16.05.2011

Dîmenek ji siyasta Tirkiyeyê û ji rewşa Kurda

Çiqas ku hilbijartin nêzîktir dibe, wek bav û kalên me yên nezan kirin, hin Kurdên “nav û kincê  ronakbîriyê lixwekirî”  dîsa rabûne pişta xwe bi siyasetmedarên Tirkan ve girêdane û dikin hilbijêrên kurd ber bi AKP û CHP’ê ve bikişînin.


Ji vir pênce sal berê, di wan salên bêyom û bêhêvîtiyê de, “nifşa bav û kalên me yên dara pişt li wan şikestî û  hêviya wan bi kurdayetiyê nemayî, ji tirs û xofa dagirkeran stûxwar,  li ber dîwaran wer mayî”  
bo birêvebirina kar û şuxulên takekesî û eşîrtiyê,
bo “parastin û bihostek firehkirina postên xwe yên şêxtiyê” ,
an jî tenê bo mezinkirina “nav û dengê xwe” li dinyaya derewîn
di partî û pûrtiyên tirkan de cih digirtin.

Ew rebenên bi piranî bê dibistan, nîvco tirkîzan,   (wek 60-70 parlemanên Xwdê giravî Kurd, ew ên  îro  rûyê xwe bi AKP’yê ve,  qûna xwe bi gelê Kurd ve  kirine; li ser sifra dagirkeran zikên xwe  bel kirine û  bêdeng rûniştî ne)   gava diçûn Enqereya şewitî di meclîsa Tirkan de hêlîna xwe di quncikê herî  talde û tarî de, dûrî çavên evdên Xwedê çêdikirin û xwe tê de ker û lal dikirin, diquncilîn, heta hilbijartinek din  diman û diman...       

Beriya ku em kesayetiya Kurdên AKPhez û CHPhez bikolin; werin em bala xwe bidin bira( kerî)  mezin a civaka Tirk û li ser hinek hûr û kûr rawestin û li bersîva pirsa “gelo ew ji ber çi sedemî deng didin partiyên xwe?” bigerin.   

Kîjan Tirk çima dengê xwe dide AKP’yê
Gava mirov li rewşa siyaseta Tirkiyeyê binêre, wek di qada şer de dibe, du enî û çeperên dijber dibîne; dibêje qey her du alî  bona qira hevûdu li ber hev sekinîne.

Tirkek  kêm-polîtîk û parîkî xwedî wîjdan, nîvco-şiyar  lê çi bike ji şoreşgerî û ji nirxên mirovahiyê yên hemdem bêpar, du bereyên(cephe) ku bi xêr û alîkariya Xwedê, bi zorî ji hevûdu vediqetîne  dide ber hev,  dawiyê de ji wan ya bêhtir demokrat hildibijêre. 

Ew rebenê Xwedê, çawa ku me gotibû xwedî wîjdan lê  pir kêm-polîtîk,  ( piraniya gelê tirk bi vî halî ye) rejîma 80 salan a  faşîst û mîlîtarîst û jakoben û kul û kureder, ya heta niha wî tu carî nekiriye şûna mirovek xwedî rûmet;  lê çi bike ku bê îrade û wîna wî heta niha li vî welatî desthilatdar lê,  îro “dem û dewrana wê borî; dîsa jî  di bin qalikê CHP û MHP’yê de dike orinî” dide alîkî û  berê xwe dide AKP’yê; ew partiya ku, çawa dike hêj kesî tiştek jê fêm nekiriye, demokrasî û  mafên mirovan û  azadî û bazirganî û  cûreyek neteweperestiya Tirktiyê  ya ne dûrî nijadperestiyê  û  umetparêziyê û lîberalîzm û faşîzmê tevlî hev dike  ji xwe re dike benîşt û şev û roj dicû…

Ew Tirkê ji dilê xwe sax, ewqas jî nezan  têdernaxe ku ev partî di nav xwe de şax şaxî ye û her şax  xwedî baweriyek cuda ye…

Ew, di qula nîr “ê li ser stû bicîhkirî” re li dîmenê temaşe dike. Lewma jî tişta ku dibîne tenê ya ku didin ber çavan e .         

Heke hilbêjêr bi xwe  neteweperest û olperest û takiyeker be,  di AKP’yê de ji xwe re Fethullah û STVyê û rojname û kovarên  wî yên wek Zaman û Bugun û Aksîyon û Sizinti dibîne û dibêje; “ Weleh min ya xwe dît” û bê dudilî mora reş  li orta lambeyê dide...

