Li Parîsê kî em Kuştin?


Dîsa li Parîsa şewitî agir berdan dil û kezeba gelê Kurd. Ew Parîsa bêyom e ku ji sedsala XIX’an heta roja îro bûye navenda penaberî û stûxwariya me. Ew Parîs e ku  dor bi dor Yilmaz Guney, Ahmet Kaya ji me stend û daqurtand. Herî dawî, Parîs di nehê çileya 2013’an de bû şahedê kuştina bi bêbêxtî û hovane ya  sê lehengên gelê Kurd... Ew her sê jî jinên dilsoz ên gelê Kurd bûn ku  bi têkoşîneke kesnedîtî dixwestin siûda gelê Kurd a ev sed sal e, digel berdêlên giran dîsa jî lênehatî biguherînin û welat û kesayetiyeke azad bikin para nifşên nû.

Ji wan yek Hevala Sara; Sakine Cansiz bû ku zarokatî û civantiya xwe kiribû qurbana gelê xwe. Hê beriya darbeya faşîsta 1980 bi xwe û bi gelê xwe hisiyabû, ketibû nav Tevgera Azadiya Kurd, digel îşkenceyên herî hovaneyên li ser rûyê Cihanê dîsa jî li ber xwe dabû, li her enî û çeperên tekoşîna gelê Kurd de ked û xwîdana xwe rijandibû.

Hevala din Fîdan Doga bû ku, li Fransayê ji dayîk bûbû , li wir xwendibû; qasî Fransek di zimanê Fransî de jêhatî bû, pir jî bedew bû. Heger ew, bi vê taybetmendî û derfetên  xwe yên ku  Xwedê nake para her kesê,  bixwesta li wî welatî jiyaneke bi kêfxweşiyê, bi şahîyê û evînê têr û tijî derbas dikir. Ew di şûna jiyanek ji rêzê , riya herî zor û dijber dabû ber xwe; di dil û mejî de çi evîn û qabîliyet hebûn kiribû xizmeta gelê xwe.

Leyla Şaylemez a ji nifşa sêyem a jinên azad,  evîndareka ter û can a welat û gelê xwe bû. Ew li Ewropayê,  bi awayek çalak, ji dil û can d tevlî xebatên siyasiyên Tevgera Azadiya Kurd dibû.

Êş û jana van sê lehengan ji dilê gelê Kurd, sedema kuştina wan jî ji nav rûpelên dîrokê zû bi zû  dernakeve.

Ez wek nivîskarekî azad dixwazim li ser sedema kuştina van sê lehengan nêrînên xwe binivîsim.

Di serî de divê mirov mantiqa hebûna dewletan û bingeha şer û pevçûnên wan bibîr bîne ku analîz li ser hîmek rast bilind bibe.

Piştî şerê yekemîn (1914-1918) ê ku di encama geşbûna sanayiyê û tengasiya firotina hilberîna zêde,  li hev nekirina li ser  bazarên cihanê derketibû de , dewletên serkeftî yên wê demê xetkêş dan destan û cihanê li gorî berjewendiyên xwe yên aborî di nav xwe de parve kirin. Navê Kurdistanê ji nav pirtûk û lênûskan hat paxişkirin, 

Ev statûkoya ku berjewendiyên  çend dewletan tenê diparast û bazar li yên din teng dikir, (bi taybetî li Almanyayê)  bîst sal tenê li ser xwe ma. Bi xurtbûna kapîtalîzmê re hilberîna sanayiyê   sal bi sal zêdetir dibû; bo gerandina çerxên fabrîkayan enerjî divêt, madeyên xam divêt; bo birin û anînê, çûyîn û hatinê, bona bi greyder û dozeran vekirina rê û dirban neft divêt, serê giştikan bo frotina malên çêkirî  bazarên nû divêt... Cihana kapîtal emperyalîzmê di sala 1939’an de dîsa bi hev ket.

Hîtlerê heram,  digot qey, ev sermiyana ku çerxên fabrîkayan digerîne bi giranî di destê Cihûyan de ye. Wî ceriband ku bi kuştina Cihûyên di nav xwe de çavê yên li derve bitirsîne. Hêviya wî ew bû ku wê Cihûyên “li seranserê Cihanê belav belavî û bêrik tijî bi Dolaran” bo parastina birayên xwe yên li Germanyayê wê zor bidin emperyalîstan û wan bidin sekinandin. Nijadperestiya Hîtler xenîmî wî bû. Hayê wî ji bayê felekê jî, ji hovîtiya kapîtalîzmê jî tune bû. Ew tênegihîştbû ku kapîtalîzm çi nijad e, çi netew e, çi  ol û îman e; her tiştê wê dirav e. Lew re Hîtler bi kuştina xwe nema, kerasetek kesnedîtî anî anî serê gelê Germanyayê û serê tevahiya gelên cihanê.

Piştî şerê duyem (1939-1945),  kapîtal emperyalîstan û  Sovyetan, bo li hev parvekirina bazara Cihanê  azadiya gelek gelan nas kirin û xwedêgiravî ew wan kirin xwedî ax û al û dewlet lê, şertekî dan ber rêveberên wan:

 “Gelê we kiryarê me be, dewlemendiyên ser ax û bin axa we bi bihayê ku em destnîşan dikin (borsaya navnetewî ya neftê, ya genim, ya zêr û hesin...)  ji me re be. Gere hûn demokrasiyê bipejirînin lê, desthilatdarên  we, ji nav kesên ku vê pergalê erê dikin  bên hilbijartin”

Ji netew û êl û eşîrên ku bi van şert û şûrtan bûbûn xwedî dewlet, her yek ji berê ve li ser parçeyek mezin a erdnîgariyk serwer bû; her yek ji gelên din ên “ne xwedî yekîtî” bihêztir û bi bandortir bû. Gelê Kurd ê ku parçeyek xwe di sedsala 17’an de bi peymana Qesra şêrîn wenda kiribû dîsa jî li her deverî di nav xwe de êl bi êl, eşîr bi eşîr, malbat bi malbat şax şaxî bû; ew jî têrê nedikir wek Sunî û Elewî û Êzdî, Nexşî û Qadirî  ji hev kerîkirî bû. Bi sedan parçeyên biçûcik ên axa Kurdistanê, her yek  di bin nîrê axa û şêxekî nezan de, di guhê çiyakî de, di gundekî tik û tenê de, li benda dagirkirina Tirk û Ereb û Farisên hevkarên hêzên mezin ên emperyalîzmê bû. Kurdistana wan a “bi dewlemendiyên bin erdê û ser erdê têr û tijî” wek malê mezatê bêxwedî, bêsitare wer mabû. Çend ronakbîr  û tekoşerên şiyar hebûn lê, hêz û quwet û zanîna wan nedigihîşt ku  gel rakin ser piyan. Ew ne xwedî wê bîrdoziyê bûn ku pûşên pergala emperyalîmê derxin holê. Ew emperyalîzm bû ku  li her quncikê cihanê dewletek ava dikir, desthilatdarek zalim datanî ser serê gelan, ji ked û xwîn û xwîdan û hebûna wan parek tenê dida wan, deh paran bi xwe dixwar.

Îro, dîsa bazar li kapîtal emperyalîzmê teng bûye. Efendiyên berê yên Cihanê       ji qudûman ketine. Dewletên wek Rûsya, Çîn, Hîdîstan, Îran û Tûrkîye; yên heta çend sal berê jî nikaribûn derzîyek qul çêkirina îro lez dane teknolojiyê, “alav û amûrên ku beriya deh-panzdeh salan monopola çêkirina wan di destê  sermayedarên rojavayî de bû” êdî bi xwe çêdikin, difroşin. Bo hilberînê  hewcedariya wan bêhtir bi neftê çêbûye. Îran, jiber ambargoya Rojavayiyan a li ser e,  nefta xwe bi erzanî dide Çîn û Hîndîstanê. Ji ber erzaniya enerjiyê  û kedxuriya bêsînor a li dewletên Asyayê ye ku Amerîka û Ewropa di aboriyê de jî di bêwîcdaniyê de jî êdî nikare bi wan re rekabet bike.

Kapîtalîzma Rojava kir nekir kaniyek enerjiyê, an enerjiyek alternatîf  a bikaribe bi nefta Rojhilata Navîn re serî bigerîne nedît. Bi ser de, nefta ku berê wek enerjî tenê  dihat şixulandin, êdî ji tekstîlê heta  otomotîvê, ji ambalajê heta kompûtûrê bûye madeya bingehîn a hilberînê.  Ji belaya şeytaniyê ye, ji belaya erdnîgariyê ye, xêr e, şer e  êdî nizanim, Kurd,  li serê kaniyên herî bi adan ên neftê rûniştî ne... Tirsa min ew e ku pepûka Kurdan a berê dilorand û digot: “ kê kir, min kir, zikê birayê xwe qul kir” roj bê bibêje “ kê kir, neft bû  kir, zikê min qul kir”

Kî çi dibêje bila bibêje ev pêvajoya bi navê “bihara Ereban” destpêkiriye rasterast şer e û şerê sêyemîn ê parvekirina Cihanê ye. Ev şer wek ên berê bi beşdariya çalak a emperyalîstan na, bi êrişên mezin ên bereyî û balîstîkî û anfîbî jî na, herêm bi herêm bi fîtkirin û li hev sorkirin û bi hev qirkirina gelan tê meşandin. Heger desthilatdarên herêmê bi baqilî, bi helîmî û selîmî tevnegerin, wê şerê herî mezin, yê herî demdirêj û  yê herî bi xwîn li çar parçeyên Ku Kurdistanê û li welatên cînar  rû bide, bibe sedema mirina bi sed hezaran mirovan.

Bo têgihîştina tevkujiya sê lehengên Kurdan ên li Parîsê, divê mirov serê xwe li ser polîtîkayên kapîtal- emperyalîzmê, li ser girîngiya neftê, li ser jeopolîtîkaya Kurdistanê, li ser rewşa Tûrkiye, Sûrî, Îran û Iraqê,  li ser paradîgmaya nû ya Tevgera Azadiya Kurdistanê biêşîne. Bi taybetî divê mirov bala xwe baş bide nêrînên Birêz Ocalan ên derheqê Kurdistan û Rojhilata Navîn de.

Piştî hilweşîna sosyalîzma reel û jihevketina pakta Varşovayê, li Cihanê desthilatdariya “yek alî” ya kapîtal emperyalîzmê derket pêş. Lê, di serî de tirsa YDAyê  ew bû ku wê Çîna sosyalîst bikeve şûna Sovyetan û serkêşiya dewletên serbixwe yên Cihana III. an û yên ji ber Sovyetan mayî bike. Lewre bo kelijandina wê ya bi pergala kapîtalîst ve, çawa ku berê li Japonyayê, li Kore û li Hong-Kongê kiribû,  sermayeya xwe bo razemeniyê ber bi Çînê ve bi rê kir. Çîn  di nav çend salan de di warê teknolojiyê de veguherî bû welatekî herî pêşketî yê Cihanê. Îran nefta xwe  ji ber ambargoya YDA’yê bi erzanî da Çînê ev yek jî bû sedema zêdebûna hilberîna sanayiyê li Çîn û Hîndîstanê. Rûsya jî bi saya dewlemendiya neft û gaza xwezayî zû hat ser hemdê xwe.   Ewropa digel yekîtiya ku saz kir, dîsa jî nekarî xwe li ber van dewletan bigire. Nefta bi bihayê giran, tengbûna bazaran zor lê kir ku bikeve bin bandora YDA’yê.  

Kapîtal emperyalîz gava dikeve tengasiyê an di nav xwe de şer dike an jî gelan berî hev dide. Bi vî awayî hilberîna mal û xizmetên ku di destan de li hev zêde dike, bandora xwe xurt dike. Ew sezona şer, di dema aştiyê de bi firotina çekan vedikin. Slogana wan; “bo aştiyê amadekariya şer bike” ye. Paşê, bûyerek bêqîmet dike hincet û şer diteqîne.

Şer bi xwe re wêran û wêrtaskirina bajar û gundan, rûxandina binesazî û avahî û karxaneyayan tîne. Gelên li ser wê erdnîgariyê çi hebûnên wan ên li ser axê û di bin axê de hene bi erzanî didin ku bikaribin zikê xwe têr bikin, welatê xwe dîsa şên û aram...

