Bo parlemanên DTP’yî roj roja şoreşgeriyê ye

Roj tune ye ku kurdek xwedîşeref neyê binçavkirin
Roj tune ye ku sazî û dezgehên kurdan neyên serobino kirin û hiş û bîr û arşîvên wan neyên desteserkirin.
Roj tune ye operasyonek neyê lidarxistin; li ser serê zarokên me yên ku ji ber zilm û zordariya dagirkeran xwe dane çiyê; ên ku bo wan ji bilî kuştin û teslîmiyeteke  bêrûmet tu rê nehatiye hîştin. 
Çi serê we biêşînim, Dewleta Tirko- ya îro, ya vê gavê di nav dest û lepên  AKP’yê de ye-wek desthilatdarên berê bi kuştinê, ew jî nebû bi zîndankirinê, ew jî nebû bi talankeriyê, ew jî nebû bi gefxwarin û bi çavtirsandinê dixwaze dor li siyaseta Kurd teng bike, bihna wê biçikîne,  wê bifetisîne, wê ji qidûman bixe û bîne ser riya xwe.

Gelê Kurd û şervanên wî peywirên xwe tînin cih?


Di vê pêvajoyê de, bi ya min, gelê Kurd û şervanên wî fedakariyên  mezin dikin; peywirên  xwe bi têra xwe  tînin cih. Gelê Kurd, digel xizanî û belengaziya xwe, digel tunebûna saziyên ku di rojên tengasiyê de di warê aborî û civakî de hewara xwe bidê, mirin û girtin, birçîbûn û  şerpezebûna  zarok û zêçên  xwe dide ber çavan, li şehîdên xwe, li saziyên xwe xwedî derdikeve.

Şervan, digel hevkariya tevahiya hêzên serdest ên cihanê, digel teknolojiya wan a “bê mirov”  û “bê mirovahî”  ya ku nahêle bê destûra wan morî ji cihê xwe bilve, digel bêbextiya hin kurdên xwefiroş dîsa jî liberxwe didin, xûna xwe dikin çavên xwe, kozikên xwe yên li çiyayên Kurdistanê vala nahêlin.

Serok û siyasetmedarên zîndankirî berxwedaneke efsanewî, lê ewqas jî kêm hatiye nivîsandin û vegotin didin. Di dîroka cihanê de kesî nedîtîtiye, nebihîstiye, nexwendiye ku bi hezaran mirov bi heman hincetê, ji alî hêzeke  evqas har û hov û zilimkar ve hatibe girtin û zîndankirin û darizandin, dîsa jî  ji wan ti kes di doza xwe de, di berxwedan û baweriya  xwe de qelsî û sistî nekiribe,gavek biçûk be jî paşve navêtibe!       
 Gelo parlemanên ku bi xûn û xwîdana şervanan, bi  ked û berxwedana  gelê Kurd çûne Enqereyê çi ji dest tê dikin?

Bi ya min parlemanên BDP’yî yên bi xûn û xwîdana şervanan, bi  ked û berxwedana  gelê Kurd çûne Enqereyê, heta niha  rê û rêbaz û çalakiyên ku wek mafek jêneger bi qanûn û zagonan bo parleman û hemwelatiyan hatine destnîşankirin bikar anîn: Xebata zagonsaziyê, tevlîbûna meş û mîtîng û daxwiyaniyên çapemeniyê yên girseyî, serdan û pêşwazîkirinên dîplomatîk,  beşdariya şîn û şahiyan... Ev qad, qada legalîteyê ye. Ev cûre kar û xebat û çalakî di welatekî bi têra xwe demokratîk de, di welatekî rêzadar û giramgirê mafê mirovan de, di welatekî xwedî desthilatdariyek dûrî faşîzm û şovenîzmê de, di welatekî “ne di tora kapîtal-emperyalîzmê de”  kêrî tiştek tê, encamekê xêrê dide, bandorek  li ser mêtingehkar û desthilatdaran dike.

Gelo parlemanên BDP’yî, dewleta Tirk, desthilatdariya Tirk a îro  demokratîk dihesibînin, lewma ji çarçoveya legalîteyê denakevin?

