21.10.2010

Apê Torî jî çû...

Ew mamoste bû... Lê ne mamostekî ji rêzê, umrê xwe li ser zanista dîrokê pûç kiribû. Pir xwendibû. Pir vekolandibû. Bi taybetî li ser dîroka gelê Kurd û ya gelên derûdorê xwedî agahiyên pir kûr bû. *** Min, ApêTorî û Apê feqî, du evîndarên Kurd û Kurdistanê, di sala 2000’an de, di dema qursa yekemîn a mamostetiya zimanê Kurdî de- ya ku ji alî Enstûtiya Kurdî ya Stenbolê ve hatibû lidarxistin- de bi hev re nas kirin. Di kelekela germa havînê de, her du xweşmêr, bi kaltiya xwe nediman, çar bû, pênc bû, nizanim êdî çendik û çend qat bû, wek şêran radipelikîn merdîbanan û dihatin wane didan me. Her du kalexort jî ji heman nifşê bûn; nifşa red û înkar kirî, nifşa tune hesibandî, nifşa di bin pestû pekûtiyan de di qula derziyê re derbaskirî, reben û stûxwar mayî... Nifşa Apoyan; Apê Mûsa, Apê Feqî, Apê Torî ... Lê ew, ji wan çend kesên berxwedêr bûn ku li ber dijmin ti car serî dananîbûn. Evîndarên Tevgera Azadiya Kurd, du zehmetkêşên zanistê... Êdî ji wan nedihat ku ço bigirin, lê pênûs dabûn dest û dikirin bext û siûda reş a gelê kurd biguherînin. Xwedêyo ew çi kelecan bû, çi evîndarî bû di dilan de! Per û bask hebûna dê ew ên bifiriyana... Apê Torî pir dilşewat û nefsbiçûk bû. Gava yekî dijberiya gotineke wî bikira disekinî, di mejiyê xwe de dibir dianî, dida ber daneyên zanistî û dûre bi rûkenî, bi helîmî û selîmî lê dizivirand. Ew hez ji gotinên zêde nedikir. Di dema wanedayînê de pir kêm diaxivî. Piştî çend hevokên bi bingeh ên zexm ên zanistî, li benda pirsên xwendekaran dima û hemiyan bi xweşbînî dibersîvand. Di ser de deh salên têr û tijî bihurîn lê, Apê Torî bi xweş sifetê xwe, wek abîdeyek sebr û tebatê, zanist û hunerê, hê jî li ber çavê min e. Ew î roniya her du çavan di ber gelê xwe de rijandibû. Çavên wî ji evîndariya Kurd û kurdistanê wek çavkaniyên welatê wî vekirîbûn lê, mala min ê , êdî nedidîtin.... *** Êdî ji me çûye lê, hêviya min ew e ku dê xortên me xwe li Apê Torî bigirin û çend keviran jî ew daynin ser hîmê dîrokzanî û dîroknivîsiya Kurd. Divê bête zanîn ku heke em dîroka xwe bi xwe nenivîsin wê neyarên me wek qertelên ser berateyan hemû hebûn û hêjayiyên me birûçikînin û me rût û repal li holê bihêlin. Em dizanin, dişukirînin ku Apê Torî bo gelê Kurd û gelên cînar xizmetek mezin kir. Xwezil bi canê wî, ew ketibû bin barekî pir giranbiha û pîroz. Heta dawiya temenê xwe jî ew wî barî ji pişta xwe navit û deynê xwe yê bo gelê xwe heta quruşa dawîn da... Em Apê Torî jî bi hêstirê çavan, bi dilê xemgîn ber bi bihûşta rengîn ve bi rê dikin û piştî şîna wî em ê di halê xwe de jî bigirîn: “Ew çi ji dest hat kir û çû, gelo em ê jî bikaribin deynê xwe bidin?” Mamoste Marûf

1 yorum:

Adsız dedi ki...

Mamoste,
Belê mezinan digotin 'dinya derewîne' li min ecêb dihat îro me jî emrê xwe girt herî baş fêm dikin bi rastî jî derewîn e.Rojê xebera reş ya dostek me, hezkiryek me bi ser me de tê, em xemgîn dibin. Apê Torî jî yek ji wan bû. Xwedê bi rehma xwe şa ke. Heta em bijîn divê em alaya wan li erdê deneynin û li birca kelheya neteweyê Kurd daçkînin.
Bîranîna te pîroz e, sipasdarim. Digel silav û rêz

Tevger Çekdar

Fîlmekî jibîrûyî yê derheqê Kurdan de: The Last Outpost

Navê fîlmê bi Ingilîzî “ The Last Outpost” e. (Qerekola Dawîn) Fransiyan navê  “ Intelligence Service” (Servîsa Saloxgeriyê) l...