Piçek demokrat be û bo bindestan  hin azadiyên takekesî, lê belê bo kapîtalîzmê azadiyên sînornenas biparêze,  lîberal demokratên Rojnameya Tarafê dibîne,  çav dide wan û bi ya wan dike dikeve bin bandora AKP’yê...

Oldar lê,  neyarek  gelê Kurd be, ewqas ku vî gelî û şervan û Tevgera Azadiya wî wek ruhistînê xwe bibîne,  rojnameya Akît’ê û bi dehan rêxistin û saziyên wek “Hîzbula”; ên ku ji berê ve bûne hêlîn û wargehên hêzên tarî û genî dibîne li ser şopa wan dimeşe, dengê xwe dîsa dide AKP’yê.

( ez bi zanetî di şûna HÎZBULAH de dibêjim Hîzbula; ji ber ku “hîzb” bi erebî rê û partî ye, “la” ya ku ez bi peyva hîzb’ê ve dikim tê wateya “tune” . Bi rastî jî li Tirkiyeyê û li Kurdistanê partî û rêyek bi navê Hîzbullah ku tê de jidil navê Xwedê cih girtîbe û li ser riya rehmanî (xwedê) bimeşe  tune ye. Ev tevgera kontrayî ya di salên  90’î de  di nav sazî û rêxistinên  Îslamî de -yên îro tev alîgirên AKP’ê ne –hêlîna xwe çêkiribû, karên xwe yên qirêj bi alîkarî û hevkarî û piştgiriya  Jît û Jîtem’ê dimeşand )

Hilbijêrê Tirk, xwerû neteweperest be, di AKP’de  bi hezaran dewşirmeyên  heta duh jî di MHP’yê de wek gurên devbixwîn dizûrîn  dibîne û bihna wan hildide û tevlî revdeyê (revde; koma guran) gurên AKP’yî dibe.

Heke  me mîzanek hebûya û bikaribûya pê wîjdan û hişmendî û bîrdoziya Parlemanên  AKP’yî  bipîva  aşkera bidîta ku, parêzvanên  mafên neteweyî yên kurda bona derman be jî di vê partiyê de tune ne.

Profîla Kurdên AKPyî
Ji parlemanên  binyat kurd( bi qewlê Tirkan, Kurd kokenlî )ên îro di AKP’yê de bi polîtîkayê ve bilî dibin,  her yek nûnertiya komek berjewendîxwaz, an endamtiya civak û terîqek olî, an  jî berdevkiya êl û eşîrek dike. Tu yek jî di jiyana xwe de bo gelê Kurd, di sazî û rêxistineke kurdan de tu kar û xebat nekiriye; bi nasnameya Kurdî derneketiye pêşberî raya giştî. Di nav wan de kesayetiyên wer  hene ku heta roja îro tu kesî ji devên wan peyva “ ez jî Kurd im” nebihîstiye.    

Cudahiya AKP’yê  ji  CHP’yê çiye?
Di AKP’yê de parleman li alîkî, di hilbijêrên wê de jî kesên mafên takekesî yên Kurda nas dikin û diparêzin gelek hindik in. Mirov bi hêsanî  dikare vê yekê bibêje ku hejmara wan ji xwendevanên Rojnameya Tarafê kêmtir e ne zêdetir e û bi qasî wan, di CHP’yê de jî kesên piştgiriya “mafên takekesî” yên Kurda dikin hene. Lê Kurd bi salan e bi awakî fermî naskirina nasnameya xwe û mafên xwe yên neteweyî û civakî dixwazin. Em baş pê dizanin ku;  bi çend saetan waneyên Kurdî yên  bo xwendekarên dilxwaz, bi çapkirina çend pirtûkên ji alî weşanxaneyên bazirgan, bi televîzyoneke  bêqanûn û bê mîzan  Kurd û Kurdîstan û Kurdî û Kurdayetî li ser xwe namîne, roj bi roj dîsa dihele, dibe loqê devê dagirkeran.

Aqûbet û merhaleya dawîn a ku dewleta dagirker bo gelê Kurd destnîşankirye “qira çandî” ye. Di vî mijarî de “çend partiyên piçûcik  û derûdorên kovarên çepgir û Îslamparêz ên li ser gel ne xwedî bandor” ne tê de, tevahiya partî pûrtiyên din vê polîtîkaya bêyom diparêzin. Qe yek jî xwe nade ber riya çareseriyê ya rasteqîn; ya ku Tevgera Azadiya Kurd li gorî nirxên mirovahiyê, li ser bingeheke zanistî destnîşan kiriye, bo azadî û serfiraziya hemî gelên Rojhilata Navîn pêşniyar dike.

