Cerdevan bi çekan; hin kes bi pesnan...


Ew kurdên pesna Tayîp didin, gelo telaqên xwe davêjin,  bi şerefa xwe sond dixwin ku ew rastiyan dibêjin?
Gelo ew bi xwe, ji  gotin û nivîsên xwe bawer dikîn?
Ew bi kîjan exlaqî û bi kîjan nasnamayê pesnê AKPû Tayîp didin, nirx û hêjayiyên gelê xwe reş dikin; bi îftirayan "xwedîrûmetên" xwe bêrûmet dikin? Ma ew camêr nîne nizanim çend car e ji Kurda re  eşkere dibêje “bi pêşniyara perwerdeya bi zimanê zikmakî neyên cem min?”

Ew nîne Cemîl Çîçek ê neteweperest anî kir serokmeclîs; bi vê yekê jî nema ew danî ser serê komîsyona amadekariyê ya makeqanûna Xwedêgiravî nû...

Ew Tayîp nîne, kîjan Kurdek welatparêz ê birêxistî "yêli ber wî nemelisî, bi kemçûrên wî nexapiyayî” li ber dikeve davêje zînadanên reş û tarî?

Kurdên ku bi kurdî dizanin û navê ronakbîrî û nivîskariyê li xwe kirine û ketine bin baskê Tayîp, an bi tevahî di TRT6’a wî de dixebitin, an bi riya bernameyên wê TVyê  xweş-rûyên xwe û  hunerên xwe didin nasîn, kerîkî nan dixwin.  Ji alîkî ve ez dibêjim; heq e ew malavayiya wî bikin; çawa ku “Cerdevan bi çekan; ew jî bi pesnan zikê xwe têr dikin.”

Dîsa jî ez dibêjim; ew birayê min ên Kurd in û dilê min bi wan dişewite. Ez dixwazim şîretek tal û tirş li wan bikim:
Roniyên her du çavê min, bi ya min dikin; bi çend rojên dunyaya derewîn nexapin, wek bi mîlyonan kurdên xizan lê, serbilind hûn jî  an di înşaetan de, an di zeviyên bembo û kartolan  de, ew jî nebe di sûk û bazaran de ji xwe re kerîkî nan peyda bikin...   

Ez ê li rûpelek dîrokê; ji dîroka  malkambaxiya me Kurda  pêşkêşî birayên xwe yên rewşenbîr û ronakbîr; ewqas jî TARAFGÎR û TAYÎPGÎR bikim; dûre jî dor bînim şîretê...

 Li başûr Enfal bû. ji ber zilm û zordariya Sedam dayîk zarokên xwe davêtin. çawa ku îro Tayîbê delaliyê ber dilê we dike,  ew necamêr jî zîndanan bi Kurdên xwedîşeref  serdevkî, qûçkirî tijî kiribû. Ew dîktator, ji welînimetê we bihostek zalimtir bû; ji ber ku xeynî şervanan  bi deh hezaran sivîlan jî bi saxî binax kiribû.

Di heman demê de Sedam, bo “xwe şirînkirina li ber çavan”; bo “xapandina Kurdên ji dilên xwe sax” bo “şikandina berxwedana Kurdên xwedî xîret” TRT6eke bi navê RADYOYA BEXDAYê saz kiribû. Li alîkî qîrîn û hewar û gaziyên Kurdên birûmet; li aliyê din “ha di cih de, di cih de mala apê hecî de” û “lorke lorke” ya cehşan bû...

Li alîkî hêstirên çavên zarokên sêwî; li aliyê din çîrokên qerfî û mîzahî yên gur û hirç û roviyan bû...

Hûn jî pê dizanî, xweş-dewrana Sedam bi awakî sosret bidawî bû. Axir û aqûbeta xebatkarên Radyoya Bexdayê û hevkarên Sedam ( ne li serê we be)  çi bû; hûn dizanin?

Ez ê yekî tenê bibêjim; nebî nebî netirsin; kî û kê mirina we dixwaze bila çavên wî/wê birije,  ew nehatin kuştin, nehatin îşkencekirin; nehatin zîndankirin; lê, pitşî ku “bi xwe” û “bi fen û fûtên Sedam” hisiyan, bi kuştinê qaîl bûn rojê hezar caran... Bîst- sih sal di ser re derbas bûn.  Ên bi qedera Xwedê çûn jixwe çûn; ên mayî, ji şerman, hema bigire bi tevahî paşnavên xwe, navên malbatên xwe guherandin. Hinekên din jî di quncikên xwe de quncilîn man, xaniyên wan li wan bû zindan; hinek jî Kurdistan û Iraqê di cih de hîştin kes nizane kude bazdan ”


Roniyên çavê min... Neviyên wan hezar car nelet li wan tînin; tûyî nav çavên wan dikin. Hûn bi ya min dikin hêj roj neçûye ava, “uzra” xwe ji gelê xwe bixwazin... Bawerkin hûn ê heta sax bin, pol û poşman, tik û tenê stûxwarên li ber diwaran bin...
                                                             Mamoste Marûf    

     



Yorumlar