televîzyon û radyon û rojname û kovaran de rojnamevan û nivîskarên şev û roj şiyar, evqas pirtûk û kovar û niviskar, di her zîndanek de bi sedan girtiyên bo azadiyê sondxwar...


Mirîhezkerên me re hebe tunebe mirî û mirî: Ew, ji Kawayê hemdem ê “li Îmraliyê dîl” re her du çavên xwe hişk girêdidin, ji bo yê Zagrosan ê çar hezar sal berê hatiye çûye şîne digirin, reş girêdidin.
                                                                                                           Mamoste Marûf

14.02.2011

Carek din Candaş Tolga,

        
Dora pêşîn ez bi sonda qesemê îdia dikim dibêjim; tiştên ku min derheqê Candaş Tolga IŞIK de çend roj berê nivîsîbûn gelek kêm bûn ne zêde bûn û ji serî heta dawî jî rast bûn…

Ez beriya nivîsê, bi gotina du şahedan jî nemam; min telefonî "camêrekî kaxizmanî yê biewle yê di warê malbata wî de xwedî agahî" jî kir û jê pirsa Candaş û malbata wî kir. Bi rastî, gelek tişt hebûn, lê bona ku dilê wî yê , ji ber "kirasê kurdayetiyê ku Rebê Jorîn bi sitû ve kirî bi xedarî birîndar"  pir neêşe min ew bincil kirin, nenivîsandin…

Hin agahî yên ku ketibîn ber destê min jî diketin ber zagonên dewleta Tirk, lewma ez ji nivîsandina wan jî dûr sekinîm. Camêr rûyê xwe reş kiriye û bo nivîsa min gotiye “ ji înternetê hatiye berhevkirin !”

Ma rebeno nizane ku kurdayetiya wî û şêxtiya wî berê jî di înternetê de hebûya bi wî  ewle nedibûn; wî di Posta û  di TV8'ê de nedikirin pasvanê ( bekçî) şevê jî...

Ji kerema xwe re rûpel bi rûpel înternetê serobino bikin, ka xeynî gotinên min, li ser jiyana wî ya takekesî ti nivîs hene?

Bi nivîsandina wê gotarê mirazê min ew bû ku bi raya giştî ya Kurda re bidim zanîn ku mirov bi nijadkî çiqas kurd be jî, gava kesayetî biderize dibe neyar û xerîbê gelê xwe…

Gotina min ew bû ku, divê Kurd zarokên xwe li ser bingeheheke kurdewarî, bi rabûn û rûniştandina neteweyî, di nav sazî û rêxistinên Kurdistanî de mezin bikin; hêj di piçûkatiyê de evîna gel û welêt bikin dilê wan; da ku ew di xortanî û ezebiya xwe de wek Candaş Tolga nebin para devê neyar û çavnebaran.

Peyama ku min xwestibû bidim keç û xortên Kurda jî ev bû ku; zewaca bi biyaniyan re, ya ku dagirker dibêjin “wek goşt û neynok me bi hev re dizeliqîne” ne xêra gelên bindest e û zewacên tevlihev bi piranî ji bo dîl û rebenên "bê dewlet" û "bê nasname" dibe aşê bişaftinê û zarokên wan dide ber xwe dihêre ; ji wan cinawirên wek Candaş û Bedretîn Dalan û Cemal Kûtay diafirîne…

Gotina min a dawîn jî ji ronakbîrên me re be: Gelî xêrxwazan,

hişmendî û perwerdeya gel deynê stûyê we ronakbîran e.

Divê hûn wek bijîşk û psîkolog û sosyolog û nivîskar û siyasetmedar, li ser tevna asîmîlasyonê serê xwe biêşînin û gelê xwe şiyar bikin… Bi serê we bikim, ev lehî û tofan, gelê Kurd daye ber xwe paxiş dike…

Heke hûn, wek îro, li peyî nîqaşên rojane bikevin û plansaziya pêşerojê nekin, "planên bêyom ên dagirkeran ên li paş perdeyê"  biser dikeve û ûrtê we bi xwe jî kor dibe; hûn bi tena serê xwe rût û repal li rasta vê meydanê dimînin û dimînin.

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin