Zindîtî û Mirina Zimanan



Koma lêkolînvanên UNESCO’ yê ya  pîsporên zimanên di xetereyê de

 beşa mîrateya nedîtbar

şaxa mîrateya çandî

UNESCO

1, rueMiollis

75732 PARIS cedex 15

Tel.: +33 (0)1 45 68 42 52

Fax: +33 (0)1 45 68 57 52


                                                                                             Mamoste Marûf

                                                                                       mamostemaruf@yahoo.fr



Zindîtî û Mirina Zimanan

Koma lêkolînvanên UNESCO’ yê  yên  pîsporên zimanên di xetereyê de

I. Pêşgotin

Dîroka nêzîk

        Liv û tevgerên UNESCO’ yê yên ji bo  piştgiriya çêşîtdariya  lîngûîstik a li Cihanê (2), di demek pir nêz de, di encama xebatên van bîst salên dawîn de destpêkiriye. Bi rastî jî rêxistin, di salên 80’an de bala xwe dide cûrbecûriya zimanan û wan wek hêmanek bingehîn a pirrengîniya çanda mirovahiyê dibîne û dipejirîne.

Di van salan de Kurd, ên Iraqê pişkî ne tê de, hema bigire bi tevahî tune dihatin hesibandin. Di tevahiya çavkaniyên nivîskî yên di welatên ku ew tê de dijiyan de hatibûn çapkirin de ew an Faris, an Tirkên çiyayî, an jî Erebên ji çanda erebî dûrketî dihatin hesibandin. Di ansîklopediyên herî navdar ên navneteweyî yên bo zimananên Erebî, Farisî û Tirkî vergerandî de xalên derheqê kurda de an hîç cih nedigirtin, an ji binî ve dihatin guherandin, an jî digel çend daneyên zanistî yên ji çend hevokan pêkhatî, bi çend rûpelên dûvdirêj ên bi nêrînên nijadperestên serdestan xemilandî ev hevok dihatin pûç kirin û dawiya dawîn  ziman û çand û hebûna gelê Kurd teqez dihat înkarkirin. Di vê rewşa kambax de têkoşîna bo ziman li alîkî,  ên ku li nasnameya xwe xwedî derdiketin ketibûn tatêla jiyana xwe.(Mamoste Marûf )


         Beşa mîrateya nedîtbar a UNESCO’yê,  bi rêveberiya Stephen Wurm ê  rehmetî “Pirtûka Sor” a UNESCO’yê ya li ser zimanên  di xetereyê de diweşîne. Dema rêxistin, di sala 1997 de projeya aşkerekirina  “serberhemên mîrateyên devkî û nedîtbar ên mirovahiyê” da destpêkirin, zimanên di vê rewşê de neketin ber vê xebatê. Lê, di Îlona 2001’ an de endamên jûriya navneteweyî, ên ku  peywira aşkerekirinê dabûn ser milê xwe, ji UNESCO’yê daxwaziya lêzêdekirina programek jî  ji bo “zimanên di xetereyê de ”  dike. Di heman salê de, 31’emîn danişîna konferansa giştî ya UNESCO’yê,  bi erêkirina “Bangewaziya navneteweyî ya ji bo pirrengîniya çandî” bal kişand ser girîngiya çêşîtdariya zimanan û vê yekê jî wek baskekî nû yê xebatê xist nav bernameya çalakiyên xwe.


       Di sala 2001’an de, di 2’yemîn  Konferansa navneteweyî de  - ya  ku li ser zimanên di xetereyê de hatibû   lidarxistin ( li Kyotoyê, di çarçoveya projeyên li ser zimanên li derûdora Pasîfîkê yên di xetereyê de pêkhat) - hat dîtin ku UNESCO û parêzvanên zimanên  di xetereyê de wek hev difikirin: Teqez divê çêşitdariya zimanan bê teşwîqkirin. Di heman konferansê de Noriko Aikawa; “rêvebera navenda navneteweyî ya zanistên beşerî” ya wê demê, Michael Krauss, Osahito Miyaoka, Osamu Sakiyama û Akira Yamamoto şêwra xwe kirin yek û bangewaziya hevkarî û koordînasyonê li tekoşer û zimannasan  kirin.


      Bi vî hawî UNESCO di warê pirsgirêka zimanên li ber wendabûyinê de ket nav xebateke nû ya navendî. Di navbera Sermaweza 2001’an û Adara 2003’yan de komek ji zimannas û ji parêzvanên zimanan pêkhatî, bi  mabesta avakirina sîstemek ji bo  geşkirina jiyandariya zimananan bi Rêxistinê re xebatek hevpar meşand û  ew, pêwîstiyên hevgirtinî yên li jêr destnîşankirin.    

  Ev dokuman, ji vê xebata navborî dîmenek bijarte ya bingehîn aşekera dike.

      Tevahiya lêkolînvanên vê xebatê,  bona bi belgewarkirin û parastin û zindîkirina zimanên wan, bi civakên xwedî zimanên li ber wendabûyinê re hevkarî û danûstendinên xurt pêk anîn. Xebatên ku di nav van civakan de hatin kirin, li ser rêmanên “beramberî û hevkariyê” hatin sazkirin.

  UNESCO di Adara 2003’yan de,  bi hevkariya Komîsyona UNESCO’yê ya netewî ya Hollandî li ser bernameya “ rizgarkirina zimanên liber wendabûyinê”(4) civînek navneteweyî ya pîsporan lidarxist. Naveroka wê, terîfkirin û xurtkirina rola Rêxistinê ya ji bo zimanên di xetereyê de bû. Beşdarên wê;  nûnerên civakên xwedî zimanên di xetereyê de,  zimannas û endamên rêxistinên nefermî bûn. Ev civîn bi van armancan hat organîzekirin; (1) terifkirina asta helandina zimanan û tesbîtkirina krîterên ji bo nirxandina rîskên windabûyînê( pejirandina dokumenta “Zindîtî û Mirina Zimanan”) (2) Lêkolîna rewşa tevahiya zimanên li seranserê Cihanê, (3) Danasîna (terîfkirin) rola UNESCO’yê (4)A yek; Ji rêvebirê giştî yê UNESCO’yê re  pêşniyaz  kirina sîstem û stratejiya rizgarkirina zimanên di xetereyê de; a dudo; parastin û teşwîq kirina çêşîtdariya ziman û çanda mirovahiyê.


Di vê pêvajoyê de di qada navneteweyî de rewşa zimanêKurdî bi awakî fermî tu car nehatiye rojevê. Divê tevger û rêxistinên kurda di vî warî de li xwe mikur bên, berpirsiyariya xwe bipejirînin û xetereya ku zimanê wan rûbirû ye demildest ragihînin saziyên navneteweyî. Ev yek, bi qasî ku bo rizgar kirin û têkûz kirina ziman pêwîst be, bo têkoşîna neteweyî jî argûmanteke rewa ye. Di sedsala 21’an de wer dixûyê ku bîrdoziya hevbeş a entelîjansiya ya mirovahiyê, dê her ku biçe ji binî ve terka “hestiyariyên bi tixûbên dewletan ve sînorkirî” bike û dê li ser parastina xweza û havirdor û çêşîtdariya çandî ya Cihanê ji nû ve şax vede. Ev hişmendiya ku bo parastina çeşîtdariya zimanan roj bi roj zêdetir dibe, dê derfetên mezin bide têkoşîna azadiya gelê kurd.           

Mijara vê dokumenta navborî

      Ev dokument dike (mabesta wê) ji bo dîtina rê û rêbazên jiyandina zimanên li ber wendabûyînê alikariyê bide civakên axêverên van zimanan, bide zimannas û perwerdekar û biryarderan. (desthilattdarên navendî, hilbijartiyên herêmî û rêxistinên navneteweyî jî tê de) Neh pêkerên(faktor) ku li jêr hatine rêz kirin, di warê tesbîtkirina hewcedariyên wan ên bingehîn de dê ji wan re bibe alîkar.

    Xalên ku divê ew demildest bala xwe bidinê ev in: lêgerîna dokumetên li ser zimanan, amûrên perwerdekariyê, formasyona zimannasên herêmî, gihandina mamosteyên van zimanan, veguhertina polîtikayên têkildarî zimanan, hestiyarkirina raya giştî, ji bo bi cih anîna  hemiyan jî alîkariya aborî, lojîstîk û teknîkî.( ji aliyê zimannas û rêxistinên sivîl û rayedarên  herêmî û saziyên navnetewî ve)


Wek li jor tê destnîşan kirin, heke bi riya lîkolîneke dorfireh rewşa kambax a zimanê Kurdî bi awkî zanistî bê tesbît kirin, digel alîkariya madî û siyasî  bi navgîniya UNESCO’yê ev pirsgirêk di qada navneteweyî de jî  bê nîqaş kirin . Di vê rapora fermî ya UNESCO’yê de guherandina polîtîkayên dewletan ên di warê zimanan de, wek armancek bingehîn hatiye pejirandin. Qe nebe, ev rapor dê zor bide rayedarên navendî da ku ew ji bo parastin û teşwîq kirina zimanên di xetereyê de di zagonên rêveberiyên herêmî dedemildest  guherînên pêwîst pêk bînin. (Mamoste Marûf )  


Îro û sibeh

     Mirovahî ji bo parastina dînamîzm û taybetmendiya nasnameya zimanên xwe carek din bi pêleke têkoşînê ve rûbirû ye. Ji bo hemî gelên cihanê îro hevkarî divê; da ku ji hêza pirrengîniya çandan û ji hêza hemî zimanan sûd werbigrin. Ji bo vê yekê çi çavkanî dibe, çi pisporên ziman û civakan ên rêxistinên sivîl û fermî û yên saziyên perwerdehiyê dibe, di hemî ast û qadan de danûstendin tên pêşniyaz kirin.


       Pispor,  ji bo tesbîtkirina hewcedariyan, ji bo piştgirî û alîkariya parastin û dewlemendkirina zimanên civakan (ên xwedî zimanên di xetereyê de) amade ne. Gava civakek xwedî zimanê di xetereyê de ji van pisporan bangewaziya rizgarkirina zimanê xwe bike; di warê plansazî, sepan(îcraat) û nirxandinê de alîkarî deynê stûyê wan e. Her yek ji wan, di pêvajoya ji nûve zindîkirina zimanan de xwedî rol e. Em werên ser rêxistinên neteweyî û navneteweyî; alîkariya pêwîst li wan e; da ku ev program bikaribe bimeşe. Civina pisporan a sala 2003’yan, destnîşan kir ku ji bo rizgarkirina zimanên di xetereyê de heta bala raya giştî ya cihanê bê ser parastina çêşîtdariya zimanan, merhaleyek misoger dê berdewam be. Beşa Mîrateya Nedîtbar a  Şaxa Mîrateya Çandî ya UNESCO’yê, di warê ragihandina enformasyonê de amade ye rola mezintirîn bileyîze. Serokê giştî yê UNESCO’yê bi veqetandina pereyan ên ji bo  destpêka xebatên di çarçoveya “bernameya zimanên di xetereyê de” (2004-2005)  berpirsyariya giştî  îlan kir. Bandora bernameya UNESCO’yê ya di warê zimanên di xetereyê de bi beşdariyeke aktif a zimannas û têkoşeran pêkan e. Ev yek jî berpirsyariyek jidil û demdirêj divê. Dîsa jî, ên ku zimanan diparêzin an na, ne kesên biyanî, endamên  wê ciwakê bi xwe ne: divê ew biryar bidin û bibêjin ka parastin û xurtkirina zimanên wan pêwîst û guncan e an na? Ka ev kar bi kîjan metodî dibe? Ji ber vê yekê ev dokument, bi qasî zimannas û nûnerên rêxistinên têkildar, wan jî eleqedar dike.


Di warêxetereya ku  zimanê Kurdî rûbirû ye de, heta niha tu lêkolînek dorfireh a gelemperî nehatiye kirin, polîtîkayên bişavtinê û encamên wan ên li ser gel, UNESCO jî tê de,  di tu saziyek navneteweyî de bi rêk û pêk nehatiye nîqaş kirin. Wek di raporê de jî tê gotin ev peywir di serî de li ser milê sazî û rêxistinên kurda ye û divê ew demekî zûtirîn  bo pêşîlêgirtina tengbûn û  mirina zimanê xwe dora pêşî asta zindîtiya wî tesbit bikin, dû re jî raya giştî ya navneteweyî di vî warî de agahdar bikin, heke pêwîstî pê hebe ji wan daxwaziya alîkariyê bikin. Gava ev rapor bi tevahî bê xwendin, ew ê bê dîtin ku ji dibistanên seretayî heta zanîngehê ji bilî “perwerdehiya bi zimanê dayikê” û bikaranîna wî ya “di hemî qadên jiyanê de” bo li ser xwe mayîna zimanekî tu rê û rêbazek din tune. Divê Kurd vê rastiyê bi awakî zanistî wek rapor ragihînin rayedarên dewletê û saziyên navneteweyî. (Mamoste Marûf )


     II. Xetere jibo Çêşîtdariya zimanan

 “Ez xewnên xwe bi (zimanê) şamîkûro dibînim,

Lê, xewnên min... Ez nikarim wan ji kesî re vebêjim,

Jiber ku xeynî min êdî kes bi şamîkûro naaxive.

Gava ji bilî te kes tune be, bihna te dernakeve.”


(Natalia Sangama,

Dapîreke Şamîkûro, 1999)

       Çêşîtdariya zimanan mîrateke jêneger a nirovahiyê ye. Ziman bi tevahî, kîjan dibe bila bibe, her yek bixwe yekane şahedê dehaya çanda gelekî ye. Lewre mirina zimanekî ji bo tevahiya cihanê wendahiyek e. Li Cihanê şeş hezar zimanên repertuwarkirî bi piranî li ber wendabûyînê ne. Divê, bi bangewaziyek fermanî, demildest dokumantasyoneke bê çêkirin, polîtîkake nû ya zimanan bê pejirandin û bona dîsa wek berê çalak kirina van zimanan, têkiliyên nû bêne afirandin. hêzên hevkar ên civakên navbori, pîsporên zimanan, saziyên sivîl û rayedarên fermî mecbûr in pêşî li vê xetereyê bigirin. Divê bi lezgînî ji civakên xwedî ziman re - ên ku dikin fonksiyoneke nû û çêker bidin zimanên xwe yên li ber mirinê – alîkariyek xurt bê kirin.


Gava zimanekî ber bi tengbûyînê ve biçe divê bê zanîn ku ew di xetereyê de ye. Ger xwediyên wî dev ji axaftina wî berdabin û her ku çûye qadên  bikaranîna wî kêm  kiribin û ew î ranegihandibin ji nifşek a nifşeke din, wê gavê ew avêtine xetereyê.  Bi gotinek din, wateya vê yekê ev e; “ êdî çi ezeb çi zarok axêverên wî yên nû nema ne...


Zimanê Kurdî roj bi roj ji hêla zarok û ezeban ve kêmtir tê axavtin. Li Kurdistanê di gundan de zarokên  pergala perwerdehiyê ya bi Tirkî hîç an pir kêm nasîne, bi awakî çalak bi zimanê xwe yê dayîkê diaxivin lê,  ew jî bi tenê bo mijarên navmalî û navgundî, bi têgih û peyvên bi hezaran salan berê, yên êdî di teknolojî û jiyana nûdem de  nayên bikaranîn de diaxivin. Dîsa ev zarok,  gava ber bi bajaran ve koçber dibin,  zimanê xwe bi tenê di nav malê de, li derve jî tenê bi xizmên xwe re dîsa di çarçoveyek teng de diaxivin. Bi ser de jî gelek dê û bav piştî ku li bajaran fêrî axavtina bi Tirkî dibin, bi zarokan re bi vî zimanî diaxivin û ji zimanê dayikê re tu qada jiyanê nahêlin. Mirov bi dilrehetî dikare bibêje ku çi li bajarên kurda, çi li bajar û metropolên Tirkiyeyê ragihandina zimanê Kurdî bo nifşên nû pir kêm e. Sedema herî mezin a vê yekê wek li jêr jî bê vegotin ji hêla serdestan ve, bi taybetî di pêvajoya Cumhûriyetê de  “bê rûmet kirina “ ( bê prestîj kirin ) a Zimanê Kurdî ye. (Mamoste Marûf )  

Tê tehmîn kirin ku % 97 ê gelheya Cihanê bi % 4 ê zimanê li Cihanê diaxive; bi awaki din, % 96 ê zimanan ji hêla % 3 ê mirovan ve tên axavtin (Bernard 1996, 142). Bi rastî jî pirrengîniya me ya zimanî bi kêmjimareke pir hûrik a nifûsa Cihanê ve girêdayî ye.

   Di serde jî zarok, hînî zimanên herêmî yên ji hêla çend hezar mirovan ve tên axavtin nayên kirin; ji % 50’an  zêdetir ziman axaverên xwe winda dikin. Bi texmîna me % 90 ê wan, ji vir heta dawiya sedsala XXI’an dê cihê xwe bidin zimanên desthilatdar. Carinan ziman, bi destê hêzên jiderve yên wek serdestiya leşkerî, aborî, olî, çandî an perwerdehî, carinan jî ji ber sedemên navxweyî; civak bi xwe rûmet nade (wek tiştek neyînî dihesibîne) zimanê xwe û ew  bi xetereyê ve rûbirû dimîne. Tehdeyiyên  ji derve lê tên kirin pirî caran pest û pêkûtiyên navxweyî derdixin holê û ev her dû faktor bi hev re derb li ragihandina ziman û çandê dixe û nahêle ew bigihîje ji nifşek a nifşeke din. Piraniya gelên xwecih ên ku şert û mercên  wan ên civakî dest nade jiyîna çanda  xwe, meyla baweriya “xelaskirina ziman êdî ne hêjayî zehmetê ye” dikin. Ew bi hêviya pêşîlêgirtina cudakeriyê, zêdekirina dahata xwe, bidestxistina zêdetir serbestiya çûn hatinê(mobîlîte) an jî bona bidestxistina cihekî li bazara cihanê dev ji ziman û çanda xwe berdidin.

Di pêvajoya Cumhûriyetê de desthilatdariya tirk  ji bo ji holê rakirina nasnameya Kurd polîtîkayên cûrbecûr meşandiye. Di vê pêvajoya dijwar de kadroyên nijadperest ên Komara Tirk,  bi qanûna “ Taqrîrî Sûkûn” û bi êrişên komandoyan ên salên 70’yan û  bi rêveberiya awerte û orfî ya bi dehan salan bi zora leşkerî; bi bêparhîştina erdnigariya kurda ji razemenî û aramiyê bi zora aboriyê;bi qedexe kirina medreseyên kurda û bi ser wan de şandina meleyên hanefîyên tirk ên kurdînenas bi zora olî, dîsa bi qedexe kirina perwerdehiya bi zimanê kurdî û li ser gelê Kurd ferz kirina zimanê Tirkî, li ber çavê gel biçûkxistin,bi bêrûmet kirin û reşkirina  hemî hebûn û hêjahiyên kurda  bi zora perwerdehî û çandî xwest zimanê Kurdî ji binî veji holê  rabike. Ev zordestî derûniyeta gelê kurd serobino kir û bi xwe re dejenerasyonek mezin anî. Gelek kurd, kurdayetiyê wek  sedema paşverûtî, xizanî û nezaniya xwe hesiband û heta jê hat bi lezgînî ji nasnameya xwe dûr ket û veguherî makîneya xwe-bişavtinê. Nijadperestiya tûj a bi destê dewletê di nav gelê tirk de bi cih kirî, rê li ber çêşîtdariya çand û ziman digire û nahêle ku kurd zimanê xwe, bi taybetî li deverên kozmopolît ên tirk û kurd bi hevre ne, serbest biaxive. Esnaf û karbidestên kurd ji tirsa ku muşteriyên wan ji dest biçe, rastî pest û pêkûtiyan bên, pirî caran nasnameya xwe vedişêrin, heta ji wan tê bi tirkiyek têkûz diaxivin da ku kes li kurdayetiya wan nekeve şikê. Nifşên ji kurdên 40-50 sal berê peyda bûne, yên ku bav û kalên wan ji bo kar û barên fermî û bo  bazirganiya bi tirkan re hînî zimanê tirkî bûne îro hema bigire bi tevahî ji zimanê kurdî dûr ketine veguherine  tirkîaxêverên aktîf. (Mamoste Marûf )  

       Mirina zimanekî di warê çand û dîrok û hawirdorê de tê wateya windabûna bêveger a çendik û çend agahiyan... Her zimanek bi qeydê xwe şahediya pîrûpergala(tecrube) mirovatiyê dike. Jiber vê yekê, divê mirov, kîjan dibe bila bibe,  “ziman”- wek mamoste bihesibîne-teqez ew bersîvên pirsên herî bingehîn ên siberojê dê bidine me. Bi windabûna zimanekî re, em, çendik û çend amûran -ên di warê têgihiştina  binyat(stuktur) û fonksiyona zimanan de û di warê fêmkirina ji kevnedîroka mirovahiyê de alîkariya me dikin û em pê pirregîniya girîng a ekopergala(ekosîstem) Cihanê diparêzin-jî winda dikin. Bi taybetî civakên têkildar (xwediyê van zimanan), vê windabûnê wek  jidestçûyîna nasnameya xwe ya  çandî û etnîkî jî dihesibînin.


Bi rastî jî  gelê kurd ziman ne tê de  ol dibe , rengê çerm dibe, şêweya mezaxtinê dibe bi her awayî dişibe gelênTirk Faris û Ereb ên li ser axa wî serdest û  xwedî dewlet in. Zimanên van gelan ên bizora dewletan li ser kurda ferz kirî, roj bi roj zimanê wan- tekane nîşaneya nasnameya kurd- ji holê radike û nifş bi nifş wan  tîne ser nasnameya xwedî dewlet... Wek mînak;

Seidê Kurdî di parêznameya xwe ya bi navê “ Cinayet a 3’emîn a li Dadgeh a Îdareya Orfî” de dibêje “...di 1908’an de li Stenbolê 20.000 hemwelatiyên min ên hemal ên ji dilê xwe sax û saf û nezan hebûn...” ( Seidê Kurdî di sala 1908’an de bi mabesta birêxistinkirina hemalên kurd-bona ku ew serpûşê bi navê kalpak tê zanîn û ji avusturyaya ku dijberiya Osmaniyan dike tên kirîn boykot bikin; nedin serê xwe - gelek serî diêşîne, bi wan re tê cem hev û şîretan li wan dike)Ev girseya ji hemalan pêkhatî tevî zarok û jinan herî  kêm dike 100 hezar mirov. Tu çavkaniyek nivîskî û devkî qala vegera wan a ber bi welatê wan nake. Ew bi tevahî li Stenbolê dimînin. Îro li vî bajarî tu kes rastî kurdekî bi malbatkî 100-150 sal berê hatî û  li vir bi cih bûyî,  lê dîsa jî  nasnameya xwe ya kurdî parastî nayê... (Mamoste Marûf )

        Heke Pêşgiriyên (tedbîr) ji bo  liserxwemayîna zimanekî û ji bo parastina çêşîtdariya zimanan,  di qada herêmî, neteweyi û navnetewî de rolek bi bandor û  li  gorî hewcedarî û şert û mercên demê bide ziman, tenê wê çaxê tesîrek erênî “li zimanên ku kêm kes pê diaxivin” dike. Ev yek bazirganî dibe,  perwerdehî dibe, nivîs dibe, huner û çapemenî dibe  di jiyana rojane de rê li ber bikaranîna wî vedike. Lewre di vî warî de piştgiriya aborî û siyasî ya civakên herêmî û ya rêveberiyên neteweyî pêwîst e.  Divê hemî dewlet,  bi lezgînî, ast çi dibe bila bibe ji bo piştgiriya hemî hewldanên di warê rewşa zimanên ku kêm kes pê diaxivin de “agahiyên pêewle” tomar bikin.

Raborî

       Yek ji prensîpên   bingehîn ên  belgenameya damezrîner a UNESCO’yê jî, “parastin û berdewam kirina çêşîtdariya zimanan” e û bi vê yekê rêxistin  dike: bi çand û  perwerdehî û zanistê mirovan nêzî hev bike û di nav netewan de  rê li ber aşitî û ewlehî û hevkariyê veke û li seranserî Cihanê bigihîje armanca xwe ya  garantîkirina rêzdariya giştî ya  bo hiqûq û qanûn û mafên mirovan û  bo  azadiyên gerdûnî yên bingehîn; ku ev azadî “nijad, zayend, ziman û  ol çi dibe bila bibe” di qanûna bingehîn a   Netewên Yekbûyî de  ji bo hemî gelan hatiye naskirin.( Xala I. a Qanûna Bingehîn a UNESCO’yê)

       Bi gotina Noriko Aikawa, “ UNESCO li ser vê bingehê bernameyan amade kiriye. Li gorî van bernameyan çand dibe  perwerdehî dibe bi her cûre amûran, di hemî warên hevbeş ên (muşterek) ku mirovên  hemnetew  bihev re parve dikin de divê ziman wek vektorek bibandor  bê bikaranîn” (2001)

Armanca Pirtûka Sor a UNESCO’yê ya li ser zimanên di xetereyê de û programa pêve xal bi xal ev e;

1.     Bi awakî sîstematîk berhevkirina agahiyên di warê zimanên di xetereyê de;(statuya wan û asta lezgîniya lêkolînên ku divê bên kirin jî tê de)


    2.pêşxistina lêkolînan û peydekirina materyalan ji bo zimanên di xetereyê de, ên ku  li ber mirinê dixûyên û heta niha derheqê wan de tu xebat nehatine kirin û kesî bala xwe nedayê lê, ew jî her çiqas wek zimanên bi serê xwe(isolat) û ên herêmî (îdîom) nekevin nav tu kategoriyên diyarkirî jî, di warê zimannasiya tîpolojîk û ya kemperî (comparatif) û ya dîrokî de  balkêş in.


3. Destpêkirina sazkirina komîsyoneke navneteweyî ya projeyan û lidarxistina tevnek ji  şaxên herêmî, bi wî şiklî her şax, Ji bo têkiliyên pêwîst ên li seranserî herêmên mezin dê bibe  xala nîskokê(odax); û


4. Teşwîq kirina weşandina materyalan û encamên lêkolînên li ser zimanên di xetereyê de.


        Lê dîsa jî di armancên destnîşankirî de  ji bo parastin û  geşdan û vejandin(ji mirinê rakirin) û berdewamiya zimanên wan ên mîrate de tunebûna  sêwirandina (pilansazî) xebatên rasterast ên bi civakên xwedî zimanên di xetereyê de kêmasiyeke mezin a pirtuka sor e. Divê ev cûre lêkolîn bi hevkarî û beramberî bên kirin. Di vir de  wateya hevkariyê ne tenê  ji dêvla tiştên ku ji  axêveran( ên xwedî zimanên li ber windabûyînê) têne stendin ve dayîna xizmetê ye; di heman demê de di plansazî,  sepandin(tetbîq kirin) û di pêşxistina projeyên lêkolînê de jî hevkariyek çalak divê bê kirin.

Çawa ku li jor jî hatibû aşkera kirin, di Konferansa Giştî ya UNESCO’yê ya Cotmeha 2001’an de, “Danezan a Gerdûnî” (Déclaration universelle) ya li ser çêşîtdariya çandî, bi yekdengî hatibû erêkirin û di wê de, di nav çêşîtdariya bîyolojîk û pirrengîniya çandî û çêşîtdariya zimanan de çi têkilî hebin hatibû destnîşankirin. Di plana çalakiyê de wek encam li dewletên endam û li civakên axêverên zimanan şîreta (tewsiye) girtina ev tedbîran hat kirin;

1.                 Parastina zimanan  -ku ew mîrateyên mirovahiyê ne- û piştgirî ya bo derbirîn(îfade) û afirînerî(création) û pexşkirina(diffusion) heta jê tê bi hejmarkî pir û pir zimanan;

2.                 Di hemî qadên perwerdehiyê de, di tevahiya welatan de handeriya(teşwîqkirin)  çêşîtdariya zimanan û hêsankirina hîndekariya pir zimanan, heta ku dibe di temenê biçûkayiyê de;

3.                  Ger pêdivî  pê hebe, divê di sîstema perwerdehiyê de pedagojiyên gerdîşî(traditionnel) û sîstemên perwerdehiyê (yên nûjen) bi hevre bên bikaranîn bo ku  metodên ragihandin û veguhastina(transmission) agahiyan -ên ku  herî  baş li çanda herêmî tên - bên parastin û  “bi têra xwe” bên sepandin(tetbîqkirin); ger destûra civaka axêver(ê zimanekî li ber windabûyînê) jî hebe, divê  “daketina nav gel a  agahîyên gerdûnî (informations universelles) yên bi navgîniya torên global” bên teşwîqkirin, da  ku çêşîtdariya zimanan di cihana internetê de jî  bê parastin. 


                Piştgiriya ji bo zimanên di xetereyê de

                

                Rola civaka axêver

        Li seranserê Cihanê, kêmnetewên etnîkî her ku diçe dev ji zimanên xwe yên zikmakî berdidin, qada perwerdehiya fermî jî tê de, ew wî bi zimanên din re diguherînin.

       Gava mirov bala xwe didê, di nav civakên etnîkî de li ser zimanên di xetereyê de nêrînên cûrbecûr dibîne. Hin axêver,  van zimanan “êdî kevin û nekêrhatî û bêhêz”dipejirînin. Bi piranî, sedema vê têgihîna neyînî,  pest û pêkûtiyên civakeke din a xwedî zimanekî cuda, lê di qada sosyoe-konomiyê de desthilatdar e. Ji wan hin kes jî, digel vê rewşê, dikin pêşî li vê boçûnê bigirin û bona têkûztir kirin û jiyandina zimanên xwe dixebitin. Car heye ev civak kreş, dibistan an qe nebe sinifan vedikin, da ku tê de bi tenê zimanên wan bê axaftin.

   Gotina dawîn, ên li zimanan xwedîtî dikin jî, ên dev jê berdidin jî ne kesên ji derve, xwediyên wî bi xwe ne. Dîsa jî, gava civak bo parastina zimanên xwe yên di xetereyê de alîkarî bixwazin zimannas mecbûr in ku derfetên xwe yên rayederiyê bi xebatên hevbeş ên bi kêmhejmarên etnîk re bikar bînin.   

 pîsporên ji derve û civakên axêver 

 Pîsporên ji derve, bi taybetî zimannas, perwerdekar û çalakvan; karên dokûmantasyonê û kampanyayên berhevkirina pere, nivîsandina jêrenot û analîzên daneyên li ser zimanên di xetereyê de wek xebatên bingehîn didin ber xwe. Bi ya wan, beşdariya aktîf a nav bernameyên perwerdehiyê peywireke talî ye.

Kesên ji civakên kêmhejmaran ên xwedî zimanên etnîkî, hey diçin ji berê pirtir daxwaziya van nêzîkbûnan dikin: A yek, ew dixwazin şert û mercên lêkolînan bi xwe kontrol bikin; a dudo, ew encamên lêkolînan û “sepanên (applications) wan ên pêşerojê”  wek mafê xwe dihesibinin. Wek minak daxwaziya mafê erêkirineke misoger û mafê vetoyê; daxwaziya destkeftiyên encaman û ya “mafê bijartina şêweyê weşandina encaman” dikin. Beriya her tiştî ew dixwazin bi lêkolînvanên ji derve re têkiliya “wekhwhev bi wekhevan re” deynin û bibin aktorên pêvajoya ku xweserî ya wan e, ne ya kesek din...

Çi bikin?

Kesên ji civakên axêver jî, di warê windabûyîna zimanan de, wekî zimannas, perwerdekar û mîlîtanên dilxwazên alîkariya civakên axêver xwedî nêrînên ji hev cuda ne. Daxwaziyên wan ên bo piştgirya zimanên di xetereyê de ev pênc nêrînên bingehîn dihundirînin:

1.     Şêwandina zimannasîyê ( formation linguistique) û pedegojiya asta destpêkê            (élémentaire): Li mamosteyên zimanan pêşniyaza formasyona li ser bingeha zimannasî, teknîkî her wiha metodên perwerdehiya ziman, plansaziya bernameyên xebatê û amadekariya materyalên hindekariyê.

2.     Geşedaneke domdar a hindekariya xwendin û nivîsandinê û di warê dokûmantasyonê de afirandina derfetên herêmî:  Bi mabesta di nav gel de bicihkirina rêzikên rastnivîsê û hindekariya xwendin û nivîsandinê,  pêwîst e ku ew bi xwe xwe zimanê xwe analîz bikin û amûrên perwedehiyê biafirînin. Ji bo vê yekê gihandina zimannasên herêmî û kesên “ji civakê bi xwe” divê. Tedbîreke baş jî vekirina navendên lêkolînê yên ku tê de axêverên zimanên li ber windabûyînê, perwerdehî  û hindekariya “bi xwe xwe berhevkirin û  arşîvkirina  materyalên zimanên xwe” dibînin in.

3.     ji bo ziman piştgirî û bi pêş xistina polîtîkake netewî: Polîtîkaya netewî ya ziman , divê çêşîtdariya zimanan, ên herî di xetereyê de jî tê de, teşwîq bike. Civaknas, pisporên zanistên beşerî tev, wek axêverên zimanên di xetereyê de, divê bi hejmarek mezintir, bi awakî aktîf beşdarî afirandina “polîtîkayên neteweyî yên  bo zimanan”bibin.

4.     Piştgirî û pejirandina polîtîkake perwerdehiyê: Hejmarekî pîsporên Unesco’yê, yên Beşa Perwerdehiyê, di warê zimanên zikmakî de, dest bi sepandina bernameyên pedagojîk ên her ku diçin serkeftîtir dibin kirin. UNESCO ji 1953’yan vir de, bi taybetî van panzdeh salên dawîn, di encama hewldanên xwe de derî li vê pêşveçûnê vekir. Lê, perwerdehiya zimanên zikmakî di tevahiya astên hîndekariyê de gelek caran zimanên kêmhejmarên etnîkî (bi gotinek din; zimanên di xetereyê de) nahundirîne û ew di pergala perwerdehiyê de wek yek wanekê tenê tê pejirandin. Di sîstema perwerdehiyê ya ku di dibistanan de li zarokên kêmhejmarên etnîkî tê ferzkirin de, zimanê serdest di qada herêmî de jî, di ya netewî de jî wek navgîna bingehîn a perwerdehiyê tê bikaranîn. Bi saya vê gemerdêriyê ew(zimanê serdest) her ku diçe zerar dide zimanên etnîkî yên kêmhejmaran û bi vî şiklî  (dibe sedema tengbûn û helandina wan) xwe mezintir dike. Wek mînak, li Afrîkayê bi hezaran ziman hene; ji % 10’ê wan di qada perwerdehiyê de tên bikaranîn; ji wan zimanan  tu yek jî di xetereyê de nîne. Em jî pê qaîl dibin ku zimanên herêmî ( gelek caran  wek “zimanên dayikê” tên binavkirin ) di perwerdahiya honakî de entegre bibin; lê divê ev yek zerar nede zimanên etnîkî. ( Tewsiyeya La Hay’ê ya di warê mafên perwerdehiyê yên kêmhejmarên neteweyî 1996 - 97; Skutnab-Kangas). Gelek lêkolîn vê yekê îsbat kiriye ku destketiya(mafê) du zimanî di tu warî de zerar nade serdestiya zimanê fermî.

5.     Başkirina rewşa jiyana wan û rêzgirtina bo mafê mirovan ên civakên xwedî ziman: Her çiqas zimannas di warê aborî û civakî de rasterast beşdarî xebatên kelbengîkirina  ( developpement) wan nebin jî, ew bona danasîna civakên peravêzîbûyî (marginalisé) dikarin alîkariya rayedarên xwe bikin. Wek mînak, di dema kampanyayên hişmendiyê yên di warê WIH ( Şewba Çivîkan) û SIDA’yê de  (Sendroma Kêmasiya xweparastinê ya laş, AİDS) an jî di sepandina bernameyên têkoşînê yên li dijî xizaniyê de, civakên kêmhejmar, bi taybetî yên ji alfabeyê bêpar, tên paşguhkirin. Heke zimannas û perwerdekar di warê formûlasyona mafên wan ên ziman û hwd de alîkariya van civakan bikin,  ew ê bibin navbeynkarên herî hêja. Lê mixabin, tam berevajyê vê yekê, gava pêwîstî bi hilberîna materyalên tendirûstiyê û bi kelbengiya çavkaniyên herêmî dibe; an jî bi mabesta “bi van komên marjînal dan hînkirina ziman” ji pisporan alîkarî tê xwestin. A girîng, divê mirov têgih û naverokên wan li gorî taybetmendiyên wan ên çandî ragihîne wan.


Çêşîtdariya zimanan û ya Xwezayî

 Ji 900 herêmên ekolojîk ên ji hêla WWF’ê ve (Rêxistina Havirdorê ya Cihanê) hatine jimartin 238 heb(wek Global 200 tên binavkirin) bo jiyanbariya elkolojîk a Gerestêrka me xwedî girîngiyên pir mezin in. Gelek komên etnîkî yên xwedî ziman di van herêmên ekolojîk de dijîn. Ev gel, di pêvajoya dîrokên xwe yên demdirêj ên di van haviran de borî de gelek agahiyên dewlemend ên ekolojiyê berhev kirine, dane ser hev.


Divê kar û barên di warê havirdorparêziyê de û yên bo çêşîtdariya zimanan bi hevre bên meşandin. Lêkolînvan ne bi tenê li van hemdrûviyan (analogue), li têkiliyên çêşîtdariya bîyolojîk a bi çeşîtdariya ziman û çandên gerestêrkê, her wiha li sedem û encamên windakirina çêşîtdariyê jî bi her astî ve vedikolin. Ev pêwendî bi serê xwe girîng e; ji ber ku ew bi me dide fikirandin ku pirrengîniya jiyanê ji çêşîtdariya xwezayî, çandî û ji ya zimanan pêk tê. Vê tualê, ya ku hemî zimanên cihanê, çawa ku Biyosfer ekosîsteman digihîne hev û di nav xwe de bi hev ve girê dide, Luisa Maffi wek « çêşîtdariya Bîyoçandî», Michael Krauss jî wek « logosphère » teswîr û binav dike(Maffi, Krauss et Yamamoto 2001, 74).

Belgewarkirin, riya parastinê

Heke parastin, berdewamî û candariya zimanekî êdî ne pêkan be jî, qe nebe divê ew bi baldariyek mezin bê belgewarkirin(dokûmantasyon). Bi rastî her yek ji wan di warê çand û ekolojiyê de agahiyek xweser dihundirîne. Dokûmantasyona wî ji ber gelek sedeman girîng e: 1) Ew qada ronakbîriyê dewlemendtir dike; 2) Ew nêrîneke cuda ya çandî dide ber me û bi navgîniya wê em dibin xwedî şêweyek nû yê vegotinê; û 3) Pêvajoya belgewarkirinê bo zimannasan bi gelemperî dibe sedema çalakkirin û nûkirina agahiyên wan ên li ser ziman û çandan.


Pîvanên asta zindîtiya zimanan û yên lezîtiya belgewarkirina wan


Şiyarî

Civakên xwedî ziman têkilhev ( complex) û nelihev in; ji ber vê sedemê ye ku diyarkirina hejmara rasteqîn a axêverên zimanekî pir dijwar e. Me bo pîvandina zindîtî û helandina zimanan şeş pêker(faktor), bo agihandina helwesta li ser zimanan du pêker; bo pêwîstiya lezîtiya belgewarkirina wî  jî pêkerek diyar kiriye. Bi van neh pêkeran mirov dikare bîlançoya rewşa civakî ya zimanan (sociolinguistique) çêbike. Asta zindîtî û pêwîstiya belgewarkirina zimanekî bi yek pêkereke nayê pîvandin.


Radeya zindîtiyê: Pêkerên bingehîn

Şeş pêker hene ku bo pîvandina zindîtiya zimanan alîkariya me dike; divê mirov ji wan yekê veneqetîne. Zimanê ku  li gorî pîvanekê li asta jorîn bicihkirî, ji ber hin sedemên din dibe ku hewcedarê baldariyek pelepel be. Şeş pêkerên ku me diyar kirine ev in: (1)Ragihandina ziman ji nifşek a din;(2) Hejmara mîsoger a axêveran; (3) Rêjeya axêveran li gorî tevahiya nifûsa civakê; (4) Bikaranîna ziman di qadên cûrbecûr ên gelemperî û taybet de; (5) Reaksiyonên li hemberî qadên nû û medyayê; û (6) materyalên hindekariyê û yên perwerdehiya ziman.


Pêker:1:Ragihandina ziman ji nifşek a din.

Bo têgihîştina zindîtiya zimanekî pîvana herî pir tê bikaranîn zanîna; “ka ziman ji nifşek a nifşa din tê ragihandin an na” ye (Fishman 1991). Asta windabûyîna wî, bi grafîka ku “ji westarîyê(stablîte) destpêdike heta tengbûyînê diçe” tê pîvandin. Lê heke axêverên wî, dev ji ragihandina wî ya bo nifşên li dûv xwe berdabin, wê demê dîsa jî zindîtiya zimanê “di ewlehiyê de” mîsoger nîne. Di warê rîskên ragihandina zimanekî ji nifşek a nifşeke din şeş qonax hatine destnîşankirin.

  

Di ewlehiyê de(5): Ziman ji alî hemî nifşan ve tê axaftin. Ragihandina wî ya ji nifşek a din nehatiye birîn.

Westar(stable) û bi xetereyê ve rûbirû (5-) : Bi gelemperî di vê rewşê de, digel ku pirzimanî di nav zimanê dayîkê de cih girtibe û yek an çend zimanên serdest bi zorî hin qadên girîng ên ragihandinê bidest xistibin jî, ziman ji hêla hemî nifşan ve tê axavtin û dev ji ragihandina wî nehatiye berdan. Divê bête gotin ku pirzimanî bi serê xwe zor nade zimanan û wan navêje nav xetereyê.

Demdemî: (Sinêde, muwaqet=eğretî)(4) : Di vê rewşê de dê û bav û zarokên civaka navborî zimanên xwe yên dayîkê bi gelemperî di rêza yekemîn de diaxivin; lê bi awakî di çarçoveyeke sînorkirî de( wek mînak, li malê zarok bi dê û bavên xwe, an bi dapîr û bapîran re diaxivin)

Di xetereyê de (3) : Êdî zarok di malê de wek zimanê dayikê hînî wî zimanî nabin. Kesên herî civan ên vî zimanî diaxivin dê û bav in. Di vê astê de dê û bav bi vî zimanî bang li zarokên xwe dikin, lê ew bi vî zimanî nabersivînin.

Bi awakî cidî di xetereyê de (2) : Ziman ji alî dapîr û bapîran ve û ji hêla nifşên ji wan mezintir ve tê axavtin; bê şik, dê û bav ji vî zimanî fêm dikin lê, di nav xwe de jî, bi zarokên xwe re jî naaxivin.


Li ber mirinê (1) : Ên ku diaxivin dê û bavên dapîr û bapîran in û ziman di jiyana rojane de her tim nayê bikaranîn. Kal û pîr wî bibîr bînin jî pirî caran bikar naynin ji ber ku êdî kêm kes maye bi wî zimanî biaxive. 


Mirî (0) : Êdî kes bi wî zimanî naaxive û wî nayne bîra xwe.



Dereceya zindîtiyê
Ast
Hejmara axêveran
Di ewlehiyê de
5
Ziman, zarok jî tê de, ji hêla hemî nifşan ve tê axavtin.
Demdemî, sinêde
(Li ser xwe disekine; ew e)
4
Ziman ji hêla hin zarokan ve di hemî qadan de; ji hêla hemî zarokan ve di qadek teng de tê axavtin. 
Di xetereyê de
3
Ziman ji hêla nifşa dê û bavan û ji hêla mezinên wan ve tê axavtin.
Bi awakî cidî di xetereyê de ye
2
Ziman bi taybetî ji hêla nifşên dapîr, papîr û mezinên wan ve tê axavtin.
Li ber mirinê ye
1
Ziman ji hêla pir kêm kesên ji nifşa mezinên dapîr û papîran ve tê axavtin.
Mirî 
0
Kesek biaxive nemaye.

Di sala 2009’na de di çend semînerên ji hêla TZP Kurdî ve li Stenbolê hatibûn lidarxistin de tabloya Pêkera yekemîn a  ku “Ragihandina ziman ji nifşek a nifşeke din” nîşan dide  ji beşdaran re hat  pêşkêkirin û ji wan pirsa “Bi ya we rewşa zimanê kurdî di kîjan astê de ye?” hat kirin. Ji 59 beşdaran 53 kes Kurdî di  asta 3’yem de bi cih kir û wî wek di xetereyê de pejirand. 6 kesên mayî jî nêrînên xwe wek “Kurdî bi awakî cidî di xetereyê de ye”dan der.(Asta duyem). Lê ji bo encameke rasteqîn û qethî divê li gund û bajarên Kurdistanê û li Tirkiyeyê di nav koçberên Kurdistanî de lêkolînên zanistî bên kirin. (Mamoste Marûf )      

Pêker 2: Hejmara mîsoger (qethî) a axêveran

Civakek biçûk a axêver tim û tim di rîskê de ye. Civakên kêmhejmar, bi mirina kêm kesan ( wek mînak; nexweşî, şer, karesatên sirûştî) ji yên bi hejmarkî ji wan mezintir   xedartir birîndar dibin. Dîsa civakek biçûk a xwedî ziman bi hêsanî ziman û çanda xwe dide alîkî û bi komeke cînar ve entegre dibe dikelije.


Pêker 3 : Di tevahiya nifûsê de rêjeya axêveran

Hejmara kesên ku bi zimanê bav û kalan xwe ifade dike di nav tevahiya nifûsa ku ji komeke etnîkî pêkhatî de şana herî girîng a zindîdiya zimanekî ye. Grafîka jêrîn bo

pîvandina rêjeya zindîtiyê dibe alîkar:


Dereceya zindîtiyê
Ast
Rêjeya axêveran di tevahiya nifûsa çavkanî (referans) de
Di ewlehiyê de
5
Hemî kes bi vî zimanî diaxive
Demdemî, sinêde
(Li ser xwe disekine; ew e)
4
Kêm zêde hemî kes bi vî zimanî diaxive
Di xetereyê de
3
Ziman ji hêla piraniya nifûsê civakê ve tê axavtin
Bi awakî cidî di xetereyê de ye
2
Ziman ji hêla kêmhejmareke ve tê axavtin
Li ber mirinê ye
1
Hejmareke pir biçûk bi ziman diaxive
Mirî
0
Êdî kes vi bi vî zimanî naaxive



Dîsa di heman semîneran de  pêkêra 2. jî hat nîqaşkirin. Beşdaran li ser asta 3’yem tifaqa xwe kirin yek. Bi ya wan Kurdî li welêt ji hêla piraniya kurda ve, li metropolênTirkiyeyê  ji hêla kêmhejmarekî kurda ve tê axavtin û li gorî vê pîvangê zimanê kurdî bi giranî  di xetereyê de ye. Rewşa zaravaya Kirdmanckî(Zazakî) ji Kurmancî bêhtir di xetereyê de ye. Ev xetere di Atlasa Zimanan a UNESCO’ye de jî hatiye destnşan kirin(Bnr:http://www.unesco.org/culture/ich/index.php?pg=00206) (Mamoste Marûf )   


Pêker 4 : Di qadên cûrbecûr ên jiyana gelemperî û taybet de

cih û kesên ku bi wan re tê axavtin, herwiha mijarên ku mirov bi vî zimanî li ser diaxivin jî di warê ragihandina wî ya bo nifşên nû bandoreke rasterast dike. Dereceya xetereya windabûyînê wekî li jêr rêzkirî tê terîfkirin:



Bikaranîna gerdûnî (universel) (5) : Ziman di hemî qadên jiyanê de tê bikaranîn.


Wekheviyeke tam di derdoreke pirzimanî de (4) : Yek an gelek zimanên serdest, zimanê etnîkî ne tê de, di qada fermî de wek xwedî servedariyek mezin  (îmtiyaz) tên bikaranîn: Desthilatdarî,  rêveberî, perwerdehî, hwd. Lê zimanê mijara gotinê di hin waran de- bi taybetî di saziyan de, di fealiyetên olî yên gerdîşî de, di qada bazirganiya bi derûdorê re û li deverên hevûdudîtinê yên endamên civaka navborî-entegrasyona xwe ya bi qada gelemperî ve pir baş dimeşîne. Jiyana hevpar a zimanên serdest û bindest ber bi “lihevparvekirineke fonksiyonî ” ya zimanan” ve diçe û wê demê zimanê  bindest bi awakî bêrêzik(informel) di nav malbatê de tê bikaranîn, lê zimanê serdest(ji hêla endamên civaka xwedî ziman) bo qada fermî û gelemperî li alîkî disekine. Ji bo axêveran zimanê serdest, kêrî têkiliyên aborî û civakî tê; lê mixabin kal û pîr bi gelemperî bi zimanên xwe yên zikmakî ve girêdayî dimînin. Tê raçavkirin ku pirzimaniya li tevahiya cihanê dixûyê, ne sedemek girîng a windabûyîna zimanan e.


