7.12.2011

Çima TRT- 6?

Ali Fikri Işık; nivîsek bi sernavê “Mîr Dengîr Firat û TRT şeş”  nivîsiye    (Mîr Dengir Fırat ve Trt şeş. http://www.mailarchive.com/diwanxane@googlegroups.com/msg03560.html)  
û tê de li wê kanalê gelek rexneyên “navpergalî” (düzen içi)   kiriye. Bi gotineke din,  bi ya wî TRT-6 bo xêrê ye, lê naverok beredayî ye. Avakarên wê rehmanî; xebatkarên wê  şeytanî ne...

Ew bi vê nivîsa xwe, wek gundîkî me li cem cendirmeyan li jina xwe kiribû, alîkî ve ji paşve bi enîşkan li TRT- 6 ê dide, bi destên xwe jî cakêt davêje ser berxikê; ew berxika malê diziyê. Min tevlîhev kir; di şûna cakêt avêtina ser berxikê,  min ê bigota  “alîkî ve niyet û mirazê AKP’ê vedişêre.”

Pêkenokeke siyaseta kûr a Tirk heye; ez ê pêşkêşî “TRT-6 parêzên” kurda bikim û dûre jî bêm ser diharê TRT- 6’a wan...

İhsan Sabrî Çaylayangîl hebû; berê wezîrê karên derve yê “Turkiyayê”  bû (bi xwe di şûna Tûrkîyeyê de digot Tûrkiya) camêr ji zûde miriye çûye, Xwedê wî di gorê de bisitirîne... Rojek ji rojan, balyozekî  nameyek bi serde dişîne û tê de qala neheqiyên ku lê hatine kirin dike û bo hevdîtinê dixwaze biçe serdana wî... Çaylayangîl nameya wî nabersivîne. Çendikî şûnde balyoz bi telefonê xwe digihîne wî û bi zorî jê randevûyek distîne. Lê, roja hevdîtinê, di heman hûrdemê de wezîrê me, karekî “Xwedêgiravî lezgînî”  dike hincet û hevdîtinê taloqî rojek din dike. Ew roj tê, dîsa wek cara din ji odeya xwe derdikeve, çente di dest de xwe dide devê merdbana ku dajo derve û silavek rûkenokî li balyoz dike û xwe dike dilqê wan giregirên xwedî kar û xebatên “ji serî zêdetir” û ji camêr re dibêje:

“- Wêêêy mala min ê; dîsa nebû qismet ku ku ez we biezimînim. Ji kerema xwe re rojek din keremkin werin...”

Bi vî awayî Çağlayangil çend carên din jî wî camêrî paşve dişîne... Dawiya dawîn, rojek tê, dibîne ku xwe jê xilas nake; gazî dike, tîne odeya xwe, dide rûniştandin û lê guhdarî dike. Camêrê me çi derd û kulên wî hebin pêşkêş dikinê:

“Ez benî, ez balyozê berê yê Siwîsreyê, ji wan balyozên  sinifa yekemîn; nizanim çima we ez şandime welatek dûr ê li Afrîkayê,  layîqê  balyozên ji sinifa sêyemîn”

Çağlayangîl, ji maseya xwe radibe, diçe ser  sandaliya li tenêştê rûdinê; bi destekî stûyê wî hembêz dike; di ber guhê wî de dibêje:

“ – Balyozê min ê hêja; em her du jî karbidestên dewletê ne, lewre serwextkirina me ya hevûdu pir û pir hêsan e. Tu jî bi qasî min dizanî; hin kir û kiryarên dewletê hene, ezê wezîr pê dizanim lê, ji cenabê we re nabêjim, nikarim bibêjim. Hin jî hene, hûn, wek balyozekî ji hezar balyozan bi wan dizanin lê, bi wezîrtiya xwe ez bi wan nizanim; hûn ji min re nabêjin; nikarin bibêjin, jixwe ne hewceye ku bibêjin. Dîsa hin kirin û kiryarên dewletê hene ez û tu em herdu jî baş pê dizanin lê, ji hev re nabêjin; nikarin bibêjin. Bersîva sedema şandina we ya “ber bi welatekî bêdilê we” di vê hevokê de ye. De ji we re oxira xêrê be balyozê min ê birêz.”

Sedema sazkirina TRT-6’ê jî wek meseleya Balyoz û Çağlayangîl, rût û repal li holê ye, her kes dizane lê, kes ji kesî re nabêje.

Ez ê xwe li dîntiyê daynim û rasterast binivîsim, lê dikim di serî de rastiyên hin gelên din bikim qula çavê hinekan...