Gelo  siyasetmedarên BDPyî  yên şoreşger, welatparêz, çi sosyalîst, çi oldar – bêşik û bêguman her yek ji wan hema bigire  ji zarotiyê virde umrê xwe, bi analîzên “li ser kapîtal- emperyalîzma   xûnmij û kedxwur, li ser faşîzma har û hov ” li ser desthilatdariya ku ev sed sal e li Tirkiyeyê  hevkariya wan dike  pûç kiriye- çima niha ji çarçoveya zagon û rêgez û prensîpên serdestan dernakevin, siyasteke  şoreşger a “ ji rêz û rêzikên wan azad”  nameşînin?   

Bi ya min, siyasetmedarên dijber ên îro yên di DTP’yê de karê siyasetê dikin, derbarê polîtîkayên Dewleta Tirk de di warê teoriyê de pir tişt dizanin lê, baweriya wan  bi agahî û  zanîn û bîrdoziya wan kêm e.  Îro tu ji kîjan siyasetmedarê Kurd û Kurdistanî, sosyalîst û şoreşger, misilmaneke xwedî wîjdan   bipirsî her yek  dikare derbarê van sernavên jêrîn de çendik û çend konferansan bide, bi dehan gotaran binivîse:
-Ji Îttîhat Terakiyê vir de polîtîkaya desthilatdariya Tirk ya di warê gelên din de.
-Têkiliya faşîzm û  şovenîzmê bi desthilatdariya bi navê Tirktiyê
- Polîtîkayên çandî yên desthilatdariya Tirk yên ji Îttîhat Terakiyê vir de.
- Bîrdoziya Tirkperestiyê û têkiliya wê ya bi têgeha Dewletê re
- Têkiliya desthilatdariya Tirk a bi kapîtal emperyalîzma navneteweyî re...

Mêtingehkar bi dilê xwe dev ji planên xwe bernedaye, bernade
Siyasetmedarên ku bi ked û xûdana gelê Kurd çûne Parlemantoyê gere baş pê bizanibin ku desthilatdariya ku Kurd û Kurdistanê kiriye nav dest û lepê xwe tu car bi dilê xwe, bi xweşî, dev ji plan û projeyên xwe yên  di kûrahiya mejî de veşartî – ev proje di dewra Mustafa Kemal de tirkkirina Anatolî û Kurdistanê bû, niha  carinan dibe Tûran û sêva Sor, carinan dibe sînoreke ji Adriyatîkê heta bedena Çînê, carinan dibe hesreteke mezin a bi Împaratoriya Osmaniyan - bernade û di vê riyê de bi kapîtal emperyalîstan re jî, bi Siyonîstan re jî, li ber destê  wê bikeve bi sosyalîstan re jî, bi şeytanê lanetî re jî hevkarî, hevalbendî, destbiratî dike.

Hebûna Tevgera Azadiya Kurd nahêle  ev desthilatdariya ku li gorî xwe emperyalîzmeke herêmî dajo, di rastiyê de xulamtî ye,  mirazê dilê xwe bîne cih. Lewre jî ew dike  vî gelî hêdî hêdî, bi rê û rêbazên nermik,  di dirêjahiya sed- sed û pênce salan de ji binîve asîmîliye bike, konê wî ji nav konan rake... 

Di vê pêvajoya tevliheviyê de, ya ku dewletên Rojhilata Navîn  tê re derbas dibe de, dewleta Tirk  dixwaze  hesabê xwe yê emperyal- ku xewn û xeyala AKPyê û ya şirikê wi yê Fetula bi alîkariya DYA’yê  û dewletên rojavayî  avakirina Dewleteke  wek ya Osmaniyan e-  bibe serî.  Heta beriya hilbijartinan emperyalîstên Rojavayî,  hewl didan pirsgirêka Kurd bi hevkariya Tevgera Azadiya Kurd çareser bikin û paşê berê xwe bidin Rojhila Navîn û li seranserê vê erdnîgariyê bi pêşengiya dewleta Tirk planên xwe û yên  kapîtal emperyalîzmê bikar bînin. Lê,  ji ber hin sedeman- sedema sereke serî netewandina Tevgera Azadiya Kurd e-  wan vî planî guherand û tepeserkirina Tevgera Azadiya Kurd wek armanca yekemîn dan ber xwe. Li ser vê mijarê  emperyalîstan û Tirkiyeya xulamê wan ê bidil   bi hev kirine ku agirê raperînên li Rojhilata Navîn “vê gavê” daniye. Ma “Tirkiyeya ku barê Kurda li ser milan”  bi vê giraniyê çawa bikaribe  li Rojhilata Navîn li ser navê emperyalîstên Rojavayî  pêşengiya demokrasî û mafên mirovan(!) bike? Ji ber vê yekê  jî emperyalîzma Rojavayî û  hevkarê wê yê bidil Dewleta Tirk, di sala 2012’an de çareseriya pirsgirêka Kurd  bi lezgînî dane ber xwe. Lê, ev plana çareseriyê ya “bêkurd”,  “bê Tevgera Azadiya Kurd”  tu car hebûna Gelê Kurd, nasnameya wî, berdewamiya ziman û çanda wî, jiyana wî ya azad a li Kurdistana wî û li Metropolên Tirkiyeyê garantî nake. Serde jî bi rê û rêbazên hovane dixwaze  teslîmiyetê, bêrûmetiyê lê ferz bike.