Qadên ji qudûm ketinê (3) : Li  zimanê bindest cih teng dibe. êdî dê û bav, di danûstendinên rojane yên navmalî yên bi zarokan re dikin de zimanê serdest bikartînin û bi vê yekê ew wana vediguherînin “ nîvco- axêver”ên zimanê xwe(bi du zimaniya pasîf). Bi du zimaniya dê û bav û kesên temen mezintir hê jî bi gelemperî zindî ye: ew zimanê serdest bi qasî yê welatê xwe fêm dikin û diaxivin. Di malbatên ku zimanê xwecih hê bi awakî çalak tê bikaranîn de, zarokên bi “ du ziaman” têne dîtin.  


Qadên bendkirî (2) : Zimanê bav û kalan, di hin cihên civakî yên wek şahî, merasîm ên ku mezin firsenda hevûdudîtinê dibînin de  hin caran xwe diparêze. Dîsa hin caran tê dîtin ku ew bi tenê di nav malên dapîr û bapîr û mezinên din ên malbatê de tê axavtin. Piraniya endamên civakê ji ziman fêm dike, lê pê naaxive.   


Qadên pir zêde bendkirî (1) Zimanê bav û kalan, di hin qadên pir teng de, li cihên ku mirov bi salan bi mehan careke mecbûrî tên cem hev, ji aliyê pir kêm kesan ve, wek mînak dema merasîmeke de, bi tenê ji hêla kesên ku duayan dikin ve tê bikaranîn. Dibe ku ên din ji ziman pir kêm fêm bikin jî. (parêzkarên bîranînan)

Mirî (0) : Tu kes, li tu deverî û bi tu mabestî bî wî zimanî naaxive.


Li gorî pêkera 4’an a ku di qadên cûrbecûrên jiyanê de asta bikaranîna zimanekî dipîve de  rewşa zimanê kurdî bêhtir xirab dixûyê. Ew, sîstema perwerdehiyê jî tê de, ji hemî qadên fermî ji binî ve hatiye bidûrxistin. Sistema kapîtalîst a di bin nîrê şîrketên pirnetew de ye jî li çar parçeyên Kurdistanê hevkariya desthilatdaran dike û zimanên netewdewletên serdest(Tirkî, Erebî û Farisî) tenê nas dike. Ji ber vê yekê Kurdî, di gel ku axêverên wî, bo vê sîstemê li Rojhilata Navîn girseyek pir mezin a mezêxeran(consommateur, tüketici)be jî  di qada aboriyê de hema bigire hîç  nayê bikaranîn. Bi ser de jî nijadperestî û şovenîzm û cudakarî û pest û pêkûtiyên li van welatan di bazarên neteweyî û herêmî de jî ew qas rê li ber bikaranîna Kurdî digire ku Kurd gelek caran bi zimanê xwe nikarin nav li dikan û mal û xizmetên ku ew bi xwe hildiberînin bikin û ew pêşkêşî bazarê bikin.

Ji ber qedexe kirina  medrese û dibistanên olî, Kurdî roj bi roj ji qada olî  jî vedikişe û waez û xutbe û semahên bi sedan salan bi Kurdî dihatin pêşkêş kirin hêdî hedî  bi zimanên serdestan tên kirin û dibin amûrên bişaftinê. Ji dest çûyîna van qadên jiyanê li ser malbatan jî tesîrek giran a  neyînî dike. Yek zimaniya ku bi hezaran salan berdewam bû ( Kurdî tenê bû) ev  çil-pênce sal e veguheriye bûye “du zimanî”, îro dîsa ber bi yek zimaniyê ve diçe; lê îja di gelek malan de zimanê serdestan tenê serwer dibe. Malbatên bi Kurdî diaxivin jî ziman di çarçovekê teng de, bo kar û barên navmalî-navgundî  bikar tînin. Gava karên siyasî, fermî, aborî û zanistî dibe mijar,  ziman bi awaki xwezayî diqelibe ser zimanê serdest. Kurdî çend ronakbîrên di warê ziman de hestiyar ne tê de, di nav gel de bi giranî di nav hin qadên teng de ji bo pir kêm  kar û baran tê bikaranîn( di çarçoveya li hev pirsîn û mijarên jiyana rojane yên derî têgih û biwêjên hemdem) Hezar heyf e ku gava mirov bala xwe dide   nifşên nû yên kurdên li bajarên Kurdistanê û li Tirkiyeyê dijîn ew êdî Kurdî di tu qadî de bikar naynin. (Mamoste Marûf )  


Dereceya zindîtiyê
Ast
Qad û Fonksiyon   
Bikaranîna gerdûnî
5
Ziman li hemî qadan, bo tevahiya kar û baran tê bikaranîn. (pour tous les fonctions)
Wekheviyeke tam di derdoreke pirzimanî de
4
Du an zêdetir ziman di gelek qadên civakî û fermî de têne bikaranîn; zimanê bav û kalan di qada gelemperî de pir kêm tê bikaranîn.
Qadên ji qudûmketinê
3
Zimanê bav û kalan di malbatê de, bi awakî xwedî gelek fonksiyonan tê bikaranîn; lê zimanê serdest dest bi şimitandina nav malê kiriye.
Qadên bendkirî
2
Ziman di civakê de bi awakî bendkirî di gelek kar û baran de tê bikaranîn.
Qadên pir zêde bendkirî
1
Ziman bi tenê di hin qadên teng de maye û di gelek kêm kar û baran de tê bikaranîn.
Mirî
0
Ziman êdî li tu qadî nayê bikaranîn.


Tê dîtin ku pirzimanî hema bêje rastiyeke gerdûnî ye. Hewce nake ku axêver bo garantîkirina candariya zimanê xwe bibe yekzimanî. Bivê nevê zimanê bav û kalan wê di qadên girîng ên çandê de bê nirxandin.


Pêker 5 :Bertekên li hemberî qadên nû û medyayê


Bi pêşveçûna asta jiyanê dibe ku teşeyên nû yên bikaranîna zimanan jî rûbidin. Her çiqas hin civakên xwedî ziman, zimanên xwe li qadên nû lihev bînin jî(adaptasyon), gelekên din nikarin vê yekê bikin. Dibistan, qadên xebatê yên nû, medyayên nû yên wek radyo, televîyon û înternet, li dijî zimanê bindest bi kêrî frehkirina qada tevger û desthilatdariya “zimanê serdes tenê” tê.  Qadên heyî yên di zimanekî di xetereyê de herçiqas bi windabûyînê ve rûbirû nemînin jî, dîsa jî di qadeke nûjen de bikaranîna zimanê serdest, wek televîzyon, bondorek mezin lê dike. Heke zimanê gerdîşî yê civakek kesp û destketiyên modernîteyê neynin cih, ew hêdî hêdî kevin dibe û pîne lê dikeve. Astên cuda yên zindîtiyê li jêr hatine pêşkêşkirin.


Dereceya zindîtiyê
Ast
Qadên nû û medyayên ji hêla zimanekî di xetereyê de pejirandî
Livdar(Dînamîk)
5
Ziman di hemî qadên nû de tê bikaranîn.
zexm/çalak
4
Ziman hema bêje di tevahiya qadên nû de tê bikaranîn.
Kêrhatî
3
Ziman di gelek qadên nû de tê bikaranîn.
Adapte dibe
2
Ziman di çend qadên nû de tê bikaranîn.
Pir kêm
1
Ziman bi tenê di çend qadên nû de tê bikaranîn.
Bê liv
0
Ziman di tu qadeke nû de nayê bikaranîn.



      Di perwerdehiyê de destnîşankirina pîvangan divê li ser du sitûnan rûnên: zimanekî di xetereyê de, di bernameyên perwerdehiyê de heta kîjan astê û bi çi rêjeyî tê bikaranîn?

Asta zimane ku wane bitevahî pê tên xwendin, ji yê ku hindekariya wî di hefteyê de waneyek bi yek saetî tê kirin bilindtir dibe.

      Divê mirov çi kar, çi perwerdehî û medya dibe, di hemî qadên nû de kapasîteya bertekên civaka ku zimanê wê bi xetereyê ve rûbirû hatiye hîştin bide ber çavan.

Piştî sazkirina Komara Tirk Zimanê Kurdî di  hemî qadên jiyanê de hat qedexekirin û pêşî lê hat girtin ku ew xwe adaoteyî  şert û merc û pêşketinên  serdema 20’an bike. Bi gotinek din Zimanê Kurdî di cihê xwe de miciqî û di sedsala 19’an de ma û ma... Ev rewşa kambax heta salên 90’î berdewam kir. Di 21 Adara 1995’an de bi avakirina MED TV Kurd cara yekem dest avitin qadekê nû ya teknolojiyê. Bi hilberîna bernameyên cûrbecûr û bi dûblaja fîlmên biyanî zimanê kurdî bi xwe ve hat û hêdî hêdî ket qadên hemdem ên jiyanê. Lê dîsa jî, ji ber ku ew ne zimanê  perwerdehî û fermiyetê  ye, girseya gel zimanê Kurdî di çarçoveyek teng de bikar tîne. Dema mijar tê ser zanist, tendirustî, spor, teknolojî, çalakiyên aboriyê yên nûdem, miameleyên fermî Kurd bi piranî an bi Tirkî diaxivin an jî têgih û biwêjên tirkî tevlî Kurdî dikin. (Mamoste Marûf )          


Pêker 6    : Amûrên hindekarî û perwerdehiya zimanan

       Perwerdehiya bi ziman bingeha zindîtiya wî ye. Hin civakên xwedî kevneşopiya (tradition) xurt a devkî, pir guh nadin pêşvebirina xebatên nivîskî yên bi zimanê xwe. Di xwendin û nivîsandinê de jîrtî û jêhatîtî para hin civakên din e ku pê dipesinin. Lê dîsa jî ev yek bi gelemperî têkildarî geşdaniya aborî û civakî ye. Divê di her warî de, ji bo hemî nifşan û astên ziman, pirtûk û materyal hebin.


Ast
Derfetên   materyalên   nivîskî
5
Digel ku xwedî Rêzimanek zexm û kevneşopiyeke xwendin û nivîsandinê ye, çi rasteqîn çi rawêjî di hemî qadên medyayê de jî serkeftî ye. Ziman, di perwerdehiyê de jî, di rêveberiyê de jî tê bikaranîn.
4
Materyalên nivîskî hene; zarok hînî xwendin û nivîsandina vî zimanî dibin. Xebatên nivîskî yên ku bi vî zimanî tên kirin, nakevin qada rêveberiyê.
3
Materyalên nivîskî hene; zarok di dibistanan de xebatên nivîskî dikin, lê çapemeniya nivîskî tuneye ku xwendin û nivisandinê teşwîq bike.
2
Materyalên nivîskî hene, lê ew tenê kêrî çend kesên ji civakê tên. Ji bo yên din dibe ku wek nirxên sembolîk bin. Di bernamyên dibistanan de xebatên xwendin û nivîsandinê yên bi vî zimanî tune
1
Civak di warê rastnivîsê de çavnas e û çend materyal jî li ber çapê ne.
0
Haya civakê ji rastnivîsê tune ye.

