NIVÎSEKE Jİ BIHNTENGIYÊ



Carinan meriv tenê bo nivîsandinê dinivîse. Ev rewşa kambax dema naxwazî rûyê kesî bibînî, naxwazî ronahî û tarî, ba û baran, teyr û tirûl te bibîne tê serê mirovê destbipênûs. Di dem û dewrana pênûsê de derûniyeta nivîskaran ji destnivîsa wan xwiya dibû. Grafolog li xet û xêza pênûsê dinêrt û kul û mereza nivîskar vedigot:
Nivîskar ji xwe nexweş e, di dil de xwesteka jiyanê çem û çem e....
Nivîskar çi qewl e çi qerar e, dev li alîkî qûn li alîkî ye...
Nivîskar delodîn e, her tişt jê tê, li her deverî, bi her awayî, di her dilqî de li ber pozê xwendevanê reben şîn dibe.
 ***
Di vê heyama klavyeyê de gelo mirov derûniyeta nivîskaran ji tepatepa bişkokên klavyeyê nikare derxe?
Ez ne derûnînas im lê, bi dilrehetî dikarim bipesinim bibêjim ku  hostayê naskirina kesyetiya xwe me.
Bi taybetî jî di derengiya şevê de bala min li ser min e. Ger bi roj li welatê min qencî qewimî be û ez bi wê serfiraziyê li ser kompûtûrê rûniştîbim dengê defa daholê ji klavyeya min tê.
Ger li welatê min şer be, klavye bi kerb e. 
Ger li welatê min komkujî be, klavye bi şerm e.
Serkeftin be klavye şerûd e, tepetepa wê digihîje erş û ezmanan.
***
Nivîskarên me yên berê dengbêjên me yên pênûsnenas û klavyenezan bûn.
Ew derd û kesera dilan bi xweş dengê xwe didan der.
Ev cûre vegotin ji tevahiya huneran zor û zehmettir bû.
De ka di hişê xwe de bibin bînin; dijminê bav û kalan gundê te, mala te, hesp û gayê te tê şewitandiye, zar û zêç û kofî kulfet bi ser hev de qet qetî kiriye, merivek qedirbilind bi enişka xwe diniçîne te: "De bêje keko, de bêje!"
Hema aniha bifikirin: Di rewşeke weha de nivîs, ew jî nivîsa vê dewrê vê zemanê, ji gotinên berê yên "bi meqamkî û bi mijarkî û bi wezinkî miheqeq  li hevhatî" çend car  hêsantir e, ne wisa?
Kî diwêre bikeve dewsa dengbêjê şahêdê wêran û wêrtaskirin û şewitandina welatê xwe!
Kîjan meqam dikare  ji hewarên jinan, ji girînên zarokan, ji nifirên kal û pîran, ji orîna sewalan, ji newkîna pisîkan, ji qîjîna qaz û qulingan bêtir bandor li merivan bike û xwe bide guhdarîkirin?
***
Nivîsa kambax me ji ku anî bir ku derê! 
Belê dengbêjên me bi hezaran salan şahediya bûyerên weha kirine û bi  awazên xwe yên xweş, bi Kurdya xwe ya dewlemend, bi hestên xwe yên di hestiyarî de ji hed der ji heqê bextê reş û dijminên marên reş hatine der... Em jî bihna xwe ya teng didin der ew e,heyra....





Yorumlar