Emperyalîzma Rojava dora pêşî li Îraqê şer ceriband û biser ket lê, Şiiyên wir bûn hevkarên Îranê. Şerê Îraqê tirsa gelên Ereb ya ji diktatoran şikand. Ereban Perîşaniya Sedamê xwînxwar  di nav dest û lepê  emperyalîstan de dît. Derbek mezin li quretî û li nijadperestiya Ereb ket: “Sedam li hemberî gelê xwe yê reben şêr bû lê, li ber Amerîkiyan ketibû ser çokan!”
Bi vê şikestina tirs û xofa ji dîktatoran, Ereb bi fîtkirin û piştgiriya  Kapîtal Emperyalîzmê dest bi serhildanan kirin. Bûyerên li Tunusê bi rûxandina desthilatdariyê bidawî bû. Agirê Tunusê bi Misirê ket. Hêj Misir netemirîbû ku Lîbya serobino bû. Agir ji wir pekiya Sûrî, Bayreyn, Cezayîr û Ûrdûnê.
Lê gava dor hat Sûriyê, hesabê kapîtal emperyalîzma Rojava bi dilê wê neçû serî. Ew, hê beriya hewldanên rûxandina desthilatdariya Esad,  bi navgîniya  Erdogan ji Esad daxwaziya sazkirina lûleyek petrolê kiribûn. Bi wê lûleyê rojavayîyan dixwestin neft û gaza kendava Ereban di Sûriyê re bikişînin Ewropayê.  ev proje nehat hesbê Rûsyayê; jiber ku Rûsya,  bi firotina neft û gazê li Ewropayê bûbû xwedî bandorek gelek mezin û bi vî hawî li gelek dewletên Sovyeta berê jî bi xwe ve girê dabû. Alîkî din ve guherandina rejîma Esad,  rê li ber rûxandina rejîmên Îran û Iraqê jî vedikir; neft û gaza van welatan jî dixist destê Rojava...

Esad pişta xwe da Rûsya û Çînê û daxwaziyên Rojavayîyan û yên “taşeron Erdogan” red kir. Ev bû sedema şerê navxweyî. Rejîmên Ereb ên kevneperst, ên di bin baskên Emperyalîzma Rojava de,  Turkiyeya endamê Nato’yê bi eşkeretî piştgiriya dijberên rejîma Esad kirin. Çeteyên îslamparêz ên ji çar aliyên Cihanê hatin ketin Sûriyê û bi çek û îstîxbarata YDA û dewletên Natoyê, xwedêgiravî bo serdestkirina pergaleke Îslamî, dest bi şer kirin. Her çiqas li bajar û gundên nêzîkî sînorê Turkiyeyê zora Esad biribin jî, ev yek têra rûxandina Esad nekir. Di nav vê tevliheviyê de Partiya Yekîtiya Demokrat a Rojavayê Kurdistanê (PYD) bi lezgînî gelê Kurd birêxistin kir û hema bigire li tevahiya bajar û bajarokên vê parçê Kurdistanê serweriya xwe rast kir; bo parastina gelê Kurd û gelên din ên herêma xwe, rê li ber çeteyên êrişkar girt. Di demeke kin de Kurdên Rojavayê Kurdistanê û yên di nav tixûbên Sûriyê de di bin banê PYDê de veguherîn bûn hêza herî xurt û birêxistinî  ya vî welatî.

Artêşa Esad çend caran  quweta xwe li ser Kurdan ceribadibe û êriş kiribe jî, çavê wê nebirî ku rasterast bikeve Rojavayê Krdistanê, li hemberî PYDê bereyek nû vede. Kurd, bi awakî “min kir bû” ( defacto) rêveberiya welatê xwe bidest xistin. Ev statûya nû ya Kurdan, helwesta serbixwe ya PYDê,  nedihat hesabê Turkiyeyê; lewre PYDê bi hevkariya rejîma Esad sûcdar kir. Bi vê polîtîkayê xwest ku yekîneyên çekdar en Kurdên Rojava li dijî artêşa Esad bikar bîne û wan bixe xizmeta polîtîkayên kapîtal emperyalîzmê. Li bajaroka Serê Kaniyê û li Helebê fît da çeteyan û ew êrişî Kurdan kirin. Her êriş bi  berxwedanek mezin hat pûçkirin û mirazê Turkiyeyê û yê efendiyên wê di çavê wan de ma.

Bi ya min piştî serkeftina li Serê Kaniyê rayedarên Îstîxbarata Turkiyeyê bi Ocalan re têkilî danîn. Hêviya Turkiyeyê û yên patronên wê ew e ku bi navgîniya Birêz Ocalan, Kurdên Rojava tevî şerê navxweyî yê li Sûriyê bikin. Ez bawer nakim ku Ocalan vê yekê bipejirîne û hevkariya bi emperyalîzmê re erê bike. Ocalanê ku ez dinasim  hevkariya bi emperyalîzmê re wek tekane formûlasyona çareseriya pirsgirêka Kurd a li Bakûrê Kurdistanê deynin ber dîsa jî napejirîne; jiber ku ev înkara sedema damezirandina PKKê ye, derexlaqî ye, der mirovahî ye.    