Dîsa em vegerin ser şêweya siyaseta parlemanên DTP’yê      

Gelo BDP bi rê û rêbazên legal, bi xebatên di bin banê parlemantoya Tirk de,  bikaribe rê li ber polîtîkaya Emperyalîstan û hevkarê wan bigire û daxwaziyên gelê Kurd bîne cih? 


Bi dîtina min ev hêvî ji binî ve pûç e; ji xewnên şevan  wêdetir ne tu tişt e...
 Statûyek fermî li alîkî, desthilatdariya Tirk bo perwerdehiya bi Zimanê Kurdî jî her du lingên xwe hişk dane  erdê . Miraz û mexseda wê dayîna mafek bi navê   “hindekariya zimanên herêmî bo dilxwazan” e. Ew jî di heftekê de ji  2-3 saetan ne zêdetir e... Ew jî bibe, bi giranî bi destê mamosteyên umetparêz û Fetulaparêz ên neyarên Tevgera Azadiya Kurd  dibe.

Siyasetmedarên Kurd  gere serê xwe ji qula meclîsa wan  derxin, dev ji siyaseta di çarçoveya zagon û rêzik û rêziknameyên Dewleta mêtinger de tê meşandin berdin û dest bi xebat û çalakiyên afirîner û şoreşger bikin.


Di serî de divê xalên bingehîn ên polîtîkayên emperyalîstan û yên dewleta Tirk, yên derbarê Rojhilata Navîn de bi awakî  brbiçav, bi awakî rût û repal, yeko yeko bên tesbîtkirin. Divê sozên ku ew didin gelên Rojhilata Navîn, piştî gihîştina ber mirazan bêbextiyên ku ew dikin, bi mînakên balkêş, wek rapor dibe, wek silayt û dfîlmên dokûmanter dibe bên berhevkirin.
Piştî van amadekariyan , parlemanên DTP’yî  dikarin li tevahiya dewletên Rojhilata Navîn bigerin û xefik û dafikên ku Emperyalîstên Rojavayî û Dewleta Tirk bi hev re li ber gelan datînin teşhîr bikin. Ev xebat wê  derba mirinê li planên wan ên berjewendîperest bide û hesabê wan ê emperyal serobino bike. 

Di mijara Îmraliyê de, desthilatdar  bi derewan, Siyaseta Kurd jî bi şandina çend parêzeran xwe bilî dike

