27.09.2017

Gelî Xwîşk û Birayên me yên Rovî


Kurd bi sedan salan e di newalên çiyayên xwe de, di guhên bajarên xwe de, 
bi pez û dewarên xwe, bi zevî cotê xwe, bi danûstandina bi cînarên  xwe  debara xwe dikir.  Biyanî; çi  Tirk,  çi Ereb û  Ecem, çi Misilman, çi Xaçparêz û Cihû  heta pergal û şêweya jiyana  wan a ji bav û kalan mîrat mayî tehdît nekirina, dest daneynana ser mêrg û zevî û zozanên wan "tune" dihatin hesibandin, xwe li nedîtnê datanîn.
Jiyan eşîrkî bû. Zewac, şîn û şahî, şer û pevçûn an bi eşîra xwe , an bi eşîrên derûdorê bû. Ango dema qoçê wan dirêj tûj dibû di laşên vevûdu de ko dikirin...
***
Ev xweş dewrana bi hezarar salan serdest, di sedsala 19’an de bi destpêka neteweperestiya gelên cînar  hêdî hêdî serobino bû. Tirk, Ermen, Ereb, Ecem û Ûris  li ber bayê netewdewletbûnê ketibûn, dixwestin erdên ku destê wan digihjê li ser navê netewa xwe qeyd û tapî bikin.  Kurd, bi destdirêjiya ser  mîrektî û pergala xwe ya eşîrtiyê, bi fermanên ku "koça ber bi Anatoliyê ve"  li wan ferz dikir,  bi fen û fûtên wan hesiyan lê çi bikî, di netewbûnê de pir derneg mabûn. Aqûbeta reşikên Afrîqayê, Çermsorên Amrîkayê,  Aborjînên Awistralyayê li serê wan bû  lê, wan heta nîveka sedsala XX’an ji xwe dernexist in ku êdî bindest û koleyên cînaran e...
Çend ronakbîrên  ji  rewşa kambax hayîdar  hebûn lê, dagirker nedihîşt ku ew gel şiyar û serwext bikin, bo azadî û serxwebûnê birêxistin û seferber bikin.
***
Dîsa jî Gelê Kurd serî li ber dagirkeran netewand. Bi awayek lokal û herêmî bi dehan caran li ber wan serî rakir. Bi sed hezaran can dan, bi mîlyonan hatin nefî kirin, di qula derziyê re hatin derbas kirin.  Netewbûna Kurda bi vî awayî li ser zilm û zordariya cînarên wan, li ser hestiyên şehîdên wan, li ser dêris û xirbeyên gund û bajarên wan, li ser hêsirên çavên sêwî û koçber û xizan û belengazên wan  şîn bû, pel veda.
Wan di serî de ji cînarên xwe yên nemisilman ên Ûris, Ermen û Asûrî  dipelikand.  Digotin qey Kurdistan wê bibe kafiristan. Bi fîtkirina Tirk , Ereb û Eceman li ser navê “şerê kafiran” bûn şêr û piling, bûn qirnî, bi "kafiran" ve ve zeliqîn. Welatê xwe ji wan xalî kirin, ûrt û ocaxa wan kor... Encam; piştî têkbirina  “kafiran” birayên wan ên misilman walatê wan li wan kir kafiristan...
***
Di destpêka sedsala XX’an de bêbextî û xayîntiya birayên xwe yên misilman bi çavên seran dîtin lê, dîsa dereng man, bi qewlê Tirkan, hesp ji wan stendibûn û ji zû de Ûskûdarê derbas kiribûn...
Kurd van salên dawîn netewbûna xwe ya “bi dernegî ketî” temam dikin.  Dagirkerên wan ên sed sal in xwedî dewlet lê, li ber Cihû û Xaçparêzan reben û stûxwar, wek pehlewanên derewîn çi hêz û derfetên wan, çi konektî, fen û fûtên wan  hene li ser wan diceribîn.
Wan wek sed sal berê bi biratiya Misilmantiyê, bi emperyalîzmê, ew jî nebe bi Xaçparêz û Cihûyan ditirsînin: Nebî, nebî  merhebatiya wan nekin, bi wan re hevkarî nekin, dostanî daneynin haaaa...!  Ji kê, bi çi awayî dibe bila bibe, bi navê Kurdayetiyê daxwaziya ti mafekî nekin ..! Em tev misilman in,  hêzên li derveyê  welatê me dizwazin me ji hev cihê bikin, welatê me parçe...!

Bi taybetî argûment û hincetên dagirkerên misilman ji hiş û aqil û zanistê wêdetir, derî exlaq û namûsê ye. Ew çavkaniyên bingehîn ên Îslamê jî, dîroka Îslamê jî , wîjdanê misilmanan jî xera dikin, diqusînin. Bona ku dagirkeriya xwe rewa nîşan bidin,  Pêxemberê di sala 622 yan de li Medîneyê "bi Cihû, Xaçparêz û pûtperestan re hevkarî kirî,
hevpeyman mor kirî,
bi wan re jiyaneke hevpar û wekhev ava kirî"
wek neteweperestekî Tirk, Ereb, Faris be
û
dijminatiya Kurda kiribe nîşan didin. Hemû Misilman dizanin ku Pêxember çi gotibe Hedîs, çi kiribe Sinet e... Ma wê wextê hevkarî û hevpeymanên bo jiyaneke aştiyane û bi rûmet ên bi Xaçparêzû bi Cihû û bi muşrîkan re jî ne sinetê Resûlullah e,
gelî xwîşk û birayên me yên rovî...?
Mamoste Marûf







Hiç yorum yok:

Fîlmekî jibîrûyî yê derheqê Kurdan de: The Last Outpost

Navê fîlmê bi Ingilîzî “ The Last Outpost” e. (Qerekola Dawîn) Fransiyan navê  “ Intelligence Service” (Servîsa Saloxgeriyê) l...