Bigirin ku Rêveberiya Germanyayayê ketiye nav destê Naziyên nû; ew faşîstên qafrût... Kes êdî dikare li vî welatî, dîroka rasteqîn a Cihûyan, wêje û hunera nûdem a vî gelî ya ji serî heta binî bi holokostê  têr û tijî bide ber mirovan?

Pir jî dûr neçin; liTurkiyeyê, kîjan babaegît diwêre fakûlteya wêjenasiya Ermenan ava bike û berhemên wêjenasên wan ên sedsala XIX’an û  XX’an – di 1915’an de serjêkirî bi gelemperî- ên ji ber wê kerasetê mabin jî bi derd û kulên bindestî û komkujiyê barkirî, ji pênûsan hêstir û xwîn niqutî,  bide ber xwendekaran? ( Li Qeyseriyê par ne pêrar yekê vekirine, du xwendekarên wê yên Tirk bi tena serê xwe tê de  rûniştîne) Li vî welatî kî û kê dikare fîlmekî bi rêk û pêk, bi xwş-azadiyê têr û tijî yê li ser êş û elemên Ermenan çêke? Errmenên xwedîşeref, çawa ku li fakûlteya Qeyseriyê dikin, li fîlmên ku TRT- Şeş û yeşîlçam çêkirine bi kêfxweşî, bi dilê rehet temaşe dikin? Temaşe bikin jî bo qerf û henekan dikin. 

De îcar em werin ser meseleya TRT-6’ê...
Elî Herîrî, Melayê Cizîrî û Melayê Batê, ev sê gorbihûştên derwêş û  xeberxweşên “dûrî pirsgirêkên netewî û gelêrî û aborî”; lê pir û pir “nêzî Xwedê” bidin alîkî kîjan wêjenas dimîne ku kêrî TRT- 6 a Tirka bê?

Gelo TRT- 6 diwêre, wê heta ku pergal ev pergal be, biwêribe, bixwaze,  bi rastî, bêsansûr, bêqirpandin bide ber me;  Ehmedê Xanî yê, hîkmet û dayîna Xwedê,  du sed sal beriya Şoreşa Fransî neteweperweriyê bo kurda mecbûrî  dîtibû?  Ew Xanî  bû ku desthilatdariya  netewî ya Kurd şert û pêwîst dîtibû hê ji vir  400 sal berê?

TRT-6 dikare, diwêre veke, raxe ber çavan,  tevahiya rûpelên Rojnameya “Kurdistan” ê ya Bedirxaniyan?

Dikare rêzefîlmek çêke ji romana “Jana Gel” a îbrahîm Ehmed; xêzefîlmek çêke ji berxwedana “Dimdimê” ya Erebê Şemo; dokûmanterek çêke li ser jiyanên çelengên Kurd ên wek  Evdirehîm Zapsû, Nûredîn Zaza, Meduh Selîm Beg; Mehmûd Baksî û  êdî ez nizanim kî û kê...  

Ew TRT-6 kar,  Dikarin navê Cîgerwîn bidin ser ziman û ser ekranan?
Dê ew çi bikin, bi kude biçin  ji destê Mûsa Enter ê gor bi gorîkirî yê bi destê dewleta wan?

Ew “vê gavê” qala nivîsên sih sal berê yên Kemal Bûrkay ên “xew diherimand li dagirkeran” hîç nakin û wî li ber çavê gelê Tirk reş nakin, çima ku hê nayê hisabê wan...

Em werin ser şaxên din ên hunerê; xeynî çend fîlmên Mehsûn û Îbo û Şener Şen û îlyas Salman ên “Xwedê  neke nesîbê xwedî wîjdan û xwedî şerefan” gelo çend heb fîlmên têkildarî Kurda  hene ku behs nekin ji zilm û zordariya dewleta TRT-6 çiyan, kuştina ciwanan, şewitandina gundan?

Îcar dor dora reşê şevê yê xewnên dagirkeran, kelemên çavên neyaran, kul û mereza dilê xêrnexwazan:

Li çar parçeyên Kurdistanê roj ji aliyê rojava ve derkeve jî, qantir bizê jî, bêyî Tevgera Azadiya Kurd, bêyî xwedîlêderketina nirx û hêjayiyên ku ew di sih salên dawîn de afirandine, bêyî dîtin û rûmetdayîna xwîn û xwîdana ku hatiye rijandin êdî kes nikare wêjenasî, siyasetmedarî, fîlmçêkerî, weşangerî, derhinêrî, dengbêjî bike...            

Di şert û mercên îro de, ên van kar û pîşeyan bi rastî û bi hostatî dikin, ên dikarin bikin,  bi tevahî dijberên polîtîkayên dewletê ne,  heta ku şertên azadî û serxwebûnê neyên cih, destê wan li ser kezeba wan, ew ên têbikoşin...

Kî û kê dibe piştgir, balgî û palpişta TRT ŞEŞ’a dewletê?

El cewab: ew canik û camêrên ku Alî Fîkrî IŞIK qal kiriye; ew Kurdînezan û hunernezanên  xwe li kurdayetiyê û li hunermendiyê datînin, bona pere û polan...

Ez dibêjim;  çend xwefiroşên "hestiyariya bol gel û welat wendakirî", çend mele û sofîkên  rû nemaye derkevin nav cimetê,
 çend xebatkarên çavek li mehane, çavê din li saeta bi dawîbûna mesayî û li riya çayxane û meyxaneyê...      

Dîsa ez dibêjim:
Kî û kê
negirî bi ser 50-60 hezar ciwananên Kurd û Kurdistanî de; ew ên di riya azadiyê de can û ciwanî dane û hê didin di zindanan de, li serê çiyan;


Kî û kê
dil neşewite bi halê bi deh hezaran qop û kulek û koran,
gunehê wî neyê bi gund û mezra û  bi sewal û teyr û tirûl û dar û daristanên şewitandî bi destê dagirkeran,
 îro nebe sibe, ekranê TRT-6 bimîne li alîkî - ji tirsan nebe jî ji şerman- nikare derkeve sûk û kolanên Kurdan...      

Alî Fikri IŞIK, heşayî wî, gotinên ji hed û serê gelek ronakbîran zêdetir jî kiriye û zimanê Kurdî û “kesayetî û serok û rêxistinên Kurda” daye ber hev, her sêyan kiriye ber qayişê ji vê pêşbaziyê jî Kurdî daye jorê dîwanê.

Min beriya çend mehan di nivîsek xwe de bi dorfirehî nivîsîbû; heke li Bakûr, bi xêra Tevgera Azadiya Kurd nebûya zimanê Kurdî ji binîve nebe jî, şert û mercên jiyanê û ragihandina ji nifşek a nifşeke din bi giranî wenda dikir...

(Bo xwendina analîza min a vê yekê dike mijar, xêra mezinan; bitikînin  ev lînka li jêr)   http://mamostemaruf.blogspot.com/2010/12/tevgera-azadiya-kurd-u-zimane-kurdi.html

Jixwe bi xêra xebatên li derveyî welêt, bi Taybetî  yên li Siwêdê hatibûn kirin nebûna û Tevgera Azadiya Kurd jî li Bakûr rê li ber belavkirin û weşandin û ragihandina wan venekiriba, îro xeynî çend hevokên navmalî û navgundî kes nikaribû li vî parçeyê Kurdistanê  behsa wêjeya Kurdî bikira.       

“Bêrêxistinî û bêserî û bêberî” ya di nav ronakbîrên me de per û bask li wan dişikîne, bi xwe bawerî, bi xwe qaîl bûn, ji xwe xweşbûna wan dikuje; ewqas ku,   wek birêz Alî Fîkrî IŞIK kiriye,  ew pişta xwe bi sazî û serok û giregirên xwe na, bi merivên wek Bulent Arinç ve girê didin; hewara xwe didin wî camêrî ku -duh ne pêr - çav lê dibiriqîn li ber rojnamevanan, serî û guh lê direqisîn ji kêfxweşiyan,  mizgîniya “li Stenbolê dîlgirtina Kurdekî jîr û jêhatî û xwedî bîr û bawerî” dida wan...

Jixwe em baş pê dizanin ku TRT-6 projeyek ceribandinê ye; ceribandina dîlgirtina Kurdan a bi riya Dînê Mihemed ( sew) ê li gorî berjewendiyên xwe yên gemarî tewşo-mewşo şîrovekirî. Duh  biser neketin bi pest û pêkûtî û zextan; îcar dikin biçin serî; bi ayatên Xwedê û hedîsên pêxember û bi xewn û xeyalên şêx û meşayîxan.

Wele herpênc TRTyên we neçûn serî, hew diçe serî ya şeş... Di şûnê de, we bida serê malê çêlekek beş a beleş; dibû ku Xwedê di gorê de we biparasta ji marên reş...


  


Hiç yorum yok:

Fîlmekî jibîrûyî yê derheqê Kurdan de: The Last Outpost

Navê fîlmê bi Ingilîzî “ The Last Outpost” e. (Qerekola Dawîn) Fransiyan navê  “ Intelligence Service” (Servîsa Saloxgeriyê) l...