Desthilatdariya mêtingehkar  bi salan e Serokê Gelê Kurd di girava  Îmraliyê de di nav şert û mercên dermirovî û derqanûnî de dîl digire. Mafên wî yên herî rewa an tên binpêkirin an jî bikaranîna wan wek qenciyek mezin  tê nîşandan.  Mafên hûrik ên hatine dayîn jî dikin sehevdeya serê wî û serê gelê Kurd. Ecêba mezin ew e ku gava neyê hesabê wan hevdîtinên wî yên bi parêzeran re di rojên xweş sayî de xerabûna kostereke bi bihayê 10-15 hezar dolaran, heke li asîman ewrekî spî bixwiyê, wê demê jî xerabûna  hewayê  dikin mane û çûn û hatina girava 15-20 Km. dûrî  Gemlikê asteng dikin. Ew bi derewan, siyaseta Kurd jî bi şandina çend  parêzeran xwe bilî dike. Ev şeş meh in gelê Kurd dest li ser kezeban li vê şanoyê temaşe dike.  Gelo parlemanên BDP’yî, nikarin vê lîstikê  bi çalakiyek şoreşger xera bikin?  Kes ji wan re nabêje, bila bi keştiyeke wek ya Marmarayê derkevin sefera Gazayê! Ew, çawa  bav û kalên me yên Wanî bi sedan salan kirine, rasterast di  rojeke ji wan rojên ku dagirkerê  konek bi hinceta rewşa xerab a  hewayê hevdîtinê asteng dike de,  bi Kelekek xiloxar  jî dikarin derkevin rêwîtiyê û xwe bigihînin perava Îmraliya kambax!      
Ma derî û baceyên saziyên navneteweyî ji BDP’yî yan re girtî ne?

Parlemanên BDP’yî  tev bi hevre dikarin bikevin avahiya navendî ya UNESCO’yê û li wir heta ku dikarin bimînin û polîtîkayên komkujiyê yên  li ser ziman û çanda Kurdan û li ser gelên din ên Anatoliyê tên meşandin ragihînin cihanê  û rûyê rasteqîn ên emperyalîstan û yê Tirkiyeya xwedê giravî wek mînaka demokrasiyê û modela Îslama nermik didin ber Rojhilata Navîn teşhîr bikin; dxwaziya perwerdehiya bi zimanê Kurdî ragihînin Cihanê.

Dîsa ew dikarin heman çalakiyê,  ji ya UNESCO’yê jî radîkaltir  li saziya NY (Netewên Yekbûyî) ya li Newyorkê , li Parlemantoya Ewropayê ya li Strasbourgê  jî lidar bixin û di salonên wan de serî bavêjin rojiya mirinê û bênasnametî û bêstatûtiya ya gelê Kurd, neheqiyên ku lê tên kirin bînin ziman.

Xeynî parlemanan hema bigire  tevahya Gelê Kurd, dijberên xwedî şeref,  siyasetmedarên çalak, şaredar û cîgirê wan, xebatkarên şarederiyan, nivîskar û rojnamevan ev çend sal in, wek pezên li ber kêrê stû dirêj kirine û li benda girtin û zîndankirinê sekinîne. Parleman  hêj dor nehatiye wan, li hemberî vê zilma desthilatdaran dikarin hin çalakiyên radîkal lidar bixin. Wek mînak; gava hejmara “girtî û binçavkiriyên sivîl” gihîşt deh kesan, parlemanek dev ji karê meclîsê berde û biçe tevlî xebatên di nav gel de bibe, gelo ev çalakî bala tevahiya raya giştî ya cihanê nakişîne û durutî û konektiya wan, demokrsîxwaziya wan a qelp nake qula çavê efendiyên wan?

Ev çend pêşniyar ji bin serê rebenekî mîna min derdikevin. Baweriya we bi gel û Tevgera Azadiyê be, di nav ewladên Kurdistanê de bi hezaran kes û kesayetiyên ji min hezar car baqiltir, jîrtir û jêhatîtir hene... Bes hûn guh bidin gelê xwe û xwe ji tevna desthilatdaran ya bi navê “ legalîte”yê rizgar bikin û werin ser xeta meşrûiyetê û şoreşgeriyê...

Xebat û lebatên  şoreşger, him hêz û enerjiyeke mezin dide gelê Kurd, çalakiyên sivîl geştir dike,  him cesaretê dide  gelên dîl û reben ên Rojhilata Navîn,  him jî raya giştî ya Cihanê ya dijberê kapîtal emperyalîzmê ye  lê,  bi salan e bi jahriya emperyalîzmê teviziye û serî avêtiye xewa şêrîn  şiyar dike.

 Her tişt li alîkî, gelê Kurd gava parlemanên xwe hilbijart,  li gerden û qerewatên wan na, li dîploma û doktoraya wan na, li Misilmantî û Xaçparêztiya wan jî na, li Kurdbûn û Tirkbûna wan jixwe qe na, tenê û tenê li şoreşgeriya wan û li cesareta wan mêze kir. Ne wisan?


                                                                           Mamoste Marûf

Yorumlar