Rewşa zimanê Kurdî li gorî pêkera 6’an jî pir xweş naxûyê. Ev heştê sal e di qada perwerdehî û di ya  rêveberiyê de bi tundî hatiye qedexe kirin. Ji vê yekê jî kambaxtir, heta çend sal berê bi vî zimanî xwendin, nivîsandin, çapkirina pirtûk û weşandina sitranan jî ne pêkan bû. Îro di gel hin xebatên perwerdehî û yên weşangeriyê xebatên nivîskî di çarçovekê teng de maye  û  nagîhije ber destê gel. Jixwe piraniya gel xwendin û nivîsandina bi kurdî nizane. Gava mirov rewşa kurdî li gorî vê pêkerê binirxîne dibe ku di asta 2’yem de bixûyê, lê bi ya min ew nêzîkî asata yekem a ku bo zimanekî  asta  herî xirab e. (Mamoste Marûf )

Helwest ûpolîtîkayên zimanî

Parastin, pêşvebirin an jî devberdana ji zimanek hindikayî, carinan -çi herêmî çi netewî- ji hêla çanda zimanekî serdest ve tê dîkte kirin. Polîtîkayên zimanan ên dewletekê, an dibe sedema helwest girtineke hevgirtî ya kêmnetewan a bo parastina zimanên xwe, an jî (zimanên wan)bi zorî bi wan dide terkkirin. Ev helwest girtin li ser zimanan tesîrek mezin a bikêr jî dike, dibe sedema windabûna wî jî. Dema çend civakên mezin ên xwedî ziman, li ser heman mijarên civakî û polîtik nîqaşan dikin, bi xwe xwe jî helwestên hevnegirtî yên zimanî nîşan didin. Ev yek jî baweriya “ pirzimanî sedema dabeşînê ye û bo yekîtiya neteweyî xetere ye” derdixe holê. Servedarkirina (îmtîyaz dayîn) yek zimanekî serdest, metodeke têkoşîna li dijî tehdîteke rasteqîn an jî ferazî ye. Ji ber vê yekê hetera (îsrara) rêveberiyê (ya fermî) di pratîkê de ber bi zordestiyeke qanûnî ve jî diçe. Bi biryara wê, polîtikayên zimanî yên wê zimanên din diçewisîne, heta em bibêjin, bikaranîna wan qedexe jî dike. Çi dibe bila bibe, polîtîkaya neteweyî an jî tunebûna polîtikayek aşkera,  li ser “helwesta zimanî ya civakê bi xwe” xwedî bandoreke rasterast e.



Analîza helwestên cûr bi cûr ên zimanî

Ev du pêkerên jêrîn, ji bo nirxandina helwest û polîtîkayên zimanî yên di warê zimanên serdest û ên hindikayiyan de ne: (7) Helwest û polîtîkayên zimanî yên rêveberî û saziyan (fermî) (8)  Helwesta endamên civakê bi xwe  ya li hemberî zimanê xwe.

Pêker 7 : Helwest û polîtîkayên zimanî yên rêveberî û saziyan– bikaranîn û statûyeke fermî


     Dibe ku waletek di warê çêşîtdariyek mezin a zimanên di nav xwe de, xwedî polîtîkayek diyar be. Wê gavê du helwestên radîkal bala me dikişîne: A yekemîn, Dewlet statûya fermî dide  zimanekî bi tenê û ên din bi tevahî paşguh dike, an jî ew hemî zimanên ku li ser axa wê tên bikaranîn dike xwedî  statûyeke fermî ya wekhev. Lê “statûya wekhevî” ya di qanûnan de, berdewamî û zindîtiya ziman demeke dirêj naparêze. Piştgiriya teşeyî(formel) ya bo zimanekî serdest an jî kêmaxêver, bi van şêwazan tên pîvandin:


Piştgiriya wekhev (5) : Tevahiya zimanên welat bi qedr û qîmete in. Hemî jî bi riya qanûnan tên parastin û rayedar jî vê yekê bi sepandina polîtîkayên diyar teşwîq dikin.


Piştgiriya alîgir (4) : Di mijara zimanên xwecih de tedbîrên diyar ên parastinê yên rêveberiyê hene, lê gava dor tê sepanê (tatbîkat) alîgiriyek aşkera heye. Dewlet civakên etnîkî yên xwedî ziman bo parastin û bikaranîna zimanên wan teşwîq dike lê tercih ew e ku ew zimanên xwe di qada civakî de bêhtir di cihên takekesî de bikar bînin. Bikaranîna di hin waran de prestîjek mezin dide zimanên bindest( wek mînak; di merasîman de)


Asîmîlasyona pasîf  (3) : Rêveberî di mijara bikaranîna zimanên hindikayiyan de bêgane ye; çer heye zimanê serdest di qada civakî û gelemperî de zimanê têkilêyan e. Bi vî awayî zimanê civaka xwedî bandor dadigere zimanê fermî. Zimanên din ên hindikayiyan ji prestîjê bêpar in.


Asîmîlasyona aktif (2) : Rêveberî civakên hindikayî dikişkişîne dike endamên wan dev ji zimanê xwe berdin û bi tenê bi zimanê serdest perwerde bibin. Zimanên din di warê xwendin û nivîsê de nayên teşwîqkirin. Çi devkî çi nivîskî, bikaranîna zimanên din nayê teşwîq kirin.


Asîmîlasyona bi zorê (1) : Rêveberî xwedî polîtîkayek aşkera ye û li gorî wê piştgiriya zimanê sedest dike; lê mixabin zimanên hindikayiyan ne tên nas kirin ne jî tên destek

kirin.


Qedexekirin(0) : Bikaranîna Zimanên hindikayiyan bi mîsogerî di hemî qadan de tê qedexekirin. Hin caran di jiyana takekesî de xweşbînî (tolerans)tê dîtin.



Radeya piştgiriyê
Ast
Helwesta dewletê ya li hemberî zimanan
Piştgiriya wekhev
5
Hemî ziman tên parastin
Piştgiriya alîgir
4
Zimanên hindikayiyan bi taybetî di qada takekesî de tên parastin. Prestîja bikaranîna zimanê bindest heye. 
Asîmîlasyona pasîf  
3
Di warê zimanên hindikayiyan de tu polî-    
tîkayek aşkera tune. Di qada gelemperî de bikaranîna zimanê serdest tê teşwîqkirin
Asîmîlasyona aktif
2
Rêveberî dike zimanê serdest ên din bibişifîne. Zimanên hindikayiyan ji parastinê bêpar e.
Asîmîlasyona bi zorê
1
Bi tenê zimanê serdest xwedî statûya fermî ye û zimanên din  ne tên naskirin ne jî parastin.
Qedexekirin
0
Bikaranîna zimanên hindikayiyan hatiye qedexekirin.

Gava rewşa zimanê Kurdî dibe mijara lêkolîn û niqaşan gelek mirovên ji dilên xwe sax behsa polîtîkayên asîmîlasyonê yên dewletê dikin. Lê di rastiyê de heta ev çend salên dawîn  Kurdî ji asîmîlasyonê xedartir û wêdetir hatibû qedexe kirin. Îro ev qedexe bi awakî fîlî hatiye rakirin, lê “asîmîlasyona bi zorê”  ketiye şûna wê.  Zimanê Kurdî di qanûn û makeqanûnê de ne tê naskirinne jî tê parastin. Heke zimanek ne xwedî prestîj be, axêverên wî pê serbilind nebin nfşrn nû yên wê civakê ji wî zimanî şerm dikin û bi wî naaxivin. Di pêvajoya komarê de çi di hunerê de çi di jiyana rojane de kurd bi xwe jî ziman û çanda wan jî tim û tim bûye mijara qerf û pêkenokan. Rabûn û rûniştandin, rewş û girêdan jî tê de tevahiya hêjayiyên kurda hovane û  paşverû  hatiye nîşandan. Ev yek li ser derûniyeta gel tesîrek pir neyînî kiriye. Heta çend sal berê ji  gel, di serî de zarok,  ji ziman û nasnameya xwe şerm dikir, li derveyî gund û bajarên Kurdistanê xwe vedişart. Her wiha, beriya serhildana dawîn a Kurd, êdî   li bajarên Kurdistanê jî axavtina bi Kurdî wek gundîtî û nezantî  dihat hesibandin. Gava mirov pest û pêkûtî û cezayên ku mezinên malbatan bi salan  şerpeze kiribû jî bide ser vê derûniyetê şert û mercên ragihandina Kurdî ji nifşek a nifşa din êdî ji binî ve nemabû. Her çiqas ev rewş bi qasî berê ne xirab be jî, dîsa jî helwesta neyînî ya dewletê ya li hemberî Kurdî rê li ber ragihandin û hindekariya Kurdî digire û nifşên nû roj bi roj ji ziman ûji  çanda kurdî dûr dixe.   (Mamoste Marûf )       


Pêker 8 :Helwesta endamên civakê  ya der barê zimanên xwe de.

      Bi gelemperî endamên civakên xwedî ziman di mijara zimanên xwe de bêalî namînin. Ew gelek caran wî wek bingeha civak û nasnameya xwe dihesibînin û dikin wî biparêzin. Carina ew wî bikartînin lê dîsa jî pêşve nabin. Dibe ku jê şerm bikin û bo serkeftina wî nexebitin an jî wî wek bizirar bihesibînin û bi zanebûn ji bikaranîna wî dûr bisekinin.


      Heke hişmendiyeke pozitif hebe, ziman dibe nîşaneyek mezin a nasnameya civakê. Dilsoziya gelekî ya ji bo kevneşopiyên malbatî, pîrozbahî, xwenîşandanên din ên herêmî û girîngiya ku endamên civakek pê dide hêjayiyên xwe yên çandî - ku ev yek di rastiyê de ziman bi xwe ye û ji bo civakê û ji bo nasnameya etnîkî tiştek jiyandarî ye - ji hev ne cuda ne, wek hev in. Heke  ew bibînin ku  zimanê wan rê li ber   danûstendinên aborî û entegrasyona civakî digire, dibe asteng wê demê di vî warî de hişmendîyek negatif di wan de çêd dibe.tabloya ku helwestên cûrbecûr ên endamên civakan yên der barê zimanê wan de nîşan dide, va ne li jêr in:  

Ast
Helwesta endamên civakê ya der barê zimanê xwe de
5
Civak bi tevahî bi zimanê xwe ve girêdayî ye û geşdana wî daxwaz dike.
4
Civak bi gelemperî dilxwazê parastina ziman e.
3
Beşeke mezin a civakê dixwaze zimanê xwe biparêze, gelekên din vê yekê paşguh dike, ew qas ku, mirov dikare bibêje ew amade ne “yekî din bikin şûna yê xwe”
2
hinek ji wan dixwazin zimanê xwe biparêzin, ên din an ziman paşguh dikin an jî dilxwazên guherandina zimanê xwe ne.
1
Hejmarek pir biçûk dilxwazê parastina ziman e; piraniya civakê an ew paşguh dike an dil heye zimanekî din bike şûna wî.
0
Tu kes guh nade windakirina ziman, bi tevahî bikaranîna zimanê serdest çêtir digirin.


Di  warê helwesta kurda ya derbarê Kurdî de heta niha tu lêkolînek zanistî nehatiye kirin. Bi ya min, ji qidûm ketibe jî,  sedema liserxwemayînaKurdî bi xwedî lê derketin û hezkirina  gelê kurd pêkan bûye.  Di Serhildanên kurdan ên piştî avakirina Komara Tirk rûdane de para qedexekirina ziman çiqas e kes pê nizane. Lê di ya dawîn de bi awakî aşkera daxwaziyên ziman û yên çandî derketin  pêş. Jixwe gel bi belavbûna dibistan û amûrên ragihandinê yên  bi tirkî  li xwe varqilî ku zimanê wî ji dest diçe. Îro têkoşîna di riya çand û ziman de her ku diçe geştir dibe.   (Mamoste Marûf )  

Helwesta li hemberî ziman, çi neyînî(negatîf) çi bêalî(notr) çi heyînî(pozîtif),  li ser polîtîkayên dewletê û li ser raya giştî ya civakî teqez bandorek dike û wek encam bikaranîna wî ya di qadên cûrbecûr de zêdetir jî dike kêmtir jî... Kesên di vê rewşê de gelek caran di dîlemayê de ne: “An ew ên li ser zimanê xwe yê dayîkê û li ser nasnameya xwe bimînin û bê kar û bê şuxul bin; an jî ew ên dev jê berdin û di jiyana xwe de bibin xwedî şansên herî mezin.” Gotina dawîn; parastin û bikaranîna du zimanan bo jiyaneke serkeftî bêhtir firsendan dide mirov.


