Ernest Beg her merheleya rêwîtiya xwe di albûmekê de dide hev û pêşkêşî rayedaran dike. Balkêş e ku ew bi giranî li ser Kurdan hûr û kûr bûye
Wan deman li Rojava xebatên antropolojiyê gelek pêşde çûbû. Helbet ev nijadperestiya pêşwext bû û wê çil sal şûnde rê li ber faşîzmê û şerê herî mezin ê cihanê vekira... Bi temaşekirina van wêneyan hûn ê baş bibînin ku Ernest Chanter ji rewşa civakî, aboî û çandî bêtir bi tasa serê mirovan re elaqedar bûye. Di albûmên din de baş dixwiyê ku berhemên kevnareyên şaristaniya Roma û Helenîstîk, srufên merivên "hov ên xwecih" bala wî kişandiye. Dema meriv li wêje û zanistên civakî yên wê sedsalê dibîne wateya kûr a vê ebatê çêtir fêm dike. Wan deman danûstendina koleyan tê nîqaşkirin, giregirên serdest li dijî rakirina koletiyê li ber xwe didin. Ên mayî jî bi xirakirina îmaja gelên xwecih wîjdanê xwe rehet dikin... "Ew mirovên pîrîmîtif in, wek kole bikaranî a wan caiz e, jixwe, eynî moletiyê Kêrî tiştekî nayên"
.
|