20.04.2018

Li dijî Kurdan Yekîtiya Komînîst û Faşîst û Misilmanên Cûmhûriyetê -1


 Bulltin Périodique de la Presse Turque, (Bûltena Vedor a 
Çapemeniya Tirkiyeyê) bulteneke vedor a fermî  ya dewleta Fransayê ye  û weşandina bûyerên girîng ên li Tirkiyeyê qewimîne wek armanc daye ber xwe.

Ev bultena ku  ji sala 1920’an heta 1939an 129 hejmar tê çapkirin, derheqê TR û Kurd û Kurdistanê  de nûçe û nirxandinên pir balkêş  dihundirîne.

Di hejmara 122emîn a sala 1937'an de nûçeyeke bi sernavê “civaka Îsraîlî”  cih digire.
Nûçe weha destpê dike:

 “Çapemeniya Stenbolê, di  07.01. 1937an de  pêşniyazqanûna  parlemanê Manîsayê M. Sabri Toprak a ku li welatiyan, dê û bav jî di nav de,  li derveyî malê bi hemwelatiyan re axaftina bi zimanên  xeynî  Tirkî  ji binî ve  qedexe dike weşand. Ev pêşniyar, bi taybetî nîşan li Cihûyên ku “rojname, ev çend e  bi hinceta ku bi zimanên biyanî diaxifin, ji wan bi gilî û gazincin” digire”

Qeyda Pêşniyazqanûnê di ewraqên Meclîsa Tirk de
Cihan Kurd û Kurdistanê tune dihesiband
Teqez bala we jî kişandiye, di pêşniyazqanûnê de behsa Kurdên Bakûr, ên wê demê  ji sedî 80-90 nezanê zimanê Tirkî bûn qe nayê kirin.

Dema meriv, çi çepgir çi rastgir, çi sosyalîst çi kapîtalîst, bala xwe dide çapemeniya  Cihanê ya ji nîveka sedsala XIXan heta salên 80yî, tîpolojiya Kurd û dîmena Kurdistanê weha hatiye teswîrkirin:

Kurd,  çiyayiyên nîvkoçer yên bi gişkî xwedî  jiyana eşîrkî,  merivên serhişkê nezan ên har û hov û êrişkar û talanker, bêserûber,  ji şaristaniyê  bêpar, musteheqê hemû pest û pêkûtiyên dewletên dagirker ; Kurdistan, welatekî  asê yê  seranser bİ çiya û bİ geliyên kûr, bê rê û bê dirb,  bêqanûn û bêzagon û  bênîzam , di her newalekî  wê de rêbirekî bi çek û rext... 

Di pêvajoya Şerê yekemê  Cihanê  de,  Sedema  koçberkirin- koçberbûn  bi mîlyonan Kurdan, qirkirin-qirbûna nêzîkî  mîlyonekî  wan ev nêrîna şaş û derexlaqî ye.



Nûçeya di " Bultin Periodique de la Pres Turque" de Bûltena Vedor a Çapemeniya Tirk de

Sedema reşkirin û tunehesibandina Kurd û Kurdistanê

Sedema neheqaya ku piştî Şerê yekemê  Cihanê li Kurdan hatiye kirin û bêdewlet û bêstatû hîştina wan jî  di vir de veşartî ye.
Sala 1922-1924an, li ber çavê hemû  cihanê, bêtirs û bêminet  bi balafiran bombebarandina  Îngilîzan a bi ser sivîlên Suleymaniyeyê de jî ev e.
Sedema tunehesibandina wan a li Lozanê jî ev fikra xerab û bêyom e.
Ji Koçgiriyê  heta îro bi destê dagirkeran ve  bi sedan caran , bi sed hezaran Kuştina Kurdan, ji aliyê kesî  ve nebihîstina hewara wan, rewanedîtina bexwedan û serhildanên wan, bi ser de piştgiriya  dijminên wan jî ev pêşdaraz û mehkûmiyeta pêşîn a dewletên emperyalîst e.