Gava du ziman li dijî hevûdu, têkiliyên “di warê hêzê de ne wekhev”  bidomînin, endamên zimanê kêmaxêver zimanê xwe û yê serdest bi hev re diaxive, lê belê di vê rewşê de kesên ji koma serdest bi gelemperî bi “yek zimanî” dimînin. Hin axêver hew diçe bi tenê zimanê serdest diaxive. Car heye civaka kêmhejmarî li hemberî desthilatdariya zimanê serdest li ber xwe dide û endamên wê zimanê xwe dîsa çalak û  xurttir dike. Ev çalakbûn zor dide ku stratejiyek li rewşa sosyolinguîstîk hatî çêbibe; ev yek jî bi van sê şêwazan yekî ve têkildar e:


Bi xwe ve hatina zimanekî: Ji nû ve bikaranîna zimanan, ên wek Cihûkî yê piştî avakirina Dewleta Îsraîl û Gaelîkî yê li Îrlanda’yê ku bikaranîna wan heyameke hatibû bi sînor kirin.


Parastina zimanekî: Bi mabesta rê li ber girtina zimanê serdest ê wek tehdît dixuyê beşdariya roj bi roj zêdetir a nav zimanê kêm axêver; wek mînak zimanê Golûwa.


Hewandina zimanekî: Li herêmeke, an di dewleteke de, digel gelek zimanan zimanek serdest (lingua franca) heye û piştgiriya zimaneki kêmaxêver bi awayê bikaranîneke westar a devkî û nivîskî( heke xwedî rêziman be) tê kirin; mînak, rewşa zimanê Maorî yê li Zeland a Nû.


Ji bo garantîkirina zindîtiya zimanekî, digel dilsoziyek xurt a axêverên wî, divê ew bizanibin ka di kîjan qadî de piştgiriya wî bê kirin. Helwesteke pozitif, ji bo mayîna demdirêj a zimaneki bingehîn e.

Lezîtiya belgewarkirinê: ji bo têgihîştina lezîtiya berhevkirina(documentation) zimanekî, divê şêwaz û çawaniya amûrên lîngûîstîk ên heyî bên lêkolîn. Ev pêkera dawîn a pîvangên radeya zindîtiya zimanekî ye.

Pêker 9 : Şêwaz û çawaniya belgewarkirinê

       Tekstên nivîskî yên bi nivîsguhêzî(transkrîpsîyon), werger, dokûmantên odiyovîzûel ên devkî yên bi vegotinên “di hawira xwezayî de” jêrenotkirî di mijara formûle kirina xebatên zanistî de çi qas kêrî zimannasan bên û çi qas pir projeyan - ên bi hevkariya axêverên heman zimanan re - bi zimannasan bidin sêwirandin( bixin serê wan) ew qas girîng in.   



Çawaniya Belgewarkirinê
Ast
Belgewarkirina lîngûîstîk
Têkûz
5
Di gel rêziman û ferhengên têkûz, weşanên materyalên lîgûîstîk ên vedor(integral) û gelek dokûmentên odîovîzûel ên ravekirî yên biserûber jî hene.
baş
4
Herî kêm rêzimaneke baş, çend ferheng û tekst, wêje û rojnameyek rojane heye. dokûmentên odîovîzûel ên ravekirî, kêrhatî û bi kalîte ne.
gelek baş
3
Rêzimaneke baş, çend ferheng û tekst tên dîtin lê, çapemeniya rojane tune. dokûmentên odîovîzûel hebin jî di warê jêrenotan de guherbar in.
hinek baş e
2
Çend rêzikên rêzimanî, ferhengeke biçûk û di çarçoveya lêkolînên rêzimanî de nivîsar hene lê, naveroka wan teng e. Qeydên odîovîzûel hebin jî kalîteya wan guherbar e, rave hene an jî tune ne.
nekafî
1
Bi tenê çend rêzikên rêzimanî, ferhengeke teng û nivîsarên parçe parçe hene. Materyalên odîovîzûel an tune ne, hebin jî an bêkêr in an jî bi tevahî bê rave ne.
tune
0
Tu çavkanî tune


Zimanê Kurdî li gorî vê pêkerê ev çend salên dawî digel astengiyên dewletê hatiye ser hemdê xwe. Saziyên kurda lez dane weşandina materyalên hindekarî û belgewarkirina ziman. Gelek ferheng û rêziman ên  têr û tiîi  hatine çapkirin û belavkirin.   Rojnameyek  rojane ya xwerû  kurdî pir caran ji hêla dewletê ve  hatibe rawestandin jî, ji 1996’an vir de  tê weşandin. Kanalên radyo û  televîzyonan ên satelîtî bo belavbûn û standartbûna zimanê Kurdî amûrên herî bikêr in. Di vir da ya herî xirab ev materyal bi giranî xitabî temen mezinan dikin. Zimanê Kurdî yê bi salan e ji aliyê serdestan ve li ber çavan reşkirî, ji qada perwerdehî û fermî  dûr xistî roj bi roj ji jiyana zarokan derdikeve. Ji vê raporê jî baş tê fêmkirin ku di rewşek wiha de zindîtî û berdewamiya zimanekî ne prkan e. (Mamoste Marûf )   

Îndeksa zinditiya zimanan: Nirxandina pêkeran li gorî girîngiya wan

Ev beş, çawaniya bikaranîna neh pêkerên ku heta niha hatin destnîşankirin terîf dike.

Ji bo têgihîştina rewşa zimanê civakek, ji bo destnîşankirina rêbazên parastinê, ji nû ve candarkirin û berdewamkirina hebûna wî, tevahiya radeyên pîvangan bi kêr tên.

Zindîtiya zimanan bi rewşa civaka axêveran ve pir têkildar e. Pêwistiya belgewarkirinê jî li gorî van rewşan diguhere. Bi civandina reqemên li jor destnîşankirî, têgihîştina zimanekî ne pêkan e. Ji ber vê yekê, serîlêdana azîneke hêsan a matematîkî hewesa mirov dibe. Dijberî vê yekê,  mirov dikare pêkerên ku heta niha xal bi xal hatine rêzkirin li gorî pîvangên nirxandinê bikolîne.


Ev mînak bi tenê wek nîşander hatine dayîn. Bangewazî li her bikarhênerî tê kirin ku ew van arasteyan(orientation) li kontekst û li armanca lêkolînên xwe lihev bînin(adapte bikin).

Mînak 1. Nirxandina ji hundir

     Civakek axêver, bo têgihiştina rewşa zimanê xwe dora pêşî dikare ev pêkeran hûr hûr bikole û li gorî wan biryara pêşgiriyên pêkan bistîne; heke hewcedarî pê hebe, xebatên ku divê di destpêkê de bên kirin destnîşan bike. Herwiha di gel ku hemî pêker girîng bin jî şeş ên serî bi taybetî bikêr in. Civak dikare çavdêrî bike ku ziman êdî ji hêla dapîr, bapîr û ji hêla nifşên ji wan mezintir ve tê axavtin, heke wisan be bo vî zimanî mirov dikare bibêje “bi awakî cidî di xetereyê de ye.” ( Ast 2) li gorî pêkera 1’emîn,

“ragihandina ziman ji nifşek a nifşa din”. A din, ew dikare çavdêrî bike ku ziman bi taybetî di merasîm û cejnên herêmî de tê bikaranîn. Li gorî pêkera 4’an a “Di qadên cûrbecûr ên jiyana gelemperî û taybet de bikaranîna ziman” destnîşan dike mirov dikare bibêje ku  bikaranîna ziman ji bo “hin qadên teng û formel” hatiye hîştin (Ast 2). Dîsa civak dikare têbigihîje ku “ piraniya endamên wê dilxwazên parastina ziman in”(Ast 4, pêker 8 “Helwesta endamên civakê  ya der barê zimanên xwe de” ) Di vê merhaleyê de endamên civakê têderdixin ku heke demeke zûtirîn, bo sererastkirina vê rewşa kambax hin xebat neyên kirin, zimanê wan bi xetereyek mezin a windabûyînê ve rûbirû ye. An jî, ew dibînin ku tevahiya civakê bi awakî çalak li dijî transfera ziman disekine û piştgirî dide xebatên bo ji nû ve jiyandarkirina zimanê xwe. Civak careke Tevahiya pêkeran bikolîne û bîlançoya zimanê  xwe çêbike, wê gavê belgeyek  (argûman)sexm a lehdar bidestdixe û  dikare wê ji bo destekstendinê pêşkêşî dadgehên desthilatdar bike.

Divê sazî û rêxistinên Kurdan, derbarê rewşa îroyîn a Zimanê Kurdî de demildest lêkolînek zanistî ya ku  di qa da navneteweyî de jî bê nîqaş werê erêkirin çê bikin. Bi ya vê raporê ew bi alîkariya belgeyek wiha dikarin li dadgehans doz vekin û polîtîkayên tunekirina ziman û çand û nasnameya xwe mehkûm bikin. (Mamoste Marûf )    


Mînak 1. Nirxandina ji derve

       Araste(orientation), bo meqamên -çi bi nîvî çi bi tevahî- fermî yên bi karê parastin, zindî kirin, perwerde kirin û belgewarkirina zimanan mijûl dibin re dibe amûreke normatîf.

        Gava zimanek bêhtir bê kolandin, hemî pêkerên mijara gotinê dibin xalên girîg ên kemperandinê(comparaison). Encama vê lêkolîna kemperî(comparativ), bo xurtkirina çêşîtdariya zimanên herêmekê destnîşankirî derfetên dorfireh radixe ber çavê mirov. Ev yek, dest dide pîvandina rêjeya helandina zimanekî da ku piştgiriya wî çêtir bê kirin, her wiha di warê girîngiya çêşîtdariya zimanan de dibe navgîna hestiyariya raya giştî, dike bo parastina çêşîtdariya zimanan polîtîkake bê afirandin; zimannas, li dijî “ji zimanekî derbasbûna yekî din”(transfer) bertek nîşan bidin û ew,  di warê dawî qirkirina çavkaniyên zanyarî yên mirovahiyê de rêxistinên neteweyî û navneteweyî îkaz bikin( Bnr; pêvek 1, mînaka kemperandina zimanên li Venezuela)


III. Encam

         Mirovahî, bo parastina çêşîtdariya zimanî hewl dide têkoşîneke nû bide destpêkirin. ji bo mirovahiyê dem dema di her astî de seferberkirina derfetan û sûde wergirtina ji raseriya çêşîtdariya zimanî û çandî ye.  

        Di mijara civakên herêmî yên axêverên zimanên di xetereyê de,  kesên têkildar bi dehan salan vir de -ew bi piranî perwerdekar in- wek mînak gelek caran, bi derfetên teknîkî yên pir bisînor ji bo zimanan bernameyên perwerdehiyê amade dikin. Berewajî axêverên zimanên pirhejmar, ew  ne bi tenê ji rayeyên perwerdehiya honakî , ji  rayeyên -ku êdî divê di destê rayedarên herêmî de bin-  wek bernameyên perwerdehiyê yên bi zimanên xwe û ji vê yekê jî girîngtir, ji şayesên(description) destpêkê yên “zimanê bikarbar” jî bêpar in. Divê ev mamosteyên zimanan,  di warê perwerdehiyê de (amadekariya bername û materyalên hindekariyê, ên teknîkî û metodên perwerdehiyê yên zimanan), di warê sosyolîngûîstîkî de (analîza qonaxên bi hev re têkilbûna zimanên heyî, fonksiyona îro û ya duh a zimanê bav û kalan), an bi tenê di warê zimannasiyê de (berhevkirin, analîzkirin û terîfkirina daneyan)  bibin xwedî rayeya biryardayinê.  

            Dîsa, divê zimannas, têkoşer û derûdorên xwedî berpirsyariyên siyasî, ji bo piştgirî û sêwirandina zimanên di xetereyê de xwe bidin ber karên pêşvebirin û danasîna mekanîzmayên herî bibandor û jiyînbar. ji vê yekê jî girîngtir, divê ew, bi civakên ku zimanê wan bi tehdîta windabûyînê ve rûbirû ye bi hevkarî û “di mercên wekheviyê de” bixebitin. 

            wek berpirsyariyeke hevpar, divê em li xwe ferz bikin ku tu zimanekî, bê dilê civaka xwedyê wî, nemire, heta jê tê pirtir ziman bên parastin û bo nifşên paşerojê bên ragihandin. Aqlê selîmê ku em pê tevdigerin û dibe sedema alîgiriya me ya bo çêşîtdariya zimanan di van çend rêzên kalekî “Navajoyî” de xwe dide der:  

            

Heke tu bihna xwe nedî û nestînî,

Ew e ku hewa tune.

Heke tu nemeşî,

Ew e ku erd tune.

Heke tu naaxêvî,

Ew e ku kes tune.

