Kekê Nizamettin Ariç, ne xwezî bi wan dewr û dewranan


Di salên 70 yan de nifşa me  di kemla xortaniyê de bû. Dinya li ser gohekî me, feleka  xayîn  heşayî canik û camêran, kûçikê ber deriyê me bû.

Digel bindestiya me, nizanim çima gelek hêviyên me yên mezin jî hebûn: Em şoreşger bûn; me yê cihanê ji hemî neqencan, ji xwînmijan, ji kedxwuran bişûşta, hêlîn li wan biherimanda dawî li xweş dewrana wan bianiya. 

Hûn ê bipirsin ka Kurdayetî, ka Kurd û Kurdistan?

Ew, wek hemayîleke pir efsûnker, xenîmker lê,  te digot qey malê diziyê bû…

Me, di şuna ku bi stûyê xwe ve bikira, hemaîla xwe xistibû nav heft laçikan, di nav dilê xwe  de vedişart; bi kilamekî ji welat ê salê carek li ber gohê me diket, bi lo lo’yek gundî yê bi şaşitî ji deve yekî derdiket, bi serûgohê merivek perişan ê li bazara emeleyan , bi girêdana kurdewarî ya jineke reben a li ber deriyê nexweşxaneyek, bi dîtina zarokek qemerê çavbelek diket bîra me.

Bi bîr anîna Kurd û Kurdistanê, heger cih li me xalî  bûya, me bizanibûya ku kes me nabîne-bi me nahese, dibû kûrîna me, em bi halê xwe  yê perûperîşan digiriyan.

Di şevên  reş tarî de me xwe dispêrt tenêtiyê, serî dikir bin lihêfan, diçûn welat, dibûn Kurd, dibûn torinê malmezinên eşîra xwe, dibûn “mektepliyê delalî”yê ber dilê dê û bavê xwe, dibûn lawikê jîr û jêhatiyê gundê xwe, dibûn berdilkê Zozan û Eyşoka bejnzirav, lêvtenik û xebrxweşa xwe lê, gava dibû sibe…  Me çavê xwe vedikir perr û bask û qidûm li me dişikestin…  li ber eynika serûçavşoyê li xwe dinêrî; wêy bavooo! Em, li vî welatê xerîbiyê, li gohê yurdekê gemar ê bi tirkên nezan û xizan û belengaz û xiloxwar serqûçkî tijî … Hela li vê ecêbê li vê gosirmetê, li ber çavê wan rewilan em in Kurd Memet, em in çiyayiyên har û hov, em in “kiro”yên bêrûmet…

Ji vê rewşê jî ecêbtir, neteweke bi serjimarkî bi mîlyonan, her roj bi navkî, eşkera, li ber rûyê wê disekinîn, ewî  dixistin qûna kûçikan, dihat bêrûmet kirin, qedr û qîmeta nedidanê qasî şekaleke ser sergoyan, dîsa jî ewladek wî ranedibû, nedigot ;“ êdî bes e!” tif nedikir nav çav û rûyê dagirkeran…

***
Wan salan Televîzyon, ew jî  reşbelek, bi yek qanal, bi yek netew û bi yek bîrdozî, hê nû ketibû nav gel. Ew wekî hêkeke reş û spî bû. Tirk û tirkayetî û Kemalîzm spîka wê; nirx û hêjayiyên Kurdan di serî de, hemî gel û netew û bîrdozî û rabûn-rûniştinên din reşika wê bû.   

Derketina ser ekranê televizyona TRTê  bi serê xwe serkeftineke pir mezin bû. Bo  hunermendekî dev bi kurdî,  ev yek ji xewn û xeyalan jî wêdetir bû .  Me hewiya xwe bi stranbêjên bi dirufkî Kurd, yên bi devkî diketin dilqê Tirkan û "di ser çiyayê Agiriyê re fir didan" (Agrı dağından uçtum),  bi tirkî mûmikan dijmartin ( bîr mûmdir, îkî mûm dir, ûç mûm dir)  dianî.