Gelo  sedema  ferzkirin û rewadîtina dagirkeriya ser Kurdan a ev du sed sal in berdewam dike çi ye? Ji  nedîtînêve hatina zilm û zordarî û neheqiyên li wan hatine – tên  kirin  kîngê, çima destpê kiriye? Ev helwest îro jî bandor li polîtîkayên  Emperyalîstan  dike yan na?

Heta nîveka Sedsala XIXan Kurd li seranserê cihanê gelekî efsanewî yê çiyayî yê wêrek,  nanda, mêvan hez, şox û şeng, xwedî  jiyaneke dûrî gelên cînar û  çand û  dab û nêrîtên pir resen tê pênasekirin. Kurdistan jî welatekî aydî Kurdan, heta dibêjî pîtoresk û esrarengîz tê danasîn. Ev nêrîn bi şerên Osmaniyan ên bi Ûris re, bi taybetî bi destpêka neteweperestî û daxwaziyên neteweyî yên Ermenan re diguhere.

Di hemû şerên bi Ûris re Kurd gelemperî bi bi armanca parastina erdên  xwe piştgiriya Osmaniyên Misilman, Ermen bi hêviya damezirandina Ermenîstaneke serbixwe ya “li ser axa ku şênî piranî Kurd”  piştgiriya Rûsyaya Ortodoks dike.

Ermen pir zû  têgihîştibûn ku liser erdên ku dewleteke neteweyî dixwazin heta bi piranî Kurd hebin Ermenîstan xewn û xeyal e. 

Kurd jî baş dizanibûn ku bi damezirandina Ermenîstanê re ew ê ji welatê xwe bên derxistin.

Rayedarên Dewleta Osmanî jî, bi taybetî Abdulhamîtê Xûnkar firsenda xwe di vê dubendiyê de dît û bo mayîndekirina desthilatdariya xwe, dubendî û rikbariya di nav Kurdên misilman û gelên Xaçparêz de gur kirin. Piraniya ronakbîrên Kurdên wan deman û çend ronakbîrên  Ermenan hevkariya her du gelan xwestibin jî, serok eşîrên nezan û  feodal ên  ji neteweyîtiyê bêhay û neteweperestên Ermenan ên xwedîgiravî pêşverû û zana  nehîştin ev hevkarî geş bibe û li ser heman axê hîmê  jiyaneke hevpar û azad a gelan  bê danîn.
Neteweperestên Ermenên ji berê de bi Rûsya û bi Ewropayê re xwedî  xweş têkilî, ji pêşketinên cihanê hayîdar û agahdar dest bi reşkirina Kurdan kirin. Zilm û zordariya serokeşîr li gelên xaçparêzên Kurdistanê dikirin  jî qozeke mezin dida destê wan.  Wan di demeke kurt de xweş îmaja Kurdan li seranserê cihanê ji binî ve guherandin. Kurd êdî ne netew, ne jî gelek ji wan gelan bû. Birreke mirovên har û hov en  layiqê qirkirinê bûn.


Em dîsa werin ser pêşniyazqanûna  M. Sabrî Toprak:
“Gorî vê pêjniyazqanûnê  cezayên pir giran; heta saleke  girtîgeh û  1000 TL cezayê perekî  li hemwelatiyan  bê birîn.
Ew ê nikaribin ti karekî serbest bikin,  nav û nîşan, dîplom û broveyên wan ji wan bê stendin û nikaribin bi dewletê re karê peydakirinê (îhale) jî bikin”
Pêşniyazqanûn weha berdewam dike:

“Xelata rayedarên  jêhatî  wê  nîvê cezayê (madî yê) li sûcdaran tê birîn be,
cezayê kesên çavê xwe  digirin jî herî kêm seleke cezayê girtigehê be”

Ev ceza bi pereyê îro çiqas e...?
Pê çi dihat stendin?
Di sala 1937an de Dolarekî  bi 1.26 Lîrayê Tirk bû.
Cezayê axaftina bi zimanekî xeynî Tirkî 793 USD, bi pereyê niha; 3.215 TL
Mehaneya memûrê nû dest bi kar kirî: 52.85, mehaneya Atatirkê serokdewlet û serokhertişt: 668.30 TL 
Mehaneyên memûrên Dewletê yên wan salan

Bilêta tramwayê, 5 qiruş,  3 celeb xwarina li aşxaneyê 15-20 quriş, bilêta sînemayê; 25 quriş,
li Kûçûpbazara Stenbolê xaniyekî di nav baxçe de: 2500 TL
Kin û kurtasî, heger ev pêşniyazqanûn bi dilê M. Sabri Toprak û Kemalîst û sosyalîst û faşîstên wê demê  bihata pejirandin, Kurdên xizan û belengaz û Tirkînezan  gundên xwe jî bifrotana nikaribûn ji binê cezayê ji ber nezaniya Tirkî li wan dihat birîn  derketina. Ew ê kilîta reş li deriyên xwe bixistana. Bihosteke erd jî bi destê wan nediket ku tê de kon  dagirin... 

Nûçeya derheqê pêşniyazqanûnê de weha berdewam dike:

"M. Sabri Toprak li diijî hatina Cihûyan a bo Tirkiyeyê jî pêşniyazqanûneke amade kiribû û ew di gulana 1937’an de rastî rexneyên tûj ên endamekî Serekxaxamtiyê hatibû. 7-8 meh bi ser de çûbû ku wî  ji komîsyona Karên derve re nameyeke nivîsîbû û di 01. 09 de di Cûmhûriyetê ew hatibû weşandin. wî ev rexne bersîvandibûn  û gelek pêşniyar pêşkêş kiribûn. Di serî de spasiyên xwe li Serekxaxam kirbû; ji ber ku li civata xwe şîreta axaftina bi Tirkî kiribû, paşê jî bi hinceta ku endamên wî guh nadin şîretên wî û di dibistanan de hêj wek berê bêbextî dikin gilî û gazinên xwe anîbû ziman û gotibû Alyansa Îsraîlî serîtewandî dixwiyê lê, “hişmendî û bîrdoziya wê ya heram û malamirat hêj  zindî ye, geştir dibe. Wê demê divê em mamosteyên bikin der"

Bi ya min,  ev pêşniyazqanûn bi dijberî û bi têkoşîna Cihûyan û bi  mudaxeleya dewletên piştgirên Cihûyan tê red kirin û qanûneke din a cezayên wê  siviktir “li axêverên zimanên xeynî Tirkî dibire” dikin şûnê. Ev qanû xeynî Kurdan li ti kesî nayê sepandin.  (Qanûna ku 50 TL ceza li Kurdîaxêvan dibire)

Wan salan Kurd, Ermen, Rum ji ber ku li dijî dewletê serî rakiribûn, an şer kiribûn pirî zerp û zor dîtibûn, pirî hatibûn çewisandin, êdî newêrîbûn doza ziman û  çanda xwe jî bikin.
Nûçeya di Bûltena Vedor a Çapemeniya Tirkiyeyê de weha bidawî dibe: "
"Derheqê vê qanûnê de, nêrînên gelek kes û kesayetiyan hat pirsîn. Hüseyîn Cahid, İrfan Emin û Dr. Sani Yaver  piştgirî didin  vê pêşniyazqanûna  ku divê “Tirkî bi kotekî  bê peyivandin û  kesên wî (Tirkî) kêm dibînin jî bên cezakirin”


Gelo ev sê ronakbîr, rewşenbîr, giregir kî ne?