(Raveya Akira Yamamoto ya gotinên kalekî ji qebîleyeya Navajo, PBS TV, Millennium Series: Tribal Wisdom and the Modern World, weşana ji alî David Maybury-Lewis ve berceste kirî û di 24 Gulan 1992’an de  weşandî)

  Pêvek I : mînakek kemperandinê; zindîtiya zimanên li Venezuela ( Belgeya ji hêla María E. Villalón ve amadekirî)

Di vê belgeyê de ji bo pîvandina zindîtiya zimanan neh pêker hatine bikaranîn. Mirov dikare bo gelek zimanên din jî ew bikar bîne û pê dîmeneke kemperî ya hêza wan a nîsbî bidest bixe û têbigihîje rewşa sosyolîngûîstîka wan a dijber(kontrast) û tedbîrên pêşdatir bistîne. Mînaka jêrîn bi awakî kemperî sepana(application comparative) pêkeran a li sê zimanên nîştecih ên li Venezuela,  ew welat e ku zimanê kêmnetewên xwe nas dike û diparêze, nîşanî me dide. Mapoyo zimanekî Caribéenne(Karîben) e û êdî kes bi xwe xwe  pê naaxive lê di bîra çend kal û pîrên civakeke piretnîkî de maye; endamên wê  bi Espanyolî têkilî datînin û hemî zarokên Mapoyo wî wek zimanê yekemîn hîn dibin. Kari’ña jî zimanekî Karîben e û xwedî hejmareke pir mezin a axêveran e lê, ew bi piranî bi du zimanan diaxêvin. Hin kesên temen mezin hene ku wek zimanê yekemîn bi “Kari’ña” hîn bûne û bi awakî fesîh pê diaxivin, lê piranya Kari’ñayiyan,  ji 8000’î zêdetir in,  Espanyolî tercih dike. Sanîmayên merivên Yanomamiyan , bi qasî 2000’an in lê, ji wan kêm kes li ber Espanyoliya serdest li ber xwe daye û bi du zimanan mane. Tabloya jêrîn, balê dikişîne ser hejmara axêverên ku ji zimanê xwe re têkûzane serdest in. Lê gava mirov li ser Kari’ña û Sanima radiweste rewş diguhere; mirov dikare qala tiştên texmînî tenê bike, ji ber ku van demên dawîn tu îstatîstîkên pêewle nehatine çêkirin. Daneyên derheqê Mapoyo de qethîtir in, jiber ku ew jêderxistinên lêkolînên qadî(5)  yên hîn nûtir in. Ew di nav parantezê de hatine nivîsandin ku bila bête zanîn ku ji  axêveran bêhtir  “ parêzwanên bîranînan” hatine hejmartin. Di warê amûrên hindekarî û perwerdehiya ziman” de asta 1’emîn bû para Mapoyo, jiber ku cara ewil e rastnivîseke pratîk dixûyê, li jêr jî bê pêşkêş kirin, pir kêm civak xwedî materyalên odîovîzûel(6)in. Digel ku Sanîma’ya Venezûelayî, çend qeydên neravekirî û bê qalîte bidin alîkî hema bigire bê materyal be jî; varyant û taslakeke rêzimanî ya zimanê Brezîlî heye ku ew xwedî bêhtir dokûmentan e(7). Ji ber vê yekê mirov dikare di warê “Şêwaz û çawaniya belgewarkirinê de” 1 bide wî.   


Pîvandina asta jiyandarî û lezîtiya dokûmantasyonê:

Mînak ji sê zimanên xwecihn ên li Venezuelayê


Pêker
Ziman
mapoyo
kari’ña
sanima
Ragihandina ziman ji nifşek a din
0
2
5
Hejmara mîsoger a axêveran
(7)
650
2500
Rêjeya axêveran li gorî tevahiya nifûsê
1
2
5
Guherandina ziman( çûyîna ser zimanekî din)
0
2
5
Bertekên li hemberî qadên nû û medyayê
0
1
­--
Amûrên hindekarî û yên perwerdehiyê yên zimanan
1
3
0
Helwest û polîtîkayên dewletê û saziyan ên di warê zimanan de-Bikaranîn û statûya fermî
5
5
5
Helwesta endamên civakê ya der barê zimanê xwe de
2
3
5
Yekûn û qalîteya belgewarkirinê
1
3
1

Pêvek I : Sipasî

Li Kyoto’yê (Japonya)  di 22-25’ê Sermaweza 2002’an de ji bo bidawî kirina vê belgeya navborî semînerek giran hat lidarxistin. Ev kes hatin cem hev: : Alexandra Aikhenvald, Matthias Brenzinger, Tjeerd de Graaf, Arienne Dwyer, Shigeki Kaji, Michael Krauss, Osahito Miyaoka, Nicholas Ostler, Hinako Sakamoto, Fumiko Sasama, Suzuko Tamura, Tasaku Tsunoda, María E. Villalón, Kimiko Yasaka et Akira Yamamoto. Dîsa  bi vê semînerê re di 23’yê Sermawezê de “ 4’emîn Konferansa Navneteweyî ya li ser zimanên di xetereyê de yên li derûdora Pasîfîkê” pêk hat, tê de  gelek beşdaran çavdêriyên xwe yên balkêş anîn ziman; ên Sachiko Ide, Oscar E. Aguilera F., Hinako Sakamoto et Yukio Uemura nayên jibîr kirin.


Dîsa em minetdariyên xwe yên ji dil pêşkêşî profesorên zimanên xwecih ên li Oklahama û Kansas’a Amerîkayê her wiha pêşkêşî nûnerên çardeh civakên xwedî ziman ên ku alîkariya formûlasyona tewsiyeyên vê belgeyê kirin, hê jî dikin. Ew di 2002’yan de beşdarî semînerên perwerdebûniyê(formasyon) yên bi du rojan ên ji hêla Fondation Ford, Oklahoma Native Language Association û Indigenous Language Institute ve fînansekirî bûbûn.


Di amadekariya  vê belgeyê de, ev pêvajo çend meh kudand, gelek pispor ev versiyonên jêrîn nirxandin: Alexandra Aikhenvald, Deborah Anderson, Marcellino Berardo, H. Russell Bernard, Steven Bird, Sebastian Drude, Nick Evans, Bernard Comrie, Bruce Connell, Östen Dahl, Bruna Franchetto, Raquel Guirardello, K. David Harrison, Tracy HirataEdds, Mary Linn, Luisa Maffi, Doug Marmion, Jack Martin, Mike Maxwell, Steven Moran, Gabas Nilson, Jr., Lizette Peter, Nathan Poell, Margaret Reynolds, Hinako Sakamoto, Gunter Senft, Tove Skutnabb-Kangas, María E. Villalón, Peter Wittenburg, Kimiko Yasaka. Beşdarên Civîna Navneteweyî ya pisporan ên di warê Bernameya UNESCO’yê ya “ Rizgar kirina zimanên di xetereyê de” ( Parîs, Navenda UNESCO’yê, 10-12 Adar 2003) gelek şîret û nirxandinên di cih de kirin. Em sipasiyên xwe yên herî ji dil pêşkêşî wan, bi taybetî pêşkêşî birêz S. Exc. Olabiyi

Babalola Joseph Yai dikin.


        Wek endamên koma pisporên UNSCO’yê, kesên beşdarî amadekariya vê dokumentê bûne ev in:


Matthias Brenzinger            matthias.brenzinger@uni-koeln.de

Arienne Dwyer                    anthlinguist@ku.edu

Tjeerd de Graaf                   tdegraaf@fa.knaw.nl

Colette Grinevald                Colette.Grinevald@univ-lyon2.fr

Michael Krauss                    ffmek@uaf.edu

Osahito Miyaoka                 omiyaoka@utc.osakagu.ac.jp

Nicholas Ostler                    nostler@chibcha.demon.co.uk

Osamu Sakiyama                 sakiyama@shc.usp.ac.jp

María E. Villalón                 atchim@etheron.net

Akira Y. Yamamoto            akira@ku.edu

Ofelia Zepeda                      ofelia@u.arizona.edu 


Nîşe: 

1.Ên gotinên destpêkê îmze kirine: Arienne Dwyer, Matthias Brenzinger et Akir Y. Yamamoto.

2. Di tevahiya dokumentê de têgeha “ ziman” zimanên îşaretan jî destnîşan dike; vegotina “ civakên axêver” an “civakên ku zimanên wan di xetereyê de ye” civakên ku zimanên îşaretan bikar tînin jî dihundirîne.

3. Li jêr, li gotara Miyaoka’ya li ser  “projeya derûdora Pasîfîkê”  jî binêrin.


5. Villalón, M. E.; T. Granadillo. Los marcadores de Persona de la Lengua Mapoyo ; in: H.

van der Voort et S. van de Kerke (eds.), Indigenous Languages of Lowland South America,

CNWS Publications, 90, (ILLA) Vol. 1. Leiden, Leiden University, 2000, 197211.

6. Villalón, M. E. Registro y Documentación de las Lenguas Indígenas Mapoyo y Kari’ña del

Estado Bolívar. Parte I: Mapoyo. Caracas, Instituto del Patrimonio Cultural, 1999.

7. Borgman, D. M.; Sanuma. In: D. C. Derbyshire and G. K. Pullum (eds.), Handbook of

Amazonian Languages, Vol. 2, New York, Mouton de Gruyter, 1990, 16248.


Çavkanî:

Aikawa, Noriko

2001  Bernameya UNESCO’yê ya li ser zimanan.  Conference Handbook on Endangered

          Languages of the Pacific Rim, p. 13-24. Osaka: Endangered Languages of the

          Pacific Rim Project.


 Bernard, H. Russell

1996 Language Preservation and Publishing, in Indigenous Literacies in the Americas:

        Language Planning from the Bottom up, ed. Nancy H. Hornberger, p. 139156,

        Berlin, Mouton de Gruytet


Brenzinger, Matthias

2000 The Endangered Languages of the World. Présenté lors du colloque :

         Language Endangerment, Research and Documentation Setting Priorities for

         the 21st Century (organisé par Matthias Brenzinger avec le concours de la

         Fondation Volkswagen), 1217 février 2000, KarlArnoldAkademie, Bad

         Godesberg, Allemagne.


Fishman, Joshua A.

1991 Reversing Language Shift: Theoretical and Empirical Foundations of Assistance to

       Threatened Languages. Clevedon: Multilingual Matters.


Tewsiyeya  La Haye’ê

Tewsiyeya  La Haye’ê (1996/1997) ya di warê mafên kêmhejmaran ên perwerdehiyê. International Journal on Minority and Group Rights. Hejmara taybet a li ser mafên perwerdehiyê yên kêmhejmarên neteweyî, 4.2. http://www.osce.org/hcnm/.


Hale, Ken

1998 On endangered languages and the importance of linguistic diversity. In

        Endangered Languages; Language Loss and Community Response, ed. De Lenore A. Grenoble et Lindsay J.

        Whaley, p. 192216, Cambridge, Cambridge University Press.                


Krauss, Michael

2000 Preliminary Suggestions for Classification and Terminology for Degrees of

         Language Endangerment. (cf. Brenzinger 2000.)


        Maffi, Luisa, Michael Krauss et Akira Yamamoto

2001 The World Languages in Crisis: Questions, Challenges, and a Call for Action.

        Bo nîqaşkirinê  di “Konferansa navneteweyî ya 2’yemîn a li ser zimanên  li derûdora Pasîfîkê yên di

        xetereyê de”  hat pêşkêş kirin, Kyoto, Japon, 30 sermawez-2 Berfanbar 2001.

        Conference Handbook on Endangered  Languages of the Pacific Rim, p. 75-78. Osaka: Endangered  

         Languages of the  Pacific Rim Project.             


Skutnabb-Kangas, Tove

2000 Linguistic genocide in education - or worldwide diversity and human rights?

       Mahwah, New Jersey: Lawrence Earlbaum Associates.


Wurm, Stephen A.

2000 Threatened languages in the Western Pacific area from Taiwan to, and

         including, Papua New Guinea. (cf. Brenzinger 2000.)


WWF International û Terralingua

2000 Indigenous and Traditional Peoples of the World and Ecoregion Conservation: An

       Integrated Approach to Conserving the Worldʹs Biological and Cultural Diversity.

      1196 Gland, Suisse, WWF- Fonds mondial pour la nature / World Wide Fund

      for Nature [ex-World Wildlife Fund].

Yorumlar