Bi ya min pelê tûrnosolê, ê ku dost û neyarên Kurdan ji hevûdu vediqetîne “perwerdeya bi zimanê Kurdî” ye. Hemî kes pê dizne ku, di sedsala îroyîn de zimanê ku ji kreşan bigire heta zanîngehan wek zimanê perwerdehiyê neyê bikaranîn teqez wenda dibe diçe. Dîsa tê zanîn ku nasnameya Kurdan bi zimanê wan ve girêdayî ye û bi wendabûyîna ziman ew jî di çend deh salan de dihelin...

Dema em bala xwe didin AKP û CHP’yê her du jî bi tundî li dijî perwedeya bi Kurdî derdikevin. Her du jî bêdil di devê xwe de digerînin dibêjin; “ bila zimanê Kurdî, ew jî  wek waneyekê bijarte ya bi çend saetan,  serde jî bo zarokên dilxwaz bê dayîn”.  Lê ji ber ku AKP ev çend sal e pêşengiya “vê dafika bi hostetî honandî” dike hin Kurdên bêhiş û bê hişmendî, demokratên ji despotîzma Komara Kemalîst  bêzar hêviya xwe didin vê partiyê.          

Ên li ser AKP’yê hûr û kûr rawestiyane şahedî li ser şahedî dikin  ku  ew di civînên xwe yên  bo Gelê Tirk amadekirî de tu car  peyvên wek “Kurd û Kurdîstan û Kurdî û Kurdayetî”  nadin ser zimanan...  Ew, van peyv û têgehan dihêlin bo civînên bo Kurdan û kesayetiyên demokrat. Di civînên nepenî de AKP'yî jî wek CHP û MHP’yiyan hesabê bişaftina Kurda dikin. Çend AKP’yî û CHP’yî yên Xwedê giravî lîberal û demokrat jî  peyvên wek “Kurd û Kurdîstan û Kurdî û Kurdayetî” di çarçoveya mafên civakî û neteweyî de na, bi tenê çawa ku Ewropî li biyanî û penaberan dikin, di çarçoveyek teng de, bi mafên takekesî sînorkirî, bilêvdikin; bo tasfiyekirina tevgera Azadiya Kurd bikartînin.


Gava dor tê ser mafên neteweyî yên kurda, girseya mezin a AKP’yiyan, wek CHP’yiyan,  mafên TAKEKESÎ, yên Kurda, ên ku lîberal  bi zorî di ber wan re kirine jî jibîr dikin û veduguherin gurên boz ên devbixwîn; bi yek dengî dizûrin, çêr û dijûnan didin ser hev;  bi ser serok û partî û şervanên Kurda de birê dikin… Wê demê di civaka wan de ên bêdeng dimînin û ji şerm û fediyan serî dikin nav şeqan, Kurdên ehmeq ên AKP’yî ne.


AKP jidil eşheda xwe bi bîrdoziya “dewlet ebed mudet”  a Osmaniyan aniye...
  Yek ji şêxên AKP’ê, Şêx Fetulayê Gulen  di helbesta xwe ya bi sernavê Devlet-î Ebed Müddet”  de kula dilê xwe weha dide der:

Îmana wê, evîna wê  tevî hêviya wê dê bicoşe
Ew ê wek lehiya ku  di ser sûran re davêje bike gujeguj
Wê netew bi tevahî  ber bi vejîneke nû ve biçe
Sitrana pîroz a “ dewleta ebedmudet” Di dev de be
Ew ê astengiyeke din a  reş û tarî jî li dûv xwe bihêle
Û xwe bigihîne lûtkeya ku bav û kal lê li bendê ne...

 Giregirên AKP’yê û civak û terîqetên li ser şopa vê partiyê , di  baweriya “berdewamiya dewletê heta roja dawîn” de ji partiyên din ên Tirkan jidiltir in.
Ew vê yekê wek wesiyeteke pîroz a Fatîh Siltan Mehmet dipejirînin û di ber dewletê de kuştina zarok û birayan jî rewa dibînin. Gava ew xetereyên li ber dewletê qor bi qor didin ser hev, pirsgirêka Kurd li rêza serî bicih dikin. Tevgera Azadiya Kurd, bi partî û rêxistinên xwe, bi girseya mezin a alîgirên xwe, bi jîrtî û tûjtiya baweriya xwe li ber ûtopyaya wan a “ dewleta Osmanî ya nû ” bend girêdide.

Çawa ku Fetula Gulen  bang li netewa Tirk dike; dibêje:  “Ew ê astengiyeke din a  reş û tarî jî li dûv xwe bihêle” bo AKP’yê ev astengî îro Tevgera Azadiya Kurd e. AKP bo lawazkirin û jiqidûmxistina  wê,  digel gelê Tirk û YDA (Dewletên Yekbûyî yên Amerîka)  û hêzên din ên jiderve, hêviya xwe daye xayîn û hevkar û kemçûrxurên Kurda...