Ez ê  ronakbîrê(?) ku meriv şaş û mat dike, bi qewlê Kurdên berê, ji kerê dixe, mejiyê meriv serobino dike paşve bavêjim.
Yê pêşî
Huseyîn Cahît Yalçın e ( 1875-1957) Li Balikesîrê tê dunê. Mulkiyeyê diqedîne. Tevî Tefik Fikret rojnameya Tanin’ê derdixe. Sala 1908an de dibe parlemanê Partiya Îtihat Terakiyê. Ji ber dijberiya M. Kemal û dijberiya Partiya Demokrat çend caran ceza distîne. Wek romannivîs û çîroknivîs nav vedaye.
Hüseyîn Cahît Yalçin
 Di wêjeya Tirk decihê wî pir mezin e. Di waneyên wêjenasiyê de çîrok û romanên wî li xwendekaran tê ferzkirin. 
Derheqê Talat Paşayê faşîst de jî pirtûkeke pesindayînê nivîsiye. Wekî din du roman û sê pirtûkên wî yên  çîrokan û çend jî yên bîranîn û lêkolînî hene. Ya balkêş ew e ku, heta îro çi rastgir çi çepgir ti kesî rexne li nêrînên wî yên faşîzan û despotîk negirtiye.
Yê duyem,
Dr. Sani Yaver e (1880-1971).
Bijîşkekekî Atatirk e. di sala 1950yan de di Partiya Demokrat (DP) de wekîltî jî dike. Di Akademiya Leşkerî ya Gûlxaneyê de kar dike. Sazûmankarê Kursiyê Goh, poz û qirikê yê ye...

De em  dorê bînin İrfan Emin (Kösemihaloğlu)
(1880-1968) Fakûlteya Dadê ya Zanîngeha Stenbolê bidawî dike. Di ciwantiya xwe de bi Îtihatparêzan re hevaltî û hevkarî dike. Di çend kovaran de nivîsên wêjeyî diceribîne lê, biser nakeve. Parêzerî dike. 
Heta mirinê bi dil û can Nazim Hîkmet diparêze. Îrfan Emîn hevalê Nazimê herî dilsoz e, ew qas kuew bo wî helbesteke akrostîş  jî dinivîse. (Ji tîpên serî yên rêzikên helbestê, navê İrfan Emir derdikeve)



            Nasılsın?
İyi günlerimde çok eller uzanır ellerime,
Resmimi, suratımı baş köşeye asarlar...
Fakat demir kapıların her kapanışında üzerime,
Ardında taş duvarların her kaldığım zaman,
Ne arayan beni, ne soran...

Eeeehh, daha iyi be, bunun böyle olduğu...
Minnetim ve borçluluğum yalnız sana kalsın.
İyi günlerimde benim unuttuğum insan eli
Nasılsın?...

                             Şair Nazım Hikmet


                               Çawayî
Ku roj  xweş be gelek dest dirêjî min dibin
Wêneyên min bi jorê quncikan ve dikin
Lê her cara ku deriyên hesinî bi ser min de tên giritin û
min davêjin paş diwarên kevirîn,
Kes li min nagere, li min napirse
Hema weha çêtir e lo
Bila li te tenê spasdar û deyndar bimînim
Ka bibêje destê camêrîyê ku ez jî di xweş dewranan de bibîr naynim,
Çawayî ?
                                          Helbestvan Nazım Hîkmet 

Nazim Hîkmet û parêzer Îrfan Emin li dadgehê


Nazim Hîkmet û kesên li derûdorê, ji Koçgiriyê heta Dêrsimê çavdêriya hemû zilm û zordariya ser Kurdan kirine. Pir balkêş e ku wan bi çavê Ewropiyan Kurdan gelekî hov yê dûrî şaristaniyê, ne hêjayê naskirinê dîtine. Înkarkirina hebûna wan, ziman û çanda wan rewa dîtine. Ew pirensîba sereke ya sosyalîzmê ya "Bi xwe xwe tayînkirina qedera xwe ya gelan" ti car neanîne rojevê. Nazim Hîkmet  di hebestên xwe de rasterast "neteweperestiya çandî ya Tirktiyê" kiriye. Lewre li ba Kurdan ew û Nîhal Atsiz du qetên ji ber sêvekî ne...
                                                                   Mamoste Marûf







Hiç yorum yok:

Fîlmekî jibîrûyî yê derheqê Kurdan de: The Last Outpost

Navê fîlmê bi Ingilîzî “ The Last Outpost” e. (Qerekola Dawîn) Fransiyan navê  “ Intelligence Service” (Servîsa Saloxgeriyê) l...