Ew roj yekşemî bû. Zarên xelkê an çûbûn gundên xwe yên li derûdora Balikesirê, an bo gerê çûbûn çarşiyê. Em,  xwendekarên xerîb, bi taybetî ên xizan û belengaz di yurda dibistanê de mabûn. Ma bê pere û bê pol, bê mal û bê hol, bê nas û dost em  ê biçûna çarşiyê me yê çi bikira! Li welatê xelkê  tu yê bi ku de biçî? Şikur ji Xwedê re,  televizyon hebû. Di rojên betlaneyê de me xwe dida ber. Bihna me pê derdiket…

Di salên 70yan de  bernameyeke şahiniyê hebû. Starnbêj,  li derveyî stûtdyoyê, li gund û bajarên cûrbecûr  derdiketin pêşberî temaşevanan û distrand. Rojek dîsa em hêsîr û dîlên destê TRTê bûn ku ew bername destpê kir. Hunermend îcar çûbûn zozanekî Kurdistanê, li wir dor bi dor stranên gelêrî digotin. Kekê Nizamettin Ariç jî di nav wan de bû. Ewî jî bi xweş awzê xwe yê Kurdewarî kilamek got; meqam Kurdî, ziman Tirkî bû. Kekê Nîzamedîn, bi dengê xwe yê şêrîn û zelal û Kurdewarî pir li xweşa min çûbû. Lê tiştek din bala
min kişand: Kamera dengê wî nedida, vedişart (qedexe bû) lê ew, beriya ku strana xwe bibêje, piştî strana xwe jî  tim li cem jinên Koçeran dixwiya,  bi wan re diaxivî! Di wan dîmenên kurt de Kêfxweşiya wî , coş û kelacana wî, şabûna wî  ewçend zêde dixwiya ku, te digot qey  wê rojê ewî li ber dagirker serî rakiriye; avêtina ji karê xwe yê ku Xwedê zû biz û nedikir para Kurdekî , talûkeya lê qedexekirina Televîzyonê jixwe daye ber çavan,  di dawiyê de mirin jî hebe kes nikare wî ji wan koçeran veqetîne. 

Wan çaxan, min baş dizanibû ku  jinên koçeran hema bi tevahî nezanên ziman û çanda Tirkî ne. Belê hunermendekî Kurd, bi ser de jî di nav hunermendan de yê herî serkeftî, ji zimanê  xwe, ji Kurdbûna  xwe  şerm nedikir, li ber çavê bi mîlyonan Tirkan, bi jinên Kurd re bi Kurdî diaxivî!


Navên wan nayê bîra min lê, di wê bernameyê de çend hunermendên kurd û Kurdistaniyên din jî hebûn, ew ji wan koçeran dûr disekinîn, xwe li wan nedikirin xwedî…

Çend sal şûn de, piştî darbeya leşkeri, ez pê hesiyam ku Nizamettin Ariç derketiye derveyî Turkiyeyê. Di cih de ew bernameya Televîzyonê hat ber çavên min:

Belê, li Serheda me gotineke mezinan heye, dibêje: ”Berxê çê li ber kozê kifşe ye”.

Nîzametîn Ariç, ewladekî gelê xwe yê şîrhelal bû, di ciwantiya xwe de bo gel û welatê xwe hestiyar û dilşewat bû, camêr bû; lewma wek hin Kurdên din bi kemçûran xwe nefirot, nebû hêsîr û dîlê dagirker.

Belê ew  pihîna xwe li nav û nişan û pereyê dagirker xistibû.

Dê ew ê  ked û xwîdana xwe di riya gelê xwe de xerc bikira, Xedê wekîl û qûl şahed,  bi ya xwe jî kir, dike jî, heta can tê de hebe ew ê bike jî…

                                                    Mamoste Marûf

Yorumlar