AKP dike bi hin bertîl û bi teberikan girseyek xurt ji gelê Kurd veqetîne bike bin baskê xwe; bi vî hawî ( çawa ku  li Lozanê kirin) xwe wek nûnerê gelê Kurd jî nîşan bide. Heke di vî karî de biserkeve, wê demê dengê neteweperestên laîk ên Kemalîst - ew derûdorên ku xwe wek xwediyê dewletê dibînin - jî dibire, rewabûna xwe bi Artêşa Kemalîst a ku li ber PKK’yê  çokdaye jî dide pejirandin.

Tevna AKP’yê ya duyem,

Heke di hilbijartinên 12’ê Pûşpera 2011’an de Gelê Kurd bi rêjeyek bilind  îradeya xwe ya azadîxwaz derxe pêş, heke Tevgera Azadiya Kurd di Kurdistan û di Tirkiyeyê de bibe xwedî hêzeke xurt a siyasî, wê gavê AKP dê bêgav bimîne,  bo “berdewamiya dewletê heta roja dawîn” û bo li ser xêrê qewimandina xewn û xeyalên ku ew bona Dewleteke nû ya  Osmanî dibîne,  bi nûnerên Kurda re jî rûnê û bazar û hevkarî bike.

Di modela ku YDA bo Rojhilata  Navîn pêşniyar dike û dide ber Tirkiye’yê de peywira serkêşiyê li ser dewleta Tirk e. Bi Kurtasî ev pergala nû;“ azadiya hatin û çûyîna  sermaye û bawerî û bîrdozî û ramanan”  dihundirîne. 
Her çiqas Bi aşkeratî neyê gotin jî ev pergala nû ya Cihanî, wê rabike ji holê sînorên neteweyî... Bibe nebe Stenbol payîtext;  Ereb û Ecem û Efgan û Kurd û Tirk bi zimanê Tirkî  hevûdu bikin serwext... De ka îcar bifikirin wê gavê kîjan ziman û nasname bibe herî bêbext?
  
Divê Kurd pir bixebitin û pir şiyar bin
Bê şik, 
Gelê  Kurd ê bi bi sedan salan e bê dewlet mayî, 
bi çar cihan ve qet qetî kirî, 
ne xwedî zimanekî hevgirtî, 
dûrî yekîtiyeke neteweyî, 
bê navendeke xurt a aborî û çandî,  
bi her awayî destvala ye. 

Heke di vê bazarê de nebin xwedî statûyeke neteweyî wê di çend deh salan de  di sûk û kolanên Stenbola rengîn de ji binîve bihelin biçin... Pergala netew dewletê, ya ku êdî ber bi tunebûnê ve diçe li çar parçeyan  derbeke mezin li gelê Kurd xist. Heke Kurd di warê pergala nû ya ku DYA di ber AKP’ê re dike  de şiyar nebin û amadekariyên xwe yên bo jiyaneke rêxistinî, xweseriya demokratîk neqedînin, wê derba mirinê ji kapîtalîzma global bixwin.  

Bona rêlibergirtina vê bêyomiyê , dora pêşîn di fermiyetê de naskirina nasnameya Kurdî divê...

Beramberî vê yekê çawa ku ji zarokên Tirk nayê pirsîn ka tu bi çi zimanî perwerdehî dixwazî; divê hemî zarokên Kurda jî  bi zimanê  Kurdî dest bi dibistanê bikin; ji kreşan bigire heta lîsansa bilind û doktorayê bi zimanê xwe perwerde bibin û bikaribin bi  zimanê xwe debara xwe bikin.

Bo parastina nasnameya Kurdên Bakûr û ya Kurdên  ji  parçeyên din ên ji Kurdistanê bên Tikiyeyê, pêwîst e ku Amed jî wek Stenbol bibe navendeke aborî, çandî, hunerî, bazirganî û şahînî...

Gotina dawîn hêviya me  jî, metirsî û reşbîniyên me jî bi têkoşîna me ve girêdayî ye. Hilbijartinên li pêş me jî parçeyek ji vê têkoşînê ye û pir û pir girîng e.
                                                                         Mamoste Marûf

Hiç yorum yok:

EZ ÇAWA 4Ê GULANA 1961’AN Jİ DAYÎKA XWE BÛM?

  Salên salixa ji dayîkbûna min didin, salên bi cih kirina serweriya komarê bû.   Ji Enqereya kambax wêdetir demokrasî û azadiyeke nîvçe, li...

Nivîsên zêde hatine xwendin