Ez dibêjim di hevdîtinên borî de Ocalan daxwaziyên Erdogan û yên Emperyalîstan bi zimanê dîplomasiyê, bi hincetek siyasî û rêxistinî red kiriye. Gelo bo redkirinê çi gotibe?

Ez bûma, min ê bigota:
“PKK û PYD hêza xwe ji heman girseyê digire. Di nav vê girseyê de Kurdên Elewî, Êzdî, misilmanên xwedî bawerî, şoreşgerên çepgir ên antîemperyalîst ên Kurd û yên gelên din hene. Ew di nav PKKê de jî rêxistinî ne. Heger em bi awayek çalak tevî şerê li dijî Esad bibin,  wê PKK û PYD parçe bibe, alozîyek mezin rû bide, lewre em nikarin li dijî rejîma  Esad  li tenişta we şer bikin”

Teoriyek komployê be jî, ez naxwazim  gotina xwe ya dawî nebêjim. Heger  nîqaş bi vîşiklî bidawî bûbe, hêzên NATOyê, yên di tariyê de karên kirêt û gemar dikin, bo ji holê rakirina PKKyî yên ku bi baweriya wan,  dijberiya polîtîkayên wan ên li Sûriyê dikin zend û bend badabin.

Bi ya min elewîtiya Sakîne û Fîdanê bi serê xwe îşaret û mesajeke girîng e; ew,  ji ber vê yekê bi zanetî wan kirin hedef. Bi vî tevkujiyê xwestin van peyaman bidin gel û tevgerê:


-Heger hûn ji tirsa elewî û şoreşgerên di nav PKK’ê de tevlî şer nabin, em dikarin wan bikujin.
-  Em dikarin PKK’ê li gorî daxwaziyên xwe dîzayn bikin.
- Xeynî Rojhilata navîn hûn li ti derekî  ji bo we ewlehî tune ye. Li ser axa we jî bi şertê ku hûn hevkariya me bikin em ê bihêlin hûn bijîn; ne weha be,  em ê wek sînorên Turkiyeyê û yê Başûrê Kurdistanê,  tevahiya sînoran li ber we bigirin û we dorpêç bikin û ji birçîna bikujin.


Di ser kuştina sê lehengên Kurdistanê re du roj derbas bûn. Di yazdeyê Çileya 2013’an de min vê hêçanê nivîsand lê, firsend nedît ku pêşkêşî we bikim.  Îro 15ê Çile ye. Di dozdeyê Çile de Mehmet Ocalan çû Îmraliyê. Abdullah Ocalan bi Birayê xwe re peyama sersaxiyê ji gelê kurd re û ji malbatên sê şehîdan re şandiye. Li gorî nûçeya ANF’ê, Bira Ocalan  peyama Serok Ocalan weha ragihandiye raya giştî:
Kuştina 3 siyasetmedarên jin yên Kurd yên li Fransayê ew gelek xemgîn kiriye û şermezar kir. Komkujî weke komkujiya duwem ya Dêrsimê bi nav kir. Demek ji demekê zûtir çi nav lê kiribe bila lêkiribe, xwest berpirsên komkujiyê bên aşkera kirin. Eger di demek kurt de ev komkujî derve hole dê sûdê bide pêvajoyê. Got, ‘ev komkujî îşareteke’. Ji ber vê çendê xemgîn bû. Sersaxî li malbatê da. Got, ger di rojên pêş de Hevserokên BDP’ê bên ew dê di derbarê pêvajoyê de daxuyaniyê bide.”

Belê, Birêz Ocalan vê komkujiyê wek “îşaret” destnîşan kiriye û bo peyameke dorfireh hêvî û daxwaziya xwe ya serdana hevserokên BDPê bilêvkiriye. Bi qasî zanîna xwe, min îşareta ku Serok Ocalan qal kiriye  bi vî şiklî xwend. Heger dagirker destûra çûyîna hevserokan bide, ew ên agahiyên berfirehtir ragihînin me. Bi ya min van rojan qedera Rojhilata Navîn di serî de cardin tê nivîsandin. Divê gelê Kurd pir şiyar be, yekîtiya xwe biparêze ku xeletiyên bav û kalan ên sed sal berê dubare nebin.
                                                                     Mamoste Marûf

Yorumlar