17.11.2013

Kilsoyê Hevrişîmfiroş





Kilso,  merivek pir bi fen bû. Debara xwe bi danûstandinê dikir lê, çi danûstendin! Kî lê  biqesidiya heta  derbek jê nexwara, nehata xapandin  sikura xwe jê xelas nedikir…

Berê pirtî û tayê hevrişîm pir û pir giranbiha bû; ewqas ku wekî  zêrê zer, pereyê girêdayî  pê bazirganî dibû. Çi kêm çi zêde, hevrişîmê  barê teşiyekî  hêjayê berxek bû.

Rojek Kilsoyê me yê rovî ji yekî  lepek hevrişîm bidest dixe, tîne malê.  Bala xwe didê ew qeşek e,  qasî pûrta çivîkekê ye lê, dîsa jî di nav gund de kî li ber bikeve pesnê xwe û hevrişîmê xwe dide; dibêje;  “min dest bi hevrişîmfroşiyê kiriye; ez êdî ne ji wan bazirganên navgundiyê para devê we ; ez Kilsoyê bazirganê bazar û çarşiyên Wan û Amedê  me”

Nav û dengê Kilso û hevrişîfroşiya wî li ber gohê brayê wî yê mezin jî dikeve; diçe cem; lava û rica, jê daxwaziya hevrişîmê barê çend teşiyan dike.

Kilso dikeve nav tatêl û  dudiliyeke mezin: Hevrişîmê xwe bi drustî bidê, sermiyana jixwe tüne ye wê ji binî ve bi erzanî ji dest biçe; sextekarî bike; sibê  ew ê werên rûyên hev, nabe. Nedê;  li darê dunê ew e; kekê xwe ye; gere meriv bêxatiriya wî neke…

Her cara ku  birayê wî jê daxwaziya hevrişîm dike  Kilso xwe kerr û lal dike… 

Rojek,  du roj, sê roj… Dibîne ku kekê wî  belaya xwe jê nake; bi êvarkî lêdixe diçe mala wî, jê re dibêje; "wele keko ez ê serê  sibê bi karwankî  biçim Amedê; min dil heye  hevrişîmê xwe  bi xweş buhayek li wir bifroşim, bikim sermiyan; ji wir biçim Helebê; barek hevrişîmê qenctir û erzantir bistînim; para birayê min bila deynê stûyê min be; ez ê bi xwe re bînim, bêpere bidim.

Lê bira dîsa dide zora xwe, hevrişîm ha  hevrişîm… Kilso îcar dixwaze bi helbesteke lê vegerîne. Dibêje:

“Birayo, ez terim tu dimînî

Ew dilive tu dibînî

Paşê dile te ji min nemine”

Bira di mejiyê xwe de dibe tîne, ji gotinên wî  ti tişt nakeve serî; ji ya xwe nayê xwarê.  Jê re dibêje; “heyra, dilive nalive, bi te ketiye! Tu wî hevrişîmî  bide min… Ma ne bi pereyê xwe ye! “

Kilso paşstûyê xwe dixurîne; ne bi dil be jî dibêje erê Lê, şertê xwe jî Ji kekê xwe re dibêje:

 “Keko, serê sibê ez ê bi azana dîkan re rabim birêkevim; tu yê ber bi nîvro werê malê  hevrişîmê xwe ji bûka xwe bistînî bibî lê; sermiyana min ew hevrişîm e tu pê dizanî; divê tu heqê wî aniha pêşîn bidî”

Kilso bi  kîlo û bi gram û dirheman bazara xwe dike; perekî xweş ji birayê xwe distîne; lêdixe diçe mala xwe…

Sibetirê birayê wî  bi kêf tê mala Kilso; ji jina wî hevrişîmê xwe dixwaze; jinik   glokeke mezin, gelek jî giran  hevrişîm dide destan…  

Ew  hevrişîm dixe bin çenga xwe; bi lez û bez tê malê…

Rebeno ji bayê felekê bêhay e.  Glokê datîne ser sewkiya odeya mêvanan; xwe dide hemberî wê, pala xwe dide diwar rûdinê; bi kêfxweşiyeke mezin ji dûr ve  li gloka hevrişîmê çîlspî temaşe dike.

Lê qasek şûn de,  bala xwe didê çi bibine! Gloka wî  hêdî  liviya, liviya; paşê bi gavên  hûrik hat, hat li ber çoka wî nesekini…!   Goh lê dirêj dibe, şaş û mat dimîne.  Lahzekî şûn de hişê wİ tê serî;  destê xwe dirêjî  gilokê dike; bi serê tayê hevrişîmê ve digire hêdî hêdî dikişîne vedike, vedike…  Xwedêyo ev çi ecêb e!

Kilso tu çibikî? Biçî  ji nav zeviyan kûsiyek girê geriyayî bibînî;

wî bikî zembîlekî li pişta xwe bikî, bînî;

parîkî hevrişîmê xwe  lê bigerînî; ji wî hevrişîmê bi qasî tûncika zarokekî,   glokeke mezin  hevrişîm derînî;
di gundê biçûk de navê bazirganê mezin bi xwe ve daynî…
                                                                 Mamoste Marûf

Hiç